.Fermandarê efsanewî yê gelê kurd Mahsûm KORKMAZ (EGÎT), di sala 1956’an de li navçeya Farqînê ya girêdayî Amedê hatiye dinyê. Di temenê ciwaniyê de malbata wî koçî Êlîhê dike. Li Êlîhê mezin dibe û li vir beşdarî xebatên şoreşgerî yên ewil dibe. Fermandar Egît piştî sala 1970’yan di bin bandora tevgera rewşenbîr-ciwanan ku li tevahiya Kurdistanê bi pêş diket dimîne. Nasandina wî bi PKK (Apociyan) re, bi alîkariya Mazlûm Dogan ku ji kadroyên pêşengên PKK’ê ye û bi berxwedana li girtîgeha Amedê jiyaneke bi rûmet ava kiriye bû.
Fermandar Egît, çalakiyên xwe yên ewil ên şoreşgerî li Êlihê dest pê dike û di têkoşîna xwe de her tim li herî pêş cihê xwe digire. Ew, li hemberî hemû neyîniyên ku cihê lê çêbûye, şerekî bîrdozî, polîtîk û rêxistinî vedike û pêşketinên mezin bi dest dixe. Fermandar Egît, ji bo pêkanîna pengavên mezin di riya şerê gel de bê vekirin, di rêbendana 1980’yan diçe kampên Filîstinê yên li Lubnanê. Piştî pêvajoya perwerdehiya heft mehan, bi hêvî û berpirsiyarên mezin vedigere Kurdistanê. Di vê heyamê de bi rêheval Kemal PÎR re ku pêşengê kadroyê PKK’eyê ye, dikevin kemîna hêzên artêşa Tirk û ji vê kemînê bi birîndarbûneke giran xelas dibe. Di heman kemînê de rêheval Kemal PÎR jî hêsîr tê girtin.
Mahsûm KORKMAZ, di dema ku têkoşîna azadiya kurd hê nû nas dike de, di rapora ku pêşkêşî PKK’eyê kiriye de wiha daxuyandiye: ‘ji ber ku ez ji herêmeke (Farqîn) ku ramanên welatparêziyê lê xurt bû, bi bandora tevgera şoreşgerên Tirkiyeyê û bi faktorên ku têkiliya min bi pêşverûya rewşenbîr-ciwanan re hebû û ji ber ku xwedî hestên mirovahiyê bûm, di bûna şoreşgeriya min de rola xwe lîstine… Jiyana min ya şoreşgerî bi tevgera me destpêkir. Pêşîn li hemberî şoreşgeriyê sempatiya min hebû, lê bi tu tevgerên siyasî re têkiliya min çênebibû… Têkiliya min bi tevgera me re, di sala 1977’an destpêkir. Arîbûna di nava rewşenbîr-ciwanan de ku li dora komeleyê kombûbûn, di nava van cudawaziya komên siyasî de, ji ber ku eleqeya min ya li hemberî şoreşgeriya tevgera me hebû, min li hemberî hêzên reformîst û sosyal-şovên ber bi tevgera me dahf dida. Piştî vê pengavê û encamên lêkôlînên min, bi awayekî hişmendî min domand.’
Dawiya sala 1982’yan û di bihara sala 1983’yan de, dema ku PKK fealiyetên ber bi welêt da destpêkirin, Mahsûm KORKMAZ beşdarî fealiyetên amadekariyên beşan dibe û beşên pêşeng yên şoreşgerî ku gihîştina wan ji bo gelêk herêmên Kurdistanê rolekî aktîif dilîze.
Fermandar Egît berî 15’ê Tebaxê ji bo endambûna Komîteya Navendî tê hilbijartin û ji Konseya Navendî ya Hêzên Rizgariya Kurdistan (HRK) ku hatiye ava kirin re jî tê hilbijartin, fermandariya yekîneyên HRK’ê yê pêşîn ‘Taximê Propagandaya Çekdarî ya 14’ê Tîrmehê’ hilgirtiye ser xwe.
Fermandar Egît di rêkûpêkirin û plansaziya Pengava 15’ê Tebaxê de rolekî girîng dilîze, di talîmateke dawîn yên berî çalakiyê de wiha dibêje. ‘Di dema çalakiyê de divê tu kes bêdestûr dernekevin derveyî plansaziyê û sîper neyên terikandin. Berdan bi lêketin û bi pîvan bin. Bêyî hewcedarî divê tu gule neyên xerckirin, ji bo heval bera hev û kesên sivîl nedin divê xesasiyeteke mezin nîşan bidin. Bi xusûsiyetên ku bala wan hat kişandin re, wê merhaleyên planê bi tevahî bi endamên taximan re bê têgihîştin. Divê her kom li ser peywira xwe sê-çar caran bi kûrahî nîqaşan bikin.’
Pengava 15’ê Tebaxê, piştî van peyvan dest pê dike û di dîrokê de wekî guleya pêşîn cihê xwe digire. Bi êrîşa Erûhê re ku di bin fermandariya rêheval Egît ve pêk tê, lingê têkoşîna azadiyê yê herî girîng şerê gerîla daye destpêkirin.
Rêheval Egît, bi dilê xwe yê tijî evîna mirovahiyê û nirxê dida mirovan gelekî kûr bû. Lê di dema dîktatoriya har de, bê îmkaniya jiyandina wekî mirovahiyê li hemberî wî û gelê kurd ji bilî çekê tu riyên din ne hiştibûn. Bi hezaran mirov tenê ku ji bo kurdbûn hatine girtin û beyî ku tu mafên hiqûqî bên naskirin, di bin pêkanînên dijî mirovahiyê de hatine bê îrade kirin. Serîhildana Egît û komek rêhevalên wî li hemberî vî tiştî bû.
Ji bo jiyaneke mirovahî ji bilî berxwedanê tu riyên din nehatibûn hiştin. Ev jî deynekî ku bedela wê giran bû û divê bê dayîn. Têkoşîna azadiyê, di şertên herî giran û di nava bêhevsengiya hêzên mezin de, bi giyana Pengava 15’ê Tebaxê heta roja îro hatiye. Di erdnîgariya ku mirovên pêşîn bi kar anîna axê re jiyan lê dîtibûn, divê mirovên kurd ji xwe re nebûna biyanî. Ji mehkûmkirina mirinê re, komkujiyê re, bênasname û ji jiyana bê kesayetî re negotina erê. Ev, ji bo mirovahiyê re jî tu destkeftin nedianî û ev ne dibû tercîha jiyana gelê kurd jî. Mêrxasiya ku bi Egît re bûye sembol, di demeke wisa de watebûna xwe dîtiye, nasname û kesayetî bi dest xistiye. Dîroka ku di taldeyên Botan de hatiye veşartin, li Gabar û Cûdî ji nû ve hatiye afirandin û nivîsandin. Di xeta ku dîrokê çarenûs destnîşan dike, têkoşîna gihîştina mirovahiyê hatiye dayîn, bi vî rengî dîroka qederperestiya kurd bi şerê vejînê re ji nû ve girêk bi girêk hatiye hûnandin û nivîsandin.
Wî , bi hêlên xwe yên pêkvejiyanî, bi jiyana xwe ya nifsbiçûk, bi kedkariya xwe, bi nêzîkbûna xwe ya rêgezî, bi dînamîkbûna xwe, bi disîplîna xwe, bi rêxistinkirina xwe, ‘Wekî milîtanekî xetê û hawariyê Apocîtiyê’ dest bi kar kiriye. Wî li hemberî derdora ku bêhêviyê di dîroka Kurdistanê de hatiye avakirin, her tim bû çavkaniya hêviyê. Ne hêlên xwe yên cudabûnê, hêlên yekitiyê derdixist pêş, li hemberî parvekerî û parçebûnê şerekî bi stemkarî da. Wî ji her tiştî girîngtir, ne ku nirxên heyî biqedîne, her tim afirandinî bingeh girtiye û li ser vî esasî jiya ye. Li hemberî belavkirina nirxên ku hatiye avakirin bûye xeleka hêrsê. Her tim hîn dibû û tiştên hînbûye ji bo parve bike her tim hîn dikir. Kesekî ku ji ewqas hêz û moralê dide rêheval û dostên xwe helbet wê tirsê têxe dilê kesên li hemberî xwe û îxanetkeran. Ji ber vê yekê her tim bûye hedef û ji bo ji aliyê dijberên xwe bêbandor bê hiştin bi kedeke mezin her tim hatiye şopandin. Rêheval Agît. Mirovekî bêhempa bû ku dîroka hezar salan digihand îro û bi pira dahatûyê re ava dikir. Di herî dema xwe ya hilberînê de, yanî demeke ku ji bo gelê me, gelên me xebatên ku herî bi fêde hilberîne di 28 adara 1986’an li çoltera çiyayê Gabarê (Kupelî) yê Şirnexê piştî komployeke bi xayin beşdarî karwanê nemiran dibe; li şûna xwe ne tirs û taswas, biryarbûn û azweriyeke serkeftinê hişt.
Çavkanî : Serxwebûn, Ozgur Polîtîka, arşîva HPG BÎM
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Ji 1’ê Tebaxê û virve li Dersîm li dijî Bozanlar, Girêsor, û Amûtka ku girêdayî Geliyê Elî ye ji hêla artêşa TC êrîşên havan û obusan tê lidarxistin. Di encama êrîşande şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya gişrtî re!
1. Di 8’ê Tebaxê li derdora saet 18.30’ande di 20. km’ya Dersim û navçeya Dersim Pulur’e ji aliyê gerîla yê me çalakiyeke rêbirînê hatiye lidarxistin. 8 Ağustos günü saat 18.30 sularında Dersim ile Dersim’in Ovacık ilçesinin 20. km’sinde gerillalarımız tarafından bir yol kesme eylemi gerçekleştirilmiştir. Di çalakiya 100 maşîn hatiye sekinandin û 500 kes kom bûyî de kontrola nasname ya hatiye kirin û di derbarê pêvajo yê de nirxandin hatine kirin. Di dema gerîla yê me propaganda dikir girseyê jî diruşmê yên ‘Bijî Serok Apo’ avêtiye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Li navçe ya Colemerg Geverê Nacî Ertuş, Şukru Yorulmaz û Rahmî Şener tevlî îhaleyên leşkerî dibin, bi dijmin re hevkari yê dikin û ji dijmin re alavên leşkerî vediguhezînin. Li dijî tevger a me û gelê me din ava îxaneteke mezin in. Van kesan ji bo xwe xwîna zarên bi rûmet ên gele me rijandinê kirine armanç.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 8’ê Tebaxê (îroj) li derdora saet 02.00’ande li navenda Dersim maşîneke ji qereqola Zaggê re nan dibir ji hêla gerîla yê me hatiye şewitandin. Piştî çalakiya ku hatiye lidarxistin helîkopterên artêşa TC li herêmê firiya ne.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 6’ê Tebaxê saet di 18.30’ande li ser riya Amed-Çewlik di navbera herêmên Kox û Bilbila ji hêla Tîmên Şehît Elî û Şehît Berîtan çalakiyeke rêbirînê hatiye lidarxistin. Çalakiya ku 1,5’ekê berdewam kiriye gerîla yê me ji nêzî 500 kesî re di derbarê hessasiyetên pêvajoyê û pêşketinên dawî yên siyasî propaganda hatiye kirin. Herweha li herêma çalakiyê ji hêla gerîla yê me ala konfederalîzm û wêneyên Rêber Apo hatiye daliqandin.
- Ayrıntılar
Yek ji gelê herî kevnar yê vê erdnigariyê gelê kurd e. Ji destpêka dîroka nivîskî û heta roja me ya iro bi gelek navan hatine naskirin lê her bi çand, ziman û nasname ya xwe jiyan kirine. Bi piranî ji weke gelekî çiyayî û şerker hatine naskirin. Ev taybetmendi yê gelê kurd di roja me ya îro jî bêguman berdewam dike. Gelek netew, gel û qewm tune bûn lê gelê kurd li gel êşkişandinên mezin û berdelên bêhempa hebûna xwe berdewam kirin e.
Ji sedsala 19. û virve herdem berxwedan û serhildanê kurdan di rojevê de ye. Di pergala netev-dewletê de hemû gelan di nava netewê serdest de hilandin rêbazeke sereke ye. Ji ber vê jî gelek gel û netew di nav pêkanîn bişavtin û hilandinê de tunebûn. Gele Asurî, Keldanî, Çerkez, Laz, Ermenî û hrw. gelên rastî komkuji yan hatine , yan hatine tunekirin yan jî di nava gelên serdest de hiliyane. Lê gelê kurd li hember van pêkanînan serî netewandiye û her serîhildaye, li berxweda ye.
PKK di şêrê çekdarî de dikeve sala 27’emîn. Beriya wê bi gotina rayedaran 28 serhildanên kurdan çêbû ye, Cardin bi gotina wan çawa ku 28 serhildanê kurdan hatiye çewsandin wê ev jî bê binxistin. Ji xwe dema di 15’ê Tebaxa 1984’an li navçeya Sêrtê Dihê bi fermandariya Rêheval Egîd gule ya destpêkê hate teqandin, rayedarên dagirkeran digotin çend talanker in û wê di demeke kurt de bên tune kirin. Lê ev tekoşîn dikeve sala 27’emîn. Lê hîn jî dest ji van gotinên xwe yê ku êdî ew jî bawer nakin bernadin. Bawer dikin ku wê gel bi van demagoji yan wê karibin gel bixapînin. Lê dem û dewran guheriye. Ne gelê kurd û nejî gelê tirk weke berê dixape!
Tekoşîna çekdari ya rizgariya gelê kurd hemû rê û rêbazên dewletê, plansazî û xwestêkê wan ser û binî kiriye. Rojeva li Kurdistan û Tirkiye weke germa havînê germ e. Şer li her deverê belav bûye, gel serhildanên xwe bê navber didomîne, û ciwanên kurd weke herdem xwedî li tevgera xwe derdikeve tevlî nava refê gerîla dibe, di kolanan bi polisan re dikeve nava pevçûnan… Li beramberî gule, bombeyên gazan û copan bi vîna xwe bi keviran şer dikin. Berovajî vê jî di rojeva dewletê jî gelek alozî hene. Hemû saziyên wan bi pev ketine. Herweha nikarin di nava artêşê de guhertinan bike. Leşker ji bo bingeftî xuyaneke bi xestina teqawitbûyinê, wezîfe negirtin û hrw. gefan li hukumetê dixwe. Ji xwe rojeva tirkan eve lê di salvegera cejna vejînê ya gelê kurd çalakiya ku çerxa felekê guhertiye, bêbawerî û xwe biçûk dîtina kurdan guherandi ye. Berê kurdan şerm dikirin ku bêjin em kurdin, ne tenê şerm kirin herweha ditirsiyan jî. Lê îro biserbilindî, bi wêrekî li her deverê bi dengekî bilind kurdbûna xwe qîr dike.
Hin kes hene dîrokê dinivîsinin û hin kes jî berê dîrokê diguherin. Çalakiya di fermandari ya Rêheval Agît de di dîroka kurd de rûpeleke nû vebû. Dîroka kurdê azad û serbilind. Rêheval Agit şagirtê berxwedêrê mezin Rêheval Mazlum bû. Çawa ku Rêheval Mazlûm di girtîgeha Amedê bi berxwedana xwe hemû êrîşên dijmin vala derxist û hêza berxwedan, vîn û baweriyê ispat kir. Bi çalakiya xwe bû pêşengê çanda berxwedani yê. Berdewamê wî tu car kêm nebûn... Xeyriyan, Kemalan, Bêrîtanan, Zîlanan û bi dehhezaran şehîdê tevgera azadiyê… Reheval Egit jî di pey weke mamoste yê xwe li pêy rêka MAMOSTEYÊ MEZIN bê şik û goman, bi hostatî meşand. Îroj navê sedan zarokên kurda bûye EGÎT. Îroj jî him gelê kurd û him jî dijmin 15 Tebaxê û Rêheval Egit ji bîr nekirine. Ji ber ku mirovên mezin nayên jibîr kirin.
Gelek kesên di wê demê hatine dinê bi bîranînên şerê rizgariya netewî mezin bûne. Kurdbûyina xwe û pê serbilindahi ya xwe deyndarê wê çanda berxwedaniyê ye.
Cejna wejînê li hemû kurdan pîroz be…
Boran Mercan
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Ji 1’ê Tebaxê û virve li Dersîm li dijî Bozanlar, Girêsor, û Amûtka ku girêdayî Geliyê Elî ye ji hêla artêşa TC êrîşên havan û obusan tê lidarxistin. Di encama êrîşande şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 4’ê Tebaxê di navbera saet 16.00-17.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Girê Pakê ku girêdayî Heftenînê ye ji aliyê artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 3’ê Tebaxê li derdora saet 11.30’ande li Ordu, navçeya Akkuş nêzî bajaroka Salman li dijî maşîna tevgera taybet a jenderme yan ji hêla tîma çalakiyê ya Şehit Kemal Pîr çalakiyek hatiye lidarxistin. Çalakiye veguheriye pevçûnê çawuşeke pispor ji hêla gerîla yê me hatiye kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê ji hêla artêşa TC li dijî herêma çalakiyê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon hîn jî berdewam dike.
- Ayrıntılar