Li her devera Kurdistanê û li gelek bajarên tirkan gerîla çalakî li ser çalakiyan li dar dixin. Li gorî stratejiya me ya nû ango li gorî serdema çaremîn a fînalê, destpêkeke baş çêbû. Bila dijmin vê bizanibe, ev destpêkek bû û wê di asta jor de şer bi pêş bikeve.
Dijmin li ser vê yekê hemû fermandarên xwe li Meletiyê civand. Tenê meha borî an meha gulanê, 78 leşkerên dijmin hatin kuştin, bes dijmin bi awayekî bi exlaqî leşkerên xwe yên mirî diveşêre. Bo nimûne, di 1’ê pûşperê de tenê li Girê Bilîcanê 23 leşkerên dijmin hatin kuştin û gerîla dest danîn ser 10 çekên dijmin. Dijmin jî, tenê yek mirî û 3 birîndarên xwe dan.
Me got li çiya, zozan, deşt û bajarên Kurdistanê govenda azadiyê destpê kir. Gerîla di çarçoveya şerê belavbûyî de, li ku derê leşker an polêsek dijmin bibîne wê lê bide. Hemû tiştên dijmin êdî ji bona me hedef in. Ev mafekî me yî xwezayî ye. Ji ber ku dijmin jintiyê li ser gelê kurd ferz dike. Me got dest pê kir, ji ber ku dijmin ji bilî tunekirin, qirkirin û jintiyê tu riyek li hember gelê kurd nehişte. Bi qasî serê derziyê gavek neavêt. Her gava ku avête jî, pê re bi rûmeta gelê kurd lîst. Bo nimûne; televîzyona kurdî vekir, lê tê de çêran bi kurdan kir; piştî ku gelê kurd bi ked û xwîna xwe gelek televîzyonan vekirin, hê nû qaşo destûra televîzyonên taybet dan, ew jî li gorî pîvanên xwe; bahsa pirsgirêka kurd kirin, lê pê re zindanan bi zarok û siyasetmedarên kurdan tijî kirin; gotin bila rondikên dayîkan nerijên, lê ji her demê bêtir rondikên dayîkên kurd û tirk rijiyan. Welhasil wekî tevger, ev heft-heşt sal in, kurdan hikûmeta AKP debar kirin. Lê her carê ev hikûmeta mûnafik ku peyrewî û şopdariya misilmantiya mûaviye berdewam kirin û hê jî ola îslamê ji bona berjewediyên xwe, ji bona serdestiya xwe bikar tînin û bi hestên misilmanên rastîn ên kurd dilîzin. Lê ev mûnafiqtiya wan, bi baweriya min her diçe aşkere dibe û rûyê wan ên qirêj aşkere dibe. Wê di vê serdema nû de, hemû hêzên mûnafik, hemû hêzên xiyanetkar, hemû hêzên ku cahşîtî dikin hedef bên girtin.
Belê, em di têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd de di fetlonekeke gelek girîng û dîrokî de dibûhirin. Ji sî salî zêdetir e di pêşengiya PKK’ê de ji bona jiyaneke bi rûmet û welatekî azad bi bedeldayînên mezin têkoşîneke bêhempa tê dayîn.
Hefteya borî Rêber Apo daxuyand ku ez ê xwe ji pêvajoyê bikşînim û kişand. Heta niha tevgera azadiyê, hewl dida bi lihevhatineke bi dewletê sîstema konfederalîzmê li bakurê Kurdistanê pêk bîne. Tabî bi modelên cuda cuda ji bona sê parçeyên din ên Kurdistanê jî model diyar kirin. Serokatiya me diyar kir, ger ku dewlet sîstema me nas bike, em ê jî ya wan a ûnîter nas bikin. Lê ev nebû. Dewlet an sîstem, aşkere aşkere diyar dike ku, ji xeynî tunekirin û qirkirinê ez tu riyek qebûl nakim. Ji ber vê yekê, di serdema çaremîn de, wekî tevger di çarçoveya konfederalîzma demokratîk de wê riyên cuda cuda ku di nav de Kurdistaneke nîv serbixwe hebe jî li pêş me ye.
Yanî êdî em ê li benda dewletê nesekinin. Ku dewlet gavek bavêje dibe ku bê nirxandin, lê ji niha û şûn ve wê li benda mûxatabiya dewletê, gavavêtina dewletê neyê sekinandin. Ji bona wê jî, pêwîst dike ku, hemû sazî û dezgehên dewletê, leşker û polêsên dijmin ji Kurdistanê bêne derxistin an jî ji rewşa xeteriyê bên derxistin. Tabî em ê li benda ji Kurdistanê derxistina dijmin jî nesekinin û milekî de sîstema xwe ya konfederalîzmê saz bikin. Hem di warê siyasî de, hem di warê leşkerî û parastinê de, hem di warê aborî de. Ev hêza me heye û em berpirsyariya vê wekî tevger digirin ser milên xwe. Gerîla ji her demê bêtir bi hêz e û amade ye. Hem di warê teknîk, hem di warê hejmar û hem di warê yekbûnê de amade ye.
Yanî dema nû, xwedî qereqterek a têkoşîneke têkel e. Lewre di vê demê de, di vê pêvajoya nû de, ji her demê bêtir divê ciwanên kurd tevlî gerîla bibin. Wê şerê ku di asta navîn de bi pêş bikeve de, dijmin hêzên tarî ango lobiya şer ji nû ve têbixe dewrê. Gelê me bi qirkirinan re rû bi rû ye. îhtîmala şerekî topyekûn li pêşiya me ye. Loma jî, divê li bajêr û gundan gelê me yê welatparêz ji bona parastina xwe amadekariyên xwe bikin û di çarçoveya parastina cewherî de parastina xwe û ya gel bikin.
Vê pêvajoyê em çiqas derbeyên mezin li dijmin bixin, em ê ewqas nêzîkî Kurdistaneke Azad bibin û em ê pêşeroja gelê xwe ya azad misoger bikin.
Egîd Nûcan
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
1. Di 11’ê pûşperê saet derdora 17:00’ande li Colemerg di navbera Çelê û Girê ku girêdayî Çelê li ser riya asfalt li dijî konvoyeke alavên leşkerî barkirî ji hêla gerîlayê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Konvoya ji yek kamyon û ji yek panzêrê pêk dihat di encama teqînê de kamyon imha bûye û panzêr jî texrîp bûye.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
1. Di 11 pûşperê de saet di 12:30 li navçeya Colemerg Şemzînanê li girê Dem yê girêdayî herêma Xapûşkê ye ji hêla gerîlayê me li dijî leşkerên tirka çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakiya ku li girê Dem hatiye lidarxistin 4 leşkerê dijmin hatiye kuştin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Raya Giştî re
Di10’ê Pûşper'ê de saet di navbera 18:00-19:00'ande li Heremen Parastina Medya li dijî Girê Bêtalma ya ku girêdayî Heftenîn’ê ye ji hêla artêşa tirk êrişeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
11 Pûşper 2010
Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 6’ê pûşperê de saet di navbera 17:00-19:00’an de li Qadên Parastina Medya li hember gundên Şîfreza û Mîrganîş û Geliyê Şehîd Dijwar û girên Şehîd Colemêrt û Hawan, Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 1’ê pûşperê de hêzên gerîlayên me li hember girê Bilîcanê ku girêdayî Çelê ye çalakî li dar xistibûn û di vê çalakiyê de ji hêla hêzên gerîlayên me ve 23 leşkerên dijmin hatibûn kuştin. Di vê çalakiyê de, di dema bi paş ve vekişînê de du hevalên me birîndar bûbûn û digel hemû mûdaxaleyan hevala me yên bi navê Adar Zagros şehîd ketiye û hevalê me yê bi navê Sîpan Cudî jî dema ku xwestiye ew xelas bike şehîd ketiye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 3’yê pûşperê de saet li derdora Westana Wanê, ji hêla gerîlayên me ve nîzamiye û maşîneke zerîpoş a bi navê akrep eydî Midûriyeta Ewlekariya navçeya Westanê çalakiyek hatiye lidarxistin
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û rayagiştî re!
1. Di 6’ê pûşperê de saet di navbera 07:00-08:00’an de li Qadên Parastina Medya li hember qadên Ferhad, Çiyareş, girên Xeregolê û Dola Şîvê Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xist.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
1. Di 1’ê puşperê saet derdora 20:00 an li dijî Girê Bilîcan ya girêdayî navçeya Colemerg Çelê’ye ji hêla gerîlayê me çalakiyek hatiye li darxistin. 70 leşkerê ku li ser girê bilîcanê bû ji hêla gerîlayê me bi awayekî bandor hatiye lêdan. Li vir 10 çeperê dijmin, konekî mezin û çepereke ku çeka giran A6 têde ji hêla gerîla yê me hatiye imha kirin. Li vir bi qasî ku hatiye zelalkirin 23 leşkerê dijmin hatiye kuştin, 9 çekê HK-33(melez) yên ferdî û kamerayeke termal ji hêla gerîlayê me hatiye desteserkirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 3’yê pûşperê de saet di navbera 02:30-04:00’an de li Qadên Parastina Medya li hember qada Şikêrê Bêtalmeyê ku girêdayî Heftanînê ye, Artêşa TC’ê bi firokeyên kobra êrîşeke hewayî li dar xistiye.
- Ayrıntılar