Jiyanê bi hemû hestên xwe dixwest bibe mêvanê wan rojên ku hevaltiyê çavê xwe ji ser hev radikirin. Ji bo ku bibîne xweşikbûna wan hêviyên ku ji nûve şîndibûn û ji nûve dixwestin xwe ji dergûşê bavêjin û bikaribin li ser piyê xwe bi tena serê xwe bimeşin û gavê xwe bi bawerî pêş de bavêjin. Rasteqîna vê jiyanê ewe ku mirov di hundurê vê rastiyê de xwedî cihekî cuda ye. Ji ber ku dema mirov gava xwe avête ser rûyê vê xaka dûr û dirêj, bi gelek tiştan re rûbirû hat. Ji lewra tim dixwest ku li cihekî bi ewle bisekne û di hundurê wê jiyanê de bikaribe azad bijî. Hevalê Qehreman jî yek ji wan insanan bû, ku dixwest ciwaniya xwe di nava rewşekî aramî û bê şer de derbasbike. Her wiha dixwest ku vê ciwaniya xwe li welatê agir û rojê derbasbike. Jiyaneke dûrî şer, pevçûn, kuştin û zordariyê be. Lê sed heyf û mixabin, ev miraza wî bi cîh nehat. Ji ber ku rewşa di Kurdistanê de dihat jiyankirin û heyanî niha jî tê jiyîn, ev derfet û jiyana ku hevalê Qehreman dixwest pêk nehat û mîrazê ev daxwaz jê re gelek dît. Dixwest weke koçerekî di nava axa weletê xwe de azad bigere û çavê xwe ji xweşikbûn, delaliya Kurdistanê têrbike. Her weha
- Ayrıntılar
Em dikevin hefteya dawî ya meha gulanê. Ji bo van rojan nirxandineke bi awayê demên krîtîk bê gotin dê di cih de be.
Em dikevin hefteya dawî ya meha gulanê. Ji bo van rojan nirxandineke bi awayê demên krîtîk bê gotin dê di cih de be. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan destnîşan kir ku heta roja îro gavên ku ji bo çareseriya aştiyane avêtiye û hewldanên çêker ên di mijara pirsgirêka kurd de dê ji raya giştî re aşkera bike ku bêencam mane.
Aşkera ye ku divê vê daxuyaniya Rêberê
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Raya giştî re
1. Di 22’ê gulanê de(îroj) saet di navbera 01:00-02:30’an de li Qadên Parastina Medya li dijî qada Xantur ya girêdayî Heftenîn’ê ye ji hêla artêşa tirk êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Em ber bi rojên dawîn ên biharê ve diçin. Rewşa ku em têdene de wisa tiştek nediyar nemaye. Digel ewqas hewldanên aştiyane û ji bona ku xwîn nerijê ewqas çalakî, mitîng, civîn, axaftin, daxwaz, bendewarî, meş û sebr, dijminê gelan dewleta tirk û efendiyên wan hêza hegemon a dinê Emerîka biryara xwe dane û ji bona ku kurdan tevlî hemû nirxên wan ji holê rakin di nava liv û tevgerê de ne.
Ji roja ku Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK di pêşengiya Rêber Apo de dest bi têkoşînê kiriye û heta roja îroyîn, efendiyên ew Tirkên rengo rengo, her dem wan ji bona berjewendiyên xwe li lat û zinaran xistine. Li hember vê jî, her hal ji bilî berxwedaniyê tiştek ku em bikin jî nîn be.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 20’ê gulanê de saet di navbera 14:00-19:45’an de li Qadên Parastina Medya li hember qadên Şehîd Bêrîtan, Şekîf, Lelîkan, Gundê Cinetê û Girê Helîkopter ku bi ser qada Xakurkê ve girêdayî ne û li hember qada Xinêrê, ji hêla balafirên şer ên Artêşa TC’ê ve hatiye bombebarînkirinê. Di encama van êrîşên hewayî de 4 gerîlayên me şehîd ketine. Der barê sîcîlên hevalên me yên şehîd de, piştî ku zelalbûnek çêbû, em ê gelê xwe û raya giştî agahdar bikin.
21 Gulan 2010
Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 20’ê gulanê de ji danê sibehî hetanî ber bi êvarî Artêşa TC’ê li qada Rûbaroka Şemzînana ku bi ser Colemêrgê ve girêdayî ye, bi du firokeyên skorsky û bi 30 maşînên sivîl sewqiyata alavan û leşkeran kiriye.
- Ayrıntılar
Yek ji gelên herî kevnar yên rojhilata navîn Gelê Kurd’e. Lê mixabin bindestî û tune hesibandin hertim li ser vî gelî hate ferzkirin. Ji despêka dîrokê heta roja me ya îro li ser vê xakê herdem bi çanda xwe bi zimanê xwe jiyan kirine.
Her çiqas gelê Kurd xwedîyê vê erdnigarîyê be jî herdem bi gelên din ên cîran re di nava aştîyê de jiyan kiriye. Lê nêzikatiya desthilatdara berovajî vê rewşê bû. Bi taybet bi damezrandina Komara Tirkîyê heta roja me ya îro polîtîkaya inkar û tune hesibandinê da meşandin. Lê di pêşengîya Rêber Apo bi Tevgera Rizgarîya Gelê Kurd êdî nekaribûn tune bihesibînin. Lewra tevgera azadîyê bi devletê da îspat kirin ku bi inkarkirinê nikare Tevgera Azadîyê û rêxistingerîya Gelê Kurd bin bixîne. Nehajî şêwazê şer guhertîye. Wek berê înkar nake lê jibo çareserkirina pirsgirêkê tu gavên dilsoz navêje. Hemû hewildanên wan li ser mijulkirin
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 17’ê gulanê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qadên Madûr û Kosedagî ku girêdayî qada Çemçê ya Qersê ne operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona ku gundên Bahçecîk û Çîçeklî, Şahyolû û Kosedagê jî girtiye nav xwe, danê êvarî bi paş ve vekişiyaye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û rayagiştî re!
1. Di 17’ê gulanê de saet di 13:00’an de Artêşa TC’ê li hember bejahiya gundê Onaxa Tetwana Bedlîsê operasyonek li dar xistiye û di vê operasyonê de, di nava hêzên gerîlayên me û leşkerên dijmin de şerek qewimiye û di vî şerî de 4 leşkerên dijmin hatine kuştin û hevalek me jî gihîştiye şehadetê. Der barê hevalê/a şehîd de piştî agahî zelal bûn, em ê gelê xwe agahdar bikin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 17’ê gulanê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qadên Girê Hirmo, derdora Dêrgulê, Şax û Kêrê ku girêdayî Çiyayê Cudî ne operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona navborî heman rojê bi paş ve vekişiyaye.
18 Gulan 2010
Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG’ê
- Ayrıntılar