Ka hin tişt hene repêkane tû vebêjî derbirî. Di kêliyên weha de “gotin bê kîfayet” dimînin. Pir caran bi fikara têr dernebirî xwestek dibe nenivîsandin. Ji bom in jî şehadeta heval Erdal, kûrahiya wî, aliyên wî yên xweser, aliyên ew dikir Erdal anîna ziman hindek xwedî wateyek bi vî awayiye. Li tevayî jiyana xwe ya tekoşînê de min hestek pir caran jiyankir. Hestê nîvço mayînê… gava me Heval Erdal wundakir, bi wêre giraniya vî hestî hîn zêde bû. Biqasî dû salan me ew bextê em bihevre xebat bikîn bidest xist. Dem deman me bihevre pevçûnên dijwar Jiyan kir, var varan em bihevre kenîn, hinek caran jî li hember paşverûhiyan em bi hêrs bûn. Di esasê xwede ez bikûrahî bi vê dihesim kû, li şuna ên çûyîn, jibo wan gotina peyvan pir girane. Di heman demede aliyek heye kû, divê hin gotin wextê ew Jiyan dikin bên gotin, an jî bi wan bidin hesandin. Dinav mede çandek wusa pêşketiye kû, di ew serdemên em bihevre par ve dikîn, xebat dikîn ya derdikeve pêş; binavê rastkirina kêmasiyên heyî, car heye em aliyên bedew û erênî an dinav mede hene nabînîn. Em vê nadin hesandin. Piştî em jîhev vediqetîn, lihev têgihiştin, lihevdû gerîn, bêrîkirin pêşdikeve. Li gor min aliyên vê yên çavkaniya xwe vê şehadetêde nîvço mayîna ez pê dihesim bi vê yekêve girêdayiye. Gava ew Jiyan dikin fêhm kirin, anîna ziman, bi tevayî aliyan re par vekirin, heskirin û pirkirin… Biryariya vê şehadetê di minde afirand ev bû. Kêmkirina xweziyan. Ez dizanim, ne gengaze kû mirov qet nebêjê xwezî, lêbelê kêmdirina wê li dest meye…
Pişti serdemek zor û dagirtî ê xebatê, biryara çûyîna me a welat jî me herdûwanre hat rahihandin. Coş û keyfxweşiya jinûv e hevdîtina çavkaniyê, me çiqas zêde jiyankir. Piştî me bi hestên dagirtî xatir ji tevayî hevalan xwest, em bi rê ketibûn. Hêlekede rêhevalên me tiştên xweş bihevre par vekirî xema veqetina ji wan, lê ji hêla dîn ve jî em bi dilşadiya gehîştin û hevdîtina welat û rêhevalên wır dagirtîbûn.
Dema em di wesayîtêde, gotûbêjek dinav mede pêşket û em bihevre kenîbûn. Jiber te tim wesayît dajot ya. Tû li ber dîreksiyonê û te pêl gazê kîrîbû. Wexta min jibo te got “heval di vê bêhna çûnêde emê qeza bikin, rojek misoger wê şehadeta te bi qezayek bi vî awayî bê serê me, emê çawa hesabê vê bidin rêxistinê?” te jî got “ ya herî zor rewşa wî yê ji qezayê sax bifilitê despêkê nexweşxane, piştî wê jî vegotina jibo rêxistinê “bi vê gotinêre tu çawa tijî dev dikenî… Ma tû dizanî nêrandina te a li jiyanê tim wekî zarokan, bi jiyanê tijî, bi hêvîbû? Di hindirê te zarokekî veşartî hebû û di kêliyên herî tengav de, gava li hember pirsgirêkan jî şer dikir ew kenê bedew ji rûyê te qet kêm nedibû. Sedemê wê ne bêxemîbû. Ev rewşa derûnî ji baweriya bixwe, ew asta dilsaziya bi rêxistin û bîrdoziyê a te di hindirê xwede dabû rûniştandin û ji ezmûnên jiyanî çavkaniya xwe digirt.. dibêjine ya dinav agir de ceribandin û pijîn! Di rastiyêde ew asta çêkirina xwe nîşan dida.
Yê yekîtî çêdikê, kom dike, xweû, xwînsar, kedkar, bi edalet û dilnizm. Wexta ez liser te difikirim, têgînên herî bingehîn ên tên bira min evin. Û bi rêgezbûyîn, hezkirina jiyanê û giranbûyîna te. Taybetmendiyên kesayet û ruhê Apocî bi derbirînek herî zelal. Jibo te evdahiya dinavbera erkên biçûk û mezin nebû. Bi destsivilahî te bi plan dikir û tevlî dibûjî. Hinek car hebûn megafon li dest te, te hewl dida tû korteja meşê sazbikî. Wusa jî bi caran te xetera perçiqûnê derbas dikir. Hinek car hebûn jibo pirsgirêkên dinav gelde li benda çareseriyê bêy kû tengav bibi te şerê dîtina çaresêriyê dikir. Hinek car jî hebûn zarokê di hindirê te derdiket pêş, diketî pey topê û gava taxima te gol dikir, pir şadûman dibûyî. Dema cihê wê jî dihat di civînande te nirxandinên kûr, komkirî û rast dikir û bere tîrên rexneyên xwe bi edalet dîşand. Bawer bike hinek caran rexneyên te giran jî dihatinn lêbelê şkestin, hêrs û kîn li dile kerire derbas nedibû. Jiber kû herkes dizanî ji hesap û fikarên şexsî zêdetir, fikarên rêxistinî û têgihê edaletêye.
Di rêde wexta em dihatin yekî dondurmafroşek dîtibû, wê bêhnê çavên te biriqîn. Te gotibû “tişta herî zêde ez bêriyê bikim wê dondurmebê”. Wexta min got “belê, ma tiştek ne keme, wê tû bêriya tarhanayên dayîka xwe nekî”. Te jî got kû “belê raste, yek jî tarhana!” Me tevan tarhanayên dayîkê tam kiribû. Dîsa di festival û meşande em deme le em dibirin pişt dike û digot “werin heval, dayîka min jibo min çêkiriye, em bihevre bixwîn” ew xwarinên me wusa bihevre dixwar, hîn jî tama wan liser zimanê mine. Herî dawî wextê tû ji Ewrûpa derketî, te jî tevayî hevalan xatir xwest, liser lingan me xatir xwe ji hev xwest. Çawa jî bê, mane wê me hev dû li welat bi dîta. Me li welat hevdû jî dît. Çavên te dikenîn, gava te digot “tû bixêr hatî.” Li hemberê kû demek kin bû tû hatî, weke herdemê, bi heman têgihê berpirsiyarî û tevlîbûyînê tû ketibû nav kar. Roja wê, wê hin civîn bihatan lidarxistin, me plansazî çêdikir. Ji tevayî hevalanre cihên bicînê te gotibû, jibo min jî te cihek diyar kirîbû. Min got kû “ez hîn nû hatim, bi vê toza lingê xweve hûnê min bixîn nav kar, çend rojan bihêlin ez bêhnekê bistînim, fêr bibim” liser vê axaftina minre te got “Hevala Asya tû çiqas xweş nêzîk dibi, em hatin nehatin bi civînan me despêkir, deme em winda bikin nine.” Birastî jî roja hatîne ya pişti wê, bêy kû bêjê “ez nû hatim, ka ez fêr bibim” erk dabû ser şanê xwe. Bi wî kesayetê xwe yê enerjik, dînamîk, di cihê xwede nasekinê û zindî tû ketibû nav hevalan û bi dilnizmiya xwe te di dile tevayî hevalande textê xwe avakirîbû û cudahiya xwe dabû hesandin.
Paşê em bihevre tevlî civîna desteya rêvebiriyê bûn. Asta lêhûrbûyîna te a liser pêvajoya ramyarî, nirxandinên te ên liser bingehê jinûve avakirina rêxistinê a Rêbiriya xwe destnîşandirî zelal û dicîhdebûn. Çi jibo nexşeya rê a liser bingehê pêvajoya agirbesta dû alî hatibû pêşxistin, çi jî liser yekbûyîna KADEK-KNK û jibo KHK perspektîfên Rêberiyê, ji hevalên nirxandinên herî zelal û herî tûj pêşxist yêk jê tû bûyî. Dîsa di bêhndanên civînêde têgihê “şoreşa civakî” ê me nîqaş dikir, birastiyên Rêberiyê şîrovekirin re dibû yek. Pişti şehadeta te reşkirinên dihatin kirin jiber vê sedemê me bi êş dike. Di xalên kut e şîlobûyînek herî hindik jî Jiyan nekirî, dixwazin bidin nîşandan kû te û rêxistinê lihev nekiriye. Rêbazên şerê taybet ên biqirêj û reşkirî, wate dide vê. Helbet hem avahîsaziya me, hem ji malbata te û gele me wate dide.. em baş dizanin kû mirovên te nas dikin, bi van gotinên zûha û hişk nepêkane gomanan bidin çêkirin lêbelê sistem ne zanabûna em hemû ji xwedî wê nêrînên e vêdeye. Bawer bike dinav partiyêde kese herî dawî reşdirinênên wusa liser bên ……… tûyî. Bawer bike, ez wusa difikirim kû ger em tev jî bixwazın vegerin malê, li çiyade mirovê herî dawî bi tena xwe bimînê, ew jî wê tû bî.
Mîna rêhevalek jî Ewrûpa tevlî bûyî, kesekî wekû te evçend bi çiyanre bûyî yek, rêhevalekî biqasî te hatî herkirin ez bawerim pir kêm tên dîtin.
Ez vê tiştê di wateya yekbûyîna bi Rêberî, rêxistin û xetêrê digrim dest.. xwezî te bizaniya yên jî te hez dikin çiqas pirin!... Piştî civîna desteya rêvebiriyê, di rêvebiriya biryargeha leşkeri a HPG’de tû hatibû erkdarkirin, gaba tû çûyî jî çavên te dibiriqîn. Yê me jî jiber me digot piştî pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê emê biçîn biryargeha HPG, bi fikra emê dîsa hevdû bibînîn, xatir xwestina me dîsa liser linga çêbû. Me got “emê hevdû bibînîn” û bi hestên germ me destê hev şidand. Dîtina min a herî dawî ev bû. Berî şehadeta te 15 rojan bû.
Amadekariyên 15’ê Tebaxê hebûn; di demê biryarên girîngde pêvajoyek berfireh bû, û çawan tû çûyî, neçûyî te pir berpirsiyarî girtim ser xwe, û bi heman kedkarî û germahiya xwe ketibû nav karan.
Tû dizanî, roja me xebera şehadeta te bihîst bû rojek ecep? Wê sibê çend hevalan kabûsên buşev dîtin jihevre digotin û şîrovedikirin.
Ne bi îdealîstî dem deman wextê xewn tên dîtin û tê şîrovekirin, ez bawerim bi wî rengî bû. Hinekan Rêber APO di xewna xwede dîtibûn, hinekan jî cendekên dinav xwinêde. Wekû tû têdighî atmosferek giranbû. Ber bi şev hevalekî ji Ewrûpa nû hatî welat ez bi wêre diaxivîm, min yek yek pirsa hevalan ji vê dikir, min dixwest ez rewşê wan fêrbibim. Lihemberî demek kin jî bû ka be emin çiqas bêriya tek iriye ji wê re vedikir, wê jî pirsa te kir. Min jî ji wêre got kû tû li biryargeha leşkeriyî, rewşa te jî başe. Di wê bêhnêde hevala Pelşîn û Sakine hatin mangê. Di rûyê wande wate û êşek wusa diyarbû dida nîşandan kû tiştek xirab çêbûye. Bi vê rewşê dema ketin hindir ez pê hesiyam kû tiştek jinav dile min qutbû. Despêkê min nexwest ez bipirsim û fêrbibim. Lêbelê hestekê bi kêliyekê bû, min bazda hindir û pirsiyara despêkê hat bîra min “jibo rewşa Rêberiyê ma tiştek qewîmiye?” bi vê pirsa min kir, hema pere jibo ez bersiva wê pêr nebim min xwest ez guhên xwe bigrim. Çend deqeyên yek hevalê neaxivî, dibêjin “ger derzi bikevê denge wê tê bihîstin”. Piştî çend deqeyên wusa bêdeng derbasbû dinav îskikûk û kelegiriya tevlîhevde hevala Sakine got “Hevalê Erdal şehîd bû, me Erdal windakir Asya.” Zoriya me bihevre karkirî, me hev nas dikir, bi getinên “na, hîn nû çû, ne yekê dine, ne gengaze” min nedixwest ez bawer bikim, lê piştî me dît raste, êdî kesî giriyê xwe negirt. Bi her hevalekêre bîranînekê te hebû, wê şeve û rojên pîştî wê jî me, tim tû dianî bîra xwe û me bi tere jiyan kir.
Piştî wê jî tevayî hevalên min ditin ez pê hesiyam kû bandoriya vê liser wan heye. Di rojên despêkê ên hatina xwe tû çûbû serdana Akademiya PJA, te torenêde silav dabû hevalan û di derbarê pêvajo û jinûve avakirinêde gotûbêj kiribû.
Hevalên qet te nasnedikir, hevalên wê bêhnê tû dîtîbûn bi wê germahî û dilnizmiya xwe te ew bandor kiribûn, û pir hevalan ew roj di rojaneyên xwede nivîsîbûn. Paşê me xwend.
Dîsa bi çûna xwe a HPG’êre bi tevayî taqeta xwe, te xwe dabû kar, amadekariyên 15’ê Tebaxê te girtibû ser xwe û bi dest sivikî plan kiribû û meşandibû. Li tevayî rojê xwepêşandan û lîvbaziyan hatin nişandan, yek bi yek te pileyên wan li sernivîsa xwed nivîsîbûn û di merasîma belavkirina xelatande te bixwe jî hevalanre ragihandibû. Te digot qey yê xelat digrê tûbû kû ew çend bi keyfxweşî û şanazî pileyê hevalan dixwend. Ya hat jiyankirin qezayeke bêbext û bêxêr bû. Rêhevalê me Erdal’ê kû deste me jê nediçû kû em winda bikin, bi qezayekê windakirina wî, êşa vê di dile mede ewqas kûre, hîn jî gava ez van rêzan dinivîsîm, pêş çavên min xumam dibe, qirika min tijî dibe. Di restiyêde me pir şehadetên bi vî rengi ên bi êş jiyankir. Lêbelê jibo windabûyîna te em ne amadebûn. 15 Tebaxê’de di wextekî te coşa pîrozbahiyê jiyan dikir, wê me jî kî bizaniya, roja pîştî wê eme ete binax bikin. Jibo serdema nû te dikarî pir erkên berfiren bigrî ser xwe. Tû kesayetek bitevayîbû. Bawer bike dagirtina valetiya te ji bom me wê pir zorbe.
Yên pir zêde tû nasnedikirin jî, di pîrozbahiyên 15’ê Tebaxêde bi wê asta tevlîbûyîna xwe te cudabûyîna xwe dabû hesandin, di dilê wande cîh girtîbû.
Piştî şehadeta te bi çar rojan, em gehîştin qada Kanî Cengê. Lingên me ber bi paş diçûn. Ka me soz dabû hev, ka wê tû li benda me bû? Ka wê me hevûdû dîtîba. Bawerkirina wê bixwe jî jibo me giranbû. Ji kêliya despêkê a xebera şehadeta te û şûnde heçkû tim wê tû ji cihekê derkevî û bê, bi wî kene tê yê herdemre min hestek wusa jiyankir. Ka te gotibû “di qezayande hêsanî tiştek bu min nayê”, min jî bi wê gotina te bawerkiribû. Gava em gehiştin hevalan atmosferek pir giran, bi êş û hestan barkirî hebû û li goristana we merasîma 15’ê Tebaxê lê kir, goristana hevalê Mehmet Karasungur lê radize, berdestê sibê me ziyaret kir. Birastî jî bawerkirina wê pir zore. Ax hîna nîpûnû, kûlîlk ew çend serxwe bûn. Bawer bike xeyala tû li bin axê, anîna ber çavan jî pir zorbû. Liser axê tişta herî zêde em pê dihesiyan me nivîsand. Me got “Em Ji Te Hez Dikîn!” Belê rêheval Erdal, birastî jî tû hevalekî şayanê heskirinê bû. Tu hevalek wusa bû, kû mirov gava jiyan dikê, şer dikê, xebat dikê li her qadêde, çi li qadên leşkeri, çi jî yên ramyarî heta dawî te dikarî bi bawerî parvebikî, gotûbej bikî, xebat bikî û hilberînî. Min got, kû te xwe afirandibû. Tû rêhevalek wusa bû, kû di şerde xwe ceribandibû, di pêvajoyên herî zor de te erk dabûn ser şanê xwe û xwe afirandibû.
Di van rojande em hiyerarşî û fêrbûyînên nebaş ên wê di şexsên mede daye rûnîştandin, ji bingeh ve lêpirsîn dikîn. Her hevalê qala te dike, dibêje; “naşibê tû endamên navendê, weke yek ji me bû.” Ev nirxandin di encama dilnizmî û kedkariya te tên kirin. Rastiyêde aliyên te yên gelêrî, kedkar tevayî qadande bandoriye xwe kiriye. Afirandina çemberek bi vî awayî ya heskirinê, bawer bike, ev bixwe jî dilpakiyek herî mezine! Xwezî me teva bikariya em weke te bîn, weke te jiyan bikin.
Pir encam hene mirov jî şehadeta te bigre, lê te biryariya em tev bibin weke Erdal bi mere çêkir. Bê hesap û bê berjewendî xwe tevlî kirin, windanekirina rûhê xwe yê mina zarokan, bi wê asta xwe ya di hindirde rûniştandina xetê û derbaskirina jiyanê re, di demekê hemberî Rêberî û tevgera me kampanyayên pir alî ên erîşkariyê dihatin meşandın di asta xetêde te bersiva “çawa jiyan bikîn” da.
Em êşa şehadeta te jî kûrahî hîs dikin, em jibo malbata te, gelê me ji tevahî avahîsaziya KKK’êne sersaxiyê dixwazin û soz didin Te.
Di şer û jiyanêde emê bibin parêzvanên bê aman ên xeta te û şopvanê sekinandina te a nimûne. Bi îddîaya am jî mîna Te bibîn rêhevalên şayanê heskirinê, emê biser pêvajoyêde biçin.
Emê te jibîr nekîn û bi tere jiyanbikin Erdal…
Asya Deniz
- Ayrıntılar
Yekineyek mezin diçû Botanê. Hat xwestin hevalê Agît jî biçe Botanê. Nû ji saha Rêbertiyê hatibû. Biryar hat girtin ku heke rê bibîne, wê biçe kongreyê piştre bizivire. Lê heke rê nebîne wê li Botanê bimîne û li wir kar bide meşandin. Bîryar har girtin ku tevlî yên ku ji erk hatine girtin û hemû rêveberî tevlî kongreyê bibe. Ew bi rê ketin. Hevalê Agît bi wî awayî derbasî Botanê bû. Ji xwe saz kirin jî ew bû. Wê demê fikrême jî wisa bû. Hevalê Agît dihat astengkirin.
Li şûna wek rêveberî ji jê re bibin aligir, jê re dibûn asteng. Fikrekî viha hebû, qe nebe rêveberî ji wir derbikeve ew ê bêtir rehet piratîk bide meşandin. Her wiha pêşiya wî vedibû. Ev baş jî bû. Firsatekî wiha, rewşekî ku derfet dida bû. Ji ber pêşiya wî di 85an de her tim hatibû astengkirin. ``em ji rîvebirin, tu yê me guhdar bikî`` bi vî awayî gelek pratîkê wî hatibûn astengkirin. Bi vî awayî wê hinek din derfet bidîta. Sazkirina zivistanê bi vî awayî hatibû kirin. Lê mercên pratîkê li gorî vî nebû. Çûyîna li saha Rêbertî hêsan pêk nehat. Şer çêbibû, merc guhirîbûn, têkîliyên siyasî hatibûn guhertin. Astengî derketin pêşiya çûyîna saha Rêbertiyê. Derveyê çend kesan gelek kes neçûn. Ev heya havîna 86an berdewam kir. Di hesabê de, wê di meha qanûnê ya 85an de biçûna û bihara 86an kongre bibûya piştre biziviriyana lê heya havîna 86an neçûn sahaya Rêbertiyê.
Rêveberiya me, guhertinên ku pêngava 15ê tebaxê di pêvajoya siyasî de da avakirin pêşde nedît. Wisa fêmkirin ku wê wek berê be. Lê şer çêbibû, mercên siyasî hatibûn guhertin. Hevalê Agît jî li Botanê ma. Ji ber li ser sînor pir tevdîr hebûn. Ji ber wî jî biryar dide ku neçe. Ew jî fikiriye ku zivistanê civîn hatiye darxistin, biharê zivîrîne, plan dike ku piştî hinek çalakiyan were aliyên xabûr encamên kongreyê bigire. Di nota daviyê ya ku ji me re şand de wisa nivîsî bû. Di pêvajoyek viha de, di nav operasyona dijmin de di newrozê de çalakî pêşketin, 28ê Adarê sala 1986an li Gabarê di kevînekî de şehîd ket.
Bandora şahadeta heval Agît pir mezin bû. Li derbarê pêkhatina vê bûyerê de hêja jî tiştek şênber nîne. Rêbertî di nivîsên xwe yên dawiyê de diyar dike ku bi komplo şehîd ketiye. Yekineyek mezine, dijmin dibînin. Ji bo ku şûna xwe biguhirînin êvarê hereket dikin. çawa çêdibe, dizvirin dîsa tên li ser kevînê. Yên pêşiyê kevînê derbas dikin jê xilas dibin. Piştî wî pevçûn despê dike, hinek belav dibin lê dîsa komê li ser hev dibin. Piştî wî dibêjin ``heval Agît hatiye cihê ku em ê lê kombin, em biçin`` û diçin. Li cihê pevçûnê qet nagerin. Saharê dema ku xwe digihînin cihê ku wê lê kombibin, dibînin ku heva Agît nehatiye. Di radyoyê de dibhîzin ku heval Agît şehîd ketiye. Çûyînek viha heye. Hevalê Agît li wir dihêlin. Kê ev saz kirin çêkiriye, çawabû ye, hêja jî me çareser nekiriye. Li piştî vê Rêbertî ev bûyer her tim lêkolîn kir. Lê bûyer zelal derneket holê. Hat gotin ku heval Agît bi fîşekekî ve şehîd ketiye. Dijmin bi rojan poropagandaya vê bûyerê kir. Rojnameyên Tirkan di maşetê xwe de ``celadê PKKê hat guştin`` nivîsîn. Dijmin bi vî gelek hêvî girt.
Bandora vê bûyerê li ser tevgera me jî gelek çêbû. Heval Agît li Batmanê dema zanko dixwend tevlî bibû. Çeleng bû, di şerên ciwanan de cih girt. Piştre tevlî têkoşîna li Sîverekê bû. ji bo perwerdeya leşkerî yekemîn koma ku çû derveyê welat tevlê wê komê bû. ji ber berpirsiyarê leşkerî yê Batmanê bû. li Sîverekê jî heya wê demê di çalakiyan de bibû xwediyê pratîkeke diyar û êdî dihat naskirin. Piştî derveyî welat di gulana sala 80 tê de ji bo ku di qada Sêrt-Botanê de rêxistina gerîla bike, bi Kemal Pîr re zivirî û erk girt. Dema ku heval Kemal Pîr hat girtin ew jî birîndar xilas bû. Di wê bûyerê de bazinê îstiyê wî şikestibû. Piştî ku demek tedavî dît derbasî derveyî welat bû. Tevlî konferansa yekemîn bû. Piştî konferansê di nav wê rêveberiya perwerdeyê ya mezin de cih girt. Tevlî perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk bû. Hevalê Agît jûdo û kareta dizanibû. Di derbarê wan de perwerde da. Bejna xwe kinbû û hinek jî tiknaz bû. Di milê fizîkî de pir ne bi hêz bû, dûztaban bû, ji ber wê jî di meşê de zehmetî dikişand. Lê bi hêz û çelenk bû. perwerdeyên karete dizanibû û refleksên wî pir xwirt bû. Dema ku bombeyên desta davêtin wî dîsa ew paşte davêt. Ji perwerdeyê re pir tevgiriya wî çêbû. Piştî perwedeyê, dema perwerdeya derveyî welat hat dirêj kirin Rêbertiyê ew ji bo ku tevlî xebatên Başûr û Rojhilatê Kurdîstanê bibe û ji hevalê Mehmet Karasûngûr re bibe alîgir di mijdara 81an de ew û çend hevalan ve şand Başûrê Kurdîstanê. Bi vî awayî di Başûr û Rojhilatê Kurdîstanê de tevlî xebatên amedekariyên gerîla bû. Komên gerîla yên ku zivirîn welat wan pêşwazî kirin. 25ê Gulana 83an de li aliyên Xabûrê yekemîn operasyona derveyê sînor hat kirin. Di dema vê operasyonê de ket welat heya Garzanê çû. Yekînî denetîm kir û tevlî xebatên pratîkî bû. Di 84an de piştî civîna Çiyayêreş ji bo ku li Ûlûdere çalakiyên leşkerî pêşbixîne erk girt. Piştre di navîna sala 84an de wek rêveberîya yekineya propagandayê ya 14ê temmûzê çalakiya Erûhê pêşxist. Taxima di rêvebertiya wî de di vê qadê sê heyva çalakî kir.
Daviya 84an çû saha Rêbertiyê. Di Nîsana 85an de dîsa hat û derbasî Botanê bû. Dema ku Botanê windahî didan, wî bi yekîneyekî ve hereket kiribû. Yekineya xwe parastibû. Lê ji ber bandor li ser yên din nekiribû, nikaribû windayiyan bide sekinandin. Havînê piştî civînê li Botanê dîsa çalakî pêşxist. Di wî de seknekî rêveberîtiyê hebû. Xwedî zanebûneke girîngbû. Wek Kemal Pîr yekî pir nedaixivî. Kêm diaxivî lê bi cewher diaxivî. Wisa dema xwe vala derbas nedikir. Vala di sihbet nedikir. An dixwend lêkolîn dikir, an jî niqaşên girîng dikir, ji hinek pirskirêkan re çareserî digeriya. Kesayetekî wî asayî hebû. Kesek nediêşand û nedişkênand. Tu car nediket di nav lêgerîna têkîlî û jiyanek cûda. Ji wî aliyê de pir gihîştîbû. Li kêleka tecrûbeyên leşkerî, refleksên wî jî pir xwirtbûn û xwedî bi hûnerbû. Hem di rêxistinkirinê de hem jî di pratîkbûyînî de çalakvan û çeleng bû. Lewra li ser piratîkirina xeta tevgerê û xeta Rêbertiyê di qada leşkerî de pir difikirî. Lêkolînên wî hebûn û xwe da bû kirina pratîka xwe. Hevalê Agît xeteke komûtantiyê pêşxist. Ew heza komûta ya ku 15ê tebaxê amade kir, pêk anî û berdewam kirî bû. Heke ku şehîd neketaba, wê di komûtaya xwe de artêşa gerîla dîsa avabikira. Rêbertiyê digot `` wî xwe ji bo vê rastiyê bike pratîkê feda kiribû`` ji bo bîranîna wî hat gotin ku artêşa gerîla were avakirin. Yanî wî serleşkeriya gerîla bi şer û di pratîkê de heq kiribû. Wisa pişt re jê re nehatibû danîn. Cihê ku ew lê bû, rêveberîbû û komûtanbû. Her kesekî ew guhdar dikir, bixwe jî kar dikir. Tu carî ji bo erk û kariyerê nedixebitî. Cihê ku li wir bû çi pêwîstbûya ew bû, karê pratîk dikir. Heke pêwîstbibûya bibe serleşkerê sereke wê bibiya ew, pêwîstbibûya bibe yê yekêneyê wê bibiya ew. Heke li cihekî rêveberî hebûya ew wek şervanekî diket di nav kar. Tu car cûdabûnekî wî di vî milî de tunebû. Kesayetek balkêş û kesayetek dida perwedekirin. Kesayetek tu car nedişkênand, bandor dikir, her tim mirov mezin dikir, fikir dida, lê zêdetir di pratîkê de kar dikir û mirov jî tevlî wî karî dikir wisa perwerde dikir. Ji ber wî jî her kesekî dixwest li gel heval Agît be. Kar dikir, hûner pêşdixist, hêz qezenç dikir. Ji ber wî jî pêşengtiya wî ne bi raye bû, bi fêîlî hebû. Ji xwe fermîyetek wî tunebû, fermî di kongreyê de nehatibû hilbijartin. Şervanekî fêîlî bû. bi sazkirina rêveberiyê bi erk kar kir. Nexwe wisa raye fermî negirti bû. her wiha avakirina artêşa gerîla û di pêngava 15ê Tebaxê de pêşengtî kir. Xetek komûta û xetek gerîla afirand. Rêbertî ev xet wek xeta gerîla di Kurdîstanê de qebûl kir. Wek ketina xeta wî jiyanê nirxand. Lewra kesayeta heval Agît di xilasbûna netew de wek kesayeta partîbûyînê nirxand. Wek mînak da nîşandan. Di pêngava partîbûyînê ya duyemîn de wek kesayeta mînak pênase kir. Çawa ku yekemîn pêngava partîbûyînê ji bo bîranîna heval Hakî Karer hat pêk anîn, duyemîn pêngava partîbûyînê jî, wek partiyek gerîla teşe girtina PKKê jî ji bo bîranîna heval Agît pêk hat.
Duran Kalkan
- Ayrıntılar
Bi Pêngava berz ya 15’ê Tebaxê û pêşketinên piştî wê ve, PKK’ê bi rêbertiya xwe ji bo guhertina çarenûsa xwe ya vajî, gavekî dîrokî avêtiye. Zingara ser dilê me rakir, ji wê zêdetir jî bi gotina birjuwaya Tirkan qelibên betonê şikenand, kêlên mezelên li ber serê gelê me hatibûn çikandin rakir, avêt û vegotina rastiya gelekî ku zû biz û mirinê napejirînê derxist holê.
Di demeke ku bêbawerî, çavşikestî, ji holê rakirin û ewrên radestbûnê wekî xewnereşkan ketibûn ser civak û tevgerên çepger, derketineke wiha wekî bûyereke behît bû.
Tevgera PKK’ê wekî tevgera baweriyê derket holê. Ji roja derketina wê û heta roja me ya îroyîn tiştê ku mora xwe li têkoşîna wê ya ku hatiye bilind-kirin da, giyaneke berxwedaniyê ye. Ev giyan, bi ber-xwedaniya partiya me ya çekdarî ve hîn belûrtir bû û bi pêngava 15’ê Tebaxê ve gihişt radeya herî jor. Tişta ku têkoşîna me anî vê astê ev giyan e û xwe gîhandiye rûmet-bûyineke xwedan wateyeke dîrokî.
Pêngava 15’ê Tebaxê di heman demê de afîran-deyeke ku bi ke-dên kiryarî yên awarte ve teşe girtiye.
Pêngava 15’ê Tebaxê dê wekî lehengiya kedê derbasî dîroka berxwedaniya me bibe.
Di welatê me de ji warê erdnigarî û taybet-mendiyên dîtir ve di şert û mercên herî dijwar û paşverû de, li xakên Kurdistanê ku heta dawî zuha û ji hişmendiyê dûr e, pêngava şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê, bi derbaskirina çiyayên bilind ên bi berf, bi birçîbûna rojan, bi meşa mehan, bi progpagandeke xurt û hêza qane kirinê ve hate pêkanîn.
Di vê wateyê de Pêngava 15’ê Tebaxê deriyê bi hostatî pêşxistina rastiya berxwedaniya şoreşgerî heta piştê vekiriye.
Di serdemeke ku hewil-danên tunekirinê yên dewletê di astekî herî jor de bû û tevgera şoreşgerî ya Tirkiye dix-west tune bike de, Pêngava 15’ê Tebaxê ev şoreşgertî di xwe de şenber kir û ji bo ku careke din bi-de gelê Tirkiye xwedî li van nirxan derket.
Pêngava 15’ê Tebaxê ya şoreşgerî, karakterê kesên baja-riya biçûk, netewper-werên hov, revokên şo-reşê, radestkar û bêvîn derxist holê û nasnama wan a rast li ber çavên her kesî raxist.
Pêngava 15’ê Tebaxê ger tenê mirov dijwariya şert û mercên wê demê, astengiyên ku rû be rû bû, zahmetiyên ku hatin kişandin, tevî kêmasiyên xwe û rewşên neyênî bide berçav, bi rastî jî tevgereke behîtî ye. Erê, ji bo kesên ku bi zanyariya şoreşê ve hişka hişk girêdayîne re, tu têkiliya vê bûyerê bi behîtiyê ve nîne. Lê belê di şert û mercên Kurdistanê de qetandina kefenê ku ji şoreşa me û heta ji hebûna me re hatibû dirûtin û derketineke wiha şoreşgerî çêkirin ne karê her mêrî bû.
Careke din bê ku hûn rê bidin durûtiyê û xwe xa-pandinê, ger hûn dixwazin xwedî li tevahî nirxên şer ên pêngava 15’ê Tebaxê derkevin û bibin pêşengên lêgerîna azadiya gelê me ya watedar ku ji êş, azar û dilşadiya wan derket holê û dîsa bibin pêşengên vegu-hertina jiyanê, divê hûn bersivên vê pirsê bi rengekî balkêş bidin.
Netêgihiştina dîroka şer a partiyê, bêwîcdaniyeke herî mezin e. Hal ev e ku destpêkirina me ya vê pêvajoyê bûyereke behîtî bû.
Em di têkoşîna van salan de mafdar in, em mafdariya xwe bi serxistina van salan, bi zêdekirin û dewlemendkirina berhemên têkoşînê ve nîşan didin. Ramana têkoşînkirinê xweş e, xala wê xweş e. Ma qey tu tişt ji vê bi nirxtir heye? Eve em cîhaneke berz didin we.
Ev milê pêngava 15’ê Tebaxê jî heye; ango dê ji xiyanetê bi dijwarî hesab bixwaze, di nav me de jî ji kesên hevkar, ji kesên bêbawer û nabebûyinê disepîne, herî kêm bi qasî wê dê hesab bipirse û di cihekî de dema vê hesap pirsînê bi rengekî balkêş hatiye.
Rastiyên me yên dîrokî û rojane, di vê pêvajoyê de raman û çalakiyên ku ji bo dema pêş divê bên jiyîn çine û tiştên ku rizyane, divê bên derbaskirin çine, bi rengekî eşkera ji her demê bêtir em van datînîn holê. Ev pêngava me ne tenê berxwedaniyeke leşkerî ye. Ji wê wirdetir xwedan gelek wesf û taybetmendiyên cuda ye. Hem ji bo ronahîkirina rabirdûyê û hem jî ji bo têgihiştina destxistinên şoreşgerî yên dahatûyê ji kûr de fêmkirina pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê xwedan girîngiyeke jiyanî ye.
****
Ji van kesên ku nayên rê re, gotina her dilopek xwînê, her lehengekî berxwedaniyê ku dikeve nav xakên welat heye. Gelek tiştên ku bi wan bidin pejirandin hene…
Em di hamleya xwe ya dîrokî de bi biryar bûn. Em di her meşeke biryardar de qonaxekê li dûv xwe dihêlin. Belê rast e, di pêngava 15’ê Tebaxê de komplo hatin kirin. Tê bîra min piştî şehadeta Egîd hinek ke-san got; “Ev kar nameşe, zilamên te yê tu herî bi wan bawer ew jî çûn. Careke din nahêlin hûn henaseya xwe bigirin.” Yê me jî nêzîkatî û helwesta me ji şehadeta Egîd re hebû.
Dîrok ev yek peyitandiye ku, xebatên di qada serokatî de tên meşandin heta niha qet bi bin neketine û xebatên serkeftinê ne.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 10’ê Tebaxê de di navbera saet 19.00-20.30’an de li ser riya Amed-Çewlikê ji aliyê gerîla yê çalakiyeke rêbirîn û venêrîna nasnameyan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 11’ê Tebaxê de di saet 09.30’an de li dijî baregeha leşkerî ya Xantepe ku Artêşa TC’ê ji vir li dijî Herêmên Parastinê Medya topbaran dikir, ji aliyê gerîla yê me çalakiyeke bi topên hawanê lidarxistiye. Di encama çalakiya 3 topên hawanê îsabet kiriye de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 9’ê Tebaxê de di saet 23.15’an de li navçeya Mesudiye ya bi ser Orduyê li bejahiya Çardakli di navbera gerîla yê me û leşkerê dijmin ê derketibû operasyonê pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de gerîla yê me yê bi navê Koçer – Yilmaz Sûîçer bi lehengî li berxwedaye û gihîştiye şahadetê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 5’ê Tebaxê de di saet 10.30’an de li ser riya Çewlik – Elezîzê herêma di navbera Qereqola Topalan û Girê Bayrak li dijî konvoyek leşkerî ji aliyê gerîla yê çalakiyek hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 7’ê Tebaxê de di saet 06.30’an de li navçeya Şemzînanê ya Colemergê, li dijî Girê Çema ku bi ser Şaredariya Rûbarokê ye ji aliyê gerîla yê li dijî yekîneyeke dijmin ji bo bîranîna Hevalê Andok Bagok ê di 27’ê Tîrmehê de şehîd ketibû çalakiyek hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Îro dîsa bi rojeke nû û demeke nû re, tav rûye xwe dide wargehên gerîllayan. Şîverê yên gerîlla, di bin siya ewran de hêdî hêdî derdikeve. Lê belê, dîsa jî tarîbû roj.
Weke herdem, dîsa çenteyên me li ser pişta me ye em dimeşin. Rêya me dirêje, hinek jî zor e. Lê belê, dîsa jî bi moral û coş em dimeşîn. Carna em rêya xwe şaş dikin, carna jî em di şîverê yên xwe yên her timî de derbaz dibin.
Şîverê yên ku em li ser dimeşîn, derdorê wê bi kulîlkên cûr bi cûr hatine xemilandin. Bêhna çiya, weke bêhna dayîkan me himêz dike. Bi ruxmê em grubekî hêjmara xwe pir jî bûn, lê belê ji ti kesî deng dernediket. Herkes li xweşikbûna xwezayê temaşe dikir. Her der bilind û xweşik bû. Çiqa em hildikşîn berbi jor de, baya ku li rûyê me dida sartir dibû.
Piştî bi çar seatên ku em meşiyan, li cem kaniyekê biçûk me navber da meşa xwe.
Hevalê Rojhat; ‘‘heval, heval, ez ava zozanan pir hes dikim’’. Min jî bi rûyekê ken bersivand; ‘‘ma kî hes nake, hevalê Rojhat’’?
Hevalê Rojhat, ‘‘Rast e, lê belê ez ji her kesê bêhtir hes dikim’’.
Temam, hevalê Rojhat, me fêm kir. Lê belê weke tu jî dizanî, vexwarina ava pir, zik jî diêşîne. Tu dîqat bikî baş e. Tu yê rê de bimînî.
“Were were, berî ku em bi kevin meşê av vexwe. Çima, ez pir av divexûm, ez ê ji tere bêjim’’. Hinek hevalên grubê, stirîyên gura xwe derdixistin, hinek jî bêdeng bi rûniştî çavên xwe çilmisandî bûn.
Ez ji zarokatiyê heya niha, ji bîranînên mirovan hes dikim. Lê belê, bîranînên gerîlla li cem min hîn bêhtir cuda ye.
“Min ji hevalê Cudî re sond xwariye, di vê ez vexum’’.
Hevalê Cudî, ji Serhedê bû. Bi ruxmê temenê wî jî biçuk bû, dîsa jî weke cina bû. Min û hevalê Cudî me di şkeftekê de hevdu nas kir. Em herdu jî birîndar bûn. Bi ruxmê ku birîna wî ji ya min girantir jî bû, lê dîsa jî wî moral dida min. Me pir xwîn winda kiribû. Ji bo wê me nedikarî avê vexun. Lê belê, qirika min ji tîhna bi hevdu ve zeliqiye. Yê hevalê Cudî jî wisa bû. Lê belê hevalê Cudî qet behsa avê nedikir. Di dawiyê de min xwe negirt û min pirs kir; ‘‘hevalê Cudî ne tîhnî’’?
Hevalê Cudî; ‘‘ çawa ez ne tî me, kezeba min di şewite ji tîhna. Lê belê ez nikarim vexum. Ez avê vexum, ez ê şehîd bikevim. Lê belê niyeteke min a wisa nîne. Min soz daye, ez ê lîmonên dayîka xwe jêre bibim’’.
Hevalê Rojhat; ‘‘ kuro, lîmonên çi, ez behsa avê dikim hevalê Cudî’’.
Hevalê Cudî; ‘‘min fêm kir, ez ê ji hevalê xwe re bêjim. Berî ku ez tevlî rêxistinê bibim, dayîka min eprex çêkiribû. Dayîka min ji min re got, kurê min, biçe dikanê ji min re nîv kîlo lîmon bikire. Ez jî li biskilêta xwe siwar bûm û min rêya dikanê girt. Min lîmon ji dikanê girt û ez zivirîm. Di zivirînê de min milîsê gundê me dît.
Min jêre got, tu yê biçî kuderê, ez ê bi tere werim. Milîs qet li min guhdar nekir, rêya xwe berdewam kir. Ez ji lîmon û biskilêta xwe peya ketim û hatim serê çiya. Milîs ji min re got, kuro tu biçukî, dayîka te li benda te ye biçe, ger tu werî jî biçe lîmon deyne were. Min jî qet guhdar nekir. Ma çawa çêbû, ez têm serê çiya. Ez ê piştî şoreşê nîv kîlo bidim, destê wî maç bikim û em ê li hevdu werin’’.
Ez matmayî li hevalê Rojhat guhdar dikim. Hevalê Rojhat, her behsa hevalê Cudî dike, çavên wî tije rondik dibe. Lê belê nahêla rondik ji çavên wî dakeve. Bêdeng û hêdî hêdî kesereke ji dil kişand, berê xwe ji min zivirand û li hevalên din meyze kir. Lê belê ez israr dikim ku gotinên xwe berdewam bike. Ez neşkandim û berdewam kir.
“ Ew tam di roj bû me av ne vexwari bû. Rast e, ez hem li hevalê Cudî guhdar dikim, hem jî yek sanye av ji aqlê min dernediket. Wê rojê min ji hevalê Cudî re got; ‘‘ez ji tere soz didim, ez hew behsa avê dikim, heta ez baş bibim’’.
Hevalê Cudî; ‘‘Temam heval, lê piştî em jî baş bibin, em li ku avê bibînin hate zikê me pê biêşe em ê vexûn’’. Eger ez şehîd jî bikevim, li şuna min nîv kîlo lîmon bibe ji dayîka min re. Temam heval ji bîrneke.
Hevalê Rojhat, berê gotina xwe bi dawî bike, li min meyze kir û wisa got;
‘‘hevalê Cudî ji bo here tedawiyê ji me qut bû. Berê ku em ji hev qut jî bibin, min jêre got tu ji dayîka xwe re lîmon bibe, ez ê jî herdem ji bo te û ji bo xwe avê vexûm. Dinavberê de salekê neçû. Di kemîneke bêbext de şehîd ket. Ew roj, ew roje. Ez ji bo wî û ji bo xwe avê vedixûm, heta ku zikê min pêdiêşe.
Min nedizanî ez ê çi peyvê jêre bilêv bikim. Hevalê Rojhat bêdeng ruyê xwe li min guhert. Hêdî hêdî di ber xwe de; ‘‘divê ez lîmonên dayîka wî piştî şoreşê jêre bibim. Meşiya û meşiya.
Bi bêdengî bi hevalan re ez ji cihê xwe rabûm, min barê xwe danî li ser pişta xwe û ez meşiyam. Dinavbera vê meşê de min li bîranînek bi êş guhdar kir. Çiqasî dilê min êşandibe jî,
Lê dersek da min ku hertişt wateyekê xwe heye.
Zîn Koçer
- Ayrıntılar
Min dilê xwe qewîm kir û lênûsa şehîdan vekir, nav û wêneyê şehîdekî ku min pê re jiyankiriye û qomîtantiya me kiriye li ber çavên min ket. Ne balkêşe ku axînek bi dilê min bikeve. Weke her carî hestewerî dilê min dorpêç kir, ji ber ku di şopandina rêya wan de ez kêm mam. Min hevalê Medenî sala 2005 an naskir û di wê salê de derbasî Dêrsimê bû. Şert û mercên heyî destor nedan ez dîroka 17 salên ku heval Medenî di şer de jiyankiriye, nasbikim. Firseta naskirina gêrîlayekî ku di şer de pijiyaye, min wendakir. Lê belê dîsa jî sîmeyên rûkenî û sadebûna riwê wî min jibîr nekiriy e.
Hevalê Medenî li Norşînê ya girêdayî Bidlîse sala 1966 an ji dayîk bûye. Piştî ku li İstanbulê zanîngeh bi dawî dike biryar dide û sala 1990 î tevlî partiyê dibe. Berî ku derbasî çiyê bibe diçe saheya Rêbertî û li Akademiya Masum Korkmaz ya Lubnanê dewreyeke perwerdê dibîne û weha derbasî çiyê dibe. Piştî ku derbasî welêt dibe diçe Zagros e.
Hîna du salên wî temam nebûne, beşdarî şerê başûr yê sala 1992 an dibe. Roxmî ku nûye, lê belê bi wêrekî ser şer de diçe, li hemberî tesfiyeciyan dibe xwedî helwest û bi gurûpek hevalan re li berxwedide.
Hevalê Medenî demekî dirêj li Zagros dimîne. Her rojeke ku li Zagrosê jiyankiriye bi şer re derbas bûye. Ew rojên xwe bi ked, westandin û bi têkoşînê hûnandin e. Li kêleke wî gelek heval şehîd ketine, di canê wî de jî gelek birîn hene û carne ji mirinê filitiye. Hevalan di nava gotinên xwe yên ser hevalê Medenî digotin canê wî ji perçan û fîşekan kun bibû, lê belê bi wan fîşekan re mîna çîçeke ku were avdan geşdibû û xwe nedida paş. Li Zagrosê şopên wêrekî, heyecan, hezkirina jiyanê û têkoşîna hevalê Medenî her dem hene. Bi dilopên xwîna xwe li ser xaka Zagrosê cihê xwe çêkiriye. Hevalê Medenî jî yek ji wan qomîtanê ku pêşengtiye şer dikirin. Li Zagrosê şervantî jî kiriye û bûye qomîtanekî mezin yê şer.
Hevalê Medenî li beramberî zoriyan tucarî xwe radest nekiriye
Şehîd Medenî di nava şer de pijiyaye û bi keda xwe mezin bûye. Gava ku di şert û mercên zor de derfet kêmbin, her kes nikare di wan zemana de afirîner be û moralê xwe nexîne, lê belê şehîd Medenî di şert û mercên herî zor de xwe nedaye paş û di warê manewî de qelsbûn jiyan nekiriye. Ev hêza manewî çavkaniya xwe ji girêdana bi Rêbertî, gel, şehîd û hevalan re, digire. Gava ku mirov di jiyanê de çavkaniya moralê xwe ji tiştên vala û betal bigire, mirov gelekî bê arame û nikare di zoriyan de serkeftine bidestbixîn e. Kesayetên ku bi kedê xwe dibin xwediyê tecrûbeyên şer û jiyanê, dibin xwediyê armancên mezin. Hevalê Medenî jî bi hesanî kesayeteke wiha xurt di xwe de nedaye avakirin. Bi qasî asêbûna çiyayên Zagrosê dil û mejiyê xwe asê û torîn kiriye.
Piştî ku sala 1999 an Rêbertî biryar da ku gêrîla xwe paşde bidin, hevalê Medenî jî derbasî Qendîlê dibe. Piştî ku stratejiya şer hate guhertin her kadroyekî rêxistinê nakokî jiyankirin û nikarîbû wate bidin wê donemê. Lê belê yên mîna hevalê Medenî xwestin stratejiya nû fêmbikin û xwe nedan paş. Di hemleyên bi YNK ê re tabûr qomîtanî bû û weke her carê pêşengtiye şer kir. Ferasetên kesayetên tesfiyecî bandor li ser wî nekirin. Di donemên xeterdar yên ku rêxistin tê de derbas dibû, hevalê Medenî durûst nêzî rêxistinê dibû û mîna kadroyên dîtir nedigot “ min bi salan şer kiriye û hesab nexwestiye”. Xizmetkirina rêxistinê ji xwe re kiribû armanc. Di her şert û mercan de xizmeta rêxistinê dikir û erkên xwe bi cih tanîn. Gava ku di jiyanê de yan jî di wezîfeyekê de kêmasiyên wî derketibane gelekî li zora wî diçe û xwe dide lêpirsîn kirin. Mîna me, hevalan û jiyanê tewambar nake, xwe dide lêpirsîn kirin û jidil rexnedayîna xwe dide. Hevalê Medenî di nava hevalan de bi dilnizimiya xwe dihate naskirin. Gava ku diçe nava hevalan kesek nizane ku hevalê Medenî rêveberiyekî jor e, ji ber ku gelekî xwezayî nêzî jiyanê û hevalan dibe. Dilê xwe bi sadebûna jiyana xwe dixemilîne. Hevalê Medenî piştî ku derbasî Behdînan dibe li Zap û Gare jî dimîne. Piştî wê bi pêşniyarê xwe dixwaze tevlî hemla 1 ê Pûşberê bibe û sala 2005 an derbasî Dêrsimê dibe. Di rêya çûyîna Dêrsimê, ji ber birînên xwe gelekî zorî dikşîne. Rêya çûyîna Dêrsim dûre û zehmetiyên xwe hene, di wê rêkê de hevalê Medenî bi îradeke mezin li berxwedide û digihîje Dêrsimê. Ew cara yekeme ku hevalê Medenî derbasî Dêrsimê dibe û araziyê wê jî nasnake. Lê belê bi desteke tecrûbeyên xwe yên kevin zû fêrî araziyê wêderê dibe. Bi bagerokê hemla 1 ê Pûşberê xistine piratîkê de, dest bi xebatê dike. Bi ruhekî germ dikeve nava kar de. Armanca wî ewe ku wezîfeya rêxistinê daye pêşiya wî pêkbîne. Di konferansê HPG ê yê çaremîn de biryar tê girtin ku şer ji Kurdistanê derbikeve û derbasî Tirkiyê bibe. Ev wezîfe ji hevalê Medenî jî tê xwestin. Hevalê Medenî jî bi bona ku wezîfeya xwe bi cî bîne dikeve nava hewledayîneke mezin de. Hîna di sala 2003 an de heval diçin Derya Reş û Koçgirî, lê belê mîna koçeran jiyandikin. Di Havînê de diçin û Payîzê vedigerin Dêrsime. Di wê rêkê de gelek hevalên hêja şehîd dikevin. Lê belê armanca hevalê Medenî ewe ku van saheyan vekin û gêrîla li wêderê bi cî bibin. Ji ber vê yekê dixe rojeva hevalan de û baweriyekî mezin dide wan ku wê biserbikevin. Gurûpê ku biçin wan qadan wana perwerde dike, bi wana re mijûl dibe, tenê ji bona ku heval di hundir de bi cî bibin û dest bi çalakiyên xurt bikin, dikeve nava hewldayînekî mezin de. Roxmî hemû zor û zehmetiyan dîsa jî bi azadî, bi têkoşîna demokrasî û bi pêşketina gêrîla bawer e.
Gava ku dijmin dibihîse ku projekî hevalan yê weha heye, dikeve nava xof û tirsekî mezin de. Dijmin xeteriya wê projê hîsdike û dest bi operasyonan dike. Wê demê hevalê Medenî bi pênc hevalan re li Munzurê ye. Dijmin cihê wana dibîne û heval bi wana re dikevin nava pevçûnê de. Hevalê Medenî mîna hinek kesan li hemberî êrîşên dijmin nakeve parastina pesîf de û xwe ji ber dijmin venaşêre. Bi dijmin re dikevin nava pevçûnê de û di encamê de hevalê Medenî û pênc hevalên dîtir di roja 1 ê Tebaxa sala 2007 an şehîd dikevin.
Rêka wî tê şopandin
Hevalê Medenî 17 salan di piratîkên şer de cihê xwe digire û qomîtantiya şerdike. Heya roja dawiyê jî xizmeta rêxistinê dike. Di meha Tebaxê de şehîd dikeve, bi wan perçe û fîşekên ku di canê wî de derbas bûne, rastiya şer dîtiye û nivîsandiye. Mirovên xwedî wicdan wê tenê navê hevalê Medenî di rûpelên dîrokê de nehêlin, lê belê wê di jiyana xwe de durûstbûn û fedakartiya wî bidin jiyankirin. Tenê ji bona ku rêxistin biserbikeve hevalê Medenî kedekî mezin dide. Ji ber serkeftina kesayeta xwe di serkeftina rêxistinê de dibîne. Xwe bi armanca xwe ve daye girêdan û di her şert û mercî de nehejiya ye û dev ji armancê xwe bernedaye. Lê belê em bi hatine bayekî biçûk re, dihejin, ji ber ku me jidil ew biryar nedaye ku em xizmeta rêxistinê bikin û bi armancê xwe ve negirêdayî ne.
Piştî ku hevalê Medenî şehîd dikeve, hemû heval bandor dibin, lê belê her kes wê sozê dide ku saheya Derya Reş û Koçgirî vekin û tê de gêrîlayetî bikin. Hevalê Medenî girîngbûyîna vekririna van saheyan ji bona gêrîla tê çi wateyê bi hevalan dabû fêmkirin û qenaetkirin. Ew ruhê biryarê û israrkirinê di wana de dabû avakirin. Gava ku dijmin hevalê Medenî şehîd dixîne, hesab dike ku wê heval xwe bidin paş, lê belê berevajî wê piştî şehadeta hevalê Medenî heval hîn zêdetir isrardikin ku derbasî Derya Reş û Koçgirî bibin. Heval wê hesret û miradê di dilê hevalê Medenî de nahêlin û derbasî wan qadan dibin. Heval li qada Derya Reş û Koçgirî çalakiyên gelek bi bandor lidardixînin û mîna berê dev ji wan qadan bernadin.
Hevalên Rê
- Ayrıntılar
