Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl BAYIK
Wexta ku Serok Apo bi komployê hate girtin, ji derveyî me hinek hêzan ji me re mesaj şandin. Hin mesaj bi kanaleke Ewropa dihatin, hin mesaj jî ji başûrê Kurdistanê dihatin. Mesajên ku ji her du kanalan dihatin jî digotin; “Pêwîst e hûn dev ji Serok Apo berdin, pêwîstiya bi Serok Apo xilas bû, pêwîst e hûn ji bo xwe Serokatiyeke nû ava bikin. Ger hûn van pêk bînin hûn dikarin bijîn. Ger hûn van pêk neynin heta şeş mehan em ê we tasfiye bikin.” Her wiha yên wekî Doktor Silêman wisa digotin; “Êdî her tişt xilas, pêwîst e em xwe xilas bikin. Va ye Amerîka û dinya li dijî me ye, tên ser me aşkera aşkera jî dibêjin ‘ger hûn daxwazên me pêk neynin, temenê we şeş meh maye.’ Em ê çawa li dijî vê dinyayê bisekinin? Em nikarin, ji ber vê jî pêwîst e ku em van daxwazên wan bipejirînin, yanî em teslîm bibin” Belkî wan wisa aşkera digot, lê di nava kadroyan de jî dudiliyek hebû. Digotin, gelo rêveberiya tevgerê wê bikare valahiya Serokatî dagire, wê bikare li tevgerê xwedî derkeve, mudaxelên li ser tevgerê dibin gelo wê bikare pûç derxe. Tevgera Azadiyê wê bikare Serokatî biparêze? Tevger wê berdewam bike? Em bi hêsanî dikarin bibêjin dudiliyên wisa hebûn. Gelekan digot gelo tevger wê teslîm bibe yan wê berxwedanê esas bigire, berxwedanê esas bigire jî gelo wê bikare li ber xwe bide yan na? Bêgûman yên ku komplo fam kiribû, yên ku dixwestin li dijî komployê tevgerê biparêze, yên ku dixwestin berxwedanê bi pêş bixin, yên ku ew hêz di xwe de dîtin pir kêm bûn. Ji bo wê, gelekan bi wê kîn û nefreta heyî dixwest çalakiyên fedayî jî pêk bînin. Gelek kadroyan dixwest çalakiyên fedayî pêk bînin. Lê beşeke biçûk jî, yên wekî Doktor Silêman wan, yên ku îradeya wan şikestî, yên ku nedixwestin şer bikin, ne dixwesitin berxwedanê bidin. Tevger hem li dijî vê sekinî, hem li dijî dudiliyan sekinî. Ji bo yekîtiya tevgerê biparêze, ji bo berxwedanê xurt bike, yêkîtiya xwe û Serokatiyê xurt bikê û komployê pûç derxê berxwedan bi pêş xist.
Ez ji bo wan şehîdan hemûyan girêdana xwe, hurmetên xwe didim diyarkirin. Bi vê munasebetê careke din wan bi bîr tînim. Bi rastî yên ku Komploya Navneteweyî berî her kesî fêm kir, ew şehîd bûn. Wan komplo baş fêm kiribû, ji bo wê li dijî komployê bi canê xwe sekinîbûn. Dibe ku însan dikarin gelek fedekariyan bikin lê belê fedakirina canê xwe fedakariyeke mezin e, ji wê zêdetir tiştek nîn e. Ev heval, ev welatparêz li dijî komployê bi canê xwe rawestiyan, ev rawestineke pir mezin e. Mirov di van de ruhekî mezin, hestekî mezin fikrekî mezin dibîne. Ger di van de hestên mezin nebûna, fikrên mezin nebûna, ruhên mezin nebûna ne mimkûn bû ku canê xwe bidan û zû bi zû kes canê xwe nade.
Yên ku bêdudilî canê xwe şewitandin û çembereke ji agir li dora Serokatî çêkirin komplo baş fêm kiribûn. Serok Apo ji bo gelan, ji bo kurdan, ji bo herêmê û mirovahiyê tê çi wateyê, baş fêm kiribûn. Ji ber wê xwe şewitandin. Mirov li dîrokê lêkolîn bike, tu caran ji bo serokan, heta jibo pêxemberan kesekî xwe neşewitandiye. Lê ji bo Serok Apo ne yekî ne duyemîn, nêzî 90 mirovan xwe şewitand. Ev di dîrokê de tiştekî nû ye. Heke yek an jî du mirovan xwe bişewitanda, mirov dê bigota yek-du mirovan xwe şewitandiye, zêde tişt nabe. Lê belê 90 mirovan xwe ji bo Serok Apo şewitand. Pêwîst e mirov vê baş fêm bike. Di vir de gelek peyam hene, yên ku ji bo Serokatî xwe şewitandin dikarin her kesî jî bişewitînin. Serok Apo tu caran nexwest tu kes xwe bişewitîne, heta li dijî vê sekinî. Lê belê van hevalan, van welatparêzan bixwe ew biryar girtin û bixwe pêk anîn. Bi çalakiyên xwe gelek peyam dan her kesî. Peyam dan partiyê, peyam dan gelê Kurdistanê, peyam dan dagirkeran û hemû komplogeran. Her wiha gotin “Eger hûn me bişewitînin em ê jî we bişewitînin.” Eger van mirovan ji bo Serokatî xwe dişewitadin, bi sedema ku bawerî bi Serokatiyê anîbûn, serkeftinê dîtibûn, berjewendiyên vî gelî û mirovahiyê û nirxên mirovahiyê dîtibûn, ji ber van xwe dişewitînin.
Bêguman guhertinên ku Serok Apo dan çêkirin, di fêmkirina wan de gelek zehmetî, êş hat kişandin û heta ku şaşîtî jî hatin kirin. Ew guhertinên hatin kirin bi hêsanî çênebûn. Heta ku komplogeran dît em di fêmkirinê de zorû zehmetî û êşan dikişînin, ji ber wê xwestin ji wê sûd wergirin û hedef û armancên xwe jî pêk bînin. Çawa li Sovyetê dema gavên guhertinên pêşketinê bûn gavên tasfiyekirina Sovyetê, komplogeran jî xwest ku ew guhertinên Serokatî di tevgerê de pêşxistî li dijî tevgerê bizivirînin tasfiyekirina tevgerê. Ji milekî ve pêwîst bû ku guhertinan bike ji milê din ve jî pêwîst bû ku xwe biparêze û di wê guhertinê de jî têk neçe. Ev gelekî girîng bû. Ji bo wê jî gavên ku tevgerê ji bo guhertinê diavêtin, bi tedbîr diavêtin. Dibe ku gavên ku ji hinek aliyan ve pewîst bûn bên avêtin, di dema rast de nehatin avêtin. Ji ber ku tirsek hebû. Tirs ji ber her gavê ku Serokatî dixwaze em bavêjin gelo dibe ku em têk jî biçin bû. Pêwîst bû me gav biavêta lê belê me nedixwest em bêtedbîr bavêjin. Ji ber ku dibin komployê de, hem fêmkirina komployê hem jî fêmkirina guhertinên pêk tên ne hêsan bû. Eger mirov tedbîrên wê negire dibe gavên ku tu bavêjî li dijî te bizivirin û te tasfiye bikin.Di Kongreya 7’emîn de me gelek gav avêtin lê belê ligel wê me gelek şaşîtiyên mezin jî kirin. Mesela me tevgera gel, rêxistina gel ERNK tasfiye kir û li dewsa wê me tu rêxistin ava nekirin. Me rêxistina gel ji holê rakir, gel bêrêxistin hişt. Ji ber ku gel bêrêxistin ma, serhildan zêde bi pêş neketin. Pêwîst bû ku me rêxistina gel hîn xurttir bikira, me serhildan bi pêş bixistana ku pêvajo bi pêş biketa. Ger pêvajo bi pêş neket ji ber wê bi pêş neket. Ev şaşîtiyeke mezin bû. Piştî wê dîsa me rêxistina kadroyan tasfiye kir, me partî tasfiye kir. Wexta ku me Civata yekê ya KONGRA GEL li dar xist, me şaşîtiyeke wisa mezin kir. Vê carê me kadro bêrêxistin hişt. Serok Apo ev şaşîtî rast kirin, me li dewsa ERNK’ê KONGRA GEL bi pêş xist, nûavakirina PKK’ê bi pêş xist. Me pêşiya xetereyan wisa girt. Komplogeran ew didîtin, xwestin ji wê şaşîtiyê sûd wergirin û bigihîjin armanca xwe. Komplogeran kêm ma ku bigihîjin armanca xwe. Komplogeran piştî esareta Serok Apo xwe di nav tevgerê de birêxistin kirin. Şerê taybet xwe di nava rêxistinê de birêxistin kir. Lewre me tahrîbat û xetereyên mezin dîtin. Paşê bi alîkariya Serokatî me pêşiya van girt, dawî jî bi Kongreya 10’emîn me careke din bi Serokatî re, bi xeta Serokatî re yekîtiya xwe çêkir. Me bi cewherê xwe, bi rastiya xwe re dîsa yekîtiya xwe çêkir.
Bêguman em di bin komployê de ji guhertinan gelekî qut bûn û ji Serokatî dûr ketin. Ji ber van qutbûn û dûrketinan, komplogeran xwest me bi temamî ji Serokatî, ji xetê qut bikin û me bikişînin xeta pergalê. Lewre di wir de me tahrîbat jiyan kirin. Bi mudaxeleya Serokatî me pêşiya van girt, ew şaşîtiyên ku çêbûne me ji holê rakir û yekîtiya xwe û Serokatî careke din xurt kir û me ev bi Kongreya 10’emîn a PKK’ê gihande zîrveyê. Ez dikarim bêjim pirsgirêkên me di wî alî de neman, yanî niha tevgerê guhertinên ku Serokatî çêkirine baş fêmkiriye û bi kadroyan jî vê dide fêmkirin. Êdî guhertin di tevgerê de çêbûn, kadro ketin xeta Serokatî û yekîtiya xwe bi xetê re çêkirin. Guhertinên ku di PKK’ê de çêbûn guhertinên pir mezin in, ne guhertinên hêsan in.
Me tu caran dîlgirtina Serok Apo nepejirand, wê li me kîn nefret çêkir. Di Kongreya 10’emîn de me armanc danî pêşiya xwe. Ev tenê ne xwestekek e. Eger daxwaz hebe bêguman me nexwest ku tu caran Serok Apo dîl we re girtin.
Azadiya Serok Apo azadiya gelê kurd e. Azadiya Serok Apo û pirsgirêka kurd bi hev ve girêdayî ne, hevdu temam dikin û ji hev ne cuda ne. Êdî pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk çareseriyê dixwaze.
Niha dewletên dagirker ji ber ku siyaseta înkar û îmhayê nikarin bimeşînin, siyasetekeke din bi pêş dixin. Li gorî vê siyasetê jî taktîk bi pêş dixin. Dixwazin careke din zemîna siyaseta înkar û îmhayê meşrû bikin. Tirkiye ji bo bikare vê siyasetê bimeşîne di TRT’ê de weşana kurdî da destpêkirin. Dibêjin em ê li zankoyên Tirkiyeyê beşên wêjeya zimanê kurdî vekin. Dibêjin em ê ji bo gerîlayan vegera mal bi pêş bixin. Didin diyarkirin ku pirsgirêka kurd dipejirînin û dixwazin li gorî xwe çareser bikin û gavan bavêjin. Di vir de çareserkirina pirsgirêka kurd nîn e, tasfiyekirina PKK’ê esas digirin. Tasfiyekirina PKK’ê jî tasfiyekirina pirsgirêka kurd e. Çareserkirina pirsgirêka kurd nîqaş nakin. Dixwazin pirsgirêkê ji navbera xwe û Ewropayê rakin. Ewropa pirsgirêka kurd wekî pirsgirêka miletekî nabîne. Wekî pirsgirêkeke takekes dibîne, wekî pirsgirêkeke çandî dibîne. Tirkiye jî dibêje; ez pirsgirêka takekes û çandî çareser dikim.
Em dikevin 11’emîn salvegera komployê. Me azadiya Serokatî û çareserkirina pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk ji xwe re kiriye armanc, li ser vê bingehê em çalakiyan bi pêş dixin. Divê kadroyên me, gelê me gorî vê tevbigerin. Qaşo li gorî xwe çareseriyekê bi pêş dixin. Dixwazin li derveyî Serok Apo û PKK’ê wê çareseriyekê bi pêş bixin. Lê bê Serok û bê PKK çareserî nabe. Çareseriya ku li derveyî Serok Apo û PKK’ê tê pêşxistin ne çareserî ye, lîstik e, divê neyê pejirandin. Pewîst e di yekîtiya kurd de îrada kurdan hemûyan hebe. Li derveyî PKK’ê tu yekîtî tu îradeya kurd çênabe. Pewîst e her kes vê baş fêm bike. Divê gelê me li hemû beşan li derveyî welat li derdora Serok APO û PKK’ê yekîtiya xwe ya neteweyî xurt bike. Divê bi dengekî bilind bang bike û bêje; em çareseriyeke bê Serok Apo napejirînin.