Fermandarê Biryargeha Navendî yê HPG’ê Dr. Bahoz Erdal
Ji bona mijara agirbest û danîna çekan a ji aliyên hin derdoran ve dikeve rojevê, bo me tu aceleya me ya ji bo daketina ji çiyan tune ye. Me daxwaza tu efûyan nekiriye. Em bi têkoşîna xwe ya 25 salî serbilind in. Gelê me vê têkoşînê qebûl dike, destek dike. Em têkoşîneke mafdar û meşrû dimeşînin. Dewleta tirk bi hezaran gundên me şewitandin, tevkujî pêk anîn, nasname, ziman, çand û hebûna gelê me înkar dike. Heke efûyek bê rojevê divê dewleta ku hevqas sûc kirine bifikire ka çawa dê xwe bide efûkirin.
Tabî mijar ne mijara daketina çend hezar gerîlayan a ji çiyê ye, mijar mijara azadiya gelê kurd e. Jixwe eceleyeke me ya daketina ji çiyan nîn e. Ya li holê mijara azadiya 40 milyon kurdî heye. Beriya her tiştî divê hebûn û nasnameya gelekî were qebûlkirin. Divê ji vîna gelekî re rêz bê girtin. Ev gel azadiya Rêber Apo dixwaze. Mîna gerîla ji bilî van tu daxwaziyên me tune ne. Hikûmeta AKP’ê bi avêtina holê ya van guftûgoyan dixwaze di nava gel de nezaliyê biafirîne û hêviyeke sexte derxe holê. Êdî bi gotinên glover nikarin gelê me bixapînin.
Di demên dawîn de ji hêla sîstema înkarok ve hinek gav hatin avêtin. Ev gav bo me “cahşîtiya siyasî” ye. Jixwer cahşîtiya leşkerî deşîfre bûye, bêbandor hatiye hiştin. Ji ber ku êdî nikarin kurdan di vê hêlê de bikarbînin, bi awayekî zexelî, hewl didin ku kurdê xayîn ava bikin û bi rêxistinkirinê re li hember Tevgera Azadiyê bikarbînin. Rêxistinbûna AKP ya ku li Kurdistanê bi pêş ve dibe, cahşîtiya siyasî ye. Ya ku em dibêjin cahşîtiya siyasî ev e. Fena bazarginê Qeyserî, bi boyax û şeltê kurd polîtîkayên sîstema serdest raber dikin. Di rastiyê de ev ji cahşîtiya leşkerî xetertir rewşekê derdibirîne. Ji ber vê yekê yên ku di nava rêxistinbûna AKP’ê de cî digirin, yên ku dibine namzet û wekîltî dikin û bi taybet yên ku li TRT 6’ê dixebitin, hemû dikevin vê çarçoveyê. Vaye dibêjin em kurd in, bi kurdî diaxivin û bi vî awayî hewl didin ku gelê me bixapînin. Hal ev e ku kurdê herî xeter, kurdê herî xayîn ev in. Ji ber vê yekê em dibêjin ku gelê me li hember van derdoran bila hişyar bin.
Di vê demê de careke din, di bin navê cerdevaniyê û hin navên din de li Şirnex, Colemêrgê heta li Dêrsimê hêzeke nû ya kontra tê amadekirin. Em van hêzan hişyar dikin, ev ji cerdevaniyê wêdetir hêzeke nû ya kontra ye. Bi vê tê xwestin komên kontrayan ava bikin û ber bi qadên gerîla ve bişînin. Divê gelê me li hember van lîstikan hişyar be. Xizanî, pirsgirêkên aborî yên gelê me bi kar tînin û vê yekê dimeşînin. Ev lîstikeke kirêt a dewletê ye. Bila tu kes neyê lîstika hêzên dewletê, xwe û malbata xwe nexê nava xeterê.
Avakirina hewldanên avakirina çîneke kurdên hevkarê dewletê, bi rengekî gelekî xeter cahşîtiya leşkerî ye û ev deşîfre bûye û bêbandor bûye, niha jî dixwazin careke din kurdên hevkar û xayin biafirînin û li dij Tevgera Azadiya Kurd bikar bînin. Bi vê mijarê re girêdayî rêxistinbûyina AKP mîna çavkana bingehîn e. Dîsa di çarçoveya şerê taybet de rêxistina Fetullah Gulen rêxistina şerê taybet e. MÎT û JÎTEM herî zêde di nava wê de xwe bi cih kirine. Maskeyeke ku herî zêde dewleta mêtinger û zalim diparêzê rêxistinbûyina Fetullah Gulen e.
Niha jî planeke avakirina tampon a li ser sînorê başûrê Kurdistanê li dar e. Xebata avakirina herêmeke tampon li ser sînorê başûrê Kurdistanê ya ku herêmên Botan û Zagros jî digire nav xwe bi hemû leza xwe didome. Êrîşên artêşên Îran û Tirkiyeyê jî bi vê ve girêdayîne.Artêşên her du dewletan jî li ser sînorê başûrê Kurdistanê herêmên tampon ava dikin. Tevî sewqiyata leşkerî, li ser sînor baragehên nû tên avakirin û riyên nû dibin her newal û girê li herêma sînor. Bi van projeyên leşkerî re girêdayî, beriya niha têkildarî avakirina herêmên tampon hin guftûgo hatin kirin. Hikûmeta tirk bi daxuyaniya fermî ragihand ku polîtikayake wan a bi vî rengî tune ye, lê belê ev ne rast bû. Herêma Botan û Zagrosê jî di navê de li ser tevahiya sînorê başûrê Kurdistanê xabatên pratîkî yên avakirina herêma tampon bi hemû leza xwe lidar in. Li rojhilatê Kurdistanê jî heman xabat ji aliyê Îranê ve jî tên meşandin. Qereqolên li herêmên Zagros û Botanê tên nûkirin û bi zêdekirina bandora li van herêman cihê bicîhkirin û bikaranîna çekên giran tê amade kirin. Qereqolên nû tên lêkirin. Gelek çekên giran ên mîna; obûs, tank, top jî li herêmê tên bicihkirin. Bi hincetên cûr be cûr hema hema rê birine hemû gelî û girên li herêmê. Dîsa bi projeyên bendavan plana ji hev qûtkirina herêmên Botan û Zagrosê lidar in. Birina rêyan, lêkirina bendavan tev parçeyên plana leşkerî ne. Parçeyên plana avakirina herêma tampon in.
Plana ku tê meşandin planeke berfireh e û ji ber ku operasyona Zapê bi ser neketiye ev plan li gor dilê wan nemeşiya. Ji bo avakarina herêma tampon dixwazin herêmê ji mirovan xalî bikin. Ger operasyona Zapê biser biketa wê heremeke berfireh a Başûr û Bakur jî di nav de cîh digire mîna korîdoreke ewlekariyê bihata avakirin. Heger plana biser biketa mîna Erdogan li Colemêrgê got wê tevgereke mezin a tehcîr û valakirina herêmê bihata destpêkirin. Planake bi vî rengî heye, dixwazin veşartî pêk bînin. Ev planeke stratejîk a bêyom e. Ev proje ne tenê bi Tirkiyeyê ve têkildar e. Sûriye, Îran jî di nav de dixwazin çar parçeyên Kurdistanê ji hev qut bikin. Di bin êrîşên Îranê yên li ser herêmê de jî ev plana bêmirov hiştinê heye. Heta dixwazin mîna dîwarê Îsraîlê yê li dij filîstiniyan, ew jî hewl didin dîwar lêbikin.
Projeya berfireh a dewletên dagirkerê Kurdistanê de hewldanên li Sûriyeyê tên meşandin, vê armanca dike û dewleta Sûriyeyê jî ji aliyê xwe ve projeya ‘Kembera Erebî’ a paqijkirina herêmê ji kurdan dimeşîne. Bi polîtayên xizankirin û birçî hiştina kurdan dixwazin kurdan li herêmê bidin koçberkirin û bi qanûnan milkên kurdan ji wan bistînin.
Her çiqas hikûmeta AKP’ê û serfermandarê tirk di sala 2008’an planên wan ê tunekirinê biserneket jî, hat fêmkirin ku wê di sala 2009’an de di şer de zêdetir israr bikin. Ji ber vê yekê divê gelê me gotin di cî de be, ji sala 2009’an re wekî sala şer amade be û berxwedaniyeke topyekûn bidin ber çav. Divê gelê me li her qadê xweparastina xwe û rêxistinbûna xwe bi pêş bibe. Sala 2009’an ji bona gelê kurd ji her demê bêtir fersendê serkeftinê dide me û em ji her demê bêtir ji hêvî û serkeftinê bawer in û ji bona têkoşîndayîna wê jî amade ne û em xwedê vê hêzê ne.