HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Hevpeyvîna ANF'ê ya bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Heval Cuma re bi vî rengî ye:

"Komploya navneteweyî di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurdistanê, li dijî gelên Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê tê meşandin. Komploya navneteweyî 26 sal hat meşandin, niha em dikeve sala 27'an. Di şexsê Rêber Apo de li ser gelê me, gelên Rojhilata Navîn û mirovatiyê bi rastî zilmek mezin hat kirin. Dikarim bibêjim heqeretek hate kirin. Rêber Apo li dijî vê komployê berxwedaneke dîrokî dimeşîne. Bi vê boneyê ez ji bo Rêber Apo silavê xwe, hurmeta xwe, girêdanbûna xwe didim diyarkirin. Ew soza ku me da Rêber Apo, ez dubare dikim. Li dijî komployê navneteweyî di pêşengiya hevalê Halît Oral de berxwedanek hate kirin ev bû xeteke berxwedanê. Ne tenê ne tenê kadroyên tevgera gelê Kurdistanê jî di vê xetê de cih girt, îro di vê xetê de mirovahî jî cih digire. Her ku diçe jî ew xet bi pêş dikeve, bi ser dikeve û heta roja me jî dewam dike. Ji niha û pê ve jî wê hîn bi xurtî dewam bike. Di şexsê Rêber Apo de li hemberî gelê me, gelên Rojhilata Navîn, mirovatiyê zilmeke mezin, zexteke mezin, êşkenceyên mezin hate kirin. Rêber Apo ji bo vê di berxwedana xwe de nirxên gelê me, nirxên Rojhilata Navîn, nirxên mirovatî esas werdigire, temsîl dike, pêk tîne.

KOMPLO BI RÊYA TECRÎDÊ DEWAM DIKE

Eger li ser Rêber Apo komployeke hatiye kirin ku di wê de israr dikin, ku îro vê bi tecrîda mutleq dewam dike, divê mirov vê baş fêm bike. Ji bo ku mirov baş fêm bike jî mirov nêzîkbûna sîstema kapîtalîst modernîte, sîstema dagirker qirkeran, sîstemeke ser dewlet û desthilatdariyê hatî avakirin baş fêhm bike. Eger ku nêzîkbûna vana mirov ji bo Kurdan baş fêhm neke, mirov nikare komployê navneteweyî û tecrîda mutleq ku niha tê meşandin mirov nikare baş fêm bike. Bingeha vê esas di cîvîna Qahirê de hat pêşxistin. Bi civîna Qahirê de li ser Rojhilatê Navîn siyasetek hat meşandin. Rojhilata Navîn hate parçekirin. Hem Ereb hatin parçekirin, hem Kurd hatin parçekirin. Li ser vê parçebûnê sîstema kapîtalîst modernîte da rûniştandin, li ser vê dane meşandin. Wextê ku li Rojhilava Navîn ev parçebûna bi pêş xistin, gelê Kurd înkar kirin. Gotin gelê Kurd êdî nîne. Belkî berê hebû, lê belê di siyasetê Rojhilatê Navîn de, di siyaseta kapîtalîst modernîteyê de êdî cihê Kurdan nîne. Ji ber wê siyasetê qirkirinê, îmhayê esas hat wergirtin. Ji ber vê Kurd li derveyî sîstema ku bi pêş xistin hiştin. Wateya vê çi ye? Êdî ji bo Kurdan ti heq û hiqûq nîne.

Bi temamî li derveyî mafê gelekî hiştin. Ev siyaseta ku di wê dîrokê de heta îro tê meşandin, li ser vê bingehê tê meşandin. Yanî siyasetê qirkirinê hat qebûlkirin. Dewletên dagirker vê siyasetê dewam dikin. Eger ku mirov vê baş fêhm neke, mirov nikare ew qanûnên ku piştre li dijî Kurdan hat pêşxistin, fêhm bike. Tê zanîn gelek qanûn hatin pêşxistin, Plana Şark Îslahat, Qanûna Tuncelî (Dersim) û girêdayî vê hîn gelek qanûn hatin pêşxistin. Armanca van qanûnane hemû ew bû ku wê çawa Kurd ji holê rakin. Temamî wan qanûnane li ser vî esasê hatin pêşxistin. Niha dewleta Tirkiyeyê qanûna xwe qanûna qirkirinê ye li dijî Kurdan. Li Tirkiyeyê ji bo Kurdan tenê qanûnek heye. Ew qanûn çi ye? Temamî yê ku bê ser desthilatdarî divê qirkirina Kurdan esas werbigire. Yê ku li ser desthilatdariyê jî lazim e, divê siyasetê qirkirinê dewam bike û encam werbigire. Yê ku vê siyasetê esas wernegire tu carî ne dikare were ser desthilatdariyê ne jî dikare di desthilatdariyê de bimîne. Eger ku AKP-MHP’ê anîne ser desthilatdariyê û li ser desthilatdariyê de dihêlin, ji bo ku ew qirkirinê Kurd temam bikin anîn ser desthilatdariyê. Ji bo vê li ser desthilatdariyê dihêlin. AKP-MHP’ê bi temamî desthilatdariya xwe ser qirkirinê Kurd bi pêş dixin.

BI CIVÎNA QAHÎREYÊ RE MAF, HIQÛQA KURDAN TINE HATIN HESIBANDIN

Niha dewletê Tirkiye ji ber ku li ser siyasetê qirkirinê bi taybet jî li dijî Kurdan hatiye damezrandin û li ser vê dimeşin, ji bo vê li ser Kudan çi bike ji xwe re rast dibîne, heq dibîne. Eger ku li ser Kurdan qetliaman bi pêş dixe, her tiştê qedexe dike, girtinan, kuştinan, xistina zindanan, di zindanê de kuştin, êşkence esas werdigire, ku xwezaya Kurdan talan dike, Kurdan koçber dike, hemû ji ber ku ji xwe heq û rast dibîne, dike. Ji bo çi? Ji ber ku li ser Kurdan siyasetê qirkirinê dimeşîne. Ji bo vê vana ji bo xwe heq dibîne, rast dibîne. Ji ber ku tekane destûra xwe ji bo Kurdan li ser vê esasî ye, vê jî dimeşîne. Di vê de jî israr dikin ku bikarin encam werbigirin. Ev rastiya dewleta Tirkiyeyê ye. Dewletê Tirkiye wexta ku komploya navneteweyî hat pêşxistin, vê ya ji xwe re firsend dît. Got, ez dikarim di vê firsendê de feyde bigirim, ew qirkirina ku li ser Kurdan dimeşînim ez dikarim dewam bikim, dikarim bigihim armancê.

Komploya navneteweyî jî di her aliyê de bi alîkariya dewleta Tirkiye kir. Ji ber ku siyaseteke sîstema kapîtalîst modernîte pêş xistî, li ser îmhakirinê, qirkirina Kurd bû. Dewleta Tirkiye ji ber ku ew siyaseta dimeşand, ji bo vê alîkariya dewleta Tirk di her aliyê ve pêş xistin. Vaya ji bo berjewendiyên xwe dixwestin, ji bo alîkariya dewleta Tirkiyeyê kirin. Dewleta Tirkiyeyê jî bi vê alîkariyê dixwest ku armancên xwe pêk bîne. Niha ew sîstema ku li Îmraliyê hatî pêşxistin, bi temamî sîstemeke ne rewa ye, bi temamî sîstemeke Gladyo pêş xistiye. Qanûna Gladyo 26 sal in li Îmraliyê tê meşandin. Di wê derê de ti hiqûq nîne. Çima? Ji ber ku ji bo gelê Kurd hiqûq nîne. Gelê Kurd bi civînê Qahîreyê li derveyî hiqûq hiştin. Eger gelekî heq û hiqûq nebe, ji bo wê gelê tu cara hiqûq nayê esas wergirtin. Kî ji bo vî gelî têkoşîneke bi pêş bixe, ji bo wî jî hiqûq tu caran esas nayê wergirtin. Heta hem ji bo wî gelî, hem jî ji bo yê ku xwedî li vî gelî derketî, ji bo vî gelî têkoşîn, azadî û demokrasî pêşxistî li gel wan sûcdar dibe. Ji ber vê têkoşîna ku Rêber Apo, PKK dimeşîne li dijî xwe dibînin, sûcdar dibînin. Ji ber vê dijmin ji bo Rêber Apo û PKK’ê bêhiqûqî pêş dixe. Ji bo vê çi hiqûq û edalet esas wernagirin. Temamî ji bo vê qanûna Gladyo bi pêş dixin. Niha Rêber Apo li Îmraliyê di şertên pir zor û zehmet de, di nav bê derfetiyan de li dijî vê sîstemê sekinî. Yanî li dijî Gladyo, sîstema Gladyo, sîstema ku Gladyo bi pêş xistî, sîstemeke kapîtalîst modernîte, yê ku bi wan re hevalbendî dikin, yê ku di wê sîstemê de cih digirin li dijî van hemûyan sekinî, berxwedaneke dîrokî pêş xist. Nirxê gelê Kurd, nirxê mirovatiyê parast, temsîl kir û xwest ku van nirxan zêdetir bilind bike. Nêzîkbûna ku bi pêş xistî bi temamî li ser vê esasê bi pêş xist. Ji ber vê xwe kir hêza çareseriyê. Hem ji bo gelê Kurd hem ji bo Rojhilata Navîn hem ji bo mirovatiyê. Pirsgirêkê wan wê çawa çareser bike, ew bi xwe esas werdigire. Ji bo ku pirsgirêkê wan pêş çareser bike jî, kê komploya navneteweyî bi pêş xist, kî di vê de cih girt, xizmet kir, ewane hemû şirove kir. Di vê şîrovê de encam derxist, xwe nû kir xwe ava kir. Di şexsê xwe de gelê Kurd, mirovatî ava kir. Ji bo vê ji bo gelê Kurd, ji bo mirovatiyê, ji bo jinê paradîgmayeke nû bi pêş xist. Ew paradîgma da dest gelê Kurd, Rojhilata Navîn û mirovatiyê. Hêviya wan bi vî şeklî pêk anî. Ji ber çi di komployê de israr dikin? Ji ber çi komployê di şeklê tecrîda mutleq de dewam dike? Sebeba wê heye. Ji ber ku ji Rêber Apo ditirsin. Ji fikrê wî, ji axaftina wî ditirsin. Ji ber ku li ser siyasetê, ne tenê li ser siyaseta Tirkiyeyê, li ser siyasetê Rojhilata Navîn, yê cîhanê tesîr dike. Li ser gelê Kurd, li ser gelan tesîr dike, li ser mirovatiyê tesîr dike, li ser mirovatiyê tesîr dike, moralê, hêviyê dide wan. Rêya çareseriyê li pêş wan datîne. Ji ber vê komploger, xayînên Kurd, desthilatdar ji Rêber Apo ditirsin.

GELÊ KURD RASTIYA MALBATA BARZANÎ DÎT

Eger ku dewleta Tirkiye mafê hêviyê qebûl nake, sebeba vê ew e ku dewleta Tirkiyeyê, gelê Kurd bi navê gelê Kurd têkoşîneke qebûl nake, dixwaze Kurd ji qirkirinê re derbas bike, bi navê Kurd û Kurdistanê çi hebe ji holê rake, ji bo vê qanûna hêviyê qebûl nake. Ji ber ku di civîna Qahîrê de gelê Kurd hate înkarkirin, ji derveyî sîstema cîhanê hiştin. Ti heq nedan gelê Kurd. Gotin heqê gelê Kurd nîne ku jiyan bike. Sîstema xwe li ser vî esasî bi pêş xistin. Û dewleta Tirkiyeyê jî li ser vê sîstema li Lozan hate avakirin. Ji ber wê dewleta Tirkiyeyê heqê gelê Kurd qebûl nake. Ji ber vê ji bo Rêber Apo qanûna hêviyê qebûl nake. Niha nêzîkbûna li Rêber Apo weke qaxezê turnusol e, rastiya her kesekî derdixe holê, bi her kesî dide fêhmkirin. Niha rastiya Rêber Apo, berxwedana ku li Îmraliyê dimeşîne, hem rastiyê hemû Kurdan derxistin holê. Di xeta tevgera Kurd de, xeta xiyanetê çi ye, xeta bi dijmin re hevkarî çi ye, xeta welatparêzî, şoreşgerî çi ye, ji mirovan çi dixwaze ev ji her alî ve nîşan da, bi her kesî da fêhmkirin. Ji bo vê rastiya mala Barzanî di aliyê Kurdan de hat fêhmkirin.

Ev ji bo gelê Kurd qezenceke mezin e. Ji ber ku gelê Kurd heta niha wisa fêhm dikir ku ev malbatê ji bo Kurdan têkoşînê dike. Lê belê derket holê ku ev malbat ji bo xwe çi pêwîst e wê esas werdigirin. Ji ber vê li gel dijminê gelê Kurd cih digire, li dijî Kurdan disekine. Vaya ji bo gelê Kurd qezenceke mezin e. Niha ne tenê xayinên Kurd derxist holê, da fêmkirin. Ne tenê welatparêzî, şoreşgeriya Kurd derxist holê, da fêmkirin. Li gel vê yên ku ji xwe re dibêjin ez sosyalîst im, demokrat im, rewşenbîr im, ez azadî û demokrasiyê dixwazim, ez li dijî faşîzmê û li dijî qirkirinê me, rastiya van jî hemû derket holê. Kî bi rastî li van nirxan xwedî derdikeve, kî di bin van nirxan de xwe vedişêrin, derket holê. Dîsa li cîhanê kî dostê Kurd e, kî dijminê Kurd e, ji bo çi dijminiyê Kurdan dikin ew jî derket holê. Ev ji bo gelê Kurd qezenceke gelek û gelek mezin e. Ji ber ku Rêber Apo di emrê xwe de ji bo vê têkoşîn kir. Yanî ku li Kurdistanê xiyanet û welatparêziyê li hev du derbixin, mirinê û jiyanê li hev du derbixin, hişt ku gelê Kurd li cîhanê dostê xwe dijminê xwe baş fêhm bike. Emrê xwe bi temamî li ser vê esasî jiyan kir, têkoşîna vêya bi pêş xist. Di vê têkoşînê de jî belkî hem Rêber Apo hem gelê Kurd hem PKK êşên mezin kişandin, berdêlên mezin dan lê gihişte armanca xwe.

EWROPAYÊ HESABÊ WÊ KIRIN KU DEWLETA TIRK WÊ PKK'Ê TASFIYE BIKE

Niha saziyên Ewropa civîn çêkirin. Di wê civînê de saleke din wext dan dewleta Tirkiyeyê. Halbûkî Ewropa di 2014’an de biryarek wergirt. Ew mehkemeya Rêber Apo ne mehkemekî rast hatiye hat kirin. Tê de hiqûq, edalet nîne. Ji nû ve divê were mehkemekirin. Û li ser Rêber Apo li Îmraliyê êşkence tê meşandin. Heqê Rêber Apo bi temamî tê binpêkirin. Lê belê Konseya Ewropa 10 sal derbas bûn li ser wê ti biryar wernegirt. Ji ber çi biryar wernegirtin, ji ber çi 10 salan ew Konseya Ewropa li ser biryara xwe nesekinî? Ji ber ku dewleta Tirkiye li dijî Rêber Apo, PKK, li dijî Kurdên azad biryarek wergirtibû ew biryar xistibû pratîkê. Biryara ku bi pêş xistî navê xwe çokdanandin bû. Yanî bi navê Kurd û Kurdistan çi heye ji holê rakirin bû. Rêber Apo û PKK bi temamî ji holê rakirin bû. Ji ber ku biryar li ser vê esasê bû, ew Konseya Ewropayê, saziyê girêdayî vana ew biryara Tirkiyeyê ji bo xwe esas wergirtin,  li benda wê man.

Wisa hesab dikirin ku dewleta Tirkiye wê PKK tasfiye bike, qirkirina Kurd temam bike, ji ber vê jî êdî ne lazim e heqê hêviyê ji bo Rêber Apo bînin rojevê. Ji ber vê ji xwe alîkariya dewleta Tirkiyeyê jî kirin. Hem beriya komployê hem di komployê de hem jî piştî komplo di her aliyê de alîkariya dewleta Tirkiyeyê kirin. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê bi tifaqa Lozan hate qebûlkirin. Ew tifaqê kî pêş xist? Yên ku civînê Qahîreyê bi pêş xistî, yên ku Rojhilata Navîn parçe parçe kirin. Yên ku di Rojhilata Navîn de di sîstema cîhanê de cih nedan Kurdan ên ku Kurd înkar kirin, ji derveyî heq û hiqûqê hiştin. Biryara xwe esas wergirtin. Biryara dewleta Tirkiyeyê esas wergirtin. Lê belê ji ber ku li Rêber Apo xwedî derketin çêbû, PKK, dostên PKK têkoşîn kirin, hêviya ku Ewropa, dewleta Tirkiyeyê dikirin, pêk nehat. Tasfiyeya PKK, qirkirina gelê Kurd temam nebû, tengav bûn, neçar man careke din li ser wê biryarê nîqaş bikin.

LI CIHEKÎ EGER DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ BIDIN ALIYEKÎ, WÊ FAŞÎZM LÊ BIAFIRE

Eger ku nîqaş kirin, salekê dîsa wext dan dewleta Tirkiyeyê, bi dawaza dewleta Tirkiyeyê ev çêbû. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê, niha ji her kesê re dibêje ku min li dijî PKK’ê, li dijî têkoşîna ku Rêber Apo pêş dixe, gelek pêngav avêtine, êdî ez ê encama tasfiye û qirkirinê werbigirim. Ji ber wê hûn saleke din ji bo min musade bikin. Ji ber ku Tirkiyeyê ev xwest û ji her kesî re jî vêya dibêje, ji ber vê Konseya Ewropa jî careke din salek qebûl kir. Wateya vê çi ye? Wateya vê ew e ku ew êşkenceya ku li ser Rêber Apo heyî hûn dikarin dewam bikin, hûn dixwazin PKK’ê ji holê rabikin, qirkirina Kurd temam bikin, hûn dikarin bikin. Biryara ku wergirtin xizmetê vê dikir. Yanî Ewropa bi esasî li biryara xwe xwedî derdikeve. Biryara ku dewleta Tirkiyeyê li ser Rêber Apo, PKK û Kurdan pêk tîne jî biryara ku li Qahîreyê hatiye wergirtine. Li ser vê bingehê dewleta Tirkiyeyê qirkirin û tasfiyeyê dimeşîne. Dewleta Tirkiyeyê ne tenê Kurdan ji qirkirinê re derbas dike. Li Tirkiyeyê gelek gelên din hebûn, olê din hebûn, çandê din hebûn, vana hemû ji qirkirinê re derbas kir. Tenê Kurd man, dixwaze Kurd jî ji holê rabike. Derfetên Tirkiyeyê bi temamî li ser vî esasî xerc dikin. Niha li Ewropa bi vî şeklî, di dîrokê Ewropa de gelek têkoşînên demokrasî, azadiyê çêbûn. Li ser vê nirx çêbûn, vana hemû dixe bin linga. Lazim e gelê Ewropa vê bibîne, vê qebûl neke. Lazim e li dijî vê bisekine, bibêje hûn nikarin ew nirxên ku me bi salan bi têkoşîna bi pêş xistî, hûn têxin bin lingê xwe. Em xwediyê van nirxan e. Lê xwedî derkevin. Ji ber ku Ewropa her ku diçe ji van nirxan dûr dikeve, dixe bin linga, ji ber we li Ewropayê ew tevgera faşîzmê bi pêş dikeve. Ji ber ku hiqûq, edalet, demokrasî û azadî mirov bide aliyekî li wir çi bi pêş dikeve? Faşîzm bi pêş dikeve. Eger ku li Ewropayê îro partiyên faşîst li her cihekî pêş dikevin sebeba wê ev e. Ji ber gelê Ewropayê yên li dijî faşîzmê, yên li dijî neheqî û zilmê disekinin, yên ku ji bo demokrasî û azadiyê têkoşîn dikin, yên ku ji bo sosyalîzmê, edaletê têkoşîn dikin, lazime vê bibînin.

Çawa sîstemê kapîtalîst modernîte di şexsê Rêber Apo de li dijî mirovatiyê, li dijî nirxên mirovatiyê disekine, li dijî demokrasî, azadî, edaletê, wekheviyê disekine, li cîhanê yên ku demokrasî, azadiyê, edaletê esas werdigire jî li seranserê cîhanê têkoşîneke demokrasî, azadiyê, edaletê, wekheviyê lazime pêş bixin. Eger li cîhanê sîstemê kapîtalîst modernîte, nûnerên wan desthilatdariyê ku di vê sîstemê de jiyan dikin li dijî gelan, li dijî jin, li dijî ciwanan, li dijî karkeran, li dijî gundiyan, li dijî hêzên demokrasî, azadî, sosyalîzmê disekine, nirxên wan ên bi salan çêkirî hemûya dixin bin linga, lazime ew hêzane wer temaşe nekin. Li dijî bisekinin, li nirxên xwe, li paşeroja xwe lazime xwedî derkevin. Îro Rêber Apo xwedî nirxên mirovatî, demokrasî, azadî, sosyalîzmê xwedî derdikeve. Ji bo vê ew hêzane lazim e li Rêber Apo xwedî derkevin. Qedera xwe û ya Rêber Apo bikin yek. Li dijî komplo, li dijî tecrîdê bisekinin û şerê demokrasî û azadiyê bilind bikin. Ji bo ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, lazim e têkoşînê bilind bikin.

"Piştî ku sîstema Sowyetê belav bû gelek valahî çêbûn. Sîstema kapîtalîst modernîte xwest wê valahiyê dagire, li cîhanê desthilatdarî, hegemonya xwe îlan bike. Ji ber wê kete şerekî îdeolojîk û psîkolojîk, leşkerî û çandî. Her ku çû ew şer di asteke pir bilind de bi pêş xist. Ji vê re dibêjin şerê Hîbrît. Di roja me ya îro de şerekî bi vî rengî tê meşandin. Rêber Apo çiqas ku li Enqereyê destpê kir, li Bakurê Kurdistanê têkoşîn bi pêş xist, ew têkoşîn li beşên din hat pêşxistin, di çarçoveyê Kurdistanê de derket, li ser Rojhilata Navîn destpê kir, bandor kir. Rojhilata Navîn ji bo sîstema kapîtalîst modernîte bingeheke esas bû. Ji ber wê lazim e ew tesîra ku Rêber Apo li ser Rojhilata Navîn çêdikir pêşî bihata girtin. Ji ber ku sîstema kapîtalîst modernîte dixwest li cîhanê hegemonya xwe çêbike. Ew rê jî ji Rojhilata Navîn derbas dibe. Ji ber wê li Rojhilata Navîn ji bo sîstema kapîtalîst modernîte çi astengî, metirsî çêdibe lazim e pêşiya wê bigirtana. Xeteriya, asteniya ku Rêber Apo çêdikir dîtin, ji ber wê, wê çawa pêşî lê bigirin, ew ji xwe re kirin esas. Ji bo karibin Rojhilata Navîn li gorî sîstema kapîtalîst modernîte bi rêxistin bikin, berjewendiyên xwe li vê herêmê bi ser bixînin. Eger Rojhilata Navîn bi destê xwe nexin, nikarin hegemonya xwe li cîhanê bi pêş bixin, îlan bikin. Ji ber wê gelekî girîng bû. Ji ber ku astengî, metirsiya mezin Rêber Apo çêdikir, çare di kî derê de dîtin? Ku komployeke navneteweyî bikin, Rêber Apo bê tesîr bikin. Wê demê dikarin bi rehetî mudaxeleyî Rojhilata Navîn li gorî armancên xwe bi pêş bixin. Eger ku komploya navneteweyî bi pêş xistin, ji bo armancên xwe ku li Rojhilata Navîn li ser wê li cîhanê bi pêş bixin, ew komplo kirin.

HER KES DIFIKIRÎ KU RÊBER APO, PKK Û KURDÊN AZAD WÊ TINE BIBIN

Dewleta Tirkiyeyê jî xwest ji vê yekê feydeyê bibîne, ji bo karibe armanca xwe, tasfiyekirina PKK'ê, qirkirina Kurdan temam bike. Lê belê çiqas di vî alî de hem sîstema kapîtalîst modernîte kar kir, hem dewleta dagirker, qirker a Tirk kar kir dîsa jî encam wernegirtin. Ji bo encamê werbigirin lazim e hinek tifaqên din, têkiliyên din pêk bianiya. Li ser wî esasî bi Barzaniyan re, bi Iraqê re hinek tifaq kirin. Û dewleta Tirkiyeyê dibîne ku eger kevneperestî li Rojhilata Navîn ê desthilat, dagirker di bin pêşeniya xwe de negihîne hev, wê hêzê û hêza kapîtalîst modernîteyê negihîne hev nikare armanca xwe ya tasfiyekirina PKK'ê, qirkirina Kurdan pêk bîne. Dewleta Tirkiyeyê niha li ser wan esasan kar dike. Karekî pir metirsîdar dike. Lazim e gelê me, dostên me vê rastiyê baş fêhm bikin. Eger ku mirov vê baş fêhm neke mirov nikare têkoşîneke rast bimeşîne, mirov nikare armanca xwe, hêviya mirovahiyê pêk bînin.

Rêber Apo, kê komplo bi pêş xist, ji bo çi bi pêş xist, armanca wê çi ye, dixwazin çi bikin, lazim e li dijî komployê çawa bisekine, ku çawa bisekine wê karibe komployê pûç bike, tevgera gel û mirovahiyê li ser nirxê azadî, demokrasiyê bi pêş bixe, hêviya wan xurt bike, ew suwal ji xwe pirsî, di kesayetiya xwe de bersiva wê da. Her kesî digot Rêber Apo, PKK, Kurdê azad êdî xilas. Lê belê Rêber Apo ji ber ku komplo, hevalbendên wan baş şîrove kir û armancên wan baş fêhm kir, wê çawa komplo û armanca wê têk bibe, ew esas wergirt, ji ber wê xwe kir hêza çareseriyê. Lewma kesî bawer nedikir ku Rêber Apo wê hîn xurt li dijî komployê derkeve. Rêber Apo ji ber wê paradîgmayeke nû, ji bo gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê, ji bo hêzên demokrasî û azadiyê, sosyalîzmê, bi taybetî jî ji bo jin û ciwanan afirand. Hurmeta gelan, hurmeta jinê, hurmeta ciwanan, hurmeta yên ku ji bo sosyalîzm, azadî û demokrasiyê têdikoşin bilind kir. Ji bo wan hêviyeke mezin çêkir. Di şexsê xwe de komploya navneteweyî bi vî rengî têk bir. Xwest ku PKK, gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn, gelên bindest hemû, jin, mirovahî jî vê komployê têk bibin. Ku cîhan bikeve rewşeke nû. Paradîgmaya afirand li ser vî esasî bû. Ji ber wê her ku diçe ev paradîgma li cîhanê belav dibe. Her ku diçe Rêber Apo baş tê fêhmkirin. Gelê Kurd baştir tê fêhmkirin. Jinên Kurd baştir têne fêhmkirin.

SÎSTEMA KAPÎTALÎST JI BO XWE JI KRÎZÊ RIZGAR BIKE DIXWAZE ROJHILATA NAVÎN JI NÛ VE DÎZAYN BIKE

Tê zanîn di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de sîstema Sowyetê hate avakirin. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ew sîstem hîn fireh bû, xurt bû û bi pêş ket. Niha Şerê Cîhanê yê Sêyemîn diqewime. Rewşa kapîtalîst modernîte ne weke rewşa şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn e. Di nava krîz, kaoseke mezin de ye, dixwaze xwe ji wê rizgar bike, lê belê dike nake nikare. Ji ber vê yekê her ku diçe şer mezin dike. Şerê ku niha mezin dibe jî dibe ku li cîhanê hin nuqteyan heye, lê belê bi esasî li Rojhilata Navîn ew şer mezin dibe. Ew şer her ku diçe wê mezin bibe. Navenda wî şerî Rojhilata Navîn e, li Rojhilata Navîn jî Kurdistan e. Sîstema kapîtalîst modernîte, yên ku pêşengiyê ji wê sîstemê re dikin, ji bo di sîstemê de kaosê biafirînin Rojhilata Navîn ji xwe re kirine esas. Ji ber wê li Rojhilata Navîn her ku diçe şer mezin dikin. Dibe ku şer niha wer tê fêhmkirin ku tenê di destê Îsraîlê de tê meşandin. Ev tiştê ku li ber çavan e. Lê belê esas tiştê veşartî hene. Her ku diçe jî ev eşkere dibe. Sîstem Îsraîl bi pêş dixe, li Rojhilata Navîn dixwaze hem Îsraîlê biparêze hem jî desthiladariya Îsraîlê siyasî, leşkerî, dîplomatîk, aborî li Rojhilata Navîn xurt bike. Niha têkoşîneke welê dimeşînin. Dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin. Ji ber ku sîstema kapîtalîst modernîte di şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de jî li ser dîzayna Rojhilata Navîn bi pêş ketiye. Sîstem niha di nava kaosê de ye. Di şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de hin sazî ava kir, ew sazî hemû têk çûn. Ji nû ve lazim e sazî ava bibin, hevsengî ava bibe. Ji bo wê jî li ser Rojhilata Navîn şerekî pir germ dikin. Îsraîl vî şerî dimeşîne. Weke diyar dibe ku şer di navbera Îsraîl û Îranê de ye. Dibe ku aliyekî vê rast e. Lê belê şer ne tenê di navbera Îsraîlê û Îranê de ye. Şer bi esasî di navbera kapîtalîst modernîte û demokratîk modernîte de ye. Şer li ser wî esasî tê meşandin.

Dewleta Tirkiyeyê di vî şerî de wer dide diyarkirin ku ne razî ye. Li dijî Îsraîlê ye. Dewleta Tirkiyeyê ne li dijî Îsraîlê ye. Ji bo çi nakokiyan welê jiyan dikin, didin diyarkirin, ji ber ku dewleta Tirkiyeyê dibêje 'Ez dewleteke NATO'yê me, divê NATO, sîstema kapîtalîst modernîte min esas werbigire, ez ji bo wê amade me. Ji xwe ew ez anî ser desthilatdariyê ku qirkirina Kurdan temam bikim, tasfiyeya PKK'ê çêbikim. Ku li Rojhilata Navîn bikaribe sîstemek xurt ava bikin. Ji bo wê me DAÎŞ bi pêş xist. Niha hûn îro Îsraîlê esas werdigirin, hûn Îsraîlê didin pêş. Hûn hinek Ereban û Îsraîlê derdixînin pêş. Ev li dijî berjewendiyên min e'. Îran jî vê li dijî berjewendiyên xwe dibîne. Ji ber ku li Rojhilata Navîn hem Îran hem dewleta Tirkiyeyê berê dewletên mezin çêkirine, dîsa xeyalên xwe li ser wî esasî ne. Lê belê niha sîstem bi rêya Îsraîlê, bi rêya hin Ereban wan lawaz dike. Eger ku Îran, Tirkiye bi Îsraîlê re di nava nakokiyan de ne ji ber wê ye. Ne ku li dijî Îsraîlê ye dewleta Tirkiyeyê. Divê mirov vê jî baş fêhm bike.

Li ser gelê Kurd, gelê Fîlîstîn, gelê Rojhilata Navîn komkujî têne kirin. Kes dengê xwe nake. Çima? Ji ber ku dixwazin Rojhilata Navîn ji bo sîstema kapîtalîst modernîte ji nû ve bi rêxistin bikin. Ji ber wê naxwazin gelê Rojhilata Navîn di vî şerî de bi pêş bikeve, bi ser bikeve. Lewma li dijî gelan vî şerî dikin ku gel lawaz bikevin, ku nikaribin di vî şerî de encamê werbigirin ku karibin sîstema xwe ava bikin.

Mirov bala xwe bidin ser, yek Îsraîl dibêje me ewqas terorîst kuştin, yek jî dewleta Tirkiyeyê her roj dibêje me ewqas terorîst kuştin. Di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de hevrikiyek li ser kuştin û komkujiyan heye. Siyaseta ku tê meşandin bi temamî li ser vî esasî ye. Mesele di ku de ye? Îsraîl wê li Rojhilata Navîn hegemonya xwe bi pêş bixîne, ya dewleta Tirkiyeyê wê bi pêş bixe. Pirsgirêk di vir de ye. Lazim e em vê rastiyê fêhm bikin, ku nekevin şaşitiyan. Em li dijî vî şerî ne, em li dijî van komkujiyan e. Li hemberî vê jî em têkoşîna gelan, têkoşîna azadî, demokrasiyê, edaletê bi pêş dixin, em ê hîn bêhtir xurt bikin.

HÊZÊN SERWER NAXWAZIN LI ROJHILATA NAVÎN ÇARESERIYEKE DEMOKRATÎK PÊK WERE

Sîstema kapîtalîst modernîte, yên ku pêşengiyê ji vê sîstemê re dikin naxwazin li Rojhilata Navîn çareserî bi pêş bikeve. Çareseriya demokratîkbûnê, demokrasî, azadiyê bi pêş bikeve. Dixwazin pêşiya vê bigirin. Ji ber ku berjewendiyên wan vê dixwaze. Rêber Apo, PKK dixwaze Rojhilata Navîn di vî şerê qirêj de derxîne. Ji bo gelan pelekî nû veke. Dixwaze demokratîkbûnê, azadî, demokrasî edaletê li Rojhilata Navîn bi pêş bixe. Yekîtiya gelan, yekîtiya ol, çandan bi pêş bixîne. Vê ji bo berjewendiyên xwe metirsîdar dibînin. Lewma timî dixwazin di navbera gelan, olan û çandan de şer, qirkirin kûr bibe ku karibin di vir de armanca xwe pêk bînin. Ji ber wê dixwazin pêşiya çareseriya ku Rêber Apo dixwaze li Rojhilata Navîn bi pêş bixe, ku ne tenê li Rojhilata Navîn pêk tê li tevahiya cîhanê pêk tê, pêşiya wê digirin. Pêşî DAÎŞ, yên weke DAÎŞ'ê li Rojhilata Navîn bi pêş xistin. Vana destpêkê êrîşî kê kir? Êrîşî PKK'ê kirin. Çima? Ji ber ku dixwestin bi van pêşiya çareseriya neteweya demokratîk bigirin. Ji ber wê vana êrîşî Kurdan, PKK'ê kirin. Ji bo karibin li Rojhilata Navîn pirsgirêka ku sîstema kapîtalîst modernîte berê çêkiriye kûr bike. Li ser wî esasî karibin Rojhilata Navîn bixe xizmeta xwe. Hîn bêhtir jî dewleta Tirkiyeyê li pişt DAÎŞ'ê, wan hêzan cih girt, hîn jî cih digire. Dixwaze bi vî rengî xwe bide qebûlkirin, li ser Rojhilata Navîn û hem jî li ser sîstema kapîtalîst modernîte. Yanî ku hûn dixwazin li Rojhilata Navîn tiştekî bikin divê hûn bi rêya min de bikin, bêyî min hûn nikarin. Dixwaze vê bide qebûlkirin. Niha PKK, Kurdên azad li dijî vê sekinîn. Nehişt ku DAÎŞ, yên weke DAÎŞ'ê tehrîbatên mezin li Rojhilata Navîn bi pêş bixîne, pêşiya wê girt. Eger ku îro Rêber Apo, PKK, Kurdên azad li her cihî dibe hedef sedem ew e. Yanî dibêjin, we nehişt ku nakokî li Rojhilata Navîn kûr bibe. Em dixwazin vê kûr bikin, hûn pêşî lê digirin. Lewma dijminatiyê dikin. Eger ewqasî dijminatiyê li PKK'ê dikin, dijminatiyê li Rêber Apo û neteweya demokratîk dikin, sedem ew e. Ji ber wê divê ew çareseriya ku Rêber Apo ji bo Rojhilata Navîn, mirovahiyê bi pêş xistiye, hîn bêhtir bê xurtkirin. Têkoşîn li ser wî esasî çiqasî bê xurtkirin ewqasî daxwazên gelan, mirovahiyê pêk tê. Ew kaosa di nava sîstema kapîtalîst modernîteyê tê jiyankirin jî hîn mezin dibe, di wê de şoreşa demokratîk modernîte dikare bi pêş bikeve, bi ser bikeve. Ji ber wê şerê ku esas dibe di wê çarçoveyê de ye. Ji ber wê yê ku dibêje ez li dijî sîstema kapîtalîst modernîteyê me, ev sîstem li dijî civakbûn, mirovahiyê ye, li dijî jiyanê ye divê têkoşîna ku Rêber Apo ji bo gelan, mirovahiyê dike ji bo xwe bike esas. Çareserî di paradîgmaya Rêber Apo de ye. Çareserî di sîstema demokratîk konfederal de ye. Çareserî di rêya neteweya demokratîk de ye. Ji ber wê niha li Rojhilata Navîn ên ku li ser Rojhilata Navîn şer dikin sîstema kapîtalîst modernîte ye. Yê ku pêşengiya wê dike di nava wan de yê ku di serî de Emerîka, Îsraîl e, yek jî yê ku li ser Rojhilata Navîn armanca xwe heye Îran, Tirkiye ye. Lê belê sîstema kapîtalîst modernîte pêşiya Îran, Tirkiye digire. Ji ber wê herdu jî ne rehet in. Dibînin ku pêşketinên çêdibin nakeve xizmeta wan. Ji ber wê ne rehet in. Lazim e di nava van nakokiyan de şoreşa demokratîk modernîte bê pêşxistin. Wezîfeya her kesî li Rojhilata Navîn ew e."

"Li ser esasê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka Kurd, di 10’ê Cotmeha 2023’yan de pêngavek hate destpêkirin. Vê pêngavê ji derveyî Kurdan enternasyonalîstan pêş xistin. Gelê Kurd jî di vê de cih girt. Pêşengî ne Kurdan kir, derveyî Kurdan di gelek gelan de yên ku ji bo demokrasî, azadî, edaletê, wekheviyê têkoşîn dikin, wan pêşengiya vê pêngavê kirin û gelek ji wan di vê pêngavê de cih girtin. Ev pêngav rojevek çêkir. Rêber Apo, paradîgmaya Rêber Apo da naskirin û li seranserê cîhanê belav kir. Ji bo pêngavê yekê mirov dikare bibêje bi serkeftî temam bû. Li ser vê pêngava duyemîn li Kolnê mitîng çêbû, bi wê mitîngê destpê kir, hat îlankirin. Niha saleke xwe temam kir, em dikevin sala duyemîn. Sala duyemîn li ser sala yekemîn pêş dikeve. Wê xurttir jî pêş bikeve. Yên ku di vê pêngavê de cih girtin, ez yek bi yek silav dikim, pîroz dikim, hurmeta xwe ji bo wan diyar dikim.

Gelê Kurd di vê pêngavê de cih girt, vê pêngavê pêş xist, xurt kir, li cîhanê belav kir, bi enternasyonalîstan vê erkê pêk anîn. Ev ji bo gelê Kurd serkeftinekî ye. Dibe ku ev bi gelek êş û berdêlan çêbû, feqet gelê Kurd qezenç kir. Gelê Kurd wê li ser vê esasê qezencê xwe mezintir bike. Wê armanca xwe pêk bîne. Wê Rêber Apo bi fizîkî azad bikin, pirsgirêka Kurd çareser bikin. Bi vê munasebetê ez gelê me yê qehreman jî silav dikim, pîroz dikim, hurmetê xwe diyar dikim. Niha di vê pêngavê de gelek pêşketin, serkeftin çêbûn. Di van pêşketin û serkeftinan de rola enternasyonalîstan girîng e, esas e. Pêngava ku li ser qonaxa yekê pêş dikeve jî dîsa ew pêşengiyê wê dikin. Gelê Kurd jî di vê de ji her aliyê ve cih digire, xizmeta vê pêngavê dikin ku ev pêngav bi ser bikeve. Wisa diyare ku ev pêngav wê di sala pêşiya me de encam werbigire. Ji ber ku her ku diçe li cîhanê belav dibe, her ku diçe parêznameyên Rêber Apo tên xwendin, zêdetir xwendin çêdibe, hejmara kesên dixwînin her ku diçe zêde dibe. Divê jî ew xwendin û nîqaş zêdetir pêş bikevin, hejmarê ku tevlî dibin jî her ku çû zêdetir pêş bikeve. Ji ber ku Rêber Apo jî got, ‘Parêznameyên min li ku derê bin ez li wê derê me.’ Yanî serkeftina vê pêngavê bi vê re girêdayî ye. Çiqas parêzmane bên xwendin, bên fêmkirin, ewqas rastiya Rêber Apo, ev siyasetê ku li ser Rêber Apo, li ser PKK, li ser gelê Kurd tê meşandin jî zêdetir baş tê fêmkirin.

PARADÎGMAYA RÊBER APO ÇIQASÎ BAŞ BÊ FÊHMKIRIN WÊ XWEDÎDERKETIN JÎ EWQASÎ ZÊDE BE

Di vê pêngavê de ku me salek li pey xwe hişt, gel tê de cih girt, jinan tê de cih girtin, ciwanan tê de cih girtin, hunermend, şaredarî, bi taybet sendikaya Îngiltere, Îskoçya, hinek siyasetmedar, akademîsyen, parêzeran dîsa ên ku nobelê wergirtine û geleka bi vî şeklî kar kir, xîzmet kir. Eger ku Rêber Apo, paradîgmaya Rêber Apo hinde li cîhanê hat naskirin, nîqaş dibin, her ku diçe lê xwedî derketin çêdibin, hêvî çêdibin, rolê vana hemûyan girîng e. Ez vana hemûyan yek bi yek silav dikim, pîroz dikim, hurmetê xwe ji bo vana diyar dikim. Çawa heta niha karkirin baweriyamin ew e ku niha ve jî zêdetir kar bikin. Ji ber ku her ku diçe Rêber Apo, paradîgmaya Rêber Apo zêdetir fêm dikin. Çiqas fêm bikin wê xwedî derketin zêdetir pêş bikeve. 

Niha çawa ev pêngav hate pêşxistin, sîstema kapîtalîst modernîte jî li dijî pêngavê sekinî. Ji ber ku armanca wan ewe ku dixwazin Rêber Apo, PKK bêtesîr bikin û qirkirinê temam bikin. Ji bo vê bi temamî di qada navneteweyî de li dijî vê pêngavê disekinin bi her aliyê ve. Çawa hên ku komploya navneteweyî pêş xistin di vê de israr dikin, vêya bi tecrîda mutleq pêş dixin, dixwazin Rêber Apo bêtesîr bikin, PKK tesfiye bikin, qirkirinê temam bikin, li dijî wê jî di qada navneteweyî de her ku diçe li dijî siyasetê komplo sekînin jî çêdibe. Xwedîderketina li Rêber Apo û paradîgmaya Rêber Apo pêş dikeve. Ji bo vê şerekî di asta cîhanê de tê meşandin. Komplo di asta navneteweyî de be li dijî vê sekînin jî divê di asta navneteweyî de be. Vaye her ku diçe şer li ser vê esasî pêş dikeve.

Niha ên ku di vê pêngavê de cih digirin, ên ku ji bo Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, pirsgirêka Kurd çareser bibe çi dibêjin, dibêjin rewşa Rêber Apo dişibe yê Mandella. Ji bo Mandela çi hatiye pêşxistin divê ji bo Rêber Apo jî were pêşxistin. Rast e, hinek aliyên Mandela û Rêber Apo dişibin hevdu. Feqet hemû aliyên wan naşibe hevdu. Eve rastiyek e. Wextê ku ji bo Mandela di qada navneteweyî de tevgerek pêş ket, rewşa cîhanê cuda bû. Îro rewş pir cuda ye, şerê cîhanê yê sêyemîn tê meşandin. Û li dijî Rêber Apo komployekî navneteweyî tê meşandin. Ji bo vê gelek aliyên wan ên cuda hene. Dibe ku ê Nelson Mandela rehet pêş ket, zû encam da. Feqet tevgererekî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, wisa rehet, wisa zû, weke Mandela pêş nakeve. Divê em vê bibînin. Ji bo vê jî lazim e em tevgera ku pêş dixin, mezintir pêş bixin

DIVÊ RÊBER APO NAVENDA HEMÛ KARÊN ME BE

Yanî tevgerê tê pêşxistin pîroz in, feqet kêm in têre nake ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe. Li vir mirov çi encam derbixe? Lazime em tevgerekî hê mezintir pêş bixin. Ji bo vê lazim e her kesek xwe di vê de kilît bike. Temamiya rojeva xwe li ser vê esasî, karê ku dimeşînin jî li ser vê esasî bimeşînin. Di hemû karan de karê navendî Rêber Apo ye. Em ê çawa bikin ku Rêber Apo zû bi fîzîkî azad bikin? Ji ber ku her ku wext derbas dibe, ji bo Rêber Apo ne baş e, ji bo gelê Kurd, ji bo mirovatiyê ne baş e. Ji bo divê em zûtirîn tevgerekî pir xurt pêş bixin. Ew jî dimîne ser her kesekî. Dema her kesekî xwe di vê de kilît kir, hemû wesfên xwe ser vê esasê pêş xist, wê demê tevgerekî pir xurt pêş dikeve. Lazim e em tevgerekî bi milyonan kesan pêş bixin. Êdî lazim e milyon kes bimeşin, bi milyonan kes tevlî mitîngê bibin. Lazim e ên ku li ser mirovatiyê tesîra xwe heyî di van mitîng û meşan de cih bigirin û biaxivin. Xitabî wîjdana mirovatiyê bikin. Wê demê Rêber Apo zû bi fîzîkî azad bibe. Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, pirsgirêka Kurd jî bikeve rêya çareseriyê. Rastiya Rêber Apo û rastiya pirsgirêka Kurd wek hevdu ye hevdu temam dikin. Ji bo vê gel dibêje, ‘Bê Rêber Apo jiyan ji bo me heram e.’ Nêzîkbûna Rêber Apo ji bo me nêzîkbûyîn e, ji bo me nêzîkbûyîn ji bo Rêber Apo nêzîkbûyîn e. Ev heqîqetekî îfade dike. Hanî yekser di dîrokê de hewarî hene, bi dil bi temamî xwe kilît kirine ku Îsa, felsefeya Îsa di nav mirovatiyê de belav bikin, wisa jî belav bûye, pêş ketiye. Niha her kesek bi taybet jî endamên vê tevgerê yanî tevgera PKK, PAJK’ê lazim e wek hewariyan parastinên Rêber Apo belav bikin, bigihînin her cihekî. Li ser parêznameyan nîqaşan li her cihekî pêş bixin. Eger ku vêya bi vî şeklî pêş bixin ev pêşketineke di cîhanê de ji bo Rêber Apo, paradîgmaya Rêber Apo pêş ketî wê hê xurttir pêş bikeve, wê hê baş bê fêm kirin, xwedîderketina li Rêber Apo, gelê Kurd hê xurttir pêş bikeve. Niha di pêngavê de her kesek lazim e li ser vê esasî kar bike û bimeşe. Meşa me, karên me bi temamî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, pirsgirêka gelê Kurd çareser kirin e. Li ser van esasan ez ji bo her kesê serkeftinê dixwazim. Ez komploya navneteweyî şermezar dikim hêrsa ku di me, heval, gel û dostên me de çêbû lazim e hê xurttir bibe û bibe zanebûn, bibe rêxistin, bibe çalakî. Li ser van esasan ez carekî din we hemûyan silav dikim, we pîroz dikim, hurmetê xwe diyar dikim, dibêjim, Bijî Rêber Apo."