Ji çapemenî û raya giştî re!
Li Bakurê Kurdistanê ji ber şert û mercên zor û zehmet, erkê ku pêwîst yê pêvajoya em tê re derbas dibin û ji bo berpirsiyarên xwe bi cih bînin 5 hevriyên me
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Li dijî êrîşên dewleta AKP’a faşîst, ji bo bîranîna şehîdên berxwedana xwerêveberiyê û ji bo bîranîna 4 hevalên me yên li dijî êrîşên li hember Şehîdgeha Şêx Saît bi berxwedanek mezin şer kirin
- Ayrıntılar
Sal 1996, destpêka biharê bû. Di bihara wê salê de, konferansek hate lidarxistin. Di konferansê de, li ser pratîka derbasbûyî hate sekinandin. Lê, bi berfirehî li ser rastiya ku hatibû jiyîn nehate sekinandin. Ji ber ku wê demê Şemdîn Saqiq jî di konferansê de cih digirt û dixwest çemkên xwe yên çewt bide runiştandin. Wî digot; “pêwîste ji îro şûn de çalakî bi komên piçûk pêk werin. Artêşek mezin ne pêwîst e. Bi çalakiyên lê bixe û bireve, pratîk bimeşîne û zêde nekeve şer….”
Bi rastî jî wê demê di şer de xitimandinek dihat jiyîn. Her wiha ev nêzîkatiya Zekî ku xwe bi awayekî wisa dida pêş jî hîn zêdetir dibû sedema xitimandinê. Dîsa şêwaza ku wî dixwest di jiyanê de bide runiştandin, ji hêla gelek kesan ve nedihat dîtin. Her wiha ev rastî ji hêla kadroyên ku tevlî konferansê bûbûn jî nehatibû dîtin. Çalakiyên wê demê, piranî bi rengê tengavkirina dijmin pêş diketin. Ev jî dibû sedema xerckirina cebilxane û bê encamiyê. Çiqas carên ku encam nedihat girtin jî çoş û moralên hevalan xira dibû. Roj bi roj bêbawerî werîsê xwe li dora hevalan dipêça.
Lê, vejîna ku bi çalakiya hevala Zîlan hate afirandin bû pêl û pêlên narincokên jiyanê bûn mifta vekirina deriyê xitimandinê. Êdî şer xwe nû kir. Lewra, seranserî welat bû qada çalakiyan. Rê vebûbû, derî hatibû vekirin û êrîş li ser êrişê li dar diket. Yek ji van êrîşan jî, êrîşa li ser qerekola Etruşê bû.
Etruş bi xwe gundekî çetan bû. Di gund de jî, qerekolek hebû. Piştî ku gund hate valakirin, qerekol li ciyê xwe ma. Lewma jî qerekol ji bona me, bû armanca êrîşê. Lê, berî her tiştî plan pêwîst bû. Ji ber ku êrîşa bêplan têkçûn e. Li ser vê bingehê, me di serî de hêza neyar û parastina qerekolê naskir. Armanc ji holê rakirina qerekolê bû!
Destpêkê me cihê xwe di nava êrîşa li ser girê Şehîd Cîhad de girt. Di êrîşa yekemîn ya li ser vî girî de sê heval şehîd ketibûn. Yek ji van hevalan, hevalê Cîhad bû. Lewra, ev gir bi navê hevalê Cîhad tê bi nav kirin.
Li gorî planê, du kom ji bona ku di du aliyan de êrîş bikin hatin amadekirin. Yek ji aliyê rastê, yê din jî ji aliyê çepê ve…Girê li pêş qereqolê parastina qerekolê dikir. Gir, nêzîkî dused-sêsed gavan dûrî qerekolê bû. Li pişta qerekolê girekî din hebû. Lê, girê pêşiya qereqolê cihekî stratêjîk bû. Qerekol, bi çar-pênc giran dihate parastin. Lê girê Şehîd Cîhad, girê herî bilind û girîng bû. Ango; plana me jî li gorî vê girîngiyê hate amadekirin.
Di koma êrîşê de em heşt heval bûn. Pênc heval jî hatin alîkariya me. Milê din jî li gorî vê planê xwe bi cih kiribû. Hîn jî em li cihê xwe bûn. Saet mîna kîsokê giran giran dimeşiya. Çavên me jî li rêya hin hevalan bû. Piştî ku tîma kifşê hat û rapora devokî di derheqê qerekolê de pêşkêşî hevalan kir, li ser girîngiya vê êrîşê axaftinek hate kirin.
Roj, hêdî hêdî şûna xwe dida êvarê. Êdî dem bûbû êvar û çend stêrk li asîmanê rengderya diçûrisîn. Bayek hênik rûyê me dialast. Em jî dimeşiyan… Em gelekî meşiyan. Di hemû deverên me de xwêdan davêt û kincên me bi canê me ve dizeliqîn. Lê, em dimeşiyan. Saet di dehan de em gihîştin binê gir.
Hîn çalakî destpê nekiribû. Qordîneya çalakiyê hevalê Rûbar û Fîdel bûn û bi rêya bêtêlê pir aşkere axifîn. Tu nabêjî li milê rastî mayînan hatibû. Ji me re digotin; “hay ji mayînan hebin.” Neyar li ser vê axaftina vekirî, bi me hesiya. Dîsa Fîdel digot; “xwe hinek din nêzîk bikin” bi vê fermanê re, me xwe kêmek din nêzîk kir. Piştî axaftina bi bêtêlê, me hew dît ku leşkeran sengerên binê gir berda û berê xwe dan sengera jora gir.
Li dora saet yanzdehan kobra hatin û derdor bombebaran kirin. Leşkeran jî narincok davêtin derdora xwe. Du kobra bûn. Li cihê parastinê û dora gir dixistin. Çalakî li ber aşkerebûne bû. Di vê navberê de Fîdel dîsa axifî û got; “xwe hinek din nêzîk bikin.” Me jî xwe da cihek din. Neyar pir bombebaran dikir. Me hew dît ku narincokek ket navbera me. Guleyek G-3’ê li serê min ket û narincok di navbera me de teqiya. Hemû deverê canê me bûn parçên narincokê. Ez bi wê rewşa xwe zîvirîm nava hevalan. Gava hevalan vê rewşê dît derûniyeke neyînî û bêhêvî kete dilê wan.
Baskê me belav bû, reviyan ber bi jêre ve. Em sê kes di sengerê de man. Ez, Dilar û Qehreman bûn. Dîsa ji baskên din jî çar heval gihîştin me. Em li hev kom bûn, lê êdî em ji hişê xwe diçûn. Qederekê diçin, di nava xwe de gengeşiyê dikin. Alîkarê min bêtêla xwe winda dike. Li wir hevala Dilar dike qîr û dixwaze were min bibe. Gava nêzîkî min dibe, neyar wê didin ber gulebaranê û dikeve erdê. Hevalê Hekîm wê dibînê, hema di cih de çend daran kom dike û wê datîne ser. Wê ber bi jêr ve dibe û li cihekî vedişêre.
Ez li wir mam, hêdî hêdî dibû sibe. Ciyê ku ez lê dimam helizên wê zaf bilind bûbûn. Ew bû hêlîna stara min. Wê min ji neyarên çavsor parast.
Gava bû sibeh û rojê serê xwe rakir, tîrêjên rojê ez ji xew hişyar kirim. Lê, hîn jî baş nehatibûm ser hişê xwe. Piştî hatim ser hişê xwe, min xwe li binê gir dît û di ser serê min re leşker diçûn û dihatin. Ez wan dibînim, lê ew min nabînin. Lê, gengaz bû ku werin cihê ez lê me. Ez bi xwe jî birîndar im, parçeyek jî li singa min ketibû. Di cihê birînê de xwîn kom bûbû û bêhna min teng dibû. Lewra, ez nikaribûm rabim li ser xwe. hema di cih de min tiştên xwe bin ax kirin û narincokek xiste berîka xwe. Jixwe çeka min ne li gel min bû…
Daristan li ber çavên min ket. Xwe gihandina daristanê hêviya rizgariyê zêdetir dikir. Min xwe bi erdê ve xişikand da ku bigihîjim nav daran. Ji westandinê bêhna min teng bû. Bêyî vîna xwe dîsa ji ser hişê xwe çûm. Gava hatim ser hîşê xwe, dengê leşkeran dihat, wan xwe berdabû jêr, cihê ku ez jê hatim lêgerîn dikirin. Bi dengê wan re, rabûm ser xwe û min li jor mêze kir. Wê çaxê min destê xwe avêt narincoka xwe û amade sekinîm. Leşkeran qala xwînê dikir. Him ji ber birîndariya hevala Stî, him jî ji ber brîndariya min, şopa xwînê li wan deran mabû. Min dibihîst ku digotin; “birîndar bûne.” Ez rabûm û hêdî hêdî min xwe xişikand û xwe dûr xist. Ji bin venêra wan derketim. Qederê deh gavan bi erdê ve xişikim. Gişhiştim cihekî. Lê, pir germ bû. Dora saet deh bû. Di birînê de kûrm çêdibûn. Min xwe xist goleke avê. Avê ez hişyar kirim û bandorek erênî li ser min kir. Ev yek hişt ez pêncî-sed gavên din dûr herim. Lê, birîna di serê min de pir vebûbû, lewma min bi parçeyek şûtik girêda.
Lê min av venedixwar ji ber ku vexwarina avê ji bona birîndaran xeter bû. ji ber vê yekê tenê min dev û lêvên xwe şil kir. Wisa qederek din çûm. Êdî bûbû şev. Xwezayê kirasê tariyê li xwe kir. Lê, ronahiya heyv û stêrkan, rengê vê kirasê vedikir. Min jî xwe di nava şikêrekî de veşart. Taqeta min nemabû. Pir birçî û tî bûbûm.
Di birîndarbûnê de tişta herî nexweş tenêmayîn e. Min jî bi hestên kûr û kelegirî li rêka hevalan dinêrt, dema min şopa pêlavên hevalan didît pir kêfxweş dibûm. Lê, çi feyde dîsa tenê bûm û rondik xwe ji çavên min berdidan xwarê… Armanca min ew bû ku ez xwe bigihînim hevalan. Şehadet qet nedihat bîra min. Moralê min li cih bû. Lê, gava min xwe tenê didît, dilhestiyariyê ez dipêçam û dibûm dîlê wê…
Çûm di nava şîkeran de razam. Lê nêzîkî yekê şevê hişyar bûm. Min li dora xwe nihêrt, kes nebû, dîsa çavên min ketin ser hev. Roja din ketim rê. Min digot ez xwe bigihînim Dola Şifreza, qerekoleke vala li wir hebû. Li gel wê jî, gundekî vala hebû. Di wê dolê de kes nebû. Ev dol rasterast diçû Çemço, herêma ku heval lê hebûn. Hêdî hêdî meşiyam. Min dartûyek dît û birçîbûna xwe bi xwarina tûyan şikand. Xwarina tûyan ji bona min bû hêz, lingên min ketin tevgerê. Dîsa meşiyam û li min bû şev. Wext wisa derbas dibû. Çûm keviya avekê û min xwe dirêj kir. Ji tîna kezeba min dişewitî! Lê, min av venexwar, tenê dest û rûyê xwe şil kir. Ji bona ku avê venexwim min li ber xwe dida… Lê min devê xwe xist nava avê û wisa di xew de çûm. Tu nabêjî tîmek heval li jorî min bû. Ez jî, li ser rêya wan bûm. Tîma hevalê Remezan yek bi yek di ber min re diborîn û avê vedixwarin. Nêzî bidawîbûna tîmê deng hate min, hema di cih de rabûm û min kir qîr:
-Hevaaaal!
Hevalek bi navê Rizgar pirs kir;
-Tu kî yî?
-Ez heval im.
Çima tu li vir razayî?
Wî got qey yek ji tîma wan razaye û got;
Rabe, bimeşe.
Ez hevalê Çiya me.
Çiya şehîd ketiye, tu ne Çiya yî!
Hevalan tekmîla şehadeta min dabû.
-Çiya şehîd neketiye, ez li vir im.
Hema wî hevalî qîrek da tîmê û heval hemû kom bûn.
Heval hemû dilşad bûbûn. Li gorî wan miriyek ji nû de vejiyabû. Ez jî ketim xeyalekî xweş. Te digot qey ez nû hatibûm cîhanê, mîna zarokekî şa bûbûm. Min çîroka xwe tev de ji hevalan re anî ziman. Hema di cih de darbestek çêkirin û ez danîm ser, birim gund. Em çûn gundê vala yê bi navê Şifreza. Li wê derê hevalan ez derman kirim.
Êdî hestên min govend digerandin û sergovendkêş dil bû. Vê carê jî rondikên şahiyê bûbûn destmala dil ku li serê govendê dihejiya. Êdî ez gihabûm hevalan...
Çiya KOBANÊ
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 1’ê Gulanê de di danê êvarî gerîlayên me li hember Fermandariya Jendermeyan a navçeya Pîran a Amed’ê çalakiyek berfireh a sabotajê li dar xistin. Her wiha hêzên me
- Ayrıntılar
Ji gellême yê walat parêz û raya giştî re!
Dewleta AKP'ê ya faşîst, ku di 25'ê Tîrmeha 2015'an de li dijî gel û tevgera me li ser bingeha Plana Têkbirinê şerekî topyekûn da destpêkirin, tevî ku li Sûr, Cizîr û gelek bajarên Kurdistanê bi rengekî bêperwa terora dewletê meşand
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Li dijî êrîşên faşîzane yên artêşa tirk yên li Kurdistan’ê di meşine li hemberî van êrişan çalakîyên bi bandor yên gerîlayên me berdewam dike. Li gor ve
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Yek ji lingên herî girîng a şerê qirêt ku artêşa TC’ê li Kurdistanê dimeşîne, bi awayekî zêde ji aliyê medyaya şer tê bikaranîn. Koma Qesra faşîst a ji şerê dagirkirinê ti encamên cîdî bi dest nexistin
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 28'ê Nîsanê de saet di 12:00 de hêzên me yên gerîla li hemberî leşkerên artêşa TC a li ser rêya Colemêrg-Çelê kontrol dikirin, çalakiyeke sabotajê pêk anîn
- Ayrıntılar
Jineke ku bi aliyên xwe yên erenî yan jî neyînî li ser tevgera jina azad bandor kiriye jî dayika min e. Îro salvegera yekemîn a mirina dayika min e.
- Ayrıntılar
Dîrokê her tim mirovên leheng afirandiye. Dîroka gelê me de jî yên wekî Egît, Erdal, Zîlan û Berîtan û bi hezaran şehîdên bi rûmet, erdnîgariya Kurdistanê afirand û ev erdnîgarî qehremanên bênav dide jiyîn. Lê dîroka wan nedihate nivîsîn.
Serheda dilbirîn gelek xort û ciwanên xwe dan vê axê. Hinek ji wan yên vê xakê bûn. Dilê gel de kulîlkên berfînê bûn. Şîn dibun di binê keviyên berfê de. Serî radikirin ji bona jiyana vî gelî. Bedena xwe dikirin mertal. Ciwan û zarokên heviya Ehmedê Xanê, wek çîroka Mem û Zînê evîneke bêhempa dijiyan. Ev ciwanana li çiya û zozanan dibûn rêhevalên şiverê berf û serma û seqemê… Dibûn bersiva evîna Ehmedê Xanê.
Heval Berxwedan bûbû ewrek biharê û ev ewrê jiyanê ji Xerzanê berê xwe dida Serhedê. Rêheval Berxwedan Koçer di sala 1996’an de dest bi gerîlatiyê dike. Li Botanê û Serhedê karê xwe dimeşîne. Naskirina me di 2006’an de li Tendurekê çêbû. Gava min wî dît, min moralekî mezin jê girt. Ew gerîla bû, di cihê xwe de nedisekinî û hevalekî pir hişyar bû. Disiplîna wî nedihişt ku mirov bikeve nav kêmasiyan. Ji xwe bawer bû. Ji her tiştî re wêrek bû. Ew sekna wî ya bi heybet i carî serî neditewand. Rê û rêzikên gerîla her pêk dianî. Di meş û jiyana wargehê de her tim şiyar bû. Carinan mirov xwe bi xwe digot rêheval Berxwedan razaye, lê gava ku me dengekî biçûk jî derdixist pê re çavê xwe vedikir. Rêheval Berxwedan di milê leşkeri de ti carî tawîzan nedida.
Rojekê em li Geliyê Zîlan bûn. Em çend hevalên bi navê Ş.Berxwedan, Ş.Karker, Ş.Gabar (Koçer), Ş.Sîpan, Ş.Brûsk û çend hevalên din li gel hev bûn. Berdestê siharê em gihaştin qampê.. Di nav qampê de keviyên berfê jî hebûn. Em li qampê rawestiyan lê xewa me yekî jî nedihat. Cih zozan û derdor jî ripîrût bû. Ji boyî ku ti kes me nebîne, pêwîst bû beriya roj hilbe me ava xwe bianiyana. Me ava xwe ji keviyên berfê peyde dikir. Çend şaşal û reşoyekî me hebû. Lê tiştekî ku em bişewitînin nebû. Ne gunî û ne jî kemre. Me reşo girtibû ku ji boy em çayê çêkin. Lê emnikaribûn serî bi sermaye re derxin. Tahma rêwîtiyê di çayeke kelî de heye lê çaya me jî çênedibû. Sisê an jî çar şevên me hebûn.Êdî roj hilabû û xewa kesî ji me nedihat. Ji boyî ti kes me nebîne em ji nav kebiran dernediketin.
Di wê navberê de Ş. Berxwedan çend bîranînên xwe ji me re vegot. Bîranîna wî li ser çay çêkirinê bû. Di ber re jî digot; ‘‘tahma gerîlatiyê hindeki jî di çêkirina çay de ye’’ pê re jî; ‘‘Hûn jî dizanin ku me ev çaydan li ser pişta xwe ji Başûr hetanî vir vala vala neaniye, ger em çayekê ji vî çaydanî venexwin qet nabe.’’
Bîranîneke xwe ya dî jî wisa dianî ziman; ‘‘Em li qada çaran, nêzî çiyayê Allah û Ekber bûn. Dîsa ne gunî û ne jî kemre hebûn ango tiştekî ku em pê agirê xwe geş bikin nebû. Wê demê min şiveke hişk kir çar parçe. Pişt re min çewalekî naylon bi kêra xwe veçirand. Ew çewalî li şivan pêça û bi sê keviran kuçikekî çêkir. Çaydan tije av kir û danî ser kuçik. Agir bi naylonê li şivan pêçayî xist û bi vî awayî parçeyên şive jî şewitîn. Hemû hevalan got; ‘‘ew çaydan bi çar parçên şivikê re dê çawa bikele?’’ Lê Ş.Berxwedan got; ‘‘Ev naylon û parçeyên şivikê wê çaydan zû bikelîne. Ji ber ku min kuçik gelekî nizm kiriye û têna agir hemû li bine çaydan dide. Dê ev çaydan zû bikele û hetanî êvarê em bê çay namînin.’’
Gerîla li ku be jî divê cihê wî neye zanîn. Dema mirov di çeperan de be, bêdengî gelekî girîng e. Dema mirov din av kevir an jî dolekê de be, dûyê agir mirovan deşîfre dike. Ew roj bi van gotinan tecrûbeyên xwe ji me re vedigot. Ew roj bi çar parçên şivikan û naylon hetanî berêvarê ji me re çar caran çay çêkir. Şevê gava dimeşiya her tim çeka xwe di destê xwe de digirt. Nediavêt milê xwe. Ji bo pevçûnan her dem amade bû. Saet 12’ê şevê bû. Em ketibûn cihekî xeter. Gund û zomên çaşan bûn. Em bêdeng û pir veşartî dimeşiyan. Ew li pêş bû ez jî li pey wî bûm. Em ketin nava newaleke biçûk. Ew beziya ez jî li pey wî beziyam. Çawa derket li ser lêva dolê dengê fîşengekê hat. Hevalên din re qîr kir got; ‘‘xwe biavêjin erdê’’. Her hevalek xwe avêt erdê lê ez li ser ling mam. Paşî min jî xwe avêt erde. Wê şeve em li dolekê man. Li derdora me bi tenê majyak ango qirşik hebûn. Heyanî evarê em di nav wê dolê de man. Şivanek sibê heyanî evarî li derdora me diçû û dihat lê me nedît. Lê şivanekî din bira pêzê xwe wenda kiribû û li bira xwe digeriya. Berêvarê bi rasthatinî ber bi me ve dihat. Me xwe baş veşartibû. Zilam hetanî ser serê me jî hatibû. Ş. Berxwedan rabû û zilam pêşwazî kir. Jê re got rûne, zilam rûnişt û ketibû şoqê. Vile vila wî bû û nezanîbû çi dibêje. Ş. Berxwedan ew teselî kir. Zilam piçek ser hişe xwe ve hat. Lê dîsa ditirsiya. Ş. Berxwedan riya xwe berdabû û dirêj bûbûn, ji ber vê jî zilam jê pir ditirsiya. Ş. Berxwedan me bi şivan da nasîn. Zilam hêdî hêdî bi ser xwe ve hat. Me zilam li cem xwe hişt heyanî tarî baş kete erdê pişt re jî me şivan berda. Zilam dema ji me veqetiya giriya û bi vî awayî ji me dûr ket.
Gava em di rê de dihatin cihê ku Ş. Berxwedan lê derbas bûbû bi me dida nasîn. Ji ber ku berê li van dera mabû bîranînên xwe jî ji nû ve bi bîr dianî. Pişt re ji me re behsa birîndariya xwe kir. Di 7’ê Tîrmeha sala 98’an de li Sînekê ketibûn pevçûnekê. Pişt re got
Nên xwe wisa domand; ‘‘em li qampê bûn. Dijmin berdestê sibê derdorê li me girtibû. Bi tang û panzêran ve bi ser me ve dihatin. Di ber destê sibê de şer destpê kir. Li cihê ku em lê bûn kevir qûçek(qelaç) hebû. Ev qûç li hawirdora xwe cihê herî serwer bû. Bi hêsanî me çeperên xwe girtin. Di pevçûnê de du hevalên me şehit ketin. Hevalê Nûman Amed û hevalê Akîfê ji Başûrê biçûk bû. Ji bilî vê sê heval jî birîndar bûn.Ez ji ling û pişta xwe ve birîndar bûbûm. Dema tarî ket min xwe ji cihê pevçûnê dûr xist. Roja dîtir, dijmin hatibû hetanî nêzî min. Heta êvarê li ber min çûn û hatin lê ez nedîtim. Hevalên din, birîndarên me biribûn û ez ji wan veqetiyabûm. Nikaribûm li ser linge xwe bimeşim ji ber vê jî min xwe li erdê dikişkişand. Bi giştî du rojan wisa li ser zik min xwe kişkişand. Piştî du rojan min xwe gihand zomekê. Yên li wir li min xwedî derketin û birîna min derman kirin. Piştî mehekê ez bi ser xwe ve hatim û min gelekî bêriya rêhevalên xwe kiribû. Lê min hay jê nîn bû ku, dijmin gotiye me PKK’yîyekî bi birîndarî girtiye û her roj em bi xwe re digerînin. Ev kesê di deste me de her kesî dinase û wê navê we hemûyan ji me re bêje. Ji ber vê yekê gundî ditirsiyan û ji hevalan acis bûbûn. Ew zoma ku ez lê bûm, mirovên li wir jî dixwestin rojek berî rojekê ez baş bibim û ji gel wan biçim. Hevalên me di destpêkê de ji van gotinên dijmin bawer nedikirin. Lê piştî agahiyekê jin negirtibûn êdî ew jî bi van gotinan bawer dikirin. Lê hîna jî min nikaribû xwe li ser lingan bigirim. Ne darek û ne jî gopalek hebû. Ji neçarî min qarnasa xwe ji xwe re kiribû gopal. Paşî min ji wê zomê xatir xwest û ez ji wir dûr ketim. Ez ketim rê û ez li hevalan digeriyam. Ez difikirîm, gelo ezê hevala li ku bibînim. Min berê xwe da Sînekê berêvarê bû û min xwe nezî zomekê kir. Ez çûm zomê ji min bawer nekirin. Gotin em hevala nas nakin qet nehatine vir. Dema ku min xwest derheqê hevalan de ji wan agahî bigrim gotin hinek mirov tên. Min ji wan pirsî ew kîne? Gotim em nas nakin. Min xwe da kêlekê ku çi bibinim, heval ber bi malê ve dihatin. Xwediyê malê çû ew pêşwazî bike hîna wan fêm nekirî min qîr kir û ji keyfa xwe avête hevalan. Min ew hemêz kirin. Heval matmayî bûn lê dema min ew hemêz kirin ew jî neçar man û ez hemêz kirim. Hevala despêkê bi balkêşî li rûyê min nêrîn. Dest dan guhê mink u bê kah atine jêkirin an na. Pişt re heval fêm kirin ku di derheqê min de tiştên ku dijmin belav kirine yek jî nerast e. Bi wê kêfxweşiyê em çûn cem hevalên din jî. Çawa hevalan got hevalê Berxwedan hat, hevalê Yaşar û hevalê Delîl jî ji çeper derketin derve ew jî gelekî kêfxweş bûn. Wê carê jî me hevdû sax dîtibû. Ji ber wê jî ez pir hestiyar dibim.’’ Dema ku rêheval Berxwedan bîranînên xwe dianî ziman te digot qey ji nû ve wan dijî. Niha her sê heval jî şehîd ketine. Ş.Berxwedan, Ş. Yaşar, Ş.Delîl…
Yên zindî mane jî em in. Ew bîranîna zindî mirov dibe demên kûr û dûr. Mirov bi hevalê Berxwedanra her tim zindî bû. Mirov digirt dibir dixist nav deryaya jiyanê. Her behsa bîranînên xwe dikir û hevalên pê re jî dibûn kesayetên di nav wan bîranînan de. Rêwîtiya bi rêheval Ş. Berxwedan re pir xweş û bi tahm bû. Me jî dixwest em bi te re bibin Hemze, Şoreş, Birûsk û me jî xwest ku bibin şervanên te. Li benda te ye hevalê Seyfî bi hesreta dîtina Çaran, Şoreş bi hesreta dîtina warê bav û kalan. Hevalê Şoreş hîna wê vê axa pîroz maç bikirana û wê gundê xwe dîtibana. Hemzeyê pêlewan xwe ji tolê re deyindar dihesiband. Ew ken yê hevalê Sîpan bû ku çemê Arasê bêdeng dikir û dibû pirek ji dile pak ê rêhevaltiyê re. Ma birûsk nebû yê deste xwe dihejand. Û digot ne tenê niha piştî xwe jî ava bikin. Pênc hêvî bûn avek û xwe ji çemê Sîdar bi xuşînî berdan li nav çemê Arasê. Her tim di dile wan de bû rakin ala pîroz û li ser sere çiyayê Allah û Ekberê biçikînin. Ma ne şehîd digotin ku; li ser gora me dile gelê me heye û bo vê jî em dilaram in.
Di sala 2008’an de hevalê Berxwedan û çend hevalê xwe wê ji Çemçê derbasî herêma Çaran bibûna. Hevalên me ji boyî çemê arasê derbas bikin, diçin cihekî nêzî Qaqizmanê. Lê her pênc heval jî di 20’ê Avrêla 2008’an de bi encama komployekê dikevin pevçûnê. Rêheval Berxwedan hetanî êvarê li ber xwe dide û ji ber ku hevalên dinê şehîd ketine ew jî paşvekişînê ji xwe re qebûl nake û hetanî fîşenga xwe ya dawî şer dike. Pişt re bi qehremanî tevlî karwana şehîdan dibe. Pêkanîna hêvî û xwestekên Ş. Berxwedan, Ş.Hemze, Ş.Birûsk, Ş. Sîpan û Ş. Şoreş erka me ye. Ji me re ala deste xwe hiştin û vê alê li lûtkeya çiyayan çikandin deynê stûyê me ye.
23.02.2010/ Çemçê
Dem Agırî
- Ayrıntılar
