Hêzên dijmin, dema li hember neyarên xwe bi bin dikevin û bidestxistina tiştên ku jê hatiye stendin, tol hilanîn, ew çarenûsê berovajî kirin û di esasê xwe de ev hêzên li dijî hev bêhtir; di nav hewldanên hevdû bêbandorkirinê de ne. Şer bi awayekî giştî wisa tê zanîn. Ji boyî tevgera azadiya gelê Kurd jî, wek tê zanîn roja 15´ê Tebaxa 1984´an destpêkeke mîladî ye. Êdî hin tişt guherîbûn. Di zimanê Kurdan de tişta ku wekî `Çarenûs`dihate zanîn; ` Kurdistana xeyalî li vir encax evînek bêbersiv e”...
Şerê rastîn wê li hember vê nêrînê bihatana dayîn. Aliyê teknîkî yê vî karî zêde girîng nîn bû. Ya girîng ew bû ku vê ferasetê di mejî û ruh de hilweşandin bû. Ma ji ber vê sedemê jê re nabêjin; ruhê 15´ê Tebaxê? Ma yê ku lez û hêz dane vî ruhî jî; bi vê vînê nayên nasîn? Xeyrî, Kemal, Mazlûm, Egît, Erdal... û gelek hevalên şehîd ku me navê wan nenivîsiye....
Hûn dikarin xwezayê bi nediyariyan pênase bikin, lê dozek, ku çarenûsa gelekî tê de be, şensekî me yê wisa ku bi nediyariyan pênasekirin nîn e. Rastiyeke ku di dîrokê de heyî; bi rengdêreke kurmancî: ´Jîr´, berpirsiyariya ku her dil karibe rake hewce dike. Ji ber bextreşiya dîrokê, şensê we yê ´bê teorî´ rêyên we nediyar dihêle, bi gotina Rêbertî; ´demjimêra lêder a dîrokê´ têkoşînê nîşanî me dida. Şensê mejî yê ku em dibêjin; di hundur, di nav herdû hestîkê sindande difikire di van kêliyan de mirov û vînên ku van şert û mercan karibe rake diafirîne. Vîna ku çavkaniya xwe ji Heqî Karer digire; diyalekta fedaîtî û nemiriyê dê bi navê ´Partiya Şehîdan´ pênase bike. Berxwedana zindanê; nasname, giyan, vîn û felsefeyeke berxwedanî ya bêtawîz amade kiribû:
Berxwedan Jiyan e´, ´Ez, bi qasî ku di oxira wê de canê xwe bidim ji jiyanê hez dikim´, ´Li ser kevirê gora min bila deyndarê Kurdistanê ye bê nivîsîn´... Ev hevok di dil û mejiyê kesên ku barê têkoşînê hildane de bûne zagonên zindî. Ev çanda ku ji Fermandar Egît destpê kir û hetanî Bêrîvanan, Zekiye Alkanan, Rahşan, Zîlan, Ronahî û Erdalan hatî, li ser vê bingehê têkoşînê bilind kirin û vî mîrasî ji wan girtin û ji peyrewêxwe re hiştin. Fermandar Erdal jî xwedî kesayet û taybetmendiyên ji vê çandê bû.
Botaniyekî ku jiyanê kêlî bi kêlî dijî...
Çîroka tevlîbûna Erdal: Berî tevlîbûnê, ji pirs pirsînê bêhtir, bi tevlîbûnê re pirsên ku ji xwe dipirsî û bersivên rast didît bû... Belkî jî ev şêweyî wî yê bîrbirinê, wî ber bi çiyayan ve bir û bi çiyayan re kire yek. Ji xwe re bifikirin; hûn li Ewropayê mezin bûne, bi Kurdî nizanin û li herêmeke wek botanê dijwar hûn gerîlatiyê dikin. Botan -ku wek cîhaneke din e- erdnigariyeke ku jiyan li ser pişta kêrê ye. Jiyan li ser kêliyan e... Ji boyî fermandar Erdalê ku, her tim di nav lêgerîna nasnameyeke nû û ti carî jiyana Ewropayî di kesayeta xwe de nehewandibû, ev rasthatineke mezin bû. Ji ber çavdêriya xwe ya balkêş a jiyanê, hişt ku ji çanda berxwedanê bi qasî têra wî bike rahişt û di kesayeta xwe de da rûniştandin. Zanibû li xwe û li jiyanê piralîbinêre. Zagonên civakî û resenatiya kesayetankeşf kir û bêhtirîn naskir. Sedemeke nedogmatîkbûna wî jî ev bû. Pirsa ku, ji ku derê,çi û çiqasî bigirim, wî ji yekalîbûnê dûr kir û hişt ku piralî bifikire û analîzan bike. Dema we li Erdal binêriyana, we yê bigotana Erdal Botaniyekî resen e. Govendên Botanê bi qasî Botaniyekî dizanibû, di govend û moralên gerîla de dibû çavkaniya coşa hevalan. Asta tevlîbûna wî ya pratîkî û serweriya herêman pir li pêş bû. Di şerê gerîla de; divê hûn bi qasî şivanekî herêmê binasin û bi qasî gundiyekî karibin çiyayên herî asê derbas bikin. Sedem jî ew e ku; hûn ê her û her rastî van mijaran werin. Îja Erdal jî; her kevirê botanê bi qasî ku çavgirtî bibîne baş nasdikir. Her wiha ji Botaniyekî zêdetir hûrguliyên di derbarê Botanê de dizanîbû. Li hin cihan navê qelaçan jî hene. Hevalê Erdal navê wan qelaçan jî dizanîbû. Di vî warî de, welatparêziyeke wî ya ji dil hebû.
Dikaribû hezar kesî veşêre û li dû xwe şop nehêle
Erazî deriyê xwe ji kesên ku jê hezbike re vedike û hezkiriyên xwe diparêze. Jixwe şer jî; bi erazî li dijminê xwe dayîn e. Vê yekê herî baş fermandar pêk tînin. Li Botanê we hezar gerîlayî bidana fermandar Erdal, wê hemûyan karibûna veşêre, bi cih bike û li dû xwe ti şopê nehêle. Şert û mercên herêmên ku biçê ji berê ve tehlîl û fahm dikir, tevlîbûna xwe li gor şert û mercên herêmê zû diguherand û bi ti awayî nedikete xevk û gumanan. Hevalê Erdal xwedî taybetmendiyên wisa bû. Kesayeta xwe her tim dı ber çav de derbas dikir. Di rewşên herî rihet û nerm de jî fermiyet, disîplîn û cidiyetê ji dest bernedida. Dema vê dikir jî, pir rihet û balê dikişand.
Her wiha di kêliyên şer û pevçûnên herî dijwar de kesên li der û dora xwe bi qasî ku wan bikenîne xwînsar bû. Ev kesayeteke wî ya sereke bû. Di taktîk û fermandayînê de gelş û gelemşeyan derbas dikir, tevlîheviyan çareser dikir û xwedî kesayeteke sade û ramanên azad bû.
Li hemberî dijmin gelek caran hêza xwe ya hundirîn bi kar dianî, yekîneyên li dûr ên gerîlayan hişyar kiriye û pêşî li wendahiyan girtiye. Li aliyê dî jî partiyeke ku ji we re rêbertî dike, bîrdozî û felsefeya wê hebû. Divê hûn vê bizanibin û bijîn. Fêrbûna van tiştan a rêhevalekî ku di eslê xwe de gundî çiqasî zehmet be, ji boyî rêhevalekî xwendekar jî ya din ewqasî bi zehmet e. Ya girîng ew e ku, herdûya di kesayeta xwe de rûniştandin e. Lê kêm kes dikare vê bi cih bîne. Fermandar Erdal, him ji aliyî bîrdozî ve û him jî ji aliyê jiyanê ve, vê taybetmendiyê herî bihêz bi cih anîbû. Ew her tim xwe perwerde dikir. Van tiştana li Botanê kirin, li Botanê xwestina pêkanîna van tiştan, ji boyî mirovekî baweriyeke bêdawî dixwest...
Wek terzê fermandayîn û kesayeta fermandar Egît; vîn, disîplîn û plansazî bi fermandar Erdal re xwe digihande jiyanê. Di vî derbarî de; ew jî ji wan kesên ku Fermandar Egît herî baş dişopand bû. Botan, bi Egît re şoreşê nas kir û tevlîbûnên destpêkê piştî fermandar Egit destpê kirin. Ew gel, ji Egît hez kir û fermandariya wî pejirand. Milîsên Botanê hîna jî ji dema fermandar Egît mane. Şehîd Erdal jî wek fermandar Egît; çanda gel biçuk nedidît, lê çanda heyî jî bi temamî nedipejirand...
Şehîd Erdal li Botanê peywirên mezin girt li ser milê xwe. Li Cûdiyê serkeftî bû û fermandariyeke mînak destnîşan kiribû. Di temenekî pir ciwan de partî wî wek Endamê Meclîsa Partiyê hilbijart û vesaziya wî wek Fermandarê Eyaleta Mêrdînê çêkir. Di komploya navneteweyî ya 15´ê Sibatê de her kes di nav şoqekê de bû. Lê Ş.Erdal ji wan hevalên ku ; herî zû bi ser xwe ve bên, komployê fêm bikin û bertek û acisiyên di nav tevgerê de herî zû bi rêxistin bikin bû. Piştî komployê eyaleta ku herî baş taktîkan bi kar anî Mêrdîn bû.
Vekişîna Başûr a gerîla, Kongreya 7. û pêvajoyeke wî ya kurt li Ewropayê çêbû. Di hemû van pêvajoyan de; sekna wî heman bû û her bi pêş ve diçû. Her wiha serkeftîbûna wî ne mijara nîqaşê bû...
Ji Erdalan Hetanî Medeniyan
Demên ku tasfiyekarî li tevgera me dihate ferzkirin, di civîneke tevlî bûbû de ev gotina wî; ´kesên divê bibin milîtan, divê pêwîstiyên milîtaniyê pêk bînin´ cewhera serkeftinên wî bû. Fermandar Erdal; di II. Konferansa HPG´ê de, Fermandarê Pêşeng ê Parastina Cewherî hat îlankirin. Wek fermandar Egît di pêngava 15´ê Tebaxê de rola sereke bilîze, fermandar Erdal jî bi heman ruhî xwe ji boyî pêngava 1´ê Pûşperê amade kiribû û divê berxwedan û parastina cewherî bi kesayeteke milîtanî çawa bê xwedîderketin, bûbû pîvan û pêşengê vê pêngavê.
Di demeke ku dijmin dixwest tevgerê belav bike û di gel de bêhêviyê bi pêş bixe de;HPG; bi kesayet ûhişmendiya fermandar Erdal, bi girêdayîna bêdawî a gel, şehîdan, Serokatî û bi têkoşîneke bilind, li hemberî radestîû tasfiyekariyê bersiv da vî dijminê xwînxwar.Hevalên ku ji xeta Erdal bandor girtin, bi sedan milîtanên ku ji wî rûhî sûdê wergirtin, li eniyên herî pêş têkoşiyan û bi pakrewanî gihaştin şehadetê. Ev gotina fermandar Erdal; ´kesên divê bibin milîtan, divê pêwîstiyên milîtaniyê pêk bînin´ ku ji xwe re kirin rêber ên wek Ş.Dijwar, Ş.Serxwebûn, Ş.Nûcan, Ş.Sorxwîn, û herî dawî Ş.Medenî, Ş.Adil, Ş.Ferhad, Ş.Kurtay û gelek milîtanên ku me navê wan neanî ziman, di kêliya herî xeternak a şer de xwe feda kirin. Ev milîtanên me hîna jî dibin jiyîner û domdarê ruhê Erdalan.
Dr.Bahoz Erdal