Hevalbendiya PKK navnişana jiyane yê û jiyan jî çavkaniya bîranînê ye. Di nav partiya me de bi hezaran bîranînên hevalan hêye. Ye kû li ser axa Mezopotamya jiyankirin bi hewra qek mirovên çiyayên azad û bûn sembola jiyana nû, li hemberê hemû êrîşên dijminên xwinxwar û çandxwar. Bi laşen xwe yên bedew, bi dilen pir mezin, li hemberê hemû teknîka xwinxwar wek firok, top û tanqan û leşkerên xwînxwar li ber xwe dan, heya kû rûh û xwîna wan hebî. Û li paş xwe bîranînên tijî wate û hewî û bi sedan derse kû mirov ji wan hevalan derxinî hene. Demeki kurt da jiyanekî mezin avakırın, tekoşîna xwe da.
Lê rastiyek şehîdên me hene kû dema em pênusa xwe hildigirin dest xwe û dixwazin rastiya jiyana wan hevalana bînîn ser ziman û binîvisînîn. Ji ber kû rastiya wan hevalan bi giştî binin ziman ancax jiyan bi xwe bîne ziman. Li her parçekî axe dema dijîn û li bin darekî dema dirazin, di her paşperekî da şerkirin yanê; mirov kari beji gelek rastiye wan hevalan, di her parçeyekî xweza da weşartiye. Û hinek tişt hene tene mirov kari bibini. Yên kû mirov binivisînî beşekî pir keme ya wî hevalî. Ew jî erka kû dikeve ser milême, em di jiyana xwe da bidin jiyankirin û bi sohbetên xwe bîranînên xwe û hevaltiya xwe de bi nivisandinê xwe de çiqas kemasiye me hebin jî ew ji erka meye.
Heval Koçer Kurdo bi hatina xwe ya Bakure Kurdistan sala 2006 ji bo êrişên hembere gel û serokatiye û xwedî bîranîna Heval Viyan derketin beri xwe da Cudi. Cudi’ya pîroz… bi rûkenî, kelecanekî pir mezin û her timi bi zimanê xwe yê Kurdî diaxiwi û xwedî li çand, zimanê Kurdî derdiket. Her tim jî pêş bû. Û di jiyana xwe da jî her timi hêz dida û moral dida hewirdora xwe. Xwedî li partîbunê derdiket û mile hişyarbûna leşkeri da li her tim jiyan dikir, bu rûkenî ya xwe zimanê xwe yê kurdiye şêrîn perqerde dida hevalan, her tim notê hewdîtînê serokatî û talimata partiye dizivirand zimanê Kurdî. Ji bo kû hemû Heval baş fehmbikin. Hewldanên xwe bi rûhekî pir germ û kelecanekî zorakekî rûken nezî perwerde dibû. Li hember şaşîtiyan her tim hişyar û xwedî helvest bû. Di jiyana xwe daher tim behsa hevalbendiye dema kû biçûk bu diçu hevalê girtî û bi kelecanekî behsa wan hevalan dikir. Tekiliyê xwe bi hevalên girtigehê tu car qut nekir û bi riya radyo name dişand wan re. Ji bo hevalên girtigehê da bi hestekî mezin behsa wan dikir. Yani her tim sohbeta wî tijî tijî bû.
Hevalê Koçer di demek kurt jiyankir li bakûr. Le tijî tijî bû û bi hewî xeyalên pir mezin dijî. Ew jî bu wek Lawikê Xerîp bû xerîba Cudî’ye. Û bere xwe da Besta. Sala 2009 bû. Di demsalabiharê da bi êrîşên balafirên şer jiyana xwe dest da û gihişt asta şehadeta. Bi hevalên Canxort, Şervan u Celal ra bere xwe dan şahadete û erka xwe ya PKK’yî bûne pêk anin, paş xwe da jî bi setan hewî, xeyalên azad û wateya jiyanê.
Bi şahadeta hevalan û Heval Koçer Kurdo gelekî giran bû. Û Heval gelek êşandin. Di milekî da ji ber kû gelek tiştên mezin hebûn bi wan ra, bikiribana nivîda ma. Şahadet jî her dêm û her kêlî bime ra dijî li Kurdistanê. Erka wan hevalana wê bi dehan Koçer we wan xebatan xeyalan bigihîjînîn seri. Mirov çiqas dixwazî hên zedetir xweşik binivsinie lê bele hin caran gotinên herî xweş nikarin wan rastiyan binin ziman. Ji ber vi yeki ez li wir dawî li nîvîsandine tinim, lê rastiya şêhidan ne bi pênûs ne bi ziman nayê gotin. Ancax mirov kari beji di tikoşîna xwe de tiştên kû wan xwestiye xwedi derkevi.
Hevalêwî Yê Tekoşînê
Rizgar Dilşêr