Zagros, dema mirov vê gotinê dibihîse, hestekî zirav weke bayekî sar xwe berdide nav hinavên mirovan. Çavên mirovan bi nêrîneke bendewar û bi rûkenbûnekî şaşmayî, mirovan mest dihêle. Ji vê hestê re, nav dîtin, gelekî zehmet e. Gelek caran mirov di wê kêliyê de, dikeve nav lêgerînekî, lêbelê lêgera çi?
Heybet û xof, bi vî navî çiyayên Zagrosê hatiye naskirin. Gir û lûtkeyên bilind, kendalên ku rûyê geliyan ji te vedişêrê, patikayên, bi serketin û sernivîsên bêdawî, di nava xwe de hemêzkiriye. Bêgûman, ev taybetmendiyên wê di nava mirovan de xofekî dide ava kirin an jî ger em bi zimanê bav û kalan bêjin “hinavê mirovan diqetîne”.
Piştî ku ez li gelek deverên Zagrosê geriyam, ev nav(heybet û xof) her ku cû di hundirê min de meraqek çêkir. Çima heybet û xof? Ji dûr ve bersiv dayîna vê pirsê, her çiqas hêsan be û gotin xwe li ser ziman ranegre, li beramberî pirsê mirov mat mayî namîne. Hetta bersiva vê pirsê bi jêgirtinin(alıntı) ji navdaran, wek ku Persan digot “çiyayên asî” û bi pênase kirina “çiyayên bilenet” ku ji aliyê navdar Îskender hatibû bi nav kirin, bi kar anîna hevokan vegotin tên xurt kirin. Di radeyekî de wate dayîna vê heybetê û xofê rast, dibe ku ev yek ji ber bilindbûna Cîlo, Çarçela, Govendê û ji asêbûna rêyên wê tê, lêbelê kêm e. Ger mirov tenê gundê Stûnê, Satê û Hergûş bibîne, an jî di nav geliyên wê de şop bi şop bigere wê bizanibe ku her çiqas di vê bersivê de para rastiyê xurt be jî, lê kêm e.
Meraqa min her ku cû zêdebû. Ketim nav lêgerîna bersiv dayîna vê pirsê. Her rojekê ku pêşve çû û li hin deverên Zagrosê geriyam, min dît ku her cihek ji cihên wê, hebûna xwe bi hin vegotinan vedibêje. Govendê tenê bi gonvend girtina xwe ya di palê de na, li ser serê wê şahiya mezin bi gelek xelekên govendê dixemilîne erşa xwe. Û bi gotina ger tu, nizanî dîlan bikî, xwe nêz neke. Piştî ditîna vê yekê, ev hevok xwe ji nav lêvin mirovan dertîne. Ger dijminê me, bi dîlan girtina Kurdan şarezarba ewqas binkeftin li wan deran jiyan nedikir. Li milê din Çarçela bi her çar cilên xwe, xwe delalî dihêle. Hele roja ku di asîmanan de mij hebe vê nazdariya xwe zêdetir dike. Çarçela qasî xweşikbûn û nazdariya xwe ewqas jî rêya dîtina xwe ango xwe gihandina wê, zehmet hîştiye. Di nava Zagrosê de mayîn, hebûna gundan li van bilindahiyan hişê mirovan bêpirs nahêle!. Gundên li binaniya çiyayên Zagrosê de, weke ku di rûpelên dîrokê de hatiye diyar kirin, ji gundên destpêkê yên ku mirovahî têde bi niştecîhbûne û jiyana bi berhemdar- rêkûpêk hatiye naskirin. Lêbelê yên dîtir, ji mirovan re hinekî cûda tên. Heya vir hîna ditîna Cîlo û deverên wê ji min re nebûye nesîb.
Lewma pênûsa min li hember cihên min heya niha dîtiye, xwe ji vegotina wan ranegirt. Stûnê gundekî ku dikeve pala girên Çarçela, Hergûş, li pala Govendê. Ev herdu gund, xwedan dîrokekî kevin in. Lêbelê dîroka wan xwe naspêre serdemên avahiyên gundên yekemîn, îxtîmala mezin avakirina van gundan, vedegere serdemên şerên di navbere îmberatoriyetên weke Pers û Roma de. Cihên welê di nava Zagrosê de derfeta xwe parastin û xwe têr kirin dide. Axekî bi bereket, ava xwe zêde, rojekî bilind û ya herî girîng cîhekî ku dijmin nikare xwe bi hêsanî bighîne û bixe bin bandora xwe. Her wiha Zagros bi tevî hemû deverên xwe yên ku me di vir de neaniye ziman, ji ber bilindbûn û rêyên xwe yên asê, derfet nedaye tu kesî ku bi dest bigre. Ev taybetmendî weke ku di dîroka Kurdan de xwe daye îspat kirin, di roja me ya niha de jî di şerê rizgariya netewa Kurd ya 30’î salî de, xwe car din bi hemû zelalbûna xwe, îspat kir. Çanda xwe parastin, bi zimanê dayêkê axaftin bi wateyekî dîtir derfeta herî mezin a ku çiyayên Zagrosê ji niştecîhên xwe re pêşkeş dike, hebûna xwe ya civakî bi îradeyekî azad afrandine. Di radeyekî dîtir de, hesta ku mirov bi dîtina gund û çiyayên zagrosê dibîne û dikeve nav, ji dervî vîna mirov, hesta bi şûn veçûyîn û rûpelên dîrokî yên sipî mane, pêwîstiya guhdar kirina çîrokên hemû zinar û latên wê dibîne. Ger mirov kêmbejî biçekî li dengê dilê xwe guhdar bike, wê bizanibe ku ew deng, tenê yê roja me ya niha nîne, ew dengê vê danêê, xwe digihînê rojên ji şûnve mane. Çawa ku rêber APO dibêje “ dirok di roja me de û em jî di destpêka dîrokê de veşartîne” tînê bîra mirovan. Di demekî ku peyv bêwate dimînin, di nava Zagrosê de vegotinên peyvên serdema me ya niha, xwe vedireşîne û ji nûve wateyên peyvên xwe yên wendabûne, xwe bi te dide guhdar kirin.
Zagros weke dayîka ku xwe li derdora zarokê hemêza wê de xwe dorbêç dike, Zagros jî bi hemû heybeta xwe, xwe li derdora niştecîhên xwe dibêçe. Weke ku min di destpêkê de anîbû ziman, heybet û xof ji derve, Zagros bi hemû şehameta xwe, xwe dide ifade kirin. Ji hundir ve Zagros warê parastinê ye.
Li ser sînga Zagrosan û di nav gelî û newalên wê de, tirs û xof, xwe ji hinavên mirovan dûr dixe, li dewsa wê, ewlekarî, wêrektî, bi hebûna xwe bawerbûn, ji nirxên herî bilind re, henaseya mirovan vedibe. Bêgûman ê ku vê bandorê dide afirandin û bi hêzekî mezin xwe li ser rihê mirovan dide ferz kirin, erdnîgariya wê ya bi heybet e. Cihekî ku dijminê te, bi tevî hemû teknolojiya xwe ya li pêş, ger nikaribe te bixe bin bandora xwe, ji derveyî vê hestê, hestekî dîtir dikare xwe di nav rihê te de bi cih bike?
Hele dema mirov li Zagrosê bi gavên giran digere (jixwe ji ber bilindbûna lûtkeyên wê, mirov nikare bi lez û bez bigere) û bi çavekî ku di nava wê de tijî xof, xofa ka ezê bikaribim xwe bighînim lûtkeyê yan na, li lûtkeyên wê dimeyîzîne, hestekî xerîb xwe dide diyar kirin. Her ku tu gavekî, ji dûrve nêzî lûtkeyan dibî, ew bi rûkeniyekî, sînga xwe ji te re vedike. Lê belê ji bo ku tu xwe bigihînî hemêza Zagrosê divê tu gelekî xwêdan bidî, an na tuyê wê bextewariyê ji destê xwe birevînî. Gelekî balkêş e, gerîlayên ku di nava Zagrosê de dijîn, di wan de bi xwe bawerbûneke gelekî mezin, xwe raber dike. Çavkaniya vê ez bawer im ji baweriya ku erdnîgariya Zagrosê dide avakirin werdigre. Ji van hemû taybetmendiyên wê û gelek taybetmendiyên ku hîna ez nizanim, ger mirov Zagrosê wekî dergûşa parastinê, li rex heybet û xofê bi nav bike, dibe ku hinekî dîtir em bikaribin xwe nêzî rastiya wê û rista wê ya dîrokî bikin.
Bi çend gotinan Zagros pênase kirin, dibe ku tişta herî zehmet be. Di vegotina vê heybeta pêhempa de mirov neçartiyê bijî jî mirov xwe nagre ku hestên xwe neyne ziman. Lewma ji bo dîtina wateya vî warî, dema ku tu bi gavên giran dimeşî divê tu bi meraq, bi xwestek û ya herî girîng, divê tu dengên ku ji hestên te tên, bikaribî baş guhdar bikî. Ev deng, tenê yên roja îro nîn in û dema roj nêzî serê girên bilind dibe, dema mij û dûman xwe hildide asîmanên bilind û dibe toz, li pişt kîjan kevrî û ji kîjan newalî wê dengê teqe reqê bê, dijmin bi xof di nava kozikên xwe de, weke ku di nava bendewariya çarenûsa xwe de be, çima xemdar dibe, tuyê bizanibî.
Gîvara Azad