Me çi qas egîd, çi qas zarokên agir û rojê yên torin dabûn te. Dabû çiyayên biheybet ên Nûrhakan... Avên sar ên Engîzakan... Daristanên te yên bivir neketiyê... Zozanên te yên bayê hênik diwezî... Li erdnîgariya hogirtî û biratiyê ji axa te ya ji niştimanê dûr... Wekî nişmanê xwe me tu hembêz kiribûyî; hezkiribû û bi te ve hatibûn girêdayîn. Rêhevalê Dijwar jî dilketiyê van axan bû. Hewaya Amanosan a hênik, bayên wê yê bi aramî diwezî di dilê xwe de hîs kirî, bêriya wir kiribû. Hevnasîna min û hevalê Dijwar zêde demdirêj nebû; lê belê heçko ji dil bûn û xwîngermiyeke ku berî çil salan hatiye avakirin ve di navbera me de hevaltiyek ava bûbû.
Di Akademiya Mahsûn Kormaz de em ligel hebûn û di wê pêvajoyê de firsenda min a wî zêdetirîn nas bikim çêbûbû. Ji kûr de giyanî Apoyî jiyîn, dilgeşî û moralê vê giyanê di her firsendê de li der û dora xwe dayîna hîs kirin, bi biryarî meşa wî ya li ser pratîkê û wêrikiya wî ji kûr ve li ser min bandor çêkiribû û min ev aliyên wî ji xwe re mînak girtibû. Hevalê Dijwar, di 90`an de ji gundê Erkendî ya girêdayî Sêirtê ye tevlê bûbû. Piraniya gund welatperwer e. Û li vê derê gelek zarokên egîd ên gel, ji bo van axên pîroz canê xwe feda kirine. Ev qad bi keda hevalê Egîd ve ji têkoşînê re hatibû vekirin. Tevlêbûnê hevalê Dijwar jî li ser xizmên wî û herêmê bandoreke bihêz afirandiye û pêşiya tevlêbûnan vekiriye. Di demên têkoşînê yên herî zehmet de li qada Botanê maye. Bi ked û hewldana xwe ya vir ve di pratîkê de di asteke jor de serwer bûbû. Di encama zehmetiyên kişandiye de ezmûnê girtî, kesayetiyeke bibiryar û bihêz û asta fermandartiyê bi dest dixe. Ruxmî ku di hûndirê şer de perwerdeyeke pir cidî nabîne jî bi girêdana xwe ya ji Rêbertî û xetê re hemû nirxên bawer dike parastiye û pratîkeke bêdudilî raber kiriye.
Daxwaza dîtina Rêbertiya ku ji bo wî her tim keserek, ew li lûtkeyên çiyayan û kûrahiya daristanan de li piya digirt, hêviya jiyan û têkoşîna dida bibîne her tim di dilê xwe de hewandibû. Piştî salan xewnên wî pêk hatibû û bi vê kelecanê ve berê xwe dabû qada Rêbertiyê, li qadê bi cidiyet û pêwendiyeke mezin ve ketibû di nava hewldana Rêbertî nas kirin û fêmkirinê. Lêhûrbûnên wî yên li vî qadî, dihêle ku hevalê Dijwar di pratîkên xwe yên piştre de jî di asta fêmkiriye de xeta Rêbertî pêkanînê bi pêş bixe. Li hemberî kesên dervî xetê, têkoşîna xwe bi milîtaniyeke dagirtî ve bihûrandiye.
Di sala 98`an de piştî qada Rêbertî, bi çûyîna Amanosan a ku ji bo têkoşîna me xwedî cihekî girîng e, li qadê pratîkeke serkeftî meşandiye û bûye sedem ku dijmin toqaneke mezin bijî. Bi ewleya bêdawî ya ji biryarên Rêbertî re di pêvajoya bi paş ve kişînê de derbasî Qada Başur a Qendilî dibe. Piştre bi kelecana pratîkeke nû ve derbasî qada Serhedê dibe. Piştî demekî lê dimîne di encama qomloyê de dikeve destê dewleta Îranê. Rêheval Dijwar, ruxmî hemû tahdeyên Îranê kevneşopiya berxwedêr a Apoyî û giyana Kemal Pîr parastiye û dest bi çalakiya birçîbûnê ya mirinê kiriye. Asta bi biryrî û angaşta Apoyiyan careke din ji li hemberî hemû serdestan tê îspat kirin.
Piştî ji girtîgehê derdikeve, careke din vedigere cihê dilê wî, axên ku xwe ji nû ve lê dîtibû, ji nû ve lê ji dayîk bûbû. Bi vê dilgeşiyê ve tê akademiyê û tevlê xebatên perwerdeyê dibe. Li hemberî xeta îxanetker a ku di vê pêvajoyê de rû dide bi tenê di gotinê de na, bi biryariya pêngav û sekna pratîkî ve ji xwe re têkoşînê bingeh digre.
Milîtanên bihêz, di mercên zehmet de şax vedidin, astengiyan hildibijêrin.
Rêhevalê Dijwar, careke din di çûyîna qada Amanosê ya yek ji cihên herî dijwar ê têkoşînê ye de heter dike, bi giyana pêngav û qadên nû ji têkoşînê re firehkirinê ve aresteyê pratîkê dibe. Dema diçe ji yên mayî re giyan û dilgeşiya serkeftinê dihêle û bi gotina ”Amanos fireh e, em ê li benda we bin, zû werin” ve ew û rêhevalên wî soz didin hevûdin. Bi hêviya careke din hevdîtinê ve hevûdin hembêz dikin.
Ruxmî hinek ji serî ve îxanetê li pîroziya gotinê dikin, beravajiyê peymanê dikevin, bi dehan jî li bahozên Amanosê de bi biryariya careke din hevdîtinê ve sozên xwe parastine. Ji ber ku rêhevalê Dijwar di zanebûna hestwarî û xweseritiya qadê de bû ji bo xwe saxlem bigihîne qada xebatê ya nû rîskên mezin digire ber çav. Bi însiyatîf û ezmûnên salan a girtiye ve zorê dide sînoran û xwe digihîne qada xwe ya pratîkê. Di şert û mercên zehmet ên Amanosan de ji bo qadê û hevalan nas bike ti dem wenda nake û rasterast dikeve di nava xebatan. Daxwaza xebatan hin zû rêk û pêk bike û amadekariya demekî zûtir biqedîne dihêle ku pir zû bikeve livbaziyê û her wiha dihêle ku hin lezgîn hewl bide. Bi hetera xwe ya pratîkvanî û ber girtinê ve bezyaye hemû peywiran.
Lê bes kemînên xayîn di rê de bûn... Koplo, di kemînên xayîn de li wî didin... Birîna rêhevalê Dijwar xwe berdabû kûrahiyan... Bêyî ku rêhevalên wî firsenda xwe pêre bigihînin birînên wî pak bikin bibînin ketibû destê dijmin. Sekna xwe ya birûmet a ser dide raz nade li vê derê jî raber dike. Vê gavê qûnçikên çiyayên Apoyî û kûrahiya daristanan şerma çima nekarîne parastina wî bikin dijîn. Dayîka ax, bi vê şermê ve destên xwe ji wî re vekiribû... Li diyarên Amanosê milîtanekî egîd dîsa tevli karwanên şehîdan bûbû...
Êdî laşê rêhevalê Dijwar li ser milên dehan, sedan bû. Dil, ji bo wî lê didan. Gel bi torenek biheybet ve ew hembêz kiribû û anîbûn niştamana wî, Sêirtê. Me ew li qontarên Herekolê spart axê.
Kerwan mezin bû; gihîşt sedan, hezaran...