HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

merxas dorsinNavê Kod: Mêrxas Dorşîn

Nav û Paşnav : Sehan Akyol

Cih û Dîroka ji dayîkbunê : 1973/ Amed(bi eslê xwe ji Mêrdînê ye)

Cih û Dîroka tevlîbunê : 1992 Amed

Cih û Dîroka Şehadetê : 6 İlon 2012 Kato Marînos. Di encama êrîşa hewayî de

Belê, me fermandarekî din jî ku wek navê xwe mêrxas bû winda kir. Ew rûkeniya wî ku tim civata mirov coş û geş dikir, ji kêleka me rabûbû û firîbû li nav sitêrkên asîmanan.

Heval Mêrxas 22 salê xwe li çiyayên Kurdistanê, li hember dagirkeriya dewleta Tirk, di nava şer de derbas kir. Li gelek eyalet û herêmên Kurdistanê erk girt û têkoşîneke pir serkeftî meşand. Bi giranî Heval Mêrxas li Botan û Amedê xebat meşand, lê li Başurê Kurdistanê jî xebat meşandibû. Ew bi şervantiya xwe di nav şer de pijiya bû û di demek kurt de erkê fermandariyê girtibû ser milê xwe. Li her herêma ku ew çûyê, bû xwedî xebatekî serkeftî. Bi şerkirina xwe, bi dilnizmî û rûkeniya xwe ya xurt ku di nav hevalan de mînak bû dihat naskirin. Fedekarî û kedkariya wî ya welatparêziyê û ya hevaltiyê li hember xwe di nav hevalan de rêzgirtinek pir zêde çêkiri bû. Şervantî dihat xwestin wî dikir, fermandartî dihat xwestin erkê xwe tim dihanî cih. Ewqas di nava şervanên xwe de rûbiken û kêfxweş bû ku şervanên wî pir jê hezdikirin û ew ji dil qebûl dikirin.

Di nava şer û piratîkê de pijiya bû û ew ezmûna xwe ya bi salan tim bi hevalên xwe re parve dikir û dibû perwerda hevalan. Ew bi dehan caran di nava zorî û tinebûnê de jiya bû û di hemûyan de jî sekneke serkeftî raber kiribû. Ti car zorî û zehmetiyan nekarîbû wî ji bilindkirina têkoşînê bêmoral û bêxwestek bixîne. Hêviya wî ya ji azadî û serxwebûnê re di her şertî de zêde dibû. Hevalê Mêrxas herêmê ku diçûyê, ew tim tirs û xofa dilê dijminê xwe bû û bi sekna xwe dijmin di xist nav tirsê. Ji ber ku di xeta Rêber APO û PKK`ê de pir kûr bû û jiyan dikir. Di tevlêbûna xebatan de şaşitiyên wî kêm û serkeftinên wî tim zêde bûn. Ev di gelek xebatên wî de diyar bû û derdiket holê.

Belê, min hevalê Mêrxas di sala 2004’an de naskir û heya ku çû şehadetê jî em nêzî hev, carna jî em bi hev re dixebitîn. Heval Mêrxas di sala 2004’an de li herêma Besta bû û di 2005'an de hat ligel me, demekî li herêma Gabarê tevlî rêveberiya me bû. Dibe ku demekî zêde ne dirêj em bi hev re man, lê hevaltî û fermandartiya wî, hêz dida me û hevalan. Rastî jî xwedî ezmûnek dewlemed bû û her gav û axiftinê xwe bi pîvan dihavît û dihanî ziman. Tevayê nirxandin û nîqaşê wî yên bi hevalan re, li ser billindkirina têkoşînê û encam girtinê bû.

Di nav heval û xebatan de hevalê Mêrxas tim zîrek, jêhatî û zindî bû. Li payîza 2010’ê jî dema ku em ji Qada Navîn diçûn Başurê Kurdistanê, em hatibûn herêma wan a çiyayê Cûdî. Hevalê Mêrxas fermandarê herêma çiyayê Cûdî bû û du salan wî fermandariye xwe li Cûdî serkeftî meşand. Em komek heval deh rojan ligel wan mêvan man. Ji bo hevalan, xizmetek û mêvandariyek pir mezin nişandan. Her rojekî ku em li cem wan bûn, hevalê Mêrxas em li erazî digerandin û ji bo ku em baş çiyayê Cûdî nas bikin, tim bi me re bû heya ku em ji Cûdî derketin. Belê, em bi hevalê Mêrxas re li navsera bilindahiya zinarên Cûdî digeriyan. Car jî rûdiniştin û li deşta Zaxo, heya Mêrdînê temeşa dikir. Rojavayê Kurdistanê jî ji Dêrikê heya Qamişlo xuya dikir. Bajar û bajarokên sê parçên Kurdistanê ji navsera Cûdî xuya dibû. Zaxo, Dêrik, Silopî, Cizîr û navenda Şirnex li pêşberî me bû, hevalê Mêrxas bi rûkeniya resenî xwe li van bajaran temaşe dikir. Her çend deqîqe berê xwe diguherend û li bajarekî din dimeyîzand. Wî bi wê meyîzandina xwe ya balkêş diket ferqa erkê xwe yên demê û gerilatiya azadiya Kurdistanê ku berpirsyariya wan çi ye diyar dikir. Dema ku mirov fermandarê Cûdî be, ev berpisyarî girantir dibe û hevalê Mêrxas di ferqa vê de bû. Li ser bilindiya Cûdî hem bi coş û moral bû û hem jî giraniya erkê xwe jiyan dikir û di axaftin, rûkeniya xwe de nîşan dida.

Herî dawî, dema ku em gihîştin qada Botanê (destpêka tîrmeha 2012`an bû) li Kato Marînos me hevdû dît. Wek tim ku dema mirov hevalên xwe yên kevin dibîne wî hestê kêfxweşiyê ya pêhempa dijî, vê carê jî em bi dîtina Wî û hevalên din pir kêfxweş bûn. Ew jî kefxweş bû ku em hatine Botanê û coş, moralê wî cardin hêz da me. Ji berê bêhtir bimoral bû û biryara xwe ya tevlîbûna Şerê Gelê Şoreşgerî dihanî ziman. Rastî jî biryar û xwesteka wî, hêviyek mezin dida mirov ku dê bi serkeve. Belê me bi hersê hevalên fermandarê eyaleta Wanê re (ku piştre bi hevre şehid ketin) civînek çêkir. Destpêkê me perspektîfên rêxistinê ku hebûn ji hevalan re parve kir û piştre jî min li wan guhdarkir, wan jî li ser rewşa eyaletê agahî dan min. Piştî van nîqaşên destpêkê, li ser pilan-nameya li pêşya wan me nîqaş û biryar girtin. Divê civînê de me biryara tevgera ser Elkê û derdora wê girt. Her sê heval jî bi xwestek nêzî vê biryarê bûn. Heval Mêrxas berê carekî çûbû keşfa wê kiribû. Ev plan-nameya ku me biryara wê girt keyfa wî xweş kir û piştî vê biryarê jî wî dest bi amadekariyan kiribû. Di vê tevgera ku di 2’ê meha Îlonê bi navê “Tevgera Şehîd Adil û Şehîd Nûda” li ser Elkê û derdora wê pêşket de, rista hevalê Mêrxas di serkeftina wê de pir zêde bû. Bi taybet di amadekarî û pêkanîna wê de jî bi biryareke xurt ve nêzbû û heya dawî jî rista xwe baş leyîst. Jixwe ew koordîna eniya rojhilatê Elkê bû û di bin fermandarî û koordîna wî de girê ku leşkerên Tirk girtibû xist û tev girt bin destê xwe. Di vî girî de hevalan gelek cebilxane û çek ji ser dijmin rakirin. Eniya wan serkeftî bû û encamek baş girtibûn. Wek tê zanîn dijminê Tirk li vir derbeyek pir mezin xwaribû û herî kêm 60 leşker û polisê dewlata Tirk hatibûn kuştin.

Dewleta Tirk, bi vê tevgera ku du hefte ajotibû de hatibû hejandin. Tirs û xofek mezin ketibû dilê wan. Hevalê Mêrxas di vê tevgera serkeftî de ristê xwe baş leyîstibû û moralekî mezin jê girtibû. Şeva çalakiyê min çend car bi hevalê Mêrxas re bi cihazê axifîm û min agahî di derheqê pêşveçûnên eniya wan de digirt. Di her axaftinê de wî agahiyên keyfa mirov xweş bike dida. Belê, piştî vê axaftina şîrîn ku me bi hev re kir û şunde bê ku ez cardin pêre biaxifim, bi çend roj ew jî bi komek hevalan re, di encama êrîşek dewlata Tirk a hewayî de şehîd ketin.

Erê, fermandarê mêrxas jî di vê êrîşa hovane ya dewlate Tirk de, tevlî Karwanê Şehîdên Şoreşa Kurdistanê bû û berbi stêrkên asîmanan ve li hewa ketibû. Şehîdbûna wî em pir xemgîn kirin, lê nirx û xebatên ku wî bi fedekarî ji me re hîşt, ronahiya pêşiya me ye û ti car jî wê neyê ji bîr kirin. Nirxê ku wî ev 22 salbûn afirand, tenê ne ji bo gelê Kurd, ji bo tevayê mirovatiyê, pir giranbiha ye û pir pîroz e. Ev fermandarê wêrek û rûken, bi salan têkoşîna azadî û serxwebûna Kurdistanê kir û ji bo mirovatiyek azad pir zorî kişand. Lê belê ti car dev ji vê doza xwe ya bi rûmet berneda. Ev têkoşîna hevalê Mêrxas a ku ji bo mirovatiyê nirxê mezin avakiriye, erkê her mirovekî/ê ye ku doza wî bişopîne û erkê xwe li hember vî şehidê mezin bicih bîne. Ji ber ku hevalê Mêrxas tenê ne ji bo xwe, ji bo azadiya mirovatiyê ev têkoşîn meşand û heya dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe da. Em jî wek hevalên wî soz didin ku emê şopdarê rêya wî ya azadî û serxwebûnê bin û tim biranînê wî dê rêka me ronahî bike. Meşa me ya azadiyê jî dê li ber vê ronahiyê be. Heya serkeftinê emê girêdayî armanca wî ya serxwebûn û azadiyê bin. Soza me ya ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê ev e û hewldanên me dê tim ji bo layîqbûna wan be.

Heqî Mardîn