Emê dîsa ava bikin, kevir bi kevir
Gundê we wêran kirî, di pêlekê hovîtîyê de.
Emê ji nû ve paqij bikin, avên we jehr kirîye.
Emê dîsa biçînin, dar bi dar çîyayên we şewitandine.
Bila cîhan bibîne em çawa tova jînê diçînin di zinarên hişk de, di newalên tî û zuhakirî de û li şûnên bombe kirî de.
Ewên ji sîya xaniyên xwe hatine koçkirin ji mal û zevîyên xwe hatine dûr xistin di bahozek hovîtîyê de. Bi wêrankarîyê de. Wê marên li ser sînga tavê xwe bide nîşan û bibin pelên payizê û bikewin.
Lê sûwarên rojê ewê bibin mizgînîya cengê ji bo gelê penaberên rojê.
Û di rûpelên law û keçen Kurdîstanê de bi parve mirina xalekî.
Lê yê xwedî derkewe gele.
Ristek xeribî ne di stranek de, hîn di qefesan de mayinkirî kêl spartî çîyayê xewnan ji rihma vê axê ji pişta vî gelî Piling bûn, mîr bedirxan.
Çîya sêwî ne bê wan, helgurt sêwî ye, çeper bê xwedî ne li cudî, li Lolan sirûd bê olan, çek bê xwedan.
Di binê aşûtekî xezebê de man, an çûn li ber pêlek avekî tazî
Newal bê guh diman, çîya bê ser diman, şev serjê bû, bin tava heyvê de û şewqa tavê bû zivistan.
Bawerî bûn bawerîyê dildarê çîyan, dil dojeh, pêçek agir, landik agirdan. Bû destgirtîyê Azad.
Kê bibêjim, kê ji bîr bikim. Her nav çîyayekî asê, her nav destanek dêrîn, her nav dîrokek wext bir min navek li xwe kir,
Piling, Piling Germîyanî, yek çû sedî tol hilanî.
Lêgerîn bê bersiv ma di dîtina gele min de. Wek derewên bê sînor.
Çalakîya mezin di gewrîya min de û aramîyê ji gele min re ma. Evîna Kurdîstanê li girekî dûr gorîstana min a wenda bû. Di bejahîya jîyanê de Piling bûm dilopek hêsirê şewitî, lehîya herî mezine, ji bo dile ar pêketî.
Rojnivîsa min a bi hezaran rûpel,
Pênûsa bidin, ku wêneyê newaya hêvîyê çêbikim, bi rûpelên spî.
Ji mijangan çêdikim qesrên nêrînan,
Ji birhan çêdikim kelehên dîtinan,
Ji çavan çêdikim bajarên zarokên Bêkes ..