HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

sorxwin cwana munzurMin hevala Sorxwîn li Botanê nas kir. Lê berê wê jî, min li ser hevala Sorxwîn gelek tişt bihîstibû. Bi hinek taybetmendiyan hertim qala hevala Sorxwîn ji min re hatibû kirin. Yek ji taybetmendiyên wê yên ku herî zêde bala min kişandibûn, hevaltî, heskirina wê ya ji mirovan re û fermandariya wê bû. Di vê yekê de jî gelek hevalan, qala hevala Sorxwîn ji min re kiribûn.
Min derfetê demekê li gel hevala Sorxwîn mayînê dît. Ez bi xwe jî gelek bextewar bûm ku çûm cem hevala Sorxwîn û min pêre jiyan kir. Min ji xwe re got ku ez pir bextewar im ku di bin venêrîna fermandarekê mîna hevala Sorxwîn de dixebitim.
Tiştên ku hevalan li ser hevala Sorxwîn ji min re gotibûn, hemû jî rast bûn. Min gelek dixwest hevala Sorxwîn nas bikim, ji bo wê jî di jiyanê de bala min hertim li ser hevala Sorxwîn bû. Min dît ku hevaleke taybet e û xwedî taybetmendiyên cuda ne. Hevaltiya xwe cuda ye. Bi hevalên Elewî re ez qet nema bûm. Min kesayetên Elewî nas nedikirin. Ez tenê bi hevala Sorxwîn re mam. Hevalan qala hevalên Elewî dikir. Di kesayeta hevala Sorxwîn de jî, min gelek mereq dikir ku bibînim.
Hevala Sorxwîn xwedî taybetmendiyeke wisa bû ku hemû hevalan dixwest cihê ku hevala Sorxwîn lê fermandar e, di bin venêrîna wê de kar bike. Ev bextewariya ku ez li gel wê bimînim min jî bi dest xist. Di bin venêrîna wê de, me zivistanek xweş derbaz kir. zivistaneke tije heskirin, tije hêvî, tije perspektîf, tije têkoşîn bi hev re dimeşiya.
Hevala Sorxwîn, heval bû. Ji ber dixwest her hevalekî/ê ji hûndir de nas bike û li gorî wê nêzîkatiyekê raber bike. Hem di warê meriyetê de, hem di warê kesayet de, fermandarê şer bû. Di her qadê de pêşeng bû. Di hemû zor û zehmetiyan de li pêş bû. Ji hemû karî re xwe dida pêş. Di hemû tevgerên wê de hêz û arîşen dida derdor.
Qala hevala Sorxwîn kirin, geleke zehmet e.  Ji ber hevalên mîna wê pir kêm tên dîtin û nabe bextewariya her mirovekê bi wana re jiyan bike. Herî zêde jî, ev sekna wê bandora xwe li ser kesayetê min kir.
Li himberî jiyanê pir bi kelecan bû. Ji xwezayê re wateyekê mezin dida. Ji xwezayê pir hezdikir û dixwest di nav de bigere û bimeşe. Kesayeteke dij raber bû. Di nava perwerdê de jî tevlîbûneke xwe ya zêde û bi fêm kirin nêz dibû. Hem xwe perwerde dikir û hem jî hevalên xwe. Hem li qadên perwerdê, leşkerî, meriyet û di hemû aliyên kesayeta wê de taybetiyek di hate dîtin. Ev sekinandina wê bala her hevalekê dikişand. Her kes dixwest cem hevala Sorxwîn bimîne. Bi hevala Sorxwîn re jiyan bike.
Ji bo rêxistin û YJA Star, hevala Sorxwîn windahiyeke mezin bû. Şahadeta hevala Sorxwîn, tenê weke şahadetekê divê mirov negire dest. Ji ber bi şêwazê fedayitiyê gihişt merteba şahadetê. Di qadên herî zor de, ji bo rizgar kirina rêhevalên xwe, xwe feda kir. Li qadên têkoşînê yên Botanê de koçî cîhana nemiriyê kir.
Di pêngava 1’ê Hezîranê de li qadên weke Besta de cihê xwe girt. Yeke yek fermandariya van qadan, girt li ser xwe.
Di pir aliyan de rola xwe leyîst. Di operasyona Besta ya 2005’an de roleke mezin leyîst. Hişyariyeke mezin û pêşengtiyeke mezin kir. Dema ku hevalekî/ê di bin venêrîna hevala Sorxwîn de şehîd biketaya, ji xwe re maf nedidît. Ji bo ku tola wan hevalan hilîne, bersivekê ji şahadeta wan re bide, diket nava hewldanekê mezin. Ne bibûna bersiv di warê wijdanî de rihet nedibû. Çi qasî bi xebitiya jî têr nedît û dixwest tiştên hîn mezintir ji bo hevalên şehîd bike.
Gihiştina merteba şahadetê bûyerekê pîroz e. Lê tenê bi gotina şehîd ketin, ne bes e. Tola hevalên xwe rakirin, wana di jiyanê de dana jiyan din, li ser wan axaftin kirin û wana dayîna nas kirin, xalekê girîng e. Pêwîst dike hişyariyekê me hemû hevalan di vî warî de hebe.   
Ji bo min jî gelek zehmet e ku dema li ser hevaleke şehîd diaxivim. Ev yek di hevala Sorxwîn de pir li pêş bû. Ji ber ku danasîna rêhevalên xwe, weke deynekê li ser milê xwe didît. Bi vê felsefê nêzîkatî dida çêkirin. Ji bo min yeke yek taybetmendiyekê ku her tim ji bo xwe mînak digrime. Hem hevala Sorxwîn û hem jî gruba ku pêre şehîd ketin, gelek taybet bûn. Hevalatiya wan a di jiyanê de, bedewiyên wan gelekî cuda bû.
Yek ji hevalên ku bi hevala Sorxwîn re şehîd ketin hevala Adar bû. Hevala Adar em bi hev re tevlî rêxistinê bibûn. Hevala Adar kesayeteke di warê heskirinê de, têkoşînê de, di warê sekinandina xwe de, xwestekê xwe yê ji meriyetê re mînak bû. Bi roxmê ku dema tevlî partiyê bû biçûk jî bû, lê ti carî ji berpirsyarî, ji têkoşînê nereviya û barê rêxistinê girt li ser milê xwe. Di jiyanê de gelek dihat heskirin.  
Hevala Axîn jî, hevaleke ciwan bû. Hevalekê xwedî hêz bû. Bi têkoşîna xwe dihate nas kirin. Hemû hevalên din jî yên li cem hevala Sorxwîn şehîd ketin, hemû jî mînak bûn. Şahadeta wê grubê, hemû jî bandoreke xwe yê mezin li ser min da çêkirin.
Di felsefeya rêxistinê de rêhevalên şehîd dana nas kirin, erkekê pîroz e. Em jî weke rêhevalên hevala Sorxwîn, ji bo tiştên di dilê hevala Sorxwîn de nîvî maye pêkbînin û xwedî li daxwaziya wê derbikevin, têkoşîneke mezin em ê bidin. Em ê di rêya wana de bimeşin heya hemû xwestek û daxwaziya wan pêktînin. Şer were xwestin em ê şer bikin, xebat were xwestin em ê bixebitin.
Hevala Sorxwîn her tim di bîra me de ye û wê bimîne jî. Weke şexs jî ew di dilê me de jiyan dike. Di rojnivîska xwe de jî hevala Sorxwîn gelek tişt anîbûn ziman. Sadebûna hevala Sorxwîn a ji jiyanê re hêzeke mezin daye min. Hêlaye ku em bi awayekê rast berbi berpirsyariyên xwe ve rabin. Bi vê boneyê di kesayeta rêhevala Sorxwîn de hemû şehîdên şoreşê bi bîrtînim û bejna xwe li himberî wan ditewînim.
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Roza AFRÎN