Çapemenî û Raya Giştî Re!
Qada Zapê ku berxwedaneke destanî lê heye û bi dehan çîrokên lehengiyê lê rû dan, îro jî bi vê mîsyona xwe ya dîrokî radibe û şahidiyê ji berxwedaneke bêhempa ya li dijî dagirkeriyê re dike.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi xwe felsefeya Rêber Apo pêçandine, bi îrade û baweriyeke xurt a di dilê xwe de li dijî artêşa dewleta Tirk a ji hemû nebaşiyên cîhanê şerekî bêeman dimeşînin, her roj hîn bêhtir derbê li dagirkeran dixin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku qada Zapê veguherandina qada berxwedanê, bi biryar in ku berdêl çi dibe bila bibe vê berxwedanê bi ser bixînin. Hevrêyên me Mîrxan, Fuat, Şiyar û Serhed bi fedaîtî tevlî berxwedana dîrokî bûn, pêşengî kirin û derbên giran li dijmin xistin.
Em destpêkê ji malbatên hêja rêhevalên me Mîrxan, Fuat, Şiyar û Serhed ku bi dilgermbûna xwe ya rêhevaltiyê û wêrekiya xwe ya di şer de bûn mînakên milîtaniya Apoyî ji hemû gelê Kurdistanê yên welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha nin:
Navê Kod: Mîrxan Raperîn Amed |
Mîrxan – Ramazan Başhan
Navê Kod: Fuat Apocî |
Fuat – Moxtar Konepoşî
Navê Kod: Şiyar Botan |
Şiyar – Emrullah Fırat
Navê Kod: Serhed Amed |
Serhed – Delil Zengin
Hevrêyê me Mîrxan li Amedê ku hîmên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê lê hate danîn û xwedî kevneşopiyeke xurt a serhildanê ye, li Çinarê ji dayik bû. Piştî darbeya faşîst a 12'ê Îlonê bi Berxwedana Zindanan a Amedê ji aliyê kadroyên pêşeng ên PKK'ê ve hate têkbirin, ruhê berxwedanê yê PKK'ê hate afirandin û ev ruh bû xeta têkoşînê ji xelkê me yê Amedê re. Xelkê me yê Amedê ku xwedî li vê mîrateya têkoşînê derket, bi hezaran ewladên xwe yên leheng tevlî nava refên gerîlayên me yên azadiyê kir û bersiva pêwîst da dagirkerî û dagirkeran.
Hevrêyê me Mîrxan ku ji zarokatiyê ve li Amedê beşdarî nava serhidlanan bû û di nava têkoşînê de mezin bû, di vê pêvajoyê de rastiya dijmin û gerîlayên azadiyê yên bi fedaîtî li dijî dagirkeran şer dikin, ji nêz ve nas kir. Ji ber ku ji derdora malbata wî tevlîbûn li nava têkoşîna me hebû, herî dawî ji ber tevlîbûna birayê wî li nava refên gerîlayên azadiyê, hevrêyê me Mîrxan hîn bêhtir xwe nêzî partiya me PKK'ê kir. Hevrêyê me di vê demê de fikrên Rêber Apo ji nêz ve şopand, xwend, lêkolîn kir, hîn bêhtirî beşdarî nava kar bû û xeta têkoşînê daîmî kir. Hevrêyê me encamên xurt û pêwîstiyên têkoşîna rêxistinî fêhm kir, cihê xwe di nava karên ciwanan de girt û ji bo parastina ciwanên Kurd ji polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê kete nava hewldaneke mezin. Ji bo civaka me li ser piyan bimîne, bi girîngiyeke mezin tevlî nava karên komunê bû, jê re pêşengî kir û bi kesayetiya xwe ya kedkar li her qadê hewl da encamên xurt û bi bandor bi dest bixe. Hevrêyê me ku demeke dirêj bi rengekî çalak cihê xwe di nava kar de girt, sala 2014'an di dema êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me yê Rojava de derbasî Kobanê bû û bû yek ji wan hevrêyan ku di serketina gelê me de ked da. Hevrêyê me Mîrxan dît ku li dijî hêzên faşîst û mêtinger tenê bi xurtikrina xeta gerîlatiya Kurdistanê ya bi pêşengiya partiya me PKK'ê gelê me ji êrîşan dikare bê parastin, ji qirkirinê bê rizgarkirin û sala 2014'an li Mêrdînê beşdarî nava refên gerîla bû. Demekê li Mêrdînê kar kir û piştre berê xwe da navenda gerîlatiya me Botanê, li Bestayê pratîka xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê kir. Hevrêyê me Mîrxan bi enerjî û hêrseke bêdawî li dijî dagirkeran şer kir, şert û mercên herî giran bi dilsoziya hevrêtiya pîroz a li nava PKK'ê çareser kir û bi kesayetiya xwe ya kedkar di nava pratîkê de xwe bi pêş ve bir, bû xwedî îradeyeke ji pola. Hevrêyê me bi rengekî çalak tevlî pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê ya gelê me bû, tevî ku birîndar bû xwe ji çeperên bexwedanê venekişand û bi îradeyeke mezin li dijî dagirkeran şerê xwe dewam kir. Piştî gerîlatiya serketî ya li Bakurê Kurdistanê derbasî herêma Garê bû, tecrûbeyên xwe yên pratîkî bi perwerdeyên akademîk derbasî asteke bilindtir kir, bû fermandar û derbasî qada şerê giran ê Zapê bû. Di demeke kurt de hînî cografya zehmet a Zapê bû, di şer û jiyanê de pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Bi kesayetiya xwe ya kedkar bi daxwazeke mezin tevlî her karî bû û timî li refên pêş meşiya. Demeke dirêj li Zapê ma û bi rengekî bi mînak tevlî pratîkê bû.
Di dema êrîşên artêşa Tirk a mêtinger a li ser Zapê de hevrêyê me Mîrxan derbên giran li dijmin xist û bû yek ji fermandarên pêşeng ên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê. Hevrêyê me li Qadên Berxwedanê yên Zapê têkoşîneke xurt kir, taktîkên gerîlatiya nû bi hostatî bi kar anî, rêbaza tîmên bi tevger û çeperê li qada Zapê bi çalak bi cih anî.
Bi hevrêtiya xwe ya xurt, bi kesayetiya xwe ya kedkar û tevlîbûna xwe ya kelecanî li her cihê lê ma di nava hevrêyên xwe de bû cihê hezkirin û hurmetê, bi fedaîtî şer kir û bû xwedî pratîkeke xurt ku berxwedana me ya dîrokî gihîşt vê astê û bi qada Zapê re bû ye. Hevrêyê me Mîrxan bi van taybetmendiyan bû yek ji mînakên bijarte yên milîtaniya Apoyî.
Xelkê me yê Rojhilatê Kurdistanê di tu serdemeke dîrokê de serî li ber polîtîkayên dagirkeriyê yên dijmin netewand, berxwedana xwe timî xurt kir û daxwazên xwe yên azadiyê her tim geş kir. Ji bo vê jî bi serhildan û berxwedana xwe ya bi sedan salan helwesta xwe ya ji bo Kurdistana azad her carê nîşanî dagirkeran da. Êrîşên hêzên dagirker çiqasî giran jî bin, xelkê me yê Rojhilatê Kurdistanê bi îradeyeke hîn mezintir li ber xwe dide û ji armanca xwe ya Kurdistana azad bi gavekê jî xwe venagire. Bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdsitanê jî bi sekna xwe ya welatparêz û serhildanên xwe, ji bo tevahiya gelê Kurdistanê bajarekî mînak e. Xelkê me yê Merîwanê beşdarî gelek berxwedanên Kurdan bû, bi erka pêşengiyê rabû û wezîfeya xwe ya welatparêziyê bi cih anî.
Malbata hevrêyê me Fuat jî bi çanda welatparêziyê şêwe girtiye û ev yek gihand nifşên nû. Ji vê malbata me ya hêja tevlîbûn li nava partiyên cuda yên Kurdistanê çêbû, her kî ji bo azadiya Kurdistanê rabû û ked da, ferdên malbata hevrêyê me Fuat jî hîn bêhtir tevlî karên şoreşê bû û hewl da wezîfeyên xwe yên welatparêziyê bi rengekî serketî bi cih bîne. Li ser vê bingehê kekê hevrêyê me Fuat di nava karên şoreşê yên partiyeke cuda ya Kurdistanê de şehîd bû. Vê yekê bandoreke kûr li ferdên malbatê kir û bû sedema lêpirsînekê. Ferdên din ên malbatê ji bo dewamkirina têkoşîna kekê xwe yê şehîd kete nava lêgerînan. Di encama vê lêgerînê de destpêkê hevrêyê me Ferhad Pepûle Tevgera Apoyî nas kir ku roj bi roj li Rojhilatê Kurdistanê girseyî bû û biryara tevlîbûnê da. Piştî têkoşîneke demdirêj hevrêyê me Ferhad Pepûle di encama şerê bi hêzên Îranê re şehîd bû. Hevrêyê me Fuat ku du kekên wî di nava şoreşa Kurdistanê de şehîd bû, ji bo hêjayî kekê xwe bibe kete nava hewldanan. Bi şehadeta birayên xwe re serbilind bû, li aliyê din jî naskirina têkoşînê ji bo xwe kir weke wezîfeyekê. Lewma beriya tevlî nava refên me yên partiyê bibe, bi sekna xwe ya şoreşgerî û welatparêziyê bandor li derdora xwe kir û bû ciwanekî Kurd ê mînak.
Hevrêyê me Fuat sala 2015'an ku hingî êrîşên giran li ser gelê me û tevgera me dihate kirin, ji bo beralîkirina van êrîşan û bersivê bide polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê me tên ferzkirin, biryar da tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me Fuat ku xwedî asteke bilind a hişmendiyê bû, metirsiya li ser gelê me dît û weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet, baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê teqez parastina gelê me bê kirin. Hevrêyê me Fuat ku li gelek herêmên cuda yên Kurdistanê gerîlatî kir, di her karî de bi ked û fedakariya xwe li pêş bû, bi van taybetmendiyên xwe jî bû mînak ji hevrêyên xwe re. Hevrêyê me Fuat di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr kir û hewl da kesayetiya xwe li ser bingeha vê felsefeyê ava bike. Her roj hîn bêhtir Rêberê me nas kir, di jiyan û kesayetiya xwe de jî nîşan da. Bi bandora projeya Neteweya Demokratîk a Rêberê me têkoşîna ji bo azadiya gelên bindest ji xwe re kir esas. Bi vê armancê şerê li dijî hêzên dagirker ji bo xwe kir yek ji karên sereke û di vê de israr kir. Ji bo karibe di şerê dijî dijmin de serketî be û di taktîkên gerîlatiya serdemê de pispor bibe, xwe perwerde kir û bi serketina li van perwerdeyan ji bo biçe qadên şer hevrêyên xwe îqna kir.
Hevrêyê me Fuat zanîbû ku dijmin bi armanca qirkirinê êrîşî gelê me û tevgera me dike, lewma cihê xwe di nava berxwedana destanî de ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê girt û bi pratîka xwe hewl da hêjayî Rêbertî û şehîdan bibe. Haya hevrêyê me Fuat jê hebû ku di şexsê tevgera me de dixwazin gelê me tune bikin û giranî da ser lêdana derbê ya li dijmin, cihê xwe di nava gelek çalakiyan de girt û bi vî rengî tevlî pratîkê bû. Mîna sala 2021'ê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên îsal jî bi wêrekî û biryardariyeke mezin sekinî û kir ku dijmin berdêlên giran bide. Cihê xwe di nava çalakiya li Girê Cehennemê de girt ku li nava raya giştî bi rojan hate nîqaşkirin û yek ji mînakên herî baş ên serketina taktîka milîtaniya Apoyî bû. Hevrêyê me Fuat di vê çalakiyê de xwe berda heta nava konên leşkeran û derba dîrokî li dijmin xist.
Mîna vê di gelek çalakiyan de hevrêyê me Fuat bi sekna fedakarî bû yek ji mînakên herî bijarte yên milîtaniya Apoyî. Têkoşîna hevrêyê me Fuat ji bo ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û tevahiya ciwanên Kurd çavkaniya sûdwergirtinê ya şerê li dijî dagirkeriyê.
Hevrêyê me Şiyar li nava malbateke welatparêz a bi eslê xwe ji Sêrtê, li Mersînê ji dayik bû. Malbata hevrêyê me Şiyar di salên 1990'î de ji ber polîtîkaya dijmin a xalîkirina Kurdistanê di encama zext û êşkenceyê de neçar ma koçî metropolan bike. Hevrêyê me Şiyar tevî ku li metropolan ji dayik bû û mezin bû, ji ber çanda welatparêzî û Kurdîtiyê ya ji malbata xwe wergirtî, bi dilsoziya bi nirxên xwe mezin bû. Hevrêyê me Şiyar ti carî ji şerê li Kurdistanê û rastiya ku qirkirin li ser gelê me tê ferzkirin qut nebû û di dema ciwantiyê de beşdarî nava karên şoreşê bû. Destpêkê tevlî nava karên ciwanan bû. Dema ev kar dikir ji aliyê îdeolojîk û rêxistinî ve xwe perwerde kir û hem jî hewl da ciwanên Kurd zane bike. Hevrêyê me Şiyar ku di vî karî de serketî bû, kir ku gelek ciwan xwe bigihînin refên azadiyê. Sala 2014'an li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser gelê me, gelek ji xizmên wî tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Şiyar jî bi vê bandorê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û beşdarî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Şiyar li herêma Xakurkê dest bi gerîlatiyê kir û perwerdeya xwe ya destpêkê jî li vir dît. Piştî ku agahiyên destpêkê têkildarî jiyana li çiyê û gerîlatiyê wergirt, ji bo karibe li gelek herêmên Kurdistanê bersivê bide şer û di vî şerê man û nemanê de weke milîtanekî Apoyî bi rola xwe rabe, ji aliyê leşkerî ve xwe hîn bêhtir kûr kir. Di heman demê de ji aliyê îdeolojîk ve jî kete nava kûrbûnekê û hewl da pêvajoya şer bi temamî fêhm bike. Bi vî rengî derbasî Şengalê bû ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîşeke giran biribû ser û her roj metirsiya komkujiyê lê hebû. Hevrêyê me Şiyar bû yek ji wan hevrêyên me ku bi erka parastina gelê me yê Êzidî rabû. Piştî ku ev wezîfeya xwe bi serketî bi cih anî careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bi tecrûbaya xwe ya şer li dijî dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî pratîkê bû. Hevrêyê me Şiyar bi giranî li herêma Zapê ma û salên dûr û dirêj tevlî karên pratîkî bû. Li Zapê karên cuda kir û bi taybetî di amadekirina bingeha şer de, di çêkirina tunelên şer de kedeke xwe ya mezin hebû. Hevrêyê me Şiyar ku baweriya xwe ya bi taktîka gerîla ya dema nû gelekî mezin bû, ji bo serxistina vê taktîkê kete nava hewldaneke mezin. Bi vî rengî wezîfeya xwe ya pêşengiyê û hevrêtiyê bi serketî bi cih anî. Her kêliya xwe ji bo hêjayî hevrêyên şehîd û Rêbertî bibe derbas kir, xwest ku bersivê bide pêvajoya şerê giran û daxwaza azadiyê ya gelê me. Hilanîna tola hevrêyên şehîd ji xwe re kir yek ji armancên bingehîn û ji bo vê jî di îdeolojiya PKK'ê de ku tevgereke tolhildanê ye xwe kûr kir.
Piştî ku dijmin sala 2021'ê li Zapê dest bi êrîşê kir, hevrêyê me Şiyar timî kete nava hewldana çalakiyan, beşdarî gelek çalakiyan bû û seranserê Zapê veguherand qadeke berxwedanê. Hevrêyê me Şiyar li gelek qadên Zapê cihê xwe di nava tunelên şer û çeperên berxwedanê de girt. Herî dawî li qada Sacayê di êrîşa dijmin de şehîd bû û wezîfeya xwe ya şoreşgeriyê di asta herî bilind de temam kir.
Hevrêyê me Serhed li Amedê, li nava malbateke kedkar û welatparêz ê dilsozê nirxên Kurdistanî ji dayik bû. Mîna her Kurdekî ku dixwaze bi nasnameya azad û bi rûmet bijî, hevrêyê me Serhed jî şahidî ji zilm û zexta dewleta Tirk a mêtinger re kir û li hemberî vê yekê bi berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê mezin bû. Hevrêyê me li hemberî polîtîkayên giran ên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a mêtinger, li hemberî dûrxistina ciwanên Kurd ji dîrok, ziman û nasnameya xwe, ji nêz ve şahidî ji berxwedana gelê me re kir. Weke ciwanekî zane û bi rûmet ê Kurd, tevlî nava refên berxwedanê bû û demekê li navenda têkoşîna me ya azadiyê li Amedê ma, di vê demê de cihê xwe di nava kar de girt û bû parçeyek ji berxwedanê.
Hevrêyê me Serhed têgihişt ku gelê me tenê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî yê bi pêşengiya gerîla dikare bê parastin û azadî bê misogerkirin. Bi vê têgihiştinê li hemberî êrîşên îmhayê yê dagirkeran, beşdarî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû û bersiva herî bi wate û pêwîst da dewleta mêtinger. Hevrêyê me li Amedê tevlî nava refên gerîla bû, derbasî qada Zapê bû û piştî perwerdeya destpêkê ya gerîlatiyê derbasî qada pratîkê bû. Hevrêyê me Serhed li qadên herî dijwar ên cografya zehmet a Zapê gerîlatî kir, di nava pratîkê de hîn bû û xwe kir gerîlayekî şareza. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker ku sala 2015'an destpê kir, bû yek ji wan hevrêyên me ku bersiva destpêkê da. Hevrêyê me di gerîlatiya serdema nû de di rê û rêbazê de xwe kir pispor, tiştên hîn bû jî derbasî pratîkê kir û pêşengî ji kar re kir. Hevrêyê me Serhed demeke dirêj li qada Zapê bi daxwazeke mezin kar kir, di nava şert û mercên herî giran de bû xwedî pratîkeke mînak. Bi têkiliyên xwe yên xurt girêdana hevrêtiya pîroz a PKK'ê xurtir kir, ji xwe re kir esas ku xwe bi pêş bixîne û tiştên hîn dibin jî bi hevrêyên xwe re parve bike. Her firsenda ku bi dest xist ji bo kûrbûna di felsefeya Rêber Apo de bi xwendin û lêkolînê derbas kir û di jiyana xwe ya gerîlatiyê de bû xwedî sekneke mînak a milîtaniyê. Hevrêyê me Serhed bi daxwaze mezin tevlî nava Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bû û ji bo tola şehîdên nemir hilîne gelekî hewl da. Di dema pêngavê de li refên herî pêş beşdarî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dagirkeran hate xistin. Bû fermandar û bi ruhê fedaîtiya demê bersiv da. Ji bo xaka pîroz a Kurdistanê û gelê me yê bindest ji êrîşên dagirkeriyê biparêze bênavber xebitî, şer kir û têkneçûna îradeya Apoyî di şexsê xwe de şênber kir.
Hevrêyê me Serhed bû yek ji pêşengên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê ku bi fedaîtî şer kir, kedeke mezin da û berxwedana me ya dîrokî ya li dijî artêşa Tirk a dagirker li Zapê xurtir kir. Destpêkê malbata hêja ya hevrêyê me bila serê gelê me yê welatparêz sax be. Em careke din soz didin ku têkoşîna hevrêyê xwe bi serketinê tacîdar bikin.
14 ê Cotmeh a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê