HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û raya giştî re!

Di 12'ê Gulanê de di saet 16.00'an de li navbera navçeya Qulpa Amedê û Mûşê li ser riya Şenyayla ji aliyê gerîlayê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Çalakiya heta saet 20.00'an de berdewam kir, 50 wesayit ji aliyê gerîlayê me ve hate rawestandin, nasname hatin kontrolkirin û ji gel re propaganda hate kirin. Herweha Serokê navçeya Qulpa AKP'ê û serdcerdewan Veysel Çelîk ji aliyê gerîla yê me ji bo darizandinê hatiye girtin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyona li herêmê hate destpêkirin hîn jî berdewam dike.

Dîwana Bilind a Dadê ya KCK'ê di daxuyaniya berê dabû destnîşankiribû ku; " Kesên li Kurdistanê polîtîkayên qirêj ên dewleta tirk û bi AKP'ê hevkariyê dike sûcê îxanêtê dikin. Hebûna gelekî ji bo berjewendiyên takekesî û malbatî de tunekirin sûcekî mezin ê mirovahiyêye. Li Kurdistanê bi vî rengî eşkere qirqirin heye, kesên cihê xwe bi awayekî aktîf tevlî polîtîkayên şerê taybet ên dewleta tirk û AKP'ê , li gor xeta parastina rewa pêkanîna wê wezîfeya HPG'ê ye. " Li gor vê bangawaziya Dîwana Dadê ya KCK'ê şexsê bi navê Veysel Çelîk ê bi awayekî aktîf bi dijmin re kar dike, piştgirî dide polîtîkayên îmha û tunekirinê yên AKP'ê û dewleta tirk, wê ji aliyê me ve were darizandin. Herweha divê kes û rêveberên AKP'ê ne demildest ji dijminantiya Kurdan biqerin û li himberî gel rexnê li xwe bigrin. Dijberî vê yekê wê aqûbeta van kesan jî weke vî şexsî ji aliyê gerîlayê me yê HPG'ê darizandina be.

15 Gulan 2012                                                

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê