Civak li gorî exlaqê fêrbûye û li gorî baweriyê xwe rastiyê bi te dide naskirin. Ew rastiya ku bi te dide naskirin, çiqasî ronahiya paşeroja te ye, tê vê yekê ji xwe bipirse. Dibistan, mamoste û pergal jî rastiyeke bi perdeyekî derew nixumandî bi te dide naskirin, rastiyeke te ji ziman, çand û exlaqê te mahrûm dihêle, mîna zêr û zîv pêşkêşî te dike, rengê wê gelekî bedewe, lê haya te jê nîne ku roj bi roj cerg û dilê te dihelîne. Zîhniyeteke wisa di te de dide avakirin, cûdahiya rengan li gel te namîne, her tişt li ber çavê te reş û spî ye, wexta dibêjin daristan, dibe ku tenê komek dar were bîra te, çiya çî ye, deşt, berg û zozan ji bo çine? li gel te bê wateye, her tişt ji bo te çarenûse û tu li benda mirina xwe ye. Pênûsa ku didin dest te bi hestan tejî kirine, ancax çilkên ku paşerojeke seraser binivisîne, bibarîne. Wî wextî tu pirsa rastî çiye ji xwe napirse? Jiyan çiye, çi jiyanê bedew dike tu ji xwe napirse? Lê ez ticarî jibîr nakim ku lêgera zarok û ciwanan ya jiyaneke azad, wekhev û bê êş heye. Ev lêgerîn jî mirovan berbi lêgera jiyaneke rast ve dibe.
Piştî ez tevlî nava refên gerila bûm, pirsa yekem min ji xwe pirsî ev bû; gelo çalakiya şehîd Sema û şehîd Zîlan rastiya ez lêdigerim? Gelo berxwedaniya hevalên girtîgehê yên salên heştê rastiya ku ez lêdigerim? Raste min lehengî û reseniya gelek keç û xortên Kurd bihîst, lê ez hestewer nêzbûm û min bawerî neda xwe ku ez rojekê ji nêzve rastiya Rêbertî û hevalên şehîd hîsbikim. Mîna niha gava navê Rêbertî tê guhê min laşê min nedirecifî ji heyecana. Zemanê mejî û dilê min berê xwe dida xerabiyê, hevalên şehîd nedihatin bîra min, qêrîn û êşên zaro û mirovên Kurd ji kezebê kişandine, nedihatin guhê min, di wan kêliyan de min çima ji xwe nedipirsî ezê bi vî halî çawa bigihîjim rastiyê?
Carne gihîştina rastiyê ji min re mîna bîreke kûr dihat û ger ez nêzbibim ezê bixeniqim, ango bi tirs nêzdibûm. Min mîna xeyalekî ku mirov ticarî nagihîje, xwe dabû qenaetkirin û ya girîng ewe ku çi ji te têxwestin tu bike. Min çiya tenê ciyê şer û kuştina leşkeran didît, ciyê xwe li dijberî dijmin parastinê didît. Ne mejiyê min, ne temenê min û ne jî dilê min têrê dikir ku ez çiya ciyê jiyanê bibînim û di nepeniyê jiyanê de li rastiyê bigerim.
Hevaltî yek ji nepeniyê jiyanê ye, lê kîjan hevaltî, bi kîjan pîvan û bi kîjan exlaqî…..? Di zor û zehmetiyan de serkeftin û binkeftin nepeniyên jiyanê ne, lê min ji xwe nepirsî gelo ez têkoşîn dikim, yan jî wisa bi rehetî dikarim van kêliyan bijîm. Min mereq nekir karekî ez jê heznekim, dema ez bikim wê min fêrî çibike, yan jî wê hêzekî çawa bide min? Min zorî neda xwe ez bi miroveke/î jê heznekim bidim û bistînim, wê gavê lêgerîna min ya rastiyê bi hinek pîvanan re xetimî û nema herikî. Min mafê xwe dît ez hevaltiya PKK ê mîna dixwazim bijîm û min jê re got ‘ev rastî ye’……..
Li gorî em dizanin divê lêgervanên rastiyê ji êşê, ji zorî, ji tarîbûne û ji mirine netirsin. Dilê xwe bi hemû rengên demsalan, bi bêhna hemû kulîlkan bixemlînin. Firseta lêgervanên rastiyê nîne ku cudayî têxin nava mirovan de, ji hinek demsalan hezbikin û li gorî çavê xwe li kulîlkan binêr in, yan jî wê di bin perdeya tenik ya xapînok de, cehaleta herî mezin bijîn. Bi pêlên agirê şehîd Viyan û isyana şehîd Medya re dengê qêrîna jiyana rast hate guhê min. Ruhê Bêrîtan Şîn û xemgîniya çavê wê ez fêrî têkoşînê kirim. Bi rastiya şehîdan re ez fêrî tîpên jiyana rast bûm û ezê nema destûr bidim ku rondikên çavan wan tîpan bi hestên lewaz binixumînin. Gelekî zehmete mirov rast bijî, ne tenê zore, bihaye jî û vê yekê heqdike.
Medya CÛDÎ
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 14 Hezîranê de di seatên şevê de artêşa Tirk a dagirker li geliyê Puxutê ya bi ser navçeya Nazimiyê ya girêdayî Dersimê operasyonek daye destpêkirin, her weha di gelî de li gelek cihên daristanî jî dar birîne.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di Çerçoveya Meşa meya rizgariya demokratik de, komekê nû ya gerîllayên me gihiştin Herêmên Parastinê yên Medya.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 12’ê Hezîranê di navbera demjimêrên 17:00 û 19:00’an de artêşa Tirk a dagirker girê Talisa û Kepe Mirîşka yê girêdayî naçeya Çelê ya Colemêrgê daye ber topên obîs û hawana.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di navbera navçeyên Êlih Sason û Hezo de, cerdevan û kontrayên artêşa Tirk a dagirker, li qadên Helkit, Direnik û Gomuka kemînê datînin pêşiya gerîlayên me.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Meşa Rizgariya demokratik a ji Bakûrê Kurdistanê destpê kiriye îro komekê nû ya gerîllayên me ji gihiştiye Herêmên Parastinê yên Medya.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Ji 9’ê Hezîranê ve li qada Artos a girêdayî navçeya Westana Wanê yekîneyeke kontra a girêdayî artêşa dagirker a Tirk kemînan datîne cihên ku gerîllayên me vedikişin. Her wiha ev yekîneya kontra keşfa eraziyê jî dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Meşa demokratik a di 8’ê Gulanê de destpê kiriye bi berpirsyariyeke mezin berdewam dike û li ser vî esasî komekê nû ya gerîllayên me ji Bakûrê Kurdistan gihiştiye Herêmên Parastinê yên Medya.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 3'ê Hezîranê de, artêşa Tirk a dagirker xwest li qadên Şehîd Kendal, Şehîd Rênas û Deriyê Dawetiya yê Heftanînê operasyonekê bide destêpkiirn. Gelê Kurdistanê yên li vê herêmê, pêşî li vê operasyonê girtiye.
- Ayrıntılar
Lê heke ev jî pêgirê ramyariya rastîn neyê kirin, dibe çavkaniya metirsiya mezin. Va di vê mijarê de jî asta pêşxistin û dahûrandinê, bi ya min asta min a ronahîbûnê hindek darîçav kiriye. Giyaneke xwe ya tine heye, zanebûneke xwe ya firotî heye. Yanî ku tu bibêjî bi gor rastîna Kurd pênaseya wê bide çêkirin, tenê ezê karibim vê bibêjim; gelo tu çiqas hatî firotin, di nav çend destan re derbas bûyî, te çend ezbenî guhertine, ma tiştekî bi navê te heye an na? Li ba veceniqandinekê, ezê lê binêrim ku belkî jî tiştekî bi navê te nîn e.
Ji dijmin rêçek ango siyek...
Balkêş e, her ku vedikolim peyda dikim. Ev têgîn bi rengê wehiyên pêxemberan bi ser min de tên û li min zorê dikin. Wekî din jî çareya me tine ye. Her ku em rastînê wernegirin, wergirtina hêzê, wergirtina nasname û kesayetiyê ne gengaz e.
Va, di vê xalê de mirovê herî azad ew mirov e ku dizane ka bi kûderê ve girêdayî ye û ew kes e ku dikeve hundirê çalakiya wê ya herî bi şidet.
Ango rastiyê...
Çendî ku tirsnak be jî, ev zewqê dide min. Kengê ku te zimanê rastînê wergirt, hingê tu dikarî nexweşiyê derbas bikî. Bi awayekî din tu nikarî li vê cîhanê bijî: Ev taybetmendiyeke min e. Rewşa mirovê di nava me de jî berevajiyê vê ye. Bi rastî jî çiqas birevî, dê tu ewqas vehesî. Tiştekî nayê bawerkirin e! Ji tîpên herî rewşenbîr re, herî ber bi rastiyê ve, çek di dest de; va, wêrekî bi şerkirine nîşan didin. Ên ku pêwîst e bi rastiyê ve girêdayî bin, mijara ku herî zêde tê de zorahiyê dikişînin ev e. Bi hezar caran diçine mirinê, lê nayên wê rastîna ramyarî ku serê xwe di yoma wê de didin, nasnameya azad û zemînê wê yê ramanî û rêxistinî. Ev nakokiyeke erjeng e. Niha ez hewl didim ku vê çareser bikim.
Di berê de çek girtina dest jî gihînekeke mezin bû. Di berê de peyvekê xistina devê mirovên me jî gihînekeke mezin bû. Tebî xebat pêşve çûye, lê hê jî em ji wergirtina nasnameyê dûr in. Ji ber ku em dûr in Demirel jî dibêje; “Ez nasnameya Kurd qebûl dikim!” Ger me nasnameyê hindek bi saxlemî wergirtiba, dê ji devê wî tenê ne ew peyv, bi cidiyeteke mezin dê wê nasnameya li hember xwe nas kiriba. Pir aliyên me yên jandar* hene.
Ez ber dikevim.
Belkî rewşenbîrên me ango yên ku hindek diramin û heta şoreşger jî dikarin bibêjin em xwedî îdîa ne. Lê ji ber ku biwêrekî nahizirin, nizanin wê çawa bijîn, Zîlanê nas nakin û ji ber ku eleqeyeke mezin nîşanê rastînê nadin, ez pir bihêrs dibim. Ev hemû xebatên rewşenbîrî û wêjeyî ne. Lê ditirsin, ên herî şoreşger jî ditirsin.
Takekes birçî ye...
Niha hemû ajo belaya ser in. Bisazîbûna ramyarî nîn e, bisazîbûna çandî nîn e, bisazîbûna leşkerî nîn e; di destên wî de tiştek nîn e. Tenêtiyeke tirsnak diderbirîne. Ez dibêjim tenêtiya xwe bibîne, bibîne û ger gengaz be, bi ser xwe ve biçe. Ez hewl didim ku mekanîzmayan pêşbixînim.
Bihêrs im.
Ez xwe bi zorê digirim. Lê ji ber ku naxwazim bin bikevim, ez dibêjim ezê bi azîneyeke cewaz rastînê lê pêwîst bikim. Va, ev mekanîzmaya bi navê PKK’ê hindek wisa pêk hatiye. Dîyalektîka ku civakê serûbin kiriye hindek wisa ye. Her ku ji rastînê rev çêdibe, ya min jî înada min digire û ez dibêjim bi van hindek rastînê bidime hîskirin.
Ez rastînê bi lêv dikim, rastînê birêxistin dikim û rastînê biçek dikim. Rastînê datînim pêşiya wan û bi vî awayî tola xwe distînim. Bi rastî jî pêwîstiyên paşnavê xwe tînim cî. Zewq dide min, ez hêrsa xwe hindek bi vê sivik dikim.
Ez li ser mirovê xwerû û bijartî pir disekinim. Heta dikare bê gotin ku kurtaseya jiyana min wilf nîşandayîna mirovê ji xwerû ber bi bijarte û ji bijarte ber bi mirovê xwerû ye.
Bi ya min mirovê xwerû mirovê herî bijarte ye. Lêgerîna min a bijarteyiyê, ji bo peydakirina mirovê xwerû ye.
Tebî ne ew mirovê di destpêkê de ku xwezayî û xwerû bû. Dê evê pir bibe ûtopîk û dozîneyî.
Mirovê xwerû dê çawa şekil bigire?
Bîrdoziyên mirovanî hene. Ê ku mirovanî û mirovî ye çî ye? Bi vê wateyê rizgarîxwaziya netewî ya Kurd ji bo min tenê amrazek e. Di bingeh de li paş vê amrazê mirovaniyeke kûr û lêgerîneke mirovî heye. Nexwe ne gengaz e ku ez vê çalakiyê pêşve bibim. Eleqeya min a mirovî di asteke awarte de ye.
Şiyarbûnî hatiye wê astê ku, hemû xuyangên diteyisin vedigerin bertekê. Min xwe vegerandiye mekanîzmayeke parastinê ya wisa. Ez dibêjim; berteka çewt raber kir, ezê bi berteka rast bersiv bidim. Ev rê li ber şerekî mezin vedike. Bi ya min çi eleqeya wî mirovê li hember min bi xwerûbûn û bijarteyiyê nîn e.
Ez timî vê pirsê ji xwe dikim; ez nikarim wek van bijîm û hûn dizanin ku ez najîm.
Ma ez dikarim di çerxa seretayî de, yan di çerxa navîn de, yan jî di çerxa niha de baştirîn bijîm?
Di her çerxî de, ne di ti çerxî de û di çerxên bên de dijîm.
Bi çerxan re navbera min ne baş e. Rewşeke cewaz e...
Mirovê bi tenê...
Helbet ev ji bo min pêwîst e. Ji ber ku pîrozbûn bi xwe ev e. Ger bi derdorê re biyek bibim, dê pîrozbûn bisekine. Ji ber ku disekine, dê çalakî bisekine, partî û tevger pêş nakeve. Ne tenê ji ber pêdiviya tevgerê, di felsefeya min a mirovanî de tetmîn nebûyîn heye.
Ez nahedirînim; ecibandin bila li virê bimîne, ez tirsnak û mezin bibertek im. Min rêxistina PKK’ê, vî şerî bi armancên ramyarî yên bingehîn ên civakê re girêdayî aniye rewşa bihevseng.
Teqîna bertekê...
Hêrsên min hene, yên ku naecibînim hene, redên min hene. Ez dixwazim van derbasî jiyanê bikim. Mesela li gund digotin, weke ku tê zanîn nakokiyên gund... Bi ser de here û çareser bike, -va tu ciwan î, bi gor rêpîvanên malbata me paşnavê te jî Ocalan e, here û çi pêwîst dike bike... Min got ez hêrsa xwe wisa nadim teqandin. Min xwe veşart, min manevrayeke balkêş li dar xist. Manevrayên min ên wisa, vegerandina wilfên min di asteke nayê bawerkirin de ne. Helbet ev dikarin ji bo hezê jî bêne gotin. Bi wan re jî mijûlahiyên pir alî hene. A herî guncav, ez di felsefeyê de lê geriyam. Me, ji vê re got polîtîkaya rizgariya netewî ya herî rast.
Lêgerînên min ên tirsnak hene.
Ez dixwazim hêrs û arzûyên xwe mezin bikim û ber bi dumahîka mezin ve bibim. Bûna zanyarekî baş, her wekî ev jî encamê hêrsê ye, dahîtî jî bi vê ve girêdayî ye. Di saziyên mêtînger de bûna bûroqrat, heta leşker, sivîl, bûroqratê ramyarî jî; min bi rengê gelo dibe pirsan ji xwe kirin. Ev jî ji rêzê ne û min vê ji rêzêbûnê peyitandibû. Min eleqeyê nîşan neda. Rastîna ramyariya sosyalîst ji bo min wateyeke mezin derbirand.
Sosyalîzm bûyereke rojaneyî ye, polîtîkayeke mezintirîn e. Vê yekê daxistina rastîna Kurdistanê, dê dijmînê wê bi gor rêzikên geometrî di asteke pêş de zêde bibin. Ev tê çi wateyê? Tam tê wê wateyê ku sahaya ku ez karibim bertekên xwe tê de biteqînim hatiye peydakirin.
Sedemê ku ez di ramyariya rizgariya netewî de ewqas balrakêş im; ji ber ku min zemînê mezinahiya hêrsê, lêgerînê û îdîayê wergirtiye. Zemînên din piçûk in, min tetmîn nakin. Bûna general ango ramyarek min tetmîn nake. Piraniya we bi bûna yekî ji rêzê qîma xwe tînin. Di van sînoran de mayîna min ne gengaz e. Ev bi xwe jî ji min re teng tê.
Zemînê Kurd lewaz e, lê ji ber ku di rewşa daringiyekî xam de ye, ez xwedî heteriyê me. Ger ez vê zemînê bi kar bînim, ezê karibim xwe hilavêjim zemînên din. Ezê karibim bi DYA’yê re mijûl bibim, karibim bi binkeyên kevnare yên Rojhilata Navîn re mijûl bibim. Hêviya vê bi xwe peroşî dide. Ez dibêjim dawiya vê xebatê jî dê baş be. Lê zemînê niha jî pir baş e û ev berhemê jî dide. Di vir de ger baldêrî bê nîşandan, ez ji rewşa hestyarî û hêrsî derdikevim û bi dumahîyeke ramyarî ya mezin ve diçim.
Ez rasteqînî me, ne serborîperest û xeyalperest...
Min bi gor pîvanên zanistiyê kirûya netewî pir vekola. Ez di wê astê de me ku dikarim qasî zanyarekî herî baş civakbûnê bi gor asta zanistiyê ya heyî fêm bikim.
Jê jî wêdetir ez çalakmendek im.
Erê çalakmend. Ev jî baş e... Ez propagandevanekî erjeng im. Rêxistinkar im. Timî di rewşa tevgerê de me. Ger ev hemû bi hev re nebin, hingê ez nexweşek im ango jiyîna min zor e. Pejirandina jiyanê li ba min, ewqas vekirin û hilgavtina mezin daye çêkirin. Evqas rêxistin, dê hemû jî di astên çekdarî ên herî metirsîdar de bibin şervan. Dê taybetmendiyên milîtan ên erjeng jî pêş bikevin. Baş bala xwe bidinê, rojane ez ewqas xwe digijgijînim nebû, tu dikî û tuyê bi vê bimirî. Li virê îdîaya jiyanê hêz qezenc dike. Divê bi reha tu bijî, her tişt bi jiyînê ve girêdayî ye.
- Ayrıntılar