Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 14’ê Çile de Saet 14.00 Dema rêhavalê me Akîf ji bo bi erkekî rabê li navçeya Nisîbînê ya Mêrdînê pevçunek navbera polîsê tevgera taybet yê artêşa dagirker a tirk qewmîye, û ruxmê rêhevalê me giran birîndar buye nêzî 45 deqeyan pevçun berdewam kiriye
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
7’ê Çileyê di çalakiya gêrîlayên me li dijî Qereqola Karatşa ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê pêkanîn de, di encama bombebarana zêde ya artêşa Tirk ya dagirker de 6 gêrîlayên me 6 gêrîlayên ji yekîneyên xwe qutbûn gihane şahadetê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
tevgera azadiya kurdistan ketiye dile milyonan, bi sekn û qarara xwe buye textê bi hezaran şervanên qehreman yên şerker, û di riya wande azadîxwazên pêşerojê bî rîhê fedayî û bî qerar bi naskirina wan, ew Oxir kirin ber bi karwanê şehîdên azadiyê ve.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Li hemberî artêşa dagirker a Tirk ku ji bo derbe li serkeftina Tevgera Azadiya Kurdistanê ya sala 2013’yê bixe, di mehên zivistanê de operasyonên xwe zêde kiriye, ji aliyê gerîlayên me ve 7’ê çile çalakiyeke bi ruhê fedayî hatiye lidarxistin û di vê çalakiyê de 8 rêhevalên me yên ku bi ruhê fedayî li ber xwedan tevlî karwanên şehîdên azadiyê bûne.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
roja 7ê Çile seat 18:30'de gerîlayên me li navçeya Colemêrgê Çelê çalakiyek berfireh, li dijî Qereqola Karataş û Tûgaya Çelê û binkeya leşkerî ya Girê li dar xistin, gerîlayên me ji çar aliyan ve li qereqola Karataş, girê parastinê û sengerên eskeran dane û di encamê de bircek çavdêriyê hatiye tinekirin û 7 leşker hatine kuştin.
- Ayrıntılar
Berxwedana giştî ku rêber APO’ dest pêkiriye, mîna pêlên deryayê îro hem li girtîgehan hem li çiyan bilind dibe û belav dibe. Ev berxwedana bi rûmet ku ev sed salî jêre şehdetî dike, em bawerin ku mînakên wê a nîne an jî gelek kême. wê neşaş be ku mirov bêje bi qas ku ev berxwedanî ji bo nasname û rûmeta netewa Kurde,ewqas jî bi navê nirx û rûmetên tevahî mirovatî vîneke bê hempa tê nîşandan. Ji ber ku ev berxwedan çavkaniya xwe ji tevahî nirxên ku di dîroka mirovatî hatine perçiqandin û bi ber tunekirinê ve çûne di gire, lewam jî ne ser tewandinê ne jî binketinê na pejrîne û ji bo xwe bi ghîne jiyanekî azad, bi hemû hêza xwe li ser lingaye. Kokê jiyana komînal,wekhev û azad ku xwe di vê axê de bi cîkiriye,tevî hemû êrîşên dewlet perestî, Nejat perestî,desthilat perstî û zayin perestî pûç ne bû û nerizya. İro jî bi tevgera azadiya Kurdistanê re cara yêkê piştî bihezaran sal şensê jiyanê bi dest dixe. Şoreşa heqîqetê ku rêber APO’ di hemû waran de pêşxist, hişt ku ev nirx careke din serê xwe hildin û vîna jiyankirinê bi afirînin. Lewma jî şerê ku di navenda İmralî de dest pêbûye netnê di navbera rêber APO’ û dewleta Tirk deye, ev şer di navbera nirxên modernîta demoqratîk û modernîta kapîtalîst deye. Mezin bûn û firehbûna vî şerî bê guman bi vê rastiyê ve girêdayiye. Ger îro cihan li hember pergala İmralî a bilenet bê deng dimîne û wekî tirbên miriyan sar û kere, çavkaniya xwe ji vê rastiyê digre. Çawa ku berê di navberî xwedayên başî û xerabiyê de şerên mezin çêdibûn û di binketin û serketinên van hêzan de mirovatî an lenet dibû, an jî pêşketinên mezin avadikir.İro jî dîrok û mirovatî li beranberî rewşekî wehaye. Ji ber ku berpirsyarî gelek mezin û dijware. Lewma jî berxwedaniya rêber APO’, şervanên azadiyê li çiya û girtîgehan, sekna gelê Kurd jî di asta ku her kesî matmayî bihêle xwedan zanestiyeke dîrokî,felsefîk, gerdonî û vîneke bê sînor e.
Di 2012 de hêzên mêtinkar bi her awahî bi hêvî bûn ku tevgeran azadiya Kurdistan teslîm wergirin û serkeftina xwe ilan bikin. Her weha bi konsebtekî hev beş tevgeriyan û ji bo tesfiya kirina tevgera me hemû rengên şerê taybet xistin meriyetê. Tecrîda giran li ser rêber APO, êrîşên ser gêrîla, komkujiyên siyasî û leşkerî ser gelê Kurd, çapemeniya azad a Kurdî qedexe kirin û dana girtin wekî rêbazên bingehîn ên vê planê ketin pratîkê. Dîsa û wekî her car yek ji polîtkayên wan ên serke jî Kurdê xwe,Kurdê xwe firotî û Kurdê sipî xistina dewrê bû. Bi vî rengî xwestin hêviyê serketin di civaka Kurd de vemirînin û mîna sed saliya 20’ an Kurdan bê statû û bê nasname bihêlin. Her weha hewladan ew bû ku dîsa Kurdan bikin qurban û ji bo netewên din bi serbestî bijîn Kurdan bişewtînin. Netenê veya, ermanc ew bû ku bi tesfiya kirina xeta modernîta demoqratîk ku tevgera me jêre pêşengtî dike, wê hêzên emperyalîst bikarin destwerdaneke nû ji hermê re pêşbixin. Lê belê wekî tê gotin “ hesabê malê û ê sûkê li hev derneket”. Dev jê berde têkçûn û binketina tevgera me. Bervajî ne palnên Amerîka di herême de bi cî hatin ne jî ên hukumeta AKP’ ê. Helwesta ku Rêber APO’ pêşxist,berxwedana gêrîla û bilindkirina pêla şerê gel ê şoerşgerî, dîsa berxwedana dawî a ku di girtîgehan de pêşket, şoreşa başûrê roja ava ,hukumeta AKP’ û piştgiryên wê xistiye nava qeyeranekî mezin de û xiste rewşekî weha ku êdî nikare birêve bibe. Şûna ku tevgera azadî têxe nava koşegiriyê de. Bervajî veya Hukumeta Erdoğan bi piraniya hêzên herêmê re ketiye nava pevçûnê û koşegiriyeke diplomasî dijî. kongeriya AKP’ ê a dawî ku xwestin xwe bi her awahî xurt bidin nîşandan, rewşa heyî biawayekî baş danî holê. Dervî PDK, Hemas,partiya İxwan El muslumîn a Misrê kes li derdorwî nemaye. Her çiqas Erdoğan xwest xwe mîna Fatîh Sultan bi de nîşan dan,lê di rastiyê de rewşa dewleta Tirkî a heyî, teşbîhî rewşa dewleta Osmanî a di dawiya sedsaliya 19 da dibe. Yanî çawa jêre di hat gotin “zilamê nexweş “ her weha heman rewş ji bo hukumeta Erdoğan jî tê jiyin. Lewma jî bi derwan, bi gefan, bi kûrkirina nejatperestiyê û bi riya şerê taybet dixwazin binketina xwe veşêrin û raya giştî bi xapînin.
Di sala 2012 de şerê gel ê şoreşgerî kete pêvejoyekî nû, ji dest pêka buharê heta nuha, Kurdistan û Tirkî bû qada şerekî dijwar. Careke din hate diyar kirin ku, ger em li gor pêdviyê startijiya 4. Tevbigerin û dervî tektîkên gerîla dernekevin, tevî hemû teknîkê,artêşa Tirkan nikare li berxwe bi de. Ev saleke ku artêşa Tirk dibin agirê gerîladeye. Çalakiya Şitazin – Oremar, dorpêşkirina Şemzînan, Bêşebabê û her weha gelek çalakiyên din dewleta Tirk neçar hişt. Bi vê gavê re girêdayî, rojiya birçîbûnê a bê dem û dorveger,rêk li pêşiya pêvejoya berxwedana giştî vekir,ku ev jî pêvejoya herî bilind a şerê gel ê şoreşgeriye. Di pêşengtiya Rêber APO’ de hemû kadroyên tevgera azadî û Kurdên bi rûmet,helwesta xwe li hember dîrokê danîne. Û dan nîşan dan ku tu êrîş nikare me teslîm wergire û me ji ermancê me qut bike.
Yek ji seknên ku demga li vê pêvjoyê jî da tekoşîn û helwesta azadî a jinên Kurd bû. Di hemû pêvejoyên şoreşa azadî de, jinên Kurd pêşengtî kirine û seknên qehremantî pêşxistine. Rêheval Berîvan Agal, Berîtan,Zilan, Sema, Rojbîn,Şilan, Viyan û bi hezaran şopdarên wan, bûne xeta berxwedana radîkal li hember êrîşên dujimin ên derve û hundur. Di jiyan û çalakiya xwe de, bûne pîvan û pirensîb ji bo her milîtanekî heqîqetê. Îro jî di çarçova startijiya şerê gel ê şoreşgerî de jinên Kurd bi heman ruhî û bi heman cesaretê vê kevneşopiyê berdewam dikin. Ji bo azadiya rêber APO’ û parastina nirxên netewî,di heman demê de li hember zihinyeta bavik salarî , jinên Kurd di 2012 de jî bi her awahî li ser lingabûn. Di şer de heta dawî ruhê êrîşê,cesaret, di fermandariyê de berpirsyarî, di taktîk de kûrahî û di plan de ziravî, wekî taybetmendiyên bingehîn ê ku xwe di tevlêbûna hevalên jin de dane pêş di pratîka 2012 de. Wekî hêzên YJA-STAR tiştê herî balkêş jî, bilind bûna di hejmarên çalakiyên xweser de bû. Bi xwe bawerî,di ermanc de zelalî, di zanestiya rêxistinî û bîrdozî de kûrahî,hiştiye ku di çalakiyê de jî xuluqkarî û dewlemendî derkeve holê. her weha di dema derbasbûyî de hevlên jin tenê beşdarî çalakiyan dibûn, lê nuha hem di warê tektîk de hem jî di plan û pêkanînê de xwedan rolekî aktîf û serkene. Netenê di qada gerîla da, heman demê di qada siyasî û civakî de jî jinên Kurd ji bo azadiya rêber APO’ û parastina rûmetên netewî hem di rojiyan de, hem jî di serhiladana her dem pêşengbûn. Mirov veya bi awayekî eşkere di rojiya bê dem û dorvger a ku buharî li Ewrupa dest pêkir û a ku nuha li girtîgehan û di qada legal de berdewam dike baş bibîne. Ji keçên biçûk bigre heta daykên 80 salî îro li ber devê girtîgehan nobeta azadiyê digirin û di nava çalakiyê de ne. Tekoşîna jinên Kurd li ser civakê jî bandorekî mezin avakiriye. Cesaret, fedekarî, israr di jiyana azad de ku daykên Kurd didin nîşandan, dihêle ku çanda berxwedanê di civaka Kurd bibe kevneşopî û bibe şêwazekî jiyanê a xwezayî. Ji ber civaka ku jinên wê serhildêrbin tu hêz nikare vê civakê esîr wergire û kole bike. Bi vê rastiyê ve girêdayî sala 2012 jî şehdetî ji qeremantiyê destanî re kir. Li hember hemû tang, top û firokên dijmun, gerîlayên jin û daykên Kurd li berxwedan û heta nefesa xwe a dawî şerkirin. Berxwedana rêheval Arjîn û 14 hevalên wê,wê di dîroka gelê Kurd û dîroka jinê de, herdem mîna mûmekê geş be û riya me ronî bike. 15 jinên ku li hember xiyanet, nûkertî, koletî û hemû çekên wê serî ne tewandin û heta fîşeka xwe a dawî li berxwedan. Wan di helwesata xwe de nûnertiya herî bi rûmet ji hemû berxwedanvên vê axê kirin. Şervantiyê heqîqetê çawa tê pêkanîn wan bi xwîna xwe li zinar û kevirên Gerzanê nivîsîn. Xiyanet û qehremantî li ser vê xakê herdem di nava şer de ne, lê vê carê ne Enkî ne jî Mardok bi serketin. tovê 15 jinên Kurd li ser vê axê belav bû, ev tovên berxwedanê her roj di dil û mejiyê gelê Kurd de dibin zeviyê bedewbûn û azadiyê. Cûdî jî şehdetî ji berxwedaniya jinan re kir. Rêheval Binefiş, Zilan, şîlan û rêhevalên wan li ser Cûdiya Mirada pîrozbahiyekî nû zêdekirin. Li kêleka evsana nebî Nûh û lawikê Xerîb, evsana keçên Cûdî wê herdem bibe ciyê ziyaret û pîrozbahiyê. Çawa ku Nûh hewlda mirovatî ji felaketa xwezayê rizgarbike û sefîna xwe bir navsera Cûdî. Jinên Kurd jî ji bo ku mirovatî ji çanda destdirêjkirinê, ji koletiyî û bê exlaqiyê rizgarbikin xwe ji serê tayê porê xwe heta tilyên lingên xwe nedirî azadiyê dikin . Yek ji qehremanên 2012 de jî rêhval Rojîn Gewda bû, rêheval rojîn ji roja yekê heta roja şehadetê, yek ji wan hevalên ku bi awayekî herî aktîf tevî şerî gel ê şoreşgerî bûye û di artêşbûna jin de bi rolekî pêşengtî rabûye. Ewê di kesayeta xwe de senteza cewhera civaka dayiktî û çanda azadî a PKK’ afirandibû. Lewma jî bi tevlêbûna xwe a ji dil, dil nizim,fedekar, bi coş û moral ewê hîlîna xwe di dilê her mîlîtanekî azadiyê de çêkiribû. Divê ku wê rêber APO’ bi awayekî fîzîkî nedîtibû, lê wê bi dilê xwe ê paqij û hizra xwe a zelal şopdarekî xwezayî a rêbertiyê bû. Ew di jiyana xwe a şoreşgerî de her dem mîna zozanên feraşînê bedew, mîna cîloyan asî û mîna Çarçelan serbilind bû. Divê ku neçûbe dibistanên dijmun, lê ew şagirtekî serkeftî bû di akadimiyên jiyana azad de. Tevî ku gelek caran bîrîndar bû, lê ewê herdem di cephên herî pêş de cîgirt û bê hesab tevlî tekoşînê bû. Ew yek ji wan kesên ku fikir,zikir û çalakiya xwe kiriye yek bû. Ew evîndara lûtkên çiyayan bû, lewma jî herdem mîna teyrê baz li Herekol û Sunbulan di firya. Ew rêhevala rêhevalan bû,ewê herdem li ser bingeha heqîqetê rêhevaltî dikir. Rêheval Rêvan jî ji pêşengên serdema 4. Bû. wê di kesayeta xwe de herdem nirxên civaka komînal parast û ji bo wan jî,di ast herî bilind de ked û fedekarî dida nîşan dan. Di tekoşîna azadiya jin de her dem xwedan israr û di xwe de her roj exlaqê jiyana azad di afirand. Lewma jî di hemû pêvejoyên zor de ew milîtana demên tengbû. Her weha rêheval Canda, Zîn û bi dehan hevalên wekî wan, di helmeta 2012 di warê fermandarî de, di hevaltî û ruhê mîltantî de destanên lehengtiyê avakirin.
Jinên Kurd ne tenê di tekoşîna netewî de heman demê li hember polîtakyên AKP’ ên cinsiyet parêz jî helwestên radîkal dan nîşan dan û di tekoşîna demoqrasî de jî pêşengtî kirin. Her weha ji qada siyasî bigre heta qada leşkerî, ji serhildanan bigre heta girtîgehan bi pêşenigiya jinan civaka nuh xebatên avakirina netewa demoqratîk pêşdixe. Mirov vê rastiyê ne tenê li bakur, li rojavayê Kurdistanê jî dibîne. Jinên Kurd di şoreş roj ava de rolên sereke dilîzin. Hem di sazîkirina pergala xweseriya demoqratîk de, hem jî di parastina gel de bûne mertalên zindî, yanî bi her hawî jinên Kurd pêvejoyekî roneansê jiyan dikin. Wê neşaş be ku mirov bêje; di vê sed saliyê de, di rojhilata navîn û cîhanê de tu jin mîna jinên Kurd xwedan zanestîya polîtîk, civakî, bîrdozî û çalak nînin. Jinên Kurd çend şoreşan behvre birêvedibin, lewma jî ev vîn, cesaret û hişmendiyekî mezin dixwaze. Li hember zayend perestî, Nejat perstî,zanesit perestî û ol perestî tekoşîna herî bi bandor îro jinên Kurd pêşdixin. Lewma jî ev tekoşîn ne tenê ji bo civaka Kurd, her weha Ji bo civakên rojhilata navîn û tevahî cîhanê perspektîfekî bihêz ava dike û ji bo jinên tekoşer û azadî xwaz, tevgera azadiya jinên Kurdistan manîfestoya vê sedsalê temsîl dikin.
Zaxo Zagros
- Ayrıntılar
AKP bi vegotinên îslamî û demokratîk hat ser desthilatdariyê. Dema ku AKP hat ser desthilatdariyê piştî şerekî 20 salan demeke wisa bû ku civakê dixwest hinek rihet bibe. Ji sala 1980’yî ve civak di bin pêkutiyeke giran de bû. Ji ber vê yekê hesreta civakê ji bo demokrasiyê zêde bûbû. Ji aliyê din ve ekonomiya şerê 20 salan û krîza ekonomîk a 2001’an civakê xizan kiribû. Ya rastî cudahiya hatiniyên aborî yên di navbera tebeqeyên civakî de zêde kiribû. Civakê hem vebûna demokratîk dixwest hem jî hêvî dikir ku ji aliyê ekonomîk ve rewş baş bibe. Di wê pêvajoyê de hemû partî partiyên dema şer bûn û ji qewetê ketibûn. Jixwe krîza ekonomîk partiyên hikûmetê qedandibû. Di pêvajoya ku şer sekinîbû û hilweşandina ekonomîk li ser partiyên din mabû de AKP bi vegotina ji xwe re demokrat ji xwe re misilman bi tena serê xwe hat ser desthilatdariyê. DYE ya ku dixwest mudaxeleyî Iraqê bike desthilatdariya AKP’ê erê kiribû. Ji ber ku di pêvajoya mudaxeleya Iraqê de partiyeke “hevkar û îslamparêz” wê pir bi kêrî karê DYE’yê bihata. Ya rastî derdora wê demê ji bo desthilatdarbûna partiyeke demokratên sosyal gelek guncaw bû. Lê di wê demê de bi sînor be jî ji bo ji hêviyên civakê re bibe bersiv partiyeke çepgir tune bû. Partiyeke çepgir a ku Îsmaîl Cem û Kemal Dervîş jî tê de bûn bûbû alternatîfeke cidî. Encax bi mudaxeleyekê –mudaxeleya DYE’yê dibe- ev yekîtî hat belavkirin û rê li ber AKP’ê vebû ku bi serê xwe bibe desthilatdar.
Di deh salên dawîn de pir baş hat fêmkirin ku AKP ji xwe re demokrat e. Zelal bû ku hêviyên demokratîkbûnê yên gel bi şexsiyeta xwe ya ji xwe re demokrat vala derxist û daneheva demokratîkbûnê xerc kir, qedand. Hêviyên çareseriyê yên di pirsgirêka kurd de jî bi hin gavên şerê psîkolojîk (TRT 6 hwd.) pûç kir. Di civakê de meyla çareseriyê jî wiha qedand. Bi gotina; jixwe îro êdî pirsgirêka kurd nemaye; vebûn mebûn jî tune ye, rûyê xwe yê rastîn derxistiye holê. Jixwe di pirsgirêka kurd de tu carî vebûn çênebû. Di axaftina xwe ya dawîn de bi gotina; êdî vebûn mebûn tune ye, projeya yekîtî û bihevrebûna milî heye, îspat kir ku bi desthilatdariyên kevn re di heman rêyê de baz dide. Yên 12’ê îlonê diparastin jî, Ergenekonvan jî, Çîller jî, hemû deshilatdariyên dijminên kurd jî, partiyên siyasî jî gotibûn yekîtî û bihevrebûna milî; tiştekî din negotibûn. Vegotina yekîtî û bihevrebûna milî, zimanê hevpar ê hemû zîhniyetên înkarvan, bişaftinkar û nîjadkujîgerên çandî ye.
Em ê vegotina demokrasiya sexte ya AKP’ê ya ku êdî azlû bûye nenirxînin. Îro çiqas misliman e, ya rastî em ê li ser şexsiyeta wê ya ji xwe re misliman bisekinin.
Mirov êdî ji AKP’ê re weke Rêberê gelê kurd balê dikşîne ser bibêje îslama dijber hîn rast-tir e. Mirov bibêje îslama hevkar û nerm jî mirov ê hin nirxan hêjayî AKP’ê bibîne.
200 sal in modernîteya kapîtalîst dixwaze Rojhilata Navîn radest bigire, AKP di viya de merhaleyeke nû îfade dike. AKP’ê îro li Rojhilata Navîn Hespê Trûvayê yê modernîteya kapîtalîst e. Di destê modernîteya kapîtalîst de serê beran e (ku pê deriyê sûran dişikandin). Li Rojhilata Navîn ji bo şikandina berxwedana çandî ya bi koka xwe bi hezaran salan, hêzeke sîxur e tê bikaranîn. Ne tenê çanda qedîm a Rojhilata Navîn a bi hezaran salan koka wê heye, îslama çandî ya 1500 salan jî tê hedefkirin. Jixwe îslama çandî bi nirxên nû dibe îfadeya çanda bi hezaran salan.
Rojhilata Navîn ew erdnîgarî ye ku hemû bawerî û olên yekxwedayî li ser derketine holê. Aşkere ye ku hemû ol jî rengê wan ê civakî bi giranî nirxên maf, dad û wekheviyê hildigirin. Erdnîgariya ku civakparêzî, çand û nirxên civakparêzî tê de herî xurt in. Ji ber vê yekê modernîteya kapîtalîst a xwe li ser takekesiyê bilind dike di fetihkirina Rojhilata Navîn de zehmetî dikişîne.
Niha ev Rojhilata Navîn, ew erdnîgarî ye ku AKP û partiyên weke wê bi kapîtalîzmê destnimêj didin girtin û dixwazin radest bigirin. Tu partiyeke kapîtalîst û burjûva bi qasî AKP’ê civakîbûnê belav nekiriye û takekesiya kapîtalîzmê belav nekiriye, civakê ev qas bêparastin nehiştiye. Tu temsîlkar û sîxurê kapîtalîzmê li Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo kapîtalîzm civakê ev qas belav bike rol neleyîstibû. Ji vî aliyî ve modernîteya kapîtalîst di şexsê AKP’ê de sîxurê xwe yê herî girîng dîtiye. Ne tenê civakê belav kir, li ser navê îslamê di qedandina îslama çandî de rola herî bingehîn lîst. Îro ji bo di çerxa dagirkeriyê ya beşên îslamparêz de cihê xwe bigire di nav pêşbirkeke hevdu perçiqandin, di jiyana civakî de bi ser beşên burjûvaya klasîk ketin, îspat e ku vê rolê çiqas qebûl kirine û zexm kirine.
AKP ne tenê di qada civakî de, di qada siyasî de jî temsîlkar û serkarê xas ê modernîteya kapîtalîst e. DYE ji bo Tirkiyeyê bi welatên Rojhilata Navîn bide qebûlkirin û di ser viya re bigihê hedefên xwe yên siyasî ketiye nav hewldaneke ku AKP’ê ji nû ve boyax bike û rûyekî nû pê bide qezenckirin. Wisa ku xwestine AKP’ê bikin weke temsîlkarê hest û daxwaziyên gelên Rojhilata Navîn. DYE Tirkiye ku bi Îsraîlê re bikeve nav rageşiyeke bi kontrol ji bo vê armanca xwe pêwîst dîtiye. Ya rastî dewletên kûr ên Tirkiye û Îsraîlê ketine nav şerekî pevşêwirî. Ne Tirkiye dikare Îsraîlê, ne jî Îsraîl dikare Tirkiyeyê berde. Weke cêwiyên bi hev ve ne. Hebûna her duyan bi hev ve girêdayî ye. Tirkiye Îsraîlê bernade Îsraîl jî Tirkiyeyê. Tu rageşî û pevketin nikare vê têkiliyê ji holê rabike. Ji ber ku ev rewş dihat zanîn Erdogan li Davosê gotibû “One mînute”, Îsraîl jî Tirkiyeyê sûcdar kiribû. Ev şanoya Davosê ji bo ku bi AKP’ê rola hevseroktiya projeya mezin a Rojhilata Navîn were leyistandin hatiye pêşandan.
Me ji serî ve bi guman li rageşiya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de dinihêrt. Me baş dizanibû ku Tirkiye û Îsraîl du rûyêz madalyonekê ne. Ji ber vê yekê em difikirîn ku şanoya Davosê weke parçeyekî stratejiyeke hîn demdirêj e. Mîna rêya bi hêsanî xapandin û radestgirtina gelên Rojhilata Navîn me bi guman li Davosê dinihêrt. Bi rastî jî di pêvajoya ku zelalbûna aliyên li Rojhilata Navîn pêwîst dikir de careke din hate dîtin ku ewlehiya Îsraîlê di Tirkiyeyê re, hebûna Tirkiyeyê jî di Îsraîlê re derbas dibe. Ew Tirkiyeya ku te digot qey bi Îsraîlê re bişer e, ji bo mertalê parastina fuzeyan li Meletiyê were danîn destûr da.
Îsraîl û Tirkiye bi şerekî çawa yê pevşêwirî dixwazin bi hev re Rojhilata Navîn dîzayn bikin wezîrê berê yê AKP’yî Abdullatîf Şener bi bûyereke berbiçav danî holê. Hemşeriyê min û hem jî ji Zanistên Siyasî hevalê min ê polê Abdullatîf Şener jî bi mînakeke ku dayî raxistiye holê ka AKP sîxurekî çawa yê modernîteya kapîtalîst e. Jixwe Abdullatîf Şener gotiye “piştî ev hat ravekirin divê çapemenî bi rojan viya di manşetan de bide û nîqaş bike” û girîngiya mijarê diyar kiriye.
Destpêkê ji bo meraqê ji holê rakim ez vebêjim ka em çawa hevalên hev ê polê ze. Dema ez di Zanistên Siyasî de di pola yekemîn de bûm Abdullatîf Şener û bi kekê xwe Abdullah re ji Siyasalê re qeyda xwe çêkiribûn. Min xwest bi têkiliya hemşerîtiyê wan bandor bikim û bikişînim refên çepgiriyê. Di hevdîtina me ya duyem de kek û parazvanê Abdullatîf Şener Abdullah got “hemşeriyê min li qisûrê nenihêre em ê êdî neyên van hevdîtinan. Me di demeke kin de hîn kir ku di nav meyla îslamparêz de ne. Du xwendekarên îslamparêz bûn û dixwestin dibistana xwe biqedînin. Her tim di Siyasalê de di van pîvanan de xwendekarên îslamparêz hebûne. Heta di wan salan de dihat gotin ku îslamparêz ji bo ku dewletê bi dest bixin bi zanebûn qeyda xwe ji siyasalê re çêdikin.
Bi rastî jî Abdullatîf Şener îdîayek avêt holê ku divê bi rojan di çapemeniyê de li serê bê sekinandin. Li gor min îdîayeke mirov dikare pir jê bawer bike. Li gor kesayeta berdewamkirina têkiliyên Îsraîl û Tirkiyeyê ye. Ji ber ku dewleta tirk her tim di nav nêzikatiyeke wiha de ye; em dikarin ji ber divêtiya avahiya xwe ya civakî dibe ku carna rexneyan li we bikin, nebî ku hûn vana şaş fêm bikin. Îsraîl jî viya normal dîtiye û bi xweşbînî pêşwazî kiriye. Wisa hatiye fikiriandin ku ji bo Tirkiye têkiliya xwe ya bi Îsraîlê re berdewam bike ev pêwîst e.
Abdullatîf Şener berpêş dike ku hatina serokê Hamasê Halît Meşal a Tirkiyeyê bi Îsraîlê re lihevkirî ye. Dema serokê Hamasê hatibû, li Tirkiyeyê ji bo hatina vî serokî bertekên mezin hatibûn nîşandan. Gava ku li Tirkiyeyê ji bo vê serdanê bertekên mezin hatibûn nîşandan Îsraîl jî heta Emerîka jî rexneyên cîdî li vê serdanê kiribûn. Di civîna wezîran a ku bi hinceta vê serdanê hatibû kirin de ji ber ku hin kesên neyînî nêzik bûbûn hebûn serokwezîr ji Ahmet Davûtoglu re gotibû sedema vê serdanê vebêje. Ahmet Davutoglû jî bersiva em vê serdanê bi daxwaziya Îsraîlê dikin, Îsraîl rasterast bi Hamasê re hevdîtin nake, em kirin navbeynkar, di ser me re wê têkiliyên Îsraîl û Tirkiyeyê bên meşandin, daye. Ango hatiye fêmkirin ku serdana Halît Meşal a ku tê gotin rê li ber rageşiya Îsraîl û Tirkiyeyê vekiriye bûyereke Îsraîl û Tirkiyeyê bi hev re plankirine ye.
Abdullatîf Şener ev agahî ji hundir girtiye. Li gor ku yek ji 4 kesên damezrîner ê AKP’ê ye ev agahî girtibe normal e. Hikûmet tu bertek ji bo vê îdîayê nîşan nedaye. Weke rêbaz di ser guhê xwe re avêtinê guncaw dîtiye. Ji ber ku bikeve rojevê wê bê fêmkirin ku hikûmet çawa civakê dixapîne. Çapemenî ew qas ji hikûmetê ditirse ku ne tenê çapemeniya alîgir, endamên weşanê yên din jî nikaribûne li ser vê mijarê bisekinin.
Abdullatîf Şener di hevpeyvîna di CNN’yê de kiribû de tim li ser nebûna azadiya çapemeniyê sekiniye. Wisa diyar kiriye ku pêşkêşvan jî li beramberî derxistina wî ya Tv’yê parêzvaniya AKP’ê kiriye û rewşê hevseng kiriye. Jixwe pêşkêşvan jî pirsên ku wê AKP’ê bipirsîna pirsiye û mîna ku bibêje ez parêzvaniya şeytên dikim rewşa xwe diyar kiriye.
Niha bi rastî ji ev îdîa sivik e? Rûyê rastîn ê diyaroka herî bingehîn a îmaj afirandina AKP’ê dijberiya Îsraîlê derkeve holê nirxa wî ya nûçeyê tune ye? Mijareke mirov kûçik gez bike nirxa wî ya nûçeyê ji viya hezar qatîn zêdetir e nîn e? Ger nirxa wî ya nûçeyê ev qas zêde be çima nayê dayîn? Em bersiva wî bidin: ji ber ku ev agahî awayê meşandina têkiliya herî stratejîk a Tirkiyeyê deşîfre dike berevajiyê berjewendiyên neteweyî ye. Heta agahiyeke ku berjewendiyên neteweyî herî zêde tehdît dike ye. Ji ber vê yekê dana wê deşîfrekirina raza herî mezin, raza dewletê ye ku ev jî sûcê herî giran e. Çapemaniya tirk jî ji ber ku dema berjewendiyên neteweyî bûn mijara gotinê çi pêwîst be dikin niha jî wî dikin.
Ji polîtîkayên wê yên hem ekonomîk, hem civakî hem jî ji yên din pir baş tê fêmkirin ku AKP partiyeke îslamgir nîn e. Jixwe baskê fethullahgir ê hikûmetê Evangelîzma îslamê ye. Mirov dikare bibêje ku awayekî nû yê Sebateygiriyê ye jî. AKP jî bûye parçeyekî sermayeya Cihû ya navneteweyî. Niha klîka Erdogan û Fetullah li ser navê DYE û Îsraîlê Tirkiyeyê bi rê ve dibin. Ya rast-tir Erdogan weke waliyê Tirkiyeyê yê modernîteya kapîtalîst çi bikeve ser milê wî dike.
M. KARASÛ
- Ayrıntılar
Eger mirov kapîtalîzmê weke dînekî di heqê wî de zêde tê axaftin û çalakî têne kirin şîrove bike, dibe ku ji bo em lê serwext bibin bi kêr bê. Mekanê ku kapîtalîzmê serketina xwe lê bi dest xist Ewrûpa ye. Zêhniyeta Ewrûpayê tevî ku der barê kapîtalîzmê de gelek gotinan dibêje û çalakiyan dike, weke di gelek dînan de hatiye dîtin, rastiya hebûna kapîtalîzmê mîstîsîze kiriye. Xirîstiyan, sosyalîst û anarşîst jî di navê de yên weke dijber xuya dikin jî li ser heman xetê çûne. Eqil û fikra navenda wê Ewrûpa ekolek e. Ji sedsala 16’an ve weke sîstema dinyayê pêvajoya hegemonyayê dest pê kirine. Li gorî ponijîna min a şexsî, ev ekoleke wisa ye ku ji avakirina sîstemên xwedayî yên rahibên sumeran qat bi qat bi hostayî karîbûn mîstîfîkasyona rastiya civakê pêş bixînin. Di sîstema fikir û eqlê Rojavayê Ewrûpayê de ‘rêbaza zanistî’ xwedî roleke bingehîn e.
Mirov jî di navê de, ez behsa zanista hayjêbûna ji xwezayê nakim. Zanist weke xizna hevpar a mirovatiyê bi qasî ku mirov neke malê ti kes, kom, sazî û neteweyî, anonîm e. Mirov ê eger ille behsa pîrozbûneke xwedayî bike, di vê çarçoveyê de mirov vê payeyê bide zanistê wê helwesteke nêzî rastiyê be. Lê belê ‘rêbaza zanistî’ di termînolojiya Ewrûpayê de xwedî cihekî cuda ye. Ew, prototîpa dîktatorê hemdem e. Ango şêweyê her cure dîktayê yê otorîter û total e. Ya rastî, ew tov e ku dikeve malzarokê. Rêbaz weke peyv tê maneya usûl, rê û terîqetê. Di destpêkê de her çend erênî be û bi kêra qabîliyeta fêmkirinê bê jî demeke dirêj wexta mirov pêve girêdayî bimîne rê li ber dîktatoriyeke zêhnî ya temam vedike. Li ser navê zanistê israra di mijara rêbazê de dikare mirov ber bi dîktatoriya herî bi tehlûke ve bibe. Jixwe dewletdariya netewe ya elman a ku parêzvaniyeke hişk a rêbaza zanistî dikir, çû faşîzmê û ev jî şîroveya me piştrast dike.
Bêguman li Rojavayê Ewrûpayê şoreşeke zêhniyetê pêk hatiye. Lê mirov vê, weke rêvekirinekê ji bo navendparêziya Ewrûpayê şîrove bike şaş e. Jixwe bi tevahî pêşengên vê şoreşê pêşketinên xwe yên zêhnî ji derveyî Ewrûpayê girtine.
Sosyolojiya Max Weber di warê têkilîdanîna rasyonalîzma Ewrûpayê bi pêşketina kapîtalîzmê re bi roleke girîng radibe. Weber di berhema xwe ya bi navê ‘Kapîtalîzm û Exlaqê Protestan’ de mîna bixwaze derî li vê tezê veke. Tevî ku di pêkhatina kapîtalîzmê de rola rasyonalîteyê yek ji sedemên diyarker e jî bi tena serê xwe mirov bi rasyonalîte û huqûqê vê diyardeyê nikare rave bike.
Di sosyolojiya Karl Marks de weke sîstem serketina kapîtalîzmê bi berhemdariya wê ya ekonomîk ve tê ravekirin. Ji ber ku ji tevahiya şêweyên hilberînê bêtir hildiberîne, nirxa zêde çêdike û werdigerîne sermaye û karê, bi vê qabîliyeta xwe rê li serketina kapîtalîzmê vekiriye. Kêm cih dide dîrok, polîtîka, îdeolojî, huqûq, cografya, çand û şaristaniyê. Mirov dikare van, weke kêmasiyên wî yên bingehîn ên nirxandinê destnîşan bike. Pir bi hêsayî bûye ekoleke ku dikare weke reduksiyonîzma ekonomîk were dîtin. Bêguman mirov nikare qîmeta analîzên sosyo-ekonomîk ji nedîtî ve bê. Lê cihên wan di nava sedemên din de ji ber ku baş nehatine zelalkirin, tevî îdeayên zanistî hemûyan tehlûkeya bikeve dogmatîzmê kêm nabe. Bi piranî ya ku qewimiye jî ji ber van kêmasiyan her tim tehlûke û rîsk hene.
Fikrên ku pêşketina kapîtalîzmê bi desthilatdariyê û bi îfadeya wê ya huqûqî ya bêhtir darî çav ‘dewleta modern’ ve girê didin, gelek in, ne hindik in. Di nav yekparebûna civakî de kok û rîşên hiyarerşiyên desthilatdariyê diçine gelekî kevn. Rola wan a di rêvebirin û meşandina jiyana maddî de yek ji sedemên bingehîn e. Lê zor bi xwe nikare rê li derketina jiyana maddî, ekonomî û weke serê wan kapîtalîzmê veke. Rolên sererastkirin, pêşdebirin û astengkirinê her tim di zikhev de bûn.
Serketina kapîtalîzmê li Bakur-Rojavayê Ewrûpayê girîngiya faktora cografî û mekanê wê radixe ber çavan. Pirî caran tê gotin ku Amsterdamê jêre dayiktî kiriye. Dîsa jî weke faktorên din cografya jî ji bo ravekirinê bi sînor e. Bêyî ku mirov zêde mezin bike, her tiştî li gorî qîmeta wî deyne, wê rastiya wî jî bi qîmeta wî diyar bibe.
Daxuyaniyên xwe dispêrin faktorên çandî û şaristaniyê hêza wan a şîroveyê nayê guftûgokirin. Kapîtalîzm, esas, di qonaxên pêşketina şaristaniyê de li qonaxa rizînê rast tê. Teza min a ez giraniya xwe didimê ev e. Çemê mezin ê şaristaniyê li devera diherike okyanûsê di heman demê de dawiya vê sîstemê ye jî. Ji bo vê jî bi awayekî sembolîk mirov dikare peravên Amsterdamê û Okyanûsa Atlasê destnîşan bike. Bêguman sîstem ji okyanûsê bihuriye, bi dewleta netewe ya DYE’yê bi hegemonyayeke nû karîbûye xwe bigihîne serê globalîzmê. Ji ber ku jiyan zêdetir ketiye rengekî ferazî û medyatîk, civaka zêde dixwe û xwe nîşan dide bûye serwer, li şûna ku ekonomî bersiva pêdiviyan bide daxwazan har dike, desthilatdarî ketiye heta bi tevahiya demarên zîro yên civakê, îdeologên sîstemê bi xwe behsa bê dîrokbûnê dikin, ev giş eşkere kaos û rizîna sîstemê îfade dikin.
Mirov bê dîrok, bê zeman nikare rastiyê bifikire. Pêşketin, beridandin, pircuretî û cudatî bi dîrokê dibe. Gotina bê serûbinî ji bo şêweyekî tê gotin. Ti şêwe û awa xwedî payeya bê serûbinî nîne. Di şêwegirtina civakan de têgînên mîna bê serûbinî, heta bi qiyametê, pêxemberê dawî, qanûnên naguherin, ji serî heta dawiyê û pêşketina bê dawî zêdetir bi dogmatîkbûna bawerî û fikrê re eleqedar e, di vê de hewldanên ji bo desthilatdariyeke mayînde û derdorên xwedî paye ji bo berjewendiyên xwe dewamî bikin, rol lîstine. Di vê de bi propagandayê baweriya cewherî bidestxistin û mayîndekirina berjewendiyan esas e. Lîberalîzma ku îdeolojiya navendî ya kapîtalîzmê ye, îdeaya wê ya bibe gotina dawî ya bê serûbinîbûnê, dubareya heman lîstikê ya modernîstîk e.
Wexta mirov kapîtalîzmê bi nav bike, divê weke fikir û çalakiyeke nayê guhertin, afirandî û xwedî yek navend e destnîşan neke. Ya rastî, di civakê de potansiyela berhemê zêde çiqasî pir bibe, komên di telş û terkan de kurtêlên civakê dikeritînin û ji vê çalakiya wan a sîstematîkbûyî re mirov dikare bibêje kapîtalîzm. Hejmara van kesan ti carî ji sedî yek û dudiyê civakê derbas nake. Hêza xwe ji firsendkarî û rêxistiniya xwe digirin. Ji ber ku li ser mekan xwe baş bi rêxistin dikin, di nava neqebên civakê de ku telşê wê hîn mezin dibin pêdiviyan dixin kontrolê, di meseleya erz û daxwazê de bi buhayan dilîzin û bi vî awayî serketina xwe bi dest dixin. Eger hêzên fermî yên civakê wan nexin kontrolê, berevajî wê ji îhtîkara (spekulasyon) wan bibin deyndar û di berdêlê de timî xwe bi îltîzaman (xwedî derketina neheq) xwedî bikin, ev komên piçûk ku di her civakê de hene wê weke efendiyên nû yên civakê bikaribin rewa bibin. Di tevahiya dîroka şaristaniyê de, nexasim di tevahiya civakên Rojhilata Navîn de komên bi vî rengî yên marjînal ên faîzxur û îhtîkarê her hebûn. Ji ber ku her tim civakê ji wan nefret dikir newêrîbûn ji telş û terkan derkevin. Rêveberên herî zordest ên civakê jî tu kes nikarîbûn van koman rewa bikin. Ne tenê kêm û piçûk hatine dîtin, di heman demê de weke hêza herî bi tehlûke û hêza dejenere hatine nirxandin. Her weha ji aliyê exlaqî ve weke tovê xirabiyê hatine hesibandin.
Di dîroka mirovatiyê de bi qasî çarsed salên bi navend Rojavayê Ewrûpayê şer, talan, komkujî, mêtinkarî û xirakirina xwezayê ti carî evqas nehatiye dîtin û ev yek têkiliya xwe bi sîstema hegemonîk re heye. Bêguman dîsa heman cografyayê şahidî li têkoşînên mezin ên dijber kiriye. Ev pêvajo ji bo mirovatiyê bi tevahî weke xisarekê nabe ku bê dîtin.
Ya ez dixwazim bikim ew e ku destketiyên mirovatiyê yên Rojava bi nirxên pozîtîf ên qedîm ên Rojhilat re sentez bikim û qevdeke tîrêjên rohniyê bidim pêngaveke manedar.
*ji paraznameya Şaristaniy Kapîtalîst hatiye girtin.
Rêber APO
- Ayrıntılar
Mirov li dîrokê bizîvirê û hinek rûpelên bi pênûsa deshilatdariyê hatine nivîsandin, bixwîne, dibe ku di hinek quncikên wan rûpelan de navê jinê derbas bibe. Çima ez vê yekê dibêjim? Bi felsefa dîrok jibîrkirin, dûrî paşerojê mayîn û tenê roja îro jiyankirin, mirov nikare rast bijî. Ma qey rewşa ku îro jin dijî çiqasî ji dîrokê qut e? Dîroka di bin siha zîhniyeta dewletê de hatiye nivîsandin çiqasî îrada di te de dide avakirin? Anceq mejiyê te mij û duman bike. Di kîjan malbatê de rengê jinê bi te dide naskirin, kîjan dibistan rastiya jinê di dîrokê de bi te dide fêrkirin û kîjan dewlet destûr dide ku tu wekî jin bijî? Heyanî ku ji destê dewletê tê bi keviran êş û janên jinê di dîrokê de jiyane, dinixumîne û kîjan jin li dijî vê yekê bi kêferat be, misoger riya wê dixetimînin û tîpên navê wê jî, ji holê radikin. Hevokên jin hatiye kolekirin, bê îrade maye û mejiyê wê bi qeyd û zincîran girêdane, hinek mirov bi hêsanî tînin ser ziman, lê wê rastiyê canê gelek jinan şewitandiye, dilê wan perçekiriye, jiyan li ber çavên wan reşkiriye û cûdahiyê naxin navbera mirin û jiyanê de. Heyanî ji destê mêr û mêtîngarî hatiye qurmê jinê yê jiyanê ziwakirine, perçiqandine û pûçkirine. Mînaka wê ya herî mezin, roja îro li ber çavê me ye, zilam destê xwe tavêjin jinê û dikujin, hinek jin ji tirsa xwe digirîn û têşin, lê nexema hinek jina ye, dibe ku hinek jî bibêjin mafê wê ye, çima xwe xistiye vê rewşê de.
Wexta ez li ser jinê lêkolîn dikim, ez ji demê berê ditirsim û dibêjim başe min ew dem jiyan nekiriye, û wexta ez rewşa jinê di nava pergalê de weha rezîl dibînim, mejî û dilê min ji qehra difûre û ez ji xwe re dibêjim “başe ez di nava PKK ê de me”. Dibe ku ez niha di nava PKK ê de me, lê ez jî bermahiyeke pergalê me û ruhê ku pergalê di min de daye avakirin, ji demê berê dûr nîne. Berê xwendina jinan gunehe û kîjan jin pey felsefê û zanebûne bikeve yan tê kuştin yan jî wê pîrhebok dibînin. Li gorî pirtûkên pîroz; tenê mafê jinê heye ku xizmeta zilamê xwe bike, kîjan jin jî di vê xizmeta zilam de kêmbimîne, di nava civakê de nayê pejirandin, bi roxmî vê rastiyê jî hinek jin ev yek ji bo xwe nepejirandine, bi kincên zilam, lê bi ruhê jinê tevlî artêşan bûne û pey zanebûnê ketine. Bi ol re, bi mirovan re, bi jiyan û bi xwezayê re sadîq mane. Heyanî dawiyê têkoşîn kirine û liberxwedane. Mirov wexta li ser van jinan dixwîne, ji milekî ve mirov ji rastiya xwe ya niha şermdike. Şert û mercên em niha tê de dijîn, zorin lê ne mîna berê ne. Em dikarin çarenûsa xwe diyarbikin, deriyê têkoşînê ji me re vekiriye, çima em dîsa bi zîhniyeta zilam tevdigerin û hewldayîneke mezin didin ji bo xwe bi zilam bidin begemkirin. Di vî zemanê ku dibêjin “jin azade”, her roj em dibihîsin zilam destê xwe tavêjin jinê, wan dikujin û cenazeyên keçên ciwan li kolanan û di bin erdê de dibînin, wê demê gotina jin azade, bi pênûseke xapînok hatiye nivîsandin û ji bo jinê xefkeke veşartî ye.
Berî ku ez tevlî rêxistine bibim min ji xwe dipirsî çima Rêber APO ewqasî nirx dide jinê û mafê wê yê beşdarbûna artêşê û têkoşînê didiyê? Ji bo min rewşekî drama ye, ji ber min hêza jinê ya avakirina jiyanê, nedîtibû û ez bi hestê tolrakirina Rêbertî tevlî bûm, ne bi ruhê jineke li azadiyê digere tevlîbûm. Ji ber vê yekê pêwîste her jinek nirxê xwe û nirxê hevalên xwe yên jin bizanibe.
Dûnya Cemîl
- Ayrıntılar
Şoreş, çalakiyeke mirovahiyê ya pir kevn e, belkî jî ya destpêkê be. Ji ber şoreş tê wetaya têgihîştina nû ji jiyanê re û li gorî vê têgihîştinê xwe û hawirdora xwe birêxistinkirin e. Ji bo pêkanîna şoreşê, wêrekî divê. Ji ber ku tu li hemberî hînbûyîn û kevneşopiyên ku hatine qebûlkirin, bêyî ku bikevî nava hesabên takekesî, helwest didî nîşandan. Bi têgihîştina nû li hember baweriyên kevn dikevî nava israra têkoşîna veguhertinê. Lewma ji kesên xwedî vê helwestê re, şoreşger tê gotin.
ŞOREŞ ÇAWA PÊK TÊ ?
Gelo fikra şoreş di kîjan şert û mercan de derdikeve? Li gorî agahiyên dîroka heyî mirov digihîje wê qenaetê ku şoreş di mercên xwezayî de jî pêk tê. Wekî mînak, civaka mirovatiyê beriya ku derbasî qonaxa neolîtîkê bibe, tu zextên civakî, yan pergalekî ku serdestî û bindestî ava bike tunebû, lê ruxmî wê jî guhertinên pir mezin çêkirine ku di dîrokê de wekî şoreşa neolîtîkê tê binavkirin, ev şoreşa ku bi pêşengtiya xwedawendên jin hatiye pêşxistin, ji civakê re gelek derfetên nû afirandiye.
SEKNA EXLAQÎ Û POLÎTÎK
Ev şoreş li gorî pêşketinekî xwezayî ku mirov ji hawîrdora xwe û ji rastiyên xwe yên xwezayî derketiye rê pêk hatiye. Pêdiviya sererastkirina jiyanê ku ji aliyê jinê ve hatiye hîskirin, çi di warê têkiliyan de be, çi jî di warê şêwazê tevgera civakê de, bi hewldanên demdirêj hatiye pêkanîn. Guhertinên ku bi xweza û biyolojiya jinê çêdibin, di têgihîştina zekaya hisî de xwedî bandorek e girîng e. Jin, li gorî van guhertinan civakê jî perwerde dike û dixe nava tevgerek e bi zanebûn. Sekna exlaqî û polîtîk di civakê de, bi wetedayîna ji bûyerên li derdora wê diqewime re, pîvanê têkiliyên civakê bi hev re, di heman demê de jî yên civakê bi xwezayê re dide diyarkirin.
TÊGIHÎŞTINA ŞOREŞÊ
Berê di têgihîştina me de şoreş, wekî çalakiyekî xirapkirina ya heyî, li şûna wê tişta nû avakirin bû. Lê em niha hîn baştir tê digihîjin ku ev têgihîştineke teng û înkarger e. Tu şoreş ji tunebûnê nehatiye pê. Her şoreş li ser nirxên heyî xwe ava dike û dest bi avakirineke nû dike. Ya rast şoreş li dijî feraset û şêwazên şixulandina nirxan e. Ji bo parastina nirxan, şoreş ferasetekî nû derdixîne holê.
Ger em vê rastiyê ji bo civaka xwezayî jî bi dest bigirin, em ê bigihîjin heman encamê. Ji ber di gerdûn û rastiya xwezayê de tu tiştekî ku em ji nû ve ava bikin tune ye.
Tenê ji tiştên heyî re em fêr dibin ku çawa bi kar bînin û têgihîştinên me diguherin. Hemû hebûnên ku di derdora me de ne, xwe di têgihîştina me de çawa bi cih dikin, bi qasî têgihîştina rastiyan, di mirov de hêza watedayînê jî pêş dixîne.
Ger em ji civaka xwezayî jî mînakan werbigirin, bi tevahî tiştên ku wekî mirov, agir, şînkahî, rêbazên xweparastinê û hwd. yanî jixwe her tişt di xwezayê de heye. Lê dîtin û têgihîştin di mirov de, ji bo şêwazê bikaranîna wê, bûye amrazekî girîng. Jixwe ji ber ku zextekî civakî nebû, pêşketin hîn bi lez diqewimîn.
Mereqa ji xwezayê, ji xwe û ji hev re, li gel mirovatî ewqas li pêş bû ku şoreş di nava şoreşê de pêk dihat. Jixwe dema mirov şoreşa neolîtîkê lêkolîn dike, berhemên ku civaka xwezayî li derdora jinê derxistine holê, bi serê xwe wekî mijarekê hêjayî vekolandinê ye.
ROLA JIN Û CIWANAN
Rola jinê di pêşxistina şoreşê de wekî ku di roja me ya îro de girîng e, di civaka xwezayî de jî ya ku ev rol ji ber xwe ve dilîst jin bû. Gelek peykerên jinan ên Beriya Zayînê bi hezaran sal, di roja îro de jî li gelek cihan têne dîtin, her wiha bermahiyên wê demê ku bi riya xebatên arkeolojîk derdikevin roniyê, ji me re gelek tiştan dibêjin. Çêkirina şoreşê bi xwe hunerek e jinê ye ku pir bi ziravî, hostayî hatiye kirin.
Ger mirov bêje şoreş di destpêkê de karê jinê bûye, dibe ne şaş be. Jixwe pergala mêr a ku xwe dispêre serdestiyê, li hember pergala dayikê, wekî şoreşekî dijber xwe ava kiriye, êdî di dîroka mirovatiyê de qonaxekî nû daye destpêkirin. Pêdiviya derketina şoreşê jî li ser ferasetekî dijberiya mirov a li hember zilma mirov hatiye dîtin.
MÎNAKÊN ŞOREŞAN
Piştî ku pergala desthilatdar xwe geh bi navê xwedayên qiral, geh jî bi navê nijadperestî, herî dawî jî bi navê modernîteya kapîtalîzmê li ser civakan ferz kir, êdî şoreşên ku hatin lidarxistin û hîn jî têne lidarxistin, li hemberî desthilatdariyê wekî çalakiya gelan naveroka xwe girt. Ev pergal her carê civakê bi maskeyên cuda dixapîne. Lê dema ku ev maske ji hêla şoreşgeran ve tê analîzkirin, şoreşger bi wijdanek e hişyar, dikevin nava hewldana rêxistina derdora xwe li gorî têgihîştineke nû û êdî şoreşgerî dibe tevgera gel bi xwe.
Mînakên vê di dîroka mirovatiyê de gelek in, ji vana hin mînakên herî berbiçav helwesta Hz. Îbrahîm a li hemberî serdestiya Nemrûdê ku wekî nûnerê pergala xwedêqralan bû, ya Hz. Muhamed li hemberî hişmendiya Qureyşiyan a putperest, a Hz. Îsa li hemberî zilma Romayê, her wiha di serdema Kapîtalîzmê de jî gelek şoreşgerên wekî Che, Denîz Gezmîş û Rêber APO derketine.
ŞOREŞA JINÊ Û GELAN
Berî ku Rêber APO derbikeve, mirov dibîne ku hemû şoreşgerên heya wê demê jî xwedî kesayetên mezin bûne, lê tiştekî kêm ku mirov di wan de dibîne çiye? Dîsa jî şoreşên ku pêş xistine, wekî mirovên seqet ji bo gihîştina armancên xwe li ser lingekî meşiyan e. Ji ber di van şoreşan de zêde pirsgirêkên gelan ên civakî bi kûrahî nehatiye bidestgirtin, ya herî girîng jî bêguman pirsgirêka jinê ye. Ji ber wê şoreşa ku Rêber APO daye destpêkirin her ku diçe bi hêztir dibe.
Sedema vê jî diyar e, Rêber APO pirsgirêk û diyardeyên civakî tenê wekî pirsgirêka netewekê yan jî herêmekê nagire dest. Wekî pirsgirêka cîhanî dibîne. Lewma jî pergala desthilatdariyê bi awayeke pir bingehîn şîrove dike. Jixwe êrîşa pergala desthilatdariyê ya cîhanî ne ji ber xwe ve ye, ji ber ku Rêber APO hemû sirên wan ên veşartî aşkere kir û hemû lîstokên wan dide nasîn.
Lewma şoreşa ku bi pêşengtiya Tevgera Azadiyê tev digere gelek şoreşan di nav xwe de dihewîne. Ya herî girîng jî şoreşa jinê û şoreşa gelan bi hev re pêş dixe. Ji pirsgirêka jinê re wekî pirsgirêkekî ku piştre were çareserkirin û ji demê re were hiştin, nêzîk nabe. Feraseta Rêber APO, berovajiyê ferasetên tevgerên şoreşgerî ku pirsgirêka jinê wekî pirsgirêkekî civakî ya bingehîn bi dest negirtin, li navenda têkoşîna azadiyê mijara azadiya jinê daye bicihkirin.
PÊNASEKIRINA ŞOREŞÊ
Şoreşger kesek e ku di destpêkê de pirsgirêkan di kesayeta xwe de çareser dike û modela serdema heyî di xwe de têk dibe, wê dizivirîne modêleke nû. Wîjdanê wê/wî bi zanebûna rastiyê re hatiye strandin. Jixwe Rêber APO di şêwazê jiyana xwe de feraseta şoreşgertiyê wekî rêgezekî jêneveger pênase dike û dijî.Di rastiya rêber APO de, em hîn baştir têdigihîjin ku şoreşgertî seknekî pîroz e, helwesta mirovên bi rûmetin ku ji rastiya heyî re serî natewînin. Kesên ku ji bo azadî û jiyaneke rast, di hemû şert û mercan de xwedî biryar in. Jixwe îro gelê kurd bi xwe jî li her derê dibe xwedî seknek e şoreşgerî.
SEKNEKE ŞOREŞGERÎ
Dema ku zanebûna azadiyê di gelan de pêş dikeve, êdî tehemula wan ji koletî û bindestiyê re namîne. Tişta ku vê enerjiyê di gel de pêş dixe û wî dike xwedî helwest, ev zanebûn bi xwe ye. Jin û gel du neteweyên ku çarenûsa wan bi hev re girêdayî ye. Ji ber pergala desthilatdar, bi xistina jinê re, dest bi perçiqandina gelan kir. Herî zêde jî li ser van herduyan êrîş û çewisandin pêk tînin. Îro herî zêde di serdema Modernîteya Kapîtalîzmê de, komkujiya gel û di heman demê de ya jinê tê kirin.
Ev serdema ku herî zêde dixwaze xwe di çavên mirovatiyê de şayîk bide nîşandan, bi helwesta gelan û jinan, êdî ber bi îflasê ve diçe. Her ku hêzdariya van her- duyan dibîne, êrîşên hovane zêdetir dike. Îro ev pergal tevahî saziyên xwe dixe nava liv û tevgerê ji ber vê asîmîlasyona çandî, siyasî, bîrdozî li ser gelan, bi riya jinê bide kirin. Siyaseta ‘bi yek kevirî kuştina du çûkan’ dide meşandin, bi vê siyasetê re, çanda madî derdixe pêş û çanda manewî pûç dike.
Bi rastî jî em bala xwe bidinê, pir siyasetekî zirav tê meşandin, jin wekî amûrek e meta bi kar tîne. Herî zêde jî li ser gelan vê amûrê diceribîne. Li hin deran bi texrîbkirina ferasetên feodal ên ku jinê namûs dibîne, gelan dixe nava fikirandinek e teng.
Li cihekî din jî bi navê azadî û hem demiyê, bi ajoyên mirovan dilîze û wan hînî jiyanek e seranser û rojane dike.Îro li her derê xwepêşandanên gelan û yên jinan ku pêş dikevin, ji pergalê re dibêjin ku “Ev siyaset êdî bi kêr nayê!” Dibe ku ev çalakî di aliyê sekn de belav bin, biçûk bin, perçebûyî bin, lê di encamê de îro pergalê tengav dike û wî mecbûrî veguhertinekî bi lez dike.
ZINARÎN AMUDÊ
Ev Nivîs Ji Rojnama Azadiya Welat hatiye girtin.
- Ayrıntılar