Di şeveke xemrî de, li ber bayê ku bi cemeda berfên lûtkeyên girên herî bilind ên warên pîroz, di şevsayiyan de stêrk di nava reqsê de ne û di her tevgera gerîla de hevalbendî dike, temaşekirina dûriyan, bi tevlî dengê li xwezayê, tînek ne diyar di dilan de diafrîne. Şevçirayên şikeft û mangeyên binerd jî, nikare tarîtiyê biqelêşe.
Û stranên azadiyê û bextewariyê, bi qîrîneke olandayî ji zimanê sorgulên xwe diyarî mirovahiyê dikin û li vî welatê mêrg û kaniyan, li vê qada warê xwedewendan, li vê erdnîgariya bihûştî di her tevgera xwe de, kezeba Mezopatamya Amedê silav dikin û Amed jî li ser navê wan hemûyan giravê silav dike.
Her nûçe û agahiyek ji giravan, hem dilê me germ dike û hem jî hêrsa me mezin dike. Ma qey ne bes bû, ew qas dûrbûn. Ma qey ne bes e, ew qas êşên ku dilan kêlî bi kêlî diperitîne. Girav, çiya û girseyên kolanan, hêviyên azadiyê difûrînin û vê peyamê didin vê dinyaya bêdad; “Em jî hene, êdî bes e, bê Rêber Apo ne em jiyan dikin ne jî em we didine jiyandin!”
Afirînerê jiyana Azad Rêber Apo, ev deh sal in li girava Îmraliyê dîl tê girtin. Êdî ne tehamûla kurdên azadîxwaz maye û ne jî ew hiqûqa derewîn û sexte ya cîhanê dikare vê eyba mirovantiyê bincil bike. Kurd bi milyonan ji vê rewşê re got e, “Êdî Bes e!” û di her firsendê de da diyar kirin ku, êdî guherîna cî an başkirina zirûfan napejrînin û ji bilî azadiya serokê xwe tu riyek nadin ber xwe.
Ku em salvegera 30’yemîn a PKK’ê pîroz dikin, ev sî sal in hemû bi ked û pêşengitiya Rêber Apo hat avakirin.
Berî PKK’ê li ser navê kurdbûyînê, ne li bakur, ne li başûr û ne jî rojhilatê Kurdistanê pelek nedihejiya. Ne navê kurdan hebû, ne jî rûmet hatibû hiştin. Kurdistana ku ji hêla emperyalîst û hêzên paşverû re hatibû çar parçe kirin, li her parçeyek her desthilatdarek ji xwe re kurdên xwe ava kiribû an hewl dabû tune bike û ji rûpelên dîrokê derxîne. Li parçeyek kurd ereb bûn, li parçeyek din kurd dibûn faris û li parçeyek din kurd dibûn tirk an bi darê zorê vê bi wan didan qebûl kirin. Kurd tirkên çiyayîbûn û zimanê wan encax bi sedan peyvan pêk dihat. Ji hêleke din ve ereb û farisan jî kurdan kole didîtin û zimanê kurdan jî zimanekî ketî bi nav dikirin. Digel bi dehan serîrakirinan her carê kurd hatin qirkirinê.
Ma emê çawa Geliyê Zîlanan ji bîr bikin. Dîsa Newala Qesebayan. Bi deh hezaran kurd hatin qetilkirin . Dîsa li Koçgirî herî kêm 70 hezar kurd hatin qetilkirin. Dîsa Helepçe, 5 hezar cangorî bi gazên kîmyevî fetisandin û bi deh hezaran seqet hiştin.
Baş e, li hember van qirqirinan kî mafê kurdan parast, kî heyf û tola wan girtin, an kî ew parastin? Vaye di vê xalê de PKK’ê bû nasnameya gelê kurd û bi hêza parastinê ya gerîla re, rê li ber qirqirinan û qetilkirinan girtin. Dijminê gelê kurd di serî de dewleta Tirkiyê ku bi tevahî ji hêla emperyalîstan ve tê birêve birin, li Dersîmê, li Koçgirî, li Amedê, li Mereşê û li gelek deverên din hêvî dikir ku kurdan tune kiriye, lê her carê kurd bi çand, ziman û dîroka xwe li piya hiştin. Li gorî dijminê gelê kurd, her ku dikujin, her ku tune dikin, her ku qir dikin, her ku ser wan beton dikin, bes kurd jîn dibin.
Loma, vê carê dijminê gelê kurd, ku keys û firsend bibînin, wê bikin ku careke din li ser navê kurdbûnê tiştek nehêlin. Ev jî tê wateya qirqirin, koçberî û sirgûnan. Bi taybet li bakurê Kurdistanê plan û hesabên bi vî rengî, mixabin ev mijar ji hêla kurdên xwefirotî û eşîrên kurd ên li başûr in ve bûye mijara bazaran û xwîna ciwanên kurd ji hêla van serekeşîran ve tê bazarkirin. Lê hebûn û hêza gerîla rê nade ber vê yekê. Destpêkê gerîla, misogeriya hemû nirxên Kurdistanê ye. Ku îro ne ji PKK’ê be, wê destkeftiyên kurdên başûr, ji hêla tirkan ve, bên tarûmar kirin. Dîsa ne ji PKK’ê be, wê li bakurê Kurdistanê nehêlin du kurd jî bên cem hev.
Vaye, ev têkoşîna ku ji sî salî zêdetir, her diçe gur û mezin dibe, rê li ber tunebûna kurdan girt û xençerê li dilê gemar ên feodal û eşîran xist, da ku dev ji firotina Kurdistanê berdên.
Kurdistan li gorî xweseriya xwe hatiye çar parçekirin û pêwîst dike ku her parçe li gorî xweseriyan çareser bibe. Vê jî Rêber Apo bi sîstema konfederal ku bêyî ku li sînoran bialiqe formûle kir û ji bona hemû kurdan nexşeya çareseriyê diyar kir. Ji ber vê yekê di nav dijminên kurdan de, yê herî hov û jendermetiya emperyalîstan dike, sîstema tirk e. Lewma divê destpêkê ev sîstem bê rûxandin. Heta ku ev sîstem hebe, wê sîstema Sûriyê û Îranê jî neyên çareseriyê. Ev bi hev re girêdayî ne. Ji ber vê yekê çareseriya li bakurê Kurdistanê, çareseriya çar parçeyê Kurdistanê ye; ev jî tê wateya Kurdistaneke Azad.
Lewma rewşa li bakurê Kurdistanê, ji bona çar parçeyên Kurdistanê diyarker e. Berxwedaniya kurdên bakur, wê bandor li her kurdî bike.
Baş e, niha rewş çi ye? Dewleta înkarok û tuneker a tirk, bi hemû hincet û derewên xwe vala hatiye derxistin. Di warê siyasî de kurdan vîna xwe bi hilbijartinan û bi derketina qadan diyar kiriye. Mirin û koçberbûnan dan ber çavên xwe û ji heft heta heftê saliyan rabûn piyan. Lê li hember vê rabûnê, dijmin jî vala nema û her cure şerên qirêj bikar anî. Lê digel vê jî, nûnerên gelê kurd li gelek deveran rêveberiyên herêmî bi dest xistin û ji bîstî zêdetir nûnerên xwe şandin meclîsa tirkan. Lê ev têr nake.
Lewma, di hilbijartinên adara sala bê de, helwesta kurdan wê çarenûsa wan diyar bike. Ev hilbijartin, ji bona jiyaneke bi rûmet referandûmek e. Ji ber ku dijmin bi her sazî , polês û leşkerên xwe, bê navber dixebite û li gorî encama ku bigire, wê vê jî bike sedema qirqirina kurdan.
Ji ber vê yekê, ku gelê kurd di van hilbijartinan de encamek baş bigire, partiya dewletî û mûnafik AKP’ê ji Kurdistanê biqewtînin û tifî rûyê wan bikin, wê ev hinceteke mezin ji dest dijmin derxe. Dîsa bi biharê re, di warê leşkerî de jî gerîla di asta parastina rewa ya çalak de li dijmin bide –kî hemû amedekarî bo vê ye- wê ev sîstem bişkê. Yanî em ji her demê bêtir ber bi encamê, ber fînala azadiyê hatine. Heta meha adarê, her kurdek bi şeref divê bi şev û roj nesekine û kar bike.
- Ayrıntılar
Jiyan bi xwezayê re hem dijwar e hem jî di nav pîroziyên xwezayên de bêhempa ye. Çirka vîna mirov dertê lûtkeyên herî bilind û di dikeve nav ezmûnên tûj. Jiyan hişk e, hişmend e û herikbar e li çiyayên azadiyê. Lê xweza şaşiyên li hember xwe efû nake. Lewre di navbera me û xwezayê de peymanên metafîzîkî û empatiyek heye. Hem em jê re hurmet hem jî ew heta ji dest tê jê me re bi hurmet e. Jixwe di hêlekê de tanzîma jiyana gerîla bi tevahî li gorî xwezayê tanzîmkirine.
Li ber şewlên kunên şikeftên bê ser û ber de, di bin ronahiya stêrkên şevên sayî û cemedî de, zivistan rûyê xwe yê qerisî nîşanî gerîla dide. Ji bilî darên xaçê, hemû dar û ber, di serî de darên berû û maziyan, pelên xwe weşandine û berûyên xwe di bin qurmên xwe de mîna komên zadan dane ser hev.
Di werzên zivistanê de, mîna berê roj kêm be jî xwe rê me dide. Jixwe hetanî biharê bi tevahî xatir ji gelek hevraz û dolan xwestiye. Mîna ku avên ji dolan diherikin û çirikên ji ber tahtan xwe berdidin, ji tavê xeyidîbin, qerisîne. Ev jî dike ku, tu wan li ser agirekî ku divê bi tu awayî dû dernexe bihelînî. Jixwe ji bona ku were asta kelîn û fûrînê jî, sebreke qewîm pêwîst dike. Jixwe li ser avên qeşagirtî xwe şemitandin, çêjeke cuda cuda ye ku nayê vegotin.
Her çiqas xwezayê, bi lûtkeyên xwe yên jorî û bi qira ketî, her derî mîna çarikek an laçikeke dayîkan spî kiribe jî, ku tu kêmek xwe berbidî qontarên çiyê û erdên hinek dişibin destan, jixwe çar werz an demsal bi hev re ne. Piştî çend barînên baranê, ew kaniyên kevnarê ku di werza havînê de ziwa bûbûn û miçiqîbûn, ji nû ve der bûne. Her çiqas dûrî yekîneyên me bin jî, hema hebûna wan jî xweş e. Dîsa nava qira pûkberfî de, giyayên tirşok û goreşk bi inyad serê xwe derxistine û ber bi danê nîvroj li benda berhevkirina me ne.
Di berbanga sibehî de, dema ku ji dûrî ve li eraziyên rast dinêrî, ji ber qira sibehî fena bahrekê an deryayekê xuya dike. Dîsa digel her tiştî Avaşîn, Çemço û Ava Xazir ku parçeyek ji bihûşta rastîn in, ji rengên xwe yên şîn î keskî misqalek jî kêm nekirine. Dîsa Ava Zê an Zap bi awayekî xemgîn û bi tijî hêrs li hember bombebarîna dagirkeran, bi rengê xwe yê şolî bênavber diherike.
Êdî dema tu di nava erazî de digerî, çawa dar û ber ji ber pel weşandina xwe tazî bûne, piçek gerîla jî di nava darên rût de bi tenê dimîne. Mîna werzên din xwezaya dayîk, baş nikare parastina me bike. Hema dibêje ez li vir im. Lewma ji berê zêdetir divê em dîqet bikin.
Êdî hêdî hêdî zêdetir em leqayî şopên beraz, gur û wawîk an çeqelan dibin. Jixwe êvarî dema wawîk, li gorî navê dikin waqewaq, mîna senfoniyek bê eyar, li dol û tahtan sewta wan olan didin. Ji ber ku gelek caran ji nişka ve dest bi sewtê dikin, warqilîn bêhemdî dibe. Di nava vê sewtê de, dengê ew balafirên keşfê û yên şer, her çiqas dengekî nexweş û dojehî be, êdî bûye parçeyek ji dengê xwezayê ku wê tu carî nepejirîne. Jixwe dema ku eletexmînî ew jahriyên xwe berdidên hemêza xwezayê, hem deng û hem jî hejandinên wê, mixabin ew xwezaya giyanewer diêşîne.
Li her yekîne, tabûr û komên kêmhejmar de, zêdetir ji bilî karên rojane û yên nebin nabe, perwerdehî têne kirin. Di hewayên qerisandî de, dahûrandin an rûyê qirêj ê modernîteya kapîtalîst daxistin û tehlîlkirina wê, heyecaneke gelek mezin dide her hevalî. Digel ku hê destpêke, lê nêrandinek û asoyên gelek dûr û bê ser û ber di me de daye afirandin.
Li derdora terafên êgir de, helbet bê sohbet û bê nîqaş nabe. Bûyer û geşedanên li çar parçeyên Kurdistanê û nîqaşkirina têgînên nû yê parêznameya roja me, tîna heyî zêdetir dike. Di serî de hevdîtina bi serokatî re, huner, pêşketinên siyasî, rewşa rêxistinbûna gel, axaftinên wekîlên kurd li meclîsa tirkan dikin, dîsa nîqaşên wan, hilbijartinên wê li bakur bibin, xwedîderketina gelê me li şehîdên xwe û li hember êrîşeke mûxtemel di bejahî de mijarên sohbetên me ne.
Her çiqas nêrînên me di çaydankên tenîgirtî de di tariya şevan de mîna berê winda nebin jî, dil û mejiyê gerîla bi giravan re, bi şehîdan re û bi gelê me yê leheng re lê dide. Hêviyên azadiyê ji her demê bêtir seridîne. Wê bihara bê rengîn û hêçîn be. Ji ber vê yekê, em çawa her xebat û mijûlahiyên li gorî biharê dikin, divê gelê me yê qedîm û leheng jî xwe li gorî vê amade bikin. Gotineke pêşiyan ya efrîqiyan heye, wiha dibêjin; “Ku av rabe, wê masî moriyan bixwin. Dema av vebikişin jî, morî masiyan dixwin. Divê tu kes bi hêza xwe ya îroyîn bawer neke. Ji ber ku wê kî kê bixwe, wê “herikîna avê” diyar bike. ”
Ji ber vê sedemê divê her welatparêzek vê pêvajoya pêşiya me bi fêmkirin û têgihîştina parêznameya serokatî derbas bike û ji bona hilbijartinên li bakurê Kurdistanê şev û roj bixebite. Wê ev dema hevgihîna me û gelê me li Amedê bi serokatî re kintir bike.
- Ayrıntılar
Rêber APO
Jiyan bi xwe xewnek bû, ma tuyê di xewnê de xewnê bibinî? Esas di zaroktiya min de tu tiştêkî awarte nîn e. Heke hûn baldarbin tê dîtin ku rewşeke li paşjîna hemû kesî ye. Ya balkêş divê ev der be. Dayik û bav zêde tu tiştî nadin zarokê xwe, xwediyê wê şarezayiyê nîn in. Gund dîsa nikare tu tiştî bide. Aveke rast a vexwarinê jî nîn e. Dibistan nîn e. Rewşeke wisa ku mirov xewnên bihêz bibîne jî nîn e. Zarokê me di axa xwe de qedî dimîne. Mirov dikare weke xeyal jî bi nav bike.
Çawa bû; ma xewneroşk bi pêş diketin? Min zêde wêrekiya xewroşk û xewnan raber nedikir.
...
Xezo: cîran zêde hev naecibînin, tê bîra min, cîraneke me ya bi navê Xezo hebû. Xezo xizan bû. Ji bo ku mirişkeke Xezo hatibû mala me dayîka min her roj erd dihejand. Deqeyeke ku bêşer tûnebû ya wê jinê. Bawer im, ez ji hizra bêwatebûna wî şerî gihiştim şerê biwate. Erê sibê hetanî êvarê şerê cîranan li cem me gelekî zêde bû. Bêwate û vala.
...
Rewşa destpêkê ya bihîstima min a dengê tebanceyê hîna di bîra min de ye. Min carekê dît ji pişta mizgeftê dengê tebanceyê tê. Ez zirav qetî bûm. Min got “ev çi deng e?”, “ev çi dînêmêrtiye?”, “çawa wêrekiya vê yekê dikin?” min demeke dirêj wate nedayê û vê yekê ez veciniqandim. Di gundê me de berdaneke tebanceyê bû ev. Hêza min a ku ez lê temaşe bikim tune bû. Ji ber çi bû? Esas min tiştekî mezin ê derveyî hiş li wir didît. Bi ihtimaleke mezin ez li ser nebûna bi vê teşeyê çareserkirina nakokiyên nava gel de difikiriyam. Ev nêzîkatiyeke baş e. Ez dibejim; “di vê lihevdanê de hêvî nîn e”, ez vê yekê bi wate nabînim; ez xeteriyê dibînim ku, vediciniqim. Min tu caran wate neda ev şêwaza şer. Bi hevaltiyê ve pêşî girtina min a nakokiya ku ez dibirim şer, bi vê yekê ve girêdayî ye.
Li dijî van hemûyan, her ku çû min şêwaza xwe ya tevgerê pêş xist.
Erê, li gor min şerên bi kevir gengaz e, lê di hawirdora gund de bikaranîna tebanceyê karê dîna ne. Xaleke balkêş e. Him tuyê wisa serî hildî, him jî tuyê hiş nebî bi ser tebanceyê ve. Dema li pişta mizgeftê zilam tebance teqand min got; “ev cinawirek e, çawa dikare vê tebanceyê biteqîne”. Hîna hişên min nedigirt. Ez dibêjim “li hawirdora gund tebance nabe” û ev jî nirxandineke rast e. Ji ber ku divê nakokî bi tebanceyê çareser nebe. Heke bal were kişandin ez şoreşgeriya herî mezin disepînim. Di vî şerî de ez tebanceyê misoger weke amrazeke şaş difikirim û ez ev fikra xwe hîna jî diparêzim. Wisa di hawirdora gund de divê tebance neyê bikaranîn.
Hema di vir de ez tiştekî dîtirê jî li ser zêde bikim:
Du hevalên min hebûn, her du jî hîna di bîra min de ne. Min rojekê bihîst di şer de yekî bi kêrê yê din kuştiye. Ez niha jî hîna wî şerî û bûyera kuştinê ji bîr nakim. Ji bo min gelekî jandar bû. Divê misoger ew bûyera kuştinê li hawirdora gund çênebûya. Min gelekî jandar û hovane didît. Dîsa ew karê bikaranîna tebanceyê jî, min xeternak û hewlnak didît. Her du jî şaş bûn.
Bandorên wan pir dem dirêj bûn. Min hîna ji bîra nekiriye.
Ji tekoşînekê re girêdana min a hişyarane heye. Bi teşeyeke ku tê pejirandin ji meşandina tekoşînekê re girêdana min heye. Yan jî dê veguheriya rewşekê ku tu kes nedikarî ji binî derbikeve. Mînak em cewaziya di navbeyna şerê min û şerê kurd de hindekî vekin. Di gund de her kes dikare wî şerî bide. Jixwe yek jî kuştin, hevtemenê min, her du hevalên min ên zaroktiyê li hev dan. Kuştin karekî wêrekiyê yê awarte ye. Bikaranîna çekê jî pir awarte ye. Lê ez çima ji kesên wê rojê eciz bûm?
Jixwe ew kes piştre mirin. Yê ku mir jixwe mir, ê ku çek bikaranî zêde serkeftî nebû. Di şer de navê wî jî derbas nebû. Ez bawer im di navbera şerê klasîk û şerê min ê wê demê de cewaziyên mezin û girîng hene.
Dema ew di şerên xwe de diqediyan, min şerê xwe vegerand pêşveçûyîneke mezin, ev yek di wan şertan de ji bo Kurdistanê cewaziyeke mezin e.
Hîna ji heft saliya xwe bir vir ve, berçavkirina perçiqandina pîvanên civakê, diyardeya xirabkirina lîstokê nîşan dide. Di vê derê de divê girîngî û nêzîkatiya çawaniya giyanê were fêmkirin. Dema ez hîna di civata gund de bûm jî dewsa ku ez bibim weke her kesî, dîtina pêwîstiya cewaziyê û bi ser de çûyîna min e.
Divê mirov fêm bike. Dibe ku hînker be.
Lê min çawa bi dest xist û her ku çû min çawa têperand?
Hîna tê bîra min, li pişta gund parçeyekî me yê rez hebû. Ji bo xwe min weke dibistanekê bi kar dianî. Min ew der bi pirtûkan ve dagirtibû. Di bin mêwên rez de, li bin darên fistiq û bayifan de çend cihên min ên wisa hebûn. Min sererast dikir, radizam, dixwend. Min gelekî xwe diwestand. Xwendineke wisa bi azîne nebû. Hindek bi matematîkê re, hindek bi dîrokê re hindek jî der barê her tiştî de bûn. Wê demê hêzeke me ya ku em bikaribin nirxandineke zanistî bikin tunebû. Meraqeke xwendinê ye, ez dixwazim li ser rawestim. Di vê navberê de ez bi rez re jî mijûl dibim.
Birayekî min ê navîn hebû, hat. Êdî ji ber sedemekê em rabûn şer. Divê sedema wê çibûya? Bi ihtimaleke mezin di xebata rez de kêmaniyeke wî hebû. Wisa min nêzîkatiyeke wî yê beredayî yan jî ji kedê re bêrêz, helwesteke bêwate ji peywirê re dît. Min xwast ez wî ji rez biqewitînim. Piştî ku ez hindekî mijul kirim, min ew bi ser revê ve bir û dest bi revê kir. Min da dûv wî û min ew şopand.
Bi hêrseke mezin, min ew dida ber keviran. Hîna tê bîra min, li ser tehtan bûlxur dikelandin. Malbata me, dayik-bavik hemû li wir in. Çû xwe avête wir. Bêguman stargeha wî malbat e. Li hember êrîşên min ên giran hiziriya ku encax wisa xwe biparêze. Heke min ew girtiba, belkî bi keviran min ew gelekî êşandiba. Hindek ji derbeyên kevir girtin jî. Heke min hîna girtiba, diviya ku min hindek cihên wî xwîn kiribana û bişkênandibana, hêrseke wisa.
Bêguman dema xwe bispêre malbatê yê ku destpêke li dij derbikeve bav e û hîna di bîra min de ye, bav li dij derket. Meşiya ser min. Bêguman ji ber ku bav bû diviya ku min çend gavan xwe paş ve daba. Berbi gund ve min tevgereke paş ve kişandinê kir. Hemû gund rabibû ji piyan. Şerekî bav û kur ê dijwar bû. Bêguman dema ez paş ve kişiyam, wisa paş ve kişandineke lewaz û bêşer nebû. Paşve kişandineke xwedî îdîa û sing bi sing, bi kevir barandinê bû. Ew jî êrîş dike, hindekî zêdetir xwedî hêz e. Lê di nava gund de êdî kolan hene ez dikarim xwe berdim nava kolanan. Her wiha zêde derfeta min a serkeftinê nîn e. Piştî em ketin nava gund, ji ber westandinê bû yan jî êdî pêwîstî nedît... xwe bi paş ve kişand. Bi vî awayî em di hevsengê de man.
Lê ez bi vê têr nebûm. Hêrseke min a wisa hebû ku, ez bi wê hêrsê ketim nava malê û hîna tê bîra min, parçeyek çixina wî hebû. Wisa çixinek bû ku gelekî li paçan dipêça û pir jî vedişart. Dîtin gelekî zehmet bû. Lê ez di vê mijarê de gelekî lêkolînêr im. Piştî çend lêkolînan (belkî çixin xistibû gomê) ez çûm nava kevir û daran min li wir dît. Tê bîra min, min deh lîra girtin. Li gor diravên wê demê diraveke zêde ye. Piştî ku min deh lîra girtin me tevgera berdana gund plan kir. Yan jî hêrsa me em anîbûn wê xalê ku ji me re digot “tûyê vir berdî”.
Çima dev jê berdan? Ez bawer im ji malbata wê demê re hêrsa min pir zêde çêbibû. Û bêguman piştî ecizbûnê êdî tu nikarî zêde li gund û malbatê bimînî. Heke tu nikaribî zêde li mal bimînî, wê demê çi karê te li gund heye? Bi kêmanî ji malbat û gund re berxwedaneke yekgirtî bû. Ez bawer im wisa bêwatebûyîna gund em birin ramana “xwe dirêjkirina bajêr ” ve bir.
- Ayrıntılar
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di demên dawîn de li navenda Colemêrg û Geverê ji hêla artêşa tirk a dagirker ve li ser gel cahşîtî tê ferzkirin. Di vê çarçoveyê de ji bona ku gel û hinek eşîr cahşîtiyê bipejrînin polîtîka têne bi pêş xistin.
Di serî de em bang li endamên eşîra Pinyaniş û hemû gelê me yê Colemêrg û Geverê dikin ku li hember lîstikên qirêj ên dewleta dagirker a tirk hişyar bin. Bi vê wesîleyê divê gelê me ferzkirinên cahşîtiyê qebûl nekin û yên ku niha cahşîtî dikin jî divê demek zûtir dev ji vî mijûlahiya qirêj berdin. Nexwe ji bûyerên nebaş wê tevgera me berpirsyar nîn be.
21 Çile 2009
Fermandariya Sehaya Zagrosê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 20’ê çile de danê sibehî eydî artêşa tirk du firokeyên bi tîpa kobra êrîş birine ser gundên Mîrgê û Helenka ku girêdayî Şîrvana Diyalaya Başûrê Kurdistanê ne.
2. Di 20’ê çile de ji hêla artêşa dagiker a tirk ve ji Qereqola Mûsekayê ku girêdayî Şemzînanê ye operasyonek li hember qada Ava Hecîbeg hatiye destpêkirin. Operasyon di heman şevê de bi paş ve vekişiyaye.
21 Çile 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 17’ê çile de bi roj saet di 11:00’an de ji hêla artêşa tirk a dagirker ve li hember qada Xakurkê ku girêdayî Qadên Parastina Medya ye, êrîşên bi hawan û obûsan pêk hatiye. Li hember sirtên Ebdilkovî û gundên Ermûş, Daîla û Şapana ku girêdayî Xakurkê ne êrîşên bi hawan û obûsan hê jî didomin.
17 Çile 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Ji 13’ê çileyê vir ve ji hêla artêşa tirk a dagiker ve ev sê roj in li hember qada Xakurkê ku girêdayî Qadên Parastina Medyaye, avêtina obûs û topan didome. Îro jî ji danê sibeyî pêve sirtên Ebdilkovî û gundên Ermûş, Şapana û Daîla jî bi obûs û hawanan hatin lêdan. Êrîşên navborî hê jî didomin.
15 Çile 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 13’ê çileyê de danê sibehî ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember qada Xakurkê ku girêdayî Qadên Parastina Medyayê ye, avêtina obûs û hawanan pêk hatiye. Ji danê êvarî pê de jî gundên Bênavok, Şapana û Daîla ku girêdayî Xakurkê ne, bi êrîşê re rû bi rû mane û di encamê de gelek sewalên eydî gundiyan telef bûne.
14 Çile 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 13’ê çile de danê sibehî li hember qadên Ermûş, gundên Daîlayê, hevrazên Ebdilkovî û qada Şehîd Sarya ku girêdayî Xakurkê ne, ji hêla artêşa tirk ve bi obûs û hawanan hatine lêdan. Êrîşa hawan û obûsan a li hember van qadan hê jî didome.
2. Di 12’ê çile de ji danê êvarî hetanî danê sibeyî ji hêla artêşa tirk ve qada Çiyareş ku girêdayî Zapê ye, bi obûs û hawanan hatiye lêdan.
13 Çile 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar