Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 9’ê avrêlê de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember qada Bestayê ku girêdayî Şirnexê ye operasyoneke ku hê jî didome destpêkiriye.
2. Di 9’ê avrêlê de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember qadên Begova, Şapata, Bêsosin, Bedevê, Bombe û Mûsekayê ku girêdayî Şemzînanê ne operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona navborî hê jî didome.
3. Di navbera 8 û 9’ê avrêlê de artêşa dagirker a tirk qadên Şeşdara, Geliyê Pisaxa, Dola Marsîs, Derê Şîş û Mergeşîşê ku girêdayî Heftanînê ne û gundên Şelaniş û Erê daye ber obûs û hawanan. Di encama êrîşa topan de zevî û rezên gundê Şelanîş û Erê zirar dîtine.
10 Avrêl 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 6’ê avrêlê de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember Girê Şehîd Şiyar ku li derdora gundê Oramara Colemêrgê ye operasyonek hatiye destpêkirin. Di operasyona ku du rojan berdewam kiriye de ji bona bîranîna du welatparêzên me yên ku di meşa Amarayê de şehîd ketine û ji bona gerîlayên me yên ku di demên dawîn de şehîd ketine, ji hêla hêzên me yên Zagrosê ve 4 çalakî hatine li dar xistin.
Di 6’ê avrêlê de hêzên gerîlayên me ve bi roj saet di 10:00’an de li hember milekî operasyonê çalakî li hatiye dar xistin û di çalakiya ku veguheziya pevçûnê de 4 leşkerên dijmin hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.
Di heman rojê de saet di 11:30’an de di çalakiya duyemîn a gerîlayên me de, di navbera leşkerên ku hewl dane li gir bimînin de şer qewimiye û di pevçûnê de 5 leşker hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne. Di encama pevçûnan de artêşa tirk dev ji gir berdaye û bi paş ve vekişiyaye.
Roja din di 7’ê avrêlê de leşkerên artêşa tirk ku bi bikaranîna teknîkeke giran dema hewl dane girê Şehîd Şiyar bi dest bixin, li hember wan ji hêla gerîlayên me 2 çalakî hatiye li dar xistin.
Di çalakiya gerîlayên me ya destpêkê de 6 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne, di çalakiya duyemîn de jî 2 leşker hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.
Di encama pevçûnên 2 rojan de gerîlayên me tu windahî nedane. Digel vê artêşa tirk ku bi firokeyên kobra û bi avêtina topan hewl daye li gir bimîne, bi tevahî 17 leşker kuştî daye û 12 leşkerên dijmin jî birîndar bûne. Di encama pevçûnan de artêşa tirk bi paş ve vekişiyaye.
8 Avrêl 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 5’ê avrêlê de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember qadên Bêlgatê û Xapûşkê ku girêdayî Şemzînanê ne operasyonek hatiye li dar xistin. Di şerê ku bi roj saet di 10:00’an de qewimiye de gerîlayê me yê bi navê Azad Gernas (Ayettûllah Esen) bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şehadetê. Der barê windahiyên dijmin de jî agahiyeke zelal bi dest neketiye.
Agahiyên der barê hevalê me yê şehîd de;
7 Avrêl 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 3’yê avrêlê de li hember qada Demîrkapî ku girêdayî Agiriyê ye, artêşa dagiker a tirk operasyonek daye destpêkirin. Heman şevê operasyona li dar ketî de bêyî ku encamek bê girtin, operasyon bi paş ve vekişiyaye. Dîsa danê êvarî li heman qadê li derdora gundên Tûrkmenkoy, Kule û Demîrkapayê hatiye tespîtkirin ku dijmin kemînan avêtiye.
6 Avrêl 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Cemîl BAYIK
Hilbijartinên herêmî bi dawî bûn. Lê belê bandora wê hê jî didome. Diyar e ku ev bandor wê demeke din jî bidome. Hilbijartinên ku bi serkeftina gelê me û tevgera me bi encam bûn, li Tirkiyeyê rê li ber guftûgoyên girîng vekirin. Di nêzîkbûna pirsgirêka kurd de, nirxandin û anîna rojevê ya nerînên ji berê cudatir nîşaneyên vê yekê ne. Ev derdor çiqasî cidî ne, mijareke ku bi serê xwe bê nirxandine, lê belê divê bi baldarî werin şopandin.
Piştî hilbijartinê yekser têkildarî pirsgirêka kurd polîtikayên dewlet û hikûmetê bûn mijara nîqaşan. Bi israr tê destnîşankirin ku encamên hilbijartinê pêwistiyeke bi vî rengî derxistiye holê. Ji rastgiran heta çepgiran, ji lîberalan heta muhafazakaran hemû derdor di heman encamê de digihêjin hev. Hemû derdor êdî nêrîna ku birêz Ocalan tekane muxatabê pirsgirêka kurd e bilêv dikin. Ev nêrîn a beriya hilbijartinê ji aliyê parlamenterên DTP’î û hin derdoran ve dihat rojevê, lê niha ji aliyê derdoreke berfirehtir ve hatiye qebûlkirin. Nirxandin û çarçoveya guftûgoyê ya beyî birêz Ocalan çareserî nabe wê berfirehtir bibe. Bêguman ev encam destkeftiyeke têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. Dê van destkeftiyan ji xwe re bike mewziyek û gavên di vê çarçoveyê de ji aliyê hêzên azadî û demokrasiyê ve bêne avêtin ji niha û pêde bêtir bêne şopadin. Ev rastiyeke li ber çavan e. Ev yek jî hem ji bo hêzên nava welêt, hem jî ji bo yên navneteweyî dê bê wateya xirabûna ezberên heta niha dihatin dubarekirin. Bi vî rengî bi zelaltir dibe ku kî aligirê aştî, demokrasî û çareseriyê ye, kî nayê çareseriyê, aliyê şer e.
Tevî ku encama derketî destkeftî û serkeftina hêzên azadî û demokrasiyê ye jî di nirxandinên tên kirin de hin berovajîkirin û şaş xwendin xwe didin der. Herî dawî berdevkê hikûmeta AKP’ê Cemîl Çîçek bi nirxandinên xwe ev yek piştrast kir. Cemîl Çîçek encamên hilbijartinê û di nava wê de serkeftina DTP’ê ya derketî holê; mîna talûke û pirsgirêkeke ku bi helwesteke stratejîk a serpartiyan de divê bigirin dest binav kir.
Ev nirxandinên Cemîl Çîçek divê mîna tiştekî ji rêzê neyê dîtin. Ji ber ku ev daxuyanî, li dij guftûgoyên piştî hilbijartinê yên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd derketin pêş mîna israra têgihiştina siyaseta înkar, tunekirin û mêtîngeriyê ye. Her çiqasî piştî hilbijartinê nirxandinên ku dubareyên heta niha derbas dikin derdikevin pêş jî diyar e guftûgoyên ji niha û pêde bi du rengî wê bêne meşandin. Lewma dema pêşketinên piştî hilbijartinan werin rojevê bên nirxandin divê ev babet jî bi baldarî bê dîtin.
Divê ev rastiya ku derketiye holê baş bê şopandin. Ji ber ku li dijî hewldanên têne xwestin destkeftiyên bi berdelên mezin hatine bidestxistin werin têkbirin sekn û helwesta were nîşandan radixe ber çavan. Wergerandina serkeftinê ya asta di hilbijartinê de hatiye bidestxistin jî vê yekê ferz dike. Di hilbijartinên herêmî de serkeftin hatiye bidestxistin. Ev li ser berdelên di encama têkoşîna 35 salan de hatiye dayin bilind bûye. Her wiha encameke helwesteke hêja ya ji her eniyê ve ked hatiye dayin û xebat hatiye meşandin e. Divê ev rast were dîtin û wisa were nirxandin. Her çiqasî ji hilbijartinên herêmî bi sereftin em derketibin jî diyar e kêmasiyên ku pêwîst e werin derbaskirin hene. Dema li encamên hilibijartinan were mêzekirin dê ev yek bi rengekî zelal bê dîtin. Li cihên rêxistinkirî û xwedî amadekarî tevî hemû hîle û astengiyan jî serkeftin hate bidestxistin. Li cihên ku baş rêxistinbûyîn pêk nehatiye, tevî ev qas hewldan û ked hate dayin jî bi hîle û astengiyan tev pûç hate derxistin. Herêma Serhedê, herêma Başûrrojava hu bi taybetî herêma Çewlîkê di rewşeke wisa de bûn. Mîna cihên ku xebatên me lê xurt bûn li van qadan xebatên ku pêwîstbûn nehatin meşandin. Heger li van herêman jî rêxistinbûyîn û amadekarî bi awayekî xurt pêk bihata li van deran wê bêtir şaredarî û deng hatibana bidesxistin. Her wiha li bajarên Kurdistanê yên mîna Semsûr, Dîlok, Mereş, Meletî, Elezîz, Erzînganê dikaribû şaredarî bên bidestxistin her wiha deng bêne zêdekirin. Li metropolan jî heman rewş derkete holê. Li van deran nifûseke zêde ya kurd dijî. Li aliyê din mitîngên bi beşdariyeke mezin pêk hatin. Lê belê pirsgirêkên dibin sedem ku ev hêz derbasî sindoqan nabe di vê hilbijartinê de jî xwe nîşan da. Ji bilî yek-du beldeyan li Tirkiyeyê encam nehate bidestxistin. Divê neyê jibîrkirin ku li ser vê siyaset tê meşandin û wê were meşandin jî. Ji niha ve di nirxandinên der barê hilbijartinê de ev mijar tê rojevê û wiha tê gotin: “Kurdên li ser axa xwe dijîn xwedî helwesteke etnîkî ne, lê belê yên derveyî wir û yên koçî metropolên Tirkiyeyê kirine nêzîkatiyeke wisa nîşan nadin”. Di encama van nirxandina de tê gotin ku kurdên koçî metropolan kirine bi sîstema mêtînger re zû entegre dibin û girêdayî vê yekê pêşniyarên zêdekirina asîmilasyonê û koçberkirinê tên bilêvkirin.
Hilbijartin bi dawî bûn. Lê bandorên wê berdewam dikin. Gelê me ji vê hilbijartinê serkeftî derketiye. Ev yek jî di encama têkoşîna mezin ya bi hêza xwe ya xweser de bi dest xist. Gelê me îsbat kir ku wê ji vê zêdetir jî bike. Ev di heman demê dê ji bo gelê me û Têkoşîna Azadiyê tê wateya derbasbûna pêvajoyeke nû.
Bêşik di vê pêvajoya ketinê de jî serkeftin bûye ya têkoşîna gelê me ku ji bo azadî û demokratiyê dide.
- Ayrıntılar
Nîşane vê şanî dide....
Dijmin gotin di cî de be carnan fena şêran har dibe, carnan fena seyên ku teriya xwe li xwe dipêçe di quncikan de asê dibe.
Dijmin matmayî maye, ka wê li deriyê kê bide û hêviya xwe ji balindeyan jî dike.
Dijmin di nav rûpûşên ketî de ji xwe direve.
Dijmin dema ku li hember xwe ev gelê xwedî hêza parastina cewherî ye dibîne, ji siya wan ditirse.
Dijmin di nava qîrîna jihevbelavbûnê de ye û her diçe desthilatiya xwe ya hezar salan, mîna teyisînên din ê TC’ê winda dike. Vaye ji ber vê yekê ye ku di 60’emîn salê de em zêdetir nêzî azadiyê ne.
Nîşane vê şanî dide...
Di roja vejîna xwe de, axa ku can daye me em bi xwînê av didin.
Di roja vejîna xwe de, ji bona ku ji niha û şûn ve damarên me yên jiyanê nexitimin, em canê xwe feda dikin.
Di roja vejîna xwe de, ji bona ku em pêşeroja xwe li temenên dirêjtirîn belav bikin, em ciwantiya xwe datînin holê.
Di roja vejîna xwe de, bi inyada fermanên mirinê ku hatine xizkirin, wekî “jiyana azad” diqîrin.
Di roja vejîna xwe de, hemû zincîrên ku hatine afirandin parçe parçe dikin û di ser de derbas dibin.
Em “GEL IN” û di 60’emîn sala xwe de destana xwe ji ariyên xwe afirandinê diafrînin, vaye ji ber vê yekê ye ku em di 60’emîn salê de zêdetir nêzî azadiyê ne...
Nîşane vê şanî didin...
Em li çiyayan,
Ji bona her roja ku serokatiya me di bin bindestiyê de ye tolhildanan dineqşînin.
Hetanî ku serokatiya me negihê azadiya xwe, em jiyana heyî ji xwe re heram dihesibînin.
Ziyaneke herî biçûk a li hember gelê xwe, ji bona ku rojek teqez hesap bipirsin di quncikekî hişê xwe de bi cî dikin.
Yên ku vanan kirine, da ku careke din em jibîrnekin di hişê xwe de dineqşînin.
Em li çiyayan,
Li hember hemû dinyayê îlan dikin, ji yên ku li Agiriyê, Çewlikê, Mûşê, Wanê, Mêrdînê, Tekmanê mafê gelê me binpêkirine, dayîk, ciwan û zarokên me cop kirine dereng an zû em ê hesap bipirsin.
Û em li çiyayan,
Soz didin ku li gundê me yê pîroz Amarayê, li mala me, li ciyê zayîna me, li axa me; yên ku qestî canê Mahsûm Karaoglan û Mûstafa Dag kirine, di xwîna ku wan rijandiye de, em ê wan bifetisînin.
Em “gerîla ne” û şehîdên me, mahsûmên me, mûstafayên me yên ku xwestina wan bilindkirina têkoşînê bû û di vê oxirê de canên xwe dan. Vaye ji ber vê yekê ye ku di 60’emîn salê de ji her demê bêtir nêzî azadiyê ne. Nîşane vê şanî dide...
- Ayrıntılar
Min ê hilbijartinê binivîsandana
Lê min nedikaribû binivîsandina
Destê min neçû ser klavyeyê
Ma min ê çawa binivîsandina?
Ji ber ku xwîn diherikî
Li Amarayê li Alîgorê
Ji seriyan xwîn dipijikî
Ji serê Mûstafa Dagê ku di emrê Heqî Qerer de bû
Serî parçe parçe
Şirik şirik xwîn hildavêt
Di şûna kaniyên coş ên vê biharê de
Ew celadên tirk têr nabin ji xwîna me
Sonda min heye
Ez ê wê dîmenê jibîrnekim
Sonda min heye
Ez ê;
Yên ku li hember van kuştinan ne xwedî sond bin
Yên ku li hember vanan nekevin tevgerê
Yên li hember komkujiyan bêhîsbin
Yên li hember komkujiyan bêdengbin
Kî dibe bila bibe, ez ê wan ji mirovan ji giyaneweran nehesibînim
Sonda min heye
Ez ê zêdetir zêdetir heyfê ji wan bigirim
Û ji vir qîrîn dikim
Ev qîrîneke tolhildanê ye
Li Kurdistanê tu rewabûna AKP’ê êdî nema
Hat selmandin ku,
AKP komek dijmirovî, mêrkûj û qirqer e
Ji niha û şûn ve yek mafê AKP’iyiyan dimîne
Ew jî li hember kirinên wan, zêdetirîn hesap pirsîne
Wê keç û xortên egîd û mêrxas ên gelê kurd,
Ji vê koma mêrkûjan hesap bipirse, heta hetayê....
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 3’yê avrêlê de bi roj saet di navbera 15:00 – 17:00’an de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember gundên Reşmê, Zerê, Ertîş, Horê, Kehrê û Girê Karker ku girêdayî Zapê ne, êrişeke bi obûs û hawanan hatiye lidarxistin.
2. Di 31’ê adarê vir ve ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember qadên Apê Mûsa û Koyê Spî ku girêdayî Eyaleta Amedê ne operasyonek hatiye destpêkirin. Di operasyonê de hêzên gerîlayên me yên HPG’ê di 3’yê avrêlê de li hember hêzên dijmin kemîn avêtine û di çalakiya kemînavêtinê de leşkerek hatiye kuştin û 7 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê hêzên dijmin ji bejahiya gundê Hedîkê xwe bi paş ve vekişandine û mirî û birîndarên xwe bi firokeyan rakirine navenda Amedê. Operasyona navborî hê jî didome.
4 Avrêl 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Cemîl BAYIK
Hêzên Azadî û Demokrasiyê yên Kurd, mîna pêwîstiyeke nêzîkbûneke biberpirsiyartî, beriya hilbijartinên herêmî biryara ‘bêçalakîbûnê’ standin û ji raya giştî re aşkera kirin ku li gorî vê biryarê dê tevbigerin. Her wiha têkildarî Konferansa Navneteweyî ya Kurd de ku niha mijara guftûgoyê ye û tê plankirin li dar bikeve de jî nerînên xwe anîn ziman.
Têkildarî vê mijarê tu hêz û derdor nikarin bêjin ku nêzîkatiya berpirsiyar ya dikeve ser milê Hêzên Azadî û Demokrasiyê yên Kurd nehatiye bicihanîn. Lê tevî rastiya heyî jî hewldanên wê bixin muxatabê nêzîkatiyên eniya dijber. Di nûçe û şîroveyên di organên çapemenî û ragihandinê de ev nêzîkatî tê nîşandan. Diyar e ku ev yek encamên erênî bi xwe re neyne û wê xizmetê ji aloztirkirina rewşa heyî re bike.
Di nêzîkatiyên beriya hilbijartinên herêmî pêk werin hatin nîşandan de jî ev yek bi rengekî vekirî hate dîtin. Tevkujiya li Koşuyolu ya Amedê ji aliyê kê pêk hatiye baş tê zanîn, hewldanên ji bo bixin stûyê PKK’ê; di 2’yemîn îdianameya doza Ergenekonê de hewldana têkildarkirina Ergenekon û PKK’ê; gotegotên der barê konferansa tê gotin li Hewlêrê dê pêk were û biryarên qaşo der barê PKK’ê de werin standin mînakên herî berbiçav in. Xwediyê van nêzîkahiyan dixwazin çi bikin êdî ev li ser teqdîra raya giştî û derdorên demokratîk yên histiyar maye.
Ji bo pêkanîna aştiyeke mayinde û di konferanseke navbera kurdan de babetên ku pêwîst e li ber çavan bêne girtin û destnîşankirin beriya niha mîna pîvanan ji aliyê Rêber Apo ve hatibûn destnîşankirin. Di vê çarçoveyê de ji bo aştiyeke mayinde ya li Tirkiyeyê ev pîvan hatibûn destnîşankirin: 1-Agirbesta Dualî; 2- Komîsyona Lêkolîna Rastiyan û Edaletê; 3- Destûreke Bingehîn a Sivîl. Ji bo konferanseke di navbera kurdan de jî ev pîvan destnîşan kiribûn: 1- şer û Aştî; 2- Yekitî; 3- Pîvana Demokratîkbûnê; 4- Mafên Çandî; 5- Siyaset, Civakî, Aborî ya Demokratîk.
Destnîşan kiribû ku ev xal dikarin ji aliyê her kesî ve bêne qebûlkirin. Tevî ku pêwîst dikir tiştên bi esasî girtiba dest û di nêzîkahiya ji bo PKK’ê de li ber çavan hatibana girtin ev bin jî, balkêş e mîna ku ev tişt nehatine gotin tevdigerin û hin şert û mercên ku pêwîst e hişyarî bêtir hebe tên afirandin. Sedemên mafdar ên tevgereke wisa pêwîstî bi hişyariyê dibîne hene: Daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul ên di dema serdana Iraqê û piştî serdanê, Peyamên ku Serokomarê Iraqê Celal Talabanî piştî hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyeyê re dan çapameniyê, Sewqiyata leşkerî ya Artêşa Tirk a li ser sînorê başûrê Kurdistanê û tevgera leşkerî dibin sedemên fikarên bi vî rengî. Her wiha divê planên DYA’yê yên tasfiyekirina PKK’ê jî li van bê zêdekirin.
Plana tasfiyeya PKK’ê ya beriya niha ji Serokê DYA’yê Barack Obama hatibû pirsîn û ji aliyê Nûnerê Taybet yê Iraqê Henri J. Barkey ve hatibû amadekirin di hin organên çapamenî û ragihandinê de hatibû guftûgokirin. Têkoşîna Azadî û Demokrasiya Kurd jî têkildarî mijarê helwesta xwe nîşan dabû. Girîng e ku di rapora Henri J. Barkey pêşkêşî Barack Obama kir de bi rengekî vekirî tasfiyekirina PKK’ê û ji bo wê yekê ketina dewreyê ya DYA’yê ji aliyê leşkerî ve tê pêşniyarkirin. Ev tev dibin sedem ku ji her demê bêhtir hêzên Azadî û Demokrasiya Kurd bi baldarî û hestyarî tevbigerin. Lewma mafê tu kes an derdorê tune ye ku bêje Hezên Azadî û Demokrasiya Kurd, ‘çima hûn wisa nêzîk dibin’.
Beriya her kesî û herî zêde Têkoşîna Azadî û Demokrasiya Kurd dixwaze li Tirkiyeyê aştiyeke mayinde pêk were û konferanseke yekitiya neteweyî di navbera kurdan de pêk were. Tiştekî berovajî vê yekê ne kes dikare bêje ne jî îdia bike. Ji ber ku delîlê vê yekê li berbiçavan hene. Ji bo li Tirkiyeyê aştiyeke mayinde pêk were ji sala 1993’yan heta niha gelek caran agirbestên yekalî hatin îlankirin û pêvajoyên bêçalakîbûnê hatin îlankirin. Ji bo di navbera kudan de konferansek pêk were gelek caran biryar hatin girtin, bang hatin kirin û hewldan pêk hatin. Di hemû kongre û konferansên PKK’ê yên piştî salên 1990’î di vê çarçoveyê de biryar hatin girtin û ji raya giştî re hatin aşkerakirin. Hêzên Azadî û Demokrasiya Kurd îro jî nêzîkbûneke bi heman rengî diparêzin.
Lê divê ev nêzîkahî bersiva xwe jî bibînin. Nezîkbûn û gavên yekalî yên heta niha hatin avêtin mîna tê xwestin nehatin bersivandin, her wiha ev yek berovajî hatin şîrovekirin û mîna zeîf an jî lawaziyê hatin dîtin.
Bi vê yekê jî sînor neman û xwestin vê rewşê li dijî Hêzên Azadî û Demokrasiya Kurd bikar bînin. Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Apo jî di demeke wisa de pêkanîn. Bêguman mafê kesî tune ye van tiştan bijî û bi gelê me bide jiyîn. Gelê me nîşan da ku ew ê careke din destûrê nede ku tiştekî wisa bibe û heman tiştan bijî.
Raperina Demokratîk ya gelê me ji 15’ê Sibatê da destpêkirin, bi pîrozbahiyên Newrozê gihand asta herî bilind, tevî hemû astengî û hîleyan bi îradeya xwe ya di sindoqan de nîşandan ev helwesta xwe bi rengekî zelal raxiste ber çavan.
Gelê me bi tekoşîna demokratîk a bilind kiriye nîşan daye ku li Tirkiyeyê aştiyeke mayinde û konferanseke di navbera kurdan de wê çawa pêk were û bi xwedîderketina Rêber Apo û pîvanên wî nîşan da ku ev yek çawa dikarin pêk werin.
Heger bi rastî tê xwestin li Tirkiyeyê aştiyeke mayinde saz bibe û konferanseke di navbera kurdan de pêk were û encam bê bidestxistin ji bicihanîna van pîvanan pêde ne tiştekî werê kirin heye ne gotineke bê gotin maye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Em di 60’emîn salvegera Roja Vejînê ya Rêber Apo de, ku her kêliya jiyana me watedar kiriye û bi hebûna xwe bûye çavkana moralî, bi rêzdarî silav dikin û em soz didin ku di ronahiya keda pîroz ku bo me daye, em ê têkoşînê bilind bikin û bibin xwedî kedeke herî mezin.
4’ê Avrêlê ne tenê rojbûyîna Rêber Apo ye, rojbûyîna hemû gelê kurd e. 4’ê Avrêlê li hember zordestî û koletiyê, roja vejîna rastiyê û azadiyê ye. Û em careke din coşa pîrozkirina vê rojê jiyan dikin.
Di pêvajoya ku em tê de ne, pîrozkirina 4’ê Avrêlê ji me re coşeke cuda ye. Digel plan û lîstikên hêzên emperyalîst û hêzên noker ên li hember tevgera me, gelê me di Newroz û hilbijartinan de vîna xwe diyar kir û wekî diyariyeke herî bi wate ji Rêber Apo re şandin. Wê hêzên fedayî yên Rêber Apo û gelê kurd, ji bona ku baştir layîqî van diyariyan bibin, ji her demê bêtir di wê biryarîbûnê de ne ku peywirên xwe bînin cî û asta têkoşînê bilind bikin. Pêvajoya ku em tê de asta ku em gihîştinê, tu hêz nîn e ku vîna azad û biryarîbûna gelê me derbas bike. Divê baş bê zanîn ku, ev hêz wisa bixwe bi pêş neketiye. Ev hêz di serî de bi ked û hewldanên Rêber Apo û şehîdên me yên leheng, bingeheke rêxistî ku qet neheje afirandiye.
Em wekî gerîlayên HPG’ê, roja 4’ê Avrêlê wekî roja vejîna xwe dibînin. Li hember serokatiya me û tevgera azadiya hemû êrîşên ku bi pêş dikevin, em didin zanîn ku bi 4’ê Avrêlê bi nasnameya xwe, vê yekê bikin wesîleya vejîna azad û em ê bi rûmeta xwe liberxwe bidin. Em hemû hesret û coşa gelê xwe, ya dayîk û jinan û ya zarokan dimeşên wan de, di jiyana wan de ji warên azadiyê parve dikin. Didin diyarkirin ku yekem hinceta jiyana me ji bona azadiya serokatiyê jiyankirin û ji bona azadiya serokatiyê têkoşînkirin e.
Di vê bingehê de em 61’emîn roja vejîna Rêber Apo, ji bona ku veguhezînin roja azadiyê, em ê di asta herî jor de bibin xwedî kedê. Ev ji bona me deynekî şerefî ye. Careke din bi vê wesîleyê roja vejîna serokatiya xwe û ya gelê xwe pîroz dikin.
Bijî Rastiya Vejînê ya 4’ê Avrêlê!
Bijî Rêber APO!
3 Avrêl 2009
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
- Ayrıntılar