Di destpêkê de salvegera 28. a pêngava 15’ê Tebaxê li RÊBER APO, li tevahî gelê Kurdistanê, li şervanên azadiyê, li gelê Mazlum yê azadîxwaz û demokrat pîroz dikim. Pêngava 15’ê Tebaxê ya ku 28 sal beriya niha, di bin fermandariya rêheval Mahsum Korkmaz Egîd de destpê kir, heta îro bênavber bi ruhê Egîdan berdewam kir. Ji bo vê,, di serî de fermandarê nemir rêheval Mahsum Korkmaz û di şexsê rêheval Egîd de tevahî şehîdên azadiya gelê Kurdistanê bi bîr tînim, bi hurmet li ber bîranîn û berxwedana wan bejna xwe ditewînim. Ew soz û peymana ku me bi wan re dayî, ew armanc û daxwaziya wan pêk anîn, ji bo wî bilidkirina tekoşînê, bi wî ve girêdayîna xwe didime diyar kirin.
Gelê Kurdistanê, di pêngaveke gelekî girîng de derbas dibe. Di serî de li Rojhilata Navîn pêvajoyek destpê kir û ev pêvajo niha êdî bi rengekî pir bi tundî li Sûrî berdewam dike. Li ser vê mijarê, heta niha gelek tişt hatine gotin. Her kesekî gotinên xwe gotiye, daxwaziyên xwe diyar kiriye û heta xwe têkilî vê rojevê jî kiriye. Tevgera Azadiyê û RÊBER APO van mijaran bi rengekî herî baldar hem şîrove kirine û hem jî sedemên ku îro li heremê ev alozî têne jiyan kirin çi ne, daye diyar kirin. Çareseriya van aloziyan bi çi şêwazî wê bê pêkanîn, wê çawa çêbibe, bi rengekî alternatîf daye diyar kirin.
Li Rojhilata Navîn, pêngava ji nû ve dîzaynkirinê ev 20-21 sal in berdewam dike. Hîn di şerê Bendavê de rejîma Sedam Huseyîn mudaxeleyî Kuweytê kir û li hemberî vê şerê li Bendavê dest pê kir. Hêzên kuresel ên hegomonîk yên ku bi taybetî berjewendiyên xwe di heremê de didîtin, hê wê demê xwestin herem li gorî xwe dagir bikin û tê de bi cî bibin. Mudaxaleyekî li ser rejîma Sedam Huseyîn kirin, lê bê ku encamekî bi dest bixin yan jî heta dawî bibin gotin di cihê xwe de be çavtirsandinekê çêkirin, xwestin terbiye bikin. Heta astekî ji viya anîn û berdan.
Di vê demê de hêza herî dînamîk, herî berxwedanvan, demokrat û bi îlmê sosyalîzmê hatibû rêxistin kirin, di pêşengtiya RÊBER APO de Tevgera Azadiyê bû ku ev dînamîzma xwe wê demê jî diparast. Ji bo vê di havîna 92’yan de li ser Tevgera Azadiyê êrîşeke komple hate çêkirin.
Ev êrîş êrîşeke wisa ji rêzê nebû. Hêzên navneteweyî, bi desteka NATO’yê ku serkêşiya wî, -wê demê Almanya dikir- di vê pêvajoyê de cihê xwe bi şêwazekî aktîf girtin. Hêzên herêmê, dîsa wê demê PDK û YNK bîzat di pratîka vê de cihê xwe girtin. Hêzên Tirk bi hemû derfetên xwe, bi hemû teknolojiyên di destê xwe de bi Tevgera Azadiyê re li ser Heremên Parastina Medyayê ketin nava şerekî dijwar.
Cotmeha 92’yan de, ev şerê dijwar ku em wekî Şerê Başûr bi nav dikin destpê kir. Wê demê ji armanc yan tasfiyekirina PKK’ê, yan jî PKK’ê anîna xeta xwe û sînordar kirin bû. Heta Rêbertiya PKK’ê neyê sînordar kirin, neyê tasfiyekirin, ew nikarin Rojhilata Navîn weke dixwazin dîzayn bikin.
Bêguman di ser viya de 21 sal derbas bûn. Em dibînin ku di Rojhilata Navîn de rejîmên statukoparêz yên netewe dewlet, yên ku 100 sal 150 sal berî niha yek bi yek bixwe dane avakirin, êdî li hemberî berjewendiyên hêzên hegemonîk bûne asteng. Dixwazin vana têk bibin. Li hember vê gel rabûn serhildanê. Ev, li Tûnûsê destpê kir û wekî bihara gelan hat binav kirin. Misir, Lîbya, niha Sûriye û gelek cihên din ku dixwazin tê de guhertin çêbikin, bi vî rengî mudexeleyî wan dikin.
RÊBER APO, bi salan e ev mijar di hêla bîrdozîk, felsefîk, rêxistinî, leşkerî, civakî, dîplomasî de bi berfirehî analîz kiriye û çareseriya viya pêş xistiye. Weke alternatîf, xeta civakîbûyînê da diyarkirin. Wekî xeta sêyemîn, xeta gelan ya ku em bibêjin civakeke demokratîk, civakeke komunal, civakeke ku her kes bikaribe tê de bi rengekî azad çanda xwe, rengê xwe, jiyana xwe bidomîne destnîşan kir. Tevgera Azadiyê 21 sal in di heremê de ev helwesta xwe, ev sekna xwe, ev xeta xwe bi rengekî vekirî parast. Nebû alîgirê hêzên hegomonîk, yên ku ji derve mudexele dikin, yê ku dagirkeriyê pêş dixin û gelan qetil dikin, dixwazin berjewendiyên xwe hakîm bikin û ne jî bû wekî parazvanekî, piştgirekî hêzên statukoparêz ên ku li ser Kurdistanê dagirker in, desthilatdar in û nebû hevalbendên wan. Berovajî, her du hêzan jî ji bona mafê gelan, gelekî bi xeter dît û got divê bi mîsogerî guhertin û veguhertin di her duyan de jî bê çêkirin. Her du jî ne li gor berjewendiyên civakê ne, ne li gor berjewendiyên gelan in, ne jî dikarin pirsgirêkên heyî diyar bikin. Esas xeta sêyemîn da diyar kirin û di wê xeta sêyemîn de jî bi israr tekoşîna xwe bilind kir.
Niha êdî em dibînin ku ev xet bi rastî jî edî weke rastiyekê, heqîqetekê xwe dide diyarkirin. Vaye tevgera Azadiyê di vê mijarê de bi siyaseta ku da meşandin, polîtîkayeke exlaqî pêş ve bir û parastina nirxên mirovahiyê kir. Ev sekna watedar a xweser ku di bin hemû şert û mercî de da diyar kirin, êdî di hemû jiyanê de encam digire. Di serî de paraznameyên RÊBER APO yên ku 13 sal in li Girava Îmraliyê bi lêhûrbûneke kûr û berfireh çareserî bi pêşxist, Tevgera Azadiyê vêya ji bona xwe wekî manîfestoya têkoşînê yê afirandina jiyaneke azad pejirand. Li gorî van perspektîfan û vê manifestoyê têkoşîn û jiyana xwe birêxistin kir. Li tevahî beşên Kurdistanê, li ser vê têkoşîna ku dide meşandin pergala ku daye diyar kirin, êdî encaman digire. Mînaka viya ya esasî jî ya ku niha berbiçav, li Rojavayê Kurdistanê sal û nîvek çêbû tê jiyan kirin e. Di nav aloziyên ku li Sûriyê têne jiyan kirin de, gelê Kurd careke din siyaseteke bi rêgez, siyaseteke bi exlaq û ew pêşdîtinên xwe yên kûr, li ser şopdariya RÊBER APO berdewam kir. Di vî esasî de encamên girîng jê girtin. Ji nîvê meha Tîrmehê û vir ve li Rojavayê Kurdistanê êdî moriv dikare bibêje şoreş kete asteke cuda.
Li Rojava gelê Kurd, yekîtiya xwe da avakirin. Bi taybetî jî li ser hîmê demokrasiyê û li ser encamên bi keda dehan salan a Tevgera Azadiyê û RÊBER APO hem xebatên saz kirina saziyan tên kirin û hem jî nirxên gel tên parastin. Di vî esasî de bi damezrandina Yekîneyên Parastina Gel, (YPG) parastina cewherî pêk tê. Em mêze dikin ku li gelek bajar û navçeyan gel êdî xwe bi xwe birêve dibe. Ev, di encama amedekariyeke pêş de hatibû kirin û siyaseteke rast hatibû meşandin û di esasê xwe de jî bi mafê xwe parastinê derdikeve holê. Ev destkeftiyeke girîng e û ji bo tevahiya Kurdan pîroz e. Em vê şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi vî rengî pîroz dikin. Bersiveke girîng a ku em bibêjin bi ruhê 14’ê Tîrmehê destpê kir, bi şêwazê 15’ê Tebaxê lêxistin û xwe beşdar kirin, gihaye armanca xwe.
Îro em mêze dikin li Başûrê Kurdistanê, gelê Kurd bi rengekî baldar têkoşîna azadiyê hem dişopîne û hem jî bi moralek, bi coş û kelecanekê beşdar dibe û hezkirinên xwe jêre didomîne. Gelê Başûrê Kurdistanê jî baş dizane ku eger Kurdistan tevahî azad nebe, ew bixwe jî di vir de azad nabe. Yanê destkeftiyên wî di bin xeteriyê de ne û ne misoger in û ew bi talûkeyan re rû bi rû ye. Hem viya dizane û hem jî fikir û ramanên RÊBER APO û Tevgera Azadiyê bi baldarî tên şopandin û heyecanekê daye çêkirin û beşdarbûneke bi vî rengî çêdibe. Ji bo vî, li Başûrê Kurdistanê ew pirsgirêkên di civakê de tên jiyan kirin, çareseriya wan di pergala xweseriya demokratîk, di civakbûyînê de hîn zêdetir dibîne.
Li Rojhilatê Kurdistanê, têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê destkeftiyên xwe yên pir pîroz çêbûn. Bi pêşengtiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê û bi hêzên leşkerî yên Rojhilatê Kurdistanê HRK’ê, em mêze dikin li vir jî destkeftiyên gelê Kurd di asteke gelekî girîng de hebûn û parastina destkeftiyên xwe berdewam dike. Sala derbasbûyî di vê demî de xwestin komployekî li ser gelê Kurd bimeşînin, îtîfakeke gemar çêbikin. Xwestin Qendîlê, navenda rêxistinê bi dest bixin û bi vî rengî hêviyên gelê Kurd bitepisînin. Bi berxwedanên salên derbasbûyî yên di bin pêşengtiya rêheval Simko Serhildan, hevala Sarya Onur, hevalê Egîd û bi dehan hevalên din heta asteke girîng ev hate vala derxistin. Gelê Kurd hebûna xwe parast. Wekî gerîla parastina navendên xwe yên parastinê yên wargehên xwe domand.
Di vir de jî destkeftiyên gelê Kurd gelekî hêja û pîroz in. Hêzên Rojhilatê Kurdistanê, hemû sengerên xwe parastin. Dîsa gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê jî, di vî awayî de heta astekî di sala 2012’an de xwe bi rêxistin kirin.
Li Bakurê Kurdistanê, gelê Kurd êdî di pêngava çaremîn a stratejîk de ye. Êdî di vê pêngava ‘‘azadiya xwe bidestxistin, hebûna xwe parastin’’ de bi stratejiya pêngava çaremîn ya şerê gel ê şoreşgerî ku destpê kir, bi hemû germahiya xwe didome. Ji bo vê bi taybetî jî sala derbasbûyî dewleta Tirk xwest bi rengekî hîn dijwar piştgiriya hemû hêzên derve jî bigire û Tevgera Azadiyê yan têk bibe, yan jî hewceyî xeta xwe bike, lewaz bixîne. Li ser vî esasî, bi vî armancî destpêkê navenda êrîşên xwe Îmralî danî. Li ser RÊBER APO ev 13 sal in ku tecrîtek heye. Li gel viya salek jî derbas bû ku êdî bi rengê êşkencê pergala xwe hîn bêhtir şidand. Qaşo, bi vî rengî wê RÊBER APO bîne asteke wisa ku hewceyî xwe bike ku êdî Tevgera Azadiyê bîne xetekî. Bi şantajê xwestin viya pêş bixin. Bi vî esasî salek derbas bû. Vê siyaseta gemar dan meşandin û tecrîd kûr kirin, hevdîtin qut kirin, hemû diyalogên bi derve re sekinandin. Hemû parêzerên Rêbertiyê avêtin zîndanê. Êrîşa xwe ya esasî ji Îmralî destpê kirin.
Ji milekî ve jî li ser gel komkujî pêş xist. Roboskî mînaka viya ya herî ber bi çav e. Li Girtîgeha Pozantiyê ya Edeneyê êşkenceya li ser zarokan li pêş çav e. Cardin li zîndana Riha’yê ciwanên Kurd bi rengekî zindî çawa hatin şewitandin! Bi dehan kesên nexweş di zîndanan de her roj şehîd dikevin. Dayîkên 70 salî avêtine zîndanan. Bi tundî bi ser gelê Kurd ve çûyîn berdewam e. Hem di Newrozê de, hem jî herî dawî li Amedê di mîtînga ‘‘Azadî ji bo RÊBER APO, statu ji bo Kurdistanê’’ ya 14’ê Tîrmehê de bi êrîşên gemar çawa xwestin vê îradeyê bişkînin ku ev çend mînakên li pêş çav in. Li hemberî vî jî gelê Kurd bê minet berxwedana xwe bilind kir, tevgera xwe fireh kir, israra xwe domand, sekna xwe ya pîroz da diyar kirin. Ev sekneke watedar bû, layîqê berxwedana 14’ê Tîrmehê bû. 14’ê Tîrmehê wekî berxwedana bi rûmet a rojiya birçîbûnê ya ku çar milîtan, qadroyên pêşeng têde şehîd ketin wekî heval Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û Çaran hevalên agir berdane bedena xwe, Ferhat Kurtayan bi hevalên xwe ve vana bi giştî dan diyar kirin ku gelê Kurd êdî bi vî ruhî têkoşînê didomîne.
Li gel vana hemûyan di demekê de xwest ku gerîla bi tevahî tune bike. Operasyonên pir berfireh û bi teknîkên herî jor da meşandin. Di vir de jî cardin tiştê ku dixwest bike nikaribû bi dest bixe. Ev ya jî pir encamekî neda. Şehadetên hatin jiyandin, bêguman êşekê dan ava kirin. Ji bona gel û tevgerê jî zehmetiyên xwe da çêkirin. Lê bes, em baş dizanin ku Tevgera Azadiyê kevneşopiyeke xwe heye, derbasbûneke xwe ya dîrokî heye. Her şehadetekê xistiye bingeha hemleyeke mezin û bi misgorî hiştiye ku li ser vê bingehê destkeftiyên xwe mezintir bike û têkoşîna xwe bilindtir bike.
Bi van hestan û bi vê nêzikbûn û di vê zanistiyê de bihara 2012’an wekî bihara gelên Kurdistanê hate binav kirin. Wekî pêngava fînalê hatiye binav kirin. Di pêngava fînalê de gavên hatin avêtin, li ser vî esasî bûn. Ji bo vî em dibînin ku ji biharê heta niha, li seranserê Kurdistanê êdî îbre li milê gelê Kurd e. Moral di destê gelê Kurd û Tevgera Azadiyê de ye. Êdî çiqas diçe hîn bêhtir otorîte, hakîmiyet di destê gelê Kurd de pêş dikeve. Êdî Tevgera Azadiyê, bi vî rengî careke din li hemû cîhanê da diyar kirin ku bi şîdet, bi zorba, bi operasyon, bi înkar, bi îmha, bi girtin, bi tecrît û bi dorpêçkirina dîplomasiyê ew nikarin gelê Kurd teslîm bigirin. Ew bi vî rengî encam nastînin. Eger bi vî rengî çiqas bixwazin bi ser de werin jî, wê têkoşîna Azadiya Gelê Kurdistanê watedar û bilind bibe û encamên xwe jî hîn zêdetir derkevin pêş.
Îro em dibînin pêngava 14’ê Tîrmehê bi mîtînga Amedê dest pê kir. Bi çalakiya Kayseriyê, bi pêşengiya endamên tabûra nemiran heval Êrîş û Andok ku xwe bi ruhê Egîd û Mazlum’an, ya Zîlan û Bêrîtan’an xwe tevger kir, bi vî ruhî êdî starta dema nû dan. Li ser şopdariya van rêhevalan em mêze dikin ji 23’yê Tîrmehê û vir ve herêma Şemzînanê ya ku dikeve navbera Botan û Behdînanê, di bin dorpêçkirina gerîla de ye. Di heman demê de, ber bi pêngava 15’ê Tebaxê ve çûyîn heye. Bi rojan e dîsa li navçeya Colemerg Çelê, li 19 ciyan lêxistinên gerîla çêbû. Çalakiya mezin wek operasyona şoreşgerî ku hate binav kirin, ev operasyona şoreşgerî ku bi navê rêheval Arjîn Garzan, Mahîr Başkale dest pê kir, ji bo tecrîd û operasyon û şîdeta li ser Îmraliyê bersivdayîna van kiryarên dijmin, ev bi hemû hewldanên xwe berdewam dike. Piştî îro li herêma Colemergê weke di navçeyên wê de tê jiyan kirin, bêguman em dikarin bibêjin gerîla operasyonên şoreşgerî li dar xistiye. Ev pir girîng e, êdî gelê Kurd operasyon dike, êdî gerîlayê Kurd operasyon dike, gerîlayê Kurd êdî lêdixe û tê de dimîne û viya pêş dixîne. Ev gelekî girîng e.
Hêzên parastina gel, yekîneyên HPG û YJA Star’ê di vê pêvajoya nû de li hemû qadan têkoşîn bilind kirine. Tenê ne li van qadan, li hemû cihan li milekî rê qut kirin, li milekî nahêlin xwezaya Kurdistanê texrîp bikin li dijî vê çalakî lidarxistin, li milekî çalakiyên fedayî û li milekî jî destkeftiyên gelê Kurd mayînde kirin. Gelê Kurd di vî warî de bi nirxên xwe yên pîroz ve hîn bêhtir tê girêdan. Em viya jî gelekî girîng dibînin û digirin dest.
Pêngava 15’ê Tebaxê ya berê vê 28 salan bi komek heval li Dihê û Şemzînanê destpê kiribû. Îro em mêze dikin ku car din bi rojan e li Dihê û Şemzînanê operasyonên şoreşgerî pêş dikevin û kedxwarî êdî di vir de tê perçiqandin.
Ruhê 15’ê Tebaxê êdî bû ruhê tevahî gelê Kurdistanê. 15’ê Tebaxê bi xwe re şêwazek afirand. Bi xwe re şexsiyetek da ava kirin. Bi xwe re wêrektiyekî çêkir. Bi xwe re hîn bêhtir zanebûna li nirxên xwe xwedî derketinê da avakirin. Ji bo wî jî em dibêjin, 15’ê Tebaxê wekî cejna vejînê ye. Dema ku em dibêjin 15’ê Tebaxê; pêngaveke wekî berxwedan û cejn, cejna vejînê, li ser vî esasî ye.
Îro em bibêjin bi taybetî bi vî ruhê 15’ ê Tebaxê li tevahî cîhanê bi rengekî baldar têkoşîna jina Kurd hîn bêhtir balê dikşîne ser xwe. Di gerîla de balê dikşîne ser xwe. Di pêşxistina damezrandina civakê de balê dikşîne ser xwe. Rolekî pêşeng dileyîze. Cardin di zanistîbûna partîbûyîn û pergal ava kirinê de, balê dikşîne ser xwe. Êdî em dikarin bibêjin, şoreşa Kurd şoreşa civakê ye, şoreşa jinê ye. Gotinên RÊBER APO rastî jî tam îro cihê xwe digirin û di cîhanê de jî ev misoger derdikeve holê. Em dibînin ku yekîneyên YJA Star di hemû herêman de bi rengekî pêşeng, bi fermandarê xwe, bi hemû hêza xwe, bi tevlîbûna xwe bi rastî jî hem têkoşîn bilind dike û hem jî watedar dike. Hem di gerîla de pêşengtiya YJA Star, hem di avakirina civakê de pêşengtiya Yekitiya Jinên Azad ên YJA’yê û hem jî di qada bîrdozîk de wekî mîlîtanên pîvanên azadiyê bêhtir pêşengtiya PAJK’ê heye. Bi giştî keçên ciwan, bêhtir nirxên vê şoreşê hem beşdarbûyîn, hem pêşxistin, di hemû qadan de her wekî din di hemû warî de tevlîbûnên xwe bilind dikin. Di pergala KJB’ê de êdî dem dema jinên Kurd e û ber bi azadiya xwe ve çûyînê dide diyar kirin.
Ji bona yekîtiya Kurd damezirandin jî, berî vê bi demekê konferansa Neteweyî ya Jina Kurd hat lidarxistin. Hîn bêtir da diyar kirin ku di Kurdistanê de êdî jina Kurd di hemû qadan de heqîqetek e û ev heqîqet jî êdî bûye malê tevahî gelê Kurd û di şexsê gelê Kurd de jî bûye malê Rojhilata Navîn. Em di demeke wisa de derbas dibin. Dema mirov di vê çarçoveyê de nêzik dibin em dikarin bibêjin li Rojhilata Navîn, gelê hem rêxistinkirî, hem zana, hem xwedî pergal û xwedî parastin, bi rastî jî gelê gelê Kurdistanê ye.
Bi van destkeftiyên bi vî rengî êdî ji bilî azadiya RÊBER APO tiştekî din nayê qebûl kirin. Ji bo vî jî, di vê pêngava ewqas pîroz de hîn bêhtir li nirxên xwe xwedî derketin û heta dawî têkoşîna azadiyê bilind kirin û azadiya RÊBER APO êdî mûtleqa misoger kirina erkê me yê demê ye. Xwedî derketina li ruhê 15’ê Tebaxê, li hemleya 15’ê Tebaxê, li şêwazê lêxistinê yê Apoyî û bi rengekî bi tevlîbûneke fedaiyane, ev tê xwestin ku em hîn bêhtir vê têkoşînê bilind bikin.
Ji bo vî, em di salvegera 28. de di serî de hêzên YJA Star, li ser şopa Çîçek’an, Rozerîn’an, Rûken’an, Arjîn’an, Berfîn’an, Bêrîvan’an, Nazlican’an, Bêrîtan’an, Ezda’yan bi rengekî xurt xwe birêxistin kirin, xwedî derketina li vî nirxî erkê herî yekem û esas e.
Di vê demê de hîn bêhtir bi şêwazê şehîd Sema xwe zana kirin, bi fikir û ramanê xeta bîrdoziya jinê xwe xurt kirin, di bin her şert û mercî de têkoşîna bîrdozîk têkoşîna cinsî pêşxistin û zanistiya xwe mûtleqa kûr kirin esas e. Cardin di vê demê de hîn bêhtir bi şêwazê Bêrîtan li dora RÊBER APO di xeta Apoyî de bûyîna gerîlayekê azad, xeta Apoyî esas girtin pêwîst e. Li dijî hemû xetên dervayî vê, xwedî tekoşînek bûyîn û lêpirsînek bi şêwazê Zîlan esas di xwe de hîn bêhtir kîn û nefrîna ku bi dehan salan hatiye avakirin, êşa ku hevalên şehîd ketin û tecrîda li ser RÊBER APO ew kîna çêkirî rast rêxistin kirin û bi şêwazê Zîlan di dijmin de valakirin tiştê tê xwestin e. Li ser vî esasî hîn bêhtir YJA Star di vî warî de erkê dikeve serê wê pêk bîne, em di wî baweriyê de ne û di vî warî de bêguman in.
Di vî esasî de careke din bi boneya salvegera 15’ê Tebaxê vê pêngava dîrokî azadkirina RÊBER APO misoger kirin, di vê demê de hîn bêtir bi moral û motîvasyoneke xurt xwe beşdar kirin esas e. Li ser vî esasî ez vê pêngavê di serî de cardin li RÊBER APO, li gelê Kurd, li tevahî gerîlayên azadiyê, li tevahî şervan û rêveber, fermandar û hemû rêhevalên hêzên parastina gel YJA Star û HPG’ê pîroz dikim û bi vî esasî ez dibêjim serkeftin. Di vê xalê de gelê Kurd û ya tevgera azadî ya misoger kirina vî ye. Ev jî êdî esas e. Ez bi hêviyên rojên azad bi RÊBER APO re azadiya xwe pêkanînê dixwazim û bi vê minasebetê bang dikim li tevahî ciwanên Kurd, di serî de keçên Kurd ê ciwan yên di nava YJA Star de, di nava yekîneyên YJA Star de hîn bêhtir cihê xwe bigirin û bi vî esasî têkoşînê bilind bikin.
- Ayrıntılar
Di tevahiya têkoşîna rizgariyê de cihê şehîdan mezin e û şehîd di têkoşînê de rolekî girîng dilêyîzin. Di cîhanê de hem di rizgariya neteweyan de hem jî di rizgariya çînan de têkoşînên tên meşandin li ser milên şehîdan bi ser dikevin. Ji bo wê jî di nava hemû netewe û tevgeran de xwedî cihekî dîrokî ne.
Ev rastî ji bo welatekî weke Kurdistan ku hebûna wî hatiye înkarkirin û dixwazin ji bin ve tune bikin, pêşvexistina têkoşîna azadiyê ya li ser esasê hêza puxteyî di zemînekî pir zehmet de pêşvexistina têkoşîneke azadiyê encax tu bi fedekariya xwe bi keda xwe ger tu karibî xwe ispat bikî tu dikarî bi rê ve biçî.
Li welatên weke Kurdistanê neyar tenê axê dagir nakin her wiha mejiyên mirovan jî dagir dikin. Bêbaweriyê çêdikin. Di mirovan de wêrekiyê dişikînin. Firsendê nadin tevgerê. Ger bixwazî di welatekî wisa de xebatê bike ancax bi ispat tu dikarî baweriyê di civakê de çêbikî.
Dibe ku ji bo hemû neteweyan û hemû gelan şehîd girîng bin, lê ji bo me bi taybet şehîd ne tenê girîng in, ji bo me şehîd her tişt in. Partiya me partiya şehîdan e. Heqîqeta partiya Apocî ji bo şehîdan pir zêdetir xwedî heqîqeteke mezin e. Bi qehremaniya şehîdan ve bi rastiya şehîdan ve ev tevger bû tevger.
Heştdehê gulana sala 1977’an de têkoşîna Apocî di asta destpêkê de ye. Xwedî tu çalakiyan nîne, hîna tevgereke îdeolojîk e, tenê fikir tê belavkirin. Êdî li Kurdistanê digerin. Tenê gotin hene derveyî wê tu tişt nîne. Ji ber ku wê demê êdî di bakurê Kurdistanê de hebûna kurdan li ber kendalê ye. Helandinek mezin hebû. Li beşên Kurdistanê yên din jî wisa bûn, tevgera Barzanî rabibû û ketibû, di sala 1974’an de bû. Di Kurdistanê de bêbawerî serdest bû. Ji bo Kurdistanê nikaribûn li cihekî çar kes jî bianîbana gel hev. Mirovan bi hev bawer nedikirin. Te ji yekî re gotinek digot, digot “wey ma Barzanî bi heştêhezar pêşmergeyî nekarî tu tiştekî bikî, ma hûn dê bi çar kesan ve bikin. Hûn çend xwendekar, zarok û ciwan in, ma hûn dê çi bikin.” Vaye di wan şert û mercan de xebatên ku tenê bi fikir dihate kirin, bala neyar kişand û neyar xwest hîna di wê demê de tasfiye bike. Her wiha ev yek bi destên kurdan dikirin, an jî ew kesên ku ji xwe re digotin em kurd in.
Hevalê Hakî Karer bîst û neh salan ji beriya vê, li Kurdistanê bajarê Dîlokê li qada Duztepeyê di dema nîqaşkirinê de weke komployê hate şehîdkirin.
Şehidê yekem bû, wê demê di koma şoreşger de hevalêê Hakî Karer weke alîkarê Serok Apo bû. Esas wan dixwest Serok Apo tasfiye bikin, zeftnekirin, cih nizanibûn. Hevalê Hakî li Dîlokê girtin şehîd xistin. Ew şehîdê yekem bû. Hetanî wê demê tenê fikir bû. Rastî bû, heqîqet bû ew dihatin ser ziman. Lê dema ku şehîd ket, Serok Apo got, “êdî xwîn kete nav vî karî êdî nema em dikarin dest jê berdin.” Êdî teredût nabe. Bi komplo û xiyanetî hevalê vexwendin û şehîd xistin.
Kî bûn û çawaniya wan kesan mirov dikare bêhtir ji dîroka partiyê hîn bibe. Her kesî digot Kurdistan çar parçe ne, wan digot na Kurdistan pênc parçe ne. Digotin parçeyekî Kurdistanê jî li Qafkasan e, Kurdistana sor jî heye, yanî wisa xwe pir zêde Kurdistanî didan xuyakirin. Xwe weke Stêrka Sor binav dikirin. Lê van lêyîstok çêkirine. Jixwe her ev kar kirine, li bakurê Kurdistanê her kesê ku radibû dihate parçekirin. Mixabin xwe dispartin başûrê mezin û ev xebata tasfiyekar didan meşandin. Ew bûyer jî bûyereke wisa bû. Yanî şehîdê yekem wisa çêbû.
Hûn dizanin hevalê Hakî bi eslê ji aliyê Behra Reş bû, tirk bû, wî hevalê perwerde dikirin, hevalê zana dikirin, karê rêxistinê dida meşandin. Hatibû li Kurdistanê şoreşgertî dikir, bêguman wê demê zêde derfetên me tunebûn, wan hevalêan di karên cuda de dixebitiyan, hemalî dikirin. Bi ew pereyên bidestdixistin pirtûk dikirîn, li hevalêên din xerç dikirin, ji bo hevalêan ji cihekî bigihînin cihekî din bi kar dianîn.
xwendekar bûn û ciwan bûn. Piştî ku hevalêê Hakî şehîd ket êdî rewş pir cidî bû, hetanî wê demê di nava xwendekaran de gelek teorî dihatin kirin, lê dê dawiya wê çibibe ne diyar bû. Gelek baskên ku wisa hizir dianîn ser ziman hebûn.
Koma me jî bi cidiyetekê bi rê ketibû, lê dê bi ku ve biçûna, berê xwe dabana ku derê ne diyar bû. Şehadeta hevalê Hakî Karer di têkoşîna îdeolojîkî de bû neqebeke girîng. Rêber Apo ji bo bîranîna hevalê Hakî Karer bernameya PKK nivîsand. Ji bo xwedî li şehadeta hevalê Hakî Karer were derketin biryara xebatê hîna xurtir bû. Hat gotin me êdî xwîn jî rijand paşve vegerîn nabe. Wê demê hate gotin ku, ji bo em bikaribin asta têkoşînê bilind bikin êdî kom bes nake, divê em weke partî tevbigerin.
Sal vegeriya bû heftê û heşt hevalêê Halil Çavgun jî şehîd ket. Li bajarê Hîlwanê bi armanca salvegera şehadeta hevalê Hakî weke afîş wêneyên hevalê Hakî hatibûn bidarvekirin. Polîs, cendirme û serokçeteyê wir bi rabûna sibê re dest bi qetandina wêneyan kirin û heqaretên giran li hevalê Hakî kirin. Ji bo vê yekê hevalê Halil Çavgun bi hinek ciwan re civiyaye ku ka dikarin çi bikin. Di heman demê de cendirme bi ser wan de digirin û hevalê Halil Çavgun jî wisa şehid dikeve. Ev hevalê wê demê berpirsyarê wê herêmê ye. Bi van bûyeran ve hate fêmkirin ku rewş cidî ye û divê karên mezin werin kirin. Niha dijmin dibêje PKK li hember me çek bi kar anî, na wan destpêkê çek bi kar anî. Jixwe êdî hate fêmkirin ku di Kurdistanê bêçek tu xebatên rêxistinî nikarin werin pêşvexistin.
Şehadetên hevalê Hakî Karer û Halil Çavgun bûn bingehê biryardariya têkoşîna rizgariyê û bûn bingehê biryardariya partîbûnê. Bûn biryardariya berxwedaniya dîrokî. Ji ber ku êdî rewşa hebûn û tunebûnê bû. Peyama ku neyar dida ew bû, digot dev ji vî karî berdin, an jî hûn dê hemû wisa tasfiye bibin.
Di vê pêvajoyê de yan dê koledarî bihata pejirîn an jî dê riya berxwedaniyê bihata hilbijartin. Wê demê biryar hate stendin ku encam çi dibe bila bibe divê em li ber xwe bidin. Yanî PKK li ser esasê biryarbûna şehîd çêbû.
Ji vê şûn ve jî PKKê di pêşveçûyîna xwe de, di têkoşîna xwe de û hebûna xwe de ji şehîd hêz girtiye. Tiştekî pir balkêş e ku, neyar hinek kes ji PKKê şehîd kirine ku PKK bi paş bikeve, lê berevajiyê vê yekê PKK bi şehîdan ve pêş ket. Weke ku dîrok jî eyan e, ji bo PKK qels û lawaz were xistin gelek caran komplo hatine pêşvexistin, lê berevajiyê vê PKK tu caran lawaz neketiye her ku çûye xurt bûye. Bi her şehadetê re bêhtir bi hêrs û kîna tolhildanê PKK xurtir û bihêztir bûye. Her kes wisa tevlî bû û wisa tevger mezintir bû.
Weke hûn jî dizanin di 12’ê rezberê de gelek girtiyên me çêbûn. Ji bo ku dijmin di zindanê de tasfiye bike gelek bi ser hevalêan de diçe, her wiha gelek hevalê jî şehîd dikevin. Mînak hevalêên weke Cîn Alî di bin lêdanê de şehît dikevin. Piştre berxwedan dest pê dike, destpêkê hevalê Mazlum Dogan û piştre jî hevalê Ferhat Kurtay ew li hember vê zilmê berxwedaniyê dikin û şehîd dikevin. Ji ber ku gelek kes wê demê bi tasfiyetiyê re rû bi rû ne. Di heman demê de Ferhat Kurtay bi peywira navendiya partiyê ve tê peywirdarkirin. Tu kes vê yekê nizane, lê piştî ku Yildirim Merkît (jixwe piştre hate cezakirin) xiyanetê dike û radest dibe ev yek aşkera dibe. Ferhat Kurtay ji Qoserê ye û muhendis e, wisa tevli partiyê dibe.
Li hember vê zilmê pêwîstiya çalakiyekê dibînin û bi hev re biryar digirin ku xwe bişewitînin. Di PKKê de şewata yekem di 18 gulanê de dest pê dike. Dibêjin em ê bi çi xwe bişewitînin, dihizirin ku di boyaxê de tîner heye, ev jî madeyeke sotînêr e. Lewma boyaxê dixwazin tînerê ji nav diparzînin xwe tazî dikin, bi ser laşên xwe de berdidin û xwe dişewitînin. Her çar heval wisa xwe dişewitînin. Dema ku hinek kes pê dihesin ev hevalê xwe dişewitînin, dixwazin agir bitefînin, ew dibêjin, “agir tefandin xiyanet e, agir gur bikin.”
Vaye giyana PKK ev e, wê demê artêş nîne, çek nîne, tenê bawerî heye, îdeolojî heye. Dema ku Kemal Pîr û Xeyrî Durmuş vê bûyerê dibihîsin, ji ber ku tecrît heye zû nabihîsin, dibêjin lazime em xwe şehîd bixin ku em vî dengî netefînin. Dema ku heval vê yekê dibihîsin, hevalê Xeyrî dibêje, ev yek peywira me bû, Ferhat peywira me bi cih anî, ket pêşiya me. Hevalê Xeyrî rastî hevalê Kemal tê jê dipirse, dibêje pêwîst e em çi bikin, Kemal dibêje, Pêwîst e em xwîna xwe birijînin. Yanî ji bo ku partî were jiyîn, pêwîst dike ku em xwîna xwe birijînin. Wisa ev çalakî di 14 Tîrmehê de dest pê dikin, wisa çar hevalên din jî şehîd dikevin. Ev bûyer di zindana Amedê de sala 1982’yan diqewimin. Ya destpêkê di 21 Adarê de hevalê Mazlum Dogan, ya din di 18 gulanê de hevalê Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengin, Necmî Oner û dîsa çalakiya din di 14 Tîrmehê de dest pê kir û di meha rezberê de li dûv hev, hevalê M. Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çiçek û Akif Yilmaz şehîd ketin.
Ji vê partî çi girt? Partî ji vê hêz girt. Bi van hevalan ve, di hundirê zindana Amedê de hevalan xwe bi tevger kirin, tevger kirin û piştre bû kelha berxwedanê. Li ser esasê şehadeta van hevalan vegera welat hate biryarkirin. Kongreya duyemîn di sala 1982’an de çêbû. Piştî şehadeta hevalê Mazlum Rêber Apo wiha got, “êdî mirin ji bo me erzan bû, berê destên me bi zincirên neyar hatibûn girêdan, êdî zincir ji destên me vebûn.” Wisa vegera welat çêbû. Çawa ku li ser bingehê şehadetên hevalêê Hakî Karer û Halil Çavgun biryardariya partîbûnê çêbû, li ser bingehê şehadetên zindana Amedê jî bi armanca şerê çekdarî vegera welat çêbû. Ev yek bû bingehê pêngava 15 Tebaxê. Piştî wê di sala 1986’an de bi şehadeta hevalê Mahsum Korkmaz re pêngava artêşbûnê hate avêtin. Hetanî wê demê hîna di şer de dudilî hebû, lê bi şehadeta hevalê Egît re biyardarî pêş ket ku şerê gerîla li her deverên welat belav bibe.
Erka bingeh a Akademiya Mahsum Korkmaz jî ew bû ku, bingehê artêşê biavêje û xurt bike. Wê demê Serokatiyê ji bo hevalê Egît wisa digot, “çi hevalêekî weke şekir e, çavên mirov her li hevalekî weke Mehsum digere.” Yanî çavên mirov li hevalên weke wî xwedî biryar, bihêz, zana û xurt digere. Vê yekê li Kurdistanê şoreşa vejînê çêkir. Şoreşa vejînê bi xwe re tevgera serhildanê bi rê xist. Serhildan li ser çi çêbû? Li ser şehîd çêbû. Serhildana di destpêka sala 1990’î de li Nisêbînê li ser esasê xwedîderketina li cenazeyên hevalên li Xabûrê şehîd ketine çêbû. Bala we li ser be ev yek niha jî wisa ye, serhildana dawî ya Amedê jî dîsa li ser vê esasê ye. Li ser esasê li şehîd xwedî derbikevin, çar rojan Amed hate bidestxistin, hemû şûngeh û cihên dewletê hatin dorpêçkirin.
Di Kurdistanê de şehîd ji bo têkoşîna azadiyê bûye kaniya hêzê. Bûye bingehê biryarbûnê û bûye bingehê wêrekiyê. Bi vî rengî em hetanî roja îro hatin.
Pêvajoya nû pêvajoya yekê Hezîranê ye. Yekê Hezîrana 2004 esas weke 15 Tebaxa duyem e. Serhildaneke nû ye. 15 Tebaxê esas bêderfet, bêîmkan serhildaneke çekdarî ye. Li ser bingehê stratejiya rizgarkirina vê axê serhildaneke çekdarî ye. Yekê Hezîranê li ser merc û şertên ku gelekî nû hatiye avakirin, şoreşa vejînê çêbûye, li hember êrîşên neyar di çerçoveya stratejiya parastina rewa de bi rê ketiye. Her wiha gaveke dîrokî ye û gaveke nû weke ya duyemîn a 15 Tebaxê ye.
Ev ji ber xwe ve çênebû, bi ruhekî çêbû. Bi wî ruhê fedayiyane ku li ser axa welat pêngaveke mezin çêkir. Çawa ku gava 15’ê Tebaxê li ser ruh û giyaneke wisa çêbû, her wiha gava yekê Hezîranê jî li ser giyana Erdalan, Mahîran û Şevgeran çêbû. Bi vî awayî çepergirtina HPG’ê li bakur dorfireh çêbû. Ev giyanek bû, ev berdewama xeta, Hakî, Çavgun, Mazlum, Kemal, Xeyrî, Ferhat û Egîdan e. Di vê tevgerê de her şehadeteke mezin bûye sedema avakirina qonaxeke nû.
Dîsa Bêrîvan di Cizîrê de bi şehadeta xwe ve bûye remza tevlibûna keç û jinên kurd ên nav şoreşê. Piştî berxwedana Bêrîvan ref bi ref keçên ciwan tevli refên vê tevgerê bûn. Berê jî hebûn, lê vê berxwedanê bi xwe re qonaxeke nû da destpêkirin. Çalakiya Zîlan bi xwe re di taktîka şoreşê de qonaxe nû ava kir. Ruhê fedayî êdî bû taktîk û şêwazek. Giyana fedayîtî di destpêka PKK’ê de heye, fedayiyê yekem Serok Apo ye, Mazlum Dogan e, ji bo partî jiyan bibe xwe feda kir. Lê bi Zîlan re ev êdî bû taktîk û şêwazek.
Dema ku mirov li dîroka me temaşe bike, her dem şehîdan rolekî esasî lêyîstine. Vê tevgerê her xwe bi şêhîdan re mezin kiriye. Ji bo wê yekê jî em dibêjin, ev partî partiya şehîdan e. Ev gotin vala nîne.
Sêzdeh rojên din du salên pêngava yekê Hezîranê temam dibin. Di hundirê van du salan de nêzî 300 heval şehîd ketine, hemû jî bi fedayiyane şehîd ketine. Yanî ne bi rasthatinî ketine kemînê yan jî cihên din. Bi berxwedanî şehîd ketine, hemû fedayiyane ne. Esaret pir kêm in. Di şer de tu kes bi çek nehatiye girtin. Bi zanistî û fedayiyane nêzîkbûnek heye. Vî ruhî bi xwe re pêşveçûnên mezin çêkirine.
Piştî ku komploya navneteweyî serokatiya me dîl girt, gelek derûdoran –ku gelek ji van dewletên xwedî hêzên îstîxbaratî ne- gelek saziyan wan mînak saziya hizir a Îngilistanê ku gelek nirxandin û analîzên nêzî rastiyê dikin li gor xwe. Hizra van saziyan hemûyan çi bûn, digotin temenê PKK piştî serok Apo ancax salek be. Piştî salekê me dît li Qendîlê şerek çêbû û komployekî herêmî pêşket. Lê şîroveyên bi vî awayî domandin. Her digotin, temenê PKK’ê kêm maye, dê parçe bibe, tasfiye bibe li ber qedînê ye.
Piştre em aşkera hînbûn ku ev van şîroveyan li ser hinek agahî çêdikin. Ji ber ku xiyaneta Ferhat û Botan hîna di sala 97’an de li vê herêmê çêdibe. Hîna wê demê ew diyar dikin ku ew ê li dij serokatiyê xwedî helwest bin. Yekî din jî heye Kanî Yilmaz, jixwe îstixbarat dizanin ku ew ne di xeta serokatiyê de ye. Ji ber ku bi wan re ye. Yanî dema ku ew sazî dibêjin dê PKK tune bibe hindek agahî di destên wan de hene.
Lê ew di mijara Rêber Apo de xapiyan, wan hêza Rêber Apo baş şîrove nekir. Rêber Apo, ew qas, têkoşîn avakiriye ku, ew qas kadro afirandine ku, ew qas îdeolojî sazkiriye ku, ew çend kesan bikaribin bikirin jî nikarin wî li paş bihêlin. Tu kesî nekarî vê rastiyê baş tahlîl bike. Lê dîrokê raber kir ku hêza Rêber Apo gelek ji texmînên wan mezintir e.
Ji bo ku konseptê temam bikin û PKK parçe bikin, di sala 2004’an de gava dawî avêtin. Lê nikaribûn tu tiştî bi ser bixin. Piştî ku ev yek ji aliyê Serokatiyê ve zelal hate fêmkirin, li ser bingehê parastina rewa bi pareznameya “Parastina Gelekî” ve perspektifek nû pêş xist û fermana ji nû ve avakirina PKKê da. Pêvajoyeke nû bi rê xist.
Pêngava yekê Hezîranê li ser berxwedana şehîdan û hewlên Serokatiyê ve pêş ket. Gelek derûdoran digotin ku piştî Ocalan çû êdî ev nikarin şer bikin, her ku biçin dê kêm bibin û tune bibin. Ji ber ku şer giran e, nikarin weke berê fedayîbin, lê ev du salên dawiyê çi raber kir, şerê fedayiyane aşkera diyar kir. Niha taktîk û îdeolojiya Serok Apo di Kurdistanê de her weke berê ye û ji berê jî xurtir e. Xeta Rêber Apo di çareseriyê de faktora esasî ye. Ev yek bi vê pêvajoyê re hate peyitîn. Bi taybet sala dawiyê yanî ji Newroza 2005’an şûn ve bi îlankirina KKK’ê ve di gerîla de pêşveçûyîneke nû çêbû. Bilindbûn û berxwedanek çêbû. Bersiva vê yekê gelê kurd da, bi meşa Gemlîkê ve dest pê kir, bi serhildanên Şemzînan, Gever û Colemêrgê ve domiya. Di salvegera 15 Sibatê de li çar parçeyên Kurdistanê protestoyên gelê kurd bilind bûn, li Makoyê deh mirovên kurd hatin qetilkirin, bi sedan kes birîndar bûn. Li her deverê Kurdistanê bi sedan kes hatin binçavkirin, lê niha gelê kurd li hember vê yekê helwesteke nû bi pêş xist. Careke din bi helwesteke neteweyî ve li hember komploya navneteweyî helwesta xwe raber kir.
Dîsa pîrozbahiyên 8 Adarê ku Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ye û ev li her aliyê cîhanê tê pîrozkirin, îsal li Kurdistanê pir zêde hate pîrozkirin. Pir cewaz, coşdar, bi tevlibûneke mezin û xwedîderketina li Rêber Apo pîroz bû. Li cihekî weke Botanê, hem li bakurê Cudî û hem jî li Başurê Cudî hem li Sîlopî û hem jî li Şirnexê bi qelebalixên mezin pîroz bû. Li Kurdistanê jinên kurd raberkirin ku çawa gihiştine asteke bilind. Çawa li doz û şoreşa xwe xwedî derdikevin. Li her derekê hate pîrozkirin, lê li Kurdistanê pir cewaz û bi tevlîbûnên mezin ve hate pîrozkirin.
21’ê Adarê jî bi tevahî weke platformeke Rêber Apo hate pêşwazîkirin. Ji ber ku konsepta di çarçoveya komploya navneteweyî de tê pêşvexistin, bi taybet çareseriya bêyî Ocalan disepîne. Li hember vê gelê me pêwîst dît ku Newroza 2006 weke Newroza Rêber Apo pêşwazî bike. Ev helwestek bû.
Jixwe hîna di 2005’an de referandûma Serok Apo dest pê kiribû. Di bihara 2006’an de referandûma Serok Apo gihîşt lûtkeyê herî bilind. Ev bersiveke pir girîng bû. Gelê kurd raber kir ku çareseriya bêyî Rêber Apo û bêyî PKK ne gengaz e. Ev yek xeyal e, qet nabe, zemîn û bingehê vê yekê qet nîne. Mirov dikare bibêje ku belkî kêm belkî jî zêde gel û gerîla bi hev re li peywirên xwe xwedî derketin. Di Newroza dawiyê de ev derket holê, dewlet ji vê yekê tirsiya, lewma operasyon derxistin. Her wiha di bin fermandariya hevalê Êrîş û Kawa de rexmî ku di nava wê berfê de tu derfetên wan ên rizgarbûnê tunebûn, ew kevneşopiya berxwedanê domandin û wisa li peywirên xwe xwedî derketin. Wisa çardeh hevalê şehîd ketin. Bi wê qehremaniyê ve şehadeta wan hevalêan ji bo serhildanê bû peyam.
Ev komeke pir balkêş e, temsîliya neteweyî dike, ji çar parçeyên Kurdistanê tê de hevalê cihên xwe digirin û bi biryareke mezin û qehremaniyê ve şer kirin. Bi taybet gelê Amedê ev peyam baş girt û li cenazeyên xwe xwedî derket. Serhildan rakir û neyar di cihê wan de qefalt. Li wê derê jî hefteyekê bû raperîn û panzdeh şehîd hatin dayîn. Di dîroka berxwedanê de asta herî bilind hate girtin. Vê raperînê di hefteya şehîdan de dest pê kir, ku hûn dizanin ji Newrozê hetanî 28’ê adarê dîroka şehadeta hevalê Egît e, hefteya şehîdan e, çar rojan li ser hev domand û piştre pêl bi pêl li hemû bajarên Kurdistanê belav bû. Dibe ku di vê hefteyê de 15 şehîd hatin dayîn, lê helwesta ku hatiye raberkirin, helwesteke pir girîng bû, tevahiya cîhanê şîrove kir.
Van raperînan pir aşkera raber kir ku, têkoşîna rizgariya Kurdistanê êdî ne PKK û gerîla li çiyan didin meşandin, vaye gel dimeşîne, gel li bajaran dimeşîne. Hem jî ne bi çend kesan bi girseyên mezin. Li Amedê derveyî birîndarên kêr û keviran tenê yên ku bi guleyan birîndar bûne, 340 kes in. Çapemeniyê nikaribû hemû tiştî bide, çar rojan li Amedê dewlet rawestiyabû nikarîbû tevbigeriya, raperîneke pir cidî hebû. Ev gihiştina asta têkoşîna kurd e.
Îro pirsgirêka kurd ji her demê zêdetir di rojeva cîhanê de ye. Lewma îro dewleta tirk ketiye panîkê, 300 hezar leşker anîne Botan û Zagrosê, bi artêşa Îranê re hevkariyê dike, artêşa Îranê tê wargehên me bombe dike, ev ne ji ber xurtiya wan e, ev ji ber qelsiya wan e. Piraniya van jî guregur in, em ji wan gureguran jî natirsin.
Her kesî digot êdî tevgera Apoger nikare gel rabike serhildanê. Lê hate peyitandin ku, hem dikare weke berê bi fedayiyane şer bike û hem jî dikare weke berê û ji berê zêdetir gel rabike serhildanê. Êdî ev yek jî me berbi çareseriyê ve dibe. Ev hemû jî bi keda bêhempa ya Rêber Apo ve çêdibe. Her wiha bi keda 300 şehîdên fedayiyane yên qehreman çêdibe. Em li ser pişta wan îro li vir in, ger ne ji ber wan bûya diviya ku em îro li vir bûna. Ger îro pirsgirêka kurd ketiye rojeva cîhanê, ger îro li Kurdistanê pêşveçûnek mezin çêbûye, ger di têkoşîna rizgariya gelê Kurdistanê de bilindbûnek çêbûye, ger îro pirsgirêka kurd hatiye ber deriyê çareseriyê di bin wê de xwîna şehîdan heye. Keda rêber Apo heye.
Dîsa şehîd Viyan Soran pêwîstiya çawaniya milîtaniya hemdemiyê pir aşkera raber kir. Bedena xwe şewitand û xwe ji me re kir ferman. Ev hevalên dawiyê şehîd ketine, min pir ji nêz ve nas dikirin. Dîsa hevalên ku li Cudiyê di bin fermandariya hevala Yildiz de şehîd ketine ez wan jî baş nas dikim. Hevala Yildiz, bi xwe fakulteya çapemeniyê xwendibû, demekê li Ewropa di Roj tv dê bername çêdikirin. Hate welat qet di gerîla de nemabû. Dît ku pir kes çavên xwe li rehetiyê ne, gelek kes dibêjin, nizanim ez çi me, nizanim ez çi me, lê wê bi xwe jî çapemenî xwendiye û kar jî kiriye. Wê got ez ê leşker bim, weke din tu karan nakim. Li hember kesên li rehetiyê digerin bû helwestek.
Yanî ev rastî hemû dipeyitînin ku PKK partiya şehîdan e, bi hêza şehîdan ve hetanî roja îro mezin bûye û hatiye. Di şoreşa vejîna gelê kurd de rol û hêza şehîd bênîqaş e. Lewma ji bo me şehîd her tişt in. Ji ber ku şehîd hîmê bingeh ên şoreşa vejîna kurd in.
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrad Karayilan
- Ayrıntılar
Serokê Navenda Parastina Gel Duran Kalkan
Parastina rewa tê wateya rewşek bîrdariyê, rewşek bi feraset û weke takekes û civak rêbazê seknekê ye. Rêber Apo weke xetekê prensîba vê ya bingehîn wiha pênase dike: "hêza me ya binxistina cîhanê jî hebe emê êrîşê ti kesî nekin, cîhan bibe yek û bê ser me de jî emê ti caran dev ji mafên xwe yên rewa bernedin." Tê wê wateyê ku ev rêbazê sekinandinê rewşa parastinê îfade dike, li hember êrîşan berxwedanê digre nav xwe. Di bin her şert û mercê de tê wateya parastina mefên ku çavkaniya xwe ji bûyîna civaka azad a takekes û mirovbûnê digre, vê erkê parastinê îfade dike.
Vê parastinê jî mirov dikare di sê beşande binirxîne; ev jî weke parastina qada fikrî ango parastina îdeolojîk, dîsa parastina qada civakî ango parastina siyasî û parastina leşkerî ango parastina çekdarî ye. Ji bo takekes an jî civakê parastina îdeolojîk, parastina siyasî an jî parastina çekdarî li hember her awayî êrîşên li ser qada jiyanê rewşa xwe parastinê îfade dike. Parastina îdeolojîk hilberandina raman e û li ser hîmê hûner û wêje tê wateya meşandina tekoşîna îdeolojîk. Parastina siyasî di çarçoveya tevahî rêxistinbûnên aborî, civakî û siyasî de pêşxistina tekoşîna serhildanên demokratîk e. Parastina çekdarî jî li ser hîmê gerîla û parastina cewherî de di şerê parastina rewa de îfadeya xwe dibîne.
Em heta niha di çarçoveya parastina rewa de li ser serhildan û parastina çekdarî sekinîn. Me çalakiyên gel yên demokratîk û şerê parastina rewa ya bi girêdayî gerîla û parastina cewherî weke feraseta bingehîn a parastina rewa girt dest û nirxand. Bê guman ev xal giringin. Lê belê, yek jê qada herî esasî ya sekin û jiyana takekes û civakê qada ma'anewî, an go qada fikrî û ya îdeolojîk e. Madem ku parastina rewa weke seknek takekesî û civakî derdikeve pêşberê me, wê demê divê tevahî qadên jiyana takekesî û civakî jî bigre nav xwe. Ji ber vê yekê li gel şerê parastina rewa û serhildanan pêwiste tekoşîna îdeolojîk jî giring bê dîtin, her wiha di pileyek pêş de bê lêkolînkirin û nirxandin. Li gel parastina qada siyasî û çekdarî, di pileya yekem de cîh dayina parastina îdeolojîk di cîh de ye. ji bom înak Rêber Apo jî niha di sekna parastina rewa de ye û tekoşîna parastina rewa dimeşîne. Di her hevdîtinê de ji parêzerên xwe dipirse ka gelo li hemeber wî ti êrîşek heye an nîne, ji wan dixwaze ku ger êrîş hebe him jê re bê gotin û him jî bersiva van êrîşan bê dayîn. Li hember êrîşan divê bê agahdarkirin ku bikare xwe biparêze. Rêbertî tevahî gotinên xwe û nivîsên xwe weke tekoşîna parastina xwe pênase kiriye. Herî dawiyê dema parêznameya xwe ya bi navê Parastina Gelekê pêşkeşkir diyar kir ku li hember tevahî êrîşên îdeolojîkî, bi vê pirtûkê xwe û rastiya serokatiya xwe diparêze.
Ji aliyê din ve jî ev rastiye ku di roja me ya îro de ji sedî dot ê êrîşên li dijî takekes û civakê bûne êrîşên îdeolojîk. Di serdemên berî de di demên ku civak ev qas bi hev re pêwendîdar nebûn, amûrên ragehandinê ev qas pêşketî nebûn, li ser takekes û civakê firkên cûda ev qas bi bandor nebûn, bi kurtahî û bi gotina giştî di dema ku cîhan weke gundek kurewî nebû de êrîşên li hember takekes û civakê jî îdeolojîk û fikrî zêdetir êrîşên siyasî û leşkerî bûn. Desilatdariya siyasî dihat damezrandin, dewlet dihat avakirin, li ser takekesan jî bi girêdayî zor û zextan desilatdariya dewletê dihat pêşxistin. Dîsa şer dihat kirin, civak an bi temamî ji şûr dihatin derbaskirin bi giştî komkujiya fizîkî dihat kirin, an jî bi zora çekan digirtin bin desilatdariyê. Li cihekî dihatin esîrkirin. Bi vê awayî di esas de êrîşên li dijî takekes û civakê bi giranî leşkerî û siyasîbûn. Êrîşên li dijê cîhana ma'newî kêmbûn, bi sînorbûn. Ji berk u di destê desthilatdaran de ew amûr tunebûn. Ji bo pêkanîna vê jî hîn ew qas bi rêxistinkirî nebûn.
Lê belê di nîvê duwemê sed sala 20. de şoreşa zanist û teknîkê di van aliyan tevan de guhertinên bingehîn çêkir. Sîstema dewletparêz a kapîtalîst a ku bi şerên cîhanê tevahî cîhan xistibû bin desilatdariya xwe, dema ku bi hêzek wiha re bû yek di êrîşên li dijî takekes û civakan d jî şêweyên nû yên şer ketin rojevê. Ji vê re şerê psîkolojîk û îdeolojîk tê gotin. Serokê DYE'ê Bush jî îlan û îfadekiribû ku şerê cîhanê yê sêyem ê kul i dijî Rojhilata Navîn daye destpêkirin şerek îdeolojîk e. Her wiha qadên şer guherîn. Aliyê leşkerî ket plana pişt de. Bêgûman ev nayê wê wateyê ku pevçûnên leşkerî negiringin an jî li ser mirovahiyê metirsiyê çênakin. Bi girêdayî teknîkê di amûrên şer de jî astekî mezin derketiye holê. Dibin tehdîta bombeyên nûkleerî de ku di nîvê duwemê sedsala 20. de hat pêşxistin, tevahî mirovahî û cîhan her kêliyê bi tehdîta tunebû re rû bi rûye. Dîsa li holêye ku sîstemên fuzeyan yên ku di astên cûrbecûr de hatine pêşxistin di taktîkên şer de çiqas guhertin çêkirine û li ser jiyana takekesî û civakî çiqas texrîbatên giran re rê vikiriye. Me ev yek herî dawî diş erê DYE-İraqê de bi awayek zelal dît. Bi heman awayî em vê di rastiya xwe de jî dijîn. Li ber çave ku êrîşên dewleta Komara Tirkiyê li hember me pêş dixe xwedî texrîbatên çiqas girane. Ji ber vêyekê ev rastiye ku di taktîkên şer de jî di destê dewletên desilatdar yên li ser cîhanê serweriyê dimeşînin de astekî ku bikarin mirovahiyê deh caran tune bikin heye. Amûrên şer yên pir texrîpkar hatine çêkirin, li ser vê bingehê di taktîkên şer de jî guhertinên giring çêbûne. Wek berî şerên dem dirêj nebin jî ev rastiyeke ku ev ast di her êrîşekê de çiqas wendahiyên giran re rê vedike.
Lê belê ger bê dîqat kirin, ev hêza texrîpkar ê teknîka şer de her ku diçe di tekoşîna berjewendiyan de rewşa bikar anîna amûrên leşkerî û dema wan kurt dike û kêm dike. Di dewsa vê de ji bo li ser takekes û civakê desilatdarî, zext û mêhtîngerî bê domandin û hîn bi qetmer bê pêkanîn weke qada şerê nû şerê îdeolojîk dikeve rojevê. Ji aliyekê ve mirov û civak di bin gefa şerê nûkleerî de nikarin li dijî sîstema desilatdariya heyî derkevin, jê ditirsin û ji aliyê din ve jî cîhana fikrî û rûhî yê takekes û civakan bi girêdayî hêza amûrên ragehandinê digrin bin venêrînê û alîdidin. Ger rûh, hest û fikrê takekes bê alîdan, bikeve bin bandorê, di çarçoveya berjewendiyên sîstema dewletparêz a hiyerarşîk avahî bigre, êdî di bin zext, mêhtîngerî û desilatdariyê de girtina wê takekesê hêsan dibe. Dîsa ger sekna îdeolojîk û avahiya raman a civakan bi kar anîna amûrên ragehandinê yên pêşketî bê alîdayîn û li gor berjewendiyên sîstema desilatdar a mêhtînger bê guncawkirin, li hember vê dernekeve, wî red neke, her wiha berjewendiyên xwe û derfetên jiyana xwe bi awayek azad nebîne û li ser vê hîmê bi rêxistin nebe û nekaribe têbikûşe, wê demê civakek wiha di nava sîstemê de girtin, di bin zext û mêhtîngeriyê de hiştin wê hêsan be.
Ji ber vê yekê ev rastiyeke ku di roja me ya îro de bingehê şer di asta îdeolojîk de ye. Tekoşîn û şerên îro tên kirin ji sedî not di asta îdeolojîk de tên meşandin. Bi taybet sîstema kapîtalîst a dewletparêz ji bo tevahî takekesan û civakan li gor berjewendiyên xwe bimeşîne û alî bide, li ser esasê şerê îdeolojîk bi kar anîna her awayê amûr û rêbazan gehandiye pleya jor. Her wiha di tevahî
babetên takekes û civakê de ti tiştek nemaye ku nebe hedefê tekoşîna îdelojîk û nekeve bin bandora vê yekê de. Jiyana mirov û sekna civakî di bin şer û êrîşek wiha de hatiye perçe kirin û her perçeyek wî buye hedefa êrîşan. Ev yek rastiya îro ya tuje ku takekes û civak dijî. Aliyê herî trajîk û bi êş yê vêyekê eve ku bi roxmê rûbirûyê van êrîşan e, ji aliyê kesên din ve tê alîdayîn û xizmetê ji wan re dike, hest, fikir û tevgera wî ji xizmeta wî derketiye û bi temamî ketiyê bin xizmeta sîstema desilatdar jî takekes û civak ne di haya vê rastiyê de ne. Berovajî ketine rewşek wisa ku ew dibêjin qey ev sîstema jiyana ew ketine nav de azadiye, wer hesap dikin ku ew bi hêz dibin û pêşdikevin, her wiha bê ku vê şerê hatiye sepandin ferq bikin bi daxwaz qebûl dikin. Rêber Apo di qada parastina îdeolojîk de ji bo pêşengiyê bikêşe seknek saxlem wiha got; "gerîlayê xoşewîst mejiyê xwe û dilê xwe saxlem bigre." Ev yek him li hember êrîşên îdeolojîk qezençkirina seknek îdeolojîk îfade dike û him jî li gor vê sekna îdeolojîk bûna xwediyê taktîk û rêbazan û li ser vê esasê meşandina pratîkek serkeftî rave dike.
Niha li gel parastina îdeolojîk parastina siyasî çi digre naveroka xwe? Em dikarin vê weke qada madî, civakî û siyasî ya civakê pênasebikin. Em dikarin qada hilberîna aborî, qada hilberîna civakî û ya kar, dîsa qada siyasî jî di nav de, van tevan jî di çarçoveya parastinê de binirxînin. Ji ber ku ji bom înak, civakên ku hilberîna wan a aborî nîne, li gor gotina berê civakên ku di warê aborî de ne bi sernixwene, civakên nikarin nirxên ji bo jiyana wan pêwîst hilberînin, mehkûmê bendewariyê û koletiyê ne. Ji ber vê yekê hêzên jiyana madî anîna asta ku bikare pêwîstiyên takekes û civakan pêşwazî bike giringe. Dîsa ji bo jiyana civakî jî wiha ye. Li hember hemû awayên êrîşan ji bo seknek bi hêz ya civakî bê girtin, di serî de perwerde û tendûrûstî, pêşxistin û ragedarkirina(yetkîn) tevahî qadên jiyana civakî û her wiha astekê tendûrûst ê jiyanek civakî avakirin giringe.
Qada siyasî jî heman awayî ye. Qada siyasî ew qade ku tevahî pirsgirêkên civakî çareser dike, xeta îdeolojîk werdigerîne tekoşîn û rêxistinbûnê. Sererastkirina tekiliyên civakî û avahîsaziya hudûrîn îfade dike. Ger ev qad jî neyê birêxistinkirin û ragedarkirin, helbet wê tevlêhevî derkevin holê. Wê nakokî û pevçûnên hundûrîn çêbibin. Ji vê jî wêdetir nîzama navxweyî, pêkanîna hevsengiya civakî û bi aheng kirina tekîliyên civakî pêk nayê. Di van mijaran tevan de pêwîste zanebûnekê rast û têrker avabibe. Ji bo qadên aborî, civakî û siyasî bibe xwedî avahiyek ku bikare sekna azad û saxlem yê takekes û civakê pêk bîne, helbet pêwîstiya zanebûnek têrker heye. Pêwîste polîtîkayên ku bikare van pêkbîne ango afirandina plan û projeyan û rêxistin bê avakirin. Aliyê herî bi bandor yê vê qadê aliyê rêxistinbûnê yê. Aliyê herî bi bandor ê qada parastina îdeolojîk hilberîn û perwerde ye, lê yê qada siyasî, ango qada aborî, civakî û siyasî jî aliyê rêxistinbûnê ye. ji berk u di van qadan tevan de pêkanîna pêwîstiyan ancax bi xebatek rêxistinkirî dikare pêkwere. Çi qas civak ji her aliyan ve, bi tevahî beşên xwe ve, bi kurahî bê rêxistinkirin, çareseriya pirsgirêkên aborî, civakî û siyasî, di vana qadan de pêşxistin û bi hêzkirina jiyanê jî ew qas gengaz dibe. Ji ber vê yekê rêxistinbûna civakî bingehê qada parastina siyasiye. Ev di heman demê de rengek çalakiyê ye. Rêbertiyê ji vê re got çalakiyên pozîtîf. Her wiha zêdekirina hêza jiyana civakî, azad û bi îrade bûn, bi aheng kirina hevsengî û rêveçûna navxweyî helbet bi rêxistinbûnek têrker, tevahî beş di nava xweseriya xwe de pêkanîna rêxistinbûna demokratîk û gehiştina rengê tekîliyek guncav gengaz dibe. Ji desilatdariyê derketina rêvebiriya civakî û kirina koordînasyona kar û rol jî wiha pêk tê. Ji ber vê yekê beşek mezin an jî, ji sedî heştê û not ê parastina siyasî rêxistinbûne, pêkanîna rêxistinbûna cikî û demokratîk e. Divê mirov bi şiklên din de lê negere. Wekî kum e got ev rêxistinbûn meşandina çalakiyên pozîtîf rave dike. Divê mirov li hember zext û êrîşên li dijê civakê aliyê berxwedana demokratîk jî ser zêde bike.
- Ayrıntılar
Di serî de emê bi taybetî li ser sedemên ku hiştine di Rojhilata Navîn de qirîz çêbibe, bisekinin. Emê despêke li ser zîhniyetê bisekinin. Em zîhniyetê mîna berê nanirxînin, li gorî meteryalîzma dîrokî û li gorî nêzîkbûnên zanistên civakî yên pozîtîv, me zîhniyet dinirxand, ev yek di asteke jor de bandoreke cidî li ser guhertine nade çêkirin. Em zîhniyetê mîna beriqandina rewşên madî û aborî nanirxînin. Zîhniyet ji wê bêhtir xwedî bandor e. Her çiqasî bi rewşa madî ve eleqedar be, lê belê di aliyê pêşxistin û guhertina rewşa madî de, rolekî bingehîn dileyîz e. Ji bo vê jî; ji pirsgirêkên aborî, siyasî û gelek xalên ku dibin sedemê gel di Rojhilata Navîn de, di nava qirîzan de bijî, bi zîhniyetê ve girêdayî. Dema ku zîhniyetekî vekirî tine be, derfetên madî çiqasî hebin bila hebin, ew derfetên madî eger di çarçeva zîhniyet û zanisteke rast de neyên nirxandin, dewlemendî û bilindkirine astê jiyanê di hundirê wan civakan de nemumkine ku mirov behsbike. Rewşa heyî jî eve; bi erdnîgariya xwe ya fereh, bi erda xwe ya çandinî, bi nifûsa xwe ya ciwan û bi dewlemendiya erdê xwe, pêwîste standartê jiyanê yê kesayet di Rojhilata Navîn de ji aliyê aborî ve, ji Keneda û Sengafûr jî derbas kiribane, lê belê em li roja îro dinêrin, ji nêvî nifûsê bêhtir dibin sînorê birçîbûnê deye, ev yek ji nêzve girêdayî zîhniyetê ye. Zîhniyet ji têgîneke razber(soyut) bêhtir, esas yê ku tevgera kesayet û civakan diyardike, zîhniyete. Nêzîkbûna ji nirxan re, ji meselên madî re, ji jiyanê re, ango jiyanê bi giştî çawa dinirxîne, ev hemû qalibên zîhnî yên ku ew civak û kesayet begemdike, li ser esasê wê çêdibe. Ji ber vê yekê pirsgirêkên zîhniyetê di aliyê peydabûna qaosê di Rojhilata Navîn de, sedemekî weha besît mirov nikare binirxîne. Ji bona ku mirov vê meselê baş fêmbike, girînge em li ser dogmatîzmê bisekinin. Dogmatîzm çiye? Ew nêzîkbûnên ji nirxandin û gengeşî(tartişma) re girtî, nêzîkbûnên di derbarê meselan de, yên ji lêpirsîn û rexnan re girtî, ango mîna heyî tu neçarî qebûlbike. Dogmatîzm metotên fikir yên li ser esasê veguhestine û neqilkirine, ne li ser esasê lêkolîn û hişê mirove. Ango kalê te weha ji bavê te re dibêje, bavê te jî weha ji te re dibêje. Di vê yekê de lêkolîn, lêgerîn û lêpirsîna hiş nîne ango di sinafa hiş de derbas nabe, ango jiberkirin û qebûlkirin esas tê girtin. Ji bo vê dogmatîzm rê li pêşiya guhertine digire. Di Rojhilata Navîn de dogmatîzm pirsgirêkeke cidî ye. Dogmatîzm netenê di Rojhilata Navîn de heye, li her deverî heye, ew jî heya astekî dikarin bi dogmatîzmê bimeşin, ji ber çi? Dogmatîzm heya astekî pêwîste, di kîjan çerçevê de pêwîste? Mînak ez îro nêrînekê dibêjim, ez vê nêrînê lêkolîn dikim, rewşa heyî êdî aramiyê bi xwe re nayîne û nema tê qebûlkirin, li dijî rewşa heyî ez hewldanekî didim, ji bona derbaskirine ez hewldanekî fikrî û piratîkî didim, ev heyanî astekî dogmatîzm e. Ji bona em bikaribin metotên xwe berçavan re derbas bikin, pêwîste em herdem ji rê û rêbazê xebatê re deriyekî vekirî bihêlin. Zanistiya xwe li ber çavan re derbas bikin. Herdem agahiyê xwe bi rewşa heyî re bidin berhev ka raste yan jî neraste, pêwîste em derî ji guhertine re vekirî bihêlin. Carne dogmatîzm ewqasî eşîrîdibe û bi hêzdibe destor nade ku em wê mecalê bibînin. Muhafezekar dibe û li gorî xwe dibe, tiştê heyî jinedîtîve nêzdibe, mîna ku tiştek nebe nêzdibe û di xwe de isrardike. Îro zanista pozîtîv di rojava de dogmatîzme, ew jî tiştekî xirab e. Lê belê di Rojhilata Navîn de dogmatîzm gelekî dijwar e. Bandora wê ya mezin li ser tevgera civakê çêdibe, destor nade ku civak tevgerbike û pêşbikeve, bi zorê dixwaze di cî de bide rawestandin. Ev yek ji çi tê? Balkêşe; dibe ku aliyê wê yê erênî be jî, eger em karibin teqandinekê bikin û hîn bêhtir xwemalî (orjinal) be, lê belê di roja me ya îro de nûnertiya aliyên dogmatîzm yên neyînî têkirin. Ev aliyên wê yên neyînî çi ne? Rojhilata Navîn ciyê rêgeza ne, ango yekemîn tişt di vir de derbasbûne û çêbûne. Fikir û bicîbûn di vir de destpêkiriye, îqtîdar di vir de derketiye, dewletbûn di vir de çêbûye, mîtolojî, dîn ango xebatên fikrî û piratîkî li vêderê xwe nîşandane, huquq, bîrkarî, dewlet, avahiyên dewletê û saziyên wê, heta zanistên xwezayî hemû ji vêderê derketine, ev derketin ne tiştên biçûkin. Em xwe mirovekî Kurd bihesibînin! rojekê ji rojan di derbarê fikrekî serbixwe û azad de, raman û zanistiyekî me tinebû, ji nişkeve dema em bînin bîra xwe, hevalên ku yekemîn car manfisto xwendibe û rêya şoreşa Kurdistane xwendibe, hemû tiştî nûdibîne, ango xelekên xwe yên ku wendakirine nûdibîne, wê demê cîhana wî ronîdibe, aramî jê re tê, ji heyecanê canê wî gurîzek digire, bi vî teşeyî mirov bi heyecanekî mezin dihis e. Tu her tiştî nûdibîne, ev jî ji te re dibin mîna tiştên pîroz, tu naxwaze derbas bike, ji ber ku tu heqîqetê di wir de dibîne. Mirovê ji rewşekî heywanî derketiye û vêcarê di derbarê rêxistinkirina jiyana xwe de bigihîje agahî, dîn, exlaq û zanistê, ji wî re ev tişt gelekî balkêş û mezine, ji ber vê yekê bi rengekî pîroz begemdike û dipejirîne. Çavkaniyên dogmatîzmê di Rojhilata Navîn de evin. Em dîqet bikin; dogmatîzm di cihekî dîtir de serwer nabe, ji ber çi weke misyone, mecal û derfetên manevra yê karibe li gorî xwe û li gorî berjewendiyên xwe teşe bigire heye. Mînak mîtolojî di Rojhilata Navîn de jî heye, di Grek û Roma de jî heye, lê belê mîtolojiya Gerk û Roma mîtolojiyekî hîn bêhtir însanî ye, ango hîn bêhtir hêza însan tê de heye, hîn bêhtir însan dikare li gorî şertên jiyana xwe teşe bide xwe, heya carne red dike, napejirîne û li gorî berjewendiyên xwe li dijî îrade wê derdikeve, lê belê di Rojhilata Navîn de weha nîne. Di Rojhilata Navîn de mîtolojî heqîqet bi xwe ye. Çavkaniya heqîqetê ye, ango ji bona her tevgerekê binasî(gerekçe) jiyanê ji xwe re peyda dike, pêwîste îfade xwe di mîtolojî de bibîne. Ji bo vê mîtolojî yekemîn zaniste, di wextê weke roja îro de bîrkarî, fîzya û kîmya pêşneketibû. Însan anceq sirê jiyanê, mirine, çêbûyîne, gav bi gav îfadekirine nakokiyên di navbera çînan de, derketine desthilatî û dewletbûyîna van desthilatiyan di hundirê mîtolojî de îfadedike. Ango di wextê hîna metotên zanistî pêşneketibûn, mîtolojî her tiştî îfade dikir. Çawa em bixwazin rastiyekê bînin ziman, pêwîste em keşfekî biyolojîk, fîzîk û kîmya bikin, rengê zanistan ji bona xwe bikin referans, wê wextî pêwîste îfada xwe di mîtolîjî de dîtibane, pêwîste binasî(gerekçe) rastiya xwe di mîtolojî de bidîtibane, yan jî nerastî û neheqîqet bû, kesekî nikarîbû cesaret bike ji bo vê yekê îfadebike. Ji ber vê dogmatîzm di Rojhilata Navîn de gelekî kûr e. Dogmatîzm di Rojhilata Navîn de nayê guhertin, lê belê tê îmhakirin. Mînak di Babil, Akad û Aşûr de reform çênabin, dogmatîzma di wan de, yan teqeze yan jî bi temamî tê hilweşandin. Taqetê (mecal) nirxandine, lêgerîn, lêpirsînkirin û rexnekirine di dogmatîzm de nîne, her tişt teqez e. Ji ber çi? Wan metotan perspektîfên jiyanê dane mirovan û ew birêkûpêk kirine. Hîn bêhtir jêre derfetên mayînê, parastin, xwarin û vexwarinê peydekiriye. Ji bo vê weke mizgîniyekê ji xwe re dibîne, perçekî jiyana xwe dibîne û bi wê rastiyê re dibe yek. Di roja me ya îro de yên mîna çep û netewperwer, xwestin şûna dîn bigirin, lê belê nikarîbûn. Ev yek ji çi tê? Hinek tişt hene pêwîste mirov di zemîne wan yê madî de binirxîne û karibe bi mînakên roja îro re destek bide. Em ferzbikin mirovek li gundekî be, ew gund felsefeka wî ya jiyanê heye, ango li ser esasê nirxên gunde xwe jiyana xwe pêkaniye, ev mirov piştî demekê çû Ewrûpa, ango ji wî zemînî dûrket, piştî demekê dema ku tu wî mirovî bibîne, tuyê bibêje ev însan hatiye guhertin. Lê belê mirovên ku li gund mane hîna weke xwe ne. Sedemê wê çiye? Di vê xalê de gelek pirsgirêk hene. Em dibêjin cara yekemîn pêşketine mirovan li Rojhilata Navîn çêbûye, li Mezepotamya jêrîn, li derûdora çemê Nîl yê li Misirê çêbûye. Heta berî wê li Hîlala Zêrîn ya li Zagros û Torosan, qadeke ku şoreşa Newlîtîk tê de çêbûye, weke cokên avê xwe berdaye, xwe bera çemên mezin dane, li Mezepotamya jêrîn bûye şehristanî û bi vî teşeyî li cîhanê belavbûye. Yekî dibêje temam; madem yekem car şehristanî ji vir derket, wê demê çima insiyatîf ji destê Rojhilata Navîn derket? Eger ku Yunan ji me fêrbûn, çima em ji wana pêşdetir neçûn? Tiştekî di zemînê xwe de mehkûmî hinek nirxan be, ji wê nikare derkeve û neserbest e. Ji bo vê yekê mirovekî di Rojhilata Navîn de mezin bû, teqlîd û jiberdike. Pergala heyî cîl bi cîl xwe diparêze, li ser esasê perwerde , di malbatê û dewletê de, bi vî teşeyî herdem xwe dûbare dike. Ya ez ji wir derdikevim diçim cihekî dîtir, yan jî ji dervere lêdinêrim. Ezê li çi binêrim? Ezê binêrim gelek tişt hene, avahî, tip, hendese û bîrkarî heye ev tişt başin, lê belê herdem xwe dubaredike, ji ber ku çandekî civakî heye wî mehkûmî dubarekirine dike, dibêje “weha çêbûye, jiberkiriye û weha dewamdike”, ji ber ku mehkûmî wê ye, eger wisa neke, ew kevneşop wî tavêje û mehkûmî mirine dike. Mirovên ku jiderve li Rojhilata Navîn dinêrin, çidikin? Tiştên baş ji bona xwe digirin, lê belê nemehkûmî teqlîdkirin û terzê wan yê jiyanê ye, nemecbûre jêre bibe kopya. Li gorî şertên xwe fêrdibe. Eşkere ye ku zanyarên mezin yên ku rê li pêşiya bilindbûna rojava vekirin, yên mîna Paliz û Fîtagorsin. Ev kesane li Babil û Misirê fêrî estromonî, hendese, bîrkarî, û gelek tiştan bûn. Lê belê van kesayetan mîna mirovekî rojhilatî kopya nekirin, li gorî şert û mercên welatê xwe bişavtin. Tiştên ku ji wana re fêde bûn, pêkanîn. Ev serbestbûn dihêle ku tiştek ji aslê xwe bêhtir pêşbikeve. Ango tiştekî çiqasî koka xwe rojhilat be jî, lê belê li rojava hîn bêhtir pêşketin pêre çêbûye. Îro cûdahiya di navbera Amerîka û Îngiltre de jî cûdahiyeke zîhnî ye. Em binêrin Amerîka di bin metîngeriya Îngiltre de bû, Amerîka ji aliyê Awrûpiya ve hatiye keşifkirin û dîtin. Em dîqet bikin îro Amerîka bi dewlemendiya xwe ya madî, siyasî û ramanî ji hemû cîhanê xurtir e. Ji îngîltere û Ferense jî xurtir e. Mesela hemû zîhniye, ji ber çi? Mirovên Amerîkî gava ku diçûn Ewrûpa, metotên jiyanî yên ku bikêrî wan dihatin ji xwe re esas digirtin. Nirxên daraz(değer yargi) bi Ewrûpa nehatibû çêkirin, bi felsefekî dîtir çêbibû. Bi nêzîkbûnên nû yên Anglo Pirotestant, yên li ser esasê takekesî, pragmatîsta eşîrî û li ser esasê fêda wî di kû de ye, çawa karibe serbest be, tevdigeriya, ji boy vê ev desthilatiya mezin bi destê xwe xistiye. Yên ku bibêjin Amerîka mêtîngeriya Îngilîzan bû, çawa ji Îngilîzan mezintir bû, zanetir û dewlemendtir bû, ji boy vê ye yekê bû. Mirovên Amerîkî gava ku ji Îngiltere derdikevin, netenê weke fêzîkî ji Ewrûpa derdikeve, di ruh de jî ji Ewrûpa derdikevin. Nirxên ku di Ewrûpa de ew teng dikirin, ji bona xwe rewacdar (geçerli) û esas nedigirtin. Jiyana xwe li gorî berjewendiyên xwe mîhengdikirin (ayarlanamak). Keneda, Meksîka û Berazîl jî wê demê hatin keşifkirin, hemû bi hev re hatin keşifkirin, çima ew li paşman, lê belê dewletên yekbûyî yên Amerîka li pêşin? Ji ber ku zîhniyeta mirovê Amerîkî bi rêvedibe, zîhniyeta Anglo Protestante, ya li ser nirxên ezeztî û pragmatîk hatiye avakirin, ewên ku xwe ji hînbûnên kevn tecrîd kirine, tenê di çarçeva berjewendiyên xwe de tevgerdikin. Mirovekî Yunanî ji Eşûran tiştekî fêrbibe, naçe weke Aşûran jiyan nake, wê weke xwe bijî. Tiştên ku fêrbûye neweke tiştekî zêde bike(ekle), qat bi qat wî tiştî mezindike. Ji bo vê di asta teqandinekê de, mezinahiyekê çêdike. Şehristaniya Rojava li beramberî şehristaniya Rojhilat di astê teqandine de guhertinê çêdike. Ev rewşekî girînge, wî wextî pêwîste em pirsgirêk di zîhniyetê de binirxînin. Pirsgirêka zîhnî çiye? Emê zîhniyetê bi rengekî dogmatîk, di çarçeva pîrozkirine banekî (alişkanlik) de binirxînin, yan jî emê herdem qalibên xwe yên baweriyê, ango qalibên di hundirê mejî û tevgerên me yên jiyanî de, bi zanistê re bidin berhev. Bi vî teşeyî emê bijîn, lê mixabin heya niha em bi jiberkirin (azbere) diçin, yan em tiştên derve kopyadikin, yan jî em bi hêza kevneşopan dijîn, her du jî guhertine çênakin. Ji bo vê jî zîhniyet her tiştî diyardike. Ango rewşa aborî jî diyardike. Ereb henefiyên petrolê qutbikin, wê rojava dînbibe. Çavkaniya madî di destê ereban de ye, lê belê gelekî li paşin. Ev tê wateya ku çavkaniya madî têrê nake ku mirov pêşketine çêbike. Zîhniyeta rast dikare çolê bike beheşt, lê belê zîhniyeta çewt vê behştê dikare biqulibîne dojehê. Ji ber vê yekê pêwîste mirov di meseleyên zîhniyetê de baş kûrbibe. Zîhniyet bi qalibên hatine danîn, bi hêza mîtolojî û olên yek xwedayî û bi saziyên dewletê, xwe bi zorê bi cîkirine, ev yek li pêşiya pêşketine zîhnî dibe asteng.
ŞEHÎD RÛSTEM CÛDÎ
- Ayrıntılar
Bi pêşketin Îslamiyetê û gihîştina wê ya Kurdistanê, ji bo civaka Gelê kurd bû destpêka serdemeke nû. Heta Îslamiyetê bîrdoziya netewî ya Kurdan Zerduştiye. Di serdemên Îslamiyet derdikeve û dest bi pêşketinê dike, li Kurdistanê ji ber şerên du artêşan, ango ji ber şerên di navbera Împaratoriyên Sasanî û Romayan de rewşa wê pir perîşan e. Îslamiyetê piştî serkeftina xwe li nîv-girava Erabistanê îlan kir, bi hêza serdestiya şûr û baweriyê daye, dest bi tevgerên dagirkirinê (feth) dike. Riya berê bakur jî, ji Kurdistanê derbas dibe û di salên 640'an de artêşên Îslamê xwe dispêre deriyên Kurdistanê. Kurd di destpêkê de li berxwe bidin jî, ji ber westandin û rizandina bi sedsalan di nav nalên hespên du artêşan de mane, Îslamiyet adeta weke hêmaneke hevsengiyê tê pejirandin. Ji bo Kurdan ji bo dagirkeriya împaratoriyên Sasanî û Romayiyan a li ser Kurdistanê bişkînin, artêşên Îslamiyetê weke hêzeke siyemîn derketiye holê. Ji ber vê jî di serî de li dijî artêşên Îslamê liberxwe bidin jî, ji ber weke deriyeke rizgariyê dibînin, piraniya xwe di demeke kurt de Îslamiyet pejirandin e.
Li Kurdistanê pejirandina Îslamiyetê neqebeke girîng a dîrokiye. Piştî vê Kurd ji bîrdoziya xwe ya netewî ji Zerduştiyê dûr ketine. Di vê serdemê de beşek Kurdan yekser Îslamiyetê napejirîne. Yêziditî mînaka vê ya herî zêde tê zanîn e. Yêzidîti di nava demê de pir guherîbe-veguherîbe jî tevî ku ji îslamiyetê bandor bibe jî di cewherê xwe de berdewamiya Zerduştiyê ye.
Îslamiyet piştî vê pêvajoyê, di nav civaka Kurd de nemaze ji aliyê civakî, çandî, zimanî, wêjeyî, bawerî û ji her aliyê jiyanî ve dînamîkên jiyana civakî pêk tîne, di diyarkirina berê wan de bû hêmana bingehîn. Bi pêşketina çanda îslamiyetê, nasnameya bîrdozî ya Kurdan û di heman demê de baweriya olî ku çanda Zerduştî bû hebûna xwe berdewam bike jî her diçe bêbandor dibe.
Çanda biyanî ya çanda afirîneriya cewherî înkar dike, bi bişaftinên zordest çaviyên hişê civakî yên Kurd xetimandiye, ev destpêkirina serdemeke nû îfade dike. Di vê wateyê de berê pêşketina civakî mirov weke beriya û piştî îslamiyetê bike du serdem wê rasttir be.
Îslamiyetê di şêweyê civaka Kurdistanê de guhertinên girîng avakiriye. Guhertina bingehîn jî li ser çîn a serdest a Kurd pêk aniye. Di pergala eşîrî ya Kurdan de êdî li gel weke serokeşîrî û serokê federasyonê tebeqeya mîrîtî, şêxitiyê jî ava bûye. Êdî li gel mîr ê pêşeng û rûspiyê civakê, saziya şêx û seyid jî cihê xwe di nav pergala civakî de girtiye. Yek ji wan bûye serokê siyasî, yê din jî rola serokatiya manewî lîstiye. Vê yekê gelek caran di rênîşandan civakê de ji mîr û serokeşîr zêdetir saziya şêx û seyidiyê di nava civakê de roleke diyarker dilîze. Di rastiya xwe de Şêxitî saziyeke weke ji aliyê bîrdozî bi derve ve bê girêdan hatiye avakirin.
Herçi Emewî, herçi jî di serdemên Ebbasiyan de di bin navê ol de weke mekanîzmaya sazûmankirina serdestiya xwe ya siyasî, pêşxistinên saziyên bi vî rengî mijara gotinê ye. Ev derdorên mirov dikare bêje cureyeke sîxurên bîrdozî ne, di pêşxistina erebbûyin a di nav civakê de roleke maket a civakî lîstine. Ji aliyê civakî jî, ji bo Kurdên ji bîrdoziya netewî qut bûne, bi riya ol pêvajoya mayindekirina girêdana bîrdozî ya bi hêzên derve hate pêşxistin. Lê di nav gelên derveyî ereban ên îslam pejirandin e, pêşketinên cûda qewimîne. Ev pêşketin di nav Kurdan de nebûye. Weke mînak di nav Farsan de şîroveya Şîa ya îslamê bûye bîrdoziyeke netewî, hêzbûna civakî pêşketiye, jê şûn ve ji karakterê dagirker ên Osmaniyên pişt re Îslamiyet pejirandine jî sûdê werdigrin û dibin Împaratorî. Helbet fikreke me ya "Kurdan jî çima wusa nekiriye" nîne. Lê îslamiyet di serdema xwe de xwedî karaktereke şoreşgerî ye, di civakan de rê li ber pêşketinên cûda vekiriye, lê di nav civaka Kurd de pêşketineke bi vî rengî naqewime, ev encameke girîng e. Berowajî vê ji aliyê civakî ve taybetmendiyê xwe yê netewî wenda dike, bi hev dicive, teng dibe û adeta heta hetayê naçare bibe yedekê kesên din. Di nav bîrdoziyeke bi vî rengî de diçike.
Ev çavkaniya xwe ji karaktera noker û bi derve re girêdana tebeqeya civakî ya oldarên Kurd û helwesta çîna serdest a Kurd digre. Ger ne wusa be, li gor şert û mercên Kurdistanê bi şîrovekirin a olê dikarîbû xweseriya pêş bixe û Îslamiyet di heman demê de dikarîbû weke hêza pêşxistina civakî were nîrxandin. Şûraya oldarên Îslamî yên Kurd ê nekarin vê bikin, di wateya rastîn de îxanet jiyan kirine û xwestine vê bikin malê civakê.
Elewitîya li hin herêmên Bakurê Kurdistanê pêşketiye û mezhebên şîa û El-Haq ên li hin herêmên Rojhilatê Kurdistanê pêşketiye di nava hin lêgerînan de bin û li berxwebidin jî, ber bi bîrdoziyeke netewî veneguherîne. Zerduştiya bi rengê Yêziditiyê ku teslîmê îslamiyetê nebûye û di xwe de israr kiriye, her çûye kêm bûye û di nav civakê de rastî zext û tecrîdê hatiye. Bi vî awayî hebûna baweriyê li Kurdistanê bûye yek ji şêweyê herî bingehîn ên sekna bi perçe, bi vê ve girêdayî ji bîrdoziya civakî zêdetir hemû civakê li ser xetekê birêve biriye.
Eşekere tê dîtin ku civaka Kurd ji xwezaya xwe û taybetmendiyê civaka xwezayî, ji rastiya xwe ya çandî dûr ketiye, bi qasî di bin bandora çanda serdema feodal de mane û çînîbûna feodal jiyan kirine ji jiyana azad dûr ketine. Hişmendiya feodal, dijberê civaka xwezayî û azadiyê eşîrê pêşketiye, di xeribketina hişmendî de roleke girîng lîstiye. Li dijî vê rewşê wêjevanên mîna Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanê serî hildabin jî, ji ber nokerî di asta sazûmaniyê de ketibû bi kontrola çanda dewletên biyanî, nekarîne di guhertina encamê de bi bandor bin.
Çînên serdest ên Kud her diçe ji feraseta netewî dûr ketine û ber bi hevkariya bi dewletên serdest ve çûne, ev jî di nava demê de veguheriye karakterekê. Di rastiya xwe de bingehê îxanetê di nav çînên serdest ên Kurdan de bi vî rengî pêşketiye.
Tevî van hemûyan, nemaze di dema Ebbasiyan de piştî salên 900'î de bi azadiya civakî ve girêdayî gelek pêşketin qewimîne. Di qada çandî û wêjeyî de derketina Feqiyê Teyran û avabûna Dewleta Kurd a Merwanî, di encama vê pêşketina serbixwe de derketiye holê. Weke berhema heman demê di qada leşkerî de di şexsê Xanedaniya Eyyûbiyan, asta fermandariyê ya Selahattîn û Şêrgo gihîştinê, xwe nespêre xweseriya netewî jî derketina fermandari ya wan a di kesayêta Kurd a di xeta îslamî de weke nîşaneyeke girîng a gihîştina astê nîşan dide.
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê
Mûrad Karayilan
- Ayrıntılar
Ew ji mirinê natirsin, bi îradeya xwe ya polayîn destpêka dîrokeke nûne û di dîroka tejî rezalet û bindestiya Kurdan da rûpelekî nû vediken. Canê şirîn dibexişînin lê teslîmiyetê napejirînin. Ew ne heqareta hakim û generalên sitemkar û ne jî serdestiya ala sîstema serdest û şovenîst dipejiînin.
Lewra ew bi dengekî bilind qêriyan: BERXWEDAN JIYAN E.
Di girtîgeha Amedê da êşkenceyên giran, sivkatîya bi netewe û dîroka Kurdan, lêdan û bêedaletî tev bûn yek, lê Mazlum û hevalên xwe li ser doza xwe berdewam û baweriya wan ya bi serkeftinê qet nehat şikandin.
Kurte Jiyan Mazlum Dogan
Mazlum Dogan di sala 1955’an de li gundê Teman yê girêdayî Depê li wilayeta Elezîzê li bakurê Kurdistanê di nava malbateke nîvhalxweş de çavên xwe li vê cîhana tijî zilim û neheqî vekirin. Ji şeş xwîşik û biran: Arife, Asiya, Nezaket, Fewzî, Mazlum û Delîl ew zarokê malê yê pêncane. Navê bavê wî Kazim û di nava xelkê da wek Hosata Kazim mirovekî bi dispilîn û li ser torekirina zarokên malê pir bi îsrar bû ku di civakê da kesên jêhatî bin. Dayika malê Kebîre Dogan jineke zana û hertim li ser dîroka Kurdistan, serhildana Seyîd Rizayê Dêrsimî û zor û zordariyên ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve rastî gelê Kurd hatine, bi wan re diaxive.
Serdema zarokatiya M. Dogan di nava etmosfêrekî germ û xweş da derbas bû. Ji biçûkatiyê heya temenê ciwaniyê Mazlum û Delîl zarokên jîr û xwedî hinek taybetmendiyên cuda bûn. Yek bêdeng û mîna navê xwe mazlum û yê din tev liv û lebat, coş û bizav bû. Delîl rewşa jiyana gundiyan bû.
Mazlum piştî bidawîanîna xwendina xwe ya destpêk, navîn û amadeyî (lîsê) çû zankoya perwerda mamostatiyê ya binavê Balikkesîr ê. Piştre di sala 1974’an de bi pileya herî bilind li zanîngeha Hacettepeyê di beşa aboriyê da hat pejirandin. Ji sala 1976’an û pêde ku hêdî-hêdî agirê şoreşeke nû li bakurê Kurdistanê hildibû, bandora xwe ya şiyarkirinê li ser ciwanên Kurd jî çêkir. Ew ref bi ref diçûne nava şorşgerên Apocî. Di dawiya sala 1976’an de M.Dogan xwendin terikand û di nava koma yekê ya endamên damezrînerên PKKê da cih girt. Di destpêka karê xwe yê di nava partiyê de jî, Mazlum bêrawestan dixwend û dixebitî.
Mazlum çendî ku pir ciwan bû jî, lê bi kesayet, zanabûn û xebata xwe ya bêhempa bala hemû rêhevalên xwe dikşînê ser xwe. Mazlum di heman dem de, ji aliyê gel ve jî pir tê hezkirin. Cihê ku Mazlum lê kar û xebat bikirbûya, li wir aliyên dijber nediman û ji wir diriviyan. Mazlum hemû derên ku diçûyê vedikir û dost û heval qezenç dikirin.
Apociyan ji destpêka xebata xwe de bala hemû aliyan kişandin û derdorên dijber û dewleta faşîst dest bi plan û êrîşan kir. Di aliyekî de grupên çep û nejadperest û di aliyê din de jî xayînên Kurd êrîşî ciwanên apocî dikirin. Şehadeta rêheval Hakî jî encama vê yekê bû. Jixwe dewlet jî destgirtî ranediwestiya. Her tim dixwest ku vê tevgera ciwan ji holê rake.
Derbeya Leşkerî û Şehadet
Sîstema serdest li bakurê Kurdistanê sîstemeke stemkar û hebûna Kurd û Kurdistanê jî, di manîfestoya wan ya şovînîstî da qedexe û xwedî derketina ji mafên netewî heya roja îro hê jî gumehekî mezin tê hesibandin. Ji wan re jin û mêr, keç û xurt û hemû azadîxwaz dijminên komara Tirkiyê ne.
Sala 1980’an Kenan Êvrên bi derbeyeke leşkerî desthilatdariya Tirkiyê xiste destê xwe û li Kurdistanê rewşa awarte welat ber bi wêraniyê û Kurdistan jî kirin girtîgehek mezin. Bi sedhezaran şoreşgerên Tirk û Kurd ji tirkiyê derketin derve û bi sedhezaran jî ketin zindanên faşîstan, bi êşkence û hemû cure nêzikatî û kiryarên ku rûmeta mirovan dişkînê re rûbirû man.
Eşkencekaran hemû rê û rêbazên derveyî exlaq û dûrî pîvanên mirovahiyê li hemberî şoreşgeran bikardihanîn. Ew ji rûmeta wan dixistin, ji mirovahiyê qutdikirin û jiyan li wan dikirin dojeh.
Di aliyê din de, bi taybetî li ser şoreşgerên PKK hemû cureyên êşkenceyê bikardihanîn û teslîmiyet li wan dihat ferzkirin. Helbet şoreşgerên PKK mirovên bilind û şanazin û bi êşkenceyan teslîmnayên girtin. Li aliyê din jî, hin kesayetên lewaz û pûç teslîmbûn, ketin rewşa xiyanetê û rêhevalên xwe firoştin. Dewletê dixwest ku hemû girtiyên PKK bi êşkence û hin sozan bixapînin û teslîm bigrin û berxwedaniya wan bişkînin. Li hemberî êşkence û ferzkirina teslîmiyetê rêhevalên me yên qehreman dest bi çalakiyan kirin.
Helwesta şorşegerên PKK di dadgehan û li hemberî hakiman pir bi wate bû û di tevayî cîhanê de deng vedida. Edî li cihê ku hakimê dadgehê hevalan bidarizînê, hevalan ew dadrezandin. Parêzname û goftugoyên di navbera heval û dadgeran de vê yekê bi eşkere radixe ber çavan.
21’ê Adara sala 1982’an M.Dogan li girtîgeha leşkeriya Amedê bi sê darikên şixartê(kibrît) agir berda canê xwe û ji bo protestokirina cinayetên bêsinor û bilindkirina dengê azadîxwazên Kurd cejina millî ya Newrozê pîroz kir. Piştre jî, di 18’ê Gulana sala 1982’an de Eşref Anyik, Ferhat Kurtay, Necmî Oner û Mahmut Zengîn bi armanceke wiha canê xwe dan ber agir. Êdî ji wê û şûnda di 14’ê tîrmeha sala 1982’an de endamên komîta navendiya PKKê Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Alî Çiçek û Akif Yilmaz jî dest bi girava biçîbûnê kirin û yek bi yek tevlî karwanê şehîdên riya azadiyê bûn.
Jiyana ku wan ji nûve li Kurdistanê afirandin, jiyaneke watedar bû. Xwîna wan vala neçû û serhildanên ku îro li Kurdistana mezin berdewamin, berhemê dilop-dilopên xwîna wan qehremanên me ne. Newroz newroza wan e, PKK, PKKya wa ne,
Kurdistan ya wan e, gerîla yên wanin, azadî berhema xwîna wan e.
Iro jî, bi hezaran Mazlum li çiyayên Kurdistanê li hemberî dewleta faşîst a Tirk şer dike. Bi hezaran Mazlum li kolanên bajarên Kurdistanê li hemberî dewleta dagirker serhildan dikin…
Hîn jî banga Mazlum « Berxwedan Jiyan e » li tevayî Kurdistanê bilind e û gelê Kurd ji berxwedanê jiyanek hemdem û azad afirandin.
Şehîd Namirin
Berxwedan Jiyan e
- Ayrıntılar