HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Rêber APO

Hewa cemidiye, hewl didim zivistanê derbas bikim. Bihar tê, wê vanan jî derbas bibin. Înşîat jî didomin. Dermanê Ksatralê bikartînim, ji vê re bijîşk çi dibêjin. Ev derman bandor li min dike. Laş dike mîna hevîr. Ev bandora kêlekî ya derman e ne wisa, pêwîst dike ku ez bikaranîna wê bidomînim?

Der barê tenduristiya xwe de min hefteya borî agahî dabû, bila şaş neyê fêmkirin. Sedema ku min xistine vir, da ku li ser min çewsandinê(baskı) bikin. Dema ku ez li derve bûm jî, li vir im jî, çewsandin li ser min hene. Li ser min girtinek û tengavkirinek heye. Der barê min de girtinbûneke mezin heye. Li her derî me dijber dibînin. Di warê fikrî de jî me dijber dibînin. Ez ê der barê vê de daxuyanî bidim. Ez ê der barê Ergenekonê de hinek nêrînên xwe vebêjim. Dema ku hatim vir, min zûzûka li sernivîsên rojnameyan nihêrt. Talabanî hatiye vir. Der barê vê de ez ê nêrînên xwe vebêjim. Niha jî ez heman tiştan baştir fêm dikim.

Tê zanîn, salek piştî pêngava tebaxa 1984’an, di sala 1985’an de Almanya bi fermana NATO’yê li hember me şer da destpêkirin. NATO, ji bona ku gelek dewletên Ewropa dijberiya me bike, gelek çewsandinan kir. Hûn dizanin, Galadiyo li gelek welatan bi fermana NATO’yê hate rêxistinkirin û avakirin. Gladiyo, saziyeke ne fermî ya NATO’yê ye. Hûn Îtalyayê dizanin, li wir rêxistineke mezin a Gladiyoyê hebû. Li Ewropayê jî li hember me vê peywirê Almanya girte ser xwe. Gelek welatên Ewropayê jî li dijî me birêxistin kirin. Tenê li Îsveçê Olof Palme vê qebûl nekir. Olof Palme digote; “Ez li hember kurdan helwest nagirim” Olof Palme li hember me helwestgirtinê nepejirand. Bûyera Palme jî li ser vê bi pêş ket. Min ji dozgerê ku ji bona îfadeyên min bigire hatibû re hinek tiştan got, niha jî li vê gotina xwe çend tiştan zêde dikim. Ez ê tiştê ku di vê pêvajoyê de fêm kiriye vebêjim.

Niha baştir kevalê(tablo) dibînim. Vê kuştinê jî destpêkê hewl dan ku bavêjin ser min. Ez vê wekî bersiva ew pirsên dozger dibersivînim. Peywira me terorîst îlankirinê di sala 1985’an de dan Almanyayê û plankirina vî karî jî dan Îngilistanê. Bi vî awayî NATO’yê hemû welatên Ewropayê li hember me birêxistin kir. Îsveç vê nepejirand. Ji ber vê Palme ji holê rakirin. Niha jî van gotinên min dikarin wekî daxuyaniyek bidin rojnameyeke li Îsvîçreyê. Naveroka bûyera Palme ev bû. Ew ji hêla NATO’yê ve ji holê hate rakirin. Di wê demê de Palme, li hember me helwestgirtinê nepejirandibû. Ew piştgirî dida Efrîqaya Başûr. Wî destek dabû Vîetnamê jî. Rewşeke Olof Palme ku piştgirî bide tevgerên wisa hebû. Ji ber vê sedemê, di çavên wan de sûcdar bû, sûcdarekî mezin bû! Ji bona kurdan jî digote; “Ez ji kurdan re nabêjim terorîst” Ji ber vê yekê ew tesfiye kirin.

Ji sala 1985’an hetanî sala 90’î êrîşbirina NATO-Gladiyo ya li hember me ji ser Almanyayê û piştî salên 1990’î Îngîltere kete dewrê. Di anîna min a vir de jî Emerîka-Îsraîl erk girtin.

Rêxistinbûna Gladiyoya Tirkiyê ya NATO’yê, li Tirkiyê dest bi înfazan kirin. Piranî biryarên înfazan ji hêla Emerîka ve hate dayîn. Celal Talabanî dihate cem me û digote; “şer bidine sekinandin” Niha fêm dikim ku Talabanî vê biryara Gladiyo dizanibû. Dema ku me di sala 90’î de agirbest îlan kir, Talabanî dizanibû ku vî karî Emerîka birêve dibe. Niha fêm dikim ku, têkiliya vanan bi hev re hebû. Ev înfazên bêdarizîn heta hevdîtina Erdogan-Bush a di 5’ê Mijdara 2007’an berdewam kir. AKP di pênc salên pêşîn de berpirsê van înfaza ye. Di nav Tirkiyê de jî yên ku li hember van înfazan bûn, hatin tesfiyekirin. Ozal, ji baskê leşkerî Eşref Bîtlîs, guman dikim Cem Ersever li dijî pêkanînên înfazên bêdarizîn bûn. Vanan alîgirên “em bigirin û darizandin bikin” bûn. Vanan ji holê rakirin.

Yek jî di nava PKK’ê de xweberdan(sızma) û dirêjahiyên Gladiyo-Ergenekon çêbûn. Vanan di wê demê de dest avêtin PKK’ê. Velî Kûçûk û Gûney dibêjin; “Mûtefîkên me yên di nava PKK’ê de” Planên Îngîltereyê da ku kesê duyemîn biafrînin hebûn. Vaye di ser Şemdîn de hewl dan vê bikin. Min ew dem vê yekê hinek ji BBC’yê seh kir. Wê demê têrî xwe bi pêş ve çêbûn jî. Hew mabû rêxistinê bixin dest xwe. Piştre Îngîltere xwest vê bi Kanî bike, dîsa wê demê hinek keçan jî şandibûn nav me. Min ji wan guman dikir.

Sari Baran, Mehmet Şener û Metîn (Şahîn) hebûn, tabî vanan kevintirin, sê ji wan di girtîgehê de rêvebertî kiribûn, ezmûna wan zêdetir bû. Wê demê hevalê min ê zaroktiyê, gundiyê min Hesen Bîndal jî kuştin. Min ev bûyer lêkolîn kir. Sûîkasteke gelek balkêş û taybet bû. Lêdaneke bi pisporî hebû. Min ew dem gotibû, şêweyê sûîkastê gelek pêşketî ye. Bi yek guleyî hatibû lêdan, ew gule dema ku dikete laş diteqiya. Wê demê ez gelek fikirîm. Çima ew hedef girtibûn? Min fêm kir ku qaşo fikirîne wê şûna min bigire. Hesen Bîndal, yekane kesê li cem min bû, ji ber gundiyê min bû, ku ez bihatama tunekirinê, armanca wan ew bû ku wê kes vanan nizanibûna û şahîdek jî nemana. Ev sûîkast hêza wan jî nîşan dida. Dîsa Çûrûkkayayên bira hebûn, amadekariyên wan zêdetir bûn. Selîm di girtîgehê de mabû. Vaye jina xwe jî girt û reviya Almanyayê.

Di sêgoşeya Amed-Çewlik-Mûşê de gelek bûyer hatin jiyandin û hê jî berdewam dikin. Gelek kesên ku girêdayî Ergenekonê dixebitin li vir hene. Mahmûd Yildirimê ku wekî Yeşîl tê nasîn, Çûrûkkayayên bira, dîsa Alparslan ew jî ji Çewlikê bû, ev hemû mîna hev in. Di vê sêgoşeyê de ku min hê jî fêm nekiriye û nizanim, divê dibistaneke navendî hebe ku vanan perwerde dike. Ev girîng e.

Hewl dan min jî bixin bin kontrolê. Piştî ku fêm kirin wê nikaribin min bixin bin kontrolê, dest bi sûîkastan kirin. Li derve nêzî bi dehan sûîkast kirin. Ji vanan sê-çarên wan ez bixwe dizanim. Ev hewldanên wan ên ku kesê duyemîn afirandin û planên sûîkastên ku hatine kirin, Rojnameya Starê nivîsandibû.

Ji ber ku fêm kirin wê nikaribin min bixin bin kontrolê, hewl dan di nava PKK’ê de kesê duyem çêbikin. Dema ku em van hemûyan digihînin hev, hinek tiştan baştir fêm dikin. Min ji tevgerên bi çavsor ên Şemdîn vê fêmkiribû. Lê min hewl dida fêm bikin ka vanan çima dixwazin vanan bikin. Şemdîn wekî kesê duyem lanse kirin. Hewl dan min jî bêbandor bikin û PKK’ê bixin bin destê xwe. Yanî wê bavê min bikuştana û wê dayîka min jî bibirana. Di şerê berê de kevneşopiyek heye, yên ku bi ser dikete, ji hêla din zilamê malê dikuşte û dest dida ser mal, milk, jin û zarokan û bi xwe re dibire. Heman tiştî hewl dan bi min bikin. Min bêbandor kirin û Osman jî kirin xulam. Gelek jinan bi xwe re birin, hinek jin reviyan, hinek ji wan zewicîn. Ez ji vanan re nabêjim veqetiyan an reviyan, wateya vê di rastiyê de destdayîna ser jinê ye.

Gladiyo-Ergenkonê Emerîka saz kir. Vê hetanî 5’ê Mijdara 2007’an bi kar anî. Piştî vê mêjûyê(tarih) kuştinan û înfazên bêdarizîn dan sekinandin. Li hember vê tiştên ku sendine heye. Naveroka 5’ê Mijdarê ez li vir didim daxuyandin. Emerîka ji vanan re, ji Levent Ersoz, Velî Kûçûk re got rawestin. Lê vanan, digel Emerîka hewl dan vî karî bidomînin, Emerîka jî biryara tesfiyekirina vanan da. Vaye bûyera Ergenekonê ev e. Ya ku tê tesfiyekirin, ne Ergenekona rastîn e, Ergenekona li rûyê erdê ye.

Di demên dawîn de vaye hestî têne derxistin. Yên ku van sûcan kirine û kuştinan pêk anîne, ji îstîxbarata tirk cudatir îstîxbaratek e. Rasterast navenda wê girêdayî Enqerê ye. Girêdayî wir dixebitin. JÎTEM, ne tenê Îstîxbarata Cendermeyan  e. Ne îstîxbarata Ewlekariyê ye jî, ne îstîxbarata MÎT’ê ye jî. Vanan rasterast fermanên xwe ji Emerîka digirin, meaşên xwe jî ji Emerîka digirin û didin jî. Van sûcan jî van kuştinan jî bi vî awayî têne kirin. Abdûlkadîr Aygan jî kêm be jî vanan di îtîrafên xwe de vedibêje. Dibêje ku, rêxistinbûneke wisa ye ku ji teşkîlata Ewlekariyê cuda, lê wan jî digire nav xwe.

Ez niha baştir fêm dikim, NATO rasterast li hember me şer kiriye. Me jî şer li hember NATO’yê şerek birêve biriye. Min di serî de guman dikir ku ev hemû karên îstîxbarata Tirkiyê ne. Ez difikirîm ku helwestgirtina Emerîka û Ewropayê îstîxbarata Tirkiyê pêk tîne. Min di serî de vê tam fêm nedikir. Lê dema ku min angaştnameya Ergenkonê, daxuyaniyên Tûncay Gûnay, îfadeyên Velî Kûçûk û îtîrafên Aygan bihîst, ku ez van hemû parçeyan tînim cem hev baştir fêm dikim. Dema ku ez van hemûyan tînim cem hev, min fêm kir ku ev ne karê Tirkiyê ye û tenê Tirkiye wekî navgîn(araç) hatiye bikaranîn û ji derve ferman tê dayîn. Her hal wê di angaştnameya Ergenekon de bahsa van bûyeran bikin.

Ji van hemûyan, ji van hemû rêxistinbûyînan agahiya Talabanî û yên din hebûn. Ez nabêjim van planan Talabanî-Barzanî kirine, lê tê fêmkirin ku agahiya wan heye. Wêneyê ku Aygan bi Barzanî û Necatî Ozgen re kişandiye, di rastiyê de gelek tiştî vedibêje. Vanan gelek tiştan bi hev re plan kirine. Ji hev û din agahdar in, ev wêne her tiştî nîşan dide.

Piştî salên 90’î Dogan Gûreş bi Îngîltere re hevdîtin kir. Piştre jî daxuyaniya; “Îngîltere ji me re çiraya kesk vêxist” kir. Amerîka destek da vanan. Û dest bi înfazên bêdarizîn kirin. Gûreş û Çîller di vê mijarê de hatin peywirdarkirin. Rayeyeke mezin û rasterast ferman dan Çîller. Emerîka fermana kuştina Behçet Cantûrk, Savaş Bûldan û karsazên kurd ên dîtir da Tansû Çîller. Te dî Tansû Çîller digote; “lîste di berîka min de ye” Wê lîsteyê Emerîka dayê. Emerîka vî karî bixwe birêxist. Pervîn Bûldan vê dikare lêkolîn bike. Aygan jî di îtîrafên xwe de dide zanîn û dibêje ku, me digirt dişidand, digirt dişidand. Yanî kesê ku digirtin, gule berdidan patikê. Ozal jî li hember me şer dikir, lê tarza şerê wî ji vanan cudatir bû, bi taybet li dij kuştinên sivîlan bû.

Di înfaz û di mijarên din de, di hevdîtina 5’ê Mijdara 2007’an de biryareke nû dan. Min ev biryar, ji hevokeke Velî Kûçûk fêm kir. Zêde pêwîstiya min bi agahiyan jî nîn e, ji bona ku ez fêm bikim hevokek têrî dike. Velî Kûçûk digote; “Di 5’ê mijdarê de biryara tesfiyekirina me hate girtin” Biryarên di 5’ê mijdarê de di navbera Erdogan-Bush de hatin girtin, ez vedibêjim. Di 5’ê mijdarê de Erdogan ji Emerîka re dibêje; “Em ê înfazên bêdarizîn bidine rawestandin, hûn ê jî PKK’ê tesfiye bikin” Ji wê mêjûyê pê de ev salek û nîv e, înfaz nayên kirin, înfaz hatin sekinandin. AKP di pênc salên xwe yên destpêkê de bû şirîkê van înfazan. Û ji van înfazan berpirs e. Ma li hember vê Emerîka çi send? Dewleta Federe ya Kurdistan.

Ev Ergenekona ku xuya dike jî, temaşeyî ye, ev Ergenekon, koma ku li hember biryara 5’ê mijdarê li ber xwe dane ne. Ji ber ku li hember biryara mijdarê derketin, hatin tesfiyekirinê.

Dîsa ew dem, projeya îslama nerm a roja îroyîn li Emerîka hate amadekirin. Hîzbûllahê jî Emerîka saz kir. Îlîmcî, Menzîlcî û hinek terîqatên din, ev hemû Hîzbûllah in. Bi vanan gelek kuştinên nediyar dan kirin.

Ji bona ku ev hemû derên holê, min pêşniyara Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan û Edaletê kiribû. Temam, bila her cure agahî û belge û heta nûçeyên rojnemeyan bila berhev bikin û arşîvan pêk bînin, bila amadekariyên xwe bikin. Ev pêşniyara min a Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan û Edaletê ku saz bibe, wê her kes were ji vê komîsyonê re biaxive. Wê Tansû Çîller jî were biaxive, ez ê jê pirsan bikim. Wê Demîrel û Mesût Yilmaz jî werin biaxive, ez ê jî biaxivim. Sûcê kî hebe, ku sûcên min jî hebin bila derên holê. Erka Ewropa û Emerîka, kirinên Gladiyoyê, pêwîst e vanan hemû bêne lêkolînkirin û derên holê. Encax wê demê wê gelê me, gelê Tirkiyê rastiyan hîn bibin.

Wê parlemento jî li gorî vê biryar bigire û efûyek derxîne. Ku efû bibe, wê wisa bibe. Sûcê kî hebe, wê ji vê komîsyonê re biaxive. Bi şertê ku cahş û yên sûc kiribin sûcê xwe îtîraf bikin, dibe ku efûyek ji wan re bê dayîn.

Di rojnameyan de tê bahskirin ku çek radestî Emerîka bê kirin. Talabanî belasebe li van deran nagere. Talabanî dide zanîn ku wê çek radestî Emerîka bê kirin. Ez vê dibêjim; Birêz Barzanî, Birêz Talabanî, ku hûn qebûl bikin çekên xwe radestî Emerîka bikin, em ê jî bikin. Ku çek bê radestkirin, em bi hev re radest bikin! Ez ji wan re vê dibêjim; ji bona we çek çi be, ji bona me jî ev e. Ji bona Talabanî hêzên wî yên bi çek çi îfade dike, ya me jî wê îfade dike.

Konferans li ser veşartîbûnê nabe, li ser tesfiyeyê nabe, ku bibe ev nabe konferans. Ji bona konferansê bi awayekî pratîkî vê pêşniyar dikim: Bila pêşmerge bêne tesfiyekirin, bila gerîla bêne tesfiyekirin, di şûna vanan de bila hêzên taybet ên ku gelê kurd diparêzin bêne avakirin. Divê ev hêzên bi çek, ji rêxistinan cuda, li ser rêxistinan bin, dikaribin kurdên Îran, Iraq, Tirkiyê, Sûriyê biparêzin, bixin bin parastinê, bi vî awayî hêzeke ewlekariyê bê sazkirin.

Pêşniyareke din a pratîk bikim. Pêşniyara min a duyem. Bila di konferansa ku bê kirin de, komîteyeke îcrayê bê saxkirin. Yanî dibe ku Lijneyeke Birêvebirinê bê avakirin. An jî dibe ku lijneyeke ku mîsyona dîplomatîk bîne cî hebe. Min ji vê re gotibû Konfederalîzma Demokratîk, nav ne girîng e, ev dibe ku Lijneya Birêvebirinê an jî navek din jî dibe. Ev lijneya ku bê sazkirin, wê ji konferanseke din re amadekarî bike, wê rewşa her kesî bi dest bigire. Wê stratejiyên hevbeş ên kurdan diyar bike. Ev Lineya Birêvebirinê, ne lijneya PDK’ê, ne lijneya YNK’ê û ne jî lijneya PKK’ê ye. Wê bibe lijneyeke ku rewşa hemû kurdan bi dest bigire û hemû kurdan temsîl bike. Mesela wê kurdên li Îranê bi dest bigire û bibêje ku, em ji bona kurdên Îranê vê daxwaz dikin. Dîsa bi heman şêweyî, ji bona kurdên li Tirkiyê, Iraq û Sûriyeyê, bê gotin ku; “pirsgirêkên wan ev in, vanan vanan daxwaz dikin” Wê ji dewletan re jî di vê mijarê de pêşniyaran bike, wê hewl bide dewletan bixe nav çareseriya demokratîk.

Em radestî Emerîka û polîtîkayên Emerîkayê nabin. Ev ne teslimiyet be, nexwe çi ye? Emerîka dixwaze PKK’ê mîna Talîban radest bigire. Dixwaze mîna El-Fetîh PKK’ê radest bigire, li holê ye ku El-Fetîh hatiye çi halî. Çek nayên radestkirin. Ku dewlet bi kurdan re diyalogeg bi pêş bixe, wê demê dibe ku rewşa çekan bê nîqaşkirin û bê axaftin. Hetanî ku hemû mafên gelên me nekevin bin ewlehiyê, hêzên çekdar nayên tesfiyekirinê. Ku çareserî bi pêş bikeve, wekî mînak cahşîtî ji holê bê rakirin. Wê demê dibe ku hêzên çekdar veguhezin hêzekî ku ewlekariya gel pêk bînin, dikarin ji bona vê zagonên taybet û sererastkirinan bikin. Mîna pêşmergeyan.

Ger ku Talabanî, Barzanî di van lîstikên Emerîka, Ewropa û Tirkiyê de cî bigirin, ku ev hemû di tesfiyeyê de bigihên hev, wê hemû rêxistin û hemû gel jî li hember vanan heta dawiyê li ber xwe bidin.

Ez Talabanî bi ajantiyê sûcdar nakim. Ez ne li dij Talabanî me, ez ne li dij Emerîkayê ye me jî, lê em ê ji tu kesî re radestîbûnê qebûl nekin. Talabanî dikare ji bona aştiyê peywir bigire.

Ku li ser navê Konferansa Netewî polîtîkayên Emerîkayê li ser me bê ferzkirin, em di vê konferansê de nîn in, bila beşdar nebin. Ku beşdar bibin jî, di parêznameya min de çarçoveya wê ya teorîk heye, dikarin ji vê sûd werbigirin. Dikarin di çarçoveya pênc regezî û sê pêşniyarên pratîk de beşdar bibin. Wekî din vî pênc rêgezî bila hemû kurd nîqaş bikin. Ger ku beşdarî konferansê bibin, ne ku dev ji çek berdin, bila neşerkirinê nîqaş bikin. DTP di vê çarçoveyê de beşdarî konferansê bibe. Her hal wê Ehmed Tirk jî beşdar bibe. Di vê çarçoveyê de wê nêrîn bê diyarkirin.

Pêşniyara min a sêyemîn, lihevhatina demokratîk e. Ev dibe ku li Rojhilata Navîn lihevhatina Şaristaniyan be, ev dibe ku çareseriya şaristaniya Ewropa be jî, dibe ku demokratîkbûyîn jî çareserî be. Min di parêznameyên xwe de çarçoveya wê ya teorîk danîbû. Vanan çiqas têne fêmkirin nizanim, ev girêdayî çiqas fêmkirinê ye. Di nîvî meha avrêlê de der barê konferansê de ez ê nêrînên xwe vebêjim. Piştî hilbijartinê di meha avrêlê de der barê mijara çareseriyê de û di mijarên neşerkirin û di mijarên din de, ez ê daxuyaniyan bidim û nêrînên xwe bidime zanîn.

Tê fêmkirin ku di van hevdîtinan de Emerîka pêş lêkolînekê dike. Belê, ev planeke tesfiyeyê ye.

Ez ji birêz serokomar, serokwezîr û ji partiyên mûxalîf rica dikim, bila berdewamiya zirûfa neşerkirinê pêk bînin. Em dikarin Emerîka û Ewropayê ji nav derxînin û çareseriya xwe bixwe bi pêş bixin. Bila di vê mijarê de hemû destek bikin. Berevajî vê rewşê, wê ev bibe sorkirina PKK û gel. Wê PKK û gel mafên berxwedaniyê yên rewa bikarbînin. Ez ê li vir nikaribim tiştek bikim, ez tu berpirsyarî nagirim ser xwe. Bila zirûfa neşerkirinê dewam bike. Ez ê piştî hilbijartinê nêrînên xwe vebêjim, ez ê nirxandinên berfirehtir bikim.

Di 99’an de min bêbandor kirin. Emerîka û Yûnanistan texmîn dikirin ku ez ê li vir zêdetirîn hişk tevbigeriyama. Hinek jî gotin ku tirsiyaye û bi tirsonekî tevgeriyaye. Yê min ne ji tirsê an ji ber tirsonekbûnê ye, ji ber ku min lîstikên qirêj ên Emerîka dît, ev deh sal in ji bona gelê xwe ji van polîtîkayên pîs ên Emerîka biparêzim “nerm” tevdigerim.

Ji me re dibêjin, terorîst, me wekî terorîst îlan kirin. Emerîka terorîstiyê jî, bi awayê herî xerap terorîstiyê kir, da kirin û terorîstiya herî mezin li ser me pêk anî.

Di encama van polîtîkayên qirêj ên Emerîka, bîst hezar kes mirin, kuştin pêk hatin. Ma ne heyf bûn? Ev polîtîkaya “Kevroşk bireve, tajî bigire” ye. Ev çarsed sal in, Îngîltere li Rojhilata Navîn polîtîkaya “se bi seyan qirkirinê” birêve dibe. Di vê mijarê de gelek ezmûna wan heye. Gotin di cî de du seyan dixin çewalekî û wan bi hev didine fetisandin. Me jî neçarî vanan dikin. Em dikarin pêşî li vanan bigirin. Ez ji vir ji serokomar û rayedarên hikûmetê re bang dikim.

Ez ji vir bang li gelê me dikim. AKP hetanî sala 5’ê Mijdara 2007’an vî şerê taybet birêve bir. Ev hikûmeta şerê taybet e. Teqez divê rayên xwe nedin vanan, di serî de rayên xwe nedin AKP û hemû partiyên şerê taybet. Bila bi rayên xwe van partiyên şerên taybet ceza bikin.

Cejna Newrozê ya hemû gelê me pîroz dikim. Daxuyaniyên min ên îro, bi zimanekî guncav dikarin wekî peyama newrozê bidin çapemeniyê.

Ku di dîrokê de biratî hebe, ku em heman erdnîgariyê parve dikin, divê pêwîstî bêne kirin. Ez newroza gelê Tirkiyê jî pîroz dikim. Bi taybet dixwazim ku gelê Tirkiyê rastiyan bizanibe. Em dikarin Emerîka û Ewropayê ji nav derbixînin. Em du gelên ku xwedî dîrokeke kevn in. Ji bona pirsgirêka kurd jî, em dikarin bi pejinkarî çareseriya xwe bixwe bibînin û van pirsgirêkan qebas bikin. Ne pêwîst e ku ji derve mûdaxale bê kirin, divê em ji xwe bawer bin. Ez ne netew-dewletê, netewa demokratîk esas digirim. Di çarçoveya netewa demokratîk û konfederalîzma demokratîk de, dikarin peyama newrozê amade bikin. Ez vê ji bona gelan, ji bona aştiya gelan girîng dibînim. Di vê bergehê de ez newroza hemû gelên me pîroz dikim.

Ez li vir didim daxuyandin. Di vê mijarê de gelek tespîtên min ên balkêş hene, niha dem teng e, ez ê piştre bi berfirehî bidaxuyînim. Encax ez niha ew qas bibêjim. Rahşan Ecewîd jî ji devê xwe şehitîbû. Digot, li Riha, Bozova li wan deran dixwazin Qudûseke nû biafrînin. Balkêş e,  di nav van de ne kurd û ne jî tirk hene, dixwazin bi hemanên(unsur) cuda vê bikin. Dixwazin Gazze û Qudûs biafrînin.

Bi wesîlaya 60’emîn Rojbûyînê, dikarin li gund ciyek veguhezînin daristanekê. Min berê jî gotibû, dikarin li Çiyayê Cudî parqeke netewî çêbikin. Ji ber ku niha demsala wê ye dibêjim. Dikarin ji niha de li her derî daran biçînin û daristanan pêk bînin.

Di anketên dawîn de çi dibêjin der barê Amedê de? Li herêmê bi giştî bilindbûneke DTP’ê heye ne wisa? Divê DTP’ê gelek bixebite. Divê xebatên xwe bi pêş bixe û berfirehtir bike. Nikaribûn Amedê bi dest bixin, nikarin bi dest bixin jî, nikaribin ji min qut bikin. Çima bi serneketin? Ev girîng e. Bi vê wesîleyê, ji Amedê re silavên xwe yên taybet dişînim. Ku min rêxistineke çar û çar saz kirina û xebitîma û min propaganda bikirana, min ê nikaribûna di dilê gel de ciyek ava bikirana. Girêdana gel ji bona min ji kûrahiyan, ta ji dilê wan tê.

Almanya di salên 85’an de li dij me şerekî taybet birêve bir. Sedat Bûcak kirin serokcahş. Sedat Bûcak, wekî serokcahşekî herî mezin îlan kirin. Gotin ku gelek herêman herî baş ew kontrol dike. Bi destên wan gelek kuştinan kirin. Piştre jî Sedat Bûcak perwerde kirin û şandin. Sedema ku hê jî Demokratên Civakî ya Almanya helwest girtine jî ev e.

Hêza kî çiqas heye, Elçî û yên din, hêza yên din çiqas heye, wê ev di hilbijartinê de derê holê. Her hal Talabanî-Barzanî AKP destek dikin. Nabêjim destek jî dikim. Ez vê tam nizanim.

Ez nizanim DTP çiqas min temsîl dike. Wê hilbijartin gelek tiştan zelal bike. Parastina xwe ya nû dinivîsim, nivîsandinê didomînin. Ez gihîştim gelek tespîtên girîng. Ez bi kûrahî lêhûr dibim. Di parêznameya min de beşa Rojhilata Navîn, wê bibe pirtûkeke gelek girîng. Belê, wê dem bigire. Di dirêjbûnê de jî fikarek nîn e.

Ji gelê me re silavên xwe dibêjim. Ji gelê Qersê re silavên xwe yên taybet dibêjim. Ji jinan re silavên xwe yên taybet dibêjim. Min mijara jinê di parêznameya xwe de, bi awayekî bi hêz û bi kûrahî bi dest girt. Der barê wê çawa azad bibin de min gelek gavên girîng avêtin. Bila ji vanan sûd werbigirin. Bila xwe bi pêş ve bibin.

Ji her kesî re silav.

18 Adar 2009