Li her çar aliyê Kurdistanê û li her deverên ku kurd lê dijîn, Newroza 2621’emîn bi rihê mazlûman hate pîrozkirin. Gerîla jî li her lûtke û girên çiyayên Kurdistanê Newrozê pîroz kirin. Çi ji radyoyê çi ji televîzyonan, gerîla Newrozê bi coş û moreleke mezin şopandin. Amed dîsa wekî her carê erka xwe anî cî û milyonek kes tev bi hev re Rêber Apo silav kirin. Li Stenbolê qîrîna 500 hezar kesî li giravên Îmraliyê olan dan. Li her deverî hate diyarkirin ku riya aştiyê di Îmraliyê de derbas dibe.
Ne pir dûr e, gelê kurd berxwedanî û çalakiyên Gabar, Oramar û bi berxwedaniya Zapê, sala 2009’an pêşwazî kirin. Rih û moralê netewî di tu demê de wisa bilind nebûbû. Piştî têkçûyîna Zapê ya artêşa tirk, Emerîka-Îngilîz-Îsraîl careke din dewleta tirk ji têkçûyînê rizgar kirin. A rast ev sî sal in, NATO di pêşengiya Almanya û Îngîltereyê bi PKK’ê re şer dikin. Dewleta tirk jî tenê piyonek bû di vî şerî de. Nexwe tenê li dij me dewleta tirk hebûna, me yê deh sal berê dewleta tirk bianîna riya rast. Lê her cara ku kurd zorê da dewleta tirk, nehiştin û mûdaxale kirin. Ev rewş di hemû raperîn û serhildanên kurdan de jî çêbûye. Piştî ku li bakurê Kurdistanê bi pêngava 15’ê tebaxa 1984’an, di pêşengiya Almanên faşîst ve êrîş birin ser kurdan û pêvajoya înfazkirina kurdan dan destpêkirin. Almanya bi tanqên xwe û bi qedexekirina PKK’ê re, di asta herî jor de, bi gerîla re şer kir. Tabî ev erk ji hêla NATO’yê ve hate dayîn û bi Gladyoya Tirkiyê ku jê re Ergenekonê tê gotin, dest bi kuştinan kirin. Herî kêm 20 hezar welatparêzên kurd hatin qetilkirin. Hemû jî bi destûr û fermana Emerîka û NATO’yê hate kirin.
Di hevdîtina 5’ê mijdara 2007’an de, Emerîka înfazkirina kurdan da sekinandin û li hember vê PKK’ê wekî dijmin îlan kir. Pê re jî, bi tirkan Dewleta Federa ya Kurdistan da qebûlkirin. Li hember vê jî Emerîka hewl dide Tirkiyê wekî cenderme û cahşan li Rojhilata Navîn bikar bîne. Bi projeya xwe ya îslama nerm, di şexsê AKP’ê de, hewl dide modelek ava bike. Li hember vê di nava Ergenekonê de hinek derdor li hember vê biryarê derketin û bi mûdaxaleya Emerîka re rû bi rû man. Meseleya Ergenekonê ev e ku, ev derdorên mêrkûj ên ku Emerîka nas nekirin, berjewendiyên Emerîka xistin xetereyê û dest avêtin sermayeya yahûdiyan, lewre biryara tesfiyekirina van kesan hate girtin.
Digel van geşedanan ev çend meh e, bahsa konferanseke kurd tê kirin. Di serî de ya zelal ev e ku, ev projeya Emerîka ye. Di nav de hêzên başûr jî hene. Talabanî, ev demeke derî bi derî mîna ku morîkên dayîka xwe winda kiribe digere. Mixabin xwe tiştek dihesibîne û dibêje dema çekan û filan derbas bûye. Mixabin Talabanî, lingek wî di gorê de ye, lê bi qasî misqalek jî ji bona gelê kurd tiştek nekir. Niha jî li ber mirinê ye, hê jî kurdan pêşkêşî dinyayê dike. Qe nebe, di temenê xwe yê dawîn de, başiyek bikirana. Lê mixabin!
Bila her kes vê bizanibe ku, gerîla hêza parastina cewherî ya gelê kurd e û temînata çareseriyeke rastîn e. Em ji erd heta asîman girîngî û pîrozbûnê didine yekîtiya kurdan. Lê PDK û YNK bi van nêzîkatiyên xwe hêz didin projeyên dijminan. Gelê kurd di dîroka xwe de tu carî wisa derfetan bi dest nexistibû. Van salan salên dîrokî ne. Ku yekîtî bi pêş nekeve, wê hemû qezencên kurdan bikeve talûkeyan. Dewleta tirk ne dilsoz e, derewkar e û xwîna kurdan fir bike jî dilê wan rihet nabin. Lê mixabin Celal Talabanî jî berdevkiya wan dike û wan dike bira û birayên xwe yên ku bi saya wan li piya maye jî, bazar bi bazar difiroşe.
Ku mesele ev be û hûn dixwazin aştî bi pêş bikeve, vaye serokatiya me li Îmraliyê ye. Çima Talabanî vê nabîne û bê PKK li çareseriyan digere û bangên eletewş dike.
Bila vê baş bizanibin ku, bê PKK konferans li dar xistin, ferzkirina teslimiyetê ye. Daxwazên çek berdanê, qebûlkirina jiyaneke bêrûmet e û qirkirina kurdan e. Ev lêgerînên çareseriyê yên bê PKK, konsepteke îmhayê ye.
Êdî PKK tevgereke civakî ye. Bila her kes ji xwe re cidî be. Hûn çawa dikarin wisa teslîm bigirin? PKK ne çend hezar gerîlayên li serê çiyaya ne. PKK bi hezaran qadroyên profesyonel, bi milyonan sempatîzan, bi hezaran fedayî ye.
Kesê mîna Henrî Barkey şapînok, bêterbiye û beredayî bi aqlên xwe yên biçûk projeyan amade dikin. Dîsa Talabanî daxwaza çekberdanê dike. Baş e, bila Talabanî û Barzanî hêzên xwe yên pêşmerge belav bikin û çekên xwe bidine Emerîka, wê demê em ê jî çekên xwe bidine wan. Na ger ku ji bona wan hêzên çekdar girîng bin, heman tişt ji bona me jî wisa ye.
Bila dost û dijmin her kes bizanibe, wê tu caran gerîla dev ji çekan bernede. Gerîla hêza parastina gel e. Çareserî bi pêş bikeve jî, wê gerîla hebe û çi li serê çiya çi li bajaran wê xwedî çek be. Lewma daxwaz û bangên çekberdanê, bêterbiyetiye û şapînokbûne.
Rûbar Andok