HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Cemîl BAYIK

R. T. Erdogan li Davosê di civîna beşdar bû de helwesta ku nîşan da li Tirkiyeyê di nava xalên sereke yên rojevê de cihê xwe girt. Hema hema di tevahiya kanalên televizyonê û rojnameyan de helwesta R. T. Erdogan mîna nûçeya flaş/lezgîn derbas bû. Bi vê yekê bi sînor nema; têkildarî mijarê serî li nerînê welatiyên li kolanê jî xistin. Texmîm dikim helwesta ku R. T. Erdogan li Davosê nîşan da wê demeke din jî raya giştî bi xwe re mijûl bike. Der barê helwesta R. T. Erdogan de nêrînên derdorên cuda yên siyasetê jî di organên çapemenî û ragihandinê de hatin nîşandan. Her çiqas nêrîn hatibin ziman ku R. T. Erdogan vê helwestê ji bo siyaseta hundir mîna amûr wê bi kar bîne jî, atmosfera hate afirandin tam jî li gorî dilê R. T. Erdogan bi pêş ket. R. T. Erdogan hewayeke qehremaniyê bi dest xist. Lê belê ka çiqasî R. T. Erdogan qehreman e ev ji nîqaşê re vekirî ye. Lê belê helwesta li Davosê nîşan da balkêş e.

R. T. Erdogan li Davosê çi kir? Panêla ku mîna beşdar tevlî bûbû terikand. Di terikandina panêlê de atmosfereke ku li dijî Serokomarê Israîlê şîmon Peres panêl terikandine hate afirandin; lê di civîna çapemeniyê de aşkere kir ku wî ji bo protestokirina moderatorê panêlê ev helwest nîşan daye.

Her çiqas atmosfera ku R. T. Erdogan afirand û peyama da bi hev re bi nakok bin jî, diyar e ku li wir şovek kir. Ji ber vê yekê jî li gor ji raya giştî re hate aşkerekirin ne niyet ne jî helwesteke R. T. Erdogan a cihgirtina li cem fîlistîniyan û dijberiya Israîlê ne mijara gotinê ye. Jixwe ne felsefe ne jî têkiliyên aborî û siyasî yên R. T. Erdogan derfetê didin tiştekî wisa. Heger ev yek rast were fêmkirin wê sedema şova R. T. Erdogan a Davosê jî were fêmkirin. Rastiyeke ku tê zanîn ev e ku AKP û Erdgan di çarçoveya praktîzekirina polîtikaya DYA’yê ya der barê Rojhilata Navîn de hatine amadekirin. Di siyaseta DYA’yê ya Rojhilata Navîn de yekîtiya Tirkiye-Israîlê hatiye sazkirin. Têkiliyeke bi vî rengî; dijberiya Tirkiyeyê ya li hember Israîlê li aliyekî, tenê dikare bibe sedem ku hevkariyê bike û kirinên wê destek bike. Rastiya meseleyê ev e.

Bingeh û hebûnên têkîliya Tirkiye û Israîlê jixwe destûrê nedin ku encameke ji vê cûdatir derkeve holê û biqewime. Têkiliya di navbera Tirkiye û Israîlê de ji ya xuya dike bi hêztir û bingehîntir e. Ev têkilî xwe disipêrê dema Osmaniyan. Di avakirina Îttihat Terakki de rola sermayeya cihûyan diyarker e. Di salên 1950’î de di navbera Tirkiye û Israîlê de peymaneke veşartî hate îmzekirin. Di vê peymanê de hatiye destnîşankirin ku têkildarî hin mijarên nazik dikarin peyaman bidin, lê belê ji aliyê van dewletan ve hatiye misogerkirin û ewlekarî hatiye dayin ku bi tu awayî ew ê neyên dijberî hev. 

Têkiliyên Israîl û Tirkiyeyê di roja me de kûrtir in. Li gelek herêmên Tirkiyeyê milkê cihûyan gelekî zêde ye. Razandinên aborî yên li GAP’ê nêzî ji sedî 70’yî ji aliyê şîrketên cihûyan ve hatine kirin. Di şerê qirêj yê li Kurdistanê dimeşîne de dewleta tirk desteka herî zêde ji Israîlê girtiye. Destekeke wisa ye; heger Israîl desteka dide Tirkiyeyê bibire an peymanên di vê çeçoveyê de hatine kirin betal bike wê derfeta rojekê domandina şerê ku Tirkiye li Kurdistanê dimeşînê nemîne. Ev rastî ji aliyê rayedarên dewleta tirk ve jî tê bilav kirin. Balafirên şer û tankên li Kurdistanê tên bikar anîn ji aliyê Israîlê ve hatin modernîze kirin. Ya ku balafirên keşf û îstîxbaratê dide Tirkiyeyê Israîl e. Dîsa pîlotên balafirên şer ên tirk ji aliyê hîndekarên Israilî ve tên perwerdekirin. Li Tirkiyeyê ku xwedî serfermandarê ku wêneyê wî yên li ber ‘Dîwarê Girî’ yê Qudsê di rojnameyan de tê weşandin û xwediyê têkiliyeke hev qas kûr û stratejîke, ne mumkun e li dij Israîlê bibe xwedî helwest. Helwesta Tirkiyeyê ya li dij Israîlê, mîna herî dawî di organên çapemeniyê de jî hate nîşandan, tenê dikare ji bo bombebarana ser gelê filîstînê derfetê bide ku li Konyayê talîm û perwerdeyhe bibînin û destkirina êrîşên wê be. Di rewşeke ku ev rastî tev li holê ne, ne mumkun e kes ji şova R. T. Erdogan a li Davosê bawer bike. 

Rêber Apo di nerînên xwe yên di organên çapemenî û weşanê de cih digirin de êrîşa Israîlê ya li dijî Gazzê hatibû nirxandin. Rêber Apo destnîşan kiri bû ku pêwîste were fêmkirin ka agahdariya R. T. Erdogan ji êrîşê heye an tune ye û bersiva vê pirsê gelekî girîng e. Bombebarankirina Qadên Parastina Medyayê ya di heman demê de, bersiva ku Rêber Apo pirs kiribû derxistibû holê. Ev rastî, di demeke wisa de sedemên lidarxistina şova R. T. Erdogan a Davosê radixe ber çavan. Ev demeke di raya giştî de tê guftûgo kirin ku DYA planeke nû ya Rojhilata Navîn pêk tîne û di vê planê de rol daye AKP’ê û Tirkiyeyê. Di vê çeçoveyê de aşkere dibe ku Tirkiyeyeke bi rêveberiya AKP’ê tê xwestin ji bo welatên îslam yên Rojhilata Navîn bibe model. Hêzeke ku ji bo dewletên îslam bibe model jî divê bibe xwedî sempatî. Şova Davosê ya R. T. Erdogan derfeteke bi vî rengî ji bo AKP’ê afirand. Hatiye plan kirin ku lawaziyên hêzeke bi vî rengî ku dixwazin bibe modela welatên misilman ên Rojhita Navîn ji holê werin rakirin. şova Davos a R. T. Erdogan a di dema em ber bi hilbijartinên herêmî ve diçin, ji bo AKP ya hêza xwe wendakiribû derfeteke bi vî rengî afirand. Erogan û AKP ya di bin serokatiya wî de, hêna tevlîheviya şova li Davosê ne qediya bû ketin nava hewldana bikaranîna van derfetan û wergerandina vê yekê ya mîna destkeftiyekê. Ev rastî bi tenê jî têrê dike ku sedema bingehîn a şova Davosê were dîtin.

Divê ev rastî were dîtin û şova R. T. Erdogan a Davosê bi rastî ji gel re were rave kirin, derfet neyê dayîn ku bayekî demagojîk were afirandin. Divê were nîşandan ku tu caran AKP nikare bibe dijberê Israîl û dostê gelê mazlûm ê Filîstînê. Her wiha divê têkiliya AKP’ê û Israîlê were teşîr kirin û rê li lîstika tê lîstin were asteng kirin. Bi vê yekê dikare sedema bingehîn a şova Davosê li ber çavan were raxistin.