Hevalê Cenk, di sala 1970´an de li gundê Difnê yê girêdayî Eskifê (Hasankeyf) tê dinê. Ji malbateke welatparêz e. Ji ber welatparêziya malbata wan, pir zilm û tadeyê dîtine û bûye kelemê çavê neyarê neyaran.
Di dawiya sala 1981 an de meha îlonê de bavê Cenk tê girtin. Heval Cenk, havîn û zivistan, şev û roj dixebite. Pênc an deh rojan carekê diçê hevdîtina bavê xwe diravên ku bi keda xwe qezenç kiribû dida girtiyan.
Her wiha di heval Cenk de giyana welatparêziyê kûr dijî, neyar, bi hêrseke hişk di dilê wî de cih digre. Evina welêt pêl bi pêl di dîle wî de cih digre.
Heval Cenk, wek ku di çîroka jiyana wî de jî tê dîtin, her tim li ser lingê xwe ye, tenê bi hewl keda xwe jiyana xwe didomand. Digel ve tenêbûna xwe, ew dîsa bi ser dikeve.
Heval Cenk û malbata wî, ji ber tinebûn û hêjariyê neçar dimînin û koçî metropolên Tirkan dikin. Heval Cenk, zîrekbûn û jêhatîbûna xwe, di xortaniya xwe de jî didomîne. Hevalê Cenk, li Izmirê di restoranekê de dixebite. Ji welatê xwe dûr ketiye. Lê, dilê wî tim bi hesreta Kurdistanê dişewite. Li Izmîrê hingê di nava Kurdên ku koçberbûne de hestên netewî hêdî hêdî hişyar dibe.
Heval Cenk, demekî di HEP ê (Partiya Kedê ya Gel) de dixebite. Lê agirê dile wî roj bi roj gur dibe, şerê ku li Kurdistanê tê meşandin wî dikşîne nava xwe. Heval Cenk, bi dilxwaziyeke pir xurt tijî dibe. êdî qet tiştek nikare wî bide sekinandin. Biryara tevlîbûna şer dide. Malbata wî ya welatparêz jî hember vê biryarê dilşad dibin. Û pîroz dikin. Heval Cenk û berendamê şer têne girtin. Heval Cenk, bi lehengî li hember dijminê dagirker di ber xwe dide.
Berxwedana wî rûyê dijmin reş dike. Dîsa vê demê bavê heval Cenk jî, tê girtin. Bi hev re çend mehan li girtîgeha Bûcayê dimînin. Dijmin neçar dimîne, wan berdide. Ew herdû jî, bav û kûr an go herdû heval bi hev re sond dixwin ku, heta dilopa xwîna xwe ya dawiye wê li Kurdistanê şer bikin.
Heval Cenk, di sala 1992´an de tevli refên gerîla dibe. Hevalê Cenk, demeke dirêj li Xerzanê herêma Reşkotan, Bekirpan û Kûbanê de dixebite. Di sala 1994´an de navenda biryargeha fermandariyê ARGK gazî dike û wezîfeke nû dide wî. Êdî heval Cenk, di navbera Amed û Xerzanê de, di deştê de berpirsyarî girt.
Di 18´ê Pûşpera sala 1994´an de heval Cenk, barê hemû şervanên azadiyê yên n, ji gundê dayikê girt ku, bibe biryargeha navendî. Heval Cenk, hemî barên şervanên nû jî pişt dike, dide pêşiya wan û dimeşe. Lê sercerdewanê xayîn Amîlo û tîmên taybet ji wan re kemîn datînin. Di tariya şevê de xayînî dîsa li lehengî û mêrxwasiyê re bêbextiyê dike. Noker û xayînan bi hev re gule reşandin li ser şervanan. Heval Cenk, birîndar dikeve. Lê heta dilopa dawi ya xwîna xwe li hember xayînan şer dike. Şervanên nû xilas dike. Bi xwe jî li wir, li ser xaka welatê xwe, weke stêrka geş bilind bû û tevlî nava kerwanê şehîdan bû. Her wiha wazîfa xwe ya dawiyê jî bi mêrxwasî û bi lehengî bi cih tîne û xwe dixe nava dilê çiyayê welatê xwe.
Heval Cenk, nemir e. Bi vî awayî di nava dilê gelê xwe de û li serê çiyayê Kurdistanê de wê her bijî. Em sond dixwin ku emê şopa wan de heta azadiyê bimeşin.
Hevalên wî yên têkoşînê