HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

sehit lehengLi hemberî hemû zorahî û dagirkeriya ku tê jiyîn damarên ku di keviran de xwe xurt û fireh dikin û hebûna xwezayî di dilde hemêz dikin,dema ku mirov dixwaze bihizirandin nêzî rastiyê bibe, wê demê rastî jî xwe bi asanî xwe bi jiyana mirovahiyê hemdemî ava dike. Hêviyên jiyana mirovahiyê kulîlkên hebûna azadiyê, azadîxwazên Kurdistanê. Hevalcan jiyana gelekî biêş tê jiyîn, mamosteyên jiyana azad belê helbestvanên hêja yên ku helwestên xwe di rêya hebûna mirovahiyê de armancê mezin dikin û bi dilopên xwêdana xwe xemla biharê ya ku di rûyê mirovatiyêde ken û eşqa dawiya wê ku nayê tunekirin wê dide jiyandin, di kesayetên weke we her kes jiyan dike de.Ew eşqa ku wekî damarên ku nayên qutkirin, kaniyên ku nayên zihakirin, pêlên arê yên kubi dest nayên girtin…Gelo ma qey ti kesek dikare pêlên xweşik ên deryayê li hev cuda bike,beravajî viya her çiqas ku xeterî dixweze xwe navber bike pêl û derya hev hemêz dikin û hev bihêz dikin. Belê hevalên dil, girtiyên jiyanê ji dûrbûyîna we, biêş tên jiyan kirin ji wê rûmeta ku we daye nîşandan armanc û netbûyîna hevalatiya ku di wê jiyana mezinde tê jiyandin di milê hemû mirovahiyê de ew mezinbûyîn li ber çava ye.Her çiqasî ku dagirkerî dixwaze wê ya tûne bike û nehêle li ber çavan bê girtin jî lê belê dîrok wêya dinivîse û heqîqet ti carî tune nabe. Roj tên û dem bi watayên afirîner dibûhirin.Hevalên hêja, rojek ji wan roja ku di siharê ku tu çavên xwe ji netbûyîna dûnyayê vedikir û bi tîrêjên rojê yên ku çiyayên bilind û bedew a ku nefesa gerîlatiyê û kena zaroktî hemêz dike lê belê bi rastî jî wêya dikarim bi lêv bikim ku di wê rojê de her hevaleke ku girtîbûyîna di hûndir de jiyan dikir û di nêzde hîs dikirin gengeşîbûyîn û giraniya ku di laşê hevalan de hebû.Her wekî ku tişt dihatin jiyankirin lê belê nekarîn bi lêv bikin.

Di wê rojê de demjmêr di 11`yan de balafirê bêpîlot a ku weke çavbixwîn bibû li ser qadê difirya û derûdora xwe teng kiribû.Her weke xewnekê ji min re hat.Demjimêr derbaz dibû, di demjimêr13`an de dengê ku dixwazin bi rastî mirovan tûne bikin hat û ev roj weke şevekê tarî derbas bû.Heyolayên ku ji devê wan agir dibarî, agir li ser xwezayê dibarandin. Erê hevalên hêja wekî ku tê zanîn didilê hîs dike de  çi carî dawî nabe lê belê êdî wexta xwatirxwestina we ya dawî bû. Erê, hevalê Leheng Qamişlo dema ku min tu naskir taybetmendiyên te yên ku her tim mirov dikişand zîndîbûn û heskirina te li hemberî jiyanê û hevaltiyê…Û ew hesasbûyîna li hemberî hevaltiyê ya ku nedihîşt çi carî gengeşî di navbera hevaltiyê de çêbibê.Hêvî û baweriya ku her tim te jiyan dikir dihîşt ku bawerî û mezinbûyîn were jiyan kirin.Li hemberî karê xwe her tim bi ziravî nêz dibû û karê ku tu bi ser de diçû heya ku dawî nekirbûya dest ji nediqeriya.Di heman demê de çi carî te nedixwest kesek li ser serê te bibe û tu ji karbike.Her tim te bi baweriya xwe û pîlanên xwe bimeşînî û tena bi serê xwe bi wêya hemû ji bawerîbûyîna te ya ku te jiyanê dagirtîbû.Her wekî hevalê Harûn Kajîn di serkeftinêdetim biheter û di jiyanê de jî tim bi hezkirineke mezin nêz dibû.Hevalekî bêdeng bû lê belê bi vê bêdengiya xwe, bi çavên xwe jiyan hemêz dikir û wekî hevalên din hevalêPartîzan Bagok,Elî Heyîdar, Rojhat Kobanê ez bi wan hersê hevalan re nemabûm.Lê belê di wê jiyanê de rastiya hevaltî ji her tiştî nêztire ji bona wê jî êşên her hevalekî/ê ji bona me wekheve. Ev berxwedana hevalan a ku heyanî dawiyê li berxwedan ji me hemûyan re hêzek mezin dide û hêrsa me ya tolhildanê mezintir dike.Ji hemû kulîlkên azadiyê re hezkirina xwe ya bêdawî bi lêv dikim.

20 Cotmeh 2011

Sozdar Kendal