Raza di cîhana şîniyê de avjenîkirin, di nepenî û kûrahiya abadîniyê de ye. Her roj bi rengê şîn re dîdar bû. Ji ber ku hêşînahî azadî bû. Te ji behra fûriyayî û ji bilindahiya ezmanan hêza xwe digirt.
Weke cihana wê ya hundirîn, çavên wê jî hêşîn bûn. Hecçko dema min tu dîtî, ji min re pir dûr û sar hatibûyî. Dibe ku sedema xwe ji nenaskirina te û -piştî dîlketina Serokatî weke her jina çiyayî- ji rewşa min a derûnî digre. Demeke dirêj me di rêveberiya heman yekîneyê de cih girt. Piştî kum in rêhevaltiya te ya germ nas kir ev nêrînên min ên balkêş guherîn. Dema min ji te re behsa hevnasîna me ya ewil dikir, dîsa bi wan du behren fûriyayî tu dikeniyayî. Jiyana te jî weke kene te yê fûriyayî tê û tije bû û bi baldarî nêzî her qada jiyanê dibûyî. Di jiyanê de tu him dibûyî mamoste û him jî dibûyî xwendekar. Ev mijar sedema xwe ji dilpakiya te digirt.
Yekemîn bîranîna me bi derçûnekê (întîşar) destpê kiribû. Ev derçûn bi boneya perwerdehiyê bû. Bo ku berî wê hayê me jê hebû em amade bûn. Bi teqîna fîşenga yekemîn hemû hevalên mangê rahiştin amûrên xwe û em çûbûn sere gir. Di navberê de jî me bi coş nîqaşa, di şer de em ê çawa bêhtir bi lez, xasûk û şareza bin, dikir. Di yekemîn dewreya dibistana leşkerî de ew coşa te ya perwerdehiyê bala derdorê jî kişandibû. Ev yek perwerdekariya te ya jiyanê jî derdixist holê. Aliyekî te yê din ê bale dikişand jî ew bû ku, nêzîkatiya te ya tîmê bû. Rêhevalên ku di tîma te de cih digirtin, ji te û vê perwerdekariya te pir razî bûn. Her wiha di jiyanê de te ti carî yek alî nedifikirî.
Di lîstokan, meşên şeve û di perwerdehiyên leşkeri de tu her tim rûken bûyî. Ji zewqa te ya govend girtinê hetanî ew kenê li xwe yê resen, te çanda xwedawenda dianî bîra mirovan. Di pêvajoya perwerdehiyê de tişta ku herî zêde bala min dikişand xweyrêgezî, sekna te ya bêtawîz û bertekên te yên watedar bûn. Ji aliyekî ve ew parvekariya te ya jidil û ji aliyê din jî piştî her waneyê ew nîqaşên te yên bicoş rê da ku xwe di dilê her hevalî de bi cî bikî. Rêgeza te ya jiyanê, wek Rêbertî digot; ‘‘xwe bigihîne yê li pêş û yê li paş mayî jî bigihîne xwe’’ bû. Ji ber vê taybetmendiya xwe jî di jiyanê de tu her nefsbiçûk bûyî û te her alîkarî dida rêhevalên xwe. Bi vî renge xwe yê resen ti di jiyanê de tu qet tenê nedimayî. Di çûyîna koma Dêrsimê ya 2003’yan de rêheval Faraşîn jî hebû. Beriya çûyînê hat gel min ku ji min xatir bixwaze û bi zimanê çavan wek ku ji min re bêje; ‘‘tu jî nayê’’ dinêrî. Di dema destgirtina me de min gotibû; ‘‘ez baş dizanim ku di gelek mijaran de tu yê serkeftinan bi dest bixî. Niha tu gelekî dûr diçî. Her tim bi vê pak û paqijiya xwe ve bimîne.Soz didim te, dê demildest xwe bigihînim te.’’ Û me bi van gotinan hev hemêz kiribû. Xwesteka me ya dawî jî li Dêrsimê hevdîtin û nêzbûna Serokatî bû. Piştre di demeke nêz de ez jî bûbûm rêwiya rêya Dêrsimê. Cara yekemîn di 2004’an de li cîhekê min tu dîtibû. Qet ji bîra min naçe, bê ji bêrîkirinê bû yan jî ji kêfxweşiyê bû nizanim lê di du-sê deqên destpêkê de bi girîyekî bi deng me hev himbêz kiribû û piştre me kenê xwe yê şilopilo jî tevlî vî kenî kiribû. Heval Faraşîn ji ber ku ji Ovacikê hatibû mintiqeya me, her behsa bîranînên xwe yên wê derê dikir. Behsa bedewiyên bêdawî yên Ovacikê, Elî Boxazî, Ava Tagarê û bîranînên xwe yên qampa çile dikir. Çileya wê salê me bi hev re derbas kir û hevala Faraşîn din av me hemû hevalan de ya herî kelecanî û bicoş bû. Ji ber ku pirtûka Serokatî ya bi navê ‘‘Parastina Gelekî’’ nû gihabû destê me em hemû bi coş tevlî perwerdehiyê dibûn. Em bi rêheval Faraşîn û Roza re heta derengiya şevê di nav nîqaşan de bûn. Dema me mijara ‘‘kaosê’’ nîqaş dikir hevala Faraşîn pir kelecanî dibû û dibû sedem ku bîranînên me yên kêfxweşiyê zêde bibin. Di tevlîbûna xwe ya jiyanê de xweyrişt bû. Ruxmî vê aliyên xwe yên pak, xwezayî û zarokî jî hebûn. Cewherên elewîtiyê yên mîna humanîstî, dilsozî û dilpakiyê di kesayeta xwe de yek bi yek dabû rûniştandin. Têgihiştina wê di herî kar û barî de xwe zû dida der. Gelek heval him di jiyanê û him jî di şer de xweziya xwe bi tevlîbûna wê dianîn.
Belê hêşînahiya rondikên minî mîna Mûnzûrê diherike, rêhevala min a dilsoz… Çavên min her li te digerin. Herî dawî em ji Neh Qelaçan ji hev veqetiyan. Ez çûm rojavayê Dêrsimê û tu jî çûyî rojhilatê Dêrsimê. Hemû hevalên bi te re mayî, bi erênî behsa tevlîbûna te ya jiyanê dikirin û te mînak nîşan didan. Di demeke kurt de te xwe bi pêş xist û bi ilhama ku tu li cihê heval Zîlan bûyî, bi carekê ve wek dareke spîndarê te reh berda ew axa qedîm. Te di dilê her rêhevalê/î de xih girt û tu buyî fermandareke mezin. Bi bişîrîna bihara 2008’an çavê xwe vekiribû. Bi 11 rêhevalên xwe ve berê xwe dabûn rôjê û ew bi çavan himêz kiribûn. Li himbêza dayikê ango li Qelaçên Hingirwanê dijmin ew xistibûn kemînê. Du rojan li ser hev dijmin bi helîkopteran bombe li ser serê wan reşandibû. Pevçûn qewimîbû. Li gor gotinên hevalekî ji pevçûnê filitîbû, ‘‘ li hemberî berxwedan û wêrekiya rêheval Faraşîn heyran mabû’.’ Xwestibû arîkariya hemû hevalên xwe bike. Bi xwînsariyê dema dixwaze rêhevalên xwe ji nav dijmin derxîne, bi giranî birîndar dibe û bi vî awayî di rêwîtiya ber bi rojê ve ew jî wek hezaran rêhevalên xwe dibe mêvanê ezmanên şîn…
Ez te
bi tîrêjên rojê
Bêdawîtiya ezmanên şîn
Bi dilpakî û hezkirina rêhevaltiyê
Bi bêrîkirinên bê dawî bi bîr tînim…
Rojbîn FARAŞÎN