Dîrokê her tim mirovên leheng afirandiye. Dîroka gelê me de jî yên wekî Egît, Erdal, Zîlan û Berîtan û bi hezaran şehîdên bi rûmet, erdnîgariya Kurdistanê afirand û ev erdnîgarî qehremanên bênav dide jiyîn. Lê dîroka wan nedihate nivîsîn.
Serheda dilbirîn gelek xort û ciwanên xwe dan vê axê. Hinek ji wan yên vê xakê bûn. Dilê gel de kulîlkên berfînê bûn. Şîn dibun di binê keviyên berfê de. Serî radikirin ji bona jiyana vî gelî. Bedena xwe dikirin mertal. Ciwan û zarokên heviya Ehmedê Xanê, wek çîroka Mem û Zînê evîneke bêhempa dijiyan. Ev ciwanana li çiya û zozanan dibûn rêhevalên şiverê berf û serma û seqemê… Dibûn bersiva evîna Ehmedê Xanê.
Heval Berxwedan bûbû ewrek biharê û ev ewrê jiyanê ji Xerzanê berê xwe dida Serhedê. Rêheval Berxwedan Koçer di sala 1996’an de dest bi gerîlatiyê dike. Li Botanê û Serhedê karê xwe dimeşîne. Naskirina me di 2006’an de li Tendurekê çêbû. Gava min wî dît, min moralekî mezin jê girt. Ew gerîla bû, di cihê xwe de nedisekinî û hevalekî pir hişyar bû. Disiplîna wî nedihişt ku mirov bikeve nav kêmasiyan. Ji xwe bawer bû. Ji her tiştî re wêrek bû. Ew sekna wî ya bi heybet i carî serî neditewand. Rê û rêzikên gerîla her pêk dianî. Di meş û jiyana wargehê de her tim şiyar bû. Carinan mirov xwe bi xwe digot rêheval Berxwedan razaye, lê gava ku me dengekî biçûk jî derdixist pê re çavê xwe vedikir. Rêheval Berxwedan di milê leşkeri de ti carî tawîzan nedida.
Rojekê em li Geliyê Zîlan bûn. Em çend hevalên bi navê Ş.Berxwedan, Ş.Karker, Ş.Gabar (Koçer), Ş.Sîpan, Ş.Brûsk û çend hevalên din li gel hev bûn. Berdestê siharê em gihaştin qampê.. Di nav qampê de keviyên berfê jî hebûn. Em li qampê rawestiyan lê xewa me yekî jî nedihat. Cih zozan û derdor jî ripîrût bû. Ji boyî ku ti kes me nebîne, pêwîst bû beriya roj hilbe me ava xwe bianiyana. Me ava xwe ji keviyên berfê peyde dikir. Çend şaşal û reşoyekî me hebû. Lê tiştekî ku em bişewitînin nebû. Ne gunî û ne jî kemre. Me reşo girtibû ku ji boy em çayê çêkin. Lê emnikaribûn serî bi sermaye re derxin. Tahma rêwîtiyê di çayeke kelî de heye lê çaya me jî çênedibû. Sisê an jî çar şevên me hebûn.Êdî roj hilabû û xewa kesî ji me nedihat. Ji boyî ti kes me nebîne em ji nav kebiran dernediketin.
Di wê navberê de Ş. Berxwedan çend bîranînên xwe ji me re vegot. Bîranîna wî li ser çay çêkirinê bû. Di ber re jî digot; ‘‘tahma gerîlatiyê hindeki jî di çêkirina çay de ye’’ pê re jî; ‘‘Hûn jî dizanin ku me ev çaydan li ser pişta xwe ji Başûr hetanî vir vala vala neaniye, ger em çayekê ji vî çaydanî venexwin qet nabe.’’
Bîranîneke xwe ya dî jî wisa dianî ziman; ‘‘Em li qada çaran, nêzî çiyayê Allah û Ekber bûn. Dîsa ne gunî û ne jî kemre hebûn ango tiştekî ku em pê agirê xwe geş bikin nebû. Wê demê min şiveke hişk kir çar parçe. Pişt re min çewalekî naylon bi kêra xwe veçirand. Ew çewalî li şivan pêça û bi sê keviran kuçikekî çêkir. Çaydan tije av kir û danî ser kuçik. Agir bi naylonê li şivan pêçayî xist û bi vî awayî parçeyên şive jî şewitîn. Hemû hevalan got; ‘‘ew çaydan bi çar parçên şivikê re dê çawa bikele?’’ Lê Ş.Berxwedan got; ‘‘Ev naylon û parçeyên şivikê wê çaydan zû bikelîne. Ji ber ku min kuçik gelekî nizm kiriye û têna agir hemû li bine çaydan dide. Dê ev çaydan zû bikele û hetanî êvarê em bê çay namînin.’’
Gerîla li ku be jî divê cihê wî neye zanîn. Dema mirov di çeperan de be, bêdengî gelekî girîng e. Dema mirov din av kevir an jî dolekê de be, dûyê agir mirovan deşîfre dike. Ew roj bi van gotinan tecrûbeyên xwe ji me re vedigot. Ew roj bi çar parçên şivikan û naylon hetanî berêvarê ji me re çar caran çay çêkir. Şevê gava dimeşiya her tim çeka xwe di destê xwe de digirt. Nediavêt milê xwe. Ji bo pevçûnan her dem amade bû. Saet 12’ê şevê bû. Em ketibûn cihekî xeter. Gund û zomên çaşan bûn. Em bêdeng û pir veşartî dimeşiyan. Ew li pêş bû ez jî li pey wî bûm. Em ketin nava newaleke biçûk. Ew beziya ez jî li pey wî beziyam. Çawa derket li ser lêva dolê dengê fîşengekê hat. Hevalên din re qîr kir got; ‘‘xwe biavêjin erdê’’. Her hevalek xwe avêt erdê lê ez li ser ling mam. Paşî min jî xwe avêt erde. Wê şeve em li dolekê man. Li derdora me bi tenê majyak ango qirşik hebûn. Heyanî evarê em di nav wê dolê de man. Şivanek sibê heyanî evarî li derdora me diçû û dihat lê me nedît. Lê şivanekî din bira pêzê xwe wenda kiribû û li bira xwe digeriya. Berêvarê bi rasthatinî ber bi me ve dihat. Me xwe baş veşartibû. Zilam hetanî ser serê me jî hatibû. Ş. Berxwedan rabû û zilam pêşwazî kir. Jê re got rûne, zilam rûnişt û ketibû şoqê. Vile vila wî bû û nezanîbû çi dibêje. Ş. Berxwedan ew teselî kir. Zilam piçek ser hişe xwe ve hat. Lê dîsa ditirsiya. Ş. Berxwedan riya xwe berdabû û dirêj bûbûn, ji ber vê jî zilam jê pir ditirsiya. Ş. Berxwedan me bi şivan da nasîn. Zilam hêdî hêdî bi ser xwe ve hat. Me zilam li cem xwe hişt heyanî tarî baş kete erdê pişt re jî me şivan berda. Zilam dema ji me veqetiya giriya û bi vî awayî ji me dûr ket.
Gava em di rê de dihatin cihê ku Ş. Berxwedan lê derbas bûbû bi me dida nasîn. Ji ber ku berê li van dera mabû bîranînên xwe jî ji nû ve bi bîr dianî. Pişt re ji me re behsa birîndariya xwe kir. Di 7’ê Tîrmeha sala 98’an de li Sînekê ketibûn pevçûnekê. Pişt re got
Nên xwe wisa domand; ‘‘em li qampê bûn. Dijmin berdestê sibê derdorê li me girtibû. Bi tang û panzêran ve bi ser me ve dihatin. Di ber destê sibê de şer destpê kir. Li cihê ku em lê bûn kevir qûçek(qelaç) hebû. Ev qûç li hawirdora xwe cihê herî serwer bû. Bi hêsanî me çeperên xwe girtin. Di pevçûnê de du hevalên me şehit ketin. Hevalê Nûman Amed û hevalê Akîfê ji Başûrê biçûk bû. Ji bilî vê sê heval jî birîndar bûn.Ez ji ling û pişta xwe ve birîndar bûbûm. Dema tarî ket min xwe ji cihê pevçûnê dûr xist. Roja dîtir, dijmin hatibû hetanî nêzî min. Heta êvarê li ber min çûn û hatin lê ez nedîtim. Hevalên din, birîndarên me biribûn û ez ji wan veqetiyabûm. Nikaribûm li ser linge xwe bimeşim ji ber vê jî min xwe li erdê dikişkişand. Bi giştî du rojan wisa li ser zik min xwe kişkişand. Piştî du rojan min xwe gihand zomekê. Yên li wir li min xwedî derketin û birîna min derman kirin. Piştî mehekê ez bi ser xwe ve hatim û min gelekî bêriya rêhevalên xwe kiribû. Lê min hay jê nîn bû ku, dijmin gotiye me PKK’yîyekî bi birîndarî girtiye û her roj em bi xwe re digerînin. Ev kesê di deste me de her kesî dinase û wê navê we hemûyan ji me re bêje. Ji ber vê yekê gundî ditirsiyan û ji hevalan acis bûbûn. Ew zoma ku ez lê bûm, mirovên li wir jî dixwestin rojek berî rojekê ez baş bibim û ji gel wan biçim. Hevalên me di destpêkê de ji van gotinên dijmin bawer nedikirin. Lê piştî agahiyekê jin negirtibûn êdî ew jî bi van gotinan bawer dikirin. Lê hîna jî min nikaribû xwe li ser lingan bigirim. Ne darek û ne jî gopalek hebû. Ji neçarî min qarnasa xwe ji xwe re kiribû gopal. Paşî min ji wê zomê xatir xwest û ez ji wir dûr ketim. Ez ketim rê û ez li hevalan digeriyam. Ez difikirîm, gelo ezê hevala li ku bibînim. Min berê xwe da Sînekê berêvarê bû û min xwe nezî zomekê kir. Ez çûm zomê ji min bawer nekirin. Gotin em hevala nas nakin qet nehatine vir. Dema ku min xwest derheqê hevalan de ji wan agahî bigrim gotin hinek mirov tên. Min ji wan pirsî ew kîne? Gotim em nas nakin. Min xwe da kêlekê ku çi bibinim, heval ber bi malê ve dihatin. Xwediyê malê çû ew pêşwazî bike hîna wan fêm nekirî min qîr kir û ji keyfa xwe avête hevalan. Min ew hemêz kirin. Heval matmayî bûn lê dema min ew hemêz kirin ew jî neçar man û ez hemêz kirim. Hevala despêkê bi balkêşî li rûyê min nêrîn. Dest dan guhê mink u bê kah atine jêkirin an na. Pişt re heval fêm kirin ku di derheqê min de tiştên ku dijmin belav kirine yek jî nerast e. Bi wê kêfxweşiyê em çûn cem hevalên din jî. Çawa hevalan got hevalê Berxwedan hat, hevalê Yaşar û hevalê Delîl jî ji çeper derketin derve ew jî gelekî kêfxweş bûn. Wê carê jî me hevdû sax dîtibû. Ji ber wê jî ez pir hestiyar dibim.’’ Dema ku rêheval Berxwedan bîranînên xwe dianî ziman te digot qey ji nû ve wan dijî. Niha her sê heval jî şehîd ketine. Ş.Berxwedan, Ş. Yaşar, Ş.Delîl…
Yên zindî mane jî em in. Ew bîranîna zindî mirov dibe demên kûr û dûr. Mirov bi hevalê Berxwedanra her tim zindî bû. Mirov digirt dibir dixist nav deryaya jiyanê. Her behsa bîranînên xwe dikir û hevalên pê re jî dibûn kesayetên di nav wan bîranînan de. Rêwîtiya bi rêheval Ş. Berxwedan re pir xweş û bi tahm bû. Me jî dixwest em bi te re bibin Hemze, Şoreş, Birûsk û me jî xwest ku bibin şervanên te. Li benda te ye hevalê Seyfî bi hesreta dîtina Çaran, Şoreş bi hesreta dîtina warê bav û kalan. Hevalê Şoreş hîna wê vê axa pîroz maç bikirana û wê gundê xwe dîtibana. Hemzeyê pêlewan xwe ji tolê re deyindar dihesiband. Ew ken yê hevalê Sîpan bû ku çemê Arasê bêdeng dikir û dibû pirek ji dile pak ê rêhevaltiyê re. Ma birûsk nebû yê deste xwe dihejand. Û digot ne tenê niha piştî xwe jî ava bikin. Pênc hêvî bûn avek û xwe ji çemê Sîdar bi xuşînî berdan li nav çemê Arasê. Her tim di dile wan de bû rakin ala pîroz û li ser sere çiyayê Allah û Ekberê biçikînin. Ma ne şehîd digotin ku; li ser gora me dile gelê me heye û bo vê jî em dilaram in.
Di sala 2008’an de hevalê Berxwedan û çend hevalê xwe wê ji Çemçê derbasî herêma Çaran bibûna. Hevalên me ji boyî çemê arasê derbas bikin, diçin cihekî nêzî Qaqizmanê. Lê her pênc heval jî di 20’ê Avrêla 2008’an de bi encama komployekê dikevin pevçûnê. Rêheval Berxwedan hetanî êvarê li ber xwe dide û ji ber ku hevalên dinê şehîd ketine ew jî paşvekişînê ji xwe re qebûl nake û hetanî fîşenga xwe ya dawî şer dike. Pişt re bi qehremanî tevlî karwana şehîdan dibe. Pêkanîna hêvî û xwestekên Ş. Berxwedan, Ş.Hemze, Ş.Birûsk, Ş. Sîpan û Ş. Şoreş erka me ye. Ji me re ala deste xwe hiştin û vê alê li lûtkeya çiyayan çikandin deynê stûyê me ye.
23.02.2010/ Çemçê
Dem Agırî