HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Fêmkirina Kemal Pîr, di heman demê de fêmkirina Rêbertî’ye. Kesayet û taybetmendiyên têkoşîna Kemal, feraseta wî ya felsefîk, jiyan û şêwazê têkoşîna wî, ger em fêm bikin, wê ev me ber bi fêmkirina Rêbertî, piratîkeke rast û çûna serkeftinê ve bibe.

Ji bo ku feraset û paradigmaya nû bê fêmkirin û bê piratîzekirin, pêwîst e em Kemal Pîr’an, her tim di rojeva xwe de bihêlin. Kesayeta Kemal rebeq bû. Her wiha xwedî taybetmendiyên ku pêwîst e di şoreşgerekî de hebin û kesayetekî rêber bû. Kesayetekî di warê bîrdozî de kûr, her tim xwe nû kirî, di aliyê propaganda û ajîtasyonê de xurt, di pratîk û çalakiya xwe de cihê diçû ku derê dibe bila bibe çavkaniya hêzdayîn û baweriyê bû. Kesayetekî têr û tije, paqij, bi coş û kelecan bû. Hemû jiyana xwe ji azadiyê re razandibû. Kesekî ne ji bo xwe jiyan afirandî, ji bo azadiyê jiyan û mirina xwe dayîbû. Bi kinahî kesayeta rêberên şoreşger û rêberên gel de heyî, di rêheval Kemal de, pêkan bû. Bi rêhevalekî wisa re bûna hevalbendî, him rûmeteke mezin û him jî ketina bin deyînekî mezin û giran e.

Salên heval Kemal ên ciwantiyê, dema di dibistan û dervayî dibistanê û her wiha di taxan de her tim salên rêxistinkirin û têkoşînê bûn. Tevgera me di avabûna gruba yekem de, ger ewqas rêzgirtin destxistibe bi saya kesayetên berxwedêr ên wek Kemal in. Bi şerkirina xwe, bi piratîk û rêxistinkirina xwe ve di dîroka partiye xwedî cihekî girîng girtiyê. Heval Kemal dema ku ji zîndana Rihayê xwe rizgar kir, em fikirîn wî bişînin gel Rêber APO. Dema ez pê re axivîm û min got; “emê te bişînin Sûriyê, gel Rêber APO û ji wir jî tu ye biçe Filîstînê, perwerde bibînî”. Di destpêkê de, qebûl nekir. Sedema ne qebûlkirina wî wiha bû “ Ez du caran ji aliyê rêxistinê ve ji zîndanê tême derxistin. Keda rêxistinê ji bo min pir zêde ye. Derfetên dayebmin ji bo ti kesî nedaye. Deynê min li hemberî rêxistinê heye. Heya ez vî deynê xwe nedim ez bi tu cihî ve naçim.” Min got; “ev xwesteka Rêbertî ye.” Dema min got, xwesteka Rêbertî ye, qebûl kir.

Ew dem heval Kemal li Kobanê ye. Endamekî rêveberiya rêxistina sosyalist ên Kurdê Suriyê yê bi navê Abdî heye. Heval Kemal wî nasdike û pê re dostaniyê pêşdixe. Rojekê ew kes jê pirsek wiha dike. Erka te di PKK’ê de çi ye? Tu çend sal e di nava PKK’ê de yî? Kemal dibêje; “ez ji despêkê heta îro de nav tevgerê de me. Lê hîna ez nizanim ka ez bûme milîtanekî vê tevgerê an na.” Ew kes matmayî dimîne û dibêje; “çawa dibe, tu ji despêkê heya niha di nav tevgerê de yî û hîna jî ne erkdar î; û hîna tu nizanî ku ka tu bûyîendam an na. Ev ne pêkan e.” Heval Kemal radibe rastiya PKK’ê û rastiya milîtaniya PKK’ê ji wî kesî re vedibêje.

Heval Kemal, ne Kurd û ne jî Kurdistanî bû; bi Kurdî jî nedizanî. Kêmekî di derbarê Kurdan de xwedî agahî bû. Ji ber li gel Rêbertî mabû, rastiya Kurdistanê û ya mirovên Kurd fêm kiribû. Tevî ku bi zimanê Kurdî nedizanî, lê qet zorî nedikişand. Bi rihetî têkilî li gel gelê Kurd dida avakirin. Tevî ku Kurdî nizanî, lê bi rihetî dikarîbû mirovan bandor bike. Vê jî bi axaftina xwe, bi tevgerên xwe, bi uslub û şêwazê xîtabeta xwe pêk dianî. Ji xwe yek ji teybemendiya sereke ya Kemal jî, bi hêsanî bi mirovan re têkilî dayîn bû. Hema bêje bi her çîn, kesî/ê û rengan re dikaribû bi hêsanî têkilî deyne. Mirovên li derdora xwe zûzûka dikaribû têxe lv û tevgerê. Pêwîst e ku ev taybetmendî di her şoreşgererî de hebe. Kemal ji derûniya mirovan baş fêm dikir. Pir baş fêm dikir ku çawa xîtabî mejî û dile wan bike. Di qezenckirina mirovan de hostayek bû.

Gelê Kurd, heval Kemal di nav xwe de qet weke biyaniyekî nedidît û wisa nêz nedibû. Tevî ku ziman nedizanî jî, lê Kemal weke kesekî ji xwe didîtin. Bawerî têde dîtin, weke rêberekî dîtin, jê re rêz girtin û bi wî ve hatin girêdan. Sedema vê jî ew bû ku; heval Kemal li hemberî gelê Kurd rêzekî mezin dida nişan da, nirx dayê û di oxira wan de her tiştê xwe datanî holê.

Dema dibêjin Kemal, çalakbûn û pratîkbûn dihat bîra me. Dema navê Kemal dihat gotin wateya jiyanê û xwezayîbûn dihate bîra mirovan. Taybetmendiya Rêbertî ya sereke jî di heman kêliyê de fikir û çalakî pêkanîn e. Dema difikirî pêk dianî  û dema pêk dianî jî difikirî. Di nav me de heval Kemal yek ji wan hevalan ên destpêkê ku van taybetmendiyan di kesayeta xwe de ava kirî bû. Di heval Kemal de fêmkirin û wê fêmkirinê pratîzekirin di heman demê de pêk dihat. Hevalê Kemal bê çalakî nedijiya. Lewma kesayetekî ku nedikarîbû di cihê xwe de bisekinê.

Di têkiliyên xwe de hevaltiyek rasteqînî esas digirt. Hevalên xwe mezinkirin û wan gihandina serkeftinê ji xwe re her esas digirt. Kesê bê moral jê moral, yê bêbawerî jê bawerî digirt û yên bê dîsîplîn dîsîplîna xwe bi pêş dixistin.

Di wî de kesayeteke xurt, vîn û pêkanîn bi pêş diket. Ji ber ku van pêk dianî kesên ku kêleka xwe jî bandor dikir û bi vê minasebetê derdora xwe dixist tevgerê. Di hevalê Kemal de wateya gotinê mezin bû. Ew gotina hatî kirin teqez divê pêk bihatana. Li ser soza xwe nesekinîn û pêkneanîn di Kemal de nedihat efûkirin. Girêdayîna wî ya bi Rêbertî re ne di asta gotinê, di asta pêkanînê de bû.Kemal Pîr her tim xizmetkirin ji xwere esas digirt û wiha dijiya. Hevalê Kemal berjewendiyên gel û tevgerê ji her tiştî girîngtir didît. Hemû hewldanên xwe ji bo ku pêwîstiyên gel, tevger û rêhevalên xwe pêk bîne dida. Ji bo wê jî zêde girîngî nedida rayeyê.  

Serok APO, wexta behsa heval Kemal dike, dixwaze Serokatî werê fêmkirin. Ji ber ku Kemal tê wateya hewldana fêmkirina Serokatî û qasî hatî fêmkirin jî pêkanîna jiyanê ye. Lê nefêmkirin, ne jiyîn û vala derxistina Serokatî heye. Ev yek him ji bo Serokatî him jî, ji bo gel tiştekî biêş e. Divê nêrînên Serokatî di dema xwe de, were fêmkirin û di heman demê de bê pêkanîn. Ger ev werê kirin, dê pêşiya gelek pêşketinan vebe. Ger îro Serokatî behsa kesayeta Kemal Pîr dike û dibêje; “pêwîste Kemal were fêmkirin” ji ber vê ye.Ji ber ku; Kemal Pîr fêmkirin; Serokatî fêmkirin e. Kesayeta Kemal Pîr, xisletên kesayet û tekoşîna wî, mantiqê felsefa wî, şêwazê wî yê fêmkirinê, dê me ber bi Serokatî fêmkirinê ve bibe.

Di roja îro de ev ji bo me ji her tiştî girîngtir e. Ger Kemal Pîr di nîv saet axaftina xwe de bi salan dimeşiya, pratik dimeşand û pêre jî pêşketinan ava dikir; ew dem divê em jî van pêk bînin. Vê pêkneanîn bo me sûc e, û ev sûc zûzûka nayê efûkirin.

Çawa ku Kemal Pîr, hîn Serokatî bi tenê bû bi fikrên Serokatî re xwe kiriye yek û van nêrînan derbasî jiyanê kiriye, îro jî yên ku Serokatî ji xwere esas girtine; pêwîst e paradigma, stratejî, rê, rêbaz, xeta çalakî û azadîya Serokatî ya nû; bi hişyarbûyîn û berpirsiyariya Kemal Pîr ve bigire dest û bixe meriyetê.  Rojevkirina Kemal ev e.  

 Îro înkarkirineke mezin heye, girêdayinek ne jidil heye. Him inkarkirina Serokatî û him jî bi tekoşîna Serokatî ve pêşketinên derketine holê, nirxên hatî afirandin hene. Di bin navê girêdayîna bi serokatî ve girêdayînên sexte derdikevin holê. Ji bo mirov li hemberî van herdû xeteriyan derkeve pêwîst e mirov rastiya Kemal Pîr her rojevî bike. Ji ber ku di Kemal de nirxdayînên sexte, inkarkirin, dirûtî nîn in. Berovajî vê li hemberî vana şerek heye, Ew bûye dijehriya van taybetmendiyên sexte.  Li hemberî vana; parastina rastiya Serokatî û têkoşîn heye.

Fêmkirina Kemal Pîr, kesayeta sosyalist û kedkar di xwe de avakirin e. Bi ti awayî koletî qebûl nekirin û di azadiyê de heya dawî bi biryar tevgerîn e. Her cûre îxanet, hevkariya dijminê xwe, radestî û  binkeftinê redkirin e. Li hemberî van nexweşiyan bihêzbûn e. Xwedî hevaltiyeke rast û xwe gîhandina mirovbûna çê û xweşik e. Xwe ji her cûre qirêjî, zingarî, paşverûtî û ji nexweşiyan safîkirin e.

Rêhevalên Wî Yên Tekoşînê