HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Diyaloga Şehîd Hozan Serhed a bi Rêber Apo re

-Belê Serhed, ma te jî girtin? Tu jî dibêjî ji sazê cek?

Serhed: Rast e Serokê min

-Ev biryar heye?

Serhed: Heye Serokê min

-Ango, ev di heman demê de biryareke takekesî ye?

Serhed: Serokê min, wisa raste rast pêşniyariya min çênebû lê belê ez dikarim bidim diyar kirin ku ji bo pratîkê amade me.

-Ka hinekî xwe bide nasîn

Serhed: 1970 li Agiriyê ji dayîkbûme

-Li kudera wê?

Serhed: Li Zêdkanê (Eleşkîrt) ji dayîkbûme.

-Zêdkan, hûn li Patnosê mezin bûn?

Serhed: Bi gelemperî derdora malbata  min ji Tutaxê ye.

-Tutax, pir ecêb e! Ji Zêdkanê dest pê dike, Agiriyiyekî xas î. Asta we ya xwendinê çi bû?

Serhed: Zanîngeh terikand.

-Welatparêzî, PKK`yîtî, partîzaniya te?

Serhed: Di salên lîseyê de dest pê dike, di 1986`an de.

-Salên ku tu tevlî PKK`ê bûyî?

Serhed: Tevlêbûna min 1992 ye.

-Tu hatibûyî li vir ne wisa?

Serhed: Ewilî çûbûm Heftanînê.

-Ma tu piştre hatî vir?

Serhed: Rast e Serokê min.

-1992 bû.

Serhed: Dawiya 1992`an bû.

-Rast e, li wir rojên me yên dawî bûn.

Serhed: Rast e.

-Vê care jî li vê derê, ez bawer im te dewreya me ya dawî nas kir. Belê Serhed, li wê derê jî di bingehê xwe de rewşeke binakok hebû. Di wê dewreya yekemîn de me di mijara biryara ´yan çek an jî saz` de hin astengî kişandibû, me piştre biryara xwe guherand. A rast hin bêhtirîn li ser kesayet hizirandin hebûya, dibe ku veguherîneke baştirîn jî pêk bihata. Em niha herduyan ji hev venaqetînin. Lê belê dervî vînê, hinek jî nîveng û pîşe bi xwe, bêguman di kesayetê de hin peritandinan çêdike. Jiyana ku hûn li Ewropayê dijîn wê hinekî we biêşîne. Ku ma ev demdirêj be, nêzî çar salan bû ne wisa?

Serhed: Çar sal e.

-Pir zêde ye. Ji welêt ewqas qutbûn, ji rastiya şer ewqas qutbûn ê tengezariyê bi xwe re bîne. Ji ber vê yekê hatina vir pêk hat. Niha te dewre bi giştî dît?

Serhed: Bi giştî.

-Tu niha çi dibêjî? Çawa ye wisa, tiştê ku di te de diqewime behs bike. Hestewariya te ya hûnerî, divê bi hûnerê ve bi bandortir were zimên. Em hinekî nêzikatiya rast a ji biryar û sozê re jî pêk bînin. Çewtî, dixwazî bila bingehê xwe ji te bigre yan jî ji partiyê, ev tê wateya wendahiya kesayet. Ji bereka rastiyê ew kesê ku em didine jiyîn hildan û wenda kirin, li beranberî xwe mafê te jî ji vê re nîne, ne wisa?

Serhed: Rast e Serokê min.

-Mafê te yê xwe erzan kirin an jî wendakirinê nîne. Gelo em dikarin bi serbikevin, dikarin bidin ser xistinê, ev nayê wê wateyê ku tu ne tiştek î. Ger karibin rizgar bikin, hem di milê leşkerî û hem jî hûnerî de hîna gelek tiştê were bi dest xistin heye. Ez bawer  im vana bi hev re pêwendîdar in. Hîna îdîaya te jî mezin e û hêza te girt jî ez bawer im biçûk nikare were dîtin.

Serhed: Rast e Serokê min.

-Ji vir pêde çi dikare were kirin, çi dibêjî?

Serhed: Serokê min, dema ez hatim vê qadê, di mijara PKK`yî bûyînê de di 1992`an de li qada Aqademiyê Rêbertiya Partiyê kêmasiyên min anîbûn ziman. Di vê de hemû şert û derfetên PKK`yî bûyînê ya rast Rêbertiya Partiyê pêşkeşî me kir, lê belê rastiya me ya civakî û çandî dibe asteng ku em kûrahiyên partiyê fêm bikin. Ji ewqasî pêşketinan, çûyîneke wiha ya Ewropayê çêbû. Bêyî ku veguherandineke bingehîn bibe, rastiya xwe nas bikin, bi PKK`tiyeke rûxarkî ve tevli faliyetan bûm. Min gelekî zehmetî kişand. Ango derket holê ku heya  potansiyelên dikarin pêşketinên mezin pêk bînin bi PKK`tiyeke rast ve nekin yek, wê encam neyê girtin û em ê nikaribin pêk bînin.

PKK hem çavkaniya jiyanê û hem jî ya hunerê ye. PKK, ziraviya hûnerê ve jiyanê digire dest. Ev jî di kesayeta Rêbertiya Partiyê de xwe pir aşkere radixe ber çavan. Heya ev neyê fêm kirin ne wateyeke rast dikare li hûnerê were barkirin, ne jî heya em birastî jî jiyan û şer nas nekin wateyeke rast nikarin li şer bar bikin, min evinan derxist hişmendiyê. Di vê wateyê de di 1992`an de derketina min a ji vir, piştî çar salan carek din arasteyî qada ku min dixwest bûyîn, ji bo min ê bibe careke din bi axê ve yekbûn. Kelacaniya vê heye. Di hûndirê vê qadê de jî rastiya jiyanê, bi temamî şêweya, tempoya û jiyana Rêbertiya Partiyê, her wiha hem teşeyê jiyîn û hem jî dayîna jiyîn gelekî bala min kişand.  Pir girîng e, kevneşopiya ku Rêbertiya Partiyê bi xwe re tevahî dide jiyîn, ji vê jî wêdetir hemû zindiyên der û dora wî heyî meşandin, rewşa ku jiyan bi daxwaza jiyanê ve dagirtin dikarim bibêjim balkêş û gelekî jî da fêrkirin.

-Belê Serhed, te baş şopandiye û fêmkiriye. Bêguman bi PKK`ê re, ji lewre heya di rêbertiya vê de bi axê re yekbûn nebe, ez bawer nakim ku karibî kesayeta xwe jî bibînî. Ger hebe hin aliyên te yên hestewar û heta aliyên hûnerî, dikarim bibêjim ku ew jî bêyî PKK kamil nabe, kûrahiyekî nikare bi dest bixe. Ev mercanan hemû ji bo tu hinekî vê tehm bikî ango êş û zor be jî di jiyanê de mayînê dide pêwîst kirin. Ger tu dixwazî qenciyê bikî, ewilî weke şagirtekî ciwan di rastî de bi fêmkirina siyasetê, têkoşîna siyasî ve te hin gav avîtine. Pêwîst bû ev nîv nemaya, lê belê wisa maye. Ligel vê, wekî min got taybetmendiyê hûnerê yê xurt teqez dive karibe xwe girêyî çavkaniya şer bike. Hûnereke ji derveyî vê em bi aweyeke mafdar şik lê dibin.

Bi tenê ne ji bo we, ji bo hemû ekolan, heta wekî oportonîzmeke pir bed jî derdikevin li hember me. Ji vê jî wêdetir hûner bûyereke jiyanê ye. Hûn hûnerê dizanin, dikare weke jiyanê xweşiktir kirin jî were pênase kirin. Hêza arîşenî yê jiyanê, hêza moral a jiyanê, hêza jiyanê ya dikare were rakirin bêşer nabe. Di qada hûnerî û jiyanê de, heta me bi redkirina jiyana xwe ve dest bi vî karî kir. Aşkere bibêjim, zêde rêzdariya min ji tiştê tê jiyîn re nîne. Li gorî min pir fihêt e. Heya vê dijîn bila bimirin çêtir e.

Dijmin, bi qasî ku nekuje mehkûmî jiyaneke bed kiriye. Dibêje “mirin jî ji van re zêde ye”. Vê ji we re vekirî bibêjim, dibêje “ger bikujim ezê qenciyê bikim…” Hukumeke giran e. Ji bo vê tişta tê jiyîn xera bikin, ji rêzdariyê û jiyanê re çawa pêwîstî heye li holê ye.

Niha ger xweşikiya jiyanê hûnermendek e, rewş ew e ku ew çax pêwîste qiyametê rabike. Vana hemû ji bo te hincetek in. An na tu yê xwe weke miriyekî bizanibî, pir ketî bizanibî. Ger tu van nepejirinî, ew çax tu yê bi vê hilberînê, pêşketinê û bi nirxdaraziyên vê jiyanê ve teqez bibî yek. Ji vê re guncav î. Jixwe biryardarî jî heye. Ez dizanim te ti carî bêbiryardariyeke cidî nejiya. Ji ber vê yekê niha dagirtin wê watedartir be û dikare pêk were. Nizanim, ez bawer im ji bo te wer zêde tiştekî bê gotin nîne. Ji çarçoveya derbasdar re hindik-zêde dikarî wate bidî, heta dikarim bibêjim ku bi hestewarî û dilzîziyeke mezintir ve pêwîstiya tevlêbûnê jî dizanî. Wer difikirim ku di heman demê de tu bibiryar î jî. Hêza te ya soz dayînê jî heye?

Serhed: Rast e Serokê min, dikarim di vê çarçovê de soz bidim.

-Amade yî?

Serhed: Amade me Serokê min.

-Bi xwestek û vîneke mezin ve. Ez dubare bibêjim; bila nebêjin ”ew Serhada anîn û nizanim di şer de çi bû”.

Serhed: Fikarekî min ê wer nîne Serokê min.

-Şehîd Mizgîn hate bîra min, tu bawer dikî, di bingehên heman ên dişivin hevdû de me Mizgîn jî tevlê kir. Şêweyeke tevlêbûnê ya hema hema dişiviya vê bû. Çend roj berî şahadeta wê bi telefonê ez pêre peyivîbûm. Dikarim bibêjim ku ger ew şahadete bedbext nebûya, hêza vîn û berxwedana ku îro dikaribû Xerzanê bibe rizgariyê jî nîşan dida.

Serhed: Rast e Serokê  min.

Di destpêkê de me digot ”Mizgîna ku xwe bi hûnerê re mijûl dike...” Lê belê hişmendiya wê, serweriya wê ya taktîk, girêdaniya wê ya ji hîmên rêxistinê re birastî jî di asteke mînak de bû. Jixwe di demeke kin de jî be, wê demê wê şer kordîne dikir. Ango tiştê dixwazim bibêjim, hestewariya wê ya hûnermendiyê dikare te bike şervanekî mînak jî. Dibêjî gotina min di vê bingehê de, belê kerem bikin.

Serhed: Di vê bingehê de .... ... ... soz didim.