Di berxwedaniya Çiyayê Katoyê ya sala 98’an de di topavêtinên dijmin de hevalê Serdar birîndar bibû. Her ku min alîkarî bi hevalê Serdar dikir, kezeba min ji ber wî dişewitî. Ka Serdarê berê, mala min xira be. Xwîneke sor î zelal ji birînên wî diherikî. Xwîn dilop dilop ji birînê diniqutî ser axê. Cilên wî yê zerî zagrosî kunkunî bibûn. Lê baş bû ku birîna wî ne di cihê hesas ê mirinê de bû û çar parçeyên roketê lêketibûn. Min parçeyek ji şûtika xwe jêkir, xwîna wî paqij kir û birîna wî girê da. Min hindekî cihê wî xweş kir, li ser piştê min ew dirêj kir. Min dikir û nedikir kela giriyê min nesekinî. Hêdî hêdî çavên Serdar vedibûn, ez li raserî wî bûm, destê wî di destê min de bû. Piştî ku çavê xwe vekir, yekser çavên wî bi çavên min ê şil ketin û got.
-Hevalê Erdal, ez birîndar bûm. Înşelah tiştek bi te nehatiye.
Min jî bi kelagirî bersivand; “Na, Na tiştek bi min nehatiye. Xema min nexwe. Ka hindekî hêza xwe kom bike ez ê xeber bidime Mazlûm wanan.” Gotina hevalê Serdar tevzek bi bedan min de anî xwarê. Di vî halî xwe yê birîndar de, li halê min dipirsî, ev yek min gelek hestiyar kir.
Hîna em di nava vê kelecanê de bûn, berî ku ez bang li Mazlûm bikim, wî bang li me kir, “Çi bi we hatiye!”
Vê pirskirina Mazlûm ez pir dame hizirandin. Ji aliyekê ve ez kêfxweş kirim. Ji ber ku tiştek bi wan nehatibû. Ji ber ku bi qasî ku kobrayê li cihê me dida, zêdetirîn jî li cihê wan jî dida. Min ji xwe ve digot pêwîst e fermandar wisa be û di eniya şer de li herî pêş be. Rewşa wan jî ya me girantir bû. Lê dîsa jî her ku firsend didît pirsa rewşa me dikir. Çi xweş e ku Mazlûm li rewşa me pirsî. Cihê wî di dilê min de çêdibû. Belê berî niha parastina me kirin û me ji wê eniya tengavbûyî de xelas dikirin û li halê me dipirsî.
Mazlûm erka fermandartiya xwe baş dizanîbû. Bi wêrekiya xwe, wêrekî dida me jî. Çavên wî şîn, rûyê wî sorik, her tim lêvken bû. Di hundirê wî de mêrxasiyek kurdînî dijiya.
Li ser pirsa wî ya, ka çi bû? Min bersivand û min got ku hevalê Serdar di rahnê xwe yê çepê de birîndar bûye. Lê niha kêmekê bi ser xwe ve hatiye. Ka em çibikin, tu çi dibêjî?
- Hevalê Erdal tu ecele neke, hevalê Serdar bigihîn cem girê parastinê, lê zû bikin. Dijmin qederekê pêş de hatiye. Heta ku hûn dikarin lez bikin, xwe bigihînin ciyê parastinê.
Min jî got temam û min berê xwe da Serdar û birînên wî. Min ji xwe re digot ”Çi dibe bila bibe, pêwîst e ez Serdar bi silametî bigihînim hevalan” Lê ez baş dizanim ku ew ê hêsan nebe. Tehtên Katoyê pir asê û nexweş in. Jixwe ji wan tahtan ên sax bi rihetî nikarin bimeşin. Nexasim birîndar hebin, hingê asta zehmetiyê du sê caran zêde dibe. Mesafeya di navbera me û cihê tîma parastinê de, herî kêm du sed gav hebû. Ger ne zêdetir be jî ne kêmtir e. Ger ji vê dûrbûnê di rewşê tenha de çend deqîqe dixwarin. Di rewşa birîndariya heyî de wê hîn zêde dem bixwe. Ev yek jî bi meşa hevalê Serdar ve girêdayî ye. Tişta baş rê berwar bû û ji milekî dinê ve jî kobrayên şer hê nû ji meydana cengê çûne. Ev jî avantejek bû. Heta ku kobra biçin cihê xwe, cebilxaneya xwe dagirin û bizivirin wê qederekê din berbend bikin. Jixwe Mazlûm gotibû, “em ê we biparêzin” Baweriya min jî bi Mazlûm pir zêde bû. Lewre jî bê ku ez zêde xwe mijûl bikim, min ji Serdar re got:
-Hevalê Serdar, te bi xwe bihîst, pêwîst e em zû xwe bigihînin cihê tîma parastinê. Ka rabe em biçin.
Min çenteyê Serdar avête ser çentê xwe yê li pişta xwe û min çeka wî jê xwest. Lê min çikir û nekir Serdar çeka xwe neda min. Çiqasî min israr jî kir, lê neda û got: “Hevalê Erdal barê te zahf giran e. Ez dikarim çeka xwe rakim. Çi bi destê min were ez ê bikim. Jixwe ez dikanim bimeşim. Tenê tu hinedkî alîkariya min bike em ê zû biçin.”
Bi israr min careke din çeka wî xwest û min destê xwe dirêjî çeka wî kir. Lê dîsa neda û vê carê jî got ku; “Hevalê Erdal, mirin carek e. Ger mirov mir, bila bi mêranî be. Ma ji vê rojê xweştir em ê bikaribin rojeke şehadetê bibînin, lewre bila çeka min di destê min de be. Ger ez şehîd ketim jî bila çeka min di destê min de be. Tu dizanî, ji bo leşkerekî çeka wî berî her tiştî tê, berî rihê wî çeka wî tê. Ji ber ku çeka leşker rihê leşker jî diparêze. Tu bi xwedêkî israr neke, em biçin.”
Gava ku Serdar bi vê birîndariya xwe ve ev peyvên tijî hest rijandin, êdî destê min negirt ku ez çekê jê bixwazim û min got; “Temam heval, madem ku tu ewqasî bi israr nadî, temam e. Lê pêwîst e em hindekî bilezînin. Dema me teng e”
Min destekî xwe xiste nav kefa destê Serdar de, di destê min ê dinê jî çeka min a BKC’yê hebû û em bi rê ketin.
Hetanî vê gavê em nêzîkî hevalê Mazlûm wan bûn. Lê niha em paş de diçin û dilê me dimîne li cem wan. Çavên me jî li cihê tîma parastinê ye. Hevala Nûjîn li me temaşe dike û li benda me ye. Dengê teqîna topan, vizeviza fîşekan her ku diçû zêde dibû. Bi taybetî ew mîratên obûsan bêrawestan bi gurmegurm diteqin. Zimînî qet ji guhên me qut nedibû.
Saet dihate dehan, rojê bi rengekî berêvarkî li rûyê me dida. Toza cengê di nava eniya xwêdana eniya min de bûbû herî. Lê hevalê Serdar tevlî xwîna jê diçû, pê re jî xwêdan jî dide. Bêhna barûdê difnê me dişewitandin. Ji dû û tozê te digot qey em di palûkeya komûrê de xebitîne. Carnan jî xwêdana şor xwe berdida nava lêvên me û tamek pir nexweş li ser devê me dihişte.
Her deqîqeyeke derbas dibû, me jî çend gav bi milê hevalên parastinê de davêtin. Di rê de car bi car lingê hevalê Serdar dihilpekî, bi hilpekînê re axîneke dijwar ji kezebê davête der. Bi axîna Serdar re kizînî bi kezeba min jî diçû. Min dizanî ku niha ew çiqasî dêşê. Ger min bi halê xwe yê saxlem ewqas zehmetî dikşand, nexasim ew birîndar bû. Lê ez çibikim kizîniya kezebê êşa dilê min nedibû dermanê birîna kûr. Lewra jî min dixwest ku heta ji min were ez birîndariya Serdar pê bidime jibîrkirin. Carnan jî min digote, tu tişt nabe. Tişta nexweş ava me qet tunebû. Ji bêavî qirika me ziwa bûbû û hîn em dimeşiyan.
Tişta herî baş, Serdar hêjayî navê xwe bû. Her tim çirûskên hêviyê ji çavên wî diçirisîn. Bêyî ku tu giraniyek çêbike dimeşiya. Min baş dizanî ku birîna wî gelek gelek ew dêşîne. Lê qet ne digot ka em bisekinin û rûnên. Weke Rêdar nedikir. Tenê tişta digot, ma gelek maye û li nav çavên min dinêrî. Di bûbikê çavên wî de hêviyeke xweşik hebû. Vê hêviyê di hundirê min de jî hêzek diafirand Min jê pirsî, “Hevalê Serdar ma tu berî niha birîndar bûbûyî”
-Rast e. Ev cara diduyan e ez birîndar dibim. Birîna min a berê ne ya topan bû. Di êrşekê de fîşekeke xedar li çengê min ketibû, wî demê birîna min ewqas giran nîn bû. Min bi rihetî dikarî xwe li ser lingê xwe bigirta. Lê ev mîrata parçe hêçku ketine nav damarê lingê min. Min digirin. Weke derziyê tûj in, dizanim min tu pir westand.
-Na hevalê Serdar wisa nebêje, ger ez vê jî nekim ma ez ê çbikim. Tişt nabe jixwe kêmek ma.
Min nehişt ku Serdar hevoka xwe bidomîne. Ji ber ku min dizanî ku gotina pey were çi ye! Ji ber ku ez berê jî bi rewşeke wisa re rû bi rû mabûm.
Wê bidome...
(Erdal Derîk)