Bêrîtan bi eslê xwe Hîlalî bû, gundê Hîlal bi Şirnexê ve giredayiye.Pêşî ez dixwazim behsa jiyana rasteqîn ya gund, trajediya jiyana koçberiya gundê li qontara çiyayê asê paldayî, qehremaniya ku Hîlaliyan li hember dijminê neyarê hov yê ku dixwaze bi awayeke hovane tune bike û ji holê rake bikim. Bi kurtasî ez dixwazim behsa êş, elem, dijwarî, xemgînî û bedewiya gundê Hîlalê bikim. Ez bawer im ku heta mirov rasteqîniya vê dîroka efsanewî di hestên xwe de nebine, ne pêkan e ku mirov rastiya jiyana Bêrîtan fêm bike. Çiyayê Kêla Memê, bi bilindahî û hişmetiya xwe çiyayekî asê ye. Milekî wî digihije çiyayê Tenînê, mile din jî çiyayê xankê hembêz dike. Gundê Hîlalê di sêgoşeya van çiyayan de, bi şanazî cih girtiye. Hewirdora gund bi van çiyayên asê hatiye dorpêçkirin. Xweşikî û bedewiya wî din ava van çiyayan de veşartiye. Kêla Memê, wateya xwe ji peyva “şivan” girtiye. Ji bere de şivanan, van çiyayên asê ji xwe re kirine wargeh. Di demsalên sar û germ de li vir jiyane. Bav û kalên me, rûsipiyên me her tim ji me re behsa van şivanan dikir. Ji bo wê yeke, ji wê rojê de ye ku navê vî çiyayê bi hişmet û asê li Kêla Memê maye. Çiyayê Kêla Memê ne tenê asê ye, bi xof e. Serî nadaniye li hemberê neyarên xwe. Loma van çiyayan bi xwîna zarokên azadiyê hatiye avdan. Van çiyayan din ava dilê xwe de ji van zarokên çiyê re cih vekirine, mazûbanî kirine. Ji bo wê çendê navên xwe li ser rûpela dîrokê nivîsandiye. Bûye newaya stranên gel û li her herêmên kurdistanê belav bûye. Kilam û stranên dengbêjan xemilandiye û bûye rastiya dîroka gundê Hîlalê. Di gel ewqas talan, zor û zulma dîtiye de jî, hêjî xweşikiya awirên xwe yê masumane di nava dile xwe de parastiye û bûye hevalê van çiyayên asê. Hîlalî bi rik û înad têkoşîna xwe ya li hemberî neyarê xwe yê hov peyitandiye û xweşikiya xwe jiyaye. Hîlal bi şînahiya xwe, bi dar û beren xwe, bi av û fêkiyên xwe navdar bû. Bi vî dewlemendiya xwe bala her kesî/ê dikişand li ser xwe. Ava wî ya hênik her tim ji gewriyên miçiqî û zuwa re dibû derman. Fêkiyên wî jî dibûn şifa. Ma kê nedixwest ku li vî gundî bijî! Mixabin niha bedewiya wî bi zencîrên zengarî yê neyarên me ve hatiye qeydkirin. Gund hatiye hilweşandin. Hîlala rengîn hatiye wêrankirin. Gund dinale û ketiye nava bêdengiyekê kûr.
Di sala 1994’an de ji vî xweşikiya Hîlalê çavên neyarên me tarî bibûn û ji hesûdiya xwe komkûjiyeke hovane pêkanîn. Gund bi darê zorê hate valakirin. Niştecihên wî koçber bûn. Êdî Hîlal mîna baxê biheştê din ava dile niştecihan de wekî cih girtibû.
Êdî din ava lepên neyarê xwînxwar de mabû dinaliya û rizgariya xwe dixwest. Neyaran hesabên xwe şaş kiribûn. Hesabê zarokên Kurdan nekiribûn. Her zarokeke Kurd li hemberê zulma neyarê hov bibû koza agir, bibûn leheng û serî rakirinbûn. Çiyayên azad ji wan re bibû stargeh. Êdî êş û kesera salan di dilên xwe de dihewand û ji bo rizgariya gundê xwe, wekî listika xwe ya zarokatiyê ya nivçomayî li hemberî neyarê hêv wek şêran şer dikirin keç û xortan hêz dabûn hev. Ji bav û kalên xwe hîn bibûn, ji wan re digotin: “şêr şêr e, çi jin e çi mêr e.”
Keç jî xort jî zarokên jiyana koçberiyê bûn. Yek ji van lehengan jî heval Bêrîtan bû. Heval Bêrîtan roj bi roj kesera gundê xwe di hundurê xwe de dikişand û êşa wî hîs dikir. Piştî valakirina gund ji bo heval Bêrîtan û malbata wê wek hemû malbatên koçber jiyaneke dijwar dest pê kiribû. Berê xwe dabûn Kurdistana Başur.
Jiyana penaberiyê êş, elem, hejarî, belengazîtî û birçîbûnê bi xwe re anî bû. Tu car jiyana kambax a hejariyê pêşî li têkoşîn û berxwedana wan negirt. Pêşî li qampa Nînowayê, paşê li wargeha Mexmûrê bi cih bûn.
Di gel dijwariya jiyana koçberiyê de jî, li qampê ji bo zarokan perwerdehiya bi zimanê Kurdî destpê dike. Heval Bêrîtan jî wek zarokên din ji bo perwerdehiya zimanê dayîkê dest bi dibistanê dike. Heval Bêrîtan roj bi roj mezin dibe. Di vê navberê de PKK’ê nas dike. Paşê ji bo tevlî refên gerîla dibe. Di demeke kin de perwerdehiya leşkeri dibine. Paşê tevlî nav hêzên leşkerî ango yekîneya ciwanan ya li herêma Xinêrê dibe.
Cara yekem min wê piştî dîlgirtina Rêber Apo dîtibû. Wê demê ew hêj zarok bû. Bi temenê xwe biçûk lê gelek jîr û bi bîryar bû. Wê bi dilxwazî û hezkirî ev jiyana leşkeri hilbijartîbû. Di destpêkê de çek jê re zehmet hatibû lê di demeke kurt de hînî jiyana leşkeri dibe. Tu carî gazina ji vê jiyana dijwar nake. Weke şoreşgerekê têdikoşe. Bi tevger û helwesta xwe ve ji hevalên xwe re dibe mînak. Piştî 1993’an û şûnde min ew nedît.
Dema ku min cara duwemîn ew di sala 1999’ an de ew dît, yekser min ew nas nekir. Lê nizanim ji bo çi, min ew ji xwe re pir nêzîk didît. Wekî hevalekê xwîna min lê dikeliya… Din ava hevalan de herî pir wê bala min dikişandibû ser xwe. Birastî min pir meraq dikir gelo ji ku bû? Rojekê min jê pirsî: “heval tu ji ku yî?” wê, bişanazî: “ Ez ji Hîlalê me.” Wê ez bersivand im. Min jêre got: “ Ma navê te ne Mercan e?” Got: “ Belê navê min Mercan e. Lê navê min ê niha Bêrîtan e.” Ez mat mam. Gelek guherîbû. Min xwe negirt, çend car bênavber: “ Niha tu Bêrîtanî?” ji ber ku dema ez û hevala Bêrîtan ji hev qetiyan hêj zarok bû. Bi rastî min qet texmîn nedikir ku ez wê careke din bibînim. Her çiqas di temenê xwe yê zarokatiyê de tevlî nav rêxistinê bibû û jiyana çiyê ji bo wê hêj zû bû jî, êdî bibû wesileyek ji wê jiyanê re. Bibû evîndara çiyê. Bibû kulîlka çiyê. Bibû perperoka serbixwe ya çiyê, ji wê kulîlkê difiriya kulîlka din. Ez û heval Bêrîtan demeke kurt li gel hev man. Rojek hat em dîsa jihev qetiyan. Jiyana şervaniyê wisa bû. Di her kêliyê de peywîr dihate guhertin. Piştî vê veqetandina me, êdî demeke dûr û dirêj me hev du ne dît. Herî dawî min hevala Bêrîtan di zivistana 2004-2005’an de dît. Me bi hev re di dibistana Mahsûm Korkmaz de dewreyek perwerde dît. Ev ji bo min şanseke pir mezin bû. Bi rastî moraleke mezin da min. Lewra min pir bêriya wê kiribû û min dixwest ez wê bibînim. Êdî hevala Bêrîtan mezin bibû. Bibû şervaneke ji xwe bawer û çalak. Dema diaxifî her kes bi baldarî lê guhdar dikir. Li ser xêza şoreşgeriyê û rêxistinê kûr bibû. Ev taybetmendiya wê, di hewldan û axaftinên wê de xuya dikir. Ji bo wê jî ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin. Her kes wê ji xwe re mînak digirt. Hevala Bêrîtan bi hesteke paqij û xwerû dijiya. Tu carî dile kesî nedihişt. Devliken û xweş sohbet bû. Deriyê dilê xwe yê şoreşger ji her hevalê re vedikir. Wek perperîka serbixwe, azad û ji xwe bawer bû. Me di dibistana Mahsûm Korkmaz de jî nêzîk ve hev du nas kir. Bi rastî jî ez gelek tişt jê hîn bûm. Di wê demê de herî pir pirtûka Rêber Apo ya “ Parastina Gelekê” bala wê dikişand. Dixwend û li ser wê kûr dibû. Lewra dixwest paraznameyê baş fêm bike û di pratîkê de pêk bîne. Bi rastî jî ji me hemûyan zêdetir hevala Bêrîtan li ser paraznameyan lêhûr dibû û hewldida ku fêm bike. Di pratika xwe de jî bikartanî. Ev kûrahî di nêzîkatiya wê ya rêhevaltiyê de, di heskirina wê ya jiyanê de, di hewldana wê ya berpirsiyariyê de û di awirên wê yên serhildêr de nişan dida.
Vesazbûna hevala Bêrîtan li herêma Zagrosan çêbibû. Lê bi rastî jî herêma Zagrosê qet ne di hişê wê de bû. Ne ku ji vê herêmî hez ne dikir, di dile hevala Bêrîtan de her tim herêma Botan hebû. pêşniyara xwe ji qada Botanê re kiribû. Lê baş dizanibû ku Zagros jî herêmeke Kurdistanê ye. Êdî tiştê ku bikir anînbû. Amadekariya xwe bi rêk û pêk kir û kete riya herêma zagrosan. Pir ji çûndina herêma Zagrosan re ne dilxwaz bû, lê tu carî wê ev hestên xwe li gel hevalan diyar nekir. Ew evîndara herêma Botan’ê tenê nebû, hezkiriya tevahiya Kurdistanê bû. Di demeke kurt de xwe ji têkoşîneke dijwar re amade kir. êdî bibû lehengeke bêhempa û ji çiyayên pîroz yên ku dergûşa mirovahiyêne hêz digirt û şer dikir. Gav bi gav ber bi lûtkeyên Cîlo ve hildikişiya. Hevala Bêrîtan pratika xwe ya yekem li Zagrosan ango Çarçêlan derbaz kir. Ji hatina xwe ya Çarçêlan de hezkirineke bêhempa çêbibû. Evîdarê xweşikî, nepenî û bedewiya Çarçêlan bû. Xwe di bihuşta Çarçêlan de digirt. Di helbestên xwe xweşikiya Çarçêlan di anî li ser ziman. Bêjeyên xwe yên herî xweşik û bi wate dixemiland û ji bo Çarçêlan bikar di anî, dinivîsî û ji heval û hogirên xwe re dixwend. Têkiliyeke germ di nava heval Bêrîtan, Çarçêlan û hevalên wê de çêbibû. Êdî, Bêrîtan jî wekî Zozanên Çarçêlayê xweşik, wekî Cîlo serhildarê û wekî Cûdî biheşmet bû. Biqasî govendê nepen û bi qasî Avaşîn zelal bû.
Bi hêviya dîtina çiyayê Gabarê dijiya. Dixwest Gabarê jî dibîne û pê re hevaltî bike. Bêrîtan demeke li Zagrosê dimîne paşê derbazî çiyayê Gabarê dibe. Wekî zarokeke nû ji dayîka xwe bibe, bextewer bû. Bi coş bû. Kefxweş bû. Ji bo Bêrîtanê careke din jiyaneke nû dest pê kiribû. Her çiqas cara yekem hatibû Gabarê jî, her wekî bi salan e li herêmê jiyaye, qet xerîbî nekişand. Di demeke kurt de dest bi xebatên xwe kir. di dile Gabarê de, di mile heval û hogirên xwe de cihekî bi nirx girt. Pratika wê ya yekem li Çiravê çêbû. Êdî herêmê baş dinasî. Bi hemû kevir û kuçeyên herêmê re bû hevaleke dilsoz. Bi xaka pîroz ya Gabarê re li hev hatibû. Me wê salê zivistana xwe bi hev re ango li Gabarê derbas kir. Ji aliyekê sir û seqema zivistanê, ji aliyê din ve jî êrîşên neyaran didomiya. Tu carî serî li ber dijminê xwe dananî. Bi lehengî li ber xwe dida. Rêhevaleke serkeftî bû. Wê dizanibû ku xweşikî û dijwariya jiyanê wê her hebe. Dawiya zivistana 2007’an bû. Heyva Gulan’ê bû. Careke din ji bo peywîrekê heval Bêrîtan vegeriya qada Çiravê. Di komîna heval zekiye de cih girt. Ew û hevala hêvî koçer, dünya afrîn, nefel Gever û zekiye mêrdîn ji bo peywîrekê diçin cihekî. Di rê de rastî kemîna neyarên xwe tên. Bi berxwedaneke mezin şer dikin û şehîd dikevin. Şahadeta hevalên wê bandoreke neyînî û pir giran lê dike. Tu car ji hişê wê dernakeve. Lewra di wê tîmê de ew tenê mabû. Şev û roj fikra tolhildana hevalên wê di hişê wê de bû. Jiyan didomiya. Dizanibû ku ji bo jiyaneke xweş, rizgarbûna welêt şer û têkoşîn pêwîst e. Di warê derûniya şer de serwext bû. Di demeke kurt de xwe da hev û ji bo têkoşînkirinê di nav hevalên xwe de cih girt.
Helwesta wê gelek bandor li ser hevalan dikir. Her kes dixwest li gel wê peywîr bigire. Taybetiyên wê yên serbixwe hebûn. Evîdara azadiyê û serxwebûnê bû. Di şertên herî giran de jî, xwe perwerde dikir û pêş de dibir. Hevalên xwe jî bi xwe re perwerde dikir. Pir baweriya xwe bi perwerdahiyê dianî. Jiyana bi rêk û pêk û bi plan bi perwerdeyê ve girêdida. Taybetmendiyên wê yên herî bandorker him xwîner û hin jî nûsereke baş bû. Rojnivîsa xwe dinivisî. Helbestên wê jî bala her kesî/ê dikişand. Ew şoreşgereke pir alî bû.
Hevala Bêrîtan di 4’ê Kanûna 2007’an de li çiyayê Gabarê, li qada şehîd Erdal, di êrîşekê de şehîd dikeve. Bi vî rengî ew jî wek pakrewanekê tevlî nav koma hevalên xwe yên şehîd dibe. Di vê pêvajoyê de jardayîna Rêber Apo hatîbû rojevê. Ji aliyeke din ve jî politikayên îmha û înkarkirinê dimeşandin. Bi wê mebestê giraniya xwe dabûn ser çiyayê Gabarê. Di xwestin vê herêmê bidest bixin.
Her çiqas div ê demê de şehîd hatin dayîn jî, bi berxwedaneke mezin PKK’ê hêza neyaran carekê din şkand. Ev jî rastiyeke ruh û giyana PKK’ê îfade dike. Yek ji hevalên ku vî ruhî bi awayekî dilsoz dijiya û tevlî dibû rêheval Bêrîtan bû. Bi vê ruhê xwe berxwedaneke bêhempa nişan dabû.
Her çendî hevala Bêrîtan bi bedena xwe li gel me nebe jî, lê wê her tim jiyan û giyana me de bijî. Bi rastî di debarê hevala Bêrîtan de nivisîn ne hêsan e. Peyv têr nake. Ancax bi jiyankirinê mirov dikare rastiya heval Bêrîtan fêm bike. Fêmkirina Bêrîtan di heman demê de têgihîştina PKK’ye.
Ji bo min jî, xwedî li bîranînên wan derketin, wan zêdetir fêmkirine. Ez ê kesayetiya wan ji xwe re mînak bigirim û divê riya pîroz de bimeşim. Bîranînên wan wê riya min ronî bike. Bizanim ku ji bîr kirina we, ji bo min wê îxanet be. Bi hemû hestên xwe, bi hezkirina xwe, ez we bi rêzdarî hemêz dikim û we silav dikim. Wê rojên herî dijwar b imin re parvekir. Ez bi sedema wê ser diketim. Ez ê her tim we bişopînim. Bi hêvî û daxwaza gihîştin û dîtina wê rêhevalên min…
Rêheval Bêrîtan, kulîlkeke di kûrahiya zinar û kendalan de nû gihîştî ye…
Silav û Rêzên Şoreşgerî
SÎDAR GABAR