HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

sehid Li welatê serhildêr ê Serhedê, şopvanên li pey rêya heqîqetê bûne destan, ne kêm e. Rêwitiya bêhempa, ne sir û seqem, ne ba û bablîlsok, ne berf û bager û ne jî rawastandin dipejirandin.”

Hevrêyê Rojê, lawê Serhedê li ser xaka pîroz, li welatê serhildêr, têkoşerê evînê û lehengê şopa heqîqetê Şehîd Fîraz xwe di oxira rêya têkoşîna gelê xwe de, di oxira rêya Ehmedê Xanê de feda kir. Weke her bedenên ku di rêya azadiyê de xaka pîroz şad kir, ew jî di vê oxirê de gihişt stêrkan.

Qêrînek, dengek li ser rûpelê dîrokê li hev pêçayîbû, ew dengê xaka dilbirîn diqelişand, Geliyê Zîlan bû. Geliyê Zîlan, di rastiya jiyana wate barkirî de veşartî bû, agir li ser her kêlekê Aratatê vêxistîbû. Bi hêrsbû, serî rakirî bû. Volqana derdida di rastî de kela dilê êş kişandî bû; ew jandarêya birînên bi êşên xwe re dergistî bûn, bi kenê hatî dizîn re rêheval bûn.

Tevî ku kenê vî welatê di pençên xwînmijan de dibû girî, hêvî di tirsa jopan de dihat çewisandin û xak ji demsalan xeyîdî bû, lê ti caran rojê ji vê welatî koçî welatê biyaniyan nekir û zarokên vê xakê ji germahiya xwe bêpar nehêlan.

Êdî bedenên di pençên guran de diperpirtî bi dawî bibûn, baskên ji firînê re bi rêzdarî berê xwe dabûn rojê, li ezmanan hêvî di bêdawîbûna gerdûnê de dibû bawerî û keser.

Hevalê Fîraz di nav herikîna van bawerî û keseran de, jiyana xwe hûnand, ew bû hevrêyê haqîqetê û di temenekî biçûk de berê xwe dide çiyayên azad.

Ew bêyî ku sînoran bizane, dikeve nava lêpirsîna jiyana ji dest çûyî û ew dikeve lêpirsîna reva ji welatê xwe.

Hevalê Fîraz li welatê Serhedê mezin dibe, ew dibe yek ji zarokên di ahenga zozanan de, li ber bayê hênik, ava jê xom xom tê xwe dibîne û bi narînî tov dide.

Şehîd Fîraz di sala 2002’an de raste rast li ser herêma Serhedê re tevlî dibe, tevahî rêwîtiya xwe ya di gerîla de bêrawestandin li herêma Serhedê derbas dike.

Têkoşîna gerîla pir bala wî dikişîne û her wiha rêwîtiya gerîlayên li Araratê, Tendûrek, Çemçê û Eledaxê wî ber bi xwe ve dikişîne.

Bi ketina gerîla ya vê herêmê û heta roja îro gelek lehengan hêlîna xwe li wir danîn û bûne destan. Şehîd Fîraz xwe di navnîşana wan lehengan de dît û di vê rêyê de ji xwe hayîl bû.

Kesayetên weke Seyfiyan, Elî Dirêjan, Sîdaran, Lehengan û gelek cangoriyên di oxira vê rêyê de canê xwe kirin sîper, li ser kesayeta hevalê Fîraz bandora xwe dike.

Hevalê Fîraz li navçeya Bazîd a girêdayî bajarê Agirî ye ji dayîk dibe û li wir mezin dibe. Ew ji aşîreta Celaliyan e. Ji malbetekî xwedî çanda welatperwer, serî rakirî û serhildêr tê. Jiyana xwe bi xwendinê derbas dike, di çûna dibistanê de rastî bêmafiyên ku dewleta Tirk li ser zarokên Kurd dike tê, ev jî ji bo wî dibin navnîşanên lêpirsînê. Ji ber ku di her kêliya jiyana wî de xuyabû kesayetekî bi awarteyan dagirtiye. Piştî tevlî nav gerîla dibe, wî rabirduya xwe bi xulase, di sohbeteke me de wiha dianî ziman; “ez li dibistanan ti caran nebûm êsîrê mamosteyan û li malê jî nebûm mirovê ji rêzê yê li peyî jiyana ketî û erzan”.

Jixwe dema mirov li jiyana wî ya gerîlatiyê mêyze dikir, mirov kesayetek awerte ya ji bo gelê xwe, dîroka xwe têkoşînê dide bi hêsanî didît.

Belê, min hevalê Fîraz di sala 2007’an de naskir. Ez hîna li ser rêwîtiya Serhedê bûm, min navê hevalê Fîraz bihîsti bû.

Ji aliyê rêhevalên wî ve di her sohbet û qada jiyanê de dihate behskirin. Ew dem meraqa min a dîtina wî mezin bû, ta ku heta roja min ew dît û naskirina min jêre çêbû.

Cara pêşî min ew li herêma Tendûrekê dît, gava min ew dît, wêneya ku di derbarê kesayeta wî de, min di xeyalê xwe de çêkiri bû ne dûrî wê bû, bejna wî dirêj û ji xwe bawer, her wiha rûkenî û laqirdiyên wî ji ber çavan nedirevîn. Yekem car, tiştê bala min kişandin ev taybetmendî bûn. Her wiha berî ku şehîd bikeve jî, jêhatîbûna wî ya di jiyanê de, ji hevalê Sîdar guhdarkirin bi serê xwe şansek bû. Şehîd Sîdar ew bi peyvên şilbûyî, bi xîtabeta ji hevokên hûnandî dianî ser ziman, min ew dem ji xwe re digot, bila hevaltî wiha were ziman.

Hevrêtiya Sîdar û Fîrazan vegotin hêjayî destana ye, hezkirin, girêdan, rêhevaltiya wan weke rê û resmekî di hişê min de bûye wêneyekî ti caran ji rengên xwe yê bedew nayê xwarê.

Bi hevalê Fîraz re, her hevalekî/ê pir lez pêwendiyên rêhevalane ava dikir, ev ji bo min jî wer bû, lê belê di warê xwendina hêza wî ya jiyanê de ev rewş berovajî bû ango qet ne hêsan bû. Di sohbetan de ne ez û ne jî tu hevalên din ji bersivên wî re amede bûn, tu caran di bin peyvan de nedima û xwe ji bersiva ti pirsan re dereng nedihêşt.

 

Weke Araratê serî rakirî û dil pir reng bû, weke “Kir” dijwar bûn, nêrîn û dîtinên wî, weke Tendûrek girêdayî bû ji rêhevaltiyê re, weke Çemçê û Eledaxê kesera zarokên penaber di dilê xwe de dihewand.

Min ew di pratîka 2007’an de ji nêz ve naskir, her çiqas gelek caran bi xebatên parastina cewherî re mijûl dibû jî, lê xwe ji sohbet û heyîna nava rêhevalên xwe qut nedikir, ew bi rêhevaltiyê re û rêhevaltî bi wî re hunandî bû.

Bi tena serê xwe diket her cihî û derdiket, bi taybet lêhûrbûna xwe li ser şerê bajêr û gerîlatiya bajêr gelekî kûr kiribû, xwe di derbarê şerê bajaran de diêşand û di pratîka xwe de ev raste rast dida nîşandan. Pratîk û ezmûnên xwe yên di vî warî de, di heman demê de ji bo xwe kiribû perwerdeya herî mezin.

Li kûderê, wê çawa, çima û bi çi awayî nêz bibe? Pir baş ji hev cuda dikir, tayên ziraviyên jiyanê qetandibû û bi ser jiyanê de diçû. Kesayeta xwe perwerde kiribû, di rastiya Rêbertî de xwe hûr û kûr kiribû.

Belê, em bi hev re di dawiya sala 2007’an de derbasî qada Dembatê bûn. Dembat herêmeke zozan e û gelê Mako ku bi giraniya xwe ji aşîreta Celaliyan e li vê herêmê bi cih bûne, şehîd Fîraz ji çanda vî gelî û herêmê ne dûr bû, ji ber ku tenê di navbera Bazîd û Mako de têlên zengar hatine danîn, ew jî nebû sedem ku çanda wê herêmê û şêwaza jiyana wan qut bike.

Bi me re hatina şehîd Fîraz a herêma Dembatê, cardin li ser esasê xebatên parastina cewherî bû. Salên berê, wî jî xebat li herêma Mako meşandibûn, di vê qadê de jî xwedî ezmûneke mezin bû.

Şehîd Fîraz ne tenê ji bo polîs û leşkerên Tirk bibû spêleya şevan, ji bo pastaran jî heman tirs ava kiribû, xew li wan kiribû mirin, jiyan li wan kiribû jana giran.

Jiyana wî ya gerîlatiyê nîv li çiyan, nîv li bajaran derbas bû, pira di navbera gerîla û gel de avakiribû, xwe ji hemû şert û mercên têkoşînê re razandibû.

Aramanca şehîd Fîraz ew bû, têlên dijmin li hev hûnandine ji holê rake û bi gelê xwe bide gotin; hûn tev yek in û parçekirina vê xakê weke rûpela di nav agir ango avê de dihêle û diçe ye.

Hevalê Fîraz di nav gelê Mako de dihate naskirin, bi ked, liv û lebata xwe di nava demeke kin de navê xwe di dilê wan de dike tov.

Di rêwîtiya me ya ber bi qada Dembatê de, gelek kêliyên zor û xweş di nava hev de me jiya, di meşa çar rojan de zorî û xweşiyên me jiyan kirin, bê şehîd Fîraz anîna li ser ziman weke bedena seqet e.

Di rêwîtiyê de tiştên di hişê mirov de dimîne û rêwîtiyê bi wate dike, tevî hemû zorî û zehmetiyan hembêzkirina jiyanê ye.

Di wê meşa me ya ber bi Dembatê ve du taybetmendiyên şehîd Fîraz ên ji ber çavan nedirevîn hebûn, moral dayîna derdorê xwe û alîkarî dayîna rêhevalên xwe bû.

Bazdana wî ya di meşê de, tu caran ji bîra min naçe, gavên wî weke hespê rewan bû, di demên kêliyên bi xetere de bazdana wî ez dibirim dîtinekî wiha ‘ew bi wê bazdana xwe ji mirina bi erzanî direve’.

Ji bo ku bi erzanî nekeve nav lepên guran, bazdida û xwe pir bi lez ji qereqolan dûr dixist. Min ew taybetmendiya wî di hatina pastarên Îranê ya li ser me de dît, pastar bi armanca me tevan şehîd bixin hatin ser me, lê di serî de şehîd Fîraz û em hemû rêhevalên pêre piştî pevçûneke dem kurt û şûn de me berê xwe da cihê ku heval li benda me bûn. Di hatina wan pastaran de hatibû famkirin ku wê dewleta Îranê bi rihetî dev ji şehîd Fîraz bernede.

Me xwe li ser xeta sînor ji çembera pastaran rizgar kir û em gîhîştin hevalan. Wekî ku heval Fîraz ji zû ve di nav xebatan de ye di nava demekî kin de ji me veqetiya û berê xwe da herêma Mako, di nava demekî kin de bi ser karê xwe de diçe, ew lezbûna wî ya ketina nava kar, çi mixabin dewleta Îranê pir zû jê haydar dibe. Û êdî ew ji çember avêtina guran bêagahi ye.

Di vê çûna xwe de ne bi tenê bû, êdî Fîraz bê Gever û Gever bê Fîraz wê neyên bi lêvkirin. Heval Gever Herdem, berê jî li Mako kar û xebat daye meşandin, di wan deman de hevrêtiya bi heval Fîraz re ava dike û hevdîtina cara duyem xwe ji nîşaneya sembola rêhevaltiya bi lehengî re amede dike.

Hevaltiya wan, hezkirina wan bi lêv kirin pênûsan diçemîne, rûpel bi kelegirî dibe. Hevaltî, hezkirin, bi hevdû re yekbûyîn, xebatkirin, girêdan her wekî gelek tiştên ku mirov rêz bike di kesayeta wan de di asta mînakê de bû û bi fedayîbûna wan xwe ve manîdartir kiribû.

Her du hevalan jî dixwestin di qampa zivistanê de ligel me bimînin, lê ji ber ku pêwîstî bi xebatên cuda hebû û ew xebat jî ji wan dihate xwestin, bi pêşwaziyeke dilnizm û li hember erkên rêxistinê serî çemandî çentê xwe dan pişta xwe, çekên xwe avêtin milê xwe û berê xwe dan herêma Mako. Wekî ku pêşde agahiya wan ji xebera veqetîna bêdawî hebe, nedixwestin ji gel me biçin, weke zarokên ku ji pey kirasê dayîka xwe qut nabin li wan hatibû. Berî biçin bi saetan ligel hevalên xwe rûniştin û li ser her mijarê bi rêhevalên xwe re sohbet kirin, di çavê wan de birçibûna hevaltiyê xwendin nezehmet bû.

Êdî dema kêliya veqetînê hatibû, wan bê xebera me dilê xwe emanetî me kiribûn, hêvî û baweriyên xwe di kefên destê me de pêçandibûn.

Di meha danzdehan sala 2007’an de weke gelek veqetînên bêdem ji gel me çûn û berê xwe dan bajarê Mako, ew dem em hîna derbasî cihê xwe yê zivistanê nebibûn, piştî ku em ketin cihê xwe yê zivistanê û şûn de di ser çûna wan re tam mehek derbaz nebû, me agahiya şehadeta wan bihîst.

Nivîsandina vê beşê ji bo min zor were jî, ev veqetîna bêdem ez ê bi destê lerizî bi peyvên şermok hewil bidim binivisînim.

Ez di wê bawerî de me ku qehremantiya wan, vegotina wan di vê beşê de veşarti ye, ji ber ku şehîdbûyîn bêmirinî ye, şehîdbûn jiyan e.

Di derbarê bûyera şahadeta wan de xwedî agahiyên berfirehî, ango pir zelal nînim, ji ber carekî din rûyê tarî, komploger û îxanetkaran di vê bûyerê de der dabû, dijminahiya dewleta Îranê ya ji gelê Kurd re çawa ku gelek caran di bûyeran de rû dide, vê carê jî weke her carê xwe dabû der.

Di encama şopandina her du hevalan de, cihê wan tê diyarkirin û bi destê kesên xayîn û xwefiroş de şûrê bi serî jehr li bedena wan dikeve. Çend sal di ser re derbas bûn, lê hîna jî ev bûyer weke gelek bûyerên din tam nehate zelalkirin û di quncikê tarîtiyê de bi cih bû. Lewma jî êşa vê bûyerê weke îro di dilê min de û di dilê rêhevalên wan de bibirîn e û zindi ye.

Belê, ew jî tevlî nav kerwanên şehîdan bûn û di hest û fikrên me de tovên têkoşîna jêneveger çandin. Ne ku şehîd ketin ez vê dibêjim; berovajî vê, wan di jiyana xwe ya têkoşînê de dilê me dizî bûn û hezkirin dagirtîbûn nav hinavên me, rêhevalên xwe.

Ez ê wan her tim bijîm û di her kêliya têkoşînê de soza wan bidim jiyîn.

Fîraz di dilê Gever de, Gever di dilê Fîraz de jiyan kir.

Silav û rêzên şoreşgerî

Şaristan Nûrhaq

09.12.2013