HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

jiyanaazadGelo hemû kes weke ku tê xwestin, ango dixwaze dikare bijî? Li gorî nêrîna min divê her kes pirseke wisa ji xwe bike, yanî “ez ê çawa bijîm? “Ji ber her kes ne xwediyê hûnereke wisa ye ku bizanibe bijî. Gelek mirov jiyana erzan ji bo xwe esas digirin. Ji ber ku nizanin jiyaneke bi çi rengî ji bo xwe esas bigirin, loma di demek kurt de dikevin nava rewşên ne baş û dawî li jiyana xwe tînin. Hinek ji wan jî rojane dijîn, qet ne di xema dinyayê de ne. Gelo ma mirov ne bi fikrê xwe mirov e. Heke ez ne xwedî fikir û raman bim, lewra heke pîvanên min ên jiyanê nebin, gelo çi wateya jiyana min heye? Hemû mirov dibêjin “em dijîn,” lê ev jiyaneke çawa ye? Tenê tişta ku dixwazim bêjin ev e, ji cîhan a xwe ya xeyalan şiyar bibin, bes e. Ez dizanim ji ber ku hêza we têra têkoşînkirinê nake, ji ber vê hûn naxwazin ji nav cihana xapînok a xiyalan şiyar bibin. Lê em vê ji bîr nekin ku her tişt bi têkoşînkirinê re derbazdar e, heke hûn têkoşîn nekin, hûn dê hêza xwe jî keşif nekin. Tenê bila wêrekiya we li hember jiyankirinê hebe. Mirovê ku li beramber jiyanê wêrek nebe, nikare rast jî jiyan bike. Jiyan gelek xweş e, lê heke mirov bizanibe vê jiyanê bijî. Weke hûn jî dizanin tu ezmûn ji ezmûna jiyanê zehmetir nîn e.

Dibe ji we re weke nakokiyekê bê. Beriya ku ez qala jiyaneke nû bikim, min xwest hinek behsa jiyana mirovên ku nizanin bi çi rengî jiyan dikin jî bikim. Vaye, jiyana pîroz li vir e, li ser van çiya û zinaran e. Ma gelo jiyan ji vê jiyanê bi watetir û pîroztir heye? Min li vir wate da jiyana xwe. Min li van çiyayên bilind ên serfiraziyê wateya jiyana rast û azad naskir. Min li vir zanî ku wateya jiyanê çi ye; di van warên azad de wate da her tiştî. Tiştên ku di civakê de bê wate hatine hiştin, erzan kirine û ti qîmetê wan nehiştin e, min li vir têgeha rast a jiyanê keşif kir wate dayê. Dibe ku hûn bêjin: “ Beriya niha jî me jiyan dikir. “ Heke hûn-em wiha bifikirin, bi misoger em ê xwe bixapîn in. Rast e me di civakê de jiyan kir, dibe di nav malbatê de ti kêmahiyên me jî nebe, lê divê em bêjin dayîk û bavê me çawa jiyan kirin e, civaka em lê mezin bûn, çawa jiyan dikirin? Ma gelo ev ji we re nabe nakokî! Heke ev hemû bi mirovan re nebe pirs û bersiv, wê demê divê em li hemberî xwe bikevin nav nakokiyan.

Me temenek di nava civakê de derbaz kir û me dibistanên civakê xwendin. Lê em nikarin bêjin weke dihat xwestin me jiyan kir. Ya rastî ez xwe weke ku zarokeke nû fêrî jiyanê dibe hîs dikim. Ji ber ku hê jî hindek tişt ji min re xerîb tên. Ji ber vê dema ku ez ser jiyanê difikirim weke ku ez ji kêfan bifirim lê têm. Ji ber ku ez ji jiyana xwe şadî û dilxweşiyê digir im. Ji her demê zêdetir ez bi jiyanê ve têm girêdan û hez dikim. Ez ji fêrbûna jiyanê têr nabim. Ji ber ku ez nû wate didim jiyayê. Carinan weke mirov destek gul hemêz bike, ez wisa dixwazim jiyanê hemêz bikim. Bêguman heya ku ev jiyan gihişt vê astê jî bi hazaran mirov xwe ji bo vê jiyanê kirin stêrk û ji me veqetiyan. Ev jiyan wisa hêsan çênebû û bihesanî nehat afirandin. Ev jiyan ji aliyê kesên ku ber bi azadiyê ve firîn hat afirandin. Di wateyeke din de, ji aliyê cangoriyên vê têkoşînê ve hatiye afirandin û mîrasê wan ji me re maye. Ew bi van taybetmendiyên xwe ve ber bi azadiyê ve firiyan. Ji ber vê ev jiyan ew qas xweş û xwedî wate ye.

Em tabûreke heval in, tabura me ji sê yekîneyan pêk tê. Her hevalek ji cihekî hatiye. Tenê ne ji gelekî ji hemû gelan heval cihê xwe dinav vê tabûrê de girtine. Mîna rûbareke herikêner xwe tevlî jiyanê dikin. Mirov nikare bi ti awayî heqê kêfxweşiya jiyana van mirovan bide. Kelecana wan a jiyanê ti pênûs nikare bide vegortin. Hêzê, fikir, raman û pênûsa ti mirovan têr nake ku vê jiyanê li ser rûpelên spî binimîne. Ez niha hewldidim binivîsînim, lê biqasî misqalekê jî ez mafê nivîsandina wan nadime. Ev mirovên ciwan dest dane hev û di nav şerê herî dijwar re derbaz dibin. Di nav vî şerê dijwar de hewl didin azadiya xwe bi dest bixin. Ji xwe seknên milîtanî wiha ne, ew kesên ku armanca Denîz Gezmîş û Mahîr Çayanan didomînin. Ji bo jiyanê baş nasbikin têdikoşin, têdikoşin ji bo azadiyê bidest bixin. Belê, em li benda mamosteyê xwe yê JIYANÊ ne. Dilê wan mezin e û çavên wan dibiriqîn e. Ev mirov dizanin ku wê li van çiyayan bi mirovbûna xwe re bijîn. Ji ber vê hemû tiştên xwe hiştin û xwe ji jiyana wan çiyayên azad girtin. Ew êdî dizanin dê azadiya xwe li van çiyayan bigirin ango bi dest bixin. Werin em bi hev re temaşeyê jiyana wan bikin. Ka ev mirovên xweşik çawa dest bi jiyana xwe ya rojane dikin.

Di demjimêrên sibehê de radibin, em dirûşmeya xwe dikin û pişt re jî dest bi werzîşê dikin. Ji xwe ti caran dengê çûkan serê sibehê ji guhê me kêm nabin. Piştî werzîşê bi heman coşê ve em dest bi jiyana xwe ya rojane dikin. Bi despêkirina jiyana rojane re em rojê silav dikin. Dema ku roj nû derdikeve tîrêjên wê li ser çiyayên jora me re diyar dibe. Bi derketina tîrêjên rojê re em dest bi kare xwe dikin, hemû demjimêrên karê me diyar e. Hemû karê me di nava pergaleke diyarkiri de dimeşe. Her tişt di nav keyfxweşiyekê de ye. Ji ber vê hemû karê me di nav dildariyê de tê meşandin. Her ku roj derbaz dibin yekîneya me bi hêztir dibe. Vaye, ez ji vê jiyanê re dibêjim jiyana azad. Kesê ku ji bo mirovahiyê her tiştê xwe feda bike, ev tê wê wateyê ku wî/ê wateya jiyanê zaniye û naskiriye. Ji ber vê dibêjin: “ Divê her tim em mezin jiyan bikin.” Hemû mirov dikarin jiyan bikin, lê nikarin mezin, azad û biwate jiyan bikin. Ji ber vê jî ji jiyana erzan zêdetir, divê em hemû zehmetiyan derbas bikin û jiyana pîroz hembêz bikin. Ji ber em layîqê vê jiyanê ne, ev jiyan jî layîqê me ye. Ji ber vê divê misoger em serbixînin…

Silav û Rêzên Şoreşgerî

Bêrîtan GOYÎ

02.7.2002

Qendîl