Rêheval Zîlan Amed di sala 1999’an li Amed’ê tevlî refên gerîla dibe. Li Zagrosan demeke dirêj dimîne. Sala 2006’an de diçe Dêrsimê. Her tim li cih û qadên zehmet de dimîne.
Paqijiya dilê heval Zîlan di rûyê wê de xuya dikir. Li hemberî Dêrsimê hesreteke mezin dijiya. Wexta çû Dêrsimê di asta berpirsiyar de çû. Ruxmî ku temenê wê biçûk bû jî, lê pêşengtî dikir. Mirov di sekna wê de fêm dikir ku armanca wê mezin e. Di sala 2007’an de li ser qereqola Askurekê di asta berpirsiyarî û bi ruheke fedaî şer dike. Roleke xurt dilîze di vê çalakiyê de. Hejmareke mezin leşkerê Tirk dimirin û dijmin diheyire. Dijmin giraniya xwe dide çekên teknîkî. Wê demê ji ber ku heval Zîlan herî dawî ji qereqolê derketiye û êrîşên dijmin yên hewayî jî zêde ne, ji hevalên xwe qut dibe. Rojekê di nava operasyonê de bi tena serê xwe dimîne. Pişt re xwe digihîne hevalan. Sekna wê ya fedaî ne tenê di çalakiyê, di her kêliya jiyanê de ji dil û can bû. Her tim rûken û zindî bû. Di kesayet de hevaleke durist bû. Di nava jiyanê de bi qasî ku dilnizm bû, hin aliyên xwe yên nepijiyayî jî hebûn. Carna bi nezanî dikete nava kar û xebatan. Wexta hevalan ew hişyar û rexne dikir, pir dilnizm nêz dibû. Di çavên wê de mirov paqijiya pitikekê didît. Mirov dikare bêje ku keçeke çeleng a kurd bû. Heval Eylem û heval Zîlan li heman cihî diman. Beriya şehîd bikevin heval Eylem di çalakiyekê de wek fermandar tevlî dibe. Ji bo ku bikeve milê êrîşê, xwe pir zêde ferz kir. Roketa B7 dişixuland, bi çavtarî dikete êrîşê û wisa encam digirt. Ruhê wê yê êrîşê her li pêş bû.
Piştî demeke kurt heval Zîlan hate qadê. Ruxmî ku nû hatibû lê mirov digot qey di demen borî de jî li van qadan maye. Herdû heval jî bi tevlîbûyîna jiyanê de bi moral û zindî bûn. Wexta diçûn çalakiyan jî wisa tevdigeriyan. Ji bo amadekariyên zivistanê xebat dihatin meşandin. Di wê zivistanê de herdû heval jî pir kar dikirin. Hevalên birîndar jî hebûn. Ji bo eleqeder bibin û tedawiya wan hevalan bikin bir hewl didan. Bi riya cîhazê banî hevalên xwe dikir. Beriya ku bigihên cihê xwe, di rê de bi sedan wêne dikişandin. Heval Eylem ji wêne kişandina bi hevalan re pir hez dikir.
Wisa digot: “Min û Heval Zîlan bi hevdû re bikişîne. Em herdû jî ji Amedê ne. Ger rojekê em şehîd bikevin emê li ser milên gel bi serhilanan werin oxirkirin”
Ew cihê ku ev gotin lê hatibûn ziman; piştî demekê herdû heval heman cihî ketin kemînê û tevlî karwanê nemiran bûn. Beriya şehîd bikevin bi 3 rojan, herdû heval jî çûbûn peywirekê. Piştî qederek meşê Heval Eylem zîvirî û radyoya xwe radestî hevalan kir û wiha got: “Ez radyoya xwe ji were dihêlim, dibe ku di rê de tiştek biqewime.” Ango herdû heval jî beriya ku biçin pêhesandinek çêbû. Di pêşî de heçku dizanîn dê tiştek wisa çêbibe. Herdû heval jî di pêşî de diçin û herdû heval jî dikevin kemînê. Di demeke kurt de kemîn dibe qada şer û pevçûnê. Saet di 7’an de heval Eylem ji bo ku bi hevalên bi paş de tên re pêwendî çêbike bi inyad israr dike. Dixwaze xwe bigihîne girekî ji bo ku agahî bide hevalan. Ji ber ku dijmin teknîkeke giran dişixûlîne herdû heval jî birîndar dibin. Ruheke mezin ya berxwedanê didin nîşandan. Ji ber ku li hemberî wan kemîneke berfireh a dijmin hebû. Ji bo ku nekevin destê dijmin bombêyên xwe di xwe de diteqînin. Di navbera herdû hevalan de 100 metre hene. Beriya şehîd bikevin ji bo ku tiştek nekeve destê dijmin, tiştên li ser xwe datînin cihekî dûr. Herdû heval jî dibin xwedî berxwedayîneke qehremanî. Herdû rêheval jî di 31’ê Tîrmeha 2008’an de li Dêrsim Ovacikê şehîd dikevin.
Rêhevalên We Yên Tekoşînê