Em diyaloga Rêbertî ya bi fermandar Eşref Başkale re bi we re parve dikin
Rêbertiya Partiyê: Navê te?
Eşref Başkale: Eşref Başkale
R.P: Tu ji ku derê yî û çend salî yî?
E.B: Ji Wanê me. Bîst û du salî me.
R.P: Xwendina te?
E.B: Dibistana navîn.
R.P: Ji kîjan herêmê hatî û peywira te çi ye?
E.B: Fermandarê taximê me. Ji herêma Zapê hatim.
R.P: Çend heyvin tu li gel me yî?
E.B: 5 heyv Serokê min.
R.P: Kêmasiyên te yên bingehîn çi bûn û te kîjan çareseriyan dît?
E.B: Serokê min, kêmasiya me ya herî mezin û bingehîn ew e ku; her çiqas em bi xwe bawer bin û bejin; partiye dinasin jî, em ji jiyan û pratika rêxistinê dûr in. Di van pênc heyvên ku min li vir perwerde dît de, min vê kêmasiya xwe derxist zelaliyê. Her wiha her kêsê/a ku ji xwe re dibêje ez şoreşger im, divê xwe bi hemû hebûna xwe ve bide şoreşê. Min van rê û rêbazan ji xwe re esas girt. Dikarim van bêjim Serokê min.
R.P: We dahûrandina pratika Zapê kir an na?
E.B: Rast e Serokê min.
R.P: We cudahiya di navberê de û ferqa dijartêşbûnê derxist zelaliyê?
E.B: Rast e Serokê min.
R.P: We riya herî rast dît an ?
E.B: Rast e Serokê min.
R.P: Niha bi vê perwerde û zanebûnê ger tu biçî qadên pratîkî, bo îxtîmala serkeftinan dikarî çi bînî ziman?
E.B: Min kêmasiyên xwe yên pratîkî yên demen borî derxist zelaliyê Serokê min. Bi hêza ku min ji Rêpertiya partiyê girtî, ez ê karibim gavên xurt biavêjim. Li ser vî esasî ez ê di serkeftinê de bi israr bim.
R.P: dibêm qey herî kêm hûn 10 qatî bihêztir bûne. Ger xeta şoreşgerî bê meşandin û peywirên leşkerî bêne pêkanîn, ew dem wê rastî bigihê wateya xwe. Bi we bawer im ku hûn ê bi serkevin. Ji ber ku ez wan herêmana dinasim vana dibêjim.
E.B: Rast e Serokê min.
R.P: Ger gerîlatiya rast û bêkêmasî pêk bê, em nikarin çi nekin ku.
E.B: Her tişt dikare bê pêkanîn Serokê min.
R.P: Bi ya min bi taximekê jî serkeftinên mezin dikarin bêne bidestxistin.
E.B: Rast e Serokê min.
R.P: Wekî din? Li gorî te; em ê îsal li Heftenîn, Zagros û Botanê dorê li dijmin teng bikin?
E.B: Raste Serokê min, derfetê vê hene.
R.P: Hene ne wisa. Ji ber ku tu çiya dinasî ez vana tînim ziman.
E.B: Raste Serokê min.
R.P: Ger tu hezar gerîlayî bidî derdora xwe, bi ya min wê dijmin bêhenase bimîne û bitengije.
E.B: Rast e Serokê min derfetên me gelek in.
R.P: Divê tu zorê bidî xwe ku karibî van yekan pêk bînî.
E.B: Rast e Serokê min.
R.P:Jixwe hûn zorê nedin xwe, ti wateya kesayeta we namîne.
E.B: Rast e Serokê min. Min van mijaran derxistiye zelaliyê.
R.P: Wekî din tu yê bi me re çi parve bikî?
E.B: Dikarim bêjim ku; heta ku mirov zanîna partîbûyînê dernexe zelaliyê, bi çi zor û zehmetiyan ev partî çawa xwe gihandiye vê astê neye zanîn, çiqasî li qadên pratîkî bê mayîn jî, ger em li gor rê û rêbazên xwe pratikan bimeşînin em ê negihin serkeftinê.
R.P: Dîroka partiyê, beriya wê jî dîroka Rêbertî. Ji ber ku beriya dîroka PKK’ê dîroka Rêbertî heye. Ev girîngtir e. Pişt re jî dîroka şer û artêşê heye ne wisa?
E.B: Rast e Serokê min.
R.P: Heta ku ev her sê xal neyên zanîn ji nav me tike nikare xwe bigihîne serkeftinê.
E.B: Rast e Serokê min.
R.P: Tu di bîra wê de yî ne wisa? Ez bawer im k udi gelek mijarên dîtir de jî te xwe gihandiye ronahiyê. Ev bes e an tu dixwazî dewreyeke dî jî bimînî?
E.B: Bes e, Serokê min.
R.P: Tu dibêjî bes e ha? Ew dem heta ku em fêm bikin dê pêk bînin û bi pêkanînê jî em ê bêhtir fêm bikin. Vê yekê zevtkirin serkeftina herî mezin bi dest xistin e. Tu amade yî û bi xwestekî, ne wisa?
E.B: Rast e Serokê min. Gelekî bi xwestek im.
R.P: Tu dikarî her peywira girîng hilgirî li ser milê xwe?
E.B: Dikarim Serokê min.
R.P:Di meşekê de, bi hêsanî dikarî komekê bigihînî cihê wan. Di erazî naskirinê de tu serwer î. Pratîka te ya şer jî bihêz e ne wisa? Ango ji niha û şûn de tu yê karibî deynê xwe bidî partiyê?
E.B: Rast e Serokê min.
R.P: Ji bilî vê tu yê derfetê bidî jiyaneke dî.
E.B: Rast e, ti derfeteke jiyaneke dî wê nebe.
R.P: Pêdiviya me jî bi jiyaneke dîtir nîne ne wisa? Di bûyera Serokatî de ev diyar e; ger dinyayê jî bidin, mirov armancên xwe bi ti tiştekî ve naguherîne.
E.B: Rast e Serokê min.
R.P: Tu dibînî ne wisa? Ti kes ji min re negotiye; derfetên te kêm in, ji te re vana, bi vana xwe bihêztir bike.Berovajî vê yekê, min hemû cîhanê daye ber armancên xwe. Mirovên dozê wisa dibin. Mirovên dozê, çav bernadin jiyana hêsan û tiştên kêfî. Li gor wan, her tişt bo armanca mezin e. Tu çiqasî bi înyad û bi xwestek bî, tu yê ewqasî serkeftinên mezin bi dest bixî. Tu yê karibî vana pêk bînî? An jî soza te wê vana jî bigre nav xwe?
E.B: Rast e Serokê min.
R.P: Bila wisa be ku, koma te bila karibe peywira xwe ya dîrokî pêk bîne.
E.B: Rast e.
R.P: Li gorî min; di vê çarçoveyê de soz dayînek jî bo bidestxistina serkeftina bes e. Di dîrokê de gelek kesayetên wisa hene. Hindek ji wan bi darê zorê hatine perwerdekirin û hindek jî bi rêya diyariyê tevlî dibin. Lê van kesana encamên wisa dîrokî bi dest nexistine. Em di nav we de, li bendî xwedî kesayetên fermande ne. Hûn vê hîs dikin ne wisa?
E.B: Rast e Serokê min.
R.P: Ev azwerî û kelecaneke mezin e. Jixwe ji bilî vê, ti qîmeteke me kurdan nemaye. Di vê çarçoveyê de hûn dikarin him soz bidin û bêjin; em ji van hemû tiştan re hene? Kerem kin.
E.B: Di çarçoveya ku Rêbertî diyar kiriye de; di pêvajoya li pêş me de, bo ku bibim xwedî meşeke rast ... soz didim.
R.P: Me pêvajoyeke dijwar ya dî jî bi dawî kir. Em, şerê pêkanîna soza ku li vî gelî hatiye dayîn didin. Li vê derê soz bi berfirehî tên dayîn. Sozên tên dayîn bi warte û encamgir in.
Ez dîsa bikirpînim; aliyekî vê soza hûn didin jî ez im. Ji niha û şûn ve yên ku pêwîstiyên soza xwe pêk neyne jî gunehê min pê nayê. Dev ji belengaziya wî/ê berdin, beriya dijmin derbeyeke dî jî ez ê lê bidim. Ji soza xwe dûrketin an jî qîmeta soza xwe nezanîn ji mirovatiya xwe dûrketin e. Mafê we yekî/ê jî nîne ku hûn vê bikin. Ketina rêya welat pir xweş û pîroz e. Ku êdî em dikarin bêjin ku îro derfetên rizgarkirinê hene. Coş û peroşiya vê jiyîn, van axan û erdnîgariyên zêrîn û azad himbêz kirin, li gor min wek ku di dîrokê de cara yekemîn pêk tê wê dilê me hemûyan kêfxweş bike. Ev destkeftiyeke mezin û girîng e. Yên ku welatê xwe bi vî awayî rizgar dikin, yên ku di welatê xwe de elîfbêya destpêkê ya jiyanê fêr dibin û dijîn, her çiqas di destpêkê de dilnizm bin jî, tê wê wateyê ku li Kurdistanê pêşketina herî mezin didin destpêkirin.
Êdî hin tiştan fêm bikin. Bi tiştên vikî vala yên ku dendikê hêjîrê jî danagirin re xwe mijûl nekin. Bi vî halê xwe yê belengaz nemîn. Her wiha zûzûka jî nemirin. Em li vir têkoşîna jiyanê didin, soza jiyan û nemiriyê didin. Ez pir qîmetê didim sozê. Û dikarim bêjim ku; soz nêviyê serkeftinê ye. Nêviyê serkeftinê ji niha ve hatiye bidestxistin, nêviyê dî jî êdî ji têkoşîna we re maye. Serkeftina vê têkûz e, yên ku binirxînîn teqez wê xwe, partiyê û gelê xwe mezin bikin. Û dijmin kî dibe bila bibe, ji ku derê were bila were, çawa şer dike bila bike; ev xet û pêdiviyên sozê wê vî dijminî bi erdê re bike yek.
Di esasê xwe de R.P vê yekê peyitandiye. Divê yê mayî jî hûn bipeyitînin. Ev him maf û him jî peywira we ye. Dîsa bînim bîra we, ji bilî vê ne li dû xeyalan biçin, ne li dû vîneke dî herin û ne jî bifikirin ku jiyaneke dîtir heye. Ew dem li vir her tişt mezinahiya soza tê dayîn nîşan dide. Derfetên me yên ku hûn karibîn pêdiviyên soza xwe pêk bînin jî hene. Ya mayî jî wek milîtanekî jiyîn, şer kirin û di şer de pêşî li jiyanê vekirin e.
Vê pêk bînin, ger di encamê de hûn negihin zaferê; ew dem mafê we yê ku, hûn hemû tiştan ji min re bêjin heye.
20 Avrêl 1996