Ji gelê me û rayagiştî re!
Ji roja 21’ê adara 2009’an pê ve ku tevgera biryara bêçalakîbûnê yekalî girtiye, ji hêla artêşa TC’ê ve 56 operasyonên bi armanca tunekirinê hatine li dar xistin. Li hember van operasyonan ji ber pejinkariya gerîlayên me tenê ji van operasyonên di pênç operasyonî de şer qewimiye û ji hêla gerîlayên me ve di vê mehê de tu çalakiyek nehatiye li dar xistin.
Di tevahiya meha tebaxê de hem li eyaletên me yên bakur hem jî li Qadên Parastina Medya bi tevahî 26 caran êrîşên bi hawan û obûsan û 5 caran jî êrîşên hewayî li dar ketine û di vê pêvajoyê de ji ber van êrîşan 9 hevalên me şehîd ketine. Her wiha di êrîşên hawan û obûsan de, eydî gundiyan gelek zevî, baxçe zirar dîtine û bi sedan sewal telef bûne. Pê re jî li gelek herêm û çiyayên Kurdistanê şewatên mezin derketine û gelek ji van şewatan ji hêla artêşa TC’ê ve bi zanebûn hatine derxistin.
Operasyon |
56 |
Êrîşên Hewayî |
5 (Şirnex-1, Colemêrg-4) |
Êrîşên bi hawan û obûsan |
26 (Zagros-9, Şirnex-2, Colemêrg-3, Xakurkê-2, Dersîm-4, Zap-5, Sêrt-1) |
Destdan |
5 |
Çalakî |
- |
Hevalên me yên ku şehîd ketine |
9 |
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê