HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Ji 1’ê Tebaxê û virve li Dersîm li dijî Bozanlar, Girêsor, û Amûtka ku girêdayî Geliyê Elî ye ji hêla artêşa TC êrîşên havan û obusan tê lidarxistin. Di encama êrîşande şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

2. Di 3’ê Tebaxê piştî şewitandina maşînên Valiti ya Agirî di 5’ê Tebaxê li dijî herêma çalakiyê ji hêla artêşa TC operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê saet di 19.00’ande li dijî yekîneyeke dijmin a ji operasyonê dizîvirî ji hêla tîma çalakiyê ya Şehît Zinar çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 4 leşkerên dijmin ji hêla gerîla yê me hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.

3. Di 4’ê Tebaxê di derdora saet 02.30’ande li Colemerg di navbera Şemzînan û Rûbarok ku girêdayî Şemzînanê ye li dijî konvoyeke dijmin ji hêla gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de panzêrek û maşîna akrep ya bizirx ji hêla gerîla yê me hatiye îmha kirin. Hejmara kuştî û birîndarên dijmin jî ji aliyê me nehatiye zelal kirin. Piştî çalakiyê li dijî herêmê ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de şewata li herêmê destpê kiriye hîn jî berdewam dike.

6 Tebax 2010

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG