Raperîn bi xwezayê re destpêdike;dema ku kefenê sipî yê zivistanê diçirînê, dema ku kirasê sir û seqema hişk cihê xwe ji şemala narîn re dihêlê, li ser lêva kevîyên berfê reqsa berfîn, qasidê vejîna biharê ye; rûniştina cemre, pêş înqilabên di giyana av, ax û hewayê da ne,teyrên mihacir ref bi ref ji germistanên xerîb ber bi zozanên Welat ve koç dikin. Senfûniya azadiyê despêdike; sifreyeke rengîn ji reng û bêhna Gulan;Sosin û nêrgiz û beybûn, saz û awaza balende, ajalên kovî û derendeyan; deng dengê azadiyê, bêhn bêhna azadiyê, reng rengê azadiyê û ev heman kêliya ku ruh û giyana mirov ber bi ronahiya bê dawî ve diherike dem û kêliya azadiyê ye bêguman.
Di nav zayîna xwezaya welatê rojê de, dengê çakûçê Kawa mizgîniyeke nû bû xemla rengîna vî wargehî bi pençeyên xwîn hatibû herişandin; dagir bibû azadî bi qeyd û zincîrên sar û li şûna refên teyran, leqên leşkerê neyar, perdeya reş û konekî tarî li ser rûçikên wargehê Medî de vegirtibûn, ji şikestina xeyal wêdatir bû, weke secereşeke kûr û derbên bêeman xweşî û şahiyê konê xwe bar kirbû û naqûsa mirinê lê dida. Şevên reş yek bi yek dadiqurtand horî û ciwanên Arî, bi hezaran fîdaê nû gihîştî, bê ku çavên xwe li jiyanê vişkênin hatin qetil kirin. Bi sedan sal buhurîn lê Newrozên me her bi jan derbas bûn. Caran koçberî, îşkence, kuştin û birîndarî berdêlên ku qet tu efsaneyek nikaribe vebêje, tu zindiyek taqeta dîtin-bihîstin û guhdarkirina wê neke. Di xeyal de azadî, di hêvî de aramî her ku diçû geş û gur dibû weke çirûskek agir di şeveke tarî de lê didan û êşa bindestiyê gihîştibû hestî. Kê ye, yê ku ji firdûsê dest berda û bi dojehê razî bibe; lale û şilêr nûnetên xwîna sor a ciwanên Kurd di nav qelîştekên lat û zinarên bê nav nîşan bûn, agir geş bikin, ên ku agir vemirîne xîyanet kar e… Dûrûşmeya pêtên agir a li ser bedena Mazlûman bû Zekiye. Bi gotina , êdî agirê Newrozê ne bi qirş û qalan; bi agirê canê xwe pêbixin. Ev deng bilindtir kir, berdêla Newrozê giran bû ji bo ku nirxên azadiyê giran biha ne. Weke jana Helepçe; Komara Mihabad; Dêrsim, Agirî, Sînema Amûdê; Qamişlo û can û dilên ku bi azadiyê şiyar bibin tu car ji bîr nakin, ji nedîtî ve nayên. Ma qey xweza her tim di bin pençên zivistanê de xwe radigire; govenda evîndarên rojê bi pêtên agir, bi qasî ku tu qeyd û zincîr nas neke; bi coş e. Giyanên azad tenê bi gihîştina azadiyê ve aş dibin; ji bo bîranîna dilên pak ên welatê xwe re vefadar bimînin; ji bo agirê Zerdeştî di Îmralî de bibe volkana azadiyê.
Silav û Rêzên Şoreşgerî
21.03.2011.
Bahoz Arya
- Ayrıntılar
ji gelê me û raya giştî!
Di tevahiya dîroka têkoşîna me de her Newroz bûye xwedî pêngav û berxwedanên nû. Di Newroza 2013'an de Rêbertiya me bi deklarasyona dîrokî re starta 'Pêngava Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad' daye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 15’ê Adarê de di navbera saet 00.00’an û 04.00’an de Balefirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Parastinê yên Medya Li Herêma Xakûrkê gera xwe bê navber berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di êvara 10'ê Adarê saet di navbera 20:30 û 21:00 de balafirên şer ên arteşa Tirk a dagirker di ser Geliyê Reş û Gostê yên herêma Xakurkê ya bi ser herêmên Parastinê yên Medya û qada Gerdiya ya navçeya Şemzînana Colmêrgê firiyane.
- Ayrıntılar
ji bo gelê me û raya giştî!
newroza bi navê berxwedana gelê me di jiyanê de buye sembola vejînê, di tevahiya mêjûya tevgera azadiyê de buye xwedî wateyekî mezin. kevneşopiya berxwedana Mazluman, Zekiyeyan, Rehşenan, di çiyayên Kurdistanê de ku berxwedaniyên wêrekane yên ku qehremanên destanên mêrxasiyê
- Ayrıntılar
Di zilam û jinên Kurd de ketibûna di têkîliyên zayendî de di asteke herî pêş de ye. Di felsefeya gundî de têkîliya zayendî ya kor bi şev û roj heye. Di dîtinê de gelekî binamûs e, nimêja xwe dike, bi xwedayê xwe re ye. Lê belê li gor min jiyana wan hemû têkîliya zayendî ya kor e. Ev têkîliya zayendî ji asta malbata pêvajoya hovîtiyê jî şûndetir e. Tiştê tê jiyîn ev e. Çi qasî bi êş e ku ji bo vê hovîtiyê qilifê binamûsiyê lê dikin. Dema ku mirov tîne asta malbatê di wir de rastiya Kurd ji hemû aliyan ve di têkîliya zayendî de hatiye fetisandin. Di rastiyê de bi hemû aliyan ve nasnameya netewî û welat çûye, her tişt di vir de hatiye wendakirin. Vê gavê tengasiya herî mezin hîna jî ev e. Ne zilam û ne jî jin dikarin bêhna xwe bistînin. Ev tenê bi nirxandinên wêjeyî yên dirêj û siyasî ve tê vegotin.
Ji gundîtiyê, ji bo çi zilamekî baş dernakeve? Rexmî hemû hewldanan ji bo çi berpirsyarekî siyasî û leşkerî yê xwedî hêz dernakeve? Ji bo çi pêşmergeyan ji ber malbata xwe çil caran xwe firotin? Zilamê Kurd, ji bo çi ev qasî xwe firote Ewrûpayê? Ji bo malbata xwe û ji bo kar rojê çil caran parsekiyê ji dagirkeriyê re dike. Ji bo qaşo malbata ku xwedî namûs e, heta tenê ji bo jiyana xwe ya ji rêzê rizgar bike, li hemberî mûçeyekê (maaş) tiştekî ku nefroşin nîne. Ma rûmet û namûs maye? Exlaq li ku dera vî tiştî ye? Lê belê tenê vê xilas bike li hemberî îşkenceya dinyayê berxwe dide dikare ji çolên Erebistanê biçe wî milî dinyayê Swêdê. Ev di heman demê de dramek e.
Şoreşger ji bo pirsgirêkan bi qaliban nêzîk nabin. Ew dizanin bi şêweyên afirandêr û bikaribe ber bi rizgariyê ve bibe nêzîk bibin. Wê demê hun dê çawa nêzikî van pirsgirêkan bibin? Ji ber ku hem min weke takekes jiyan kiriye, hem jî hêza min a çavdêriyê ya giştî heye dibêjim, li gor min ji beriya her tiştî pêwîst e azadiya zayendan were pêkanîn. Pêwîste têkîliya zayendî ji xapandinê, ji xistinê, ji bûyîna amurê avakirina mal û milk û malbatê derbikeve. Heta pewîste mirov têkîliya zayendî ji amurbûna ketinê derbixe. Ji ber ku têkîliya zayendî her dem weke bûyereke gelekî şerm tê nirxandin. Têkîliya di navbera zayendan de, têkîliya zayendî weke tiştekî gelekî şerm tê bidestgirtin. Gelo ma ev nêzîkbûn rast in? Ger em li gor zanistî, li gor zanista azadiyê lê temaşe bikin girêdaniya têkîliya zayendî bi paşverûtiyeke mezin ve, bi girtîbûnê ve, bi pêşketina civaka çînî û bi pergala mal û milk ve heye û heta ev yek weke nîşaneke vê ya herî ji rêzê û hêsan e. Di vir de tawana herî mezin ku li hemberî mirovahiyê hatiye pêkanîn, bingehê bêexlaqiyê di bin navê exlaq de derdikeve holê ye. Bi namûsbûna di vir de navê rûyê wê yê din bênamûsî ye û rûyê din ê girêdaniya zêde bi mêrê xwe ve jî fahişetî ye. Her du jî bi hev ve gelekî girêdayî ne. Van hemûyan di Kurdistanê de civaka me fetisandine û dinya me ya hizirandinê tune kiriye. Ango derfet nedaye ji bo pêşketinên ku jê re tê gotin, taybetmendiyên netewî û rastiyên siyasî. Hun dikarin vê hizirandinê bêhtir bi pêş bixînin. A herî girîng jî hun dikarin li ser pêk bînin.
Ez weke zayendekî xwe hindekî azad hîs dikim û şerekî min ê herî girîng jî ez xwe di asta azad de dihêlim. Gelo ma min bi vê yekê ve çi bi dest xist? Gel bi azadî, jin jî hindekî din bi wêrekî nêzikî min dibin. Ma gelo min ji bo gel got, bibêjin “Bijî Apo?” di carekê de her kesî li her cihî ev tişt got. Ma gelo ez jinê dikişînim gel xwe? Ger hun balê lê bikişînin, di we rêhevalên jin de pêwendiyeke kûr bi pêş dikeve û ji ber vê pêwendiyê di dîroka Rojhilatanavîn de cara yekem ev qas jin bêtirs li serê çiyan çekê digrin destên xwe. Me rê ji vê yekê re vekir. Gelo ma ez nebûma dikarîbûn gavan biavêjin? Çepê Tirkan jî heye, bila gavan bidin avêtin. Misoger e ku girêdana vê bi sererastkirina jiyana min ve heye. Ji ber ku min dev ji asta xwe ya azadiyê berneda, civak û jin ber bi azadiyê ve diçin. Hunê hindekî bizanibin ku vê lêkolîn bikin. Rewşa azadiyê çi ye? Jin ji bo çi ber bi wê ve diçe? Ger mirov balê lê bikişîne, bûyera hezkirinê bi pêş dikeve, hunê hindekî dakevine çavkaniya vê yekê. Ev hezkirin çawa bi pêş dikeve? Pêwendiyên min hene, pêwîste ez ji bo gel berfireh bihizirim. Misoger bi sebreke mezin û rik li ser xebatan bim. Ji bo we jinan jî her dem ji bo cihekî diyar şer bikim, ji bo asta azad û têkîliyên azad şerekî bidim. Gelekî li pêş çav e ku min bi hêzeke kişandinê ya mezin ve jin kişandiye azadiyê. Gihiştina hindek encaman çêbû. Hindek pêşketin derketin holê. Bibînin ku rewşa min, rewşeke ku hindekî kar dike ye. Ez nabêjim, tiştê ku ez dibêjim misoger rast in û yekcar van qebûl bikin. Lê belê hindekî lêkolînkirinê bizanibin. Herî kêm ger hun girêdanê baş çêbikin, hunê bikaribin mifteya avsûnî ku digihê asta azadiyê bi dest bixin. Ev li gor min mifteyeke herî xwedî nirx e. Ev yek ji bo nîqaşê jî vekiriye.
Ez di vê mijarê de dixwazim gelekî wêrek tevbigerim, her kesekî gotiye jin û bi ser de çûye. Nazim Hîkmet jî gotiye, “ jina me ye, di sifra me de piştî gayê zer xwedî cih e” û bi ser de çûye. Ji hizirandina zarokeke xemilandî heta bi gelek taswîran diçe. Ango ku gelekî wêjeya wê hatiye kirin. Di encam de weke topeke di bin lingan de diçe û tê, heta dawiyê rewşeke xirab derketiye holê. Jinê di rûmet û şerefê de, di beşa duyem de cihê xwe girtiye. Gotina wê zêde nayê guhdarkirin, zêde cidî nayê girtin. Di pêvajoyên biryarên civakî û siyasî de cihê wê weke mirov tune hesab e. Ew qasî kêm e. Di mijarên leşkerî de jixwe cihê wê tuneye. Di malbatê de jî cihê wê weke hatiye diyarkirin, “piştî gayê zer” tê. Eziyet û mineta dinyayê tê kişandin. Lê belê vê rewşê bi vî rengî qebûlkirin û ji vê re jî gotina rûmet li gor min heqareta herî mezin e ku li mirovan were kirin. Li dijderketina min her cureyê têkîlî û zewacan ku dibe encamên bi vî rengî heta çanda wê ji ber vê yekê ye.
Ger hun lê temaşe bikin, sebra min mezin e. Ez mirovê rêgezê me. Ez bawer nakim ku yekî din bi qasî min hêza girêdaniya rêgezan bi tebat nîşan bide. Kesekî ku hindekî min nas dike, ji bo min dibêje, “navê te birêz rêgez e?” min bihîst ku berpirsyarek wisa dibêje. Digotin, “em cara yekemîn, li rastî yekî tên ku jiyana xwe li gor rêgezan sererast dike.” Pêwîstiya min nîne ku ez kesekî bi erzanî bi xwe ve girê bidim. Lê belê doza civaka mezin û rêhevaltiya mezin û dîsa ji bo gihiştina vê jiyana min bi xwe ye. Me ji civaka Kurd ya bêziman, kesayeta Kurd a ku hezar caran tune bûye ev qehreman afirandin. Nirxandina gav bi gav çawa hatine xeta qehremaniyê ne zehmet e. Ez nabêjim her tişt bi min dest pê dike, lê belê pêwîste ku mirov hewldaneke wiha jî baş bibîne. Hun dijmin bin jî vê yekê rast binirxînin. Bi wî rengî ye ku serokê artêşa tirkan jî min rast dinirxîne. Ji kesayetên ku nedikarîn nefesa xwe bistînin û ji siya xwe ditirsiyan, afirandina vê rewşê gelekî girîng e. Heta ev yek tê wateya her tiştî jiyan bi xwe ye. Pêwîste mirov rêgezê wê jiyanê bizanibe.
Di rastiyê de min bala xwe da rizgariya we, pergala têkîliya her zilamekî bigrin dest. Zilam xwe nade karên bi vî rengî, heta van tiştan bêwate dibînin. Hevalên me demeke dirêj e dibêjin, ew dixwaze bi van jinan ve çawa Partiyê bimeşîne û me vedibînin (yadirgamak). Ev feraset demeke dirêje li ser pişta min weke barekî bû. Ew têkîliya taybet a ku min pêş xistiye, hemû têkîliyên ku piştre her kesekî ji bo weke ezmûnekî xwekuştinê dihizirî û weke ku min karekî herî xeter kiriye dinirxandin.
Ji ber jinê tiştê zilam û hun rêhevalên me yên jin qebûl dikin, bûyîna mal û milkê yê nêzîkbûna hestyarî ya ku destpêkê nîşan daye ye. Zilam dibêje ji sedî sed jin malê min e, hun jin jî dibêjin “ez wisa bûm” ma hêsan qebûlnekirina min xerabiyek e. Bêyî ku jin û zilam werin dahurandin hindek rastî çi hatin, hindek li gor rêpîvanên malbatê, hindek li gor rêpîvanên mal û milk, hindek li gor erk û hêzên xwe dikevine nava nêzîkbûnan. Tiştê ku piştî vê bi pêş dikeve jî girêdana jinê ya bi malê û zarokan ve ye. Pêwîste mirov bi rengê ev çi qasî exlaqî ye, yan jî çi qasî xizmeta azadiyê dike binirxîne. Rexneyên di vê mijarê de gelekî berfireh in û dahurandin jî gelekî pêş de çûne. Gelo em bi kirina vî tiştî ve, gelekî we tengav dikin an jî gelo em pergala we serûbin dikin? Dibe ku ev hemû jî çêbibin, ez li rewşên ku derdikevine holê temaşe dikim ez tê digêhim ku dinya we ya hestan hilweşiyaye û ev ji bo bertekan rê vedike. Min hin dîtin nirxandin, li gor wan ez zilamekî bixof im. Nirxanên weke ma balkêş e mirov nikare bihizire yan jî ev gel Rêbertiya xwe nas dike, ma gelo dizanin Rêber bi vî rengî ye? Heye. Ez van hevokan hem bi tirs dibînim, hem jî bi xwe îftîhar dikim. Ji ber ku ez wiha me, ez ji bo xwe dibêjim bravo. Min ji dîrokê û rastiya koletiyê toleke baş wergirt. Ez xwe bi hêsanî naecibînim. Lê belê di hindek xalan de min hindek encamên bingehîn girtin. Di mijarên kê û kîjan hest em hilweşandin de hunê hindekî hişmend û ji dil bin. Hindekî baweriyê bi xwe bînin û xwe nas bikin.
Ew nêzîkbûnên ku we jiyane çi bûn? Hun jin û civaka Kurd gelo dizanin? Zarokên deh diwanzdeh salî girtine dane zilamê temen mezin, gelo wan tu caran hezkirin û rêz dîtine. Serê wan ew qasî dixebite? Gelo ma tu tercîhên wan û raweyên wan ên hezkirinê çêbûne? Gelo ma ew layiqê tu hurmetê bûne? Hun baş dizanin ku pêwîst e, ji bo vê bersiva, naxêr were dayîn. Destên wan û dilên wan vala ye. Zimanê wan hatiye girtin, çavên wan hatine korkirin. Bi rengekî girêdayî li cihekî hatine rûniştandin. Şerê min li hemberî vê yekê ye. Dibe ku dibêjin, “mafê her kesî ji bo dinya hestên erzan û têkîliyeke erzan a bi destxistinê heye.” Heta hun baş dizanin ku tê pirskirin, “tu çawa PKK di vê rewşê de dihêlî? Ev qas jin û zilam bêyî ku bizewicin çawa têne girtin? Hevalekî digot, “jin û zilam weke agir û barûtê ne, tu çawa di nava hev de digrî?” wê provakatorê jî digot, “emê di nava 48 demjimêran de pirsgirêkê çareser bikin. Kê dê bi kê re bizewice biryar bigrin, pirsgirêkê ji binî ve çareser bikin.” Di vê mijarê de provakatoran soz dabûn hev û digotin, “ger em Partiyê bikin destên xwe, emê we malên ku hun dixwazin, têkîliyên ku hun dixwazin de bigrin.” Bi sedan heta bi hezaran xebatkar bi vê riyê bêbandor hatin hiştin.
Ger mirov baş lê temaşe bike, çîrok heman çîrok e. Ha zilamê li gund têkîlî bi vî rengî bi dest girtiye, malbat avakiriye, ji xwe re pîrek aniye, bûye mêr, ha di nava refên me de hatiye kirin, ji hev ne cihê ne. Gelo me jin û zilam serbest bihişta ma dê çawa çêbûya? Weke wan bi xwe digotin, yek kes nediçû Botanê, dê biçûna li Ewrûpayê bijiyana. Gelo ma hun dikarin mirovê li Ewrûpa dijî bikujîn jî, serê wî jî jê bikin, bibêjin, “were tu bûyî dewlet, te serxwebûn bi dest xistiye” û bînin welatê wî? Gelo ma hun dikarin kesekî bikîşinin şerekî wiha bi zehmet? Ger em li ser bihizirin, emê bibînin ku ev yek ne gengaz e. Wê rûberûyê her şêweyê heqaretê, her biçe ber bi komkujiyan ve biçe, lê dîsa ew ji xwe re weke çarenûs diyar kirine. Kê çi ferzî kê dike? Ferzkirinên min çibûn? Di serî de rastiya xwe binasin, ji bo vê yekê PKK’ê û ji wê wêdetir sosyalîzma di nava PKK’ê de nas bikin. Herî dawiyê de jî xwe weke zayend nas bikin. Pêwîste em vê platformê vekirî bihêlin. Nûbûna herî girîng a ku em nîşanî we bidin, ew e. Hun platformeke vekirî bihêlin ku bikaribin xwe azad binirxînin. Destpêkê em derfeta hizirandineke ku xwe ji kaprîsan û ji azweriyan xelas kiriye pêşkeş dikin. Hun bi vê re bi rê bikevin, bi hev re nîqaşê pêşbixin, ji bo hev tiştên rast ferz bikin, çarenûsa xwe nîqaş bikin. Ji ber wê yekê jî pêwîst e kes ji bo tu kesekî nebe asteng. Bi taybetî ferzkirinên hemberî hev bila sînoran zêde tengav nekin. Tengavkirina sînoran nayê wateya “tu bûyî yê min û ez bûme yê te, hev kor nekin. Bi hezkirin û rêzdariyê ve dagirtî bin, lê belê kesek xwe nêzikî rewşên ku em dikarin jê re bibêjin, tengavkirinên fîzîkî ango tacîzê nebe. Ev yek hîn zêdetir ji bo we pêwîst bû. Ji ber ku pêwîstiya we bi hindekî hizirandinê û xwe komîserhevkirinê hebû. Ev yek ne ji bo komekê dihate kirin, ji bo dîrokê dihate kirin. Ji bo pêvajoyeke dîrokê gaveke azadiyê bidine avêtin, dihate kirin.
Azweriyên we û şêweyê we yê hatina tekoşînê, hiştiye ku hun heta qirika xwe bikevine nava hêrsê, min li hember vê yekê li ber xwe da. Ji bo vê jî min hindek nêzîkbûn bi pêş xistin. Min pirs kir ev çi azwerî ye? Min ev azwerî guherande welatparêziyê, têgihiştina gel, naskirinê û girêdaniyê. Me ev mijar him berfireh nîqaş kir û him jî me xwest em wê ferz bikin. Ev ferzkirineke rast e. Ji ber ku ez ji bo berjewendiyên we bi qasî nêvenga nîqaşê ya wekhev û azad bidim ew qasî jî maf û berpirsyariya tercîhkirinê didim we. Lê belê gelo ma tiştê girîng ev bû? Gelo ma ya girîng xwe tunekirin bû? Tişta girîng fêmkirina vê rastiya dîrokî ye. Gihîştina rêgeza rizgariya giştî ye û bi vê re jî rizgariya kes pêşxistine. Hate xwestin bi we re têkîlî di vê çerçoveyê de were sererastkirin.
Piştî van diyarkirinên giştî di pratîkê de ji bo çi hîn jî hindek pirsgirêk tên jiyîn. An jî rewşên ku mirov dikare jê re bibêje sîxuriya objektîf derdikeve holê. Sedema jiyîna vê tênegihiştina rêgeza azadiyê ye. Sînor neanîna ajoyan e. Yan jî hêza avakirina girêdana siyasî nîşan nedan e. Siyaset xetek e, ev xet her ku diçe dibe rêxistin û çalakî. Ji ber ku bi wê re girêdanî nayê avakirin tê xwestin azweriyên bêrêgez were bilêvkirin. Di vê mijarê de em hindekî astengiyan çêdikin. Tişta rast ferz dikin, ev jî bi helwestên tund ve tê pêşiwazîkirin. Di encam de ev entrîka û paşbêjiyan (dedikodu) derdixê holê. Ev jî dihêle ku pêşiya pêşketinên ku çêbibin were girtin.
Di vir de em Yalçin Kuçuk bi bîr tînin, di nivîseke xwe de dibêje, “Ocalan bi bûldozeran mêjiyan –ez dikarim li ser vê dilan jî zêde bikim- cot dike û gulan diçîne, mêjiyan vediguherîne baxçeyên gulan.” Di rastiyê de ew me lêkolîn dike û digihê hindek encaman. Bi rastî jî zewiya Kurd encax bi bûldozerê were cotkirin û ger hindek tov werin reşandin dibe ku gul an jî gihayên cuda şîn werin. Di bexçeyê Kurd a niha heyî de ne gul ne jî giha heye. Baxçe hatiye şewitandin, xirabe ye. Lîtav e (batak). Mirov nikare ji bêhnê û ji nefretê jê derbas bibe. Ew kesên ku hindekî hêzên wan ên nêzîkbûnê hene dikarin vê yekê bibînin.
Dibe ku hindek ji we hez bikin, di vê mijarê de ez hindekî jinan û keçikan şermezar dikim. Ez zêde tolhildêr nînim. Lê belê rewşên ku nayên efûkirin tên jiyîn. Dîsa jî em wan efû bikin. Hindekî digihîne astekî ku devê wan dikare axaftinê bike, hindekî digihên hêza hizirandinê lê belê ji ber ku nikarin xwe ji hemû aliyan ve bi pêş bixin dikevin nava rewşên gelekî xeter. Ma gelo wan çi kirin ku çi dixwazin? Kîjan şer meşandin û dixwazin çi bistînin? Gelo hewldanên me heta ku derê fêm kirin? Ez bawer nakim derdê van ê Kurd fêmkirinê û di Kurdistanê de jiyînê zêde hebe. Tê xwestin ku xaleke girîng were derbaskirin. Lê belê di hemû provakatoran û oportunîstan de hewldanên ku di pêvajoyên bi vî rengî de ji cihê herî jiyanî derbeyê lê bidin heye. Tenê di vê mijarê de na, di gelek mijarên cihêreng de min bi sedan mînakên vê yekê dîtin. Mînak, şer di dema krîtîk de ye û ger rast nêzîkbûn çêbibe, dê gavê gelekî mezin werin avêtin, lê belê mirovek derdikeve holê û oportunîzmeke wisa ferz dike ku derfetên xwedî nirxekî zêrîn tê wendakirin. Bingehê van ê çînî heye. Wisa ye ku mirov dikarin bi min re gelekî balkêş bimeşin.
Hun baş dizanin ku ez bi astengiyan re şer dikim û dixwazim xwe nexapînim. Astê civakî û pîvana edaletê ya ku ez dibêjim xwe nexapînin gelekî girîng e. Em sosyalîzmê temsîl dikin. ji bo têkîliyan ên diperçiqînin û tenê perçiqandin bi qasî ku raberkirina hêza teorî ji bo pratîkê jî gelekî girîng e. Tu kesek vê jî nahesibîne, naxwaze hîn bibe. Ji ber ku bêdil in. Tiştê ku min kiriye, neqebûlkirina vê bû. Li hemberî girtîbûneke mezin me bi serê xwe şer kir. Hun jî dikarin bibêjin, em ji bo azadiyê şer dikin û dijîn. Lê belê gelo ev yek bi hewldanê me ve çi qasî digihên hev, hun çi qasî girêdayî me ne. Tengasiyeke we ya hundirîn çêdibe. Hun vê dizîvirînine bertekê û nerihetiyê. Bi vî rengî di dilê we de ji bo me cih namîne. Heta hîn wêrekbûna min, hîn zêdetir hatina min a hezkirinê xerab tê dîtin.
Hemû jin, gelekî binirx dîtin şopa hêza kesekî bihêz e. Ev yek me ji bo we vekirî diyar kir. Ez ne li pey avakirina ast û haremê bûm û hîn jî di asta xizmetkarekî de me. Ez ji bo we xizmetê dikim. Gelo ma we dikarî ji mêrê xwe, ji evîndarê xwe pêwendiyeke wiha bidîta? Gelo evîndarekî we hebe ku bi vî rengî were derdê we guhdar bike, ev qasî xitabî dinya we ya hundirîn bike û pêwendî nîşanî pirsgirêkên we bike hebû?. Hembêz dikir, bi we şadibû û du rojên din rûhê we derdixist. Ev gelekî vekirî ye. Ez zilaman herî kêm bi qasî we nas dikim, azweriyên we avahiya we ji bo vê yekê gelekî vekiriye. Hun di nava lewaziyan de ne. Wê ew bi kar bianiya heta dawiya temenê xwe we dê jiyaneke aloz bidomanda. Gelo ma ev yek tiştekî gelekî xweşik e? Gelo wê wendakirinên we yên mezin çênebûya? Berî her tiştî ma gelo mêrxasiya we, kesayeta we bêyî ku pêş bikeve ji dest nediçû. Gelo tiştên ku hatine wendakirin, qet nebûn? Van tiştan nîqaş bikin. Dibe ku zilam baş jî nêzî we bibe, we baş biparêze, gelekî hez jî bike, we kêfxweş jî bike lê belê gelo ma bi rastî jî kêfxweşî ev e? Wêneyê malbatên kêfxweş ên bi vî rengî têne çêkirin, gelo ma bi rastî jî wiha ye? Hun dema li civakê temaşe dikin wiha nebûna wê bi çavtirsandî pêşwazî dikin û dibînin. Gelo ma di têkîliyeke bi vî rengî de aramiya keçeke ciwan çi qasî tê parastin? Rêzdayîn û nirxdayîna wê çi qasî çêdibe? Li derûdora xwe ya herî nêzîk temaşe bikin, gelo çi qasî rûmeta we heye? Ger hizirandinên mirovekî asayî ji rêgeza azadiyê ya bingehîn û xeta siyasî qut bibe ew dikare her cur çorsiyê bike. Hele ku li şûna azweriyê ajoyên xwe rakirina ser lingan hizirîbe, ji wî her cureyê belayan derdikeve. Ji bo wê jî dê bibêje azadî, azadiyê jî bi vî rengî tê digihên. Ev nêzîkbûneke gelekî erzan e û wan îflah nake. Dîsa jî hilbijartin a we ye.
Tiştê ku ez dixwazim bikim, bikaribim derfetên hilbijartinê jêhatiya ecibandin û hilbijartinê biafirînim. Ji ber ku xwe pêşkeşkirina min a ji bo we, ne encamê ketîbûnekê de ye. Di rastiyê de dixwazim vê yekê bi we bidim hîskirin. Ew mirovê hun ji xwe re weke Rêber dizanin jî, di mijara jinê de pêwîste bi we re weke evîndarekî mijûl bibe ew qasî xizmet bike. Ji bo azadiyê jî wêneyeke ew qasî vekirî çêbike ku hun xwe nexelitînin. Pêwîste hun bibêjin ger Rêberek jî wiha dike, mirovên li hemberî me gelo dê çawa bike? Hunê bibêjin ku Rêberek ev qasî serdest e û bihêz e, wiha nêzikî me dibe, tuyê ji bo çi nêzîkbûneke wiha nîşanî me nedî? Pêwîste mirov vê di we de bîne rewşeke xwestekê. Ev jî her ku biçe bigihê asta tekoşînê. Ev şerê we yê azadiyê ye. Hun dizanin ku ev nêzîkbûneke gelekî bihosteyî ye. Ez nabêjim artîstiyê dikim, lê belê gelo yê ku min di vê de dihelê kî ye? Gelo em wiha nekin, ma em dikarin bi qasî milîmekî gavan bidin avêtin? Gelo ma di vî karî de kesên xwedî nêzîkbûnên azad in, weke we derbikevin? Ger hun bibêjin, “di rastiyê de heta vê derê ye, pêwîstiya me bi hilbijartina azad nîne, ya ku em biecibînin me ecibandiye.” Wê demê ezê ji we bipirsim, we ji bo çi şoreşgeriya xwe bihêz nekir, ji bo çi hun hatine vê derê? Ji bo çi hun binketî ne? Ji bo çi hun nikarin hêz bidin karekî rast? Li jiyana xwe temaşe bikin, hun dê bibînin ku ev yek bi vî rengî ye. Ji ber wê jî hun kêm in, di nava xeletiyan de ne. Misoger pêwîstiya we bi veguherînê heye.
Hun dizanin ku nêzîkbûneke bi vî rengî çi qasî pêwîst e, diyare ku hunê ji nêzîkbûneke wiha encamên herî girîng derbixin. Ev tişt eşkere derdikeve holê. We ji bo çi xwe xiste vê rewşê? Min ji bo çi xwe xiste bin xizmeta we, ma ev yek pêwîst bû? Ez van pirsan ji we dipirsim. Ji ber ez şoreşger im. Di destepêkê de min tu caran nekire pirsgirêk û li ser pirsgirêkan ez bi caran rawestiyam. Di hizirandinê de û di helwestan de jî gelekî şaşitî hebûn, bêyî bipirsim bi ser we de hatim. Hindekan ev yek weke ferzkirin fêm kirin, bi we re ez dem bi dem axivîm, li gor min dibe ku keçeke me, jineke me îro bibe perçeyekî welat. Di rastiyê de ev yek hindekî rast e jî. Di rastiya jinê de, rastiya me ya civakî û netewî hîn jî dijî. Zilam jî ji ber nokeriyê, xerîbûnê, ji ber ku xwe rojê çil caran li ber dijmin tewandiye tune bûye. Ji ber vê sedemê ew nikare nirxên netewî zêde temsîl bike. Jin çi qasî paşde be jî –jina ji bo Botanê Kurdê bêriya çar hezar salan temsîl dike- zêde ber bi bişaftinê ve neçûye. Her jinek di rastiyê de weke nirxeke netewî ye. Yê ku baş temaşe bike dikare vê yekê tespît bike. Ji ber wê jî pêwîst e weke parçeyeke welat were pêşwazîkirin. Dibe ku hun bipirsin “em kesên bêhnpêketî û tunebûyî ne, ji bo çi tu wiha weke helbestan dihizirî? Ji bo çi xeyalên te ew qasî mezin in?” welatparêzek jî pêwîste wiha bihizire. Ev şêweyeke baş ê hizirandinê ye, xeyalekî baş e. Jin weke parçeyeke welat pêşiwazîkirin û wisa hizirandin mezinahiyek e. Her çi qasî hun layiqê vê yekê nebin jî pêwîst e mirov we bîne vê rewşê. Ma gelo xirabî di kû dera vê de ye?
Di rastiyê de rûmeta jina Kurd piştî gayê zer tê. Te çawa bi dest girtibe dê wiha be. Ma aliyê vê yê mirovî heye gelo? Jinê ev qasî ji dîrokê welat û ji çandê qut bigre dest piştre jî bibêje, canê min û malê min, bi ser de biçe. Bêrêzî û ferzkirina herî mezin di vir de ye. Têkîlî û azadiya zayendî ku xwe dispêre vê, gelo çend qirûş qîmeta wê heye? Azweriya te şiyar bûye û te hembêz kiriye. Ev tişt dibe rêgeza koletiyê, rêgeza lawiriyê heta dibe xerîbiyê û dagirkeriyê. Di vir de rêxistinbûyîn û çalakî nîne. Vaye feraseta gundîtiyê ya rastiya têkîliya zayendî, ya kor ku bi şev û rojê li rastê ye. Ma ev azadiye yan ev namus e?
Ez ji karkirinê eciz nabim, çawa ku ez di zaroktiya xwe de bi coşa hevaltiyê tevdigeriyam, hîna jî wiha me. Di hizir û jiyana min de kesayet xistina pîrek, an jî zilamkirina sexte nîne. Ez di jiyana xwe de cih nadim van tiştan. Ev yek bi min gelekî kirêt tê. Hevjînî tiştekî xirab nîne, lê belê gelo hevjînî çawa pêş dikeve? Ev yek ji bo min hîn jî pirsgirêkeke şer e. Şer û mijûlbûna mezin dema ku ber bi vê yekê ve diçe girîng e. Ji bo hindekan riya ku diçe hezkirinê weke av vexwarinê ye. Lê belê ev gelekî zehmet e. Li gel me riya ku diçe hezkirinê vekirî hiştin bi şerekî dijwar ve gengaz e. Ez dahûrandinan kurt dikim, lêkolînekirina vê guneh e. Devê wan hindekî axaftin dike, wê jî gelekî xirab bi kar tînin. Ez ditirsim, gelek dê bikevin rewşeke wisa ku ew hewldanên ku hatine kirin, dê înkarbikin û hewldan vala biçin. Dê vê fêm nekin û biçin. Encamê vê baş nabe, yê ku dîroka xwe û hewldanên ku hatine pêşxistin înkar bike, ne dibe sosyalîst ne jî di riya rizgariyê de dibe xwedî ezmûneke qayîm. Dê rewşa wan weke li welatên Rêel Sosyalîst de bibe.
Hun di têkîliyan de gelekî zehmetiyê dikişînin. Baweriya we ya bi xwe gelekî lewaz e. Pêwîste mirov wêrek be. Di vî alî de ger hun bixwazin, ez dikarim xebatên jinê bi sînor bikim. Lê belê ez ditirsim hun xwe wenda bikin, ji ber ku ez bawer nakim zêde piştgiriya we hebe. Ez bawer dikim ku min hindekî tekoşîna jinê di teoriyê de û di pratîkê de wateya wê ya rêxistinî çi ye, fêm kiriye û ez vê yekê dikarim bimeşînim. Lê belê rewşa sabotekirina vê xebatê heye, di vê mijarê de hun bi xwe dikevine nava kêmasiyan. Ev jî min dide hizirandin û dihelê ku ez tedbîran bigrim. Ger baş were temaşekirin, ev nêzîkbûn hetanî dawiyê zanistî ne û ji bo azadiyê bangewazî ye. Pêwîste mirov bi jinê ewle be, pêwîste mirov him jê bawer bike ku bi wê re jiyan dê hîna baştir were pêşxistin, him jî pêwîste mirov di nava hewldanên wê yên taybet de be. Pêwîst nake ku keçik xwe bikin nava zehmetiyan, em zêde tiştan ji wan naxwazin. Pêwîst nake ku hun bikevine nava hewldanên weke “em bibezine şer, çekê hilgirin, bibezine çiyê û yan jî pêwîst e ez xwe bipeyitînim” jî. Pêwîst nake hun xwe bi qasî hin azweriyan girêdayî hîs bikin. Pêwîst nake ku hun xwe bi zincîrên koletiyê ve jî girêdayî hîs bikin. Ez jî di nav de li hemberî we tu sazî û kes ne li hemberî zayenda we, ne jî zayendîbûna we, dikarin bibin xwedî bandorekî ferzkirinê. Hun dikarin hetanî dawiyê azad nêz bibin. Pêwîste ku jêhatiyeke we ya hilbijartinê hebe. Pêwîst e ku hun bikaribin xweşikbûnê bibînin. Heta hun wê bikin malê xwe.
Dema ku jin bû mijara gotinê em nikarin wê ji jiyanê qut bigrin dest. Di Kurdan de “jîn” him tê wateya jiyanê û him jî tê ya jinê. Ev penaseyeke gelekî rast e, lê belê gelo ma ev ketiye çi rewşê? Li gel me jiyan jehr e, stirî ye, di nava birînan de ye, belayeke ku bi navê wê dikevine nava her cureyê bênamûsiyan. Jin jî di vê jiyanê de zayenda herî zêde hatiye katalîzorkirin û wiha jî tê bikaranîn. Armanca min ew e ku ez jiyanê bînim astekê mirov bikaribe bijî. Me xwest em wêneyekê ava bikin, me got ku ji jinê jî serok derbikevin, demeke dirêj e bi hindek rêhevalên me yên jin re, di vê mijarê de em kûr bûn. Ez hizirîm ku dibe hindek pêşketinên girîng çêbibin, ev xebat taybet bû û hindek tişt afirandin. Di vê mijarê de pêşketinên gelekî girîng hatin pêkanîn. Di dema pêş de wê bandorên hîn mezintir, di vê xebatê de werin dîtin û jixwe hatiye dîtin jî.
Di hemû rabûnên gel de xebatên me bandorên diyarker pêk tîne. Ew jinên ku berxwedaniyên mezin kirin û çûn şehadetên mezin, me ew afirandin. Ew berhemên van xebatan in. Hindek xayin derketin, lê belê beşeke mezin ketine rewşa qehremanan. Pêwîste ez Bêrîvana ku li Cizîrê cara yekê şêhîd ket bi bîr bînim. Dibistana seretayî qedandibû û ji bo li zarokên malbatê binêre çûbû Ewrûpayê. Di nava me de jî bû perçeyeke azadiyê û derket. Ev di nava pêvajoya ku bi min re kete têkîliyan derkete holê. Berê koleyeke reben bû, axaftin û ken nedizanî, piştre dît ku çi qasî qîmet tê dayîn, bi vî rengî bi sedan jinên azadîxwaz hene. Ma gelo rûmetdayîna me anîna asteke şervantiyê xirab bû? Dibe ku azweriyên xwe nejiyan, lê belê di dîroka gelê me de cihê xwe yê pîroz girtin. Tê xwestin ku ev tişt hemû şaş werin nirxandin. Di rastiyê de ev pêşketinên ku hebûna netewekî ne û rûmeta jinê ne.
Hun li ser vê bingehê bi pêş dikevin, pêwîste em xwe bi vê yekê ve têr nebînin, hîna zêdetir pêşveçûn hebin. Xizmeta min tenê têr nake, ji bo hewldanên we him pêwîstî heye, him jî hun hêza bingehîn a vî karî ne. Di bûyera Kurd de misoger girtina we ya vî cihî gelekî girîng e. Lê belê hîna jî hun newêrek nêzîk dibin, hun zêde ji xwe ne ewle ne. Girêdaniya rêgezê tê derbaskirin, zêde biedeb nînin. Hun tengav dibin û carna digihên asta teqandinê. Ew jî diyar dike ku hun di gihiştinê de lewaz in. İsrara di mayîna jineke lewaz de û ji bo yekî qûl û kolebûnê ne ji bo suda we ye. Berfirehkirina jêhatiyên xwe yên hilbijartinê û nirxandinê yên ku têkîliyan baş e. Lê belê bi rêgezbûnê, bi terbiyebûnê û bûyîna berendamê azadbûnê hunê bizanibin. Nirxana me ya ku em we weke rêhevalên dilsoz dibînin bila xirab neyê dîtin. Ev rewş pêwîste we ber bi xwe mezindîtinê û delalîbûnê ve nebe. Di heman demê de neyê gotin ku gelo niyet xirab in. Ne hun ew qasî pêşketî ne, ne jî nêzîkbûn bi niyetên xirab in.
- Ayrıntılar
Garisa, şahidê çîroka şerê çekdarî. Dayîka hemû bûyer û serpêhatiyan. Li rex her girekî bilind, an li pişta her darêkî bûyerekî ku nehatiye nasîn, bihîstin û şirovekirin heye. Wateya Garisa ji bo şerê gerîla xwedan cihekî taybet e. Peyva Botanê di dîroka şerê çekdarî de bû bêjeyeke şîrîn û têye bilevkirin û devê her kesî şîrîn dike.
Garisa xwedan hêz û heybet e, babetekî bêhempa ye. Lewra jî hêzên dijmin zû bi zû nikarin derbasî her deverê vê herêmê bibin. Ew xwedan çiyayên bilind, asê û dijwar e. Li aliyekî Çaçê û li aliyê din jî Çiyayê Pîro, lê herçî Herekol jixwe dayîka hemû gerîlayan e. Ne tenê îro, ew di dîrokê de xwedan nav û navdariyeke mezin e. Ji aliyekî ve bilindî û asêbûn, ji aliyekî din ve jî şer û pevçûnên ku li Herekolê qewimîbûn; di çavên dijmin de bûbûn mîna kelem. Ji ber vê jî tirs û xofa hemû çiyan di hişên dijmin de hebû, lê ya Garisa û bi taybetî jî Herekolê cuda bû. Têkoşîna ku gerîla li vê herêmê bi pêş xistibû û wateya ku daye vê herêmê mîna nexşekî di dîroka şerê çekdarî de hatibû kolan.
Garisa, ji dema şer destpêkir û vir ve êdî ji bo gelê vê herêmê wateya jiyanê hatibû guhertin, ew jiyana ku berê di bin zilm û zordariya dijmin de dinaliya, bi şerê çekdarî re wateya xwe winda kir. Garisa ji sala 1989´an û şûn de bûbû wargeha gerîla û mîna ku ji sir û seqema zivistanê rizgar bûbe û bi hatina biharê şa bibe lê hatibû.
Êdî deh saliya şerê çekdarî hatibû pîrozkirin, lê di îsal de şer ji hemû salên borî dijwartir bûbû. Dijmin bi hemû hovîtiya xwe ketibû rê û bi paksaziyên mezin bi ser gerîla ve dihat. Dirûşma “an emê biqedînin, an biqedînin” ji aliyê dijmin ve li her derê dihate qotin. Lê gerîla jî li ser dirûşma xwe ya “an serkeftin, an serkeftin” tevdigeriya. Û li hemû deverên herêmê berxadanên mezin û destanên şer dihatin lidarxistin. Bi vî awayî hevrikiya ku di mehên pêşîn ên vê salê de hatibûn pê, hîn bi hemû dijwariya xwe didomiya.
Roj diçûn, meh dihatin. Êdî sal berve dawiya xwe diçû. Gerîla dîsa mîna her salî amedakriyên xwe yên kampan dikirin. Lê dijmin îsal ji bo ku gel û gerîla ji hev qut bike hema hema gundekî ku alîkariya gerîla dike li navçeya Garisa nehiştibû. Ango wan jî para xwe ji hovîtiya dijmin girtibû. An bi giştî hatibûn şewitandin, an jî hatibûn hilweşandin. Di encam de gundiyan koç kiribû û war li şûna xwe hiştibûn. Ew gundên ku bi hezaran salin hatibûn avakirin, êdî mîna kevalan mabûn. Tenê kundan li ser dîwarên şehetî dixwend. Tenê çend gundên cerdevan yên ku dijmin ji xwe re kiribûn pal û pişt li herêmê mabûn. Ew jî ji bona ewlekariya djimin li wir diman. Ango; li herêmê çend gundên ku dijmin hêzên xwe lê bi cih kiribûn mabûn. Lê, li çiyayên bilind dîsa parazvanên van çiyan, ên ku ji bona azadiya vê war û gelî têdikoşin diman; her çendî ku îsal bi germahiya şer borandibûn jî demsal dîsa ne mîna demsalên berê bû. Ango, bi rengekî xwezayî di dema zivistanê de hinekî wê şer bihata rawestandin.
Mij hatibû lûtkeya çiyayên bilind, êdî bê mij û moran nediman. Zivistanê xemla xwe nîşanî her kesî dida. Berfa spî kirasê xwe wekî xêliya bûkan raxistibû ser her deverî. Garisa bi hemû heybeta xwe bûbû yek reng. Rengê berfê hemû xeşikahiya Garisa dibin rengê xwe de veşartibû. Gerîla jî bûbûn mêvanê vî warî. Wan vê deverê ji xwe re kiribû war û ji bona hêviya xwe bi cih bînin wan tehemûla hemû sir û sermayan dikir. Lewma jî diviya ku grubek heval ji bona tedarîkên xwardemeniyê biçin gundê Ers da ku wê erzaqê ku berî niha wan li wir veşartibû derînin û ji bona yekîneya xwe bînin.
Piştî demekî dirêj em gihiştin wî cihê ku me erzaqê xwe lê veşartibû, hemû hevalan barê xwe amede kir û em li ser rêya xwe vegeriyan. Lê berê ku em ji gundê Êrsê derkevin, em li bin sincekî rûniştin û me bêhna xwe berda. Piştî vexarina cixareyekî êdî saet ber bi heftê êvarê ve diçû. Dinya hêdî hêdî tarî dibû. Em demekî meşiyan, lê bagerek wiha rabû ku êdî me nikaribû çavên xwe vekirana. Berf û baranek wiha dibariya ku her dever spî bûbû. Jixwe piştî ku em qederekî meşiyan, me fêm kiribû ku me rêya xwe şaş kiriye. Ji cihê ku em ketin ser rê û heya saet şeşê sibehê em di nava berfê de diçûn û dihatin. Her ku diçû ba û bahoz, berf û bagerê hêza xwe xurt dikir. Êdî wa lê hatibû ku çek ji serman bi milên me ve zeliqibûn. Êdî -hema hema yê me hemû hevalan- çok li me sist bûbûn û me hew dikaribû rêya xwe bajota. Rêya ku berê me dikaribû di nîv saetî de qut bikira, ji westandinê êdî bi sê saetan jî me nediqedand. Her çendî ku her hevalekî hemû hêza di laşê xwe de bi kar dianî da ku zû em ji vê rewşê derkevin jî, lê ji aliyekî ve giraniya bar û ji aliyê din ve ji bona bagerê ev hêz û viyan. Em sist dibûn û me mîna ku hêvî dikir nikaribû pêş ve biçin.
Ji nişkê ve xeber ji paş ve hat û gotin “Hevalê Aras û hevale Xerîb nikarin êdî bimeşîn.” Me hinekî li laşê da, ji bo ku rabin ser xwe û li gel me bimeşin. Lê herçî ev heval bûn mîna çûkekî ku hêlîna xwe di nava berfê de bijenin digotin: “Hûn xwe bigihînin hevalan, lê nexwe hûnê jî mîna me bibin.”
Her ku min li wan û rewşa ew tê de ne dinihêrt, hevaltiya me ya rojên dirêj mîna wê berf û bagerê dihate ber çavên min. Ew rojên ku em bi hev re digeriyan, dimeşiyan û dikeniyan hemû mîna kevalekî xwe dixistin goteya çavên min.
Her ku diçû berf bi dijwarî dibariya û rêya me xirab dikir. Piştî ku em hinekî ji herdu hevalên xwe Aras û Xerîb dûr ketin, hevalekî din jî got: “Hûn biçin!” Me hewl da ku em wî hildin ser piyan, lê canê wî mîna qalibekî bûzê lê hatibû, hew dikaribû xwe li ser lingan bigire.
Em dîsa neçar man ku wî hevalî li şûn xwe bihêlin. Ji aliyekî ve destê me ji wan hevalan qut nedibû, lê ji aliyekî din ve jî em neçar diman ji bo ku hevalên din rizgar bikin, me rêya xwe didomand. Piştî ku rê êdî gelekî dijwar bû, me her carê hevalekî bi dorê xwe di berfê de rê vedikir. Her carê hevalek dikete pêş û berf diçirand. Her ku em hinekî dimeşiyan me guleyek diavêt û destên xwe li lûleya çeka xwe digerand da ku piçekî germ bibe.
Piştî meşekî dirêj êdî ronahiya sibehê xwe hêdi hêdî nîşan dida. Cîhan vedibû, berf û bager jî xwe hildida cihên bilind. Me dixwest ku zû xwe bigihînin kaniya li jor gundê Şukal. Li nêzî kaniyê şkeftek hebû. Piştî saetekî em gihiştin nêzî şkeftê. Jixwe hevalan jî dengê çekên me bihîstibû û ew jî bi beza bayê dihatin hawara me. Em tev bi hev re çûn şkeftê. Bijîşk û hemû hevalan laşê me miz da, da ku xwîn lê bigere…
“Têbînî: Pîştî ku berf heliya ji hêla hevalan ve cenazê wan hevalan hatin dîtin û bi merasîmekî leşkerî hatin veşartin.”
Bahoz KOÇER
- Ayrıntılar
Di dîroka kevneşopiya têkoşîna azadiyê de, çawa ku rista Botanê ya sereke heye, sala 2007- 2008 ‘an de jî ev kevneşopiya xwe da pêş. Egîdbûyîn, fedaîtî, welat, nîştîmanperwertî û hevrêtiya wê ku di dîrokê de xeleka pir gihandina hev û ji bo pêşerojê bikin mal jiyana xwe feda kirin. Egîdên wiha nasîn pir bi wate û bedew e, wek windahiya welat, windahiya we jî pir kûr e. Bi taybetî fermandarên ku bi keda xwe pêngava “Êdî Bes e” di pêşengtiya wan de pêş ket hevalên; Adil, Ferhat, Kurtay û Nûda bûn. Dîsa quryeyên ku li gel wan hevalan şehîd ketin, Rêber Kotolê, Berxwedan Ereb, Dara Efrîn, Şervan Selmas havaltiya kerwantiya nemiriyê bi wan re kirin. Hevalê Rêber li Başûr jî qûrye bû. Min li akademiyê jê pirsî bû, ji bo quryetiyê çi şert e? Wiha bersiv dabû; “yek cesaret, dudu serweriya erazî.” Hevalê Şervan ku bi cesaretek mezin şehîd ket, hevalekî nû bû, lê hevalekî jêhatî û firsend baş dinirxand. Ev taybetmendiyên wî bal dikişand ser xwe. Çawa ku hat yekser bû qurye. Di nav wê salê de gelek kom birin Besta, ji eyaletên hûndir, birin Başûr, ji Başûr birin eyaletên hûndir û derbasê Gabarê bûn. Koma Dêrsimê cuda bû, lê hemû jî bi hesreta Dêrsimê bûn. Hevalê Dr. Şehîd Hebûn aram û bê deng bû. Hevalê Cûdî li dijmin dabû û wiha Hevalê Xelîl rizgar kiribû. Hevalê Cûdî emsalê kevneşopiya Kurdên Êzîdî bû. Di rê de jî ji Hevalê şehîd Xelîl re gotibû; “heta ku ez hebim, ez ê te biparêzim.” Di qefîla(kafile) hevalên Dêrsimê de Aslan, Devrîm, Cûdî û hevalê ku piştre şehîd ket, Polat jî hebû. Di wî pevçûna ku hevalê Xelîl jê rizgar bibû de. Ne wî şehadeta Hevalê Xelîl bihîst, ne jî Hevalê Xelîl şehadeta wî bihîst. Hevalê Polat evîndar û şopdarê bi şêwaza Viyan jiyankirinê bû. Pir bi xwestek, wêrek û bi tedbîr bû. Ji tirba hevala Viyan ax anîbû û digot, min vê peywirê daye ser milê xwe û bi qasê ku ji destên min bê ez ê vê axê li Bakûrê Kurdistanê bireşînim. Em li Kato jî bi hevalê Xelîl re bûn û bi hev re hatibûn Bestayê. Li kêleka min bû, berê wî li kamerê û li ser milên wî bû. Di jiyanê de bi kêrhatî û bi hevalan re zû dibû yek. Li hemberê dijmin bi xwestekekê mezin têdikoşî. Taybetmendiya wî ya herî xweş rastiya senteza Kurdistanê bû, bi taybetmendiyên xwe yên rewşenbîrî re kiribû yek.
Ji min re xebatê Botanê yê pîroz ku çar beşên din temam kirîbû anî. Dixwest ku ji cîhanê re jiyana gerîla baş vebêje. Min jî, jê re got, tu peywirekê giştî û dîrokî bi cih tînî. Lê digot; ez ê bigerim û bibim Kurdistan î. Di vê rê de ez li cewherê xwe vedigerim û tevlî têkoşînê dibim. Ti tiştekê di nîvî de nemaye… Ew rê, ked û hewildana ku we da min ez ê layiqê we bim. Di pêşengtiya we de ez jî bi rûmet, hesiyet û nirxên moral ku we di jiyana me de avakirin, em careke din soza xwedî li derketinê didin. Weke ku te gotibû hevalê Xelîl em bi soz û peyman in. Hevalên perwerdekar ên mayinan ku sala 2007 û 2008’an de şehîd ketin; Zana,Tîrêj û Çiya, bi rastî jî wek navê xwe dişibiya çiya. Di operasyona îsal a li Katoyê tevî ku nûbû jî rista xwe bi zêdehî lîst. Di operasyona dawî de jî ji bo ku çeperê xwe bernede, derbeya dawî li dijmin da û balafira Skusikê îmha kir. Hevalê Kawa Amed ku li Mêrdînê şehîd ket, Bedran, Sîdar, Piling, Xweşmêr, Faik, Ekîn, Ararat, Şîno, Doza, Cemil û hevalên ku min ew nenasî ez li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditevînim. Ji peşengtiya we ya nemir re wate, ji xuliqkariya we re wate û ez soz didim ku ez ê weke zindiyekî vê jiyanê şopdarê rêya bibim.
Boran Baran
11.10.2008
Besta/Pîro
- Ayrıntılar
Her sal di destpêka demsala buharê de, tevayî jinên cîhanê û bi taybetî jî jinên şoreşger û milîtanên tevgera APO’yî roja 8’ê Adarê pîroz dikin. Ev rojek gelekî bi wate ye û cihek xwe yê taybet di dîroka têkoşîna azadiya jinê de heye. Ev ne tenê cejnek jina ye, di heman dem de jî nîşana berxwedaniya jinê li hemberî mejiyê zagona baviksalarî û desthilatdariya mêra ne. Ew rojek cîhanî ye û ji aliyê her netew û civakekê ve bi awayekî taybet tê pîroz kirin.
Roja 8’ê Adarê xwedî dîrok û raboriyek pir dirêj e, raboriyek tijî êş, kul, birîn, kûştin û zilm e. Berxwedaniya jinan a bê hempa, bedel û fedekariyên pir mezin her kes nas kir ku 8’ê Adarê wek roja jinên cîhanê bipejirînin.
Gelo çima bi taybet roja 8’ê Adarê?
Di sala 1857’an de Neteweyên Yekbûyî roja 8'ê Adarê weke roja jinên cîhanê qebûl kir.
Her çend ev roj di asta navnetewî de di salên 1970'ê de hatibe qebûlkirin jî, bûyer û daxwaza pîrozkirina vê rojê, ya weke rojeke hevbeş a jinên cîhanê rastî salên 1800’î tê. Di 8’ê Adara sala 1857’an de jinan li New Yorkê girevek li darxistin. Jinan bi gireva xwe daxwaz dikirin ku saeta wan a kar dakeve 8 saetan û heqdestekî wekhev ji wan re were dayîn. Lê belê di encama girevê de kargeha jinan hate şewitandin û bi qasî 100 jin di encam vê bûyerê de mirin. Her çend jinan bi girevê, daxwaza xwe dabin qebûlkirin jî, têkoşîna bi rêxistinî ya ji bo mafên jinan di salên 1900’î de destpê dike. Di sala 1903’an de li Emerîkayê ji bo parastina mafên jinan ên aborî, polîtîk û kesayetî "Kualîsyona Sendîkayên Jinan" hate sazkirin. Di yekşema dawî ya sala 1908’an de jinên sosyalîst li New Yorkê, ji bo mafên xwe yên dengdan, polîtîk û aborî meşek pêkanîn. Her wiha ev roj weke yekem xwepêşandana "roja jinan" tê qebûlkirin. Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê lêgerîna jinan a ji bo mafên xwe, di sala 1909’ê de jî, bi beşdariya 2 hezar kesî xwepêşandanek pêk hat û piştî vê xwepêşandanê bi beşdariya 20- 30 hezar jinên karkerên tekstîlê gireveke giştî hate destpêkirin. Karkerên jin, bi gireva xwe dixwestin ku şert û mercên xebata wan were başkirin û heqdestek baş ji wan re were dayîn. Kualîsyona Sendîkaya Jinan pêwîstiya jinên di vê girevê de pêşwazî kir û kefaleta jinên ku di vê xwepêşandanê de hatibûn girtin da.
Têkoşîna Jinên Emerîkî, jinên Ewrûpayê jî bandor kiriye. Di sala 1910’an de li Kopenhagê Konferansa Jinên Sosyalîst a Navnetewî ya II. hate li darxistin. Di konfresansê de Clara Zetkin derbarê rojeke jinan a cîhanî de ku jin karibin tê de daxwazên xwe bînin ziman, pêşniyar kir û pêşniyara wê hate qebûlkirin. Piştî vê biryarê ku rojeke teqez nehate diyarkirin, yekem roja Jinan a cîhanî di 19’ê Adara 1911’an de li Almanya, Avusturya û Danîmarkayê hate pîrozkirin. Girîngiya vê rojê ew bû ku qralê Prusyayê di sala 1848’an de hin reform mohr kiribû û di nava van reforman de jin ê karibin mafên xwe yên dengdanê bikarbînin. Lê belê ev reform nehate pêkanîn.
Pîrozkirina 8’ê Adarê weke roja Jinên cîhanê jî, di sala 1972’an de bi organîzasyoneke mezin a bi navê "Tevgera Adarê" ya li Sidneyê hate kirin, destpêkir. Piştî ku Netewên Yekbûyî navbera salên 1975-1985’an weke "Deh Sala Jinan Netewên Yekbûyî" îlan kir, di 16’ê kanûna 1977’an de jî 8’ê Adarê weke "Roja Jinên Cîhanê" îlan kir ku were pîrozkirin. Di salên piştî vê de welatên endamê Netewên Yekbûyî 8’ê Adarê weke roja Jinên cîhanê Pîroz kirin.
Li Kurdistanê yekem tevgera nûjen a jinan di pêşengiya PKK’ê hat pêşxistin. Bi sedan jinên Kurd tevlî şoreşa azadîxwaz bûn û li hemû qadên têkoşînê cih girtin. Li ser çiyayên Kurdistanê jinên Kurd li hemberî dewleta faşîst a tirk şerkirin û bi hezaran destanên qehremaniyê nivîsandin. Têkoşîna jina Kurd a şoreşger ne tenê li hemberî dagirkerên Kurdsitanê bû, di heman demê de, li hemberî mejiyê civakê yê ku derfeta jiyana azad nedida jinê bû jî, her wiha, têkoşîna jina şoreşger li dijî hemû nêzikatî û çemkên paşverû yên mêrên di nava şoreşê de bû jî. Jina Kurd a şoreşger, li hemberî dagirkerên Kurdistanê, li hemberî paşverûtiya civakê, li hemberî mejiyên desthilatdar ê mêr û di heman demê de jî li hemberî nêzikatiyên paşverû û klasîk ên jinê bi xwe jî têkoşîn dikir.
Têkoşîn û qehremaniya jina Kurd a di nava PKK’ê de, nêrîna civakê û ya hevalên xwe yên xort jî da guhertin. Êdî di Kurdistanê de ne jin jina berê ye û ne jî mêr mêrê berê ye. Di ronahiya felsefe û perspektîfên Rêber APO de bîrdoziya azadiya Jinê pêşket û pê re jî, rêxistina jinê jî pêşket. Hem partîbûyîna jinê û hem jî artêşbûna jinê di nava PKK’ê de bi bedel û fedekariyên pir mezin pêşket. Tevgera jinê ya xweser di sala 1988’an de jî, xwe weke Yekîtiya Jinên Welatparêzên Kurdistan YJWK çêbû. Her çû hêjmara jinê di nava artêşê û partiyê de zêde bû û di encamê de jî, pêwîst bû ku rêxistin jî firehtir bibê. Tevgera Azadîxwaz a Jina Kurd, di sala 1995’an de bi navê Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistan YAJK saz kir. Êdî têkoşîna azadiya bi giştî û ya jinê taybetî pir gav avîtibûn û pêwîstî bi partîbûyînê hebû. Ji lewra Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistan YAJK di sala 1998’an de weke PJKK ango Partiya Jinên Karkerên Kurdistan xwe kire partî. Di sala 2000’î de Tevgera Azadîxwaz ya Jina Kurd bi kongreya xwe ya 3’emîn a awarte li darxist û ji nû ve xwe weke “Partiya Jina Azad” PJA bi nav kir. Partiya Jina Azad PJA ji bo azadiya jinan têdikoşe. Di salên dawiyê de navê PJA hat guhertin û bû PAJK(Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê).
Lê di sala 2005’an de, êdî tevgera jinan ji partiyê mezintir bû û gelek şax û milên tevgerê çêbûn. Êdî aliyê jinê yê leşkerî, siyasî, civakî û bîrdozî çêbibûn û pêwîstî bi komkirina van hemû xebatan dibin sîwanekê de hebû. Li ser perspektîfên Rêber APO, di buhara sala 2005’an de, Koma Jinên Bilind(KJB) hat ragihandin. Ev zagona jinê ya herî bilind e û di nava wê de hemû rêxistin û xebatên jinê yên li 4 parçên Kurdistanê û derveyî welat xwe rêxistin kirin. Rêxistinên jina şorşeger li Kurdistanê têkoşîna azadiyê didin ev in:
PAjk, YJA, YJA-STAR û Jinên Ciwan. Her wiha jî, li her perçeyekî Kurdistanê rêxistinên jinan ên xweser hene.
Jina Kurd a ewqasî bihêz û rêxistinkirî, garantiya serkeftina roja 8’ê Adarê ye. Jina Kurd a şoreşger ji bo pêşengtiya tevayî jinên kedkar û azadîxwaz ên cîhanê berendam e.
Ji Pênûsa Gêrîla
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 7 Adarê de bi şev saet di 20:00 heta îro danê sibê saet 06:00 ji aliye artêşa dagirker a Tirk ve herêmên Şehîd Kendal, Şehîd Welat û Dola Kûranîş ên Heftanînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi obus û topên hawanê hatine bombekirin.
- Ayrıntılar