Botan,her tişt bi naskirinê dest pê dike. Dengê melodiya dilê bilûra şivanekî destan e. Herkes dixwaze dengê bilûra şivan bibîhîse û fêm bike. Ji ber ku di hundirê bilûrê de pir tişt veşartî ne. Li Gabarê Egîd û Adil ji me re melodî ne; muzîk, gotin, bawerî û destên veşartî ne. Cûdî şehîdên me yên leheng bibîrtîne. Ji me re Safîneya HZ. Nûh, têkoşîna jiyan û vegotinê dewam dike. Bi ziman evina min diqewitîne, bi bilindbûna muzîkê vedibêje û tê gotin.
Piştre dibêje ku ez ê tiştek din jî ji te re vebêjim. Lawê Xerîb navê evînekê pêgirtî ye. Armanca wê heye ku cihê safîne lê ye ew cih dîtine. Ji bo wê heft sal, bi şev û roj dimeşe di deqeya dawî de ku kêm dimîne jiyana xwe ji dest bide tê vegotin ku sefîne dibîne; ez ê ji te re bêjim ku şervanên leheng li Botanê hene. Ger ku sal derbas bibin jî tiştên ku ez ê bêjim wê bi dawî nebin. Kelheya dil û baweriya Botanê yek e. Evîndarê rojê ne, bi siberojên bi hêvî ne. Dîsa bilûr dibêje ma tu Hevalê Ş. Rûhat nas dikî ez dibêjim ku ez dizanim û nas dikim. Ez hezkirina wî ya jiyanê nas dikim, kesayeta wî ya bi erdem û dilnizmî û kamiltiya wî avê dide sehra, ez ji sekna wî ya wek evîndar re bûme şahîd.
Sadûn Edesa
Cûdî Navser
- Ayrıntılar
Hezkirineke ji rê hatiye derxistin û xwe spartiye bingehên seqet, rengekî din ê qetilkirina jiyanê ye.Lê belê rengê vê yê ku ji rê derketiye jî herî kêm bi qasî wê xeter e. Gihiştina hezkirinê, tê wateya gihiştina jiyanê. Ger mirov gihiştina hezkirinê nezane tê wateya ji şoreşê tênagihije. Lê belê gihiştina hezkirina erzan jî şer nekirine,bêhewildanî ye û heta bêhizirî ye. Ev jî gelekî girîng e.
Ew herçar hêmanên ku me hêjmartiye bi hizirandinê ve girêdayî ye. Em ji bingehê dîrokî bigrin dest, heta asta felsefî û zanistî hûnê bihizirin. Nexwe têkîliya hezkirinê bi hizir,felsefe û zanistiyê ve heye. Ji bo ku hûn gavekî ber bi hezkirinê ve bidin avêtin, pêwist e hinekî agahiya we ji felsefe û zanistiyê hebe. Girêdana şer bi hezkirina rast ve heye. Li gel me azadî û têkîliya azad bi tenê şer ve tê bi dest xistin rastiyeke ku bi şer tê pêk anin e. Di rêya hezkirinê de hezar û yek hest û girêdaniyen bi navê hezkirinê hatine derxistin û xefik hene. Hûnê neyêne van leyîstokan. Hûnê xwe li hemberî her cûre rengên hezkirinê yê ku ji rê derketiye bêhezkiriniya xapînok bi sekinandineke saxlem ve li şûn xwe bihêlin. Hûnê bizanin ku bêhezkirinî dijberiya şoreşgeriyê û jiyanê ye. Teqez pêwist e ku dunyaya we ya hezkirinê hebe pêwist e hûn bigîhine vê dunyayê. Hûnê bibêjin * Pêwist e ku hezkirina min hebe.Pêwiste ez di rewşekê de bim ku bêm hezkirin û hezbikim.*
Hatina rewşeke ku dikare hezbike, tê wateya di wan herçar hêmanên ku me diyarkirye de serkeftî bûne. Ger mirov di wan herçar hêmanan de û di hêmanê pêncemîn de ku ew jî encamê wan yê din e, bi serkeftî be, tê wateya ku hûn gihiştine asta hezkirinê. Ev di heman demê de tê wateya hûn gihiştine asta bikaribin hezbikin. Dema hûn gihiştine van taybetmendiyan tê wateya ku we hem hezkirinê de hem jî hatina hezkirinê de kesayet avakiriye. Berûvajî vê hûn nayên hezkirin û nikarin hezbikin. Hinek dibêjin “dile min xwest ez hezdikim, ew jî ji min hezdike, hûn nikarin bibine asteng.”Ev derew e. Bi vî rengi hatina hezkirin û hezkirin nabe. Pêwist e hûn bingehê zanistî deynin û nexelitînin. Ji xwe hûnê rojekê benê hezkirin, roja duduyan jî benê avêtin. Hûn nikarin bersivê ji hezkirina xwe re bibînin û bi erdê ve bibine yek. Ji ber vê jî xwe nexapînin û nekevine nav bûyera hezkirin û hatina hezkirinê ya ku li ser bingeha xelet de pêşdikeve. Pêwist e di hêmanên ku hatine hêjmartin de serkeftin çêbibe.
Kesayeta Kurd ji bo çi nayê hezkirin? Ew kesên ku pêwîst e di dinyayê de herî zêde werin hezkirin, ji bo çi di vê mijarê de û di rizgariya welat de ne serkeftî ne?. Ji bo çi di azadiyê de, şer de, di hemû pirsgirêkên rêxistinî de ne serkeftî ne? Kesekî ev qasî bêserkeftine, ji bo çi were hezkirin?. Jixwe kirêt e jî. Girêdayîna kirêtîbûn û xweşikbûnê bi tiştên ku hatine jimartin ve heye û misogere ku, bûyereke civakî ye. Ger di van hêmanan de serkeftî bin, hun xweşik in, berovajiya vê hun kirêt in. Asta vê ya fîzîkî jî heye, asta fîzîkî yê kirêt û xweşik diyarker nine, ya diyarker di hêmanên ku hatine jimartinê de rewşa serkeftîbûn û bêserkeftinîbûyînê ye. Bi qasî mercên hezkirin û hatina hezkirinê, pêwîst e ku hun baweriya xwe bi pêwîstiya hezkirinê binin. Hun nikarin bibêjin, “ez bi sernakevim, di van hêmanan de serketina min zehmet e. Wê demê ezê hêviya xwe ji hezkirinê qut bikim. Bila tu kes ji min hez neke û ez jî ji tu kesî hez nakim.” Ev yek jî ne rast e. Pejirandina vê tê wateya hêvî ji şer û şoreşê qutkirin e. Heta ji partiyê, gel, ji jiyanê hêvî qutkirin e. Şoreşger ne mirovên ku hêviya xwe ji jiyanê qut bikin in. Wan her tiştên xwe, fedayî jiyaneke azad kirine. Naxwe hunê her dem hezkirinê di xwe de weke azweriyeke mezin bihêlin. Lê belê bêyî ku mirov bikeve nava hizrên “nabe” û xefikan pêwîste mirov derfetên serkeftinê û pêkhatinê bide wê. Ev jî, kulîlk vekirina milîtaniyê ya di kesayeta wê de ye û serkeftina egîdiyê ye. Egîdî digihê lûtkeyê serkeftinê.
Weke tê ditin, riya ku diçe serkeftinê bi qasî ku bi zehmetiyan ve dagirtiye, ew qasî jî girift e (çapraşik). Di vê riyê de meş, egîdiyê dixwaze. Ger em wiha bikin, ew şertên civakî yên di welatê me de ku gelê me jî dijî, bêhezkiriniya mezin, dexesî, bêrêzî dê were derbaskirin. Em di wateyekê de şoreşa xwe li hember rewşa ku welatê me ketiye nav de, ango bêhezkirinî û mîratebûn ku tê pêşxistin, di heman demê de jî li hemberî bêhezkiriniya mezin ku di dilê gelê me de heye, me ev şoreş pêş xist. Şoreşa me şoreşa hezkirinê ye, şoreşa hezkirina welat û gel e. Lê belê şoreşa hezkirinê li hemberî ev qasî, zinixî û zordariyê bi şerkirinê ve pêk tê. Ger ne wiha be, gotina faşîzmê ya “hezkirin her tiştî çareser dike” ji cewher dûrxistin e.Tee wateya bawerî anîn û xapîna derewên faşîzmê, hatina lêyîstoka wê ya mezin e. Mixabin hun di mijara hezkirinê de hatine vê lêyîstoka mezin. Em hindekî we, ji vê lêyîstokê dikişînin û derdixin. Em we bi serê xwe bihêlin, kê dizane hîn dê çi were serê we. Em dibînin, bêyî ku hun hewl bidin, çi qasî ji hev hez dikin. Ma hetanî duh jî, we bi vê yekê bawer nedikir? Dibe ku we bêyî ku bikevine zanebûna wê, we ji mar hezkiribe,we mar xistibe şûna evîndara xwe, ma ev yek ne hun in? Hun bi kirêtiyê ve hetanî qirika xwe, di himbêza hev de dijîn. Pêwîste hun lêpirsîn bikin ku, şêweyên jiyana we çi qasî di çerçoveya feraseta hezkirinê ya dijmin e. Ma yê ku feraseta hezkirinê ya dijmin dijî, gelo dikarin ji hezkirina rast para xwe bigrin? Gelo jiyana ku hun dijîn, çi qasî weke jiyaneke pîroz tê pejirandin?
Ez van hemû tiştan ji bo ku we bitirsînim naynim ziman. Pêwîste misoger jiyana we di ber çavan re were derbaskirin. Ez dixwazim, vê pirsgirêkê bi taybet di astên feraset de zelal bikim. Dibe ku gav bi gav, derbaskirina vê ya jiyanê bi sedan salan çêbibe. Min ji bo ku têkîliyeke ku were hezkirin û mirov bikaribe vê yekê bijî, ev qas salên xwe da. Min jî di vê mijarê de çend gav avêtine, hun dixwazin her tiştî di carekê de çareser bikin. Sedemeke ku milîtaniya we zêde ne rasteqîne jî ev e. Ez her dem behsa kesên dixapîne û dixelitîne dikim, sedemeke vê ya herî bingehîn jî di nava çerçoveya ku we avakiriye de ye. Hun xwe yan mehkumî bêhezkiriniyê dikin, an jî hezkirina sexte. Dilê we çawa dikare vî tiştî hilgire? Mêjiyê we pêwîstiya hizirandinê jî nabîne. Ev çîroka we ye. Hun dikarin di milîtaniyê de, egîdiyê de, hestên mezin de û hezkîrinê de çi qasî bi xwe bawer bin?
Gelek ji we hezkirina xwe ya zarokan heye. Hindek heval ji bo ku zarokan çi qasî hezdikin raber bikin, bi zarokan re henekan dikin. Mirov dikare bi vê yekê bikene û derbas bike, ji ber ku jiyana zarokên me hatiye pêrîşankirin, ji bo hezkirina wan tenê nefesek jî nehiştine. Lê belê gelek kes vî tiştî ji rêzê dibînin. Dibêjin, “xweziya zarokekî min jî hebe, ez jî bi vî rengî jê hez bikim” dinya wî reş bûye. Feraseta wî jî bi vî rengî ye. Kesên wiha, deh salan jî di nava me de bijîn, di encam de ew dijberê partiyê ne û revok in. Di hewaya xortan an jî keçan de bêhna azweriyê heye. Dibe ku mirov ji van re tiştekî nebêje, lê belê dema tu wan bi azweriyên wan re li gel hev dihêlî, roja diduyan şerekî mezin dest pê dike. Azweriyên mezin, hestên mezin di mercên xwe de digihên wateyekê. Mezinkirina zarokekî baş, di mercên welatekî azad û serbixwe de, bi şertên civaka azad de derfetê peyda dike. Azweriyên mezin, tenê di qadên xwe de dikarin derfeta jiyanê peyda bikin. Wekî tê zanîn, dema du kes hev direvînin, daweta wan li dar dikeve, lê belê roja diduyan hun biçin binêrin, hemû ketine nava hev. Ji hezkirin û rêzdariyê tu şopek xuya nake. Gelo çi wateyeke van azwerî û hezkirinên wiha heye. Jiyana pratikî raber dike ku, ev yek ne wiha ye.
Ev rexneyên ku ez li we û civakê dikim, rasteqîn in. Duayeke ku neyê pejirandin, ji bo çi em jê re bibêjin amîn? Hezkirineke ku hun nikaribin bi pêş bixînin, ji bo çi emê jê re bibêjin, hezkirineke baş e?. Azweriyeke ku welat û gel nayne asteke bixêr, ji bo çi em jê re bibêjin, azweriyeke rêzdar e?. Mixabin, di şûnde ya ku bi zehmet dimîne, em hindekî jî kole ne. Koleyan bi hezaran salan, malbat, zarok, jin, zilam çi ye nehizirîne. Dibe ku em weke wan koleyan nînin, lê belê ji hindek aliyan ve em di rewşeke xirabtir de ne. Mînak, di qutbûyîna ji welat û civakê de ev yek bi vî rengî ye. Ji ber wê jî pêwîst e, em hindek hest û ferasetên xwe yên jiyanê hindekî din rasteqînêr nêz bibin. Ez van tiştan, ne ji bo ku hezkirinê mehkum bikim dibêjim, ji bo ku di nava me de dê hezkirin çawa bi rê ve biçe, bi çi ve girêdayî ye? Zelal bikim, diyar dikim. Welat jî, gel jî, şer dixwaze êdî şer bûye navê jiyanê, ev yek di heman demê de, dibe watedayîna şervantiya we. Tevlîbûna we bûyereke ku ev qasî jiyanê diafrîne, ji ber vê naveroka xwe ve we pîroz dike.
Îro şer ji bo çi ev qasî bûye weke azweriyekê? Ji ber ku îro şer afirandêr û zayinêrê her tiştî ye. Me ev yek hindeki, bi civakê tê gihand, sibe emê hîna zêdetir tê bigihînin. Ger em îro bi we jî bidin fêmkirin, hun dê gelekî balkêş şer bikin. Ji ber ku jiyana we di encamê şer de veşartiye. Rizgarbûna we, ji her cur kirêtî, bêhezkirinî û heqaretê kêm zêde bi dayîna we ya vî şerî ve gengaz e. Ger bi hemû kûraniya wê ve were fêmkirin, hunê bibin şervanên gelekî balkêş. Siya jiyanê heye, ew bi xwe nîne, navê jiyanê heye ew bi xwe nîne. Gelo yê jiyan bi xwe çawa bibe? Naxwe, wê jiyan bi şerkirinê bibe. Ew kesên ku hun gelekî jê hez dikin, hunê bi vî awayî bigihênê. Ji beriya her tiştî ger hun wiha şer bikin, dê her parçeyekî welat ne weke kavilekî, weke bihuştê bixuyê. Dê ew malbat, dayik, bav, hevjîn û dostê ku hun jê direvin, dê li we weke heyînên herî xwedî nirx bixuyên. Gelê we, weke navnîşaneke ku hatiye jibîrkirin na, dê bigihê rastiyekê ku weke nan û avê bi hev re bijîn. Dema ku em vê daxînin têkîliyên jin û zilam, ne weke xerîban li gor pênaseya du perçeyên xwezayê ku hev cihê nabin, teqez hev temam bikin, dê derbikeve holê. Mirovê dê li ku derê û çawa bigihê vê rastiyê? Hemû nîqaş, polîtîka, hizirandin, avakirina partiyan û pêşvexistina şer ji bo gengazkirina jiyaneke bi vî rengî ye. Dibe ku di jiyanê de azweriyên kor, nêzîkbûnên derveyî rastiyê we bidin jiyîn, lê belê ev tişt serkeftinê naynin. Hun di vî aliyî de gelekî ketin, we serê xwe li çepê û rastê da, lê belê dîsa jî encam nîne. We nekarî ne malbata xwe, ne jî hevjîn û dostên xwe ji merhebayekê xelas bikin. Wê demê me ji vê jiyanê çi fêmkir? Gelo em dikarin ji vê re bibêjin jiyan, an jî azadî? Bihizirin û di mijara jiyanê de plansaziyên baş ava bikin. Bibin rêxistinêr û çalakvanên baş. Ev dê riya jiyanê raberî we bike. Dê derfetên hezkirinê bide destên we. Dê ji bo gihiştina dinya hezkirinê derfetan amade bike û wê demê hun dikarin bibin evîndarek. Di gelek nameyan de wiha dinivisînin. “evîndara wiha û wisa” ez ji van peyvan şerm dikim. Bi heqbûna min, vê gavê hîna baştir tê fêmkirin.Li gel me zêde evîndar nînin. Ev asta ku heye ve gihiştina wê jî gelekî zehmet e. Çi kêfxweşiyeke ji bo wan hevalên ku gihiştine asta ku me diyar kiriye, hemû gel û rêhevalên wan ji wan re dibêjin, heyînên me yên evîndar. Gihiştina rengekî wisa bi tenê şertekî ku me diyar kiriye ango serkeftî şerkirin, qehremanbûn û egîtbûnê ve gengaz e. Ev yek jî bi zanebûnê, bi jêhatiyên polîtîk û leşkerî yên cidî ve gengaz e. Ger hun wiha bin, ji bo çi em ji we hez nekin? Ji bo çi em ji bo we çepikan lê nedin, ji we re nebêjin, ji pîroziyan hîn pîroztir cihê we heye?
Ji bo çi ez xwe layiqî tiştekî erzan û cihekî ku min heq nekiriye bibînim? Ev yek dibe sextekarî. Tê wateya ku ez xwe û yên din dixapînim. Ez vî tiştî nakim. Lê belê ji bo dîtina riya rast jî mijulbûnên min hene. Bêyî ku zêde xeletiyan bikim, ji rê derbikevim û tevlîhev bikim ez hewldanan nîşan didim. Helwesta min ev e. Ez li we gelekan temaşe dikim, hun ji me dixwazin ku, em we weke zarokan li ser destan bigrin. We xwe ne aniye astekî ku hun cidî werin girtin. Ezê çawa ji we hez bikim? Ez bi hêsanî ji kesekî hez nakim. Gelo ev xwe gelekî ecibandin e, gelo ev qas rexnekariya min, ji ber ku ez tu tiştî rast nabînim e? Naxêr, ev hemû tişt ji bo yê rast, ê ku tê ecibandin derxistina rastê ye. Hunê rexne bikin, lê belê piştre jî hev biecibînin, gelo hunê bi vê çi bi dest bixin? Gelo ma hun dikarin du kesan bînin gel hev? Lê ez dikarim bînim gel hev. Mirov bi min re hatine gel hev û hîn jî tên.
Di nava partiya me de, em mirovên hez dikin û rêzdariyê nîşanê hev didin li aliyekî bihêlin,yên ku hev weke rêhevalên dilsoz pêşwazî dikin gelekî kêm in. Gelo çend kes, ji bo ahengî, yekîtî û şerekî hevpar dikarin werin gel hev û bi hev re kar bikin? Ger hun nikarin werin gel hev gelo ma wê demê hunê behsa kîjan hezkirin û rêzdayînê bikin? Hun di vê mijarê de xwe dixapînin. Ev yek jî rewşa pêkneanîna ahengiyeke rast û hev ne ecibandinê rave dike. Hev ecibandin di çarçoveya şer û li gor têkîliyên şer bi hev re meşê ve çêdibe. Hunê ew kesên ku bi hev re dimeşin, nekine kadroyekî baş bi ser de jî hunê bibêjin, “me hev eciband” bi vî rengî him hun xwe dixapînin, him jî têne xapandin. Di we de ev kêmasî hemû hene û hun ketine nava van xeletiyan.
Weke ku min diyar kiriye, sererastkirina vê yekê jî şer dixwaze. Ez naxwazim vî karî daxînim astên hunerî û estetîkê. Pêwîste ew jî werin bi dest girtin.Di şoreşên giştî de bi taybet jî di şoreşa me de pêwîste mirov balê li avakirina hunerekê bikişîne. Pêwîste milîtanekî şoreşger çalakiya şoreşgerî weke hunerê bineqişîne. Şoreş, hunera herî pîroz e. Şoreşger jî, hunermendekî herî mezin e. Dema mirov balê li vî tiştî bikişîne, pêwîste hun hizrên xwe hest û çalakiyên xwe heta fîzîka xwe weke hunermendekî bi pêş bixînin. Ev yek hetanî dawiyê bi hev ve girêdayî ne. Hunermendiyek û dema ku pêwistiya wê hate bicihanîn, jiyan û dinya hezkirinê wateyeke bi dest dixîne. Pêwîste şoreşa me weke din neyê fêmkirin, weke din neyê şîrovekirin. Dibe ku gelek kes, şoreşa me weke tevgereke hilweşandinê bibîne, dibe weke tevgereke hêrsê binirxîne, lê belê tevgera me, tevgereke jinûve avakirinê û nirxa herî pîroz dayîna hezkirinê ye. Tevgera ji bo hestan û hezkirinê bi rengekî herî rast û herî pîroz gihiştinê ye. Ev yek tê çi wateyê? Tekoşîna di wir de û şêwazê meşandina rêxistinê, şêwazeke herî nêzî tekûzbûnê ye. Kesayetên wan jî bi qehremanî ye. Sererastkirina bi vî rengî ye.
PKK ku di bin berpirsyariya me de bi pêş dikeve, pêwîst nake mirov nîqaş bike ku wiha bi pêş dikeve. Ji ber ku tiştên têne vegotin, çîroka rastiyê ye. Tê dîtin ku weke di hemû şoreşan de çêbûye, di şoreşa me de jî saziyên ku pêwîste werin rûxandin û werin derbaskirin, bi qasî ku di van saziyan de têkîlî, feraset û azweriyên werin derbaskirin hene.Ew qasî jî saziyên ku li şûna van jinûve werin avakirin û nirxên mezin hene. Hizirandina rast û nêzîkbûna rast di astê felsefîk de fêrbûneke exlaqî ye û zanistiyê ve girêdayî ye. Ya herî girîng jî girêdaniya vê bi çalakvan, rêxistinkar û şêwazên şer ve gelekî berfireh hate destgirtin. Di giştî de ji bo hemû şoreşan wiha ye. Ji bo şoreşa me jî bi vî rengî ye. Ger ev welatê me Kurdistan û herêma ku ew tê de cih digre Rojhilatanavîn be, dest girtina bi vî rengî hîn zêdetir girîng e.
Vê gavê bi tenê em dikarin pirsgirêkan danin rastê û li ser riyên çareseriyê yên ku çêbibin rawestin, nîqaşan bi pêş bixînin. Tişta herî girîng jî, em bi milîtanî nêzî pirsgirêkê dibin û girêdaniya wê ya bi şer ve gelekî baş datînin. Encamgirtin sebreke mezin û hostetiya hewldanê dixwaze. Weke din em ji şoreşê re xirabiyê neynin. Bi taybet em bawer in ku, şehîdên me li ser vî bingehî bi jiyanê ve girêdayî bûn. Naxwe, wan bi vî rengî xwe feda nedikirin. Herî kêm ji bo şahadet û wesiyeta wan, bi şoreşeke wiha bersivandin tê wateya layiqbûna bîranîna wan . Ev yek rastiyeke kûr e ku gelê me li ser vî bingehî derfetên jiyanê di me de dibîne, her tiştê xwe fedayî şoreşê kirine û tevlî vî tiştî bûne. Dibe ku hun ne di zanebûna vê yekê de bin jî.Ji ber ku gelê me ketiye zanebûna vê jiyanê,hun li vê derê ne û li hemberî zehmetiyên mezin li ber xwe didin.
Emê rastiya şoreş, partî û şer ji her demê zêdetir bibînin. Emê dîsa bibînin ku ji bo em ber bi dinyayeke bikaribin hîna zêdetir tê de bijîn, tevlî şoreşê bûne û bi qasî ku me ev yek dît, emê kar bikin û bi wî rengî hîna baştir bibin. Bi qasî me mezinbûna wê hîskir, hizirandina wê hate kûrkirin, çalakî û rêxistina wê gelekî pêwîst hate dîtin û hate serxistin emê bibînin ku gihiştina dinyayeke em tê de bikaribin bijîn û jê hez bikin ava bûye. Gelê me bi tenê ev welatê me yê ku tê de şopeke hezkirinê û jiyanê nehatiye hiştin bi vî rengî şerkirinê ve dê bigihê welatekî ku mirov dikare tê de bijî û rastiyeke gel ku mirov jê hez bike. Şoreş ji bo vê yekê pêwîst e. Şoreşger jî ji bo armancên wiha yên pîroz vê fedakariya mezin û wêrekiyê raber dikin, hewldanan pêk tînin. Tu asteng nikarin wan ji armancên xwe yên pîroz ên wiha û dinya ku ew dixwazin biafrînin dûr bixe. Di destpêkê de ew çi qasî lewaz dibin bila bibin, em dizanin ku ew dinya, dinyayeke afirandinê ye û li ser vî bingehî her cureyê afirandêriyê û hewldanê pêş dixin. Digihên jîneke wiha û dinya hezkirinê.
Tiştên ku hatine diyarkirin girîng in. Pêwîste encamên gelekî dorfireh jê werin derxistin. Em di bin bandorên pirsgirêkên kesayetê de ne. Bi taybet ew rewşên ku di têkîliyan de hatine afirandin, zextên dijmin jî bi me dane jibîrkirin. Li hemberî erkên jiyanî, watedayîna têkîliyên we me dixe nava tengasiyê. Ew jî tê fêmkirin. Ev êşên şoreşgerbûnê ne. Lê belê pêwîste ku hun xwe dermankirinê jî bizanibin. Di rastî de em rûberûyê kesayetên gelekî binketî û xwe ji bo pejirandina her tiştî razandine ne. Ev yek me tengav dike. Ew nêvenga giran a demagojîk hêza gotinê lewaz dike, ew qutbûyîna ji dinya hizirandinê pêwîste were çareserkirin. Di heman demê de terbiye xwedî nirxekî zêrîn e. Hun ne dikarin bibin şagirt ne jî mamoste. Di vê dinyayê de hun naxwazin ne çavên we, ne guhên we ne jî mêjiyê we vebibe û bijîn. Derfetê di riya rast de bi hezbûnê heye. Hindekî bi ser xwe de biçin, hest û kesayeta xwe perwerde bikin. Derfetê perwerdeyê heye, weke din pêdîviyên xwe yên bingehî diyar bikin. Pêwîstiya serkeftinê di xwe de hîs bikin û bi ser bixin. Weke din ev kar nameşe. Xwe spartina hizirandina rast ve bijîn. Xwedî rêgez bin. Rêgezan bidin axaftin. Di vê mijarê de hindekî girêdayî bijîn. Pêwîste êdî bûyîna mirovekî biryarê hêza pêkanînê di xwe de bi ser bixin.
Deh kes kar dikin, yek xirab dike, bi erzanî dixwaze dest dayne ser. Êdî pêwîste em di vê mijarê de hêza xwe ya venêrînê (denetim) pêş bixin. Mirov dikare ji bo pirsa “çawa bijîn” bersivên hîna nêziktir bide. Li ser vê bingehê hun di derbarê jiyîna rast de, sondên balkêş dixwin. Lê belê gelo hun dikarin hetanî dawiya temenê xwe kesayeteke bi vê ve girêdayî bimîne nîşan bidin? Hun dê tengav bibin. Bi ya rastî, pêwîste em hetanî dawiya temenê xwe bi dilsozî girêdayî bin. Ev tiştên ku hatine diyarkirin, di nivîsandina gelek romanan de ristekî kilît dilêyîze. Dikare ji bo jiyanê nêzîkbûnên cihêreng û yê ku çareser dike, derfetan ava bike. Di pêşketina pîvan û jêhatiyên (yetenek) hilbijartinan de û têkîliyan de dikare risteke gelekî girîng bilêyîze.
Nêzîkbûna milkiyetê û malbûyînê (metalaşma) di têkîliyan de gelo rast e? Bi taybetî ew milkiyet û malbûna di têkîliyan de bi qasî aliyê exlaqî, ji aliyê siyasî ve jî tê çi wateyê? Li gel ku hêmaneke girîng e, xaleke ku hîna zêdetir were zelalkirin ev yek e. Li gel zayendîbûn (cinsellik) di tekoşîna siyasî de weke amurekê tê bikaranîn, milkiyet li ser tê kirin û weke malekî tê hizirandin. Nayê înkarin, ez di vê baweriyê de me, pêwîste ev yek nebe helwesta me ya exlaqî û siyasî. Di rastiyê de pêwîste malbûyîn derveyî exlaq û di polîtîkayê de nêzîkbûneke herî oportûnîst were nirxandin. Ev bi qasî ku di astê rêgezên giştî de rast e, di rastiya me de jî ev bi rengekî gelekî xeter tê jiyîn. Em vê yekê dibînin. Heta tiştê li gel me tê jiyîn, em dikarin bibêjin cewherê milkiyet û malbûnê ye. Ger ev yek bi vî rengî be, ev yek bi rêgeza azadiyê ve gelo nakeve nava nakokiyan? Em di wê baweriyê de ne, yekser di nava nakokiyê de ne. Ji ber wê jî, têkîliyên ku hun dijîn, her dem milkiyet û malbûnê diafrînin. Ev jî, tu têkîliya xwe bi rêgeza azadî û sosyalîzmê re nîne. Bi wê re di rewşeke nakok de ye. Lê belê ji ber sererastkirina civakî –ku ev aliyekî wê ava dike- giran derbas dibe. Têkîliyên nêzîkbûnên we, ji milkiyetê qutkirin cewherê wê yê ku xwe spartiye malbûnê tunekirin gelekî zehmet e. Bi qasî zehmet e, pêwîstî bi tekoşîneke serketî heye. Em xwe nekin mijara milkiyet û malbûnê. Milkiyet, ger bi rengê mal, bibe malê kesayet dibe ku wê demê hîna xetertir bibe. Ev rewş bi jiyîna lawirbûnê ve di heman wateyê de ye.
Şîroveya ku em ji bo rêgeza azadiyê tînin, gelekî jiyanî ye. Pêwîste ku em jiyana xwe şênberbûna xwe di navbera vê sêkuçê de çareser bikin: di lûtkê de rêgeza azadiyê, di seriyekî de malbûn û milkiyet, di seriyê din de jî fahişebûn û ji bin venêrîna rêpîvanan derketin. Gelo hun li kû dera vê sêkuçê ne? Pêwîste hun bi taybetî di vê mijarê de xwe lêpirsîn bikin. Ev di cihekî de pevçûna mirovahiyê ye. Di nava vê de, rizgariya netewî jî heye, azadiya civakî heye, şer jî heye û aştî jî heye. Ev hemû bi rast destgirtina sêkuçê ve gengaz dibe. Di lûtkeya sêkuçê de ango di xala azadiyê de cih girtin, yekem riya gav avêtinê ye. Yek jî gelo ma ji bo çi hun dikevin sêkuça ku şeytan ava kiriye, hunê xwe çawa jê biparêzin? Karê we zehmet e. Ev hemû rewşên bi nexweşî ku civaka çînayetî afirandiye. Ev xwe di hemû têkîliyên mirovan de, di hemû qadên jiyanê de nîşan dide. Ya herî xirab jî, ew saziyên fuhûşê yên ne fermî gelekî belav bûye. Di her bajarî de peyda ye. Tê diyarkirin ku di gundan de jî pêş dikeve. Ji vê re bi qedexekirin û çalakiyê ve bersiv dan têr nake. Di mijara plansaziya malbatê de tişta ku pêş dîtiye, bi teknîk, exlaq, bi taybetî jî pergalê re girêdaniya xwe heye. Ji ber wê sedemê pêşîgirtina wan gelekî zehmet e.
Dîsa ji bo têkîliyên ku di temenên biçûk de ku kolebûn çêdibe, ji nişka ve bi zagonan ve bersivandin, bûyîna çareseriyeke mayinde dûr e. Em di vê qadê de jî pêdiviyê bi şoreşekê dibînin. Li gor min bêyî şoreşeke bingehîn pêk were bersivdana van hêmanan gelekî zehmet e. Ev hebe yan jî nebe bersivdaneke di wateya dest lê dana seriyekî ye. Ev jî qet têr nake. Jixwe bi destgirtina bingehîn a vê pirsgirêkê ji ber giranbûna wê ye. Gotina min a “ger gengaz be ji nava we hindek kes bila di vê mijarê de kûr bibin, bibin milîtanên bingehîn ên vî karî, bibin kesên ku rêpîvanan datîne û dimeşîne” vala nîne. Ev hêman bi hewldaneke cewherî û şîroveya exlaqî ve pêkanîn şert e. Ger ne wiha be, bi dîtînên dawî yên teknîkê û zextê ve pirsgirêk ji çareserkirinê dûr e. Bêguman di bingehê têkîliyan de taybetmendiyên damezirandinê radizê. Hoste jî li ser vî karî zêde nesekinîne. Ev pirsgirêk xwedî taybetmendiyeke ku herî zêde hatiye têperandin. Dema mirov di vê mijarê de li têkîliyên Marks û Lênîn temaşe dike tiştên ku anîne ziman mirov bibêje, girêdaniya xwe bi sosyalîzmê re heye zehmet e. Ez wisa texmîn dikim, têkîliyên ku di avakirinê de bi giranî têkîliyên bûrjûva ne. Sosyalîzm di mijara malbatê de ev qasî kûr nebûye. Wê gotinên sosyalîzmê yên nû ku di derbarê malbatê de bibêje hebin. Herî zêde jî rewşa bûyîna hêza çareseriyê, herî zêde di sosyalîzmê de peyda ye.
Em dikarin bibêjin, şoreşa me di vê mijarê de jî yê gelekî ji xwe bawer be. Jixwe nêzîkbûnên ku hetanî niha me ji bo têkîliyan aniye, heta sînorkirin ji bo çareserkirina van mijaran de, dibe ku bibe serê ta. Lî şûna ku hun xwe di rewşa rizgarbûnê de bihêlin, ger hun di vê mijarê de dilsoz bin, tu carî zilam nikarin li hemberî we jinan bi şêweyeke ku hun naxwazin bi nêzîkbûnên ku hun naxwazin nêzîkî we bibin. Ji ber ku hun bi çeka tekoşîna azadiyê ve bersivê didin. Ger hun vê çeka azadiyê li ser bingehê çareserkirina pirsgirêkên xwe bi kar bînin, yek zilam jî nikare nêzikî we bibe. Ger hun bi lewazbûnên xwe yên jinbûnê ku piralî ne bersivê bidin aliyekî hun nabin jinên azad, dê koletiya we jî berdewam bike. Gelo ma hun wê hêzê di xwe de dibînin ku, bibin jina azad? Ma hêza we ji bo vê yekê heye? Ew hêmanên ku bibe şêweyê bersivê ji bo pirsa jina azad ki ye? Yan jî jina ku were amadekirin kî ye, we girtiye? Ji ber ku hun wê nikaribin bigrin, hunê nikaribin tekoşînê jî bimeşînin.
Em dixwazin jinan nas bikin. Tiştê ku min di piraniya jinan de dîtiye, nekarîne xwe ji mijarbûna malbûna zayendî derbixin. Zayendîbûna xwe hîn jî ku serdestan bi sedan salan heta bi hezaran salan teşe dane, li ser bingehê weke amûrekî dixwazin bi kar bînin. Xwestin vê yekê li ser min jî pêk bînin, ez ji wan hindekî din şiyartir im. Naşibim zilamên din. Ji ber ku min xwe baş rêxistin kiriye. Bi hêsanî nikarin min bînin lêyîstokan, nikarin min bixapînin û bi binbixin. Ev jî şerek e, em bi qasî şerê li hemberî dagirkeriyê, di şerê paşverûtiya jinê de jî hoste ne. Gelo ma zilamên wiha hene? Sê hevalên min ên zilam hebin, emê dinyayê birûxînin. Ger zilam xwe şaş binirxîne, dê jinê bi bin bixe û dikare bike kole jî. Ev ne riyek e ku bibe hilbijartinek. Min li hemberî paşverûtiya jinê tekoşîn meşand. Em di wê baweriyê de ne ku pêwîste bi vî rengî be. Ew xefikên ku zilaman danîne, bi xwe ketine tê de. Ew xefik çi ye? Wisa bawer kirine ku ger jinê bixin rewşeke ku jin bibe mijara milkiyetê wê ji bo wan bibin malekî baş. Jin jî ji ber ku hebûnekî zindî ye, helwest nîşan dide. Ev helwest jî zayendîbûna xwe weke malekî dinirxîne, xwe dispêre wê û plansaziya jiyana xwe pêş dixe. Dinya jinê jixwe li ser vî bingehî çawa xwe pêşkeş bike û bi vî rengî çawa xwe bilind bike, ava dibe. Di rastiyê de şertê exlaqê mêrbûnê ya di civakê de bi vê rastiyê ve ye. Di bingehê dinya zilam de jî, ji bo ku milkiyeta xwe ya li ser jinê biparêze serî li zextê dide. Dîsa weke encamekî xwezayî ya milkiyetê ji bo ku jinê bike weke malekî û bixe rewşekî ku weke amûrekî ye. Ji ber ku malxweyê malê ye, vê yekê dike armanc. Hemû saziyên di civakê de vê weke helwesteke exlaqî tê digihên. Bi vî rengî tevnekî(ağ)gelekî bihêz ava dibe û jin nikare nefesê jî bigre. Bersiva jinê ku di nava vê tevnê de bide jî, “ger we min bi vî rengî kir, ezê jî zayendîbûna xwe bi şêweyekî herî xirab weke çekekê bi kar bînim û we bikirim.” Ev jî tê wateya malbûna ku kiriye mal.
Di rastiyê de ev rewş dihêle ku mirov ji nav têkîliyê dernekeve. Ew gotina “fêhlê jinê zilam bi binxist” ji bo vê hatiye gotin. Ew tevgera zilam a çewisînêr hiştiye ku ketiye vê rewşê. Lêyîstokên jinê hiştine zilam bikeve rewşeke xirabtir. Di têkîliyan de hev xistineke balkêş durûtî û xeribî tê jiyîn. Ew bi yek peyvê ve zinixî(iğrençlik) ye. Ma têkîliya di navbera zayendan de dê wiha bûya? Ez vê hîn jî bi metirsî pêşwazî dikim. Mixabin, hun hemû vê yekê dijîn. Li gel min di giştî de bi vî rengî xistina têkîliya jinê helwesteke gelekî zinix, kirêt û derveyî exlaq tê dîtin. Ez xwe bi xwe dipirsim, gelo ev çawa dijîn? Ji jiyînê wêdetir hîn a kirêtir dikin. Jinê weke malekî ji sukê dikirin, mirov pejirandina vê ferasetê ya bi vî rengî, gelekî bi zehmetî dike. Ev feraset bi tenê wateya çors de nayê jiyîn. Weke ku ketiye nava hestiyên têkîliyan.
Min hêvî kir ku hemû têkîlî ji ber pêwîstiya van rêgezan ava bibe. Min ew ji bo xwe weke pîvan girt, ez çareseriyê di vir de dibînim. Ji bo min pirsgirêkên din ên ku tên jiyîn talî ne û wekhev in. Tiştê ku ez dixwazim vê gavê di PKK de bi ser bixim her çiqasî teorîk heta sembolîk be jî, di dema pêş de bi nêzîkbûneke cewher di rêya wê de were şerkirin û bikaribin hêza nêzîkbûnê raber bikin û hêzê bidin jiyanê. Ew jî bi emperyalîzmê, faşîzmê, cehaletê, rastiya malbatî ya heyî, heta hemû sazî û dezgehên civaka me re bi şerkirinê ve ava dibe. Piştî wê tişta girîng gihiştina mezinahiya ferasetê rastiya ku em çi qasî vê ferasetê di jiyana xwe de pêk tînin e. Tişta ku ji van hemû tiştan were fêmkirin ev e. Em vê mijarê ji aliyê civakî, malbat û ji aliyê kesayetê ve bi kûranî dest bigrin. Ji bo peydakirinê di serî de, ji bo çareseriyên razber (soyut) û sembolîk jî pêdîvî heye. Berê dema ku min rewşa jinê ya koletiyê didît, yekser min klasîkên sosyalîst hembêz dikirin. Ji bo gelo ezê bikaribim çareseriyê bibînim? Ketime nava felsefe û qadên dişibine vê. Di rastiyê de hindek jî ji bo ku ji vê pirsgirêkê xelas bibin vî tiştî dikin.
Di rastiyê de pêwîste rewşa min were lêpirsîn.Ew hêmanên ku min bi pêş xistine û hizrên ku min rexne kirine tên çi wateyê? Rayedarên MÎT’ê jî dibêje, “ez dizanim ku Apo bi saet bi saet li kû dera Bekaayê dimîne, lê belê tişta girîng, li kû derê ye nîne, çi dike ye?” ew zilam jî dihizire ka, “Apo çi dike?” dixwazin tiştekî bikin. Ji bo wê jî dixwazin hîn bibin ku ka em çi dikin.
Bi tevî hemû hewldanên min tişta ku rêhevalên me yên jin afirandine bi sînor dimînin. Mînak, nêzîkbûna herî wêrek min nîşan da. Di hatina jinê ya gel hev, di kişandina wan a çiyan, di kişandina wê ya ji nava saziyên kevneşop, min hewldaneke mezin nîşan da. Hemû dinya dizane ku ew gelekî balkêş e û pêşketineke di asteke pêş de ye. Dîsa jî ez vê yekê kêm dibînim. Ew pirsa jin û zilamê werin pejirandin kî ne? jî girîng e. Ger gengaz bûya me bikaribiya vê kesayetê bi roman, sînema û curên din ên hunerê ve bi serkeftî nîşan bidaya. Kesayeta jin û zilam ku em esas bigrin, divê çawa be? Çawa bijîn? Di vê mijarê de dahûrîn (çozûmleme)amurê herî girîng e. Ez di vê mijarê de gelekî hesas im. Jina weke barkêşan (hemal) zilamekî wekî tirpan çend qirûşan dikin? Armanceke herî girîng a şoreşê jî afirandina mirovê ku pê re were jiyîn e. Berovajî hun ji vê yekê direvin. Gelo ma hun dizanin, ji bo çi direvin? Ji ber ku hun kirêt in, direvin. Ez kirêtbûnê, tenê di wateya fîzîkî ne, di wateya giyan (ruh) û hizirandinê de jî diyar dikim. Dinya giyan û hizirînê li gel we gelekî tevlîhev e. Şoreşgerî “bûyereke hunermendiyê ya mezin û artîstiyê ye”. Hîn ez jî dihizirim, ka gelo serdestiya şoreşê ez di xwe de çawa temsîl dikim? Ez her roj xwe bi rengê “gelo ez şoreşê dikujim, şoreşê kirêt dikim?” lêpirsîn dikim. Ev yek tê çi wateyê? Ev tê wateya min çi qasî têkîlî sererast kirine. Ger ez vî bi ser nexim, ezê xwe wekî tawanbarekî mezin bibînim. Lê belê hun van pirsan ji xwe napirsin jî. Mirov bi rewşa we diêşe. Ew kesê ku mirov nêzî bibe, bi hev re aram be û were pejirandin kî ye?
Di rastiyê de şoreş mezinbûneke cuda rave dike. Ev hêmanên ku di rêya wê de bi hezaran berhem hatine nivîsandin, em nikarin bi carekê ve di rastiya xwe de çareser bikin. Lê belê dîsa jî em nikarin ji nedîtî ve werin û ser vê pirsgirêkê bigrin. Ev yek ji bo çareseriya pirsgirêkê dîtînê bingehîn in. Berovajî mirov dibe reformîst. Gelo ma mirov bi hêza şoreşê jinê çawa bîne rewşa hezkirinê û rêzdariyê? Ger em wiha nekin, em nikarin bersivê bidin pirsa “gelo jina şoreşger kî ye?” Ger jin wiha nekin dê bibin kesên kirêt, ji nedîtî ve werin û yên ku her kesek dixwaze jê bireve. Di heman demê de mirov dê bibe dîlê azweriyên xwe yên ezez û nikare xwe rawestîne. Êdî gava destpêkê û gava dawiyê ya vî karî tuneye. Pêwîste were serxistin, nikare xwe bi xapandinê bide pejirandin. Ne dikare zayendîtiya xwe erzan bi kar bîne, ne jî bi hewldaneke çors dê bi ser bixîne. Rêhevalên me yên jin, bi gotina “ez jî çekê bi kar tînim” vî karî bi ser naxîne. Hun dê bi hêmanên çareseriyê ya şoreşgerî yên piralî û kûr ve bibin bersiv. Ev gelekî zehmet e. Lê belê şêweyê pejirandina milîtanên şoreşger di vê çerçoveyê de ava dibe.
Jixwe emê jî jina şoreşger biafrînin. Rêhevalên me yên jin navenda vî tiştî ne. Ez bi vê pirsgirêkê ve ew qasî mijûl dibim. Ji ber ku pêwîste mirov azwerê azadiya jinê be. Hêmana ew qas bingehîn a jiyanê çavên xwe lê girtin, layiqê şoreşgerekî cidî nîne. Ger ne wiha be, mirovê bibe şoreşgerê pergala serdestiya zilam, ev yek jî ne li gor min e. Çavkaniya herî bingehîn a jiyanê anîna ber çav a pêwîstiya xwe bi azweriyeke mezin heye. Gelo ev yek li gel me heye? Gelo dema ku mirov dibêje azwerî hun çi fêm dikin? dema hun têkîliyeke jinê ya rêzê dibînin, dibe ku ji bo we her tişt xelas bibe, di rastiyê de ew ji bo me ne wisa ye. Hîn zêdetirê wê pêwîst e. Gihiştina rastiya jinê pirsgirêka gelekî zehmet e. Vê gavê bi qasî nêzîkbûnek avakirinê, gihiştina asta hêza siyasî jî pêwîst dike. Bûyîna hêzeke siyasî ji bo çareserkirina pirsgirêka jinê dê sudwer be. Di demên derbasbûyî de pêkanînek jî jin li qesran û hareman dihate girtin hebû. Ew di serdema koledarî û feodaliyê de hate jiyîn. Dema ku em li kapîtalîzmê temaşe dikin, ne tenê jin hemû mirov weke koleyan in. Lê belê yê jinan hîna zêdetir e. Kapîtalîzm, vî tiştî bi şêweyekê ziravtir dike. Piştre sosyalîzm derkete holê, çareseriyekê pêk tîne ku van hemû tiştan digre dijberî xwe û girêdaniyekê diafrîne. Wêneya li gel me hîn cihêtir bi pêş dikeve.
Emê vê pirsgirêkê çawa çareser bikin? Çareserî bi “min kirî-min firot” ve çênabe. Bi gotina “em li hev hatin” ve jî nabe. Diyarkirina pirsgirêkan tenê dahurandin nîne. Ji bo me bi destxistineke mezin a hestan ji aliyê cewher û naverokê ve gelekî pêwîst e. Ger hêza we têr bike beriya hun bibêjin “ajoyên me şiyar bûn” bi rengê “ew têkîliya ku girêdaniya xwe bi her cure paşverûtiya me ve heye, emê nêzîkbûneke çawa raber bikin, emê çawa çareser bikin?” bihizirin. Bi avêtina derveyî tekoşînê ya jinê û bi qezenckirinê ve ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Pêwîste em hev bi rengê li gor çareseriyê biguherin. Li ser vê bingehê em hev bigihînin dinya dilsoziyê, dostaniyê û hezkirinê û wisa jî bi pêş bixin. Di vê xalê de ez dixwazim xwelêpirsînkirinê bi pêş bixim. Di nava partiyê de misogere ku dê di vê mijarê dêa zext çênebin. Lê belê hindek jî ji ber ku zext nîne nikare xwe bispêre erk, hêz û fîzîka xwe û vî tiştî îstîsmar dike. Wê demê emê bi jinê re baş ji hev fêm bikin. Jin dê bikeve rewşekê ku hindekî din zilam bipejirîne. Wê demê plansaziya malbatê, kerxane dê ji pirsgirêktiyê derbikevin.
- Ayrıntılar
Mêrxasê hêja, heval Nûman jî çû nav stêrkên asîmanan.
Ey feleka xayîn, te ew bejin dirêjê leheng jî bir!
Erê cîhana bêbext, tu wê kengî ji vê hovîtiya xwe ya ku ji holê rakirina şoreşgerên azadîxwaz dev jê berdî?
Te hê jî piçek mirovatî û ehlaqê civakê ji xwe re negirtiye?
Tu kî û ji ber çi dikujî?
Ey cîhana ku te nesîbê xwe ji mirovatiyê negirtî!
Ma dervî azadî û wekheviyê, tiştek din xwestibû?
Ey pergala bêwijdan!
Ma xwestina wekheviyê di welatekî azad de, pir zêde bû?
Ey qeşmer û sîxûrê Qapîtalîzmê!
Kanî te wekhevî û demokrasî jibo gelan dixwest?
Ey minafiq û qirêja mirovatiyê! Tu baş bizane ku ev kiryarê te yên zalimane û dervî mirovatiyê, ewê ji te re nemîne û wê tola wan ji we bê girtin. Bîranînên wan xweşmêr û lehengan, ewqas kûr û fireh in ku tû car nayên ji bîr kirin û windakirin. Her têkoşerek ji wan ji holê rakirin, bi xwe re bi sedan tekoşervanan di xuliqîne, ev dîyalektîka PKK’ê ye ku di Kurdistanê de daye çandin. Her dilopek xwîna wan, wê bi sedan kûlîlkên ku bêhna xweş bidin Kurdistanê bi xwe re bîne. Ev rastiya ku tim hatiye jiyankirin û tê jiyankirin e, pîvanê hevaltî û berpirsyariya mirovatiyê ev in ku PKK’ê bi me daye naskirin.
Belê, di demekî ku mirovatî dikeve saleke nû ya 2013’an, cardin em dengê qîrkirina ciwanên Kurd ku azadiya xwe dixwazin dibihîsin, îro agahiya ku me gelekî xemgîn kir, şehadeta 9 hevalan ku fermandarê leheng Heval Nûman jî di nav de, me navê wan di muhabera cîhazê de bihîst. Hevalê ku navê wan hatin dayin, Nûman, Rênas, Xebat, Demhat, Egîd, Firat, Omer, Şervan û Masîro, di roja 31’ê Kanuna 2012’an, li herêma Apê Musa, di şerekî artêşa Tirk de bi mêrxasî, tevlî nava karwanê şehîdan bûn. Hevalê ku min baş nasdikir û demekî dirêj ku me bi hev re xebat meşandî Heval Nûman bû. Bihîstina şehadeta wî, ez pir hestiyar kirim û carekî din kûraniyên dîrok û hevaltiya rast anî berçavê min. Dewleta Tirk carekê din bi dirutî û hovîtiya xwe da nîşandan ku çiqas ji mirovatiyê dûr e. Qaşo ji bo pirsgirêka Kurd ku çareser bike, bi Rêber APO re hevdîtin çêdike û li aliyên din jî êrîşên hovane yên li ser gerilayên Kurdistanê jî nade rawestin. Heman demê jî her roj bi êrîşê hewayî li Başurê Kurdistanê bombebaran dikin. Ev dirûtiya desthilatdariya AKP’ê ya qirêj dide nîşandan. Tu car li ser rûyê cîhanê desthilatdariyek wek AKP dirû û bêrêgez nehatiye dîtin. Di dijminatiya wan a qel-lêşane de, mêranî tune ye. Hem çareserkirina pirsgirêka Kurd dixe rojevê, hem jî qirkirina siyasî û leşkerî li ser gelê Kurd dide meşandin, ev yek jî durûtiya wan hîn baştir dide nîşan.
Heval Nûman di sala 1992’an de li girêdayî Amed’ê, ji Bismilê tevlî nava refên gerilayên azadiya Kurdistanê dibe. Demek dirêj li qada Amedê xebatek bi nirx û serkeftî dide meşandin û erkê fermandariya yekîne, herêmî, eyalet û herî dawî jî di konseya leşkerî ya HPG’ê de cihê xwe girtiye. Bi xebatên xwe yên demdirêj, serkeftî û hevaltiya xwe ya paqij, di asta rêveberiya Konseya HPG de erk girtiye, di nav hevalan de pir dihat hezkirin û qebûlkirin. Zarokekî Amedê bû û bi perwerda PKK’ê ve xwe baş afirandibû û bi giranî xebatên gerilatiya xwe li eyaleta Amedê da meşandin. Di nava gelek zorî û zehmetiyê mezin re jî derbas bibû, lê dîsa jî bi serkeftî têkoşîna xwe ya azadiyê bênavber dida meşandin. Xwediyê gelek çalakî û wêrekiyên pir hêja bû, di tevahî xebatên xwe de jî ev dida diyarkirin. Heval Nûman piştî vekişandina gerîla ya ji Bakurê Kurdistanê, di sala 1999’an de ew jî li Başurê Kurdistanê mabû û heya sala 2007’an li gelek herêmên Başur erkê rêveberiyê girt û xebatên xwe da meşandin. Naskirina min a bi Heval Nûman re ji sala 2006’an şunde ku me bi hev re xebat da dameşandin çêbû. Sala 2006 ew li qada Zagrosê di fermandariyê de cih digirt û ji wir jî hatibû tevlî Konferansa HPG’ê ya çaremîn bibû. Di vê konferansê de heval Nûman nirxandinên pir kûr û hêja kir. Jixwe hevalekî pir zana û xwedî ezbûnekî mezin bû, yanî xwendevaniya xwe û ezmûnên xwe yên piratîkî bi hev re dikir yek û bi tevahî hevalan re parve dikir, di esasê çanda famkirina PKK’ê de nêzî bûyeran dibû û çi tiştî, çi demê û bi kîjan şêwazî ku wê bibe dizanibû.
Sala 2007’an vesazkirina min û wî bi hev re li qada navîn a ku ji sê eyaletên binavê Erzirom, Xerzan û Amedê pêktê çêbû, Heval Nûman di fermandarîtiya eyaleta Amedê de erk girt. Piştî hevalên qadê berhevbûn, Heval Nûman berî ku ez herim cem hevalan berpisyarê tevahî hevalan bû û ew perwerde dikirin. Piştî ku em çûn jî amadekirina hevalan di her warî de, herî zêde Heval Nûman pêve mijul dibû. Hevalên ku ji her sê eyaletan hatibûn komkirin û amedekariyên xwe yên çûndinê dikirin, derdorî 60-70 hevalan bûn. Di amedekariya wan de Heval Nûman fedakariyek mezin dikir û xwe li hember tevahî hevalan berpirsyar didît. Di wê demê de derdorê mehekî em li biryargeha navendî ya HPG’ê, li Zapê bi hevre man, gelek nîqaşên me bi hev re çêbûn û me hev hîn baştir naskir. Di wê demê de jî dewleta Tirk ku Rêber APO jehrî dikir di rojevê de bû, wek tevahî hevalan, Heval Nûman jî pir pê êşiyabû û wî dixwest ku rojek berî rojekê derbasî Bakurê Kurdistanê, qada şer bibe. Pêşniyara wî bi bandor tevlîbûna pêngava têkoşîna azadiya gelê kurd û Rêber APO bû. Li gorî vê heval xwe amede kiribû û pir bi coşbû. Piştî ku me bi hev re li ser taktîkê dema pêş û pilansaziya xwe nîqaş bi pêşxist, em bi hev re wek komek heval, me xwe ji bo rêketinê amadekir. Fermandariya HPG ji bona Aqademiya Mahsum Korkmaz em xwestibûn û xwarin ji me re amede kiribûn. Piştî xwarinê hevalan ji me re torenek çêkirin, ez û heval Nûman jî çûn pêşberî hevalan ku çend axaftin bikin û xatirê xwe bixwazin. Piştî çend axiftinan me xatir ji hevalên ku toren çêkiribûn xwest û me berê xwe da qada navîn. Piştî ku em ji biryargeha navendî ya HPG derketin, em çûn Aqademiya Şehîd Bêrîtan, me ji wir jî ava Zapê qut kir û em gihiştin biryargeha Hêzên Taybet. Ji vir jî em derbasî herêma Metîna bûn û ji wir jî me xwe avêt herêma Heftanînê. Ew çend roj û şevê dirêj in ku em bi hev re meşiyan, berpirsyarî û fedekariya heval Nûman hêjayî fêmkirin û gotinê ye. Rastî jî di wan geliyê kûr û hevrazên bilind de, moralek mezin dida hevalan. Di aliyek de westandin hebû, ji aliyên din ve jî xweşikbûna biharê çiya û gelî xemilandibûn. Ev xweşikbûn û bêhna xweş a biharê bû. Rûkeniya heval Nûman bi wan re her zindî dibû. Ez dikarim bibêjim ku her gulek û kulîlkeke biharê ku em digihiştinê, heval Nûman pêre dikenî û bi wate wek ku xatir jê bixwaze, me derbas dikir. Carna me wêneyên xwe bi heval û kulîlkên ku me derbas dikirin re dikişandin, car jî bi meyzandin û guhdarkirinek a li ser lêhûrbûnek kûr bi me re çêdikir em ji wir derbas dibûn. Ev me gelek car di rûyê heval Nûman de baş dît, lewre lêhûrbûna kûr û eşqa dilê wî, xwe di rûyî wê de dinimand-nîşan dida.
Piştî çend rojan ku em li herêma Heftenîn bi hev re man, ji ber ku koma me hejmara xwe zêdebû me xwe xist du beş û ew berpirsyarê beşekê bû, ez jî berpirsyarê beşekê bûm. Koma Heval Nûman bi çend rojan li pêşiya me bi rê ket û berê xwe dan Botanê. Piştî meşekî dem dirêj, heval Nûman bi koma xwe re saxlem gihiştibû eyaleta Amedê. Heya ku me eyaleta Xerzan derbaskir û em gihiştin eyaleta Amedê, êdî bibû payîz. Dema ku em gihiştin herêma Şehid Remzî, piştî me Heval Nûman jî ji herêma Apê Musa hat gel me. Me civîna rêveberiya eyaletê çêkir û di çarçove perspektîfên rêxistinê de, me pilansaziyek da pêşya xwe. Em bi hev re ji bona keşf kirinê çûn derdorê Licê ku em çalakî li darxînîn. Çend caran em bi heval Nûman re çûn keşfa qereqola li ser girê neqaba Com ku em lêdin. Di encama vê keşfê de me xwest em çalakiyek bi bandor li ser vê qereqolê bikin. Di payîza 2007’an de, bi çend koman hevalan êrîşî ser qereqolê kirin. Heval Nûman jî li cem me bû û me çalakî temaşa dikir. Heval Nûman qordîna çalakiyê dikir. Bi tevahî hevalan re têkilî çêdikir û ew didan şerkirin. Ev piştî çend salan çalakiya yekem bû û me hevalên eyaletê jî baş nas nedikirin. Ji ber vê her çiqas çalakî hinek serkeftîbe û bê windahî heval zîvirîn cihê xwe jî, lê belê pilansaziya me tam bi ser neket. Encam ne xirab bû, lê ji ber ku me hevalan baş nas nedikirin ,vesazkirin li gor vê baş çênebû. Piştî vê çalakiyê, bihara sala 2008’an me cardin hevdu dît û civîna rêveberiya eyaletê çêkir. Di vê civînê de heval Nûman nirxandinên pir bi bandor kirin û biqasî ku kêmasi jî hebûn, derbaskirina wan û li ser pilansaziya pêşiya eyaletê jî gelek nêrînên di cih de dan. Piştî vê civînê, wek tê zanîn gelek çalakiyên serkeftî û xebatên eyaletê bi erênî bandor li ser pêvajoyê kir. Wek çalakiya li dijî Polîsên dewlata Tirk a li navenda bajarê Amedê ku di payîza 2008’an de bû û gelek Polîs hatin kuştin, tevger kirin heya dawî heval Nûman bi xwe li ser sekinî bû. Dîsa piştî vê êrîşek li ser qereqola Hêzanê ya girêdayî navçeya Licê ku hevalan qereqol tevahî xisitin destê xwe, gelek leşkerên Tirk kuştin û gelek cebilxaneyên wan jî li ser wan hat rakirin, ev çalakî jî heval Nûman qordîna wê ya nêz dikir. Bi qasî di van herdu çalakiyan de rolek mezin leyîst, di gelek çalakiyên din de jî heval tevger kirin û serkeftî dan meşandin de rola xwe girîng bû.
Heya sala 2009’an heval Nûman di fermandariya eyaleta Amedê de cih digirt, di havîna 2009’an de di asta yekemîn de bû fermandarê eyaleta Amedê û bi bandor xebatên xwe yên rêxistinî û yên piratîkî baş bi tevger dikir û pêşiya gelek şaşîtiyan digirt. Ji 2007’an heya 2010’an ez li wir bûm û ez ji wê qadê hatim Başurê Kurdistanê, me bi hev re rêvebertiya qada navîn kir. Her çiqas em ji hevdu cûda dixebitîn jî, lê me hev dişopand û her roj bi rêka cihaza mezin têkilî bi hev re çêdikirin. Hertim bi nêrînên xwe tenê ne eyaleta ku berpirsyarê wê bû, ji bo tevahî eyaletan nêrînên pir hêja dida xuyakirin û xwe berpisyar didît. Rastî jî nêrîn û tespîtê xwe li ser her tiştî di cih de bûn , rastdikir û çêdikir. Di bin erk û berpisyariya wî de, gelek şervan tevlî gerîla bûn û gelek cebilxane peydakir û li eyaleta Erziromê, Xerzan û qada Dêrsimê jî belav dikir. Yanî bi xebatên xwe yên serkeftî heya Dêrsimê jî alîkariya wî çêdibû. Ev jî dida nîşandan ku tenê xwe ji eyaleta xwe na, li hemberî tevahî welatê xwe berpirsyar dibîne û derfetê ku li cem hebûn bi herêman re parvedikir. Ji xwe ev nêzîkbûneke têkoşervanên PKK’ê ye ku hertiştê xwe bi hevalên xwe re parve dike. Heval Nûman di tevahî pîvanên xwe de PKK jiyan dikir û dida jiyan kirin. Piştî ku ez ji qada navîn hatim Başurê Kurdistanê jî, gelek caran ez bi heval Nûman re bi cîhaza mezin diaxifîm. Her cara ku ez pêre diaxifîm, me herduya jî moralekî mezin digirt. Herî dawî jî ez piştî ku hatim qada Botanê, di havîna 2012’an de ez dîsa pêre axifîm û min pirsa rewşa wî kir. Pir kêfxweş bû û bi coşa xwe ya berê bi me re axifî. Rastî jî her axiftinek ku min pêre dikir, xuya dibû ku ew li ser pêngava tevgera şoreşgerî ya azadiya Kurdistanê xwedî lêhûrbûnek kûrbû. Jixwe wek hat dîtin jî, bi navê Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Armanc û Şehîd Harûn, gelek çalakiyên ku li ser pêvajoyê bandorekî erênî pêkanîn. Piratîka eyaleta heval Nûman a 2012 bi gelek aliyê xwe moral da me û hêza me ya serkeftinê xurtir kir. Gelek çalakî bi taktîkên dewlemend pêk anîn û artêşa Tirk xist nav tirs û xofê. Darbeyê ku li dijmin dan, ew şaşo maşo kirin û nedikaribûn pêşiya çalakiyên wan bigirin. Bi kurtasî tevlîbûna heval Nûman a pêvgava serdema stratejik a çaremîn, bi rihê mêrxasî bû û encamê wê jî, ji bo me ronahiya serkeftinê çêkir...
Tiştê ku ez dawî bibêjim ji bo jiyana vî hevalê mêrxas, em bi çend gotina nikarin rastiya wî ya mezin bînin ziman. Rastî jî ev kesayeta mezin hêjayî naskirin û fêmkirinê ye. Ji ber ku pêdiviyê mirovatiyê bi azadî û wekheviyê heye û heval Nûman jî, têkoşervanekî azadiya mirovatiyê bû. Jiyana xwe tev dabû vê têkoşînê û tu car xwe ji ti fedekariyan neda paş û tim li pêş cih digirt. Jiyana wî tev di nava şer de derbasbû û hertim li pêş cihê xwe digirt. Wî nevîtiya xwe ya Şêx Saîdê Kal baş pêkdianî û banga wan a têkoşîn meşandinê dianî cih. Ew dîrokzanekî baş bû û li gorî vê jî xwedî berpirsyarî bû. Di hevaltiya xwede dilnizm û dilpak bû. Nêzîkbûna xwe ya ji gel re, pir gelêrî û birêz bû, li hember nirxê gel pir hişyar û parêzvan bû. Gelê herêmê pir pêve girêdayî bû û tim daxwaziyê wî yê xebatkirin û welatparêziyê dianîn cih. Her ku gel durustî û paqijiya wî didîtin, bêhtir pêve dihatin girêdan. Jixwe heval Nûman di zarokatiya xwe de heya şehadeta xwe xwebatên xwe di nav wan de dabû meşandin, ew ne zarokê dayik û bavê xwe bû, yê tevahî gelê Kurd bû. Bi xebatê xwe ev dabû îspat kirin. Pêwîst e ku gelê Kurd jî, li nirxê ku vî qehremanî xuliqand, lê xwedî derkevin û rêka wî ya azadiyê bimeşînin. Em jî wek hevalên wî soz didin ku emê li pey şopa wî ya azadiyê bimeşin û armanca wî ya serkeftinê bi fedekariyeke mezin heya serkeftinê bidomînin. Soza me ya girêdana şehîdan ev e ku em armanca wan bi cih binîn. Li ser vî esasî, ez ji malbata heval Nûman û ji gelê Kurd re sersaxiyê dixwazim.
Heqî Mardîn
- Ayrıntılar
Navê kod: Adil Amed
Nav û paşnav: Ramazan Aybî
Cih û dîroka ji dayîkbûnê: 1972
Cih û dîroka tevlîbûnê: 1987 CUDÎ
Cih û dîroka şehadetê: 4 Kanûn 2007 Gabar
Ji temenê xwe yê 35, 21 salê wî bi gerîlatiyê ve derbas kiriye, bi yek peyvê ve dildarê gerîlatiyê, viyandarê çiyayên Kurdistanê bû rêheval Adil. Ji têkoşîna ku 14 salî bû tevlê bû, incax şehadeta ku piştî 21 salan hat ew veqetand. Ew di lûtkeya çiyayê Gabar de, di bedena xwe de dema azadiyê cemidand û bû nemir.
Rêheval Adil, li gundê Bîlîkan ê ku li qontarên çiyayê Cudî, ku li ser çemê Hêzil sazbûye û hemû taybetmendiyên civaka dayîksalarî pir zindî dihewîne ji dayîk bûye, Kurdekî rast ê çiyayî li vir mezin bûye ye. Wî gûrûr, serhildêrî û rûmeta ji heybeta çiya girtî kiribû kesayetî. Wî ji xwe re taybetmendiyên Kurdên çiya ku li pey azadiya xwe dikelin, nêzîknebûna navendên şaristaniyan û neketina kefûdestan kiribû giyan. Lewra rêheval Adil wekî Cûdî bû,Cûdiyî bû.
Piştî tofanê Cûdî ji bo mirovahiyê cihê tovgirtinê , hêlîna şaristaniyê. Jiyan li wir ji nû ve destpêkiriye û mirovahî li vir şîn bûye. Rêheval Adil, bi xwediyê hemû xwerû û cudabûnên ku çavên xwe bi Cûdî re vekirênê ve tevlî deryaya jiyanê bû. Di heybeta Cûdî de dilê xwe mezin kir.
Rastî, çend kes gihîştiye raza Cûdiyî bûyînê? Çend kes ewqas rast Cûdî jiyaye û hiskirî ye? Cûdiyî bûyîn…
Cûdiyî bûyîn bi zanîna hemû dîroka mirovahiyê yê ku hatiye veşartin ve wekhev bû. Cûdiyî bûyîn ji hemû razên dîrokê re şahîtbûyîn bi xwe bû. Cûdiyî bûyîn li sînorên şaristaniya baviksalarî çikyayî nemayîn, neketina bin bandara wê bû. Cûdiyî bûyîn berdevktiya nirxên mirovahiyê kirin, mîrasvanê civaka dayîksalarî bûyîn, bi nirxên demokratîk a çîna ku di taldeya (kuytu) çiyan de bejn daye ve teşe girtin bû. Cûdiyî bûyîn şervanên xwerû, bi xîret, bi rûmeta civaka azad a ku bi xwezayê ve zikhev û bi dayîkê ve teşe girtî bûyîn bû. Ji lewra cewher, nirxên azadiyê, keda mirovahiyê xwe wisa di Cûdî de bi cih kiriye û diteyise ku, şensê bi van ve mezinbûyînê mirov digihîne raza rastiyê, rasteqînê. Ji ber vê ye mirovên vir ewqasî di ser azadiya xwe de dikelin û nêzikî navendên şaristaniyan nabin.
Wateya Cûdî ya ji bo mirovahiyê li aliyekî, ji bo Kurdan giringî û wateya wê pir cuda ye. Her serê sibê dayîkên Kurd berê xwe didin Cûdî, ji tava ku ji Cûdî hiltê re lawa dikin. Cûdî ji bo wan bavê hemû miradan e. Miradê mirov her çi be berê xwe dide Cûdî û dixwaze. Ji lewra miradê her kê/î çi hebe, ji bo ew mirad bi cih were Cûdî xwedî hêza pêwîst e. Cûdî ji kesên mirad digerin re hembêza xwe vedike, hêz dide, diparêze. Ruxmê karekterê wê yê rikdar, serhildê, asê Cûdî mekanê ji mirovan re mirad belav dike û rê nîşan dide ye. Ew kengê ku mirov ketin tengasiyê, yê ku direve hawara wan, li hember mirinê jiyan diafrîne, bi Azraîl re şer dike, bi sekna xwe ya li hember xwedayan ve erdnîgariya ku mirovan bilind dike ye. Dema mirovahî li ser rûyê cîhanê ti ciheke ku pêl bike û bijî nedît ê ku revî hawariya mirovahiyê û jê re bû cih war dayîka jin Cûdî ye. Û Cûdî çavkaniya dayîk a kevana zêrîn, a ku di dilê xwe de mirovahî afirandiye ye.
Vaye, Adil Bîlîka zarokê Cûdiya ku ji mirovahiyê re malzarok, jiyanê re çavkanî ye. Çîroka rêheval Adilê Cûdiyî çîroka temenê 35 salên xwe fedayê mirovahiyê, gelê Kurd û têkoşîna azadiyê kirinê ye. Ewqasî xwe feda kirina wî, pêşkeşkirina xizmeta azadiyê, gelê xwe, ji pêwîstiya karekterê cewherê û yapiya Cûdî ye. Wî jî wekî Cûdî xwe fedayê gelê xwe, mirovahiyê, jiyana azad kiriye, di wê oxirê de jiyaye û ji mirovahiyê re bûye mal. Wekî Cûdiyîkî rêheval Adil azadvanekî rast bû. Şoreşgerekî rast ê jiyana xwe fedayê parastina nirxên azadiyê kiribû.
Di têkoşîna azadiya Kurdistanê de di her wateyê de Botan diyarê serhildan, girêdan, fedakarî, hêlîna îsyanê ye. Cûdî wekî navenda Botanê bi Gabarê ve tevahî kela ku agirê azadiyê pêketiye ne. Cûdî û Gabar di şoreşa vejînê de kela berxwedanê ne. Agirê ku di van kelan de pêketiye hemû Kurdistan ronî kiriye, ji xewa koletiyê şiyar kiriye, dilên ku dagirkeriyê cemidandiye germ kiriye, maratona azadiyê daye destpêkirin.
Bi pêngava 15 ê Tebaxê ve têkoşîna gerîla ya ku bilind dibe, tam di nava atmosfera şoreşa vejînê de rêheval Adil teşe digire. Pêngava 15 Tebaxê, wekî Cûdiyiyekî heya şaneyên xwe his dike, hevparê heyecana wê dibe, dil û hişmendiyê wî kamil dibe.
Bi çalakiyên 15 ê Tebaxê ve dilê Kurdistanê li Botanê dîroka koletiyê, dagirkerî, zordarî, tade, bişaftinê tarûmar bû, jinên Kurdistanê, zarok, ciwan, zilam û kalûpîr ketine nava bextewariyeke mezin a ku ji xewa mirinê şiyarbûn û ji nû ve jidayîkbûne. Dengê cekên gerilayên Apocî yên di pêşevantiya rêheval Egîd de dibeziyan azadiyê, bi tilîliyên dayîkan ve beranberî dîtiye, jinên ciwan û xort bi dengên ku azadî-rizgarî diqîriyan ve dil û mêjiyên xwe sorkirine . Rêheval Adilê ku di wan rojan de Cûdiyekî ciwan e jî, bi dengên Egîdên ku azadî diqîrin ve, bi tilîliyên dayîkan ve bîrewariya polîtîk a welatperwer, lêdanên dil pêş dixîne.
Ji bo rêheval Adilê ku di hewa û xwezaya Cûdî ya azad de, xwe gihandiye kesayet, giyan, karekter; têgihiştina pêşevantiya Egîd, berê xwe dayîna rêya wî jixwe tiştê ku hertim li bendê bû, ji bo ketina nav amade bû, bi sed salan e bêrî dikir, ti derfetekî de di rastiya wê de şik nebîne, tek hilbijareya ku weke jiyan kifş bike ye. Ji lewra ew berdevkê kalûpîrên xwe yê Cûdiyî ku viyandarê azadiyê bûn, weke wan wî jî berê xwe nedayîna şaristanî û navendên bajarên wî de bi heter e. Ji bo mêtîngerî û dagirkeriya weke xewnereşekî li ser niştîman û çiyayên wî rûniştiye ji holê rabike, tevî ziman, xweza û çand azadkirina mirovên xwe û çiyan xwe derdê wî yê bingehîn, lêgerîna wî ya bingehîn e. Ji bo rêheval Adilê digot, hemû saziyên şaristaniyê, vîtrînê wê yê şaşaî, bi xizaniya biçûk dixîne ve dewlet-şehrê we bila ya we be, em çiya, xweza, welat, gundê xwe dixwazin, di pêşevantiya Egîd de gerîlayetî û hînkeriya wî ya Apogerî, ji bo kêliyekî be jî bêyî şik û lêpirsîn bike bûye rêya ku xwe avîtiyê. Temenê 21 sal ku di vê rêyê de bihuriye, sekn û piratîka têkoşînê, îspata çi qasî bi bawer, angaştdar, di asta evînê de viyandar û girêdayî ye. Ew birastî jî evîndarê felsefeya Apoyî û gerîlayetiya wî ya ku li pêşevantiya Egîd bû. Bi vê viyanê ve bênavber 21 sal gerîlayetî kir. Bi qasî kêliyekî be jî ji çiyan qut nebû û piştî 21 salan li Gabarê bi tevlêbûna axê ve evîna xwe zîvirand bextewariya ebedî, bêmirinî û hevdû dîtina bêdawî.
Adil Bîlîka di nava tevgera Apoyî ya rêxistina gerîla de yê pir tê nasîn, tê zanîn, ewlehî lê tê hiskirin, ji performansa wî ya leşkerî de tê behs kirin, ya herî girîng jî dema Botan tê gotin ji hevalên herî zêde tê bîran bû. Ew wekî fermandarekî gerîla her di eniya pêş de û di nava pratîkê de cih girt. Li ser gerîlayên bi tevger ji Cûdî ta Gabarê, ji Besta ta Gansayê, ji Herekol ta Şaxê yê dibeziya, çalakî li ser çalakiyan ê dikir, her kêlî tevgerîna dijmin ê dişopand, tektîkên ku derbe li wî bixe yê, diafrand û fermandarê ku çalakî li pêş dixist bû. Wî di ti derfetê de fermandariya xwe bi tenê ji bo rêvebirinê, berjêrî kordîneyê nekir, milîtanekî rast ê ku di nava piratîkê de her kêlî li pêş e, hemû dijwariyên xweza û derfetên şer yên Botanê yê ku bi hevalên xwe ve parve dike ye. Ji wî re di wateya rast de çalakvan, milîtanek pêşeng gotin pênaseya herî rast ê bibe. Fermandariya gerîla ya salan dibûhire û çar demsal li hemû qadên Botanê jiyan dîtiye, jixwe Botana ku niştîmanê wî yê dayîk e bi pratîka gerîlatiyê ve bihust bi bihust naskiriye, hiskiriye, bicih mejiyê xwe kiribû. Wisa ye ku rêheval Adil li Botanê dareke ku li bin siya wê rûneniştiye, zinareke ku derneketiye ser, kaniyeke ku ji ava wê venexwariye nîn e. Ji ber vê ye bêyî Botanê rêheval Adil nikare were behs kirin. Ger dev û zimanê xwezaya erdnîgariya Botanê hebûya pir eşkere ye ku wê herî baş wan behsa rêheval Adil bikirana. Behskirina wî her çendî em rêhevalê wî jî bibin yek jî ji ber vê ye ji me re ewqasî zor tê, peyvên herî rast, nedibiriqîn, xwerû jî mirov di nava hestê ku nikare behsa wî bike de dixeniqîne. Ji lewra divê mirov wî ji çiyayên, avên, hewayên, kevirên Botanê û ya herî girîng jî ji dilê, hisên, zimanê Cûdî binivîse.
Rêheval Adil du cara çuye qada Rêbertî, bixwe gihiştiye derfetê bi Rêbertî re mayînê, pratîk, kesatî, terzê xwe bi dahurandinên Rêbertî ve gihandiye pênaseyên azadvan, Apoyî û bi hêza ku ji van digre ve sekn û nasnameyek bîrdozîk digre û dibe şoreşgerek Apoyî. Girêdana wî ji Rêbertî re bi qasî ku ji bin pêvajoyên herî dijwar de rabibe mezin û ji dil bû. Ew şagirt, milîtan, û çalakvanê hînkariya Apoyî yê bibîryar, bêyîberanberî, xwerû bû. Mîsyona ku Rêbertî dabû û nirxê didayê ji aliyê wî ve teqez bi awayek rast tevlêbûn bingeh girtin, di fedakirina xwe de dudilî nejiyandin, bûye xeta ku bi fedayî tevlê dibe bixwe. Û ew wekî milîtanekî xetê, li demeke giregir ê wekî 21 sal di hînkariya Apoyî de bihurandiye de dirustî, girêdanî, fedakarî, milîtanî bicih kiriye ye. Wisa ku di hundirê vê dema mezin a 21 salan de xetayeke micid , kêmasî, pratîk, sekneke ku wî li ber Rêbertî û gel bide şermê nebûye. Birastî jî ew bi behskirineke herî sade, xwerû xwe fedakirineke bêberanberî, girêdaneke bi bîryar, xwediyê keda ku timûtim û bi pêşdixîne û bi dilnizmî jiyaye. Ti cudabûneke ku raye, mîsyon diafirînin, luksa jiyanê, di vî warî de hêviyên wî nebûne, di eniyên pêş de tevlêbûna pratîka şer ji xwe re kiriye sinc, şoreşgerekî rast ê bi çanda Apoyî PKK ê ve bijiyaye. Bi tenê ji pêwîstiya vê sincê serdema ARGK ê a bi 15 ê Tebaxê ve destpê dike na, ji serdema heyama pêşevantiya HPG ê a bi 1 ê Pûşberê ve destpê dike re jî li herî pêş bi milîtanî tevlê dibe. Fermandarê milîtan ê dema 15 ê Tebaxê, wekî fermandarê, milîtanê pêşeng ê 1 ê Pûşberê derbasî li dîrokî bûye. Pêvajoya pêngava 1 ê Pûşberê li Zagrosê daye destpê kirin, ji pişt re li eyaleta Botanê tevlêbûna xwe ya pêşeng berdewam kiriye. Rêheval Adil fermandarê pêşeng ê pêngava 1 ê Pûşberê ye. Û dê viha derbasî dîrokê bibe. Wekî temenekî pir biçûk di çardeh saliya xwe de tevlî gerîla bûye, bi piranî di derfetên şer ên dijwar de û timûtim di nava pratîkê de bijiya bû. Ruxmê vê xwediyê ferasetek ku girîngî dida pêşketina bîrdozî-felsefî, di teoriyê de lêhûrbûn, di astek mezin de li ser pêşketin û lêhûrbûna ramanî disekinî. Wekî encama vê ferasetê asta wî ya bîrdozî-teorî û bi vê ve girêdayî guncana (kapasîte) wî ya fikir, terzê nirxandinê li gor felsefeya ronîbûn a Apoyî sitriya bû û teşe girtibû. Lewra ew xwediyê azweriya ku di her qadê de pêşketinê ferz dike, serkeftinê bingeh digre bû. Azweriya pêşketinê û serkeftinê ya di wî de, ew ji rêzê nekiriye ta ji serî da qadên ku lê dimîne ew kiriye pêşeng, heta ji hin aliyên xwe ve navûdeng kiribû. Belê ew di heman demê de fermandarekî leşkerî yê binavûdeng bû. Navûdengiya wî, ji hunerên leşkerî, ji serwariya tektîk, ji çalakiyên ku deng dianî û ji qabîliyeta lêdan a derbeyên mezin li dijmin dida dihat. Ev rastiyeke bêyî pirole ye. Ew rêhevalê fermandarên mezin ê ku di dilê gelê me û tevgera me de text daniye rêheval Cumayê Bîlîkî, Şerîf Spertî, Hamza Cîzre, Rojhat Bîlezerî, Piling Erdal, Zelal, Agirî, Nûjîn û Kurtay bû. Bi wan re jiyabû û bi wan re hevpar berpirsyarî hilda bû. Wekî berdewamiya hemûyan, rêhevalên wan ê têkoşînê û berdevkê wan, rêheval Adil di bingeha girêdana ji wan re deh salên paşê bi milîtaniyeke serkeftî ve pêşwazî kiriye û di warên wan de bi wan re bi hatina ligel hev ve bûye nemir. Di vê wateyê de dikare were gotin ku ew girêdayî rêheval, bidilsozî, hevalekî dozê yê dilsoz, rêhevalê dil bû. Di felsefeya wî de tena hiştina rêhevalan, çewt ketin hîç cih hilneda û ji pêwîstiyên rêhevaltiyê re di şêwaza herî xwerû de, bi dilsoziya herî ji dil de girêdayî ma.
Rêheval Adil xwedî vejeneke têkoşînê ya qet nawesta, hevalekî hîperaktîf bû. Vejena di wî de bi evîn û viyana şoreşê ve di her derfet de bi rengê sînerjiyê de bû. Sal,derfet, dijwarî, îxanet, û neheqiyan ew nediwastand. Ew li oxira armancên ku bawer dikir, kelûcana, viyana, kêfxweşiya û xwediyê vejena vê ya têkoşînê ku timûtim ji xeta Rêbertî ya pê ewle hêşîn dibû bû. Birastî jî westandin nizanî bû. Di felsefeya wî de têrbûn, westandin tune bû. Her çiqas bike jî heya negihêje armancê weke sincî îqna bû ku kêm e û erdema herî mezin xebata di rêya xwe gihandina armancê de didît. Ev erdema jî îfadeya kesayeta wî ya herî giştî bû. Hêrs û tola wî ya ji dijmin re bêdawî bû, dahûrandinên lez û li hember ferasetên vê diparêze her dem helwesta wî zelal bû. Çareseriyeke bi rûmet, azadîker, vîna cewherî ji bo wî çareseriyek rast bû û li gorî wî rêya vê jî ji têkoşîna parastina rewa ya xwe dispêre hêza cewherî, û ji serhildanên gelên demokratîk derbas dibû. Ew bi vê baweriyê ve di bingeha xeta parastina rewa ya pêngava 1 ê Pûşberê de ji bo têkoşîna xwe bidomîne wekî berpirsyarê Gabarê berê xwe da Botanê.
Berê derbasî Botanê bibe hêzên ku wê derbas bibin bi motîvasyon moralekî mezin ve perwerde kir. Ji ber ku wê biçûya Botanê pir bextewar bû. Bi kelûcan û angaşta weha mezin ve dîsa bi ezmûn û komasiya mezin a leşkerî ve xwe gihandina Botanê li ser navê têkoşîna me, em hemû qanî bûn ku dê rê li ber serkeftinên mezin vebike. Rêheval Adil li Botanê be wê cudabûna Botanê bibe, baweriya, hêviya dê têkoşîn bilind bibe, ji aliyê her kesî/ê ve qaniya hevpar bû û wî bi vê bîrewariya berpirsyariya dîrokî ve berê xwe da Botanê.
Piratîka heval Adil a Botanê îspat kir ku ev ewle û bendewarî tam jî bicih bû. Lewra bi rêheval Adil ve giyana Botanê yê Egîd zindî bû.
Çalakiya li Gabarê ku di dawiya 2007 an de pêkhat, pêkhatina derbeyeke, tektîkeke Egîdanî ya di rêheval Adil de bû. Hukumeta şerê taybet a Tirk, bi hildana piştgiriya , DYA, Îsraîl û NY ve konsepta îmha ya rêxistinkirî bi çalakiya Gabarê ya di pêşevantiya rêheval Adil de pêş ket derbeyeke mezin xwar. Rêheval Adil, bi tektîk û derbeya xeta Egîd ve di kêliyekî ku şerê taybet qet hêvî nedikir de li dilê wan xist û li pêşiya pêvajoya diçe Oramarê, berxwedana Zapê vekir.
Belê rêheval Adil, berêxwedayîna Botanê wekî serheva hemû meşên wî yên din bi heybet bû. Li ser navê gelê me û tevgera me te îmza avêt serkeftinên bi heybet. Em dizanin behskirina te, bi hemû rastî û bi hemû kirinên te ve behskirina te, nivîsandina te wekî nepêkan e. Ji vê re ne gencîneya peyvên me û ne jî rûpel têrê dikin. Lê ya eşkere ev e ku te birûmet jiya, serkeftî jiya, rêkûpêk jiya. Bi sedan sal bicihî 21 salê xwe kir. Te bi Botanê ve çavên xwe li cîhanê vekir û piştî 35 sal bi yekbûyîna Botanê ve ebedî bûyî. Tek îfadeya girêdana di me de ya ji te re, te bi xeyalên te ve, bi bîranîn te ve, bi keserên te ve dayîna jiyankirin û bi teqez dahatûyên azad ê gelê me û Rêberê me azad bibe afirandin e. Wekî hevalên te yê têkoşînê û berdevkên te, têkoşîna me ya di vê oxirê de bi bilindkirinê ve domandin û soza bi teqez em ê xwe bigihînin serkeftinê didin.
Çîcek Diderî, Ferîde Alkan
- Ayrıntılar
Ji gelê me yê welatparêz, raya giştî a demokratîk û ji tevahî jinên tekoşînvan re!
Me konferansa xwe ya 6. a asayî di navbera dîroka 27’ê Mijdar-4’ê Kanûnê bi tevlîbûna 134 delege û guhdarvanan re li darxist. Konferansa me ya bi dirûşmeya ‘‘em tekoşîna Sara û Rojîn’an bilind bikin, esareta li ser Rêber APO bişkînin’’ hate pêkanîn
- Ayrıntılar
Ji bo gelê me û raya giştî a demoqratîk!
36. salvegera partiya me PKK'ê, di serî de, li Rêber APO ku, bi xebatek mezin û bê hempa partiya me avakirî û roja îro ji li rexmê ku di şert û mercên bê eman, esaretî de tekoşîna azadiyê roj bi roj pêşdixe, li tevahî rêhevalên partiya me, welatparêz, gelê me û tevahî mirovahiyê pîroz be.
- Ayrıntılar
ji gelê me û raya giştî ya demoqratîk re!
Di demek kû Kurdistan û tevahî herêmên me, şahîdiya pêşketinên di wesfên dîrokî diki de, di serî de li Rojava û tevahî Kurdistanê pêşketinên şoreşgerî yên hatin jiyan kirin, kariye bi serkeftî pirsgirêka Kurd bixe navenda rojeva hêzên navnetewî û hêzên herêmî.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Me di daxuyaniya xwe ya beriya niha de diyar kiribû ku hatina qada eyaleta me ya Zagrosê bi armanca nêçirvaniyê qedexe ye û eger ev hewldan dewam bikin, dê pêkanînan bikin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 15’ê Mijdarê de leşkerên artêşa Tirk ya dagirker li derdora Şehîdgeha Şehîd Egîd Sûrûç ya di navbera gundên Marînê û Xirbê Mişka ya girêdayî navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê de operasyon dan destpêkirin û ber bi herêmên gerîlayan meve hatin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 14 Mijdarê de di navbera saet 11.00 û 11.50’an de balefirên şer yên artêşa dagirker a Tirk li ser herêmên girêdayî Parastina Medya weke Zap, Zagros bi awayek nizim firiyan.
- Ayrıntılar