HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Li çiyayên Kurdistanê, bihar bi hemû xeml û şengzeriya xwe, ji govendên cengan re civanan dide.

Li çiyayên azadiyê, ew şevên xemrî ji serdegirtin û çalakiyên gerîla re qewl diyar dikin.

Bêhna kulîlk û giyayan, tevlî bêhna tolgirtinan dibe.   

Mîna ku xweza bi van mirad û daxwazên me dizane, xêliyeke keskî li xwe pêçaye û me gerîlayan ji wan çavên hesinî diparêze. Di her berbanga sibeyî de, xweza telek din li xwe dide, her diçe pelên ku bişkuvîne mezin dibin. Ji ber ku her kêlî em gerîla di nav xwezayê de, guherînên di xwezayê de gav bi gav, kêlî bi kêlî dişopînin.

Jixwe tavanên biharî, wê kengî bibe ba, roj an birûsk ne diyar e. Bi gujeguja baranê re û bi şîqeşîqa brûskan re, kuvarkên sîwanî bi fediyokî, xwe di nava hêlizan de nîşan didin û bi bişirînên nîsanî, ji bona berhevkirinê dikin nûzenûz. Jixwe exlewiq û rûnê te hebe, bi sorkirina wan re tahma heyî, bêtarîf e. Baranên bêqewl ku ji nişka ve xwe berdidin ser xêliya keskî, dol û newalan har dikin û avzêmikên nû dibişkuvînin. Di van livbaziyan de her çavên me li keskesorekê ye, lê mixabin îsal keskesor ji me xeyidîne, belkî jî wextê wan nehatiye. Lê, ne xem e. Li gorî heval dibêjin, çend roj berê li asîmanên Amedê keskesor derketiye. Keskesor berî me berê xwe daye paytexta dilan. Ew û bircên qedîm bang li me dikin, da ku em tevlî Roja xwe ya giravan werin û li ser kembera Birca Bizanan govenda azadiyê bigerînin.

Li benda me be!

Lê ji bona bihareke rengîn, pêwîstî bi zivistaneke hêçîn heye. Loma me vê zivistanê hem li bakur hem li başûrê Kurdistanê di warê bîrdozî û partîbûyînê de kêmasiyên xwe temam kirin û ji perwerdehiyek têr tijî derbas bûn. Di van perwerdehiyan de hemû hevalên me hem di warê bîrdozî de hem jî di warê leşkerî de xwe ji pêvajoya nû re amade kirin.  Ji ber ên ku herî baş rastiya dijmin hîs dikin û dizanin qewmê çiyê ne, lewre li gorî pîvanên leşkertiyê, rewş çi dibe bila bibe, divê amadebûn hebe. 

Bi van hestan ez dixwazim li ser çiya û çek bisekinim. Du peyvên bi kurdî û ew qasî şîrîn. Di jiyana me de çiya û çeka me hêmanên herî pîroz in. Çiya û çek war û navgînên seridandina hêviyan e. Ev rastiya çiya ji bona kurdan ku di dîrokê de jî wekî qewmê çiyayî hatine binavkirin, zêdetir sotîner e.

Ji ber vê yekê wekî ku tevgera şerê taybet a sazûmana Tirkiyê bi nûçeyên derewîn hewl dide gumanan der barê me de biafrînin, berevajî vê lêhûrbûnên me bi tevahî li ser bilindkirina têkoşînê û layîqbûna serokatî, şehîd û gel e. Wê ev erka me çawa ku di gerdûnê de her nebat û giyanewerek xwedî parastinekê ye, ew ê li çar parçeyên Kurdistanê jî parastina cewherî ya gel a gerîla bidome.

Ji ber vê yekê nîqaşên mîna çekberdan û efû, gotinên valane û xwexapandina dijmin e. Yanî zikê gelê me ji van gotinan têr e. Gotineke pêşiyan heye wiha ye; “Ma qey morîka dayîka me winda bûye” Welleh tu morîkên me li van çiyayan winda nebûne ku em derketina van çiyayan. Bila ew dijminê har û kesên mîna Talabanî baş bizanibin ku, ne em dev ji çeka xwe berdidin, -kî çeka me namûs me ye û me li ser sond xwariye- ne jî em ji kesî bendewarê efûkirinê ne. Ku efûkirinek hebe jî, yên ku efû bikin jî em bixwe ne. Loma divê destpêkê artêşa dagirker a tirk xwe ji Kurdistana Bakur bikşîne û ji me efûya xwe bixwaze. Dîsa ew kurdên ku bi zorê bi dilxwazî cahşîtiya dijmin dikin, divê ji me efûkirinê bixwazin.

Em ji vê û têkoşîna xwe û bi PKK’yîbûna xwe serbilind û şanaz in.

Loma di vê demê de pêwîst e ku her welatparêzek, sempatîzanek, xebatkarek li gund û bajaran biqîrin, em ji PKK’iyîbûna xwe serbilind in. Dîsa pêwîst e ciwan jî ji bona tol û heyfê ji ew polîsên destê Cûneytan şikandine û ji yên ku Mûstafayan û Mazlûman qetl kirine hesap bipirsin, ciyê xwe di nava refên HPG’ê de bigirin.

Me çaydankê reş daniye ser agir, em li benda we ne.

Aram Masîs