HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

JI BO SEYFIYÊ COLEMÊRGÎKevirên destên te çirûskên hêviya azadiyê ne, destên te, ax destên te! Em ê wan li kîjan şefeqa serfiraziyê veşêrin?
Gurê bozê rûreş ji paş ve digihîje te û te dide ber qondaxên tifingan, li te dide, li te dide! Ax em ê çavên xwe çawa rizgar bikin ji vê dîmena li Colemêrgê? Giyana me bû gola xwînê. Li Colemêrgê… Li Colemêrgê şikest her tişt, lewre serê Seyfiyê me şikest. Li Colemêrgê her tişt bû xwîn, lewre ser û çavê Seyfî bû xwîn.
Hewar e hewar! Dil jî çav jî, por jî, dest jî digirîn bi xwînê û tîmê rûreş li me dide, li pêşeroja dilê me li Seyfî dide. Xuya ye ku dixwaze heyf û tola serfiraziya Colemêrgê ya di hilbijartinan de ji Seyfî bistîne. Xuya ye ku dewlet har û dîn bûye, nikare wê serfiraziyê bipejirîne û êrîşê canê wî dike, êrîşê stêrka çavên me dike!
Belê roja 23’ê Nîsanê ango, roja cejna zarokan li Colemêrgê wehşetek hate lidarxistin ku ji Naziyan kêm namîne. Diviyabû cîhan bileriziya, diviyabû cîhan û tevî pergalên wî yên polîtîk û civakî û leşkerî bişikestana! Lewre dilê Seyfî şikest, zarokatiya wî şikest û niha giran birîndar e, ne li ba  me ye, em ne li balê ne. Jixwe dema ku me ew xuyang dîtin me hezar car şerm kir ji mirovbûna xwe, ji ‘mezinatiya xwe’, ji hebûn û nebûna xwe! Wek gulek Newroz û Nîsanê ma di nav lepên gurên har de. Ew bilbilê Seydayê Xanî bû, lê kete nav destê wan cinawiran û me nekarî em biçin balê! Ya rastî ev wehşet neçariyê dike wek marek reş û bera tevî hebûna mirov dide, jiyanê dike jehrî! Ango ez ji me jî hêrs dibim lewre ew zarok… Hêviyên delal tik û tenê dimînin û wisa têne ‘şikestin’, têne peçixandin! Ango hesta ‘ji bo  ku em nikarin herin hewara wan jî  sûcdar in’ xwe li jiyanê dilefîne û ew derbên tîmê gur, herî pir bi vî awayî me diêşînin.
Seyfî niha li nexweşxanê, li Wanê ye. Hêvîdar im ku beriya ev nivîs biqede ew baş bibe, rabe ser piyan û bi çavên xwe yên berbangî li me binêre, dilê me û jiyanê xweş bike.
Hêvîdar im tu rabî, tu baş bî, tu roj bî, tu heyv bî, stêrk bî, tu bihar bî. Hêvîdar im tu bihara bextewariyê bî Seyfî… Divê tu baş bî, divê tu ji wî gurê har ê ku ji paş ve bi bêbextî li te dixist re, bêjî “ez nemirim, ez li vir im, li welatê xwe me, li ser piya me. Ez nemirim, ez bihara bi milyona me, baş, delal û leheng im.”
Niha Kurdistan li benda te ye, li benda başbûna te ye, li benda vebûna çavên te. Niha Kurdistan tu yî, Colemêrg tu yî, Amed tu yî, Ararat tu yî. Qey çi dibe rabe careke din jî veke çavên xwe. Da ku ev dewleta ku bi her tiştî ketiye, êrîşa tolhildanê, careke din jî bibehece û ji derbê serfiraziya me xwe li gorên xwe yên faşîst û deremirovî biqelibîne.
Belê, em hewldan û êrîşên dewletê yên piştî hilbijartinan dibînin û peyamên cuda cuda digirin. Em careke din wateya bindestî û serfiraziyê hebûn û nebûnê, xwebûn û dijminahiyê fam dikin. Em di kesbûna Seyfiyê serbilind de lehengî û biryardariya Colemêrgê û tevî Kurdistanê dibînin û em dizanin ku divê em gurbûna agirê Newrozê ji dil û aqil, jiyan û têkoşîna xwe tu car kêm nekin. Em dibêjin Seyfiyê delal, tu niha dilê Kurdistanê, vîna Kurdistanê yî, bilezîne çavên xwe veke û ji rika kujeriya dewletê ve bikene, bimeşe dilê me geş bike.
Em têne destên te Seyfî, destên te yên bi kevir û Colemêrgî Kurdistanî!
(Mizgîn Ronak)