Êdî em kurd jî hene li vê dinyaya kambax!
Êdî em kurd jî hene li hember vê dîroka kambax!
Êdî em kurd hene û me bi têkoşîna xwe li hember dinyayê peyitand hebûna!
Çawa ku pêşiyên me Hûrî û peyrewên wan Medî mohra xwe li dîrokê xistin, îro jî di pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê de dîrok tê ji nû ve tê vejandin!
Hey tovên asûriyan, hey tovên babîlan, me tu carî li hember we serî netewand û em ê netewînin jî.
Ma êdî dem nehatiye ku kurd tev bi hev re biqîrîn û bêjin “em jî hene”
Lewre dem dema yekîtiyê ye.
Ji xapandin û lîstikên îngilîzan re em bêjin êdî bes e. Ev du sed sal in, îngilîz bi çarenûsa me dilîze. Ev du sed sal in îngilîz bi polîtîkayên xwe, me kirine borakên xelqê.
Lewre, divê em kurd li başur, bakur, rojhilat, rojava û li her deverê dinyayê ku kurd dijîn, têkiliyên aborî û civakî bikin yek. Ev ji bona netewbûnê pêwîstiyek e. Dîsa di warê çandî de, dem hatiye ku em çanda xwe li her çar parçayan bixin ewlehiyê. Pê re jî divê yekîtî û têkilî di nava parçeyan de bi pêş bixin û hemû kurd bi hev re tevbigerin. Divê em li her çar parçeyên Kurdistanê demokratîkbûyînê bingeh bigirin da ku em bikaribin bi gelên din re jiyan bikin û neyên lîstikên emperyalîstan. Yanî piştî ku em kurd di nav xwe de aborî, çand, ewlehiya xwe zexm bikin, divê em bikaribin di vê bingeha azadiyê de bi gelên ereb, tirk û faris re jiyan bikin. Nexwe fena filîstînî û îsraîliyan hevdu qirkirin, dubarekirina xapandinên dîrokî be. Mijareke girîng jî ev e ku, parastina gel a rewa ye. Divê em kurd hêzeke parastinê ava bikin ku, li her çar parçeyê Kurdistanê parastina gelê xwe bikin. Ji bona ku careke din Helepçe neyên jiyandin, ji bona ku careke din Geliyê Zîlan neyên jiyandin, ji bona ku komkujiyên wekî Koçgirî neyên jiyandin. Ev hêz û bingeha me heye, wekî mînak ji gerîla û pêşmergeyan hêzek bê avakirin. Gerîla bi her awayî ji vê ra amade ye. Çawa ku gulek ji bona parastina xwe xwedî dirik in, ma qey mafê gelê kurd bi qasî gulek jî nîn e.
Belê ev jî, bi yekîtiyê û ji bona yekîtî bi pêş bikeve jî, pêwîst e kurd bên cem hev û nîqaş bikin. Nîqaş nîn be, biryar nîn be, polîtîkayeke hevbeş nîn be wê her dem nîrê emperyalîstan li ser serê me be û xetereyên qirkirinan bidome.
Gelo li hember yekîtiyê astengî çi ne, çima kurd nikarin yekîtiya xwe pêk bînin.
Bi yek gotinê mirov dikare bêje, lîstikên îngilîzan e. Ta ji serhildanên Evdirehman Babazade bigirin hetanî serhildana Şêx Seîd ev lîstik li dar in. Ji bona ku ev lîstik vala bêne derxistin, serokatiya me bi sedan nirxandin û dahûrînan alternatîfên vê sîstema kapîtalîst a dewletparêz danî holê.
Loma roj roja li ser vê bingehê xwe ji vê lîstikê û dorpêçana wan rizgarkirinê ye. Bi vê ve girêdayî yekem car kurdên bakur hilbijartineke wisa ya hebûn û tunebûnê jiyan kirin. Ji ber ku dijminê gelê kurd, ji çar aliyan ve, ji bona tunekirina kurdan hêviya xwe bi vê hilbijartinê ve girêdabûn.
Ev hate peyitandin ku, kurdên bakurê Kurdistanê vîna xwe ya azad nîşan dan û hemû lîstikên van derdoran vala derxistin. Ev, bi heman rêjeyê bandor li ser parçeyên din ên Kurdistanê jî kir. Li gor van pêşketinan, dem hatiye ku rêxistinên başûr ji bona gelê kurd xebat bikin û berjewendiyên xwe yên malbatî ji yên netewî binirxtir nebînin.
Em wekî tevger, her dem çareseriya demokratîk û ya aştiyane ji xwe re bingeh digirim. Ji bona wê çi cure gav pêwîst be davêjin. Lê li hember vê, sîstema tirk ku ji hêla sîstemên hegemon ên wekî Emerîka û Îngilîztanê tê birêvebirin, destûr nedan vê yekê û êrîşên xwe yên tunekirinê bê navber, ev du sed sal in didomînin.
Niha jî em banga Konferansa Neteweyî dikin. Yên ku li dij vê derên û li ser tunekirina gerîla hesap bikin, teqez ajan û sîxurên îngilîzan e. Divê gelê me wê wisa bizanibe. Tevger û rêxistinên ku li ser bingeha yekîtiya kurd û Kurdistanê xwe tevlî nekin, ew dijminê gelê kurd in û derdorên xwefirotî ne.
Ji hêla serokatiya me ve bang hate kirin. Naveroka konferansê hate belîkirin. Ji bona rê li ber provakasyonan bigirin, me hetanî meha hezîranê jî, heta ku dijmin operasyon li dar nexe, biryara çek nebikaranînê girt. Lê rastiya dewleta Tirkiyê vê nîşan daye ku, her cara ku em gavên ji bona aştiyê davêjin, dijmin her diçe hartir dibe. Amadekariyên me jî li gorî vê ne. Bila gumana gelê me nîn be.
Serokatiya me diyar kir, divê konferans, li derdora pênc rêgez û çar pêşniyarên pratîk de be. Wê bi vê temsîliyeteke kurdan derê holê. Her kes dikare kurdan temsîl bike, lê bi tena serê xwe ev têr nake. Ku hemû rêxistinên kurd bi dilsozî nêzîkî vê konferansê bibin û neyên lîstikên îngilîzan, wê ev konferans gaveke dîrokî ji bona azadiya hemû Kurdistanê. Ji bona wê divê, hemû rêxistin di bin banê Meclîsa Gel a Netewî û Demokratîk de li hev bicivin. Tekane xelasiya kurd û Kurdistanê ev e, ji bilî vê nêzîkatî li her çar parçeyê Kurdistanê li gelê kurd îxanet e.
Rûbar Andok