HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Di şevek tarî de, bi dengê hilhila dilê dayîka xwe rabû. Dayîka wê di nava çeltikê de xwarin amade dikir. Te digot qey ji şevê wext didizî. Biriqandina çavên wê, tarîtiya şeve diqetand. Hilhila dîlê wê, çeltik tijî xwarin kir û bir. Di nîvê şevê de dayîka wê winda bû...

Dema hat, te digot qey çûye cinetê û hatiye. Coşa wê, weke coşa ava biharê bû. Çavên wê û her dera bedena wê ketibû û coşê û weke rûbarên biharê diherikî nîvê şevê. Te digot qey diya wê ji nû ve hatiye dinê. Li her tiştî cuda dinhêrî. Şewqa dilê wê dida çavên wê yên weke nîvê havînê bayeke hênik bû. Ew baya ku li wan jî dida.

Gelek gotin, nedihatin gotin, lê gelek wate ji nerînen dayika wê diherikîn. Wext hespê rewan bû, kes nedigihîştê. Di bin behna bilbizêk (meşe) û gangilokan de etar dihatin gundê wan. Wan ji etara dikirîn kilê kildankî û bazinên şîn. Bazinên wan ên reng û reng di bin tîrêjên tave de çavên wan diteyisandin. Bazinên wan sivik bûn weke taca bilbizêk û dinane kirê bû. Gelek caran ew diçûn hêlekanê, heta ku êvar dihat ber deriyê rûyê dinê, ew jî diçûn ber deriyê mala xwe. Gelek şev û roj her weke vê şevê û rojê derbas bûn... Carek ew mirovê ku di şevê de ji wan re roj dianîn, wan jî dîtin. Bi wan re zarok, dayîka wan re dayik, mezinan re mezin bûn. Demeke derbas bû ku êdî wê fam kir ku biriqandina wan, ji dilê wan dihat. Ji ber ku carna cilên wan lewitî jî bûn, lê dîsa jî ev mirov spehî bûn. Qirêjê ew ne dilewitandin. Menîfa, di navbera leyîstok û van mirovan de diçû dihat. Di nîvê şevê de roj dida mala wan û Menîfa ji nû ve radibû serxwe û pirsên xwe didomandin. Carna wê digot qey şev stêrkên xwe li çavên wan mirova direşîne. Lê dema wê li ezmanan dinhêrî, şevê di ezmanan de xwe dîsa xemilandibû. Dîsa wê dipirsî ji dayîka xwe ma vanan ji şevê stêrk dizîne? Dayîka wê dikeniya û digot, ew bi xwe stêrk in, ne hewce ye ku stêrkên asîmanan bidizin. Gelek caran Menîfayê li milê wan raket û ket xewn û xeyalan.

Di xewnên xwe de carna bazinê xwe dida wan, lê wan bazinên we nedibirin. Her ji Menîfayê û gelek zarokên din re gangilok û bilbizêk dianîn, bi hev re tac çêdikirin û baz didan helekanê. Wan xwe li ber bayê Çiyayê Gabarê dihejand. Ew roj gelek xweş bûn, lê wext hespê rewan bû, ew nedigihîştinê. Bi ser van rojên ronahî û weke avê zelal de ewrên reş dihatin. Dengê kundan dihat ser serê her malekî. Menîfayê çavên xwe digirt ji bo rojên zelal.

Rojekî, hin mirov hatin gundê wan. Gelek dikirin qîreqîr û li herkesî dixistin. Menîfayê li wan dinhêrî û di dilê xwe de ji xwe dipirsî "ma dayika wan ji wan re negotibû bi pêlavên xwe ve nekevin hundirê malan. Çavên wan jî weke yê guran ji Menîfayê re û her kesî re tirs dianî. Wê nedixewst li van mirovan binhêre û behna xwe teng bike. Cardin Menîfayê kirasê xwe ye çak çêkirî li ber bayê li hev bada û ber bi malê ve çû.

Ew mirovên sar hatibûn mala wan jî. Bi pêlavên xwe yên reş ve çûbûn ser nivîn û doşekên wan. Balgî, kulav, merşik, hemû xistibûn nav hev. Dayîka wê, xwîşk û birayên wê li quncik disekinîn. Yek ji wan, destê xwe avêt porê wê û got. "bu terorîst pîçî" piştre jî Menîfa ber bi quncik ve avêtin. Ev kî ne, kengê hatine, ji wan çi dixwazin, wan qet nizanibû. Lê awirên wan ên reş ji ewrên reş sartir bûn. Di bin awirên wan ên reş de, Menîfa bi xeyalên xwe re diaxivî. Di xeyalên wê de çûk hatibû ser kulîlka wan. Lê belê ew çûk dinaliya, Menîfayê lê dinhêrî, dilê wê bi çûkê dişewitî. Li çavên çûkê nihêrt û danî ser destê xwe. Dema çûk danî ser destê xwe, dît ku striyek di piyê çûkê re çûye û ev strî çûkê diêşîne. Demek darbas nebû, Menîfayê striyê lingê çûkê jê derxist û çûk firiya. Çûyîna çûkê, kêfxweşiyek û êş dida Menîfayê. Di heman demê de, çavên xwe vedikir û didît ku dayika wê ji nav wan derdixistin û dibirin. Du bazin xistin destê dayika wê. Lê ev bazin ne yê etaran bûn. Ev bazin ne şîn bûn û gelek sar bûn. Di sarbûna wan bazinan de, ara wan mirovan hebûn. Fam nedikir ku wan mirovan çi digotin, nizanibû ku "terorîst pîçî" çi ye. Lê baş dizanibû ku ew bazinên xistin destê diya wê, ne bazinên etaran bûn. Herdu destên dayika wê dianîn cem hev û dixistin xarê.

Van bazinan, behna dayika wê teng dikir. Dayika wê êdî nedikarî xwe ji piya bigre. Lê wan mirovên weke ewrê reş û sar, nedihiştin ku biçe cem diya xwe. Her ku hespê diçû hespê rewan pişt xwe ve mijeke tarî dihişt û diya wan ji wan dûr dixistin. Menîfayê ne carekê, sed caran ji xwe û wan mirovan dipirsî. Ev çi bazin in we xistine destê diya min? Rengê vana ne şîn e, rihê min diqerisîne. Ma ev mirov nizanin ku bazinen şîn çi ne, ev nizanin pêlava xwe derxin! Weke kundê reş hatine li ser mala me dixwînin. Ev êş bibû striyek û di piyê Menîfayê re diçû, dilê wê û çavên wê dişewitandin. Lê kesî qêrînên Menîfayê nedibihîst û striyên di piyê wê de, jê dernexistin.

Ne çûkan, ne jî mirovan dengê Menîfayê nedibihîstin, lê ew dîsa diqêriya û ji xwe re "Bes e, min li dîwaran nexin, bazinên giran ji destê dayika min derxin" digot. Di nav hezar pirsan de hezar qîr dikir, lê dengê wê li wê vedigeriya. Te digot qey Menîfa di nav sarincek kûr de ye, dengê wê li wê vedigeriya. Kelegirî bûbû, bilbizêka jî behna wê fireh nedikirin. Dayika wê birin û êdî nedianîn. Dema ku Menîfayê dît ku diya wê di nav şevên bê dawî de winda bû, ji xwe dipirsî “Ez ê sosinan ji kê re kom bikim? Roj kengê tarî bûye? Bazinên giran kengê ketin destê diya min? Şev û roj weke xergemanek digere. Ez ê kengê şiyar bibim? Nabe roj, nabe êvar, ez naçim devê derî. Dengê kenê hevalên min nayê ji hêlekanê. Bêhna sosin û beybûnan belav nabe. Ma qey ez ketime çalê ku kes dengê min nabhîze, nabe şev, ezman xwe naxemilîne, nabe roj ku robar xwe di bin tîrêjên tavê de li hev banade? Ev ken çima xewn û xeyalên min xirab dikin? Ev bazinên giran ji ku anîne, çima diya min birin?"... Her pirsên wiha weke pêlên Dîcleyê dihatin mêjî û bedena Menîfayê didan diçûn.

Êdî di lalbûna xwe de bi xwe re diaxivî. "Çûkê negrî! Şev weke bazinên giran bi ser min de tên. Helîna xwe xira neke, mala me belav kirin. Çengê xwe veke li ber tîrêjên tavê. Di roj û şevan de diya min winda bû. Her dixwazim bikim qêrîn, qiyamet radibe, lê dengê min li min vedigere. Bêje çûkê! Min striyê di lingê te de derxist û ti ji êş û eleman şûştî. Min striyê lingê te avêt nav agir û xweliya wê ber bi çiyayê xir û xalî ve rêkir. Lê ti ji min re bêje ev kî ne? Çima mîna kundê reş li ser xaniyê me dixwînin? Ma kes striyê di lingê min de nabîne çûkê? Nizanin van şevên tarî de ez çawa diricifim? Çima êdî şev xwe naxemlîne, stêrk bi ku ve çûne? Bêje çûkê, nesekine, dengê xwe li ser çiya belav bike. Ez di nav xergemanan de mame roj û şev ketine nav mijên tarî. Kirasê min ê çek çek kirî, şewitandin. Bayê sar, xweliya xewnên min belav dike çûkê. Menîfayê dikir qêrîn û digot lê dengê wê lê vedigeriya. Ji ber ku zarok bû û wext tunebû. Lê dîsa Menîfayê ji çûkan re digot ger ku çengê te mezin bin, diya min ji min re bînin. Ger ti nikarî diya min ji min re bînî, min bibe cem wan mirovên stêrk di çavên wan de.

Gulan Botan