HPG

Kurdistan People's Defence Forces

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 26’ê Tebaxê de li Dersimê di navbera navçeyên Çemişgezek û Xozatê li dijî Malaxwedê û Derekoyu, cihên stratejîk ji aliyê Artêşa TC’ê hatiye girtin. Di 30’ê Tebaxê de li dijî leşkerên dijmin ên ji qereqola Amutka derketine ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 5 leşker hatiye kuştin, 4 leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê ji aliyê Artêşa TC’ê bi helîkopterên kobra herêma Anuklu hatiye bombebarankirin. Di encama bombebaranê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike. Operasyona li herêmê di 31’ê Tebaxê de bêencam paş de zîviriye.

2 Îlon 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê