Her sal di destpêka demsala buharê de, tevayî jinên cîhanê û bi taybetî jî jinên şoreşger û milîtanên tevgera APO’yî roja 8’ê Adarê pîroz dikin. Ev rojek gelekî bi wate ye û cihek xwe yê taybet di dîroka têkoşîna azadiya jinê de heye. Ev ne tenê cejnek jina ye, di heman dem de jî nîşana berxwedaniya jinê li hemberî mejiyê zagona baviksalarî û desthilatdariya mêra ne. Ew rojek cîhanî ye û ji aliyê her netew û civakekê ve bi awayekî taybet tê pîroz kirin.
Roja 8’ê Adarê xwedî dîrok û raboriyek pir dirêj e, raboriyek tijî êş, kul, birîn, kûştin û zilm e. Berxwedaniya jinan a bê hempa, bedel û fedekariyên pir mezin her kes nas kir ku 8’ê Adarê wek roja jinên cîhanê bipejirînin.
Gelo çima bi taybet roja 8’ê Adarê?
Di sala 1857’an de Neteweyên Yekbûyî roja 8'ê Adarê weke roja jinên cîhanê qebûl kir.
Her çend ev roj di asta navnetewî de di salên 1970'ê de hatibe qebûlkirin jî, bûyer û daxwaza pîrozkirina vê rojê, ya weke rojeke hevbeş a jinên cîhanê rastî salên 1800’î tê. Di 8’ê Adara sala 1857’an de jinan li New Yorkê girevek li darxistin. Jinan bi gireva xwe daxwaz dikirin ku saeta wan a kar dakeve 8 saetan û heqdestekî wekhev ji wan re were dayîn. Lê belê di encama girevê de kargeha jinan hate şewitandin û bi qasî 100 jin di encam vê bûyerê de mirin. Her çend jinan bi girevê, daxwaza xwe dabin qebûlkirin jî, têkoşîna bi rêxistinî ya ji bo mafên jinan di salên 1900’î de destpê dike. Di sala 1903’an de li Emerîkayê ji bo parastina mafên jinan ên aborî, polîtîk û kesayetî "Kualîsyona Sendîkayên Jinan" hate sazkirin. Di yekşema dawî ya sala 1908’an de jinên sosyalîst li New Yorkê, ji bo mafên xwe yên dengdan, polîtîk û aborî meşek pêkanîn. Her wiha ev roj weke yekem xwepêşandana "roja jinan" tê qebûlkirin. Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê lêgerîna jinan a ji bo mafên xwe, di sala 1909’ê de jî, bi beşdariya 2 hezar kesî xwepêşandanek pêk hat û piştî vê xwepêşandanê bi beşdariya 20- 30 hezar jinên karkerên tekstîlê gireveke giştî hate destpêkirin. Karkerên jin, bi gireva xwe dixwestin ku şert û mercên xebata wan were başkirin û heqdestek baş ji wan re were dayîn. Kualîsyona Sendîkaya Jinan pêwîstiya jinên di vê girevê de pêşwazî kir û kefaleta jinên ku di vê xwepêşandanê de hatibûn girtin da.
Têkoşîna Jinên Emerîkî, jinên Ewrûpayê jî bandor kiriye. Di sala 1910’an de li Kopenhagê Konferansa Jinên Sosyalîst a Navnetewî ya II. hate li darxistin. Di konfresansê de Clara Zetkin derbarê rojeke jinan a cîhanî de ku jin karibin tê de daxwazên xwe bînin ziman, pêşniyar kir û pêşniyara wê hate qebûlkirin. Piştî vê biryarê ku rojeke teqez nehate diyarkirin, yekem roja Jinan a cîhanî di 19’ê Adara 1911’an de li Almanya, Avusturya û Danîmarkayê hate pîrozkirin. Girîngiya vê rojê ew bû ku qralê Prusyayê di sala 1848’an de hin reform mohr kiribû û di nava van reforman de jin ê karibin mafên xwe yên dengdanê bikarbînin. Lê belê ev reform nehate pêkanîn.
Pîrozkirina 8’ê Adarê weke roja Jinên cîhanê jî, di sala 1972’an de bi organîzasyoneke mezin a bi navê "Tevgera Adarê" ya li Sidneyê hate kirin, destpêkir. Piştî ku Netewên Yekbûyî navbera salên 1975-1985’an weke "Deh Sala Jinan Netewên Yekbûyî" îlan kir, di 16’ê kanûna 1977’an de jî 8’ê Adarê weke "Roja Jinên Cîhanê" îlan kir ku were pîrozkirin. Di salên piştî vê de welatên endamê Netewên Yekbûyî 8’ê Adarê weke roja Jinên cîhanê Pîroz kirin.
Li Kurdistanê yekem tevgera nûjen a jinan di pêşengiya PKK’ê hat pêşxistin. Bi sedan jinên Kurd tevlî şoreşa azadîxwaz bûn û li hemû qadên têkoşînê cih girtin. Li ser çiyayên Kurdistanê jinên Kurd li hemberî dewleta faşîst a tirk şerkirin û bi hezaran destanên qehremaniyê nivîsandin. Têkoşîna jina Kurd a şoreşger ne tenê li hemberî dagirkerên Kurdsitanê bû, di heman demê de, li hemberî mejiyê civakê yê ku derfeta jiyana azad nedida jinê bû jî, her wiha, têkoşîna jina şoreşger li dijî hemû nêzikatî û çemkên paşverû yên mêrên di nava şoreşê de bû jî. Jina Kurd a şoreşger, li hemberî dagirkerên Kurdistanê, li hemberî paşverûtiya civakê, li hemberî mejiyên desthilatdar ê mêr û di heman demê de jî li hemberî nêzikatiyên paşverû û klasîk ên jinê bi xwe jî têkoşîn dikir.
Têkoşîn û qehremaniya jina Kurd a di nava PKK’ê de, nêrîna civakê û ya hevalên xwe yên xort jî da guhertin. Êdî di Kurdistanê de ne jin jina berê ye û ne jî mêr mêrê berê ye. Di ronahiya felsefe û perspektîfên Rêber APO de bîrdoziya azadiya Jinê pêşket û pê re jî, rêxistina jinê jî pêşket. Hem partîbûyîna jinê û hem jî artêşbûna jinê di nava PKK’ê de bi bedel û fedekariyên pir mezin pêşket. Tevgera jinê ya xweser di sala 1988’an de jî, xwe weke Yekîtiya Jinên Welatparêzên Kurdistan YJWK çêbû. Her çû hêjmara jinê di nava artêşê û partiyê de zêde bû û di encamê de jî, pêwîst bû ku rêxistin jî firehtir bibê. Tevgera Azadîxwaz a Jina Kurd, di sala 1995’an de bi navê Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistan YAJK saz kir. Êdî têkoşîna azadiya bi giştî û ya jinê taybetî pir gav avîtibûn û pêwîstî bi partîbûyînê hebû. Ji lewra Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistan YAJK di sala 1998’an de weke PJKK ango Partiya Jinên Karkerên Kurdistan xwe kire partî. Di sala 2000’î de Tevgera Azadîxwaz ya Jina Kurd bi kongreya xwe ya 3’emîn a awarte li darxist û ji nû ve xwe weke “Partiya Jina Azad” PJA bi nav kir. Partiya Jina Azad PJA ji bo azadiya jinan têdikoşe. Di salên dawiyê de navê PJA hat guhertin û bû PAJK(Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê).
Lê di sala 2005’an de, êdî tevgera jinan ji partiyê mezintir bû û gelek şax û milên tevgerê çêbûn. Êdî aliyê jinê yê leşkerî, siyasî, civakî û bîrdozî çêbibûn û pêwîstî bi komkirina van hemû xebatan dibin sîwanekê de hebû. Li ser perspektîfên Rêber APO, di buhara sala 2005’an de, Koma Jinên Bilind(KJB) hat ragihandin. Ev zagona jinê ya herî bilind e û di nava wê de hemû rêxistin û xebatên jinê yên li 4 parçên Kurdistanê û derveyî welat xwe rêxistin kirin. Rêxistinên jina şorşeger li Kurdistanê têkoşîna azadiyê didin ev in:
PAjk, YJA, YJA-STAR û Jinên Ciwan. Her wiha jî, li her perçeyekî Kurdistanê rêxistinên jinan ên xweser hene.
Jina Kurd a ewqasî bihêz û rêxistinkirî, garantiya serkeftina roja 8’ê Adarê ye. Jina Kurd a şoreşger ji bo pêşengtiya tevayî jinên kedkar û azadîxwaz ên cîhanê berendam e.
Ji Pênûsa Gêrîla
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 7 Adarê de bi şev saet di 20:00 heta îro danê sibê saet 06:00 ji aliye artêşa dagirker a Tirk ve herêmên Şehîd Kendal, Şehîd Welat û Dola Kûranîş ên Heftanînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi obus û topên hawanê hatine bombekirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Tevî ku xûsûsa herî girîng a dewamiya agirbesta bi dewleta TC a dagirker re hatiye kirin rawestandina hemû karên leşkerî ye jî, hêzên devleta dagirker a Tirk li gorî vê tevnagerin, çêkirina rêyên leşkerî û qereqolan dewam dikin.
- Ayrıntılar
ji gelê me û raya giştî re!
Dema ku em dikevine 8’ê Adareke ku em tê de ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ne, em mîmarê tekoşîna azadiya jin Rêber APO û jinên tekoşer ên ku li hember pergala deshilatdariya zilam tekoşîn dikin silav dikin û 8’ê Adara wan pîroz dikin. Dîsa em şehîdên xwe yên qehreman ên ku bi berxwedaniya xwe ya efsûnî ve hafizayeke jin û kevneşopiya berxwedanê afrandine, bi rêzdarî bibîr tînin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, pêvajoyên girîng ên meşa bi heybet a dîroka me dijî. Lehengiyên mezin ên ev pêvajoyên girîng afirandin, bi taybetî di meha Sibatê de bi milîtaniya afirîner a çalakiyên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' re careke din bûne gava mezin a bilindkirina berxwedanê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 25'ê Sibatê de balafirên şer û keşfê yên arteşa Tirk a dagirker, li herêma me ya Zapê saet di navbera 11:20 û 17:00 de firiyane. Her weha di heman rojê saet di navbera 23:15 û 23:50 de tevgera balafirên şer dewam kiriye.
- Ayrıntılar
Gelek caran derbar nezîkbuyînên KDP ango PDK me nerînên xwe dabûn diyarkirin. Her wiha me dema nerînên xwe anîbûn ser zimên jî me astengiyên ku PDK dijberî bizava şoreşgerî a Kurd de rolekî çawa neyînî jî leystiye diyarkiribû. Beguman nerînên me ser PDK bi dîroka PDK û kirinên we ve girêdayî bûn.
Herî dawî PDK li Kurdistane de carek din rolek çawa neyînî dileyze me di helwesta dij şoreşe Rojava dît. Dîsa dema şoreşa Rojava berve merhalek nû ve çû jî me carek din dît. Nemaze daxuniya dij Kantonên ku li Rojava hatin îlan kirin berçavane.
Em bala xwe bidin seranserî Kurdistan hemû gele Kurdistan dema kefxweşiya xwe û serbilindiya xwe nîşan dide, PDK tenê dij ve kefxweşiya hemu Kurdan derdikeve.
Em kûr û dûr neçin, ev helwesta bi tenê gotinek em kanin diyar bikin: na helwestek netewiye. Helwestek dijî netewbuyineye û heman dema parçekirina siyaseta Kurd di nav qada navnetewî deye.
Wek din jî em bala xwe bidin, PDK wek hat gotin tenê dij berjewendiyên gelê Kurdistan dernakeve, heman deme di nav qada navnetewî û qada seranserî Kurdistan de teşhîra Kantonan dike. Û e çava dij van Kantonan derbikeve ji diyar dike.
Çima PDK hena dema avakirina xwe hatanî îroj helwestek wilo negatîf dijberî tevgere Kurd bi giştî leyestiye û her wiha dileyze?
Helwestên PDK ango Barzanî yên pirr qewn mirov kare bi nezîkatiyen feodalî îzah bike. Di Kurdistan’e de feodal her xwe wek xwadiye Kurdistane dîtine. Berku bav û kalên feodalan, ango aşîrên mezin û begên van, wilo ferbûne. Kurdistan zêwiyek bav û kalên vane û ew jî cotkare ve axêne. Ango Kurdistan keriyek peze û ew jî şivanên vî pezîne.
Goraniya xwe malbatên mezinin, goraniya xwe dîrokak van heye, goraniya xwe nav gelê Kurd de cîhek wan heye. Her wiha, her wiha, her wiha...
Ruxmek Barzanî ne malbatek ango aşîrek, begetiyek welene jî çima ewqas dijbertiya berjewendiyen gelê Kurd û dijbertiya tevgerên Kurdistan dikin?
KDP; Kurdistan, rastî jî mulke xwe dibîne, ji bona vê divê seranserî Kurdistan tu rexistinen dervayî KDP nebin. Bi vê helwesta neyînî raboriya xwe tijiye. Çava şoreşgerên Rojhilate Kurdistan katlkir û pera jî xwe li ser van ferz kir, heman tişt li Bakure Kurdistan de ser şoreşgerên Bakurên Kurdistan wek Dr. Şivan, Sait Elçî meşand. Ew katlkirin, pera jî rexistinên van kirin destên xwe. Ev hemû tera nekirin berambere şoreşgerên Başure Kurdistan çi kirina jî herkes dizani. Nivîsek din de em e karinbin ser katlkirinên şoreşgerên Başure Kurdistan binîvîsînin.
Kurtayî KDP dîroka nez a Kurdistan de rolek pirr erenî ne leyîstiye û muxabin hena jî na leyze. Hena îro jî kuderê tevgerek Kurdî resen derketiya xwestiye bitepîsine, xwestiya bi xwe girebide. Xwestiya bi pere û çav tirsandine bedeng bike.
Em hîç dur neçin, hena îro li Başure Kurdistan kîjan tevger ango partî kare li Behdînan bi rihetî tevbigere. Kîjan rexistin kari xwe bi rexistin bike. Dibe ku herî zede em ve pirse tevgera îslamî pibirsin, ka KDP çiqas re dide ku tevgera îslamî xwe tevger bikin?
Ka nave ve KDP ango PDK’ye? Em bîra nekin, Ev tîpa D jî bona Demokratîk hatiye şuxlandine.
Puxteya gotinê, KDP dixwaze li Kurdistan bibe yek partî. Herkes bikeve nav siya van. Herkes tenê bikeve nav xîzmeta van. Çawa be hemû cîhana emperyal pişt vane. Çawa be pere xwe zafin. Çawa be bi dewletên dagirker ve peywendiyên xwe pirr xortin. Çawa be petrole Başure Kurdistan deste vandeye. Çawa be dewletên emperyal pedîvîyek bi gopalek ledane heye û ev gopal jî amadeye. Her wiha, her wiha, her wiha....
Dewletên emperyal dij şoreşa Rojava’ne we deme KDP jî dij şoreşa Rojava’ye.
Dewletên dagirker dijî soreşa Rojava ne we deme KDP jî dijî şoreşa Rojava’ne.
Şoreşa li Rojava’ye Kurdistan de tevgerek resene, we deme ev rexistina ango tevgera resen û dervayî berjewendiyên KDP’ye, xetere. Tevgerên xeter gerek werin tepisandin. Ango werin şikandin.
Şoreşa li Rojava heman deme tê wateya ku serweriya KDP ne tene li Rojava tekbiçe, heman dema seranseriya Kurdistan de monopolo ser bingeha peran hilweşe. KDP bi peran-him jî bi pereyên dewletên emperyal-hewl dide Kurdistan giştî têxe bin siya xwe.
Lê muxabin her xeyal pêk nayên. Henek xeyal wek xeyal û xewnan dimînin.
Tirk gotinen wan heye, dibejin ku “mirîşka birçî yeqîn dike ku nav ambara garisan de ye.”
Em bi aşkerahî bejin ku, kî îroj dij şoreşa Kurdistana Rojava derbikeve ew bila baş bizanin ku dahutiya van ne birqok û ne ronahiye.
Carak din em bi hemû hêza xwe derdore Şoreşa Rojava kom bibin û bejin bijî her bijî Kantonên Rojava...
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Artêşa dagirker a Tirk li ser sînorê Qilabana Şirnexê û Herêma Heftanînê dewam dikê. Artêşa Tirk bi israr dixwaze qada Şehîd Kendal a di nava sînorê herêma Heftanînê a ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê bi dest bixe.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Artêşa dagirker a Tirk li ser sînorê Qilabana Şirnexê û herêma Heftanînê ya bi ser herêmên parastinê yên Medyayê ve ye ev 10 roje opersyona daye destpêkirin berdewam dike. Cih bi cih pevçûn didomin û sewqiyata leşkerî ya li herêmê berdewame.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Ji roja 15’ê Sibatê de artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê li herêma Şirnex Qilaban û Herêmên Parastina Medya herêmên ku girêdayî Heftenîn yên wekî Meymun, Kaniya Xiyara, Kuraniş û Şehîd Kendal operasyonên ku bi alîkariya tank û wesayîtên Akrep yên zirxî operasyon dane destpêkirin û heya niha jî operasyon berdewam dike.
- Ayrıntılar
