Ji bo çapemenî û raya giştî!
Ji roja 15’ê Sibatê de artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê li herêma Şirnex Qilaban û Herêmên Parastina Medya herêmên ku girêdayî Heftenîn yên wekî Meymun, Kaniya Xiyara, Kuraniş û Şehîd Kendal operasyonên ku bi alîkariya tank û wesayîtên Akrep yên zirxî operasyon dane destpêkirin û heya niha jî operasyon berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji gelê meyê Cizîrê û çapemeniya demokratik re!
Di rojên dawî de komekî ku li ser rûyê xwe maske danîne li hemberî welatparêz û hinek saziyên demokratîk êriş pêkanîne, li ser hinek kesên welatparêz yên ku di tekoşîna demokratîk de cih digirin tundî pêkanîne û gefên mirinê li wan kirine.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Artêşa Tirk a dagirker, li xeta sînor a navçeya Şirnex Qilaban û Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyonên xwe dewam dike. Artêşa Tirk a ku qada operasyonê bi 2 balafirên keşfê kontrol dike, veguhastina xwe ya leşkerî jî bi tundî dewam dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di nava hefteya dawî de, di serî de navçeya Şirnex Qilabanê û qadên Heftanînê yên ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê li ser sînor, tevgereke zêde ya leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker tê jiyîn.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 18'ê Sibatê de balafirên keşfê yên artêşa dagirker a Tirk saet di navbera 10:00-16:00 de li qadên Qendîl, Xakurkê, Zagros, Zap û Gare yên girêdayî herêmên parastinê Medya keşif kirine.
- Ayrıntılar
Em di 15. salvegera komploya navnetewî ya ku li ser Rêber APO hate meşandindene. Çalakiyên protestokirinên îsal ji her salê cudatir bû. Hem ji aliyê tevlîbûna girseyî, hem jî ji hêla naveroka çalakiyan ve pir baş bû. Ez di serî de her kesekî/e ku kevirek avête dijmin pîrozdikim û dest xweşiya wan dikim.
Ev dijmin ji kevirekî zêdetir tiştan heqdike. Hêrsa me ewqas mezine, ne di wê rewşêde ye ku bi kevirekî, du keviran dakeve. Ew dijminê ku îro, duh, pêr me ew dane ber keviran tam 16 salin li Rêber APO êşkenceya herî giran dikin. Li Wan, Colemêrg, Agirî, Amed, Êlih, Cizîr, Sîlopî, bi kurtasî li her deverê Kurdistanê dayîkên me, zarokên me, hevalên me kirin hedefa çekên xwe, êrîşkirin û qetilkirin. Ji bo ku em van kirinên neyar ji bîr bikin, divê em bê hafizebin û bêşîrbin.
Şîrheramî di nava civaka me de tiştê herî bê rûmet e. Hema hema bi xîyanetê re hemta ye. Tişta ku ezê niha behsa wê bikim ne ku wekî xiyanet digirime dest. Lê mixabin ji ber ku hîna jî dilê hinekên di nava gelê me de bi dijminê me dişewite, tiştên ku dikin avê dibe ser aşê dijmin.
Bi rastî jî gelê me yê Bakûrê Kurdistanê jî wekî Rojava û Başûrê Kurdistanê îsal berxwedaneke bêhempa nîşan da. Vê berxwedana Bakûrê Kurdistanê hêvî û bawerî da me. Careke din hestên şoreşgerî di nava dil û mûjiyên me de liviya. Hesreta demekî ji ya din zûtir dîtina Rêber APO di dilê me de qat bi qat zêdetir bû. Ciwanên welatparêz û şoreşger mînaka herî payeberz ya serhildanê nîşandan. Careke din destê wan xweş be. Aveke hênik bi ser dilê me de kirin.
Lê di nava dîmenan de hinek kesan bala min kişand ku esas ez dixwazim li ser wan çend tiştan bêjim. Bi taybetî li bajarên me, hinek kesan xwe avêtibûn pêşiya ciwanan û nedihîştin li dijmin bixin. Ez nizanim dibe ku polêsên sîvîlbin jî. Lê na eger ne polêsbin ew kîbûn ku nedihîştin ciwan li polêsên dagirkerbixin? Bila ew kes derkevin pêşiya medyayê û lêborînê ji gelê Kurd bixwazin! Bila rexnedana xwe jî bi xebata hilbijartinan ve bidin.
Dîmenek hebû ku ev mesele tam ji usûl derxistibû. Polês bi hemû hêza xwe ve êrîşdikire gel. Ava sar di vê zivistanê de bi ser girseyê de dikir. Çend kes ketibûn nava girse û polêsan de. Yek ji wan jî derketibû ser TOMA’yê û nedihîşt ciwan xwe biparêzin. Niha ez ji wan kesan dipirsim; çi mafê we heye ku hun di rojeke wekî 15’ê Sibatê de wiha tevdigerin? Hun kî, ji kî diparêzin? We pir aşkere polês diparast? Polês jî degera pênc qurişan nîşanî we neda û hema av bi ser we de jî kir. Yên ku bi vî awayî dikevin pêşiya gel xwe çi dihesibînin? Ma hun heramzadene? We şîrê dayîkeke Kurd vexwaribe eger, divê şûna ku we wisabikira we jî kevir bavîta polêsan ku heta canê wan derketa.
Ciwanên welatparêz û şoreşger pir aşkere gotin ku “emê polês û ajanên wan ji kolan, tax û gundên xwe derxînin.” Eger we ev nebihîstibe bibihîzin. Na eger we bihîstibe û rexmê wê we wisakiribe, ma hun ji sîlleya şoreşgeran jî natirsin?
Rêber APO, Rêberê hemû gelê Kurd e. Herkes jana esareta Rêber APO dikişîne. Lê mafê tu kesî nîne ku wisa li ber kamerayan Don Kîşotiyê bike. Dibe ku bi dilekî saf jî wisa kiribin, lê ev kesekî eleqedarnake. Başe eger ku molotofek bihata û bi ser we ve biteqiya wê çibûya? Hereketên wisa sivik tenê dilê dijminan şadike.
Sala 2014’an wê bibe sala azadiya Rêber APO û azadiya Kurdistanê. Rêber Apo ji bo vê got ku “kesek nikare pêşiya gel bigire, ji xwe mafê kesekî jî nîne pêşiyê bigire.” Başe hun bi kîjan fikrê pêşiya ciwanên germbûyî digirin? Ciwanên Kurd fedaî ne. Tu kes nikare bi helwestên sivik pêşî li wan bigire û destê wan lewazbike. Ez dibêjim ji îro û şûn ve pêşiya girseyên serhildanê negirin. Ez hêvîdarim ku tiştên min gotin rast bêne femkirin.
Helwest û sekna ciwanên Kurd hêjayî silavkirinê ye. Divê em vê berxwedana xwe heya azadiya Rêber APO di vê astê de bigirin û berdewambikin. Berdewambikin da ku yek endamê dagirkeriya dijmin di nava Kurdistanê de nemîne.
Serhad Tendurek
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 13'ê Sibatê saet di navbera 11:00-12:30 de, balafirên şer ên artêşa Tirk ya dagirker, li ser qadên Heftanîn, Metîna, Zap û Garê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê firiyane.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di kesayeta Rêber Apo de komploya ku li ser tevahî gelê Kurd dihat ferzkirin, carekî din di 15. salvegera wê de bi lenet dikîn, di serî de çalakvanên '' Hûn Nikarin Rojan Me Tarîkin'' di her herêma ku Kurd têde dijî berxwedan bilindkirin,
- Ayrıntılar
Navê Kod: Şayan CUDÎ
Nav û Paşnav: Hevîle ÎZER
Cih û Dîroka Ji Dayîkbûnê: 1984 / ŞIRNEX
Cih û Dîraka Tevlêbûnê: 1996/ERTÛŞ
Sê heval, sê pakrewan û sê lehengên çiyan bûn, zaferên canfeda. Li Kurdistanê, ango li vê welatê bihuştê, lehengtî bûye keneşopiyeke dîrokî û ev dîrok ne li hemberî, bi xwînê tê nivîsandin. Yek diçe yê din tê şûnê, bi hev re çemê azadiyê diherikînin û tu caran nasekinin.
Rêheval Zafer ROJÎN, Zaferê sêyemîn bû. Ji bêriya wî di sala 1988’an de Zaferê mezin bi zagona leşkerî tevlîbû û di sala 1994’an de jî şehîd ket. Û Zaferê mezin bavê çend zarokan bû. Piştî Zaferê mezin di sala 1995’an de (Muhamet Îzet) tevlîbû, navê xwe kir Zafer. Zaferê duyem di sala 1997’an de li Garê şehîd ket. Zafer ROJÎN jî di sala 1999’an de piştî dîl ketina Rêbertî, tevlîbû û wî jî navê xwe kir Zafer. Çiroka Zaferên pakrewan bi vî awayî ye. Her sê Zafer jî ji gundekê ne, ango ji Gundik Remo bûn û pismamê hev in. Ango ji yek xwînê ne.
Dibe ku vê dîrokê herî baş rêheval Zafer Rojîn dikarî binivîse, ji ber ew yek jî wêjevanên veşartîbû. Dema serpêhatiyên kurdeyatiyê dinivîsand, her tiştek xwediyê wateyekê bû. Di rojnivîskên xwe de cih dida her tiştî. Tenê rastiyên giştî na, rastiya xwe ya penabertiyê jî, herî baş wî dikarîbû binivise. Bi kinahî ji zimanê pênûsa xwe pir baş fêm dikir. Belê, zarokê welatê min ê birîndar mabû; pênûsa şikestî, me bi hibra cemidî û ma bi tiliyên pûçbûyî nivis têne nivîsandin ku ez jî karibim bi dilekî birîndar, an jî bi rondikekî çavan karibim binivîsînim çîroka penabertiya me. Carnan hestên mirovan dibin lehî û diherikin, carna jî dibin sitirî, bahoz û carna jî dibin volqan û diteqin. Lê mixabin! ma çi qîmeta hestên piştî poşmantiyê hene?
RÊWIYÊN RÊKA DÛR
Ey rêwiyo!
Ka ji min re bibêje tu ji ku têyî û tuyê ji ku ve biçî?
Dest ji min berde, ez rêwiyê rêka xem û berê min li xerbiyê ye.
Ez dizanim, lê tu jî zanî rêwiyo, xeribî gelek zor e.
Rêwiyê dilovan dizanim, tu jî mîna penaberan bê mal û bê war mayî.
Lê ji bîrneke; em zarokên Welatê Rojê ne,
Lewra dema roj derdikeve jî bi me re dikene, dema diçe ava jî her wiha.
Belê, keça delal ez ji cihekî dûr ji cihê miradan ango ji Cûdî têm.
Û gelek jî westiyame. Lê ma tu jî dizanî serpêhatiya Cûdî, an jî pîroziya wê axê.
Belê belê, dizanim ji ber ez jî ji wir im, lê ji beriya salan ez jî mîna te penaber bûme.
Lê cardin jî ger tu ji min re behsa wan dera bikî, ezê gelek keyfixweş bibim.
Baş bizane keça delal.
Hîna xweza mîna berê xweşikbûna xwe diparêze. Û her bihar bi mirovan re dikene.
Lawikê xerîb, hîna li benda rêwiyên xwe ne.
Kopê kelê jî mîna berê hîn bi heyv û hêz dide mirovan,
Ava kaniya dolê jî hîna ewqas cemidiye ku dema mirov tasekê jê vedixwe hinavên mirovan hunik dike.
Lê mixabin, ew warên ku tije mirov zar û zêçbûn, niha mîna warê lalbûyî.
Mîna tariya şevan bê dengiya xwe diparêze. Lê tu zanî keça delal?
Min xortek ciwan ê bedew, rûbiken, çav bi hêviyê tijî û mirov şîrîn dît.
Lê diyar bû wî jî mîna me di kûraniya dilê xwe de hestên penabertiyê dihewand.
Min jî keserên ku dikişand, fêm kir ku ew jî penaber û bê war e.
Belê, rêwiyo ez jî wî dinasîm ew zarokê welatê min ê birîndar e.
Zaroktiya me bi hev re derbaz bû. Lê ew di zaroktiya xwe de jî ji her kesê cudatir bû.
Ew li ser van axan ji dayîkbû û jiyan li vir naskir.
Lê rêwiyo, serpêhatiya zarokê welatê min, mîna lawikê xerîb di nîvî de nema û ew gihane hesreta dilê xwe û bi dilbariya xwe re bûn yek.
Hemû sînorên penaberiyên Firat, carek din xwe gihandin vê axê.
Li vir çav li jiyanê vekir û li vir jî çav li jiyanê girt.
Belê rêwiyê rêka dûr. Li ser her kevirekî Cûdî destanek nivisiye.
Li ber siya her darekê wê, li ser her kaniyekê wê bîranîna gerîllayekê/î heye.
Ka vêca ji min re bibêje, rêwiyê ka rêwîtiya te an jî çîroka penabertiya zarokê welatê minê birîndar dirêj e?
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Şayan Cûdî Zagros Kartal 27-04-2010
JI PÊNÛSA ŞEHÎD ŞAYAN CUDÎ (ji bo bîranîna şehîd Zafer hildaye dest)
- Ayrıntılar
KOD ADI: VİYAN KAROX
ADI SOYADI: LEYLA WALİ HASAN
DOĞ. TAR.YER: 1981-SÜLEYMANİYE
KATILIM: 1997
ŞAHADET: 1 ŞUBAT 2006
ŞAHADET YERİ VE BİÇİMİ: HAFTANİNDE KENDİNİ YAKARAK ŞEHİT DÜŞMÜŞTÜR
HEVAL VIYAN
Îro 2’ê Sibatê, roja salvegera şehadeta şehîda mezin, Heval Viyan e. Me jî îro bi 29 heval re nameya Heval Viyan xwend û hinek nîqaşkir. Hevala Viyan şeva 1-2 saeta ku derbazî 2’yê Sibatê dibe, li herêma Heftanîn, ji bo şermezar kirina komploya li ser Serokê gelê Kurd, Rêber APO, agir berda canê xwe û çû şehadetê. Hevala Viyan bi pey xwe re nameyek pir zelal ku têde gelek peyam hebûn hişt. Hevala Viyan kê bû? Çi kir û ji me re çi dibêje? Pêwîst e ku em çawa Hevala Viyan fêmbikin? Pêwîst e ku em çawa daxwazên Hevala Viyan bînin cih? û wek van gelek pirsên din mirov dikare ji xwe bike. Lê tiştê rast ew e ku mirov peyamê daye, jiyankirin, hevaltiya rast a bi Hevala Viyan re, di vir de derbaz dibe. Hevala Viyan keçeke Kurd û Kurdistanî bû û li navenda Silêmaniyê, Başurê Kurdistanê tê dinê. Di 15 saliya xwe de tevgera azadiyê, PKK’ê nas dike û tevlî nav refê gêrîla dibe. Belê, Hevala Viyan li navendek ku destpêka hêzên kapîtalîst bi destê Îngilîstanê, xwestin Kurdistanê dagirkin û hişmendiya xwe belavkirin, li Silêmanî ji dayîk dibe û wek ronahiyek azadiyê derdikeve. Ev peyamek li dijî dagirkirina Kurdistanê ya hêza kapîtalîzmê ku dixwaze Kurdistan û Rojhilata Navîn dagirke, li dijî vê ronahiyek azadiyê ye. Dîsa cihek ku feodaltiya Kurd a paşverû ku jinê kole dibîne, ronahiyek wekhevî, azad û mezinbûna jina Kurdistanê, îfade dike. Yanî navenda ku ev keça ewqas ciwan, bi vê helwestê serî rakirin û dilşewata azadiyê jiyankirin, bi serê xwe mijara nirxandin û baş fêmkirinê ye! Ji aliyên din ve, di demek kurt de rastiya Serokatiyê û ya PKK’ê zû fêmkirin û di jiyana xwe de tev pîvanê azadiyê pêkanîn, hêjayî lêhûrbûn û fêmkirinê ye. Di nav tevayî hevalên jin û hevalên xort de, pir hatina hezkirina wê, ew hilda rêvebertiya jor a PKK’ê û bû xwedî xebatak pir serkeftî. Paqijî û dilpakbûna wê, ew xistibû dilê tevayê gerilayan. Biqasî vê dilpakbûn û paqijiyê jî bi fedakarî û berpirsyariya xwe hewildanên tekoşîna azadiyê jî pir mezin dida û koletî radikir, azadî jî tim çêdikir,. Ji ber van tiştan bû ku ew di demek kurt de ketibû rêveberiya PKK’ê û erkê xwe bi layîqî dianî cih. Hevala Viyan di pêvajoya xiyaneta sala 2003-2004’a de jî li hember vê xiyanetê, helwesta herî zelal a têkoşerê Apoyitiyê da û serkeftî dimeşand. Jixwe di pêvajoyên wisa de tekoşerên baş diyar dibin, gelek kes dibezin jiyanek ferdî û dixwestin li bajaran bijîn, li gel dijminê xwe. Hevala Viyan tim li dijî vê sekinî û wê jiyana çiya tercih kir û tekoşîna azadiyê ji dil qebûl kir. Ji ber vê zelaliya wê bû ku, ji aliyê hevalan û Serokatiyê jî ew di nav 12 hevalên ku ji nû de PKK’bûnê avakin de hatibû hilbijartin. Belê, ew jî endamê 12 hevalên ku Serokatî gotibû bila ji nûve PKK damezirînin û li dijî vê xiyaneta ku dixwaze tevgera azadiyê belav bike, biseknin û nirxê ku bi sala hatibûn xuliqandin biparêzin. Serokatî ev erk dabû 12 hevalan, ji van jî yek Hevala Viyan bû û di vî warî de ristekî sereke leyîst. Hevala Viyan piştî ku xiyanet têk çû û bandora xwe windakir, pêşniyara xwe ya derbasbûna qada parastina gel, HPG’ê dike. Jixwe di nameya xwe de jî tînê ziman ku, çiqas dixwaze li dijî dijminê gelê Kurd, ji nêz de bisekne û ev jî qada şer a Bakurê Kurdistanê bû. Pir israr dike ku derbasî Bakur bibe, çiqas hevalên rêveberiya tevgerê, nexwazin jî, lê dilê wê nehiştin û wê rêdikin herêma Heftanînê. Armanca wê ew e ku derbasî Botanê bibe, lê heval wê li Heftanîn dihêlin û li vir jî têkoşînek xurt a birdozî û rêxistinî serkeftî dimeşîne. Mezinbûna Hevala Viyan di vir de jî diyar dibe ku xwe dide cihê ku têkoşîn pêwîste xurt lê bimeşe û di çeperê herî pêş de cih bigre, daxwaz û israr dike. Belê, di demekî ku gelek kes dixwestin jiyanek ezezî jiyanbikin û xwe bidin li aliyekê, Hevala Viyan xwe avêt çeperê herî pêş ku bi dijminê hovane re şer bike. Axiftina Rêber APO ku gotibu “kî/ê ji çiya dakeve, pêwîste ku jin danekeve û têkoşîna xwe ya azadiyê berdewam bike” ev pîvan esas wergirtibû û pêdiviyê wê pêkdianî. Hêvî û baweriya xwe ya azadiyê tu car wenda nekir û bi vî dil û mejiyê paqij, di rûkeniya xwe de dida diyarkirin. Ev jina ciwan, tim bi zîndîbûn û zîrekbûna xwe ya paqij, mînak û moralê hevalan bû. Wek teyrekî baz çengê xwe vedikir û hesreta azadiyê dikişand dilê xwe yê paqij. Jixwe di wêneyê wê de jî diyar dibe ku çiqas ji cihê bilind ku li ser azad jiyan bike hezdike, zelaliya wê diyar dibe. Wek teyreke azad li ser bilindayiya çiya jiyankirin, ji bo wê jiyana herî bi qîmet bû û bi nirx didît. Ev jî bi zelalî û paqijiya ku di dil û mejîyê xwe de jiyan dikir, ji bo azadiya mirovatiyê, di coşa rûyê wê de diyar dibû. Tiştê ku Hevala Viyan di nameya xwe de dixwaze ji me re bêje, ev hevaltiya paqij, têkiliyê azad û hev dû mezinkirinê bû. Yek jî têkoşîna vekirî ya eşkere ku hevaltiyê pêşxe û hêza rêxistinî çêke, zelal me hişyar dike. Têkiliyê hevalên jin û hevalên xort jî şaşîtiyên ku hene, derbaskirin û tim di nava tekoşîneke ku van şaşîtiya derbaske, pêwîste ji vê tekoşînê rev çênebe. Û pîvanê ku Rêber APO û PKK’ê danîne esas girtin û li gor vê têkiliyek rast pêşxistin, herî zêde erkê têkoşeren azadiyê ye. Ev jî wek talîmatekî, Hevala Viyan radixê pêşya me. Girêdana Hevala Viyan bi Serokatiyê re, gel re, şehîdan re û bi nirxê ku hatine afirandin re, baş tîne ziman û rêka vê ya rast jî ji me re dibêje. Ev jî bi têkoşînek bênavber û ya fedakarî mirov dikare bi dest bixe. Hevala Viyan bal dikişîne ser demê jî ku pêwîste her tişt di dema xwe de bêkirin, “dema ku axiftinê wata xwe winda kir, qîmeta xwe namînê,” dibêje û erkê xwe yên demê anîna cih, pir girîng tîne ziman. Ji ber ku şoreşê ji dil jiyan dike, dema ku mirov dereng bimîne wê gelek tişt ji destê me herin, sibê dibe ku em dereng bimînin û ev jî xirabûnê dê bi xwe re bîne. Ji ber vê fêkî, sêvek mînak dide, pêwîste ku bê ku xirabibe ji mirovatiyê re bibe nirxê civakê. Ji bo her azadîxwazekî/ê ev pir giring e û divê ku em wê germayiya şoreşgerî ya azadiyê sar nekin û biqasî tê xwestin, cihê pêwîst têkoşîn bê meşandin.
Mijarek din ku mirov tê de rexnedana xwe li hember Hevala Viyan bide, nêzîkbûnê me zilaman a li hember jinê ye. Rastî jî Hevala Viyan bi xebat û çalakiya xwe ya mezin, mezinbûn û hêza jin nîşanî me tevan da. Cardin ew hişmendiya zilam ên bi hezaran salan ku şaş û bi nerast hatiye avakirin û li ser jinê serdestiya xwe dimeşîne, vekirî nîşanî me da. Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e, baş bi piratîka xwe nîşanî me da ku em çiqas şaş in. Îro jin bi fedakarî û berdêlekî giranbiha, rastiya xwe nîşanî me dide. Bêguman, bê bedelên giran, mixabin zilamê serdest naxwaze fêmbike. Tiştek bê bedel, erzan nayê bi dest xistin, ev rast e lê ewqas bêwijdanî ku li ser jinê tê meşandin ku mirov kor û ker jî be, mirov wê bibîne û bibihîse, ev mirov matmayî dihêle ku tê berdawam kirin. Hişmendiya zilam a serdest, ezezî, xwe her tişt dîtin, jin tiştek nedîtin, her tişt ji bo xwe rast dîtin, ji bo jinê şaş dîtin, her tişt mafê xwe dîtin, ji bo jinê tiştek nedîtin, jin ji bo xwe bikaranîn û wek van mirov dikare bi sedan newekheviyan di navber zilam û jin de bibîne. Di vî warî de divê mirov destê xwe dayne ser wijdanê xwe û rast biaxife ku çiqas civak hatiya berovajî kirin. Heqîqeta rastiya civakê, ji bo zilamê serdest hatiye berovajîkirin û bê ku bê sererast kirin, wek ku rastiyê civakê ev in, kirêt tê berdewam kirin. Ev gunehkariyek û şermekî pir mezin e, ji bo tevahî zilaman. Bi salan ev qirêjiya ku ketiye hûcrê me, pêwîst e ku bê paqijkirin û bi hişmendiyeke wekheviya zayendî ku biqasî hev azad û wekhev bê jiyan kirin. Jina ku civak xwedîkir, mezin kir û pêşxist, xistina vî halî, ne gunihkarî û ne şerme, wê demê çi ye? Di bingehê mirovatî xwedîkirin, mezinkirin û pêşxistinê de, rastiya jin heye û ev gelek vekirî bi dîrokî jî ispat bûye. Divê roja salvegera şehadeta Hevala Viyan de, ji bo min jî xwe di vî warî de berçav re derbazkirin û rexnedana ji dil dayîn, pêwîst e. Ji bo xwe ev nameya Hevala Viyan, emra ku em xwe li hember jinê berçav re derbazkin û hevaltiyek rast pêşbixin. Cardin xwe li hember pîvanê ku Rêber APO ji bo azadî û wekheviyê danîne, ji berçav re derbaskirin û kêmasiyên ku hene derbaskirina wan, erkê her têkoşerekî ye. Ez li ser vî esasî rexnadana xwe ji bo rastiya Hevala Viyan didim û soza hêviyên wê bicih anînê didim. Daxwaza wê ya azadî û wekheviyê, wê armanca me be, heya serkeftinê. Helwesta wê ya li hember êrîşê navnetewî yên li ser Serokatiyê û sekna wê ya azad, wê ronahiya rêya me be. Volqana dilê wê, hêza me ya serkeftinê be. Rûkenî û coşa wê ya tekoşîna azadiyê, wê moral û hêviya me ya serkeftinê be. Cardin di kesayeta şehîda mezin, Hevala Viyan de, em bejna xwe li hember şehîdên Kurdistanê ditewînin û soza xwe ya girêdana armanca wan tînin ziman.
Heqî Mardîn
- Ayrıntılar
