Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 17’ê Tîrmehê di demjimêr 05:00’ê siharê ve artêşa Tirk ya dagirker li herêmên Zengok, Newala Mara, Kara Hemze, Ava Mûrat û derdorê wê bi Skorsky û wesayîtên zirxî operasyon daye destpê kirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di çarçoveya meşa çareseriya demokratîk de, komên me yên gerîla yên ji Derya Reş, Dêrsim û Xerzanê ketin rê, piştî meşeke dirêj gihaştine Herêmên Parastinê yên Medyayê
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 16’ê Tîrmehê bi piştgiriya balefirên keşfê ên bê mirov û helîkopterên skorsky yên aydê artêşa Tirk ya dagirker li derdora gundên Xazmas, Git, Bamîtnê, Cabitmê û Akdag yên ser bi navçeya Lîca Amedê operasyon daye destpê kirin.
- Ayrıntılar
Serok APO di 21’ê adara borî de dest bi pêvajoyeke nû kir. Banga xwe de Serok APO:
‘Ez di şahidiya milyonan însanên ku vê bangawaziya min guhdarî dikin de dibêjim ku; edî pêvajoyeke nû dest pê dike. ne çek, siyaset derdikeve pêş. Edî em hatine merheleya ku hêzên me yên çekdar xwe vekişînin derveyê sînor.
Ez bawer dikim, ên baweriya xwe bi min anînê û dilê xwe ji min re vekirine, wê hessasiyetê pêvajoyê li berçav bigirin û heta dawiyê biparêzin.
Ev, ne dawîbûn, destpêkeke nû ye. Ev ne dest ji têkoşînê berdan e, dêstpêkirina têkoşîneke hîn cudatir e.’
Gotinên, ‘dêstpêkirina têkoşîneke hîn cudatir’ gelek girîngin. LiKurdistanê eger dewleta tirk şerê bi salan ê ku tê meşandin bi dilda bixwaze biderawestandin, ev pêvajoyê bi rastî jî bibepêvajoyeke nû. Lê eger dewleta tirk van derfetên ku ji hêla Rêber APO ve hatine afirandin bi baldarî û bi şiyarî nenirxine, wê demêcarak din qonaxe ke mêjûyîwê wenda bibe.
Rastî jî ev pêvajowê çawa pêş bikeve hêna ne diyare. Ji ber ku dewleta tirk erkên dikeve ser milên xwe hêna pêkneaniye. Hêna ji kirt û nîvaxwe nahatiyê xarê(ayak diretmek). Hêna tiştê ku dizane dixwaze bimeşîne.
Bi kurtasî dem tevahî ne diyare. Em ji wan re wek bav û kalên xwe dibêjin: ‘Gula çapliyê li bin çengê te bikeve.’ Ango ‘Şapa li mala te bikeve.’
Rewşa dewleta tirk çidibe bila bibe. A girîng ewe ku em karên xwe bi rêk û pêk rêvebibin.Wekî eniya Kurdan, emê bivê nevê xwe ji bo hemû şert û mercan amade bikin. Eger dewleta tirk gotinên Serok APO bipejirîne wê demê emê xwe ji bona pêvajoyeke demokratik amade bikin. Lê eger dewleta tirk di ya xwe de pê dan bike wê demê emê jî tiştên ji destên me werin teqsîr nekin.
Bin her şert û mercî de em pewîste xwe xurt bikin. Cîhê herî zêde ku mirov dikare bi xwe pir biste pêş bixe serê çiyayên azad in.
Weke ku me got, eger pêvajo neyênî be emê xwe ji bona pêvajoyên hişk amade bikin. Na eger pêvajo erênî be emê xwe di milê bîrûbawerî ango hişmendî de xwe nu bikin.
Serok APO dîsadibêje:
‘Ji serdema berxwedana çekdarî, derî li pêvajoya siyaseta demokratîk vedibe.
Pêvajoyeke ku, aliyê wê yê siyasî, civakî û aborî di pêş de ye dest pê dike. Feraseteke ku, mafên demokratîk, azadî û wekheviyê esas digire pêş dikeve’.
Feraseteke nû jî şertên îro herî zêde mirov dikare li serê çiyayên azad bigire.
Erê, ji bona vê rastiyê em bang li tevahî ciwanên Kurd dikin da ku werin serê çiyayên azad, ji bona ku xwe ji vêpêvajoyê re amade bikin.
QASİM ENGÎN
- Ayrıntılar
Va demeke em li ser Rojava’yê Kurdistan dinivîsînin. Nivîsandin hên jî pêwîstin. Pêwîste ji ber ku êrîş li ser Rojava bi hemû şêweyî berdewamdikin.
Îro li Rojava’yê Kurdistan gelê me şoreşekî dijî. Gelek derkeftiyên xwe hene. Gelê me rojane rêxistinên xwe avadike. Eger gotin di cîh de be, gelê me, rojên wek gelek caran tê ser zimên “rojen xwe afirandinê” dijî.
Lê mixabin hinek xêrnaxwaz bi leystokên pir qirêj her roj tiliyên xwe dikin nav Rojava’yê Kurdistan da ku Kurd nebin yek, neyên ba hev, bi hev re kar nekin, dijberî hev bisekinin, parçe bibin, neyartiya hev bikin û hwd.
Ev tiştên ne li rê kî tanzim dike? Kî kefxweşe da ku Kurd lewaz bibin?
Bersiv pir hêsane; dewleta tirk, dewleta sûrî, dewletên ereba, DYA, YA, îran, iraq û kî qazancên kurdan naxwazin ew.
Bi gotineke din, dijmin û neyarên kurdan…
Her kî têkil van karên dijî kurdan dibe an jî bi karên ew dike dikeve bin xîzmetên dijminên kurdan ew kesekî ne li rêde ye…
Îro herî zêde kî zirar dide kurdan? An jî rewşê îro de herî zêde kî alîkariya eniya dij-Kurdan dike?
Em pir hûr û kûr neçin. Ji bo kurd parçe bibin PDK herî zêde kar dike. Ji bo kurd bibin dijminê hev PDK hinek koma bi çek dike. Pere dide wan da ku karibin li hemberî YPG’ê şer bikin.
Dîsa, ji bona gelê kurd li Rojava bêçare bimîne û birçî bibe sinorên navbera Rojava û başûr ev çand carin digire.
Li gel rêxistinê kurdan hene PDK her roj banga hinek partiyan dike û dixwaze yekîtiya kurdan parçe bike.
Bêguman tiştên ku PDK dike ew qas nînin. Ev tiştên me gotin têrênakin. Tiştên tên kirin pir zêdenin.
PDK bi dewleta tirk re rûdinê da ku karibin şoreşa Rojava lewaz bikin. Bi heman armacê bi DYA û YA re rûdinê.
Mirovan bi çek dike û rêdike Rojava. Bi çek dike û hewl dide û dijî YPG derbixe. Ew çîrokên dawî qewmîna hemû rastiya xwe evin.
Ji bona vê yekê pêwîste serî de li başûrê kurdistan’de li hember leystokên wiha qirêj gelê me yê başûre kurdistan derbikevin.
Dîsa li ewrûpa pêwîste gelê me û dostên kurdan dijî van kirêtiyan derbikevin.
Kurdên bakûre kurdistan û hemû kurd pêwîste dijî van narastiyan derbikevin.
Û di serî de jî pêwîste gelê me yê kurdistan’a Rojava li hember van leystokan bi şiyariyake mezin tevbigere.
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
Payîza sala 1972 yan bû. Ezmûnên payîzê yên Fakulteya Zanistiyên Siyasî qediyabûn. Min di pêvajoya ezmûnan de Rêber Apo naskir. Ji ber di girtîgehê de bû nekarîbû beşdarê ezmûnên havînê bibe, ji lewra di payîzê de ketibû ezmûnan û bi notekî baş sinif derbaskiribû. Goribû ku dixwaze bi min re bipeyive. Ji Cebeciyê destpêkir di seranserê meşa me ya dirêj de nêrînên xwe veguheste min. Sîstema hizrên wî bêkêmasî bû. Li hember vegotinên wî min heyecanek mezin girtibû û ev yek ji wî re jî rave kiribû. Piştî demekê ez vexendim mala ku lê diman. Ez li wir rastê Kemal Pîr hatim. Heqî Qerer jî di heman malê de dima. Ev mal malekî xwendekaran bû. Xwendevanek bi navê Fehmî portreya her kesê li mal dima çêkiribû û li dîwar daliqandibû. Bi awayek xwezayî yakem car min bi rêya van wêneyan zanî ka kî di malê de dimîne. Dûv re min derfet dît ku ez tevan jî nas bikim.
Kemal mirovek pir cûda bû; şoreşgerek wer bû ku hevşibê wî nebûn. Di seranserê jiyana min de ji bilî Rêber Apo, di nava tevgerê de kesê herî zêde bandor li min kir Kemal Pîr e. Bandor rêzgirtinê hewcedar dike û di navbera we û kesê rêzdar de navberek ava dike. Lê belê bandora Kemal Pîr a li ser min ne bandorek wer giran ê vekirina navberê bû. Berovajî bi hevalek din re ez evqasî nekelijîm. Ya rastî zu kelijandina bi mirovan re yek jê ji taybetmendiyên diyar ê Kemal bû. Her kesî li gel wî xwe pir rehet û bi hêzbûyî hîs dikir. Hêz dayîna miravan taybetmandiyek din ê giring ê wî bû. Ji ber vê yekê ez her tim wî mîna dînamoyekê ku enerjî kom dike û belav dike, dihizirim.
Qet ji bîr nakim. Dema li navçeyekê Ordu yê girtîbû bi mudaxaleya komekî ji devre ji girtîgehê reviyabû û gehiştibû Dêrsimê. Demekê kin em bi hev re man. Weke her car bi coş bû. Bi roxmê ku ew bixwe jî ji Behra reş bû digot ku ew biyaniyê mirovên Behra reş e û diyar dikir ku eleqeya mirovên vê herêmê ya bi polîtîkayê re qels e. li hember vê yekê mirovên Kurd polîtîktir bûn, eleqeya wan a pirsgirêkên civakî re zêde bû û beşdarê nîqaşan dibûn. Pir bêriya Kurdistanê û gelê Kurd kiribû. Di her rewşa xwe de ev yek dida nîşandan. Wî ji bo gel û gelan jiyan dikir. Hesreta ku ji gel re didît helbet hesreta xebata ji gel re bû.
Di axaftina me de vê yekê bala min kêşa ku li hember girtîbûnê xwedî bertek bû. Ji lewra wiha digot “nikarim mayîna di girtîgehê de dayîx bikim. Tu her tim bi heman mirovan re rûbirû dimînî. Lê belê ger ez her rojê sed rûwê cihêreng nebînim, herî kêm bi pêncî mirovan re nepeyivim, nikarim xwe ragirim. Divê ez cardin nekevim girtîgehê. Ger rewşek weke girtinê re rûbirû bimînim divê yekser liberxwe bidim û bimrim. Divê mirina min kar bike”. Ew şereşgerek her tim di nava çalakiyê de bû. Pir xwezayî bû ku metîrsî mîna sîhbera wî ew î bişopîne. Jixwe piştî vê yekê careke din jî hate girtin. Lê belê dema dişandin girtîgeha Riha yê girtiyên adlî yên bi hev re diman jî da pey xwe û zanî cardin xwe xelas bike. Dîwarên beton ê girtigehê jî têr nedikirin ku vê mirovê egît demekî dirêj di nava cîwarek teng de ragirin.
Di mijara bandor kirin û hêz dayîna mirovan de ez yeqîn nakim ku kes mîna Kemal Pîr ragedar be. Bi ser re sal jî derbasbûn lê ev qinyata min qet nehate guhertin. Ez sedemê vê yekê bi hêza wî ya bilind a dahûrandinê ve girêdidim. Wexta dipeyivî min digot “xweziya niha teybek heba min nirxandinên wî qeyd bikirina”. Nirxandinên wî xwe ne dispartin amadekariyek diyar. Bi awayek pir zelal pêşketin rave dikir, bi dahûrandinan cîhê ferd bi wî dida nîşandan, dikare çi bike an jî divê çi bike datîna holê. Ez bawerim hêza wî ya îqna kirinê ji vir dihat. Bi kurtahî Kemal Pîr her wekî projektorek tariyê ronî bike, rastî ronahî dikir.
Kemal Pîr artêşek yek kesî bû
Hêz di gelek rewşan de ruxîner e. Kesekî qels li hember mirovek bi hêz dikare bikeve nava hestekî çewsandinê de. Hêz û zanebûn rêzgirtinê ferz dike lê bi heman awayî ji heskirinê re rê venake. Ger kesê xwedan hêz bi awayek zanebûn bixwaze hêza xwe li mirovên pêşberê xwe bide hîskirin, dikare rêzdariya xwe jî wenda bike. Mirovên ku bi Kemal Pîr re pêwendî çêdikirin ti caran hestên bi vê awayî jiyan nedikirin. Her çi qas bê nîqaş di nava wekhevan de Kemal Pîr didanîn rêza yekemîn jî xwe bi wî re wekhev didîtin. Her tiştê xwe veguhestina kesên din afirandina wekhevê xwe ye. Mirovê wekhevîxwaz mirovê comerd e, bi dayînê di haya dewlemendiya xwe de ye. Lê belê kesekê hestê bendewariyê derbas nekiribe tamah e; dizane ku wexta bendewariyê pêşkeş bike, wê têkiliya bendebûnê bi dawî bibe. Ji ber vê yekê di pîvanekê ku têkiliya bendebûnê neqedîne tenê ya pêwîst dide; yê mayî jî ji xwe re dihêle. Kemal Pîr azadîxwaz û wekhevîxwazek bê kêmasî bû, mirovek xizmetê bû û dayîna ji yên gel xwe zewq didît.
Wexta Kemal Pîr li bam e ba, me xwe weke neferên artêşekî yê ku qet bin nakeve didît. Me dihizirî ku kî bê ser me bila bê, ti caran nikare me bin bixe. Ez yeqîn dikim ku her kesekî ku Kemal Pîr nas kiriye teqez ev hest jiyan kirine. Li derdora me mirovên pir bizdonek jî hebûn. Piranî van kesan nedixwestin zêde li derdora me bisekinin û wexta me dest bi nîqaşan dikir, wan nêveng terk dikirin. Lê belê ez bûm şahid ku heman mirovan dikariyan bi Kemal Pîr re bi saetan bipeyivin. Min qet guman nedidît ku wê Kemal Pîr wan kesan ji bo şoreşê bixe nava tevgerê de. Ti kes nîne ku piştî naskirina Kemal Pîr ajoya xwe ya tirsê derbas nekiribe. İro ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi şoreşgerên mîna Kemal Pîr heye ku wî bawerî dida her kesî hêz dida mirovan û ew kes dikirin hevparê coşa xwe û beşdarê pêlên şoreşê dikirin.
Bi stuh tewandinê fatihek ticaran nikare dil û mejiyê mirovan fetih bike. Fatihek dikare sûran û kelehên herî zor hilweşîne, deriyan bişkîne. Lê belê fetha rastîn ew e ku bêyî mirov serî li zorê bide bikare deriyê dil û mejiyan veke. Ruhê mirovan ne pêşangeheke ku deriyên wî ji serdanan re vekirîbe. Heya neyê îspatkirin ku nêzikatî ji dil e, deriyê xwe ji her kesî re venake. Kemal Pîr fatihekî dil û mejiyan bû. Kesekî ku demekî kin bi wî re maba yekser mifteya dil û mejiyê xwe radestê wî dikir. Ji ber ku ew bi heskirinek kûr bi gelê me û mirovahiyê ve girêdayî bû. Kesê hes dike her tim dixwaze xizmetê bike û hêz dide yê heskiriyê xwe. Kesekî hêz nade mirovan nikare îddîa bike ku ew ji mirovan hes dike. Heskirina rast a gel ew e ku gel bi hêz dike, berê gel dide rêxistinê û lêgerîna mafên xwe. Ger heskirin azad bike dikare bi navê heskirinê maf qezenç bike.
Hêza gotina ku cîhê xwe de ye ji hêza tevahî çekan serdestir e.
Ne valaye ku bi taybet di demên dawî de Rêber Apo her tim qala kesayeta Kemal Pîr dike û dibêje divê mirovdi mijara rêhevaltiyê de mînaka Kemal Pîr bişopîne. Ez bawerim ku Kemal Pîr ev rastî îspatkir. Mirovê qels nîn e,mirovê divê bê bi hêzkirin heye. Mirovê xwe pêk anîbe, bi gotina Rêber Apo, ji bombeya atomê jî bi bandortir û xortir e. Ev yek jî di serî de karekî zanebûnê ye. Zanebûn ji karkeran re derve tê birin. Pêwîstiya pêşengê jî di rastiyê de ji vir derdikeve.
Berî her tiştî Kemal Pîr propagandavan û ajîtator bû. Propaganda û ajîtasyon hewldana ravekirina rastiyê, teşîrkirina xeletiyan û serdestkirina rastiyan e. Daxwaza azadiya raman, tê wateya daxwaza mafê propaganda û ajîtasyonê. Hêza gotina ku cîhê xwe de ye ji hêza tevahî çekan serdestir e. Kemal Pîr di parêznameya xweya dadgehê de dibêje: “ji bo qezençkirina mirovekî ger pêwîstbe sê saet, dîsa pêwîstbe me sêsed saet pêre peyivî”. Ev yek tê wê wateyê ku ji bo qezençkirina mirovan axaftin an jî bi ziman îqnakirin şert e. Bêyî fikirandin, bêyî ku mirov fikrên xwe bi yên din re parve bike gehiştina heman têgehiştinê nabe. Ger mirov ya divê bê guhertin nedayne holê, rê û rêbazên guhertiunê nede nîşandan, nikare rêxistinê bike û çalakiyan pêş bixe. Fikirandin çalakbûn e. Jêdera çalakiyê jî gel e. Çûyîna cem gel, di heman demê de gel zanebûna birastiya xwe arastekirin e. Kemal Pîr mirovek wiha yê çalakger bû.
Kemal Pîr beşdarê civîna damezrandina partiyê nebû. Ji ber ku di wê demê de di girtîgehê de bû. Ji bo erkek weke Komîteya Navendî re jî nehate hilbijartin. Bi gotinek din, ti demê nebû şoreşgerek bi payeyan hatibe arastekirin. Her wiha dema kêm jî ma, ji kêmasiyan gilî nekir û sedem bi payeyan ve girê neda. Ti caran tenezulê şoreşgeriya paye nekir, neket nava heskirina kursî û payeyan de. Ji bo wî ya giring berpirsiyariya wî ya li hember gel, partî û rêhevalên xwe bû. Di vî warî de Kemal Pîr mînaka herî hilbijartî ya şoreşgerê berpirsiyar bû. Mirov her kêliyê fermandariya manewî ya Kemal Pîr li cem xwe hîs bike, bêyî ku benda emir û dîrektîfan be dizane ka çi pêwîst dike û ya pêwîst jî pêk tîne.
An ciwan an jî pîr, jin an jî zilam, xwendevan an jî karker, kî dibe bila bibe Kemal pîr dikariya bi her kesî re bi şêwazek hêsan pêwendî dayne. Dikete nava dilê wan û hesretên wan ên ku nediwêrîn ji xwe re jî bêjin, derdixiste holê. Bi vê awayî kir ku bi çavekî cuda li jiyanê binerin, ji jiyanê hes bikin, ji bo ji kirêtiyan xelas bibin tekoşîn bikin. Jixwe naskirina Kemal Pîr naskirina jiyanê bû, bi rengên resen naskirina jiyanê bû.
Ji bo Kemal Pîr girêdaniya sosyalîzmê heya dawîn giring û ji bo serkeftinê jî diyarker bû. Weke sosyalîstekî wexta nêrînên xwe bilêv dikir heya dawîn jixwe ewle dipeyivî. Ji bo Kemal mirovekî xwe bi zanistên civakî araste kiriye hêzek wisa hilgirtiye ku ti caran bin nakeve. Li hember helwestên wî yên wêrek û jixwe bawer kesê ku bigota Kemal xwe pir mezin dibîne û wan piçûk dixwe Kemal wiha digot: “em sosyalîst in û mirovên sosyalîst mirovên mezin in. Em sosyalîstekî rast û sosyalîstekî birjuwaziya piçûk nadaynin heman şikevikê”. Herî zêde nirx dida taybetmendiyên weke egîdî û girtina soza xwe. Divêya şoreşgerek her tim egît be û biryardariya xwe têkûz bike. Divêya şoreşger mirovek zelal ba û mirovê zelal jî sosyalîst e.
Kemal Pîr ronahiye û li her devera lê dide ronahî dike.
Kevneşopiyek me heye. Em tevgerek in ku me ji tinebûnê hebûn afirand. Dema em li Enqerê bûn me zivistanek bêyî sobe derbaskir. Di dema çûn û hatina fakulteyê de ji bo pêncî quruşê heqê otobûsê nedin, bi saetan em dimeşiyan. Nîv têr, nîv birçî, jiyanek me yê sade hebû. Dîsa jî em ji vê rewşê gilîkar nebûn. Demekê ez û Kemal Pîr li Amedê bi hev re man havîna sala 1976 an bû. Bi şev em li ser banê hotelekî hêsan diman. Ji ber xwîdan û germa zêde spîh û kêçan da canê me. Perê me nebû ku em biçin hemamê xwe bişon. Ji ber vê yekê me jî cil û canê xwe di destşoka hotêlê de dişuşt û him jî em naçarbûn ku wexta her kes radizê vî karî bikin. Şert û merc ev qas bûn. Em di nava gelê xwe de bûn û me ji bo xebatê derfet dîtibû, ev jî ji me re bes bû. Ti caran em neketin peu jiyanek lûks û xweştir. Li her cîhê ku Kemal Pîr lê bû coş û heskirina jiyanê bilind dibû. Niha ez pir baş fêm dikim. Yê dibizdîne û xof e ne tinebûn e, zêdehî ye. Ji ber ku zêdehî îştaha mirovên çavbirsî vedike, ajoya mirov ê ji bo rojekî jî be mîna paşayê qereçiyan jiyankirinê dilivîne.
Rêber Apo di hevdîtinek xwe de ji parêzerên xwe re dibêje ku di Newroza sala 1972 yan de li malekî xwendekaran axaftinekî nîv saetî dike, ev yek bes dike û dibe sedem ku Kemal Pîr beşdarê tevgera azadiyê bibe û bi tempoyekî her diçe bilin dibe tevlêbûnek bilin pêktîne. Li gorî qinyata min di nava tekoşîna me de kesê herîz û kesayeta serokatiyê ya Rêber Apo ferqkir û di vê çerçovê de helwest nîşandaye, hevalê Kemal e. Bi misogerî li cem me cîhê Rêber Apo cuda bû, me tevan nêrînên wî pejirandibûn. Lê belê zanebûna vê cudatiya wî pir kûr nebû, aliyê wî yê jixweber derdiket pêş. Lê belê di Kemal de ev yek zelal bû. Wî dizaniya ku ev tevgera tevlê bûye tevgerek serokatiyê ye û li gorî vê yekê tevdigeriya. Li gori Kemal Pir divêya bi misogerî serokatî bê fêmkirin û bê pêkanîn.
- Ayrıntılar
Dîrok diherike û bi herkandina xwe re jî gelek mirovên qehreman û dilawêr dafirîne. Bagerê vê qehremaniyê dijware û bi xwe re gelek dilan dihejîn e. Gava ku ruhê jiyanê yê azad, wekhev û dadwer were qirêjkirin, ne mumkine ku kesek vê yekê bipejirîne, û pey lêgerînên heqîqetê dikevin. Heqîqet çiye? Dişopînin. Gêrîlaya Kurd Avaşîn Dicle jî pey heqîqetê dikeve û rêya çiyan çêtir dibîne. Heqîqeta rast di têkoşînê de dibîne û biryara wê dide. Heyanî ku jiyana xwe ji dest dide li Amedê gêrîlayetî dike.
Dîcle ya bi navê Fikriye Özpamuk sala 1975 an li Pîran ya girêdayî Amedê ji dayîk bûye, zanîngeh bi dawî kiriye û sala 1998 an li İstanbulê beşdarî nava refên gêrîla bûye.
Her mirovekî/e şoreşger destanekê li pey xwe dihêle. Ev destan dibe ku bi pênûs, bi xwîn û bi zargotinan jî were nivîsandin. Lê belê Gêrîlaya Kurd Avaşîn Dicle destana birayê xwe yê ku li Amedê jiyana xwe ji dest dayî, bi rakirina çeka wî dinivîsîn e. Dîcle vê destanê bi tîpên zêrîn dinivîsîne, lê belê berî ku binivîsîne jibîr nake ku li pey wê paşerojek heye dilê wê birîn kiriye.
Di sala 1994 an de Dîcle biryar dide û beşdarî nava refên gêrîla dibe. Dixwaze bi birayê xwe re gêrîlayetî bike, lê mixabin Şemdîn Sakik yê ku wê demê di nava gêrîla de berpirsyarê Amedê ye destûr nade ku li çiyan gêrîlayetî bike û wê paşde dizîvirîne malê. Dicle dev ji lêgerînên xwe yên heqîqetê bernadê û piştî zanîngehê beşdarî xebatê dibe.
Bi Jiyana Azad û Wekhev Bawermend bû
Giyanê pak û paqij bi bagerê serhildanê hatibû hûnandin û tovê hezkirina welêt her ku diçû di dil wê de mezin dibû. Hedara Dicle nayê ku betal bisekinê û tevlî xebatê nebe. Ji ber vê yekê li Pîranê jinên ku xwendin û nivîsandina wan tune bû, wan fêrî xwendin û nivîsandinê dike. Girîngiyeke mezin dida rolê jinê di civakê de. Tarîtiya jinê û rewşa ku jin tê de jiiyandike napejirîne û dest bi rêxistinkirina jinan dike. Dicle her çiqasî xebatê dide meşandin, lê belê têr nabe û sala 1998 an beşdarî nava refên gêrîla dibe. Şervantiya xwe ya nû li Xinêre dibîn e. Her rastiyeke ku di çiyan de tê jiyankirin ji bona wê nûbûneke. Ew nûbûn jî heyecan û coşa tevlîbûna jiyanê didiyê. Piştî şervantiya nû derbasî Qendîl dibe û li wêderê dest bi jiyana gêrîlayetî dike. Di fêrbûna piratîkê de zor û zehmetî nakişîn e. Dicle jineke asê û torîne, tu caran nêzîkatiyên çewt û tevlîbûnên lewaz napejirîne. Di jiyanê de gava ku dibîne hinek kes çewt tevlîdibin, napejirîne û li beramberî wan têkoşîn dike. Ji bona ku hevalên wê di jiyanê de zorî û zehmetî nekşînin, her dem alîkarî dide wan. Lê belê mijara herî girîng ewe ku bi têkoşînkirine bi mirovan re kesayeta xwe jî lêpirsîn dike û xwe perwerde dike. Seknekî qels û lewaz ji bona xwe napejirîne.
Jana Gelê Kurd û Hevalên Xwe Ji Kûrahiya Dil…Hîsdike
Di roja 12 ê Adarê sala 2004 an li Sûrî komkujiya ku li ser gelê Kurd dane pêkanîn, gelekî li zora Dicle diçe. Li hemberî vê komkujiyê bê dengî napejirîne û weke şoreşgereke parastina gelê xwe dike, pêşniyar dike ku li hemberî komkujiya 12 ê Adarê çalakiyeke fedaî bike. Guleyên ku faşistan berdana canê ciwanên Kurd mîna ku berdin canê wê. Xwîna ciwanên Kurd ya ku li kolana diherikî, di dilê wê de kerbek û kîneke mezin dikolîne. Ji bona êş û janên gelê xwe parvebike û tola wan rake pêşniyar dike ku çalakiya fedaî bike. Bi wî ruhê fedaî tevlî jiyanê dibe. Di wê salê de derbasî Behdînan herêma Zagrosê dibe.
Gêrîlaya dêrîn berê xwe dide Zagrosan û li pala çiyayên Zagrosê digere. Gêrîlaya delal hesreta dîtine çiyayên Zagrosê di dilê xwe de nehişt û bi wî ruhê germ gêrîlayetî dike. Dicle gava ku ji Zagrosê qutdibe û derbasî Botanê dibe, ji bîrnake ku Avaşîn di koşeke dilê xwe de veşêrîn e.
Dicle Berê Xwe Dide Warê Lehengan…Amed
Piştî ku tevgera azadiya gelê Kurd dest bi hemla 1ê Pûşperê dikin, Dicle jî bi çûyîna bakur dixwaze beşdarî vê hemlê bibe. Ji ber vê yekê sala 2006 an bi pêşniyarê xwe derbasî Gabar ya girêdayî Botanê dibe. Her cihekî ku Dicle diçiyê, mîna ku nû tevlî gêrîla dibe, bi wê heyecanê û kêfxweşiyê beşdarî jiyanê dibe. Xwesteke wê ya herî mezin ewe ku tevlî cengê bibe û di şert û mercên zor de gêrîlayetî bike.
Piştî sala 1999 an gêrîlayên jin naçin Amedê, lê belê piştî ku tevgera azadiya jin biryar dide ku sala 2006 an gurûpeke gêrîlayên jin rêkin Amedê, Dicle pêşniyarê xwe dike ji bona ku di wê gurûpê de cihê xwe bigire. Pêşniyarê wê tê pejirandin û di gurûpa yekem de ji Gabar derbasî Amedê dibe. Her çiqasî gêrîlayên jin berê jî li Amedê mabin, lê belê piştî sala 1999 an gêrîlayên jin nema diçin Amedê. Ji ber vê yekê di gurûpa yekem de çûyîna Amedê ji bona tevgera jin tê wateya saheyeke nû fetihkirine. Gêrîlayên jin kedekî mezin didin ji bona ku di têkoşîna leşkerî de serkeftinê bidestbixînin. Pirtûka gêrîlayên jin yên ku berê li Amedê bi lehengî jiyana xwe ji destdane, ji nûde vedikin. Mîratê wan jibîr nakin û rê li pêşiya herkandina ruhê wan carekî dîtir vedikin. Bi tevlîbûna xwe ya jiyan û cengê destûr nadin ku kesek rêya herkandina têkoşîna jinê bixetimîne. Dicle û hevalên xwe di şert û mercên herî zor de gêrîlayetî dikin, lê belê xwe nadin paş.
Ew hesreta careke dîtir li Amedê gêrîlayetî kirin di dilê wê de namîne û sê salan li Amedê gêrîlayetî dike. Bi ruhê tola gelê Kurd û birayê xwe ji artêşa Tirk rakirin, her dem di nava hewldanekê de ku derbeyên mezin li leşkerên Tirk bide. Gava ku diçe Amedê armancê wê ne tenê ewe ku şerbike. Di heman demê de ji bona ku kesayeta xwe bide avakirin di nava hewldanekê de ye. Di cihê xwe de nasekinê û zeman nirxandin ji bona wê gelekî girîng e. Di milê mejî de xwe gelekî diwestîne. Her wezîfeyeke ku zor û dûre Dicle pêşengtiya wê dike. Li ser rastiya şer lêhûrbûn dike û dixwaze bibe xwediyê çalakiyên mezin. Hêza xwe ya manewî ji heval û tevlîbûna xwe ya jiyanê digire.
Dicle ji bona kesayeta xwe bide avakirin, xwe dabû qenaet kirin ku pêwîste di şert û mercên zor de derbas bibe. Piştî wê pêşniyar dike ku biçe çiyayê Sipî.
Dicle Di Hembêza Çiyayê Sipî De Jiyana Xwe Ji Dest Dide
Pêşniyara Dicle ji bona çûyîna qadê çiyayê Sipî yê girêdayî Çewlik tê pejirandin. Li çiyayê Sipî gêrîlayetî kirin zoriyên xwe hene. Li wê qadê derfetên gêrîla kêmin. Dewleta Tirkiya bi polîtîkayên xwe yê imha û înkarê gelê Kurd yên li wêdeverê kirine cerdevan û li dijî gêrîlayên PKK ê dixebitîne. Ji ber vê yekê gêrîlayetî li wê qadê kirin gelekî zoriyên xwe hene. Dicle wan zorî û zehmetiya dide ber çavê xwe û derbasî wê qadê dibe.
Dicle û çend hevalên xwe li çiyayê Sipî dixwazin çalakî bikin, ji ber vê yekê diçin keşfa çalakiyê dikin. Gava ku gurûpeke leşkerên Tirk dibînin, dixwazin li wan bixin, lê belê haye Dicle û hevalên wê jê nîne ku gurûpeke leşkerên Tirk li pala çiyayekî dîtir ew dîtine û ji dizî ve derûdora wan dorpêç kirine. Dicle û hevalên xwe çawa dixwazin derbe li leşkerên Tirk bidin, leşkerên Tirk hemû teknîka xwe li dijî wan didin bikaranîn. Di destpêkê de Dicle jiyana xwe ji dest dide û hevalekî wan jî birîndar dibe. Gêrîlayên dîtir dixwazin hevalê xwe yê birîndar xilasbikin, lê belê mecbûr dimînin ku wî di cihekî de hildin saxlemiyê û veşêrînin, piştî ku pevçûn bi dawî bibe werin wî bibin. Lê belê ew gêrîlayê birîndar ji bona ku nekeve destê leşkerên Tirk de bomba xwe bi xwe de diteqîne û jiyana xwe ji dest dide.
Destana gêrîlaya Kurd Avaşîn Dicle bi destê zarokên gelê wê tê nivîsandin. Piştî ku jiyana xwe ji dest dide gelê Kurd xwedî li cenazeya wê derdikevin û bi silogana rêça wê şopandin û berxwedanî berdewam kirin wê dispêrin xaka warê wê … Amed.
Dunya Pale
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 12'ê Tîrmehê de li qada Tepê Zerdeş ê navbera gundên Mistafye û Xetesor ên navçeya Qers Qaxizmanê, artêşa Tirk a dagirker derketiye operasyonê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Koma Mêrdînê, tevî hemû tevgerên leşkerî Meşa xwe ya Çareseriya Demokratîk dewam kiriye û gihaştiye Herêmên Parastinê yên Medyayê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Rêhevalên me yên mêrxas Ekrem Rêdar û Kûrtay Faraşîn, ku nirx li nirxên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zêde kirine, di demên cûda de tevlî karwanê Şehîdên Azadiya Kurdistanê bûn.
- Ayrıntılar