“Çavkana Navendî: MEZOPOTAMYA”
Piştî qeyranên di navbera olan de, wekî şaristaniyeke dema sêyem Modernîteya Kapîtalîst dikeve rojevê. Dema mirov li dîroka şaristaniya Ewropa dinêre, bi lîberalîzma xwe hema hema piranî nirxan berovajî kiriye û her tiştî bi xwe daye destpêkirinê. A rast me jî hetanî ku parêznameyên Rêber Apo derneketibûn wisa dizanibû. Bi parêznameyên Rêber Apo re em ji şaş zanînên xwe warqilîn û hejiyan. Derket holê ku nêrandina Ewropa wisa masûm an bêguneh nîn e. Aborî, Zanist û Dewletê bi xwe dide destpêkirinê û hegemonyaya xwe bi vî awayî rewa dike.
Di vê mijarê de dema ku mirov li nêrandina marksîstan binêre, şaristaniyê bi awayekî yekpare bi dest nagirin. Di çarçoveya çînî de dinêrin. Li gorî marksîstan fena ku şaristanî tiştek baş e û fenomenekeke ku divê xwezayî bibe ye. Dîsa olan jî şaristaniyê dabeş kirine. Li gorî van nêrandinan şaristaniyên wekî Çîn, Îslam, Xirîstiyan, Hînd û Ewropa yek û serbixwe têne dîtin. Ger ku em şaristaniya Ewropa, Çîn an jî Hînd bihesibînin ku bi serê xwe bi pêş ketine, ew dem em ê vê sîstema cîhanê bi vê nêrînê şîrove bikin. Lê ev teqez ne wisa ye. Vanan bi hev re di nava geşedaniyek de ne.
Ku mirov nimûne bide neolîtîk li Mezopotamyaya Jorîn yekem car destpê dike. Ji ber sedemên erdnîgarî û werzî an demsalî guncavbûnek heye. Neolîtîk li gelek deveran pêşketinek nîşan dide, bes her deverek xwedî xweseriyek e. Ferqa Mezopotamyaya Jorîn ev e ku zirûf guncav in û di yek navendekê de pêşketinek çêdike û hêleke gerdûnî bi dest dixe. Li vir bi belavbûneke Navend-Derdorê cudahiyan tevlî xwe dike û xwe bi pêş dixe. Ev rewş ji bona şaristaniyê jî wisa ye.
Belavbûna Navend-Derdorê ya neolîtîkê navend Mezopotamyaya Jorîn e, derdorên ku bandor bûne Zozanên Îranê(B.M 7000), Çîn(B.M 5000), Hînd(B.M 4000) û Ewropa(B.M 4000) ne. Wekî mînak dema ku em li şaristaniyên Hînd û Çînê binêrin, bi qasî ji çavkana navendî(mezopotamyaya jorîn) çêdibin, bi heman awayî rengê xwe jî li nav xistine û xwe domandine. Dema ku li Mezopotamyaya Jêrîn şaristanî destpê dike û bi pêş dikeve, hê li gelek deveran ya derbasî neolîtîkê nebûne yan jî detpê nekirine. Dema ku bi Çanda El-Ubeyt(B.M 5500) re li Mezopotamyaya Jêrîn bi bajarên wekî Uruk şaristanî destpê dike, li Ewropa, Hindistan û Çînê neolîtîk tê jiyandin. Di vir de çavkana navendî(ana nehir) Mezopotamya ye. Ji ber ên din ji wê xwe têr dikin. Çima Çîn nabe rûbara navendî yan jî şaristaniyeke navendî, ji ber ku bi xwe sînor dimîne, belav nabe û xwe nake gerdûnî. Lewre wekî milekî kêlekî dimîne.
Ger ku nêrandineke çavkana navendî nîn be, fena ku her tişt bi Ewropiyan destpêkiriye bê fêmkirin. Pêşketina şaristaniyê Rêber Apo di parêznameyên xwe yên dawîn de dişibîne herikîna çemek. Dema ku çem diherike riyek an xetek wê heye. Di kêlek de jî avzemêk an kaniyên biçûk xwe tevlî dikin û her diçe ev çem mezin dibe. Vaye di vir de bandora şaristaniyên Misr, Çîn, Hînd û Ewropa fena van avzemêkan e. Ev çem her dem dihereke û mezin dibe. Her ku mezin dibe jî gerdûnî dibe. Şaristanî ku bi El-Ubeytê destpê dike û dest datînê jinê û hemû nirxên jinê; bi Sûmeriyan didome, bi bajarên Uruk, bi bajarên Ur, împeratoriya Akadî, Babîl, Asûr, Med, Pers, Grek û Roma her diçe hartir dibe û xwe li peravên zeryana Atlasê re dike yek.
Di vê herikînê de her çûye navend şimitîne. Yek yekê tune kiriye, bes gelek nirxan jî ji xwe re girtiye û pêşdetir biriye. Di têkiliya Navend-Derdor de, navend her dem derdora xwe bandor kiriye û xwe bi pêş ve biriye û belav bûye. Ev rewşeke gerdûnîbûyînê ye. Di vir de diyalektîka afirandin-çêbûnê heye. Ji ber ku ji bona navendê piştbaxçeyek pêwîst dike. Tabî mirov ji bîr neke ku ev belavbûn; bi awayekî çandî, mêtîngerî, dagirkirin û bi koçberbûnê çêbûne.
Di hemû çandên cîhanê de, di çandên wan de ji dehî yek eydî wan be, ji dehî neh gerdûnî ye. Ji ber ku ew çanda ku gerdûnî nebe wê tune bibe. Wekî mînak, te malek hilberandiye. Ji bona ku ev mal bê pejirandin, divê ji derdora xwe re sûda xwe hebe. Yanî divê derdor qebûl bike. Ku çiqas derdor vê qebûl kir, wê ewqas çavkan an ciyê ku jê derketiye bibe navend.
Bo nimûne çanda cixare kişandinê. Li gorî lêkolînan destpêkê titûn li parzemîna Emerîka B.M 6000’an de hebûye û mirovên berê li ser navê derman hem cûtine, hem jî li birînên xwe dane. Encax 4500 sal şûn ve bi aweyekî zelal Mayayên ku li naveka Emerîkayê ne vê bikar anîne. Jixwe yekem car îspanyolî derman dihesibînin û bi xwe re tînin. Ev titûna ku berê ji hêla çermsoran û înkayan hatiye bikaranîn, di sala 1942’yan de Christopher Columbus yekem car li Kûbayê dibîne û ev tiştê ku dibîne nîşanî Ewropiyan dide. Ew dem jî merasîm û şahiyan de ev hatibûye kişandin. Piştre Ewropî navê wê datînin Tobacos. Tê gotin piştre dema ku mîsyonerek îngilîz diçe Emerîka, Waliyê Vîrginayê kişandina cixareyê hînî wî dike û pîpoyek diyarî dike. Piştî demekê li qesran her kes dikşîne û li gel jî belav dibe. Yekem car xwendekarek bijîşkiyê bi xwe re dibe Hollandayê. Di nava 200 salî de li hemû dinyayê belav dibe. Lê dema ku careke din tê Emerîkayê bi awayekî veguherî dizivire Emerîkayê. Portekîz wekî pûro, meksîkiyayî li kaxezek pêçandî kişandin. Her çû fena şohbekê li dinyayê belav dibe. Titûn li Hindistanê ewqas bi nirx e, di şûna pere de tê bikar anîn. Wekî mînak bûhayê çêlekek bi qasî ku pelên titûnê ew dipêçe dihate diyarkirin. Ew dem osmanî, japonî û rûs hewl didin qedexe bikin, bes ji ber ku titûn nasnameyeke GERDÛNÎ bi dest dixe nikarin pêşî lê bigirin. Vaye îro em jî dikşînin, faris û tirk jî dikşînin. Lê ev nayê vê wateyê ku em di mijara titûnê de navend in. Mirov dikare meseleya gerdûnîbûna şaristaniyan bi ya titûnê re daberhevî bike û biçe şîroveyekê.
Di vir de encama ku em digihînin û Serokatî di her dahûrînên xwe de ku wekî rêbaz bi dest digire, nirxandinên şaristaniyê de erka Navend-Derdor û çavkana navendî girîng in. Nexwe em ê xwe nikaribin ji lîberalîzma Ewropiyan rizgar bikin. Ji ber ku nêrandina dîrokî ya îroyîn, ya serdestan e û ev ji hêla îdeolojî, hegemonya û desthilatdariya wan ve hatiye diyarkirinê.
Lewre ji bona ku em bikaribin dîroka civakeke exlaqî-polîtîk, dîroka jinê, dîroka bindestan ji nû ve binivîsin, divê em berovajîkirinên serdestan jî baş bizanibin.
Rûbar Andok
- Ayrıntılar
DI DÎROKÊ DE BERXWEDANIYA CIVAKÊN EHLAQÎ Û POLÎTÎK –XI-“Rojenîkirina Îslama Mihemedî”
Piştî mît û mîtosan gotin di cî de be olên wekî yahûdîtî, xiristiyanî û îslam, her çiqas di derketinên xwe de ji bona sûda gelan bûbin jî, lê piştre fena bangeranekê li ser gelan derbas bûn û ew roj ev roj e bandora xwe winda nekirine.
Mijara olan ji bona derbarê exlaq û polîtîkayê de bibine xwedî nêrînek gelek girîng in. Rêber Apo di her parêznameyên xwe de li ser vê mijarê disekine. Ji ber ku ol, bi hezaran salan e li ser zihniyeta civakan bandor dikin û bûye amûreke bikaranîna desthilatdaran.
Di nivîsên borî de me kêmek bahsa xirîstiyanî kiribû. Di vê nivîsê de jî li ser misilmantî û Hz. Mihemed bê sekinandin wê baştir bibe. Di dema derketina Hz. Mihemed de pevçûna kar-sermaye-baziganî ya Sasanî û Bîzansan heye. Êdî hatiye rewşeke wisa, gelên li herêmê ji van pevçûnên wan têr bûne û ne razî ne. Ew dem bajarê Mekke di dest arîstokratên eşîrî de ne. Pêşengiya van eşîratan jî Kureyşî dikin. Ev eşîr di nava sevk û sefayê de dijîn, digel vê jî gel xizan e û yozbûn bê ser û ber e. Hebûna jinê heye an tuneye ne diyar e. Heta tê gotin ku bi saxî binax dikirine. Di rewşeke wisa de bendewariyeke kesek were wan xelas bike heye.
Ew dem Hz. Mihemed li karwanê Xetîce dinêre. Yanî di navbera wan de têkiliyeke bazirganî heye. Wisa dixuye ku Xetîce dixwaze hinek gavan bavêje, bes ji ber ku di zihniyeta civakîbûna wê demê de, gavên ku bavêje bi sînor in. Lewre kesek fena Hz. Mihemed ji bona bandora eşîran bişkîne, ji bona ereban ji vê tengavbûna bazirganî derxîne guncav e. Jixwe dema ku yekem car Cebraîl dikeve xewnê û ew ayeta yekem ku li hev pêçêyayî ye dide Hz. Mihemed û dibêje “bixwîne” sal 610 e. Yekem Xetîce baweriya xwe pê tîne, yanî mûrîda yekem e.
Bes li hember vê yekê bêguman eşîrên arîstokrat bêdeng namînin. Her diçe Hz. Mihemed li Mekkê tengav dikin û ber bi Medînê Hîcret dest pêk dike. Li wir jî propaganda didome. Li wir di warê civakî de Wesîkaya Medîne bi pêş dixe. Ev wesîka an hevpeyman xwedî qerekterek demokratîk e. Yanî meyl ber bi Şaristaniya Demokratîk e. Di vir de taybetmendiyên civaka exlaqî û polîtik hene. Ji ber ku tu armanceke Hz. Mihemed ku dewlet ava bike û sîstemeke xwe dispêre arîstokratan nîn e. Ew dem mizgeft ciyên ku pirsigirêkên civakî têne nîqaşkirinê ne. Fena meclîsên gela ne. Gel li vir biryarên xwe bi xwe digirin. Tevlîbûna civakî esas e. Heta ew dem jin bi rihetî tevlî van civînan dibin û nêrînên xwe tînin ziman. Xwendina azanê xizmeteke mizgeftê ye. Dîsa hemû rîtûelên ku têne zanîn xizmet in. Berjewendiyên şexsî yên tu kesê/î di vê de nîn e. Li rastê çîn nîn e, desthilatdarî nîn e, xwe pirzamanî îfadekirin heye. Piştî ku Hz. Mihemed ji Medîneyê dizivire Mekkeyê, li hember Kureyşiyan artêşek ava dike û diçe ser Mekkeyê. Ên ku ew roj ji dil û cewher de îslamê ecibandin û mûnafiqên wekî Kureyşiyan tev bi hev re bawerî bi Hz. Mihemed anîn. Lê di rastiyê de ya ku Kureyşiyan kir xapandin bû. Jixwe piştre Ebû Sûfyanê Kureyşî ku Muaviye kurê wî ye, îslamê bi tevahî yoz kir û ev riya ku wî vekiriye mûnafiqên wekî rêxistinên AKP di roja me ya îroyîn de didine jiyandin.
Ew dem tu fikreke şaristaniyeke çînî-dewletparêzî nîn e. Jixwe bi vegera Mekkê re Kûreyşî jî, îslamê bi dirûtî dipejrînin, Lê di esas de yên ku dewlet an desthilatdariyê hedef dikin, ev derdor in. Rêber Apo derbarê vê pêvajoyê de diyar dike ku, ew dem sîstema heyî xwedî qerekterek komarî ye. Ku ew dem komar bi ser bikeve, wê şaristaniya demokratîk derketina pêş. Ya ku dibe li ser wefata Hz. Mihemed destpê dike.
Piştî ku Hz. Mihemed wefat dike, sê roj û sê şev li ser wî şerê desthilatdariyê tê kirin. Ap, jin, zava, keç, mûrîd, dijminên wî hemû dikevine nava pêşbaziya desthilatdariyê. Yekemîn xelîfe Ebûbekir e, piştre Omer tê ser kar. Bedewî ji vê rewşê aciz in. Ji ber ku di avabûna îslamê de pêşeng ew in. Di hemû şeran de ked û bedelên herî mezin ew didin. Li hember desthilatdariya heyî, serî radikin. Omer meyla van raperînan dide derve. Bi milyonan mûmîn, li ser pişta deveyên xwe, bi baweriyeke wisa ku Xweda dinyayê diyariyê wan kiriye û dest bi fethan dikin. Di vir de Omer, ev qewmên di valahiyê de mane û xwedî bertek in, ber bi fethan ve meyl dide wan. Heta ew dem gotineke Îbnî Haldûn derbarê ereb-çol-bedewiyan de heye û wiha gotiye; “Ereb didize, deve jî dibe çolê” Fraudel wan wisa binav kiriye; “Tevgera Fethan a Qewman” Tabî di vir de destpêkê dewletparêzî nîn e.
Nakokiya herî mezin ev e ku pêvajoya Medîne cuda ye, fethên bi bedewiyan û şerên desthilatdariyê cuda ne. Nakokiya herî mezin di îslamê de ew dem tam kûr dibe. Digel ku pêvajoya Medîne tam dijberî desthilatdariyê ye, bi Omer re rewş diguhere û Kurdistan jî di nav de bi serê şûr komkujiyan dikin. Ew dem Xaricî dewletbûyînê qebûl nakin. Yên wekî Hesen Sebah di vê qerekterê de ne. Ji ber ku ew desthilatdariyê ji îslamê re xiyanet dihesibînin. Ew jî encax dikarin 30 sal li ber xwe bidin. Jixwe piştî mirina 12 Îmaman îslam rengekî çînî-dewletparêzî û fetihçî digire. Li hember vê bi dehan mezhep dertên. Yanî wisa bi tevahî çûyîna desthilatdariyê çênabe. Milek di qerekterê şaristaniya demokratîk de ye û vê rewşê qebûl nake.
Niha di vir de du îslam dertên holê;
Yekemîn; îslama dewletbûyî. Sûnîtî, Şîatî di nav vê de ne.
Duyemîn; îslama ku nebûye dewlet. Ev jî xaricî û elewî ne.
Bi hatina Osman re ku ji Emeviyan e, zû tê kuştin. Wê demê kurê Ebû Sûfyan Mûaviye waliyê Şamê ye. Ev jî kuştina Osman dike hincet ku heyfê bigire. Piştî gelek teşqeleyan ku Elî dibe xelîfe, ew jî tê lîstokan. Bi Ayşe re dikeve şer. Di şerê herî girînde bi rûpelên Qur’anê ku di serê şûran de ye bandor dibe. Keys dixe dest mûaviye.
Di vê navberê de pevçûn û nakokiyên xiristiyanî û îslamê jî di bingeha berjewendî, bazirganî û fethan de kûrtir dibin. Ne çavên xirîstiyanan têr dibe, ne çavên qaşo misilmanan têr dibe. Her desthilatdariya ku tê ser kar, îslamê ji bona desthilatdariya xwe bikar tînin. Ev jî her diçe îslamê yoz dike û ji îslama Mihemed dûr dixîne. Di heman demê de di xirîstiyanî de jî ji ber nakokiyan pirsgirêkên civakî giran dibin. Her diçe hişk dibe. Engîzasyon li dar dikevin, li ser navên Xwedê şeran li dar dixin û li ser navê Xwedê efû dikin. Miftên bihûştê difiroşin. Ew dem Martîn Lutter bi 99 xalan derdikeve. Ev di xirîstiyaniyê de gavên reformî ne.
Jixwe ayet bixwe Projeyên Civakî ne. Hetanî ku Hz. Mihemed sax bû wê van projeyan çawa şêwe bigirtana, wê çawa bibûna desthilatdariyeke siyasî ne diyar bû. Lewre ev bûn sedemên pevçûnan. Bingeha pevçûna di navbera Elî-Mûaviye jî ev e. Elî Mihemedî ye. Destpêka Ehlî Beyt e. Bes rewşa siyasî ya di dema Hz. Mihemed de zelal nebûbû, Eşîreta Kureyşiyan cudatir dixwestin împeratoriyek ava bikin. Di van pevçûnan Hesen jî Hûseyîn jî têne kuştin. Xelîfetî dikeve dest Mûaviye û xelîfetiyê dibe Şamê. Bi vê guherînê re êdî qada bazirganiyê dibe Behra Spî. Piştre Ebasî asta şaristaniyê dibine qonaxeke din.
Dema ku di xirîstiyaniyê de yên wekî Martîn Lutter rê li ber reforman vedikin, berevajî vê di îslamiyetê de jî yên wekî Îmam Gazalî xezebê tînin serê îslamê. Her cure nîqaş qedexe dibe û pêşketinên di îslamê de dicemidînin û hê jî ew qeşa nehatiye helandin.
Di îslamê de mijareke dîtir, ev ol a ereban e an wê belav bibe bû. Piştî mirina Hz. Mihemed, desthilatdarên ku temsîla îslamê dikirin, nedixwestin her kesî bikin misilman. Ji ber ku bibûna misilman, nikaribûn ji wan bac bigirtana. Dîsa qedexe bû ku malên misilmanan bê talankirinê. Ev tengbûn bi Abasiyan re derbas dibe. Abasî îslamê tînin asta şaristaniyê. Ew jî di sala 1248’an de ji hêla moxolan ve têk diçin. Di îslamê de bi taybetî pêşketinên di navbera sedsalên 7 û 10’an de gelek bi lez in. Li Îspanyayê împeratoriya Îslam Endulis ava dibe. Di sala 1453’an de Fatih Siltan Mehmet Bîzansan belav dike. Stenbol dikeve dest.
Îslama ku bi derketina xwe re ji bona xizan, kedkar û gelan bû hêvî, ket dest mûnafiqan. Îro her hêz, dewlet, rêxistinên qaşo li ser navê îslamê tevdigerin, xiyaneta herî mezin li Hz. Mihemed dikin. Ji ber ku îslama ku Hz. Mihemed ne ev e. Îslama Hz. Mihemed xwedî qerekterek demokratîk e. Ji bona ku em dirûtî û mûnafiqiya hêzên wekî AKP, Cemeata Gulen û ew caniyên Hîzbûl-Şeytanokan derxînin holê, pêwîstî bi rojanîkirina Îslama Mihemedî heye.
Deştî Artim
- Ayrıntılar
Hêjmara 15 ji bona civaka Kurd, hêjmareke balkêşe. Hem cihê şanaziyê ye û bextewariyê ye, hem jî cihê xemgîniyê û şînê û axînê ye.
Dema ku hêjmara 15 li gel heyîva Tebaxê ango gelawêjê bê ser ziman, Kurd hemî kêfxweş dibin, lewra 15 Tebaxê roja serhildan, berxwedan û singvedana li dijî Nemrûda ye û hêviya azadiyê ye.
Lê belê dema ku ev hêjmar bi heviya Subatê(Reşemî) re tê gel hev, ji bona civaka kurd dibe rojeke erjeng, tarî, reş û zulûmat. Lewra Bêbextiya dîrokî li dijî hebûna civaka Kurd, di vê rojê de despêdike. Berî her tiştî ev bêbextî di odeyên kûr û tarî yên istixbaratên İnglîz û siyonîzma cîhanî de tê kelandin û pijandin. Li ser destê İsmet Înonû û Fewzî Çeqmeq’ê ku bi esl û feslê Yahûdî ye , 15’ê subata 1925 an dibe roja bêbextiya navnetewî li dijî hebûna Kurdan mîna civak, çand, ziman û nasname.
Ev leyîstok, dek û dolab ne bi destê Serok Komarê Tirkiyê yê wê demê, her weha bi destê sîxurên İngilîzan tê pêkanîn. Heta bi awayekî veşartî û sergirtî, Mustefa Kemal mîna Şêx Seîd nebe jî, dibe qurbanê vê bêbextiyê.
Di roja 15’ê Subatê de ku Kurd jê re dibêjin Reşemî(ango hêviya reş) di sala 1925 an de, Fewzî û İsmet komek leşker dişînin gundê Şêx Seîd û du leşkeran jî didin kuştin, di heman demê de çeteyên îtîhat û tereqî(nîjadperestên Tirk) jî dikevin sûka Amedê û dikan û bazargeha dişelînin û dişewitînin, di heman demê de dibêjin em leşkerê Şêx Seîd’in “rabin serhildane!”. Bê guman Şêx Seîd haj vê meselê hemiyê nîne, lê belê bê çare dimîne ku dest bi serhildana ku navê wê serhildana “Şêx Seîd” bike.
Ango ev serhildan bi kelandin, pijandin û sorkirina İngilîzan û Siyonîzma cîhanî çêdibe. Armanc eve; şerekî li ser bingehê neteweperestiyê di navbera Kurdan û Tirkan de heta sed salî derxîne holê. Ji bona ku İngilîz siyaseta xwe ya bi nav û deng “perçebike û birêve bibe” di rojhilata- navîn û dinyayê de serdest bıke gelek bêbextiyên weha kirine. Mînak, şerê di navbera Ereban û Yahûdiyan de. Ango herdu aliyan jî (Komara Tirk û Kurdan) qels û lawaz bike û li ser wan siyaseta xwe ya ezperest û kedxwar bide meşandin.
Lê belê 15’ê Reşemiyê(Subatê) di dawiya sedsala bîstan de, ku bi destê heman hêzan hate pêkanîn(İsraîl, İngilîz û Emerîka), navrûk û şêweyê wê li gora dem û cih hinekî cudaye. Ji ber ku vê carê di kesayeta Rêber APO de, tevayî rojhilatanaverast bû armanca destêdana(mudaxeleya) vê bêbextiyê. Raste, dîlgirtina Rêber APO di 15’ê reşemiya sala 1999’an de, bi 15’ê reşemiya sala 1925’an re hevdeme, ango bêbexta ev roj girêdayî pîlansaziya xwe ya berê ku li dijî Şêz Seîd û hinekî jî li dijî M. Kemal birêxistin kirin. Lê belê vê carê “War ew ware, lê bihar ne ew bihare”. Ne gelê Kurdistanê gelê berê ye, ne jî Rêberê vî gelî Şêx Seîd’e.
Rêber APO di kesayeta xwe de felsefe û rêxistin û siyaseteke wisa derxist holê, ku hemî Ferewn û Nemrûdên vê demê bibin yek jî û wî mîna promîte(promîtos) di zinarên deryayê de çarmîx bikin jî, dîsa wê ew biserbikeve. Di rastiyê de jî em dibînin ku ev felsefe, rêxistin û siyaset bûye cewherê civaka Kurdistanê. Êdî Rêber APO bûye nemir, ji ber vê çendê em dibînin ku îro qirik li hêzên bêbext ziwa dibe. Lewra serkeftina Rêber APO û gelê Kurdistanê, di heman demê de, tê wateya binkeftina hêzên bêbext(komploger) li tevayî rojhilatanaverast. Ji ber ku van hêzan bi girtina Rêber APO xwestin ku bi mudaxeleya Îraqê, rojhilatanaverast bikin gola xwînê ku tu carî herikandina vê xwînê raneweste! Her çiqas hinek armancên xwe pêkanîbin jî, lê belê di dawiyê de li xwe mukir(itîraf) hatin ku biserneketine. Bê guman felsefeya Rêber APO ya ku sazî û hişmendiya dewletê rewa nabîne û napejirîne, rolekî sereke di vê encamê de leyîstiye. Lewra ev felsefe pişta xwe dide civakê, pişta xwe dide sazî, hişmendî, sinc(exlaq) û cînavka(wijdana) civakê ya xwezayî û dîrokî.
Belê, di 15’ê Reşemiya(subata) 2011’an de Rêber APO, Şehîdên şoreşê, gelê Kurdistanê û rojhilatanaverast bıserkeftîne, di heman demê de İngilîz, Emerîka û hemî Nemrûd û Ferewn binkeftîne. Lê belê tekoşîn bi dawî nehatiye û bi dawî jî nayê! Lewre hêzên bêbext(komploger) hêjî di odeyên tarî de rûniştîne û 15’ê Subatên nû amade dikin. ji ber vê sedemê pêwîste ku hemî gelên herêma rojhilatanaverast, hewl bidin ku li ser hîmê felsefeya Rêber APO milê xwe bidin hev û heta ku azadiya xwe pêkbînın û tovê civaka azad û demokratîk li vî xakî şînbibe.
- Ayrıntılar
Demsal guherî. Zivistan bi hemû hêza xwe bi carekê hate. Berf, baran li hemû deverê hatina zivistanê dipeyitîne(îspat). Her demsal bi rengê xwe jiyana hemû zindiyan mîsoger dike. Piştî payizeke zuha zivistanê xwe nîşanda. Axa bîrçî tînahiya xwe hinek be jî derbaskir. Payizan hemû zindî amadekariyê xwe ji bo zivistanê dikirin. Neha jî ji bo zivistaneke aram derbasbikin li baregehê xwe ne. Moriyan hemû bi hevre barê ji xwe meztir li pişta wan li mala xwe ya binerdê bi qûtê zivistanê dagirtine. Sivorî dar dar geriyane û qûtê xwe yê zivistanê amadekirine. Welhasil hemû zindî amadekariyê xwe bidawî kirine.
Gerîla jî amadekariyê xwe yê zivistanê bidawî kirine. Hemû amadekarî bidawî dibe û ji bo zivistaneke berhemdar ji bo amadekariyê biharê, heyameke nû di warê bîrdozî, polîtîk û leşkerî xwe amadedikin. Piştî heyameke bi tevger û zivistaneke mîna pêvajoyê germ, germ derbasbibû, zivistan li çiyayan jî destpêkir. Ev zivistan diyar e wê pir sar bibe. Lê wê pêvajo berowajî wê germ derbas bibe. Wê ev zivistan bibe zivistana ku hemû aliyên pirsgirêka kurd bê nîqaşkirin.
Roj nîne ku di rojeva Tirkiyê de pirsgirêka kurd neyê nîqaşkirin. Nêrînên Rêberê Gelê Kurd li her platforman tê nîqaşkirin. Rêberê Gelê Kurd di hemû hevdîtînên xwe de ji bo çareserkirina pirsgirêkê nêrînên maqûl tîne ser ziman. Beramberî hemû nêzîkatiyan Rêberê Gelê Kurd alternafên cûda pêşkêş dike. Ji bo vê zivistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi nîqaşên erênî derbasbibe Rêberê Apo bi bangawaziya bêçalakitiyeke heta hilbijartinan kir. Tevgera Azadiyê jî bersiveke erênî da vê bangawaziya Rêberê Gelê Kurd.
Lê mixabin hukumet û çapemeniya tirkan hemû hewldanên Rêberê Gelê Kurd berovajî dizîvirinin û dilxerabiya xwe cardin nîşandidin. Rêber Apo gote ezê di meha adarê de nîrxandinên berfireh bikim lê wan gote dema agirbestê paş ve kişandiye. Nizanim şer dixwazin û hezar û yek berowajî kirin…
Gote fethullahçî jî dikarin ji bo çareserkirina pirsgirêkê li Rojhilata Navîn roleke erênî bilîze. Rêber Apo gote tu kes nikare biryara çekberdanê bi tena serê xwe bigre, wan gote nizanim gefan li kê dixwe., derveyî xwe tu kesî napejirîne û hwd. bi kurtasî hemû hewldan û nêrînên Rêber Apo dixwazin vala derxînin. Lê tu kes nikare ser rastiyê binuximîne. Şar dûr be mişar ne dûr e. Ew çiqas tune bihesibînin jî, berowajî jî bikin; gelê kurd êdî hişyar bûye. Îrade ya xwe beyan kiriye. Çiqas hewldidin bila bidin çiqas berowajî dikin bila bikin nikarin hebûna kurd êdî tune bihesibînin.
Çawa ku tîr ji kevanê derkeve, fîşek ji tivingê derkeve û axaftina bi lêv bibe, geleke hişyarbûyî û xwe naskîrî ‘mina gelê kurd’ tu kes nikare wî gelî vegerîne heyama dawî. Demeke ku kurdan bi dizî kurdî diaxifîn, hinekan jî ji kurd bûna xwe şerm dikirin. Lê îro tevî hemû zext, girtin, binçavkirin, lêdan û hezar û yek rê û rêbazên çewsandinê fêde nake û bi kurdê hişyarbûyî gavan paş de navêje. Bi hezaran gerîla li çiyan ji bo azadiyê û parastina civakê têdikoşe, bi dehhezaran kurd ji bo bêdengiyê û tunebûne napejirînin li girtîgehane. Û ya herî girîng gel li ser piyaye û xwedî li nirxê xwe derdikeve. Ji xwe tirsa pergala desthilatdar jî herî zêde ji hişyarbûyina gelê kurd e. Ji bo vê jî qaşa gelek sererastkirin û guhertin kirine. Lê encam neguheriye. Her çiqas guhertinan bikin jî armanca wan ewe ku hemû riyên guhertinê derkeve riya ku ew dixwazin. Ji xwe du rû ne, dema siyasetmedar diaxifin, xwendekar bi kurdî diaxivin wan tewanbar dikin, di runiştinên dadgehan de weke ‘zimanê nayê zanîn’ tê binavkirin. Lê ew kanaleke bi kurdî ku tenê kurdên xwefiroştî tê de cîh digrin weşanê dike nesûce. Dema parlementerên BDP di meclîsên de bi kurdî diaxife di derheqê wan de dozan vedikîn û bertekên dijwar nîşandidin. Lê dema dora peyvê tê wan dibêje herkes azade, dikare biaxife û hwd. Lê axaftinê êvara dikin bi roj jibîrdikin. Pêşiyên me vala vala ne gotine ‘axaftinên êvara dikeve kunê dîwara’.
Ya ez dixwazim bêjim ji xwe dewlet durûye, naxwaze gelê kurd bi vîna xwe biryaran bigre û rêxistingeriya xwe xurt bike. ji ber ku tu hêz nikare bi gelekî rêxistinbûyî. Ji ber wê li dijî xweseriya demokratîk ew qas bertek nîşandan. Ji ber kurd êdî wê xwe hewceyî wan nebînin, pirsgirêkên heyî wê di navbera xwe de çareser bikin. Ya jê ditirsin eve ji xwe.
Rojên pêşiya me meha sibatê heye. Meha di mejiyê gelê kurd de cîheke reş girtiye. Wê civaka kurd bi serhildan û çalakiyê xwe vê mehê û komployê şermezarbikin. Pergala ev 12 salin Rêberê Gelê Kurd li giravê digri, lê endamên hizbulkontra ku di salên 90’î de bi hezaran reşkujîya navê wan derketine. Lê bi carekê de hemû berdan û piştre qaşo xwestin bigtin lê nema kes ji wan dîtin an dixwazin civak wusa bizanibe. Nêzîkatiyên hukumeta AKP’ê hêvî nade lê ger dema em xurbin, rêxistingeriya xwe xurt bikin, tu hêz nikare pêşiya gelan bigrin. Gelê me her ku xwe li gorî xweseriya demokratîk bi rêxistin kir wê ew qas kêm hewcedariya wan bi dewlet û hukumetê çêbibe. Ji ber wê roj û mehên li pêşiya me gelekî girîngin. Hukumet û pergala heye her çiqas naxwaze gavên erênî biavêje û berjewendîpereste, bi çalakiyên demokratîk û hûnandina meclîsan wê wan mecbûr bihêle ku gavan biavêjin. Ji xwe maf nayê dayîn, tê girtin. Ev mafê me yê xwezayiye. Em kurd in û emê bi kurdî biaxifin, em arî ne û bi hezaran sale em li vê erdnigariyê dijîn û tu hêz nikare me jê biqetîne. Ev çiyayan bi hezaran salan ji me re malavaniyê dikê, dikare bi hezaran salê din jî bike. Tenê em hêza xwe bizanibin û li gor wê tevbigerin. Ji lewra hêza mirov (bi civaka xwe re) têra hemû tiştî dike, û tu tişt nikare jê re bibe asteng.
Ji bo gelan yekane riya rizgarî û azadiyê rêxistinî û yekîtiye. Ji bo vê jî keç, xort ciwan, jin û kal hemû kes divê bê rêxistin nemîne. Nemaze gelê me yê zext, zorî û bi tunehesibandinê re rû bir û maye, herî zêde pêwistiya xwe bi rêxistingeriyê heye. Ji ber wê diruşmeya me ya 2011’an bibe ‘werin rêxistiniyê, bila tukes bê rêxistin nemîne’ ye.
Salar Mendo
- Ayrıntılar
Wek encamên têkoşîna Azadiya Gelê Kurd roj bi roj kêlî bi kêlî qeydan û zincîrên koledariyê tên şikandin. Her dilopek xwîna keç û xortên kurdan dikeve ser çiyayên Kurdistanê qeydan û zincirên koledariye diheline û hêza dagirkeran dimirçiqîne. Her pêlekî bîrdoziya Serokatî li İmrali’yê radibe gelê kurd re dibe vîneke pola û jiyanek azad. Ji ber bilindbûna û geşbûna tirêjên Rojê her kelî Kurdistan ronîtir dibe û ev rewşa heya azadiya Roja bilind wê berdewam bike. Îro jî bi nîqaşên xweseriya demokratik ve qada ku roj bi roj roni dibe qada zimanê kurdi ye.
Piştî ku gelê kurd biryar da û got ku wê zimanê kurdî di hemû qadên jiyenê de bi kar bîne, gelê kurd ê demekî nikaribû qasetekî kurdî jî guhdarbike, wek axa ku bi salan ji avê hatî dûrxistin ber bi zimanê xwe ve herikî. Êdî em dibînin ku her sûkên Kurdistanê de gel, ji bo xwedî li kurdî derkevin ketine nava pêşbirkê. Bê guman ev rewş berî her tiştî mirov hem bi çoş dike hem jî mirov xemgîn dike. Sedema kêfxweşiyê ew e ku dagirkerên ku salane nikaribûn kurdan û zimanê wan kurdi tune bikin ji ber hêz û îradeya kurdan û bi saya serê Têkoşîna Azadiya Kurdistan binketin. Sedema xemgîniya mirov jî ew e ku divê xwedî derketinê de qadeke herî girîng kes bala xwe nade wê
Bê gûman di têkoşîna zimanê kurdî de qadekî herî girîng qada rojnameya Azadiya Welat e. Wek tê zanîn bi encama têkoşîna salan Azadiya Welat biserket û wek berfînekî zext û zor şikand û cihê xwe yê wek rojnameyek rojane di firoşxaneyan de girt. Belê ev zor û zehmetî her çiqas di roja me de jî berdewam bikin jî Azadiya Welat di xwedî derketina zimanê kurdî de erka xwe pêk anî û rola xwe list. Lê mixabin di serî de xebatkarên qada siyasî û xwendevanên kurd taybet jî yên zaningehan û gelê kurd li hember Azadiya Welat erka xwe bicîh neanî.
Belê îro tenê hejmara rêvebir û xebatkarên partî, sazî û dezgehên kurdan bi hezaran e, tenê hejmara xwendekarên kurd ên zaningehên tirkiyê û kurdistanê du sed hezarî zedetir e. Tenê ew her du beş ji bo jiyan bikin rojê herî kêm qedehek av vedixun wisa jî ji bo jiyankirina çand û zimanê xwe rojnameyek Azadiya Welat bikirin û bixwinın wê tiraja Azadiya Welat bi sed hezaran derbas bibe. Ger em beşên civakê ên din jî tevlî bikin bê guman Azadiya Welat wê bibe rojnameyek tiraja wê herî zêde. Lê mixabin îro ev tiraj tenê 5-10 hezar e. Ev jî berî her tiştî şerm û nakokiyek me ya herî mezin e.
Ji bo em bikaribin xwe ji vê şermê rizgar bikin û xwedî li derketina zimanê kurdî geş bikin û zimane xwe standart û serkeftî bikin pêwist e hema di niha de em destpê bikin û her roj çawa bê xwarin û vexwarin em nikaribin bijîn wisa jî em herî kêm her roj hejmarek Azadiya Welat bistînin û li hember dîrok û taybet jî li hember zimanê kurdî em erka xwe bi cih bînin
Mem Amed
- Ayrıntılar
Her demsalekî di hindirê xwe de cîhanekî nepenî dihewîne. Cîhan jî bi xweşikbûna her demsalekî re çavê xwe ji xewa mirinê dişû. Mîna zarokê ji nû ve di deryaya çavê dayika xwe de wata jiyanê hîs dike.
Jîyan jî hebûn û hestên xwe bi van demsalan tîne ser ziman û bi her demsalekî re jî mirovahî xwe nû dike û şerê jîyan û mirinê ji nû ve destpêdike. Xweza bi bedewbûna xwe mîna heyva çardeşevî rêwîtiya kerwanê azadîyê dike.
Havîn bi ked û xwîdana xwe, li deşta rojê meydana şahsiwarê gerdûnê digerîne û li pey xwe kefenê mirinê diçirîne. Qêrîna Zivistanê bi tûndî dixwaze serdestîya cîhanê bike û li ser erşê ezmanan rûne. Pelçemokê daristanan jî li ser şopa payîzê serhildana û qîrîna gelan bi rê têxe.
Lê di nava giyan û xweşikbûna van çîyayan de, jîyan xwe bi rengekî cuda tîne ser ziman. Xweza bi gerîla re rêwîtiya jîyanê dike û gerîla mîna koçerekî bi her demsalekî re govenda zayînê digerîne. Mîna bazan hêlîna xwe li navsera çîyayan dihûnîne û tîrêjin rojê hembêzdike. Li ser dêmê xaka kevana zêrîn û li ber bejna simbilên bi xêr û bereket dilan sermest dike .
Erê! Gerîla evîndarê jîyana xwezayî, deng û rengê wê yê bê mirin e. Mîna ava çem û deryayan tim jîyanê zindî dikin, ji çîyayan bilintir û ji deryayan kûrtir, mîna Buharê bi xeml û xêlin. Ewin dengê xaka pîroz, keskesora Cûdî, Gabar û Zagrosan. Mîna şahdemarê gîyanê jîyanê, bi hev re bûne dost û heval. Mîna pepûleyan ji çîyayekî ta çîyayekî û ji deştekî ta deştekî, bi yek dil û vîna xwe, bedena şûn waran dixemilînin. Ewin dîyarîya xaka bereket û hebûna gelê bindest. Ji bona wan sar û serma ne xeme, ji ber ku dilê wan her dem germe û ji bona azadiyê her tim lêdide. Çîya ji bona wan dîroka zayîna însan e, roj û şevên wan mîna şewqa stêrkan tim geşin û diçirisin. Rêwîtiya wan a jîyanê, mîna mîlê demjimêrê, tu rawestgihan ji bona xwe nasnake. Ji ber ku tama jîyanê li van waran pir cudaye û mirov di nava vê jîyanê de ji nû ve xwe nasdike û bi keda destê xwe û vîna azad jîyan dike û her hewildanê wî ji bona efrandina jîyaneke nûjen e. Di eynika rastîyan de xwe ji nû ve dibîne û jîyanê mîna dayikekî bi hemû hêza xwe hembêz dike. Ev jîyan mîna xwezayê her tim zindî ye û ji mirovan re dibe guh, çav û ziman. Mirov tê de bi çavê xwe xweşikbûna jîyanê ji nû ve hîsdike, bi zimanê xwe jî ji nû ve peyvan li pey hev rêzdike û rastîya vê jîyanê li ser rûpelên dîrokê xêzdike. Mîna wêneçêkerekî bi telîyên xwe yê zêrîn li ser bedena xaka pîroz wêneyên zindî xêz dike.
Her tiştê vê jîyanê, ji bona wan hesan dibe, ji ber ku armanca wan mezinin û hêviyên wan yê jîyanê mîna çîyayan bilindin û mîna deryayan kûrin. Di şer û cengê de mîna lehengan meydanê dixwînin. Ne germahîya Havînê bi dijwarîya xwe û ne jî bayê Payîzê û berfa Zivistanê bi sir û seqema xwe zora wan dibe. Ji ber ku ew di deryaya dilê xwe de hêviîyên Buharê dihewînin û mîna berfînan berxwedan bûye parçek ji jîyana wan.
Jîyan bi xwe ji bona wan perwerdeya herî mezin e, ji bona wê her bîskê demên wan tijî ye. Bi şev û roj û di her şert û mercan de ew xwe perwerde dikin. Mîna ava ku ji bin belekîyê berfê dizenzile û li ber tava Buharê diçirise. Ew jî bi riya vê perwerdê dil û mejiyê xwe paqij dikin. Rêwîtîya wan rêwîtîya azadîyê ye û mîna pêlên deryayan tu sînoran ji bona xwe nasnakin.
Her demsala Zivistanê ji bona wan destpêkeke nû ye û vegotina hemû demsalan xwe di wê demsalê de tîne ser ziman. Ji ber ku ew jî mîna xwezayê di her Zivistanekî de xwe ji bona zayînekî nû amededikin. Piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj, ji nû ve xwe ji bona nûrojeke bi serkeftî bi riya perwerde û ji nû ve avakirinê, xwe bi hêz û coş dikin. Ji ber ku ew jî mîna her zindîyekî li ser rûyê vê xakê jîyan dike, bi hazirî û tevdîr tev digerin. Ji bona wan demsala Zivistanê demsala perwerde û amedekarîyê ye. Lewra di vê demsalê de, xwe ji nû ve di ber çavan re derbasdikin, kêm û kurtîyê xwe nasdikin û mîna av zêmê xwe her tim nû dikin. Bi coş, heyecan û kesayetîyeke nû, rêwîtîya xwe didomînin û mîna birûskê dixwazin cîhanê bi remanê xwe ronîbikin û sînorên di nava dilan de bihelînin.
Li ser çîyayan mîna kovî û xezalan govenda zayînê digerînin. Li ser dijmin de mîna şûrê Guhderz û gurzê Rustemê zarin. Bi kêf, şadî û bi dilekî tijî evîn mîna gulên Buharê, cîhanê tev hembêzdikin. Her tim xwe bi rext û fîşekan dixemlînin, ji bona wan çek mîna parçeyekî ji canê wane û bê wê dijmin nayê rê. Ji bona vê yekê her tim ew dixwazin, bi riya perwerdeyê hîn bêtir serwerîya xwe li ser xurtir bikin. Dengê wê li ser dijminan mîna dojeh û qebristanê ye û ji bona dost, heval û gelan roja cejn û tolhildanê ye. Ji bona wê, ew di şerê xwe yê jîyanê de, ji bona xwe tu qeyd û bendan nasnakin. Bi qêrîna xwe dîwarê zindanên tarî li ser dijmin de dihilweşînin. Bi dengê û agirê çek û remanê xwe neyar û dijminan dişewitînin.
Ji bona wan her demsaleke Zivistanê amedekarîya Buhareke nû ye, ji bona vê yekê ew xwe ji her milî ve ji bona şer û cenga giran amede dikin. Mejî û dilê xwe bi riya perwerdê paqijdikin û dixwazin ji bona Buhareke nû di meydanê de li beramberî dijminê xwe serkeftîbin. Mîna roja ku tarîya ewrên serdestîyê tar û mar dike. Ew jî bi hatina her Buharekî re bi xwîna xwe ya dikele û hestên xwe yê ku bi asoyên azadîyê av dane ser çopîya jîyanê dikşînin.
Erê ew gerîlane, mîna evîna pepûle û gulan û heskirina çeman ji deryayan re, her tim bi hêvîya xwe gihandina rojên azad tevdigerin. Ji ber ku azadî di serî de ji bona xwezayê û her zindîyekî ku di nava vê xwezayê de dijî pêdivî ye û ew mîna av, nan û hewayê, ji her mirovekî re pêwîste. Ango her însanekî dikare bê av û nan heyanî demekî jîyanbike, lê nikare bê azadî jîyanbike.
Dibe ku jîyana gerîla hatibe bihîstin û guhdar kirin an jê bi dîmenan hatibe temaşekirin. Lê ev tevger tevgera şehîdan e û tenê yê ku di nava van rastîyan de jîyan dikin û her roj ji bona jîyaneke azad li beramberî mirinê şer dikin. Hîn bêtir wata vê jîyanê hîsdikin û bi dil, can û xwîna xwe hembêz dikin.
Hamid Dêrik
- Ayrıntılar
Dem baş mirovê di ruh de azad dijî. Dembaş mirovê navê wî li ser dilê însana hatiye neqiş kirin. Bûye xewn û xeyalê hezar mirovan. Şoreşgerê li Îmralî li berxwe dide, gelo ew însanekî çawa ye? Herkes mereq dike ku nasbike. Vê mereqê deriyê zanistê ji herkesî re vekiriye. Dibe ku ber bi azadiyê ve gav avêtin, yek je merqbun be
Di çavê şoreşgera de min mezin bûna te hîskir. Ji devê pîr û kala min navê te bihîst. Di mejiyê min de tu bûye afsaneyeke veşartî. Afsaneyeke xwediyê wê jiyan dike. Raste ewqasî hesan nîne mirov wî bibînê.Lê belê min ti carî texmîn nedikir ku ew afsane wê têkevê nava çar dîwara de. Lewra hevoka (Rêber APO hate girtin) kesekî cesaret nedikir bi lêv bike. Mejî û dilê kesekî ranedikir ku wê hevokê bibhîsê. Kesekî bawer nedikir ew afsane di wê tarîtiyê de bijî. Eger dil û mejiyê mirovên Kurd dîlgirtina te qebûl kiribana, canê xwe parçe nedikirin. Însanên dagirker ewqasî bê wijdanin, dîlgirtina te li xweşiya wan çû. Lê belê nepirsîn dil û mejiyê çiqas însana bi dîlgirtina te re hate dîlgirtin. Hestên ku mirovên Kurd di wê rojê de jiyan kirin tenê xezebên ku têne serê cîhanê dikarin xezeba wê rojê bidin îfade kirin.Di carekê de tarîtiyeke kor bû sîber li ser mirovahiyê. Ne xema neyara bû însanên Kurd çawa êşiyan. Niha ji xwe re digotin “ Kurd çawa be jî fêrî êş û qutbûnê bûne” lê belê qet texmîn nekirin girtina te wê agirê têkoşîn hîn gurtir bike. Roja tu hatî girtin ji zaroka bigre heta pîr û kalan hîskirin nırxê wan yê herî mezin di destê dijmin de ye.
RÊBERÊ MİN...
Însanê ji mirovahiiyê hezdike û li hemberî zoriya xwe nadê paş. Zoriya tehemul dike û bê çare namînê. Xwedî li sozên xwe derdikeve û dilê wî tijî hezkirine. Cihê herkesî di dilê wî de heye, bi navê gelê xwe jiyan dike û her tiştî fedayî gelê xwe dike. Ji westandinê natirse, xwe dike parçekî ji gelê xwe û li gorî wê xeyal dike û armanc datînê pêşiya xwe. Bi dost û hevalê xwe re duruste û riya azadiyê bi bedelên mezin ji gelê xwe re vekiriye. Mirovakî wiha di xeyalê me de derbas nedibû, îro rastiyeke û Rêberê me ye. Bi hezara gerillayên Kurd bê tirs û xof canên xwe feda kirin. Her quncikeke çiya bi şopên wan şoreşgera hatiye xîz kirin. Jina ku di nava koletiyê de hatibû fetisandin, te azadî bê da naskirin. Bawerî, hêvî, hezkirin, îrade, têkoşîn kirin û azadî tê çi wateyê te bi jinê da naskirin. Jiyaneke bi rengê jinê çiqasî bedew û pîroze te ew lêgerîn di jin de da avakirin.
RÊBERÊ MİN:
Tişta herî balkêş ji min re dihat, tevlîbûna hevalên jin bû. Li gorî zîhniyeta deshilatdar min jin naskiribû. Ew hêza têkoşînê, şer û berxwedaniyê min di xwe û di jinê dîtir de nedidît. Dayîmî jin zeyîfe û tenê bi karê malê re mijûl dibe di mejiyê min de hatibû çandin. Bizrê bawerî, hêvî û lêgerîn di min de hatibû ziwa kirin. Di civaka Kurd de tevlîbûna jin ji şoreşê re pir xerîb dihat. Di malbatê de, di civakê de û di her nêzîkatiyekê de bi te didin hîskirin tu bela serê wanî. Her çiqasî zilam li hemberî jinekê zeyîf be jî û bê wê nikarê jiyan bike, lê belê bi te dide hîskirin tu bê nirxî û ew herdem hêz e. Zilam û malbat di bin vê deroniyê de, te bi zincîr û qeyda girêdidin. Li ser mejî û dilê te tijî kevir dikin. Pişt re jî dibêjin “tu mulkê me ye û emê xwedî li te derbikevin.” Di milekî de te mîna însan nabînin û di milekî de jî xwe dikin xwediyê te. Jinên bê zanebûn di navbera vê polîtîka zilam de diçin û tên. Nikarin isyan bikin û dudulî jiyan dikin. Lê belê jinê ku vê polîtîka zilam ya qirêj dibînin isyan dikin. Yan xwe întîhar dikin û dişewitînin. Ji ber hêz di xwe de nabînin, têkoşîn nakin. Ji ber hêviya jiyanê nabînin mirinê dihilbijêrin. Ev nêzîkatiyên malbatê û civakê ji jinê re dibû sedem jin wê hêzê di xwe de nebînê ku bejdarî şoreşê bibe. Her çiqasî zilam dixwazê jin xwe radestî wê qedera reş bike û wiha bi zeman re birizê. Lê belê jin di bîrê tarî û kûr de li benda ronahiyê ne. Li benda yê wan ji vê tarîtiyê xilas bike. Hêza te di jinê de da avakirin, şehadeta hevalên jin û tevlîbûna wan ji her karekî re cesaret da her jinekê ku riya çiya bişopînin.
Bi rengê zilam xebat kirin, li gorî zilam têkilî dayîne avakirin û li gorî zilam qedera xwe diyar kirin êdî nefes li min teng dikir. Weke jinekê jiyan kirin, baweriyeke wisa nînbû. Peyvên wisa bikaranîn tewanbartî bû. Heya ji destê wan dihat tu zeyîfdixistin. Jiyan kirina te bê wate dikirin û pêre jî tu bi xwe ve didan girêdan. Bi îrada xwe jiyan kirin, bi hêza xwe têkoşîn kirin û di her karekî de nasnama xwe diyar kirin êdî bûbû xeyal ji her jinekê re. Mîna aveke di cihê xwe de biseknê û bi zeman re bêhin bide, li min dihat. Min ti carî wate ne dida ez çima jiyan dikim. Xweşikbûna jiyanê di çi de ye? Min hîsnedikir. Jehra koletiyê ketibû xwîna min . Nêzîkbûnê te ji jin re, tevlîbûna jin ji çiya re û şehadeta hevalên jin cesaret da min ez li xwe bizîvrim û li jiyanê bigerim.
Di asoyên çiya de, di dil û ruhê mirovan de, di bin keviran de, di zorî û zehmetiyan de û di têkoşînê de ez li jiyanê geriyam. Bêhna axê kişandina hinavê xwe, bi rijandina dilopê xwêdanê re, bi hîskirina êşê hevalên xwe, bi zoriya re jiyan kirin, li hemberî xwe têkoşîn kirin û bi îrada xwe jiyan kirin min hîskir ez însanim. Bi watedayîna jiyanê û bi naskirina jin re hêvî, bawerî û hezkirin di min şînbû. Her ku çû girêdana min bi jiyanê re zêde bû. Min hîskir ez însanim û mafê min yê jiyanê heye. Her jineke Kurd mafê wan yê jiyan kirinê heye. Lê belê pêwîste di despêkê de jiyana rast kîjane nasbike. Jiyana bi rengê zilam naskirin jiyaneke arzane û koletiye. Di çiya de pêwîste jiyana rast were naskirin. Ew ruhê jin yê lêgera jiyaneke azad pêwîste neyê ziwa kirin. Heta ez di bin seha pergala deshilatdar de derneketim û min di çiya de jiyan nekir, min ew jiyan nedît û hîsnekir. Di ruhê hevaltiyê de, di parvekirinê de û di hezkirina hevalê xwe de min hêviya jiyanê dît. Keçên Kurd pêwîste li mafê xwe yê jiyanê bigerin. Jiyana Rêber APO ji jin re daye avakirin pêwîste tê de jiyan bikin. Ez weke keçeke Kurd naxwazim yek keça Kurd di wê jiyana qirêj de bijî. Dilê min ranekê ku jinek bibe mulkê zilamekî û di bin zilma wî de jiyan bike. Tecawiz kirina jina dema ku ez dibihîsim dilê min tê guvaştin. Qehir û intîqam di min de pêşdikevê. Ji ber zilam bi tecawiz kirina jinekê hemû jina tecawiz dike. Destê xwe dirêjî jiyana azad dike. Pêwîste êşê her jinekê em hîsbikin û wê tenê nehêlin. Gava jinek xwedî îrade be û xwedî li nasnama xwe derbikevê ez hêz digrim û têkoşîna xwe hîn xurtir dikim. Lêgerînê min yê azadiyê hîn xurtir dibin. Her çiqasî zilam bixwazê tovên jina azad tine bike, wê nikarbe. Ji ber hest, ruh û cewherê jin destor nade zilam giyanê wê qirêj bike. Her jineke Kurd pêwîste vî ruhê xwe bi têkoşînê biparêzê. Xwedî li cewherê xwe derbikevê. Xwedî li nasnama xwe derketin bedelên mezin dixwazê. Ew hêza jinê heye bedelên mezin bide. Ev di dîroka PKK ê de hatiye isbat kirin. Gelek hevalên jin bê dudulî jiyan bikin canê xwe bi bomba parçe kirine û jiyaneke azad hilbijartine. Jin bi têkoşîna xwe da isbat kirin ku eger jin neyê azad kirin civak azad nabe. Her jineke di civakê de dijî pêwîste di zanebûna vê rastiyê de be û riya çiya bişopînê.
Belê Rêberê min ezê herdem li hemberî xwe têkoşîn bikim ji bo ez durustbim di jiyanê de. Rê nadim zeyîfatiyê xwe ji bo vê jiyanê qirêj bikin. Jibo ez ji jehra koletiyê rizgar bibim ezê bibim xwediyê têkoşîneke xurt. Bi hêviya we di çiya de dîtin ez we himêz dikim.
Dunya Cemîl
- Ayrıntılar
Hamid Dêrik
Di dîroka mirovahiyê de her însanekî dema ku tê ser rûyê dinyayê, bi henek tiştên bingehîn mîna mirovan tê naskirin. Tişta herî bingehîn ji van tiştan jî, ziman e.
Ji ber ku mirov bê av û bê xwarin dikare heyanî astekî jiyan bike. Lê bê ziman nikare jiyan bike. Ji ber ku ziman hebûn, vîn û nasnameya mirovane û ancax mirov dikare bi riya zimanê xwe, bi derdoran re bikeve nava danûstandinê de. Mirovê bê ziman jî, mîna dara bê pelçem, an jî teyrê bê bask û gula bê reng û bên e.Lê dema ku ev yek ji bona gelekî mîna gelê Kurd tê ser ziman, mesele gelekî ji vê yekê cudaye. Ango dema ku zimanê netewekî û gelekî kevnar û xwediyê vê xakê were qedaxekirin, ev di serî de şerma mirovahiyê ye. Lê dema ku em vegerin ser pergalên serdestî kurdistanê, emê hîn bêtir vê rastiyê bibînin û dirûtiya heyî nasbikin. Ji ber ku dema behis dibe behsa demuqrasiyê û mafê mirovan, di serî de hikûmetin mîna Sûriya û Tirkiya û hemû dewletên desthilatiyê li ser Kurdistanê dikin, xwe nimûne didin ji bona rojhilata navîn û cîhanê. Lê dema ku tu çavdêriya vê yekê di warê jiyanê de temaşedike, gotin û kiryarê wan û dirûtiya wan mîna eînikê xuya dike.
Ji ber her tiştê ku ew dimeşînin di serî de xizmetê pergala wan ya dirû û qelb dike. Ew siyaseta ku her tiştî ji bona domandina deshilatiya xwe serbest dibînin û mîna ejdeha û extebûtan her tim giyanê mirovan bê hesab û kîtab distînin.
Ji milrkî din ve dema ku em berê xwe didina cîhanê, di hindirê her welatekî de bi dehê zimanan pê tê axiftin, lê kes li wan welatan na bêje ku ziman yekîtiya welat û gel parçe dike, berovajî vê yekê ew dewlet vê yekê ji bona xwe mîna zengîntiyekî dibînin. Lê dema ku mesele tê ser gelê Kurd û zimanê wî, hemû xalên demuqrasiyê û azadiyê yê ku Erdoxan, Ebduleh Gul û dewleta Tirkan behsa wê dikin li ber bayê diçe û kes lê xwedî dernakeve. Ji ber ku gotin xweşe, lê kirin zore û ya ku tê meşandin li ber çavê her kesî, dirûtî ye û xapandina gelê Kurd bi riya telfizyonên mîna TRT6 û yê mîna wê ne. Ew qenalên ku di wan de bi zimanê Kurdî pesnê pargala dewletê tê kirin û amaca wê berovajîkirina çand, kultur û zimanê gelê Kurd e.
Ji bona vê yekê gelê Kurd îro gihiştî ye astekî, ku her rûyên nepenî yê dewleta Tirkan ji dinyayê re kifiş kirî ye û êdî baweriya xwe bi hîle û derewên Erdoxan nayî ne. Ji vir û şûn de, em dikarin bibêjin ku gelê Kurd, êdî gihiştiye astekî ku pêşeroja xwe bi xwe tesbît bike û xwe bi hêviya hikûmetê ve nahêle. Ji ber ku mîna pêşiyên me gotî” dema ku mirov serê xwe nexwerîne kes serê mirov naxwerîne.” Ji ber vê yekê geleke gelê Kurd li her derî li ziman û çanda xwe xwedî derkeve û ji her rengên serdestî û heqareta ku li ser nirx û dîroka wî têne kirin bibêje; “ êdî bes e.”
Li ser vî bingehî û di her warê jiyanê de pêwîst e gelê Kurd xwedî li ziman û çanda xwe derkeve û bi can, mal û xwîna xwe li beramberî vê asimlasiyona ku tê maşandin, bi hemû hêza xwe li ber xwe bide û têbikoşe. Di seî de ji bona ziman û nasnameya xwe li pêşiya hemû mafên jiyanî tê û mîna mafekî hiqûqî tê naskirin. Ji bona vê yekê, di serî de bangewaziya min ji bona jin û ciwanê Kurdan ew e, ku li zimanê xwe xwedî derkevin û ji dijmin re nebin alet. Ji ber ku wê demekî wer e û wê dîrok ji me hemûyan hesab bixwaz e. Lewra ji bona vê yekê û ji bona ku em ji neha ve nebin deyndarê dîroka xwe. Geleke em bi zimanê xwe re mîan av û masî û mîan neynok û goşt girêdayîbin û heyanî dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ziman, çanda, nasname û rometa xwe xwedî derkevin û ji gel û civaka xwe re bibin rêzan û pêşengên civaka demuqratîk.
- Ayrıntılar
Demek berê hevalekî ku berî ku şehîd bikeve, dema ku ji bona peywirekê çûbû bakurê Kurdistanê, piştî vegera xwe digot ku; “Ji Geverê bêhna Kurdistanê dihat. Li her dera Geverê bi kurdî tê axaftin, polêsên tirk encax dikarin bi zerîpoşan(maşînên bi zirx) bigerin. Mirov dizane vir Kurdistan e. Lê li Amedê hemû maşînên polêsan ên normal in. Ji xwe re rihet rihet digerin. Welleh hema di dilê min de paytext Gever e...” û didomand.
Belê di çend salên dawîn de, Gever her dem li piya bû. Roja ku çalakî nîn be, roja ku bi dijmin re ne di nava pevçûnê de be nîn e. Gel bi tevahî bi milîtanî tevdigere. Hele hele di referandûmê de encama ku derket şayanî pesindayînê ne. Tabî girîngiyê em jî didine.
Lê pêwîst dike ku em Geverê bi tenê nehêlin. Nexwe hemû bar bikeve ser bajarekê, wê bibe hedefa dijmin. Ji ber vê yekê, divê di serî de em Amed, Batman, Wan û hemû bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê bikine Gever. Wê demê, wê li Kurdistanê tu rewabûna dijmin nemîne û em ê gav bi gav Xweriya Demokratîk ava bikin û Şerê Şoreşgerî yê Gel bi pêş bixin.
Me got; “Gever”bûyîna Amedê!.. Ji ber ku li pêş me rojên dijwar hene. Divê em ji niha de xwe amade bikin. Di serî de li her gund, bajarok, navçe û bajaran, em komûn, meclîs û konseyên bajaran saz bikin. Ji ber ku li pêş me “ŞERÊ ŞOREŞGERÎ YÊ GEL” heye. Berê me li çiya û beşek jî li bajaran şer bi pêş ve dibir. Li gorî wê serhildan jî bi pêş diketin. Lê gelek caran ev li hev nedihatin. “ŞERÊ ŞOREŞGERÎ YÊ GEL“ jî raperîna GEL û GERÎLA bi hev reye.
Niha nêzîkatiya dijmin ev e ku bi derengxistinê, bi lîstokan û hîleyan pirsgirêka kurd dûvedirêj bike û bi vî awayî tevgera me marjînal bike. Di vê pêvajoyê de tişta herî girîng ev e ku, rûyê qirêj ê AKP tam hate zelalkirinê û hetanî ku AKP bi hêz be an li ser kar be, wê di pirsgirêka kurd de, ji bilî xapandin û qirkirinan tu pêşketinek çênebe. AKP ji salên 2002’yan bi xapandin û paşdeavêtinan, hewl da tevgera me tesfiye bike. Ev partî ji hêla îngilîzan ve ji salên 1980’yan ve tê amadekirin û li gorî polîtîkayên Anglo-Sakson xwe bi rêve dibe. Hefsarê wan di dest hêzên derve de ne. Niha jî hewl dide hêza xwe ya hegemonîk bi vê hilbijartina dawîn qewîn bike.
Ji bona tevgera azadiyê, divê di sala 2011’an de guherîneke stratejîk pêk bê. Ev guherîn hebûnî ye. Nexwe wisa têkoşîn nameşe. Ma jixwe dijmin bixwe dibêje; bi şerekî bi vî rengî em 50 sal jî şer bikin ne xem e ji me re. Ev polîtîkayeke rizandinê ye. Sozdayîn û soz negirtin, hêvî afirandin, dubendî derxistin, bi pereyan afirandina kurdê sexte û bikaranîna dîn bi mûnafiqî karê AKP’ê ye. Lewma divê ya ji bona çareseriyê gavek bê avêtin û aştiyeke birûmet pêk bê yan jî em bi riya şerê şoreşgerî yê gel sîstema xwe ava bikin û erka dijmin a Kurdistanê tune bikin. Ev nebe nabe.
Ji ber vê yekê, ji dijmin re hetanî 1’ê Adarê wext dayîn, biryareke jiyanî û dîrokî ye. Dirêjkirina biryara bêçalakîbûnê wê bi xwe re xetereyên mezin biafranda. Armanca AKP’ê ev bû ku hetanî hilbijartinan me bide sekinandin, piştî ku hêza xwe ya hegemonîk sazkar kir û ji Kurdistanê ray girt, wê bi polîtîkayên dema Çîler qirkirinê ferz bike û pê re jî qirkirina çandî jî kurtir bike. Bi kurdên sexte jî HAMAS’a xwe ava bike. Lê ku çareserî bi pêş nekeve û berî hilbijartinê şer bê kûrkirin û çawa ku AKP qirkirina siyasî hewl da pêşiya siyaseta demokratÎk bigire, wê şerê şoreşgerî yê gel bi pêş bikeve û em ê jî destûr nedin wan ku li Kurdistanê bimînin. Em ê wan tênexin bajaran. Wê gerîla û gel bi hev re têbikoşe. Belkî rojê bi hezaran kes şehîd bikevin û bimirin. Belkî gerîla rojê xwe berde bajarek û di nava bajêr de bi rojan şer bidome. Belkî em bi rojan bajaran têxin dest xwe. Ev jî tê wateya mirina deh hezaran. Encax em her devera Kurdistanê bikine Gever, em ê bikaribin di vî şerî de bi ser bikevin.
Loma divê gelê me ji niha de xwe li gorî Şerê Şoreşgerî yê Gel xwe tanzîm bike. Pêşiyên me bela sebe negotine; “Hetanî ku tam xerane be, çênabe jî”
Deştî Artim
- Ayrıntılar
Di pêvajoya heyama çaremîn de sî û duyemîn salvegara PKK’ê li Rêber APO û li hemû gelê me pîroz be. Di pêvajoya heyama çaremîn de pîrozkirina damezrîna PKK’ê, ji bo me dîrokeke gelek biwate ye. Hivde sal berê bû, me PKK’ê bi staranan nas kiribû. Weke mizgîniya azadiyê, bi deng û têlên tembûran li her derî strana ‘Waye PKK Rabû’ olan dida. Dema me vê stranê guhdar dikir, weke baskên me vedibûn û em bihest û hizrên xwe ber bi Kurdistanê ve difiriyan. Di nava xeyalên eşq û evîna azadiyê de me nizanibû ku em ê li ser kîjan deşt û zinarên Kurdistanê deynin. Em bi hesreta dîtina çem, çol û çiyayên Kurdistanê mîna evîndarên dilbiêş, diketin nava lêgerîn û lêpirsîna jiyanê ku ka (EM KÎ NE?). Di sewt, muzîk, peyv û hevokên vê stranê de me ji bo xwe, mîna hewara yekîtiyê, têkoşîna rizgariyê û bangewaziya serhildanê jê digirt. Di wan deman de weke jinek û keçeke ciwan a kurd, ez bi vê strana Waye PKK Rabû ve şiyar bûbûm. Di wan dem û dewranên salên notî de me di vê stranê de pêşeroja xwe ya hemû ciwanan didît. Dema me vê stranê guhdar dikir, weke zarokek di dergûşa dayika xwe de ku li ber lorîna dayika bidil aramiyeke kûr şa bibe; em jî bi dengê tembûra strana PKK’ ê şa dibûn. Çawa ku nexweşek dilbiêş ku dermanê birînên xwe peyda bike û pê zindî be; me jî ji vê stranê dermanê xwe digirt. Weke dildarên dilbievîn xwîna damarên dilên me dikeland. Belê ev dem û dewrana ku ez qal dikim bîst sal berê bû. Lê PKK’ê koka xwe ji hivde sal berê digirt. Koka PKK’ê weke koka dara berû û maziyan bû; rehên xwe kûr berdabû axê.
Belê ev tevger rehên xwe bi xwîna cangorî û lehengan dabû avdan. Welatê evîndaran ê Zîn û Mem, dîsa bi xwîna Zînan û Meman ve kulîlkên deşt û çiyayên xwe dabû sorkirin. Li hember koledariyê eşqa azadiye dabûn şînkirin. Ref bi ref keç û xortên Kurdistanî, li dû şopa xwe didan meşandin. Hêz û giyana wan, weke mîrateyeke azadiyê heta roja me ya îro xwe dide domandin. Ev stran hê jî wate û zindîbûna xwe diparêze: WAYE PKK RABÛ LI DEŞT Û ÇIYA BELA BÛ KULÎLKÊN WELAT SOR BÛN BILBIL BI GULAN ŞA BÛN.
Wê demê li deşt û çiyayan bû, lê di vî sî û heşt saliya xwe de ne tenê li deşt û çiyayan belav bû , îro li her çar hêlê cîhanê belav bûye. Bûye giyanek û ketiye xwîna her mirovên azad. Dem dema ku bilbil bi gulan şa bibe ye. Gelê kurd, jina kurd û ciwanên kurd wê bi azadiya xwe şa bibin. PKK bûye giyana jinan, zarokan, ciwanan, kal û pîran û gelên bindest bixwe. PKK ne tenê ji bo Kurdistaniyan bû, ji bo hemû gelên bindest bû. Hizrek bû, hizrek wiha bû ku ji heqîqetên xelet heqîqetên rast ronîkirin bû. Ji felsefeya jiyanên şaş, felesefeya jiyana rast diafirand. Ji bo pergala jiyaneke nû û rast hêza têkoşînê danî holê. Her kesê/a li dora wê hêzê dorpêç kir. Agirek, li hember cemeda dil û hişên desthilatan da pêxist; diviya ev Agir netemiriya. Ji ber ku ev Agir, wê cemeda dil û hişên desthelitan bida helandin. Ji ber vê jî, her mirovê/a ku daw û doza azadiyê dikir xwe kir xeleka dora vî Agirî. Ji ber ku ev Agir, dilê her serhildêrekî/ê germ dikir.
Daw û doza PKK’ê gelek giran û biberdêl bû. Wisa ku Rêber APO jî digot: ‘’PKK îşlikekî ji Agir e, heke kesek baş nizanibe li xwe bike wê xwe bişewitîne. PKK weke kulilîka ku di tahtan de şîn dibe ye.’’ Rêbertî bi van hevokên xwe nehêsan bûna PKK’ê baş tîne ziman. Li gor tê xwestin heke ................
Lê her çiqas biberdêl bû jî keç û xortên vî welatî dest ji doza xwe bernedan. Ser dan lê sir nedan! Ji bo rûmet û nasnamaya xwe biparêzin, bi hezaran ciwanên vê axa Mezapotamyayê giyana xwe ji dest dan û hê jî didin. Ji HEQIYAN dest pê bû heta bi ZÎLANAN û VIYANAN ve hat. Weke ku tê zanîn îro jî bi kesayetên wiha bi rûmet bi DERWÊŞAN ve jî didome. Ev doza PKK’ê bi ciwanan dest pê kir wê bi ciwanî jî bê domandin. Lê her ku diçe li hember bêdadî û hişmendiya paşverû, sebra mirovan ber bi dawî ve tê. Hevalê Derwêş jî diyar e êdî vê bêmafiyê ji gelê xwe û Rêbertiya xwe re nepejirand! Di serdema sedsala bîst û yekemîn de heke zarokek li welatê xwe, nikaribe bi zimanê dayika xwe perwerdeyek bibîne... Li hember hemû bêdadiya siyasî, mirovek nikaribe bi zimanê xwe, xwe ji bêdadiya dewletê biparêze. Ma ev ne qiyamet e? Li gor baweriya min; ev qiyamet, ji ya ku Hz. Muhemed di Quranê de qal dike hê xirabtir û xetertir e. Ev êrîşên hişmendiya nijadperastan tofan û qirkirina mirovayiyê bixwe ye. Li hember hemû zilm û zoriyan têkoşîn dayîn, mafekî gerdûnî ye.
Rê û rêbazên têkoşînê divê bên nîqaşkirin, lê li hember niheqiyan, xweparastin mafekî mirovî ye. Li hember êrîşên nemirovane xwedî helwest bûn pîrozî ye. Keç û xortên vî welatî ji doz û ramanên Rêbertiya xwe bibawer in. Ji ber vê jî gelek hestiyar in. Divê tiştên ku ji hêla Rêber APO ve tên ziman têgihiştineke baş bidin çêkirin. Divê nêzîkatiyên wiha hêsan û erzan neyên ravekirin. Ya rast ev e ku her kes ji hêla xwe ve vê pêvajoyê paş bişopîne û baş bixwîne. Ji hemû nûnerên dewletê bigire, heta rewşenbîr û aqilmendên hikûmetê, ji parêzvanan bigire heta hunermendan û hemû saziyên civakê bi tevahî, pêwîst e ku vê pêngava ji hêla rêber APO ve hatiye destpêkirin divê baş bê şopandin. Heke baş neyê xwendin û baş têgihiştinek çênebe, di demên pêş de, her kes wê gelek poşman be lê mixabin poşmaniya derengmayî jî wê bi civakê tu tiştek nede qezenckirin. Ji bo vê jî ya rast ev e ku di van heşt mehên ku ji hêla Rêbertiya me ve hatî diyarkirin, divê rojek berê rojek, gavên bingehîn ên berbiçav bên avêtin. Heke ev dem jî mîna demên berê bê destgirtin wê her kes jê zirar bibîne. Ji vê jî divê ev bêçalaktî baş bê nirxandin.
Divê neyê jibîrkirin ku heqîqetek PKK’ê heye. Ev sî û heşt sal in ku PKK vê dozê bi rê ve dibe. Mîrateyek gelek dewlemend û çand û exlaqek di warê hişmendî de daye rûniştandin û daye bawerkirin. Heke hikûmet û dewlet neyên rê jî, wê gel bi pêşengiya PKK’ê xwe bide domandin. Gelên kurd, bi hêza keç û kurên xwe wê civaka Xweseriya Demokratîk bidin avakirin. Wê zarokên xwe bi zimanê dayika xwe bidin xwendin, li gor çand û exlaqa Rêberiya xwe wê xwe ji bêdadiyan biparêzin. Bê ku ji dewletên hêvî bikin wê xwe bixwe pergala civaka exlaqî û polîtîk bidin avakirin. Li gor xweseriya demokratîk çi pêwîstiyek civakê hebe wê bi hêza xwe bide kirin. Li gor felsefeya demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendî, jiyan bikin û bidin jiyankirin.
Ya ji vê pergalê re pêşengiyeke baş bike jî bêguman jinên azad in, wê dayik û xuşkên me bi xwe bin. Divê ji her kesî zedetir xwe biwestînin. Ji ber ku pergala Rêber APO dide avakirin pergala civakîbûna jinê ye. Li ser hîm û rêgezên civaka xwezayî bi pîvanên hizrên dayîksalariyê ve jiyanek tê bingehgirtin. Ev jiyan jiyana jinê bixwe ye. Ji her warê jiyanê berpirsyar e. Bi taybet jî di pêşdebirina jinê ...........dayika xwe de divê bêsebir bin. Divê wext neyê windakirin, ji ber ku di vê heyama çaremîn de dem ji bo me gelek girîng e. Tê gotin ku dem zêr e. Ji bo me jî ev dema pêş me ji zêr jî bi binirxtir e.
Bi giranbuhayiya vê demê, careke din em dibêjin vaye salvegera PKK’ê hat li ser seran û çavan re hat. Damezirandina PKK’ê li hemû gelê kurd, li gelên din, heval û hogiran pîroz be.
Nûjiyan Amed
- Ayrıntılar
